Bavê BARZAN

Berhemên
nivîsevan'î
Bavê Barzan
ERD
(Kurtenovel)
Kurmancî (1993) Weþanên SARA |
Katalan (2004)
Weþanên 1984 |
Svenska (1998)
Weþanên SARA |
Silêmanî "soranî'' (1995) Weþanên SARA |
Birek ji Xebatên Edîtorî Yên Nivîsevan'î

Birek ji Xebatên Wergerê yên nivîsevan'î

Ji tirkî:
(Mehdi Zana
Savunmam)
Weþanên SARA
2005
![]() |
![]() |
![]() |
Ji farisî: Weþanên REWÞEN |
Ji swêdî: Weþanxaneya ÇAND |
Ji kurmancî: Weþanên SARA |
(YEKEMÎN Pirtûka Kurdî Ku Bûye Pirtûka Dengî - 1995):
Shamaran - Ormarnas drottning
(Talbok)
TALBOKS- OCH PUNKTSKRIFTSBIBLIOTEKET
Bitikîne:
Çîroka Folkloriya Kurdî
Þahmeran bi þêweya dengî ya elektronîkî (talbok format):
Klicka:
- Kurdisk folksaga på svenska i ljud format, läses av Sofi Tolstoy Regen
Sophie Tolstoy Regen
Information om talboken Shamaran
Kurdisk folksaga
Information av STR
SHAMARAN - Ormarnas drottning
|
Bavê Barzan kî ye

BAVÊ BARZAN rojnamevan, mamosteyê zimanê kurdî, sala 1959'ê li Amedê hat dunyayê. Dibistana destpêkî û navînî li Amedê xwand. Çar salan, li xwendegeha olî ya bi navê Îmam-Xetîb'ê xwandina xwe berdewam kir. Ji sala 1982’yê vir ve ye, ku li Swêdê dijî.
Di redaksiyona beþê kurdî ya Rojnameya Berxwedan'ê de xebitî. Sala 1988’ê, kovara YRWK’ê, ya bi navê Rewþen'ê derxist. Ew, yek ji sê kesên ji desteya redaksiyonê, ya pêþîn bû. Ji hejimar 3 ta 6'ê jî, edîtoriya giþtî ya Rewþen'ê kir. Li Zanîngeha Stokholmê li Xwendegeha Mamostetiyê du salan beþê kurdî bir serî. Li dibistanên Swêdê, 15 salan karê mamostetiya zimanê kurdî kir. Bi karê avakirina komeleya bi navê Kurdernas Vänner (Dostên Kurdan) rabû. Li desteya redaksiyona kovarekê ya bi heman navî, ku bi swêdî derdiket, cih girt. Wek werger ji bo kanalên TV’na Swêdê dixebite. Her wisa jî, ji Rêxistina Navenda Pirtûkxaneyên Swêdî ya bi navê Bibliotetjanst-BTJ’ê re, wek lektorê wêjeya kurdî dixebite.
Pirtûkên zarokan wergerand zimanê kurdî. Du ji van pirtûkan: Tolehildana Mûriyan (ji farisî). Ev berhem bi zaravê soranî jî weþiya. Pirtûka klasîkî ya zarokan; Aladîn û Lampaya bi Efsûn (ji swêdî). Her wisa jî, çîroka folkloriya kurdî ya bi navê Þahmeran berhev kir û bi kurmancî weþand. Heman çîroka Þahmeran, bi kurdiya jêrîn (soranî), bi swêdî û hem jî bi zimanê katalanî li Katalonyayê (Barcelona) weþiya. Wergera Þahmeran’ê ya swêdî, yekemîn pirtûka kurdî ye, ku sala 1995’ê bû Pirtûka Dengî. Berhema serokê kevin ê þaredariya Amedê, siyasetmedar û nivîsevanê kurd Mehdî Zana'yî, ya bi navê Parastina Min,ji tirkî wergerand kurdî.
Li ser Peyva Yogurd’ê û teknolojiya heyvan(maye)kirinê û li ser mêjûya: Kurdistan Niþtimanê Genêm, xebateke lêkolînî ya zanistî, di gel lêkolînerên swêdî amade kir û di kovarên naskirî yên swêdî de belav kir.
Ji sala 1987'ê vir ve ye, ku Weþanxane û Kitêbxaneya kurdî ya naskirî Sara'yê, bi rê ve dibe. Sara yekemîn pirtûkfiroþiya kurdî ya li Ewrûpa'yê ye. Sara, ji sala 1987'ê ta 2010'ê, 62 berhemên kurdî, swêdî, erebî û înglîzî weþand. Li Sara'yê bi dehhezaran berhemên granbuha ên kurdî gihan ser hev, loma Sara bû navendeke arþîvxane û lêkolînê û her bi vî awayî jî, li rêkefta 17 Çiriya Yekem 2007’ê; wek Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî (Foundation For Kurdish Library & Museum) ji nuh ve hat damezirandin.
Li Zanîngeha Stockholmê beþê Mêjûya Aboriya Cîhanî û Pêwendiyên Navneteweyî (Economic History, International Relations) dixwîne. Berhema wî ya herî dawîn; Erd, ji 19 kurtenovelan pêk hatiye. Berhem dagirtî ye ji vegotinên li ser bûyer û rûdanên civakî, çandî û ramyarî yên kurdî yên van 50 salên dawîn.
Nivîsên Li Govar û Rojnameyên Kurdî:
| Bitikîne ser peyva | : | Mamosteyê Kurd (1986) |
'' |
: | Kurdistan PRESS (1987) |
'' |
: | Berxwedan (1988) |
'' |
: | Rewþen (1988) |
''
|
: | Kurdistan Report (1990) |
''
|
: | Medya Têvel |

Foundation For Kurdish Library & Museum