PIRTÛKXANEYA SARA'yê - Kevintirîn pirtûkxaneya kurdî ye li Ewrûpayê.




Navenda Parastin û Belavkirina Ziman, Wêje & Çanda Kurdî - SARA, weke pirtûkxane û weþanxaneya kurdî, di sala 1987'ê de li Stockholm'ê damezirî. WEÞANXANEYA SARA'yê ta neha 56 pirtûkên bi zimanê, kurdî, înglîzî, swêdî û erebî weþandine. Pirtûkxaneya SARA'yê ku ji çarmedorê dunyayê bi dehhezaran weþanên kurdî û weþanên bi zimanên dinê yên li ser kurd û Kurdistanê civandine ser hev û van weþanan, li nav çar navendên girîng ên wêjeyî yên cîhanî dane bý arþîvkirinê. SARA hîna jî, piþtî 22 salan, bi vî karê xwe hîna jî her berdewam e.

Armanca yekemîn a Navenda Parastin û Belavkirina Ziman, Wêje & çanda Kurdî - SARA'yê, armanca parastin û bi nasîndana ew wêje û ferhengê kûr a Milletê Kurd e. Li ser vê riya berfireh û mazin, SARA'ya "biçûk" ta neha van karên watedar û mazin bi rêxistine.

Navenda Parastin û Belavkirina Ziman, Wêje & çanda Kurdî - SARA, di nav van bîst salên xwe yên çalakiyê de, ji bo parastin û li dunyayê belavkirina ferhengê vî milletê hêja û mazin, bi civandina ser hev ya ji deh hezaran bêhtir pirtûk, govar, rojname û materiyalên têvel ên kurdî, li nav van çar navendên girîng ên wêjeyî ya cîhanî, bêguman karekî bêhempa cî bi cî kiriye.

Bi alîkariya Navenda Belavkirina Ziman, Wêje & çanda Kurdî - SARA'yê
rabin û jê re weþanên kurdî verê bikin, da ku çanda me li her çar hêlên dunyayê bêhtir bête naskirinê.

Di vê dema dawiyê de amanca sereke ya Navenda Parastin û Belavkirina Ziman, Wêje & Çanda Kurdî - SARA'yê li Amedê Damezirandina Împaratoriya Weþanên Kurdî ye.

SARA- Di Medya'yê de



NAVNÎ
ÞAN:

SARA DISTRIBUTION
Dalag. 48
SE-113 24 Stockholm
SWEDEN


Tel/ Faks: +46 8 33 12 29 MOBÎL: +46 70 791 36 06
E-Maîl:     info @ saradistribution . com