ENCAMA ÇALAKIYA
ROJA BÎRHANÎNA MERYEM XANÊ

ABF HUSET

12.11.2011



Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

Meryem Xan (1904 – 1949)

 

 

 

Roja Bîranîna Meryem Xanê ji hêla Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî li Stockholmê li roja 12yê çiriya duwem 2011ê pêk hat. Ev bername li 10ê sibehê dest pê kir û ta dema16ê piştî nîvroyê berdewam kir. Gelek kesayetên evîndarê dengê Meryem Xanê li derfeta roja bîranînê amade bûn û ji ser gramafona antîke ya ji serdema 1920î guh dan yekem strana stêra me ya herî navdar.

Her wisa li vê heman derfetê jî hejimarek mazin qewanên nuhpeydabûyî yên dengbêj û hunermendên herî naskirî yên kurdan, ên wek, Meryem Xan, Eyşe Şan, Garabetê Xaço, Mihemed Arif Cizîrî û hwd, wek pêşangehek dewlemend a ji gencîneya huner û muzîka kurdî hat pêşkeşkirin.

Piştî bi destvehanîna qewana yekê ya Meryem Xanê, amadekarî û komkirina agehiyên li ser jiyan û hunera Meryem Xanê hat destpêkirin. Gelek agehî ji çarmedora Kurdistanê giha ber destê me. Em ê li demên pêş, van agehiyan bi berfirehtirîn şêwe bigehînin ji raya giştî re. Bi van agehiyên komkirî, careke din jî pir baş xuya bû, ku çanda gelê me ji hêla dagîrkerên Kurdistanê bi rastî jî pir bi tundî hatiye asteng û windakirin. Ji ber vê qedexeya li ser ziman û çanda kurdî, astengên mazin li ber van kulîlkên hemî malên kurdan hatine derxistin û dengê wan piraniya caran hatiye temirandin. Ji ber ku ew nûnerên stranên kurdan bûne, ji ber ku ew hozan û dengbêjên kurdan bûne û bi zimanê kurdî sitirandine, rastê tahde û zextkariyên mazin hatine. Di vê dojeha asteng û qedexeyan, hunera wan qet ne hatiye serbesthiştin û gelek ji berhemên wan winda bûne. Her wisa jî, beşek mazin ji jiyana wan, ji ber van hêriş û zextkariyan di tarîtiyê de maye. Loma î roj di civatê de nav, wêne û ta jî dengên van hunermendên kurdan hatine tevlihevkirin. Ji bo nimûnê; ji Meryem Xanê re dibêjin Elmas Xan û Ji Elmas Xanê re jî dibêjin Meryem Xan. Kes bi zelalî ni zane Meryem Xan li ku derê hatiye dunyayê, ji lew re wek ciyê jidayikbûnê sê cih dihêt destnîşankirin. Belê ew stêreka geş û herî naskirî ya li ezmanê hunera kurdî ye. Hin kes hene ku dibêjin Meryem Xan gelek naskirî û navdar e. Wek dihêt zanîn, li ser kesên navdar fireh peyivtin dibin û dibe ku ji ber vê yekê be ku agehiyên tevlihev ên derbareya wê çêbûbin. Me bawerî heye, ku tevliheviyên di vê derbareyê de pêk hatibin, pir kêmtir in ji tevliheviyên encama dagîrkeriyê.

Ji bo em bikaribin van kedkarên xwe yên çanda kurdî ya li rêza herî pêşîn bi giştî û baştir nas bikin û ji bo van tevliheviyên derbareya jiyana wan derkenar bikin û wan û jiyana wan û hunera wan bi zelalî nas bikin, me hindek ji van agehiyên ku derbareya Meryem Xanê kom kirine, bê şirove û her wek bi dest hatine xistin, li jêr pêşkêş dikin. Em vê yekê dikin, da ku li rojên pêş me, gava lêkolîn û xebatên di vê bareyê de çêbibin, karê van lêkolerên xwe hêsantir bikin.

Em van agehiyan bi dilxweşî di gel hezkirên deng û hunera Meryem Xanê û bi xelkê xwe yê çandhez parvedikin.

13.11.2011

SAZENDEYA PIRTÛKXANE & MUZEXANEYA KURDÎ LI STOCKHOLMÊ

Goran Candan

 

 

 

 

AGEHIYÊN GIŞTÎ YÊN LI SER JIYAN Û HUNERA MERYEM XANÊ

 


 

 

 

Meryem Xan ji binyad ve ji malbateke fileh bû. Gava sultanê tirk sala 1915 fermana fillehan da û pêk hanî, Meryem Xan ji hêla binemalek kurd ve hat parastin. Meryem Xan li Kurdistanê mazin bû û bû yek ji stêrên herî geş a awaz û muzîka kurdî. Ew di gel hostayên mezin ên wek Mihemed Arifê Cizrawî û gelek hostayên din stra.

Meryem Xan yekemîn hunermernda kurdan e, ku stranên wê bi tomarkirina qewanê hatiye parastin. Yekemîn qewana Meryem Xanê ya bi navê Domamê, nîşana şiyan û tuwaneya bilind a wê ye.
Meryem Xan sala 1949ê li Bexdayê di nav feqîrî û rebeniyeke mazin de koça dawîn kir û li pey xwe ji me re gencîneyeke bêhempa ya awaz û muzîka kurdî hişt.

Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî derfetek ji bo guhdarkirina naveroka vê qewana mêjûyî pêşkêş dike. Ev qewan li ser gramafonek ji sala 1930yî her wek di zamanên berê wê bihêt guhdarkirin.

Eşkere û diyar e ku li ser jiyana van dengbêjên granbuhayên me yên ji serdemên kevin, em xwedî agehiyên pir hindik in. Ev ji ber sedama bêxwedîmana wan e. Jiyana gelek ji van stêrên geş ên hunera kurdî, hezar mixabin ku gelek caran di nav feqîrî û xizaniyê de derbas bûye. Wek dibêjin; “ji derdê xelkê re bûne melhem, lê nav dil û hinava wan tev bi kul û keder û êş bûye”.

Rewşa alozî ya civakî, ku encama dagîrkeriya giran e, pirî caran ne hiştiye ku civak li van dengbêj û hozanên xwe yên granbuha xwedîtî bike û ew qet baş ne hatine parastin. Belku bi çavekî nerind jî li wan nerîne. Pirî caran civak qet pûte ne daye hunera jinên kurd. Ji bo nimûnê, stranbêja me ya elemkêş Eyşê Şan, Kurdistanê bajar bi bajar geriyaye, lê belê dîsan jî bêkêr bûye. Loma ew her dem bêçare û bêgav maye, ku dîsan vegere mala xwe. Pir ciyê dax û mixabinê ye, ku jiyana Eyşe Şanê jî, her wek jiyana Meyrem Xan bi sextî û dijwariyên mazin bi dawî hatiye.

Meryem Xan hunermenda herî naskirî û hezkirî ya kurdan e. Çawa navê Gulbehar, Sêwe, Eyşe Şan, Kawis Axa, Elî Merdan, Seyid Elî Esxerî Kurdistanî, Mihemed Arifê Cizîrî, Hesenê Cizîrî, Îsa Berwarî li nik kurdan pir naskirî û hêja ye, her wisa navê Meyrem Xanê jî hezkirî û hêjayê li ber dilê xelkê kurd e.

Meryem Xan dengbêja herî girîng a kevneşopiya çanda kurd e. Kurd li dîrokê tim bêgav mane, ku çanda xwe bi "deng" yan jî bi "gotinan" bidin jiyandin. Kurd li her demê li welatê xwe hatine dîl û bindestkirin û li nav welatê xwe wek biyanî hatine hiştin. Ji ber vê yekê "nivîs" û "pirtûk" li nav kurdan pir kêm cih girtiye.

Li nav stranên Meryem Xanê evîn û evîndarî, evîn û hezkirina li ser xwezaya welêt, li pêş in. Her wek li stranên wê yên: Domamê, Fermanê , Wesê, Wa axawo, Karwanê Mala Babê Sêvê, Gewra min tu yî, Mihemed Selim Zavekî taze, Hesenê pismam û her wek li gelekên din..

Yekemîn strana wê ya Domamê li ser evînê bûye, evîna li navbera pismam û dotmaman. Evîna li navbera xortê êzidî û Gulçînê ku pismam û dostmamên hev bûne.

Ew dem hevkirina pismam û dotmaman, li Cîzîra Botan tiştekî pir nedurust bûye. Wek dihêt zanîn; li çandên kevnare, cotbûna bi xizm û merîmalên nêzîk, ne qedexe bûye. Li dîrokê ev şêweya jiyanê di çandên romayî û misriyên kevnare de, ji çanda kurdan êdî wêdetir jî rû daye. Ji lew re, li nav romayî û misriyên kevn, ta zewaca li navbera xwung û brayan jî hebûye.
Lê em dibînin ku li wî zemanê, ku gufte û awaza vê strana gelêrî (folklorîk/anonym) hatiye çêkirin, evîna li navbera pismam û dotmaman li civaka Kurdistanê qebehet (însest) bûye.

Qedexe û qebhetbûna zewaca dotmam û pismaman li Cizîra Botan, li stranê welê hatiye ser zimên:

 

Domam, ava şetê me şerbet e
Pêla nav li hev dikete.
Evînîka xelk û alemê adet bû
Ya min û domama min
Li Cizîra Bota bû qebehet e
Ax domamê - zerî kubarê

 

Li ser bi têgehîştindana dijwariya evîna qedexe jî wisa dibêje:

Dibê heçî derdê evînekê dîtî
Ay ji min û domama min
Ne ke çi gazin û loma
Ax domamê - zerî kubarê

 

 

 

 

 

YEKEMÎN QEWANA STRANBÊJÊN JIN ÊN KURD:
QEWANA BI NAVÊ “DOMAMÊ” A MEYREM XANÊ YE

 

 

 

Ev qewana ciwan a dengbêja kurd a bi awaz û strana kurdî ya bi nav û deng,
a Meryem Xanê ye, ku bi amûrên keman û ûd, di gel Koma Taxt hatiye amadekirin û strana wê ya herî naskirî “Domamê” têde ye.
 

 

TEVAYA STRANA DOMAMÊ

Wele domam, wele domam
Ax wele domam, wele domam
Dibê kulîlka li hemî zozana
Lê lê domam
Dibê heçî derdê evînekê dîtî
Ay ji min û domama min
Ne ke çi gazin û loma
Ax domam, domam
Ax zerî kubarê, ez bi xulamê

Wele domam
Ava şetê me şerbet e
Pêla navîn li hev dikete
Lê lê domam dînê
Evînîka xelkê elemê adet bû
Lê lê ya min û domama min
Li Cizîra Bota bû qebhet e
Ay de domam, domam, domam
Ay zerî kubarê ez bi xulamê

Wele domam ava şetê me hêşîn e
Pêla navê har û dîn e
Lê ez ê werim dotmama xwe
Ji mamê xwe bixwazim
Lê lê bi Xwedê heger mamê min
Dotmama min ne de min
Ez ê çepla domama xwe bigrim birevînim
Ser Çînê xelkê re biqulpînim
Ay de domam, domam, domam
Zerî kubarê ez bi xulamê
Wele domam, domam
Navê dotmama min Gulçîn e
Tavê heyvê derketî
Avêtiye Cizîra Bota ser û bin e
Ez ê werim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim
Lê lê bi Xwedê heger mamê min
Domama min ne de min
Ez ê bêjim
Bi Xwedê mamo, tu qetilê serê min î
Ay de domam, domam, domam
Zerî kubarê ez bi xulamê

Bejna domamê jî mîna şera
Belkî çiyayê Şengalê êzidiyê:
Domam dizanim navê
Domama min nê çi ye
Bejna Domama zirav e
Mîna şerabekî li çiyayê Şengalê êzidiyê

Wele domam, wele domam, wele domam
Ax wele domam
Dibê: kolika li hemî zoma
Lê lê domam dibê heçî derdê evînekê dîtî
Ay ji min û domama min
Ne kî çi gazindan û loma
Ax de domam, domam, domamê
Ay zerî kubarê û ez bi xulamê

Wele domam ava şetê me hêşin e
Domam ava şetê me hêşin e
Pêle navî har û dîn e
Lê lê ez ê werim domama xwe
Ji mamê xwe bixwazim
Lê lê bi Xwedê heke mamê min
Domam min ne de min
Ez ê çepelê domama xwe bigirim
birevînim ser çemê Xaldikê ra biqolpînim
Ay de domamê, domamê, domamê

***

Wele ez dizanim navê domama min ê çi ye,
Domam ez dizanim navê domam min ê çi ye
Bejna domama min zirav e
Mîna şerabekî li çiyayê Şengalê êzidî ye
Ez ê werim domama xwe ji mamê xwe bixwazim
Lê lê bi Xwedê heger mamê min
Domama min ne de min
Ez ê çingilê domama xwe bigrim birevînim
Bavêjim ser hidûdê îngilizî ye
Ay de domamê, domamê, domamê
Ay zerî kubarê û ez bi xulamê

(Meryem Xan STRANA DOMAMÊ bi Devoka Torê straye.)

 

 

 

 

LAWIKÊN NASKIRÎ YÊN MERYEM XANÊ STRAYE:

1 - Wele Domam
2 - Bavê Koroxlî
3 - Mehmed Selîm zavekî taze
4 - Li xelkê tehlê, lê li min şêrînê (Helîm)
5 - Gewra min tu nîn e
6 - Sîwrê me sîwar bûne
7 - Mihemedo ronî
8 - Sêvê û Hecî Elî
9 - Lê Lê Yadê Rebenê
10 - Hesenê Pisman
11 - Elî Delal

BESTEYÊN GELÊRÎ (anonîm) KU MERYEM XAN STRAYE:

1 - Qûmrîkê sêva tucara
2 - Girê Sîra bi sîr e
3 - Hey berde berde
4 - Lê lê Wesê
5 - Hey la li min xerîbê
6 - Gulşenî
7 - Lê dînê lê dînê
8 - Gulê hey nar
9 - Emo (Du qolî bi dengê Seîd Axa û Meyrem Xanê)
10 - Mêremê
11 - Ya li bin biyê

ÇEND STRANÊN DIN ÊN MERYEM XANÊ:

Hay Berde

Hay berde berde berde
Lawo destê min berde
Çendî got lawik dîn e
Gundî cîran di ser de

Min dîbû li girî fitilî
Çavreş dî li girî fitilî
Eynik danî xemilî
Hay berde berde berde
Lawo Heseno destê min berde
Havîna kul û derd e
Heseno destê min berde

Sêvê û Hecî Elî

Ax eman eman eman
Eman de oy.. jaro dilo
Ax eman, neman yadê rebenê
Karwanê mala bavê Sêvê bûrî
Ax lê tev hêştirî
Ax dayê rebenê
Ser û barên wan xurme ne
Bin barê wan ay lê tev şekirî
Lê lê, ez ê li bextê we û Xwedê de
Cawebekê bidin lawikê min evdalê xwedê
Bêjim; Hecî Elî Sêvê lê ji xwe re birî
ûy ûy li minê mirim

Eman neman yadê rebenê dibên
Karwana mala bavê Sêvê bûrî
Tev hêştirî (hêstirî)

Lê lê Wesê

Lê lê Wesê lê Wesilayê
Te por sorê henne dayê
Teşîresê lê lê çû serayê
Mala Wesê(Gewrê) lê lê ji mala wê de
Qirka Wesê lê lê, çilgaza tê de
Ez diramûsim lê lê l’mala bavê de
Mala Wesê(Gewrê) lê lê taxa jorî

Qirka Weso lê lê mircan û morî way
Min divê ramûsim lê lê keçka torî way

Çemê Bişêrîkê

Lê lê yadê rebenê
Ez çûbûm çemê Bişerîkê şewitî
Ax dayê rebenê ez daketim
Ay gewra min tu yî lê
Ay sebra min tu yî lê yadê lê lê

Lê lê yadê rebenê dibê xewka min tê
vê sibê ez raketim
Lê lê ez ê çiqa li nav heval û hogirên
xwe de bilind firim
Ax dayê rebenê ez ê nizim li erdê ketim
gewra min tu yî lê
Ay sebra min tu yî lê yadê lê lê
Ay de lê lê ax de lê lê

Lê lê ez ê çûme dara şêxê xwey melûl
De ez ê ji navêkê pê de ya bejna lawikê
xwe me
Ay de lê lê ax de lê lê

Lê lê yadê rebenê keçikê digo:
Ez koçer im
Ax dayê rebenê penîr tînim
De lê lê ax de lê lê
Lê lê yadê rebenê ez ê kolan
bi kolan vê sibê digerînim
Lê lê ez ê çiqa çavê xwe digerînim
na gerînim
Ax ez ê bejna bilind di nav hevalan de na bînim
Ax gewra min tu yî lê..
Ay bermaliya min tu yî lê
De lê lê de lê lê...

 

 

 

 

Hêlî Delal

Hêlî delal hêlî delal
Hêlî delal..
Ez ê bi diyarê kevirê Nûrê diketim
Ber avê wo..
De ji wê ve têto Mihemed Selim
zavekî taze..
Sê rextê bi çek û bêyo paşya girêdana
li bin çarê yo..
De heyf û sêsed mixabin min têbê
De çawa tovê mala bavê Elî Remo qelandî
ji dinê wo..
De axao tu axayîîî
Tu wî hena zavatiyê li destan î
De çawa sala vê salê
Kuştin Mihemed Selim zavekî taze
De bûka salê li xopanê gunda nemir mayî
şewitiyo gundoooo..

Hêlî delal hêlî delal
Hêlî delal..
Ez ê bi diyarê kevirê Nûrê diketim
Axawo wa li wê de
De ji wê de têto Mihemed Selim zavekî taze
Mihîneke şîn î boz î wa li bin de
De çawa sala wekî vê salê
Kuştinê Mihemed Selîm zavekî taze..
De kul û xemê vî xweşmêrî
De lê lê ya de lê lê..

Helîm Canê

Lê were, were, were, lê wer Helîmê
Lê lê keçikê dînê rebenê te kirassorê
Lê dorê şînê
Lê lê kubarê dînê, dibê li xelkê tal e
Lê li min şêrînê..
De were, were, were, lê wer Helîmê

Lê lê Helîmê rebenê ez wa na kim
Lê lê ez wa na kim
Lê lê ez ê kirasê melesî kitan li xwe na kim
Lo lo mîro dibê, serê Sîpan û Xelatê
Berf û bagêr e ax li we bar na kim
Ax lê lê wer Hêlîmê

Lê lê Hêlîm rebenê li taxa jorî lê tenûr dada
Lê lê Hêlîm rebenê li taxa navê lê rîhan av da
Lê lê rebbê alemê miradê min û Helîma min
Hasil bike li nav doşek û lihêfa ax lê qedife da
Ax were were wer Helîmê..

 

 

 

 

 

Qumrîkê

Qumrîkê ez romî me lê
Delalê ez romî me
Qumrîkê ez romî me lê

De yar yar yar de yar yar de yar
De yar yar yar de yar
Bê te sebra min na hê
Qumrîke efendî me lê
Xulamê çavê reş û belek
Aşiqa keçika heyfî me

Qumrîk sêva tucara
Delal sêva tucara
Kevok li ser minara
Kevok li ser minara
Heyfa çavê reş û belek
Ketî destê neyara

Hoy Nar

Gulê wey nar wey nar wey narê
Canê wey nar wey nar wey narê
Gulê memik sêniya savarê
Canê memik sêniya savarê
Gulê min çavê reş (di) belek xwarê
Canê te çavê reş (di) belek xwarê

Gulê min di pencêr de mêze kir
Canê te di pencêr de mêze kir
Gulê şequtnî li bejna xwe kir
Gulê şequtnî li bejna xwe ne kir

Canê ya gotî Xwedê nekir
Gulê min di pencêr de dinerî
Canê te di pencêr de dinerî
Gulê şemqutnî li bejnê kirî
Canê şemqutnî li bejnê kirî

Gulê wey nar wey nar wey narê
Canê wey nar wey nar wey narê

 

Ay Delal

Ay delal, ay delal
Delalo delalo delalo
De rabe emrê dilê min bi gorî
Sebra dilê min bê te na hê
Hêlî delal, hêlî delal
Suwarê me suwar bûne
Berê xwe dane aliyê Rohelê da
Pêşiya selibî suwara danî bû
Kuna çiyayê suwara danî bû
Girê Kerga da..

De herê xwezî ji xêra Xwedê ra
Ez ê bibûma baqekî gulan û rihana
Ez ê biketima destê lawikê xwe da
De ez ê rojê sê caran bihatam Dola Reş de
De lawo destê min berde
De tax û kolanê gundê me teng û tarî ne
Şeytan û awarê gundê me gelek in
De dibe bibînin ji wan cerd û agir in qurban
Ay wê bêne ser halê min û te de delalo

Hêlî delal, hêlî delal..
Heçiyê cewabekî ya xêre ji kinarî mala bavê min
ji min re bîne
De ez ê bidim ciwanîka li ber mihînê
û heger pê qayîl ne bê
Ez ê bidim qeda bêst û sê zêr û zînetî
malê dinê
De heger bi wan jî qayîl ne bê
Ez ê bidimê sê biskê bîna dinê

 

 

78 rpm 10" Kurdish
MARIAM KHAN
HMV 11008

"Hamadroni (maqam)"
"Seve (maqam)"
Two side of maqam:
Sublime recordings of Mariam Khan, maestro songstress from Iraqi Kurdistan.
Recorded in the late 1930s, a rare example of the true beauty of Kurdish maqam song

 

 


Mihemedo Ronî

De loylo, Mihemedo Ronî
Ciwanîka Mihmedê min î çil î
Der her çar lingê wî de lolo, bê bizmar î
Ez ê bazinê destê xwe bişkînim
De ez ê ji ciwanîka Mihmedê xwe re
bikim nal û bizmar
De ez ê porê serê xwe biqusînim
Ez ê ji ciwanîka Mihmedê xwe re bikim destêm sera
De heke lawikê min çû welatê xerîbiyê
De kesek na bêje çi kurekî bêpergal e
Loy lo loy lo loy lo
Ax..

 

 

 

 

 

Qesra Baxemsê

De lê lê hayê lê hayê lê hayê
De lê lê hayê lê hayê lê hayê
Lê lê lê hayê..
Ez ê bi diyarî qesra bavê Weylo diketim
De weylo dayê rebenê axawo..
Ji kêfa dilê min û te re way li wê da
De erê kula Xwedê bikevî mala Bişarê Çeto
Cemîlê Bira pê re
De Elîyê Ûnis qewmê çiyê ve
Qaymeqamê deşta Muşê ve
Sê bolikî nezanî bi çakûçê rim ve
Were dayê rebenê ji kêfa dilê min û te re
Vê sibê pê da wa dike rêç e..
De erê Perîşanê
Bi sê denga li Perîxanê dikir gazî
Digo; xweyêkî porê serê min û te bi kur bî
Wele dengê Hesenê Osman li qesra Baxemsê
tê de
De weyla dayê rebenê, axawo vê sibê

Mîna gamêşê hêç e
De lê lê hayê..
Ez ê bi diyarî ber qesra bavê Weylo diketim
De weyla dayê rebenê, axawo..
ji kêfa dilê min û te re li qelêço
De kula Xwedê bikeve mala Bişarê Çeto
Cemîlê Bira pê re
Eliyê Ûnis qewmê çiyê ve
Qameqamê Zoqê ve
Canbêzarê Deşta Muşê ve
Sê bolîkê nezanî tevî çakûçê rima
Were ji kêfa dilê min û te re axawo
Vê sibê pê de dikî rêçe
Wele Perîşanê
Bi sê denga li Perîxanê dikir gazî
Digot; xweyê porê serê min û te bi kur bî
Wele dengê Hesenê Osman
Li qesra Baxemsê tête
Mîna gamêşê hêç e..

 

 

 

 

 

 

 

Meyremê

Meyremê Meyremê

Tewlê gidiyê Meyremê
Meyremê Meyremê
Bûka şahê ecemê

Tewlê gidiyê Meyremê
Meremê têt ji çiyê da
Wax lê gidiyê Meyremê

Qolana zêra girê da
Wax lê gidiyê Meyremê

Meyrêm di mala bavê da
Wax lê gidiyê Meyremê

Meyrem hat ji çiyayî
Wax lê gidiyê Meyremê

Qolana zêra girê da
Meyrem li malê da mayî
Wax lê gidiyê Meyremê

Mala Faro

Lê lê lê lê lê lê
Ax de lê lê lê lê lê
De lê lê fermanê axawo
Lê lê axawo dilê min vê sibê gelekî hîn e
Ax wezîro dilê min vê sibê gelekî hîn e
Were destê peyayê mala Faro eynelî ne
De destê peyayên de mala Kêxê kurmancî ne
Wele destê peyayê mala Faro eynelî ne
De destê peyayên de mala Kêxê kurmancî ne
De bi Xwedê heçî şerê mala Kêxê Qutê divê
Axawo kesekî di mecala xwe de nîn e
De were lê lê lê..
Lê lê ferman e axawo..

Wax Dînê

Lê dînê lê dînê wax lê dînê lê dînê
Lê dînê lê dînê tew dînê zalim dînê
Ez dîna çiyayekî spî me wax lê dînê lê dînê
Ez dîna çiyayekî spî me wax lê dînê lê dînê
Hemaîla bi rêşî me lê dînê
Hemaîla bi rêşî me lê dînê
Dosta lawikê kêfî me wax lê dînê
Dosta lawikê kêfî me wax lê dînê
Ez dîna çiyakî sor im
Ez dîna çiyakî sor im
Hemayiloka sor im
Hemayiloka sor im
Wax dînê zalim dînê

Girê Sîra

Girê Sîra bi nîsk e
Girxopanê bi nîsk e
Tolikvanê suwara îsk û îsk e
Xwezgê Meyro bi lanîsk e

Girê Sîra bi sîr e
Girxopanê bi sîr e
Tolikvanê suwara hîr e hîr e
Xwezgê Meyro wezîr e

Girê Sîra bi ce ye
Girxopanê bi ce ye
Tolikvanê suwara hey û hey
Tolikvanê suwara hey û hey
Xwezgê Meyro file ye
Xwezgê Meyro file ye
Tolikvanê Meyro

Bavê Koroxlî

De hêêê.. ez ê bi diyarî Mûşa şewitî ketim nav van dara
De ez ê bi diyarî Mûşa şewitî ketim navî dara
De bejna Bavê Koroxlî bejna wî şîkan û
şapikan çitara
De telxerafek vî Bavê Koroxlî re vê sibê hatî
Çi nizara
Perîşanê bi sê denga li Perîxanê dikir gazî
Digot, xweyê porê serê min û te kur be
Derbek li Bavê Koroxlî dane
Ay bi sê gulla li biniya çiya birîndar e
Ay de bavo, ay de bavo, ay de bavo

De axawo tu axa yî, tu gula malê Emer î
Ay tu çira mala Temer î, tu berxê mala Xelît î
Ay tu berdevkê dewleta Elî Osman î serkanê peya yî
Ax de bavo, ay de bavo, ay de bavo

Ez ê bi diyarî Mûşa şewitî ketim navî genima
De dibên telxerafek ji Bavê Koroxlî re
Vê sibekê hatî ez ê ni zanim çima
Perîşanê bi sê denga li Perîxanê dikir gazî
Digot, xweyê porê serê min û te kur be
De wekî roja li Bavê Koroxlî diqewimî
Ay li pêşiya suwarê Motka
Mîna serdarê Cengiz Xan disekinî
Ay de bavo, ay de bavo, ay de bavo

 

 


 

 

Bi Kurtî Wateya Strana Domamê û Dengê Meryem Xanê

Strana Domamê li ser xortekî êzdiyê Şingalê û mamê wî yê filebûyî derbas dibe. Li nav filetiyê zewaca bi dotmaman re ji binî ve qedexe ye.

Hinek kes jî wisa bawer dikin, ku strana Domamê: ne strana li ser bûyera toreyî ya hevkirina pismam û dotmaman bûye. Li ser hezkirin û dilgirtineke adetî bûye.

Meryem Xan bi stranbêjî, hunermendî û dengbêjiya xwe, hest û heweskariya keç û dayikên kurdan ji reh û damarên wan ên bi êş xweş karibûye bigre. Deng û hunera Meryem Xanê bûye pireya di navbera çanda wan qîz û dayikên me yên nifşa yekê, ku li gundan û li nav pergala eşayiriyê mezin bûne, lê paşê jî koçê nav wan bajarên ku bi piranî jiyana dagîrkeriya tirkî lê serdest bûye, kirine.

Dema ku televîzyon hîna li welêt tune bûn, dengê Meryem Xanê bi pêlên radyoyê li çarmedora Kurdistanê deng vedida li demên xembarî û aramiyê dibû lorîkên van keç û dayikan. Ber bi êvaran, teqez dema guhdarkirina li dengê Meyrem Xanê bû.

Hin deng hene, ku ew dengên gelan ên ji rojgariyên kevin ên sedsalên kevnare ve dihêne û tev nihêniyên wî gelî tê de veşartî ne. Tev kul û derdên wan, tev şahî û dilxweşiyên wan. Dengê Meryem Xanê jî ew dengê bi wate ya gelê kurd e.

 

Bi Kurtasî Çend Agehiyên Li Nav Gel Ku Derbareyê Meryem Xanê Têne Gotin

- Li Radyoya Kurdî li Bexdadê kar kiriye û 200 stranên kurdî straye
- Ciyê ji dayikbûna Meryem Xanê: Bişêrî? – Dêrgul? – Xelîla (Torê)?
- Stranên Meryem Xanê ji hêla kompaniyên muzîkê ên navdar: BIZANFON, AUDION, EBÛ KELB û NAÎM ve hatine tomarkirin
- Têt gotin ku Meryem Xan ermen e, ji ber ku fileh bûye.
- Ji malbata Emînê Ehmed Agha ve hatiye parastin û xweyîkirin
- Meryem Xan di gel bedirxaniyekî zewiciye.
- Li serdema şerê yekemîn ê cîhanî, aloziyek kûr a aborî û civakî li gelek deverên Kurdistanê dest pê kiriye. Ev bûye sedema koçkirin û barkirinên girseyî û gelek ji xelkê herêmê bar kirine çûne nav welatên li navçeyê. Loma Meryem Xan jî ji bakurê Kurdistanê bar kiriyee û li Şamê bi cih bûye. Sala 1921ê jî ji wir bar kiriye û çûye li Zaxoyê, li başûrê Kurdistanê bi cih bûye.
- Meryem Xan ne yekem jina kurd e, ku dengê wê hatiye tomarkirin. Qewana yekê ya jina kurd a hunemend, di sala 1928ê de hatiye tomarkirin û ya Elmas Xan Muhamed e. Ev berhem li Duhokê di arşîvek şexsî de peyda dibe. Meyrem Xan di sala 1949ê de ne miriye û ta sala 1994ê jiyaye û zarokên wê li Kurdistanê hene. Ew wêneya ku li nav xelkê wek Meryem Xan hatiye naskirin, wêneya Elmas Xan Muhamed e.

 

BI KURTÎ MERYEM XAN:

PÊŞENGA DENGBÊJIYA JINÊN KURD E

Meryem Xan yekemîn jina kurd e ku bi zaravaya kurmanciya bakur stran li ser qewanan tomar kiriye. Sala 1904ê li Dêrgula Botan hatiye dunyayê. Meryem Xan ji bo hunera kurdî zehmetekî gelek mezin kişandiye. Ji bona wê jî nav û hunera wê ta roja î roj jî tên hez kirin.

Di Kurdistanê de Meryem Xan kesayeta yekemîn a stranbejiya jina kurd e.

 

 

 

 

 

 

 

MEMORIAL DAY FOR THE KURDISH MEGA SINGER MARIAM KHAN

 

NEWLY FOUND KURDISH VINYLS FROM 1960-70ies


KURDISH LP

KURDISH ARTISTS

 

 

 

 

 

 

Foundation For Kurdish Library & Museum