PERESTGEHA HERÎ KEVIN A CÎHANÊ
‘’Li nêzîkî navê vî cihî wê li tevaya cîhanê belav bibe.’’ Dr Klaus Schmidt



Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa


 

Li ser riya perestgehê

Ez dîsan hatim bajarê xwe yê Diyarbekrê, ku li biniya çavkaniya Çemê Dîclê û li quntara Çiyayê Reşê, ku kevneşûnewarê şaristaniyê ye. Piştî 25 salan gava sala 2006ê ez cara yekê vegeriyam warê bav û kalan, mixabin min ev dît: Ji Diyarbekra kevin kêm tiştê baş mabûn. Dema zarotî û xortaniya min, li tevaya bajêr rêk û pêkiyeke berçavî hebû. Keleha bi nav û deng a bajêr, ku piştî keleha Çînê li cîhanê duwemîn e, hîna wek î roj wisa xirab ne bûbû. Î roj her derê bajêr, bi taybetî jî nav bajêr, bi her awayî wêran bûye.. Xaniyên kevin ên Diyarbekrê, ku Diyarbekrê dikir Diyarbekir, î roj tev hilweşiyane.

Her çend beşên ketî yên Keleha Diyarbekrê û çend ji bermayên din ên dîrokî î roj dihêne honandin jî, her çend hin projeyên avakirina parkên mazin, xanî û malên bilind ên xwedî bernameyên bi milyaran li bajêr dihêne lêkirin jî, dîsan Diyarbekir ne Diyarbekra berê bû. Heger wisa berdewan bike, meriv dibêje qey Diyarbekir wê di demeke kin de, bi yekcarî biguhere û ji binî qet ne hêt naskirin. Ew jiyana geş û jîndar a berê ne maye li Diyarbekrê. Destê pêşî min ev dît, gava ez piştî 25 salan cara yekê zîvirîm ew bajarê zarotî û xortaniya xwe, Diyarbekra xwe ya xweşdivî .

Gava meriv li Diyarbekra îroyîn temaşe dike, her çend ku ev herêm kevintirîn şûnewarê şaristaniyê be jî, dîsan qet ew bawerî bi meriv re çê na be, ku ev der dergûşa şaristaniya hemû cîhanê ye. Diyarbekir ji binî ve û bi yekcarî hatiye guhertin. Bêguman wek her bajarên din ên cîhanê, î roj Diyarbekir jî diguhere û loma ji ew Diyarbekra car û zemanên berê kêm tişt mane. Lê belê guherîna li Diyarbekrê ne tenê guherîneke xwezayî ya serdemî bû. Ew destê biyanî ku li Diyarbekrê ketibû, li her derê bajar xuya dikir. Gava wek diyarbekriyekî li Diyarbekrê digeriyam, bi giştî ev hîs li dilê min hat hîskirinê: çawa ku meriv serdana nexweşekî birînxedar ê li nexweşxaneyekê dike, meriv dibîne ku derbên gran lê ketine, Diyarbekra min jî, ew diyarbekra xedar birîndarketî bû. Wek biyanî dest avêtinê. Diyarbekir nexweşekî kûrnaleyî ye. Destê xedariyê li ser hatiye rakirin.

Ji bo hinekî hesreta salan ji dilê xwe derxînim û wan birînên dilê xwe hinek bikewînim, me geşeteke dirêj li nav bajêr kir. Her wisa jî min dixwast heger mabe, ji bo xanima xwe ya swêdî hin ciyên xweş û rind ên bajarê xwe nîşan bidim. Ew jî di gel min hatiye ev Diyarbekra dergûşa şaristaniyan. Min derbareyê Diyarbekrê jê re pir tiştên xweş bahs kiribû. Ew jî wek meriveke têgehiştî li ser vê rewşa xirab a Diyarbekrê wek min pir li ber vê rewşa xirab a bajêr diket.

Piştî ku em li gelek şûnewarên rind ên li nav bajêr geriyan, min pêşniyar kir ku em herin wê perestgeha hîn nuh ji bin erdê derxistî, bibînin. Perestgeha li Xerabreşkê / Girê Navokê (’Gobekli Tepe’) (1) li bajarê me yê xweşdivî yê hevrêz û cîran, li Rûhayê (2). Temamê navên cih û waran, î roj tev kirine bi tirkî. Ez bûm şahid ku çawa hevalên min ên berê, ên rêxistinî jî, î roj di bin kar û tesîra vê siyaseta neyarane de mane û ew jî, her bi heman cûreyî navên şûn û waran, bi tirkî bi lêv dikirin. Ji bo nimûnê, hevalekî min ê hezkirî li ser navê taxekî Diyarbekrê got ’Kayapinar – eski adiyla Peyas.’ Anku navê rastî Kayapinar û navê nerast jî Peyas! Î roj ji Xerabreşkê re re jî dibêjin Göbekli Tepe. Ev nîşan dide ku ev guhertin a bêyom, li ser her kesekî hatiye cîbicîkirin.

Gava em hatin nêzîkê gundê Xerabreşkê / Girê Navokê min ji çend gundiyan navê kurdî yê vî gundî pirsî. Kêm ji wan navê kurdî yê gund dizanibûn. Hema hemû kes digotin; Gobekli Tepe.

Piştî nîvrojekê, bi çûna otomobîlê, em hatibûn nêzîkê ciyê ku perestgeh lê bû: Li ser ew girê bi 'navok', li seriya gundê Xerabreşkê bû. Gava me ji xelkê li ser rê dipirsî, kes vî ciyê ku lêkolînên arkeologîkî lê dihate kirin, nas ne dikir. Haya xelkê ji vê perestgeha mazin û grîng qet nîn bû. Me riya xwe jî şaş kiribû û em çûbûn Wêranşarê. Me li Wêranşarê, bi alîkariya Înternet’ê riya xwe dîsan dît. Em hatin nêzîkê bajarê Rûhayê. Lê kes ni zani bû ew gund li ku derê ye. Şofêrê me çû ji qereqola leşkerî ya mazin a li navbera Wêranşar û Ruhayê rê ji wan pirsî. Komandanê qereqolê gotibû ji şofêr re: ’ma evana wê çi li Gobeklî Tepê bikin? Em ni zanin Gobekli tepe li ku derê ye. Hema yek ji van girên li van nêzîkan pêş wan bike û bibêje ev der e.’ wisa diyar bû ku endamên pêşde yên herêmî yên dewleta tirk ne dixwastin ku ev der were naskirin.

Herî dawî gava me ji çend gundiyên din ciyê perestgehê pirsî, gotine me, ku ew li jora gundê me, li ser girê bi navok e. Ji vê derê re digotin Girê bi Navok ji ber ku li ser vî girî, ji zemanên kevin ve, dîwarekî glover yê ji qûçên kevir hatiye lêkirin, heye, loma ev nav lê hatiye danîn. Li nîvê dîwarê ku wek navokê gilover e dareke tuwê yê bi temen jî heye.

Em bi hîs û heyecaneke mazin hilkişiyan ser girî. Germa germa nava rojê bû. Gava me xwe nêzîkî ewca (serê ser) girî kir, me dît, ku pawanekî xort li binê siya darekê rûniştiye. Me jê re got ku em hatine vir ji bo ku em dixwazin wê perestgeha ku Dr Klaus Schmidt ji Înstîtuya Arkeologiyê ya Almanî (DAI) derxistiye meydanê, bibînin. Lê belê pawanî got ’qedexe ye!’ Me jê re got ku em ji riyeka pir dûr hatine, ta ji Swêdê, lê dîsan çare ne kir. Me pirsî çima qedexe ye? Pawanî got: ’walî qedexe kiriye.’ Me got hema em wêneyeka bi tenê jî bikisînin, bes e. Lê pawanî got: ’Na! Hingê ew fotograf di rojnameyan de derkeve û wezareta çandî hay jê bibe.’ Na hêlin kes behsa vê derê bike. Ciyekî wisa ye ku navê wî bi dizî ye. Loma. '

Piştî hêvî û tikayên dûr û dirêj, pawanî em berdan hundurê tixûbî, ku em perestgehî bibînin. Diviya ku em bi çendê sed gavên din jî hilkişiyana jora girê. Germa navrojê bû û hetav li nîvê ezmanî rawestiyayî bû. Germahiya deşta Herranê jî wek hûn dizanin pir xedar e. Di nav vê germahiya bilind de, ku ew roj germahî bi kêmanî ji ser 50 kertî bû, em li ser riya herî dawî bûn û li ser girê dihilkişiyan ber bi jortir ve, ku em perestgeha herî kevin a cîhanê bibînin. Gurme-gurma dilê min bû, hem ji ber germahiya royê û hem jî ji ber wan hîs û heyecanên bilind ên ji ber zû xwastina dîtina vê perestgeha mêjûyî ya antîkî. Girê Navokê bi hezaran salan wek pîroze (ziyaret) hatiye naskirin. Loma li ser girî dîwareka ji qûçên kevir hatiye lêkirin û çend dar jî li nav vî dîwarî hatine danîn.

Gava me ji nişkê ve berê xwe da hêla çepê, me ji nişkê ve dît, ku çend kevirên stûnî yên di awayê tîpa ’T’yî de , li ber çavê me rawestiyayî ne. Ji nav erdê kolandî, bejna wan bilind bûbûn. Ji bin erdê hatibûn derxistin ber ronahiya royê. Hingê meriv baş tê digehîşt, ku ev der bi rastî jî ciyekî pir awarte û pîroz e. Pîroztirîn cihê ku ez lê bûme. Lê belê kevintirîn avahiya ku merivatî dinase.

Li ser vê babetê ew jimareya Der Speiegel a navbirî welê dinisvîse:

''Kevintirîn perestgeha cîhanê: Ew ên ku Încîlê xwandine bi navê Çiyayê Pîroz ê Peyxember Îbrahîmî baş dinasin. Ew ciyê ku Xwedê ji Peyxember Îbrahîmî re dibêje ’’here wî welatê pîroz ku tev xêr û bêr e. Hewa wî welatî xweş e, tev deşt û gir e. Ez ê Te li wir bikim serekê qewmeka mazintir. Li wir perestgehek heye.’’

Lê belê pir kes ji me, navê vî cihî, ji govara almanî, ji Der Spiegel’ê (3) bihîst. Ev ciyê ku Încîl vegotiye rastiyeke berçavî ye. Va ye î roj bermayê vî ciyî, her weku ku Încîl vegotiye derketiye ber ronahiya royê. Ew perestgeha ku li gor Încîlê bi kêmanî çar hezar sal berê Peyxember Îbrahîm li wir niyaz û nivêj kiriye, bûye sparteka zanistî ya li ber destê alim û zaniyaran. Her wisa jî bûye ew lêkolîna zanîstî û nuh, ku wan zanebûnên derbareyê mêjûya merivayetiyê ser û bin kiriye.

Lêkolînên arkeologîkî yê li seriya gundê Xirabreşkê li ser Girê Navokê li deşta Herranê ya li bakurê Kurdistanê, bi serokatiya arkeologê almanî Dr Klaus Schmidt dihêt kirin. Dr Klaus Schmidt li govara Der Spiegel’ê dibêje ku ’ew buhuşta ku li Încîlê dihêt nimandin, dibe ku ev wargeha li Xerabreşkê/Girê Navokê, li nêzîkê Rûha’yê be.’

Gelo efsane li Kurdistanê dibin rastî? Li Încîlê beşê Yekê li Kitêba Mûsa’yî dihêt gotin ku ’’Xwedê li ser ruyê erdê baxçeyekî ava kiriye. Vî baxçeyî bi çar robaran avedan kiriye: Ferat, Dîcle, Pîhon û Gîhon. Û ev baxçeyê ciwan li deşteke têzayî (b bereket) û têrgir e, ku hewa li wê derê jî pir xweş e’’(4). Dibêjin ku Adem û Hewa jî li vir jiyane.

Gotinên li ser ciyê Baxê Îrem’î (Aden=bi zimanê sumerî dihê wateya: deşt) her wisa li pirtûka bi navê Efsane (legend) jî hatiye nimandin. Ev pirtûk ji hêla arkeolog û nivîsevanê înglîz David Rohl’î ve hatiye afirandin. Li vê pirtûkê dihêt nivîsîn, ku ’’gava Adem û Hewa ji buhuştê hatine derxistin, ew li vî cihî jiyane. Ev wargehek bijarte ye ku jê re dibêjin dergûşa şaristaniyê.’’

Hem wêjeya efsanewî ya sumerî, hem Încîl û hem jî van destkeftên arkeologîkî yên îroyîn dibêjine me, ku ev cih û war di mêjûyê merivayetiyê de wargehekî pir ê grîng e.

Van lêkolînên arkeologîkî yên ku Dr Klaus Schmidt kiriye, destkeft û encamên sansasyonel, seyr û ecêb derxistine meydanê. Ev zanebûnên, ku me ta î roj derbareyê mêjûya merivayetiyê de bi dest ve hanîbûn, tev serûbin kirin. Ev lêkolîn çîroka jiyana merivên berî vê bi 11 hezar salan divebêje.

Lêkolînên arkeologîkî yên li vî wargehî nîşanê me didin, ku bav û kalên me yên nêçîrvan û berhevvan, di dem û zemanên taybetmend de, li vê perestgehê kom bûne û dêlindêz û ayinên (merasîm) olî pêk hanîne. Ev dihêt wê wateyê ku şêniyên li serdema berdî (neolîtîkî) goran û binecih (dêmanî) bûn. Ev sal û zeman, xwe digehîne bi hezaran sal berî vî zemanî û ev dihêt wê wateyê, ku ev zeman li rojgariyek pir kevin ê dîrokî bûye. Ji lew re van merivên li dora vê perestgehê hîna ne xwediyê huner û zanînên çêkirina dîzik, kûz û cêr ên ji heriyê bûne.

Lê belê ew baş dizani bûn, ku xaniyan ava bikin! Ew kevirên stûnî yên di awayê tîpa ’T’yî de (li wêneyê tesmaşe bike), ku dirêjiya wan digehîje 3 metreyan, berhemên nadîde û guzîde ne. Wan nivîsên wêneyî yên pîroz (hîegrolîf) ên guzîde yên li ser van stûnên berdî, bingeha (!) hîegrolîfên misrî ne. Ev tê wê wateyê ku ew ji hîegrolîfên misrî jî kevintir in.

Kevirên stûnî yên di awayê tîpa ’T’yî de, ku li dergehê perestgehê ne, bi neqş û fîguran hatine xemilandin. Evana neqşên wek mar, sêr, kêz, beraz, rovî, ga û hwd in. Ev dihê wê wateyê ku Xerîbreşkê/Girê Navokê xwedî sazûmaniyeka pêwendiyê (communication system) ya tîpên wêneyî bûye, ku jê re dibêjin: hîegrolîf.

Şêweyê geometrîkî ya perestgehê glover e. Bawerî ew e ku wan kevirên stûnî yên di awayê tîpa ’T’yî de, nîşanê wan çend hoz û êlan bûn, ku li wan dorhêlan dijiyan. Ev dîsan dihêt wê wateyê ku wan merivên kevin ên li wê herêmê, yên li wê rojgariya dîroka wisa pir kevin, xwedî ol bûne û baweriya wan bi hêzên serxwezayî hebûye. Di encama lêkolînên arkeologîkî de, firaqên xwarinê yên ji kevirê reş ê basalt hatine derxistin. Ev destkeftanan nîsanî me didin, ku merivên deman û niştecih li nêzîkê vê perestgehê jiyane.

Evan destkeftên nuh, ew dîtina xeletî ya berê ku digot ‘’kevintirîn ş ûnewarê avabûna mal, gund û bajaran li Ûrşelîmê (Qudsê) bûye’’, ji me re sererast dikin. Berî derhanîna vê perestgehê, dihat gotin ku kevintirîn ş ûnewarê avabûna mal, gund û bajaran li Ûrşelîmê, li Îsraîlê ye. Ta nuha meriv wisa bawerî hebûn, ku derbasbûna ji jiyana nêçîrvanî û berhevvaniyê ser bi jiyana niştecihî û goraniyê, piştî şoreşa çandinê bûye. Lê belê lêkolînên li Girê Navokê destnîşan dikin, ku jiyana niştecihî û goraniyê li serdema berdî (neolîtîkî), pir berî şoreşa çandinê, hîna gava meriv nêçîrvan û berhevvan bûne, hebûye.

Bi riya lêkolînên arkeologîkî derhanîna vê perestgehê ku bû sedemê sansasyon, seyr û ecêbmayinan ew e, ku ev perestgeh ji hêla wan merivan hatiye lêkirin, ku ew nêçîrvan û berhevvan bûne - ne hîna niştecih û dêman. Mêjûyê rojgariya vê dîrokê li gor baweriyan di navbera 11300 ta 8600 salan e.

Bermayên li vî ciyê mêjûyî nîşanê me dide, ku merivên vê serdemê li jiyaneke buhuştî û gulîstanî jiyane. Dr Klaus Schmidt li govara Der Spiegel’ê dibêje, ku ’’ev li dîrokê ji bo merivên wê serdema berdî (neolîtîkî) bûye serdemek zêrîn a buhuşt û gulîstanan.’’

Çiyayê Pîroz ê Peyxember Îbrahîmî piştî 11 000 salan hat dîtin. Li gor vegotinên li Încîlê, çiyayê pîroz ê Peyxember Îbrahîmî li ew ci ye, ku Peyxember Îbrahîm li wir niyaz û nivêj kiriye. Ev perestgeh e, ku î roj li bakurê Kurdistanê bermayê wê bi riya lêkolînên arkeologîkî derhatiye meyadanê. Dr Klaus Schmidt ku serokatiya vê lêkolînê dike, li Der Spiegel’ê dibêje ’’Ev kevintirîn perestgeha li cihanê ye. Ev li mêjûyê şaristaniyê kevintirîn ş ûnewarê avabûna mal, gund û bajaran e. Li nêzîkî navê vî cihî wê li tevayê cîhanê were naskirin.’’




_______________________

Ev Peyxember Îbrahîm kî bû? Çima ew wek bavê cihûyan û fileyan û paşê jî wek bavê erebên musulman dihêt naskirinê? Bersiva van pirsan wê pir kurt be heger em xwe li nav çarçiveyên vê gotarê bigirin. Lê belê em herine Herranê ji ber ku bersiva hem kurt û hem jî dirêj li Herranê ye.

Dibêjin ku Peyxember Îbrahîm li vî bajarê mêjûyî ya sumer-akadî yê li devera bakurî ya li deşta Herranê jiyaye û li wir miriye. Dibêjin ku dayika Peyxember Îbrahîmî ew li şikeftek li vê herêmê veşartiye. Dibêjin ku qeyserê babîlî Nemrûd Peyxember Îbrahîmî dihavêje nav agir gava Peyxember Îbrahîm li hevber xwedanokên qeyser Nemrûdî dirabe. Încîl jî vî welatê Herranê wek ’wargeha xudayî’ dinimîne.

Li rojgariya kevin a dîrokê, bîr û hizrên li ser xudayek (monoteîzm), nepeniyên (sirr) jiyanê, nepeniyên gerdûn û gerînekan tev li Herranê hat afirandin. Van guftûgoyên fîlozofîkî Harran kir dergûşa olan. Herran herêmeka bi xêr û bêr bû. Şêniyên Herranê piranî bi karê bazirganiyê ve dirabûn. Wê gavê kes û merivên jîr û zane li Herranê dijiyan. Peyxember Îbrahîm jî yek ji van herraniyên jîr û zane bû.

Pir kes û dorhêl, du bajarên bi navê Ûr tevlihev dikin. Gelo ev her du Ûr li ku dera erdnîgariyê (cografyayê) ne? Ne ew bajarê Ûr ku paytextê sumeran û bajarê xwedanê heyvê yê sumeran, ku li devera başûrê Iraqê dikeve, lê belê ew bajarê Ûrê ku kurd î roj jê re dibêjin Rûha, li bakurê Mezopotamiyayê (Kurdistan) ye.

Dibêjin ku Peyxember Îbrahîm û malbata wî, li dorhêla salên 1900-1800’î BÎ jiyane û ew ji bajarê sumerî ji Ûrê, ji Mezopotamya başûrî ne. Heger wisa bûya, ew ê Tewrat û Încîl jî behsa sumeran bikira. Lê di rastiyê de meriv ne li van kitêban û ne jî di Quranê de rastî peyvek sumeran jî na yêt. Her wisa jî di ew Tewrata ku sala 300 BÎ hat wergerandin bi ser zimanê grekî, navê bajarê Ûrê na yêt nimandin (5).

Lê belê di nivîsa îbranî ya Tewratê de, navê Ûr-Qastîm heye. Gelek lêkolîner û dîrokzan dibêjin ku ev nav paşê li ser hatiye zêdekirin. Li gor nivîsên mîxî ku li bajarê dîrokî yê bi navê Marî’yê (6) hatine dîtin, ’ev bajarê Ûrê wek dihêt gotin, ne li başûrê Mezopotamiyayê ye. Ev bajar, li deşta Herranê li bakurê Mezopotamiyayê dikeve.’

Herran bi perestina ji xwedanê Heyvê re dihêt naskirin. Ta van rojên hevdem jî, li Herranê li ser vê bîr û baweriyê xelk hene. Navê xwedanê heyvê yê sumerî Nanna û navê jina wî jî Nîngal e. Şêniyê Mezopotamiya Bakur akadî, navê Nanna kirine Sîn. Bi qeyseriya Mezopotamiya bakurî ya Sargon’î, navê xwedanokên sumerî bi akadî hatin bi lêvkirin û nimandin. Sîn xwedanokê peyman û peyxemberiyê bû.

Perestgeha li Xerabreşkê/Girê Navokê, perestgeha herî kevin a naskirî ya cîhanî ye. Lê belê hîna hêvî heye ku dîtin û derxistina hin perestgehên mêjûyî yên windamayî yên li herêmê bibin. Li gor gelek çavkaniyên nivîskî yên ji şaristaniyên li Mezopotamiyayê, navê perestgeha Sîn’î E-Hul-Hul (perestgeha şahiyê) bûye. Lêbelê li lêkolînên arkeologîkî yên ta nuha ên li herêmê, ev perestgeh ne hatiye dîtin. Dayika qeyserê babîlî Nebonîd’î Adad-Guppî derbeareyê vê perestgeha windabûyî, vê nivîsîye: ’’Min guhdariya Xwedanê xwedanan Sîn’î kir. Hemû tiştên ku wê ji min re got rast derketin. Nebonîd kurê min ê bi tenê dêlindêza jibîrbûyî ya ji bo Sîn’î amade kir. Nîngal, Nûskû û Sadarnûnna. Wî ev perestgeha E-Hul-Hul çak (restore) kir. Sîn, Nîngal, Nûskû û Sadarnûnna’yê [peykerê wan] ji paytexta qeyserî ya Babîlê hanî û bi dilxweşî li ş ûna wan a berê li Herranê dahêna’’ (7).

Gelo çima Peyxember Îbrahîm ku ji kok û binyada xwe ji vê deverê ye, ev Herran a dewlemend û bi xêr û bêr li ciyê xwe hiştiye û çûye ciyek kevirî, qerac û feqîr ê wek Filistînê? Dibêjin ku sedem bazirganî bûye. Li gor Încîlê Peyxember Îbrahîm jî bazirganî kiriye.

Peyxember Îbrahîm bi karwanê xwe re çûye ta Misrê jî. Încîl dibêje gava ew di gel jina xwe ya SARA ku di xweşikbûna xwe de nadîde bûye, dihêt Misrê. Ji ber tirsa eskerên fîrewnî, ku jina wî ji xwe re ne bin û Peyxember Îbrahîmî ne kujin, jina xwe wek xwunga xwe dide nasandin. Lê bêkêr bûye. Fîrewn dîsan dest dadihêne ser Sarayê û ew ji xwe re dike dost.

Piştî hatina Sarayî, qesra fîrewnî li gelek bela û bûyeran rast hat, fîrewn bawer kir ku ev li ser hatina jinika nû ye û rabû ew rizgar kir. Ev bû sedem ku Peyxember Îbrahîm ji Misrê bi barek gran bi zîv û zêr vegeriya. Vî zêrî fîrewn wek diyarî dabû Sarayî.

Peyxember Îbrahîmê li gor serdema xwe, xwedî bîr û baweriyek nûjen û modern, bi Xwedayekê tenê bawerî dihêne. Li gor efsaneyê, qeyserê babîlî Nemrûd dixwaze Peyxember Îbrahîmî ji ber vê yekê bi mirinê ceza bike. Gava Peyxember Îbrahîm'î li ser koma êzingan girê didin, ku wî bi saxî bisotînin, Xwedayê Peyxember Îbrahîmî koma êzingan dike masî û agîr jî dike av. Loma ta roja îroyîn kes ew masiyên li gola ku jê re dibêjin gola Peyxember Îbrahîmî, na xwin.

Şêniyê Herranê ji serdemên kevin ve bi perestina xwe ya ji stêrkên gerdûnî re dihêne naskirinê. Berê jî xelkê Herranê wisa bawerî hebû, ku xwediyê masiyên vê golê, stêrka bi navê Athargatardis (Merîx, Venus) (8) e loma wan destûr nîn bû ku masiyên vê golê bixwin. Ta roja me ya îroyîn merivên oldar wisa bawer in, ku ev masî bermayên wê guhartinên mûcîzeyî ya Xwudayî ye, ku Peyxember Îbrahîm li wir ji mirinê rizgar bûye û ji lew re jî van masiyan na xwin.

Bawerî wisa ye, ku Peyxember Îbrahîm merivek bi nav û deng bû. Peyxember Îbrahîm î roj wek bavê du qewmên li rohilata navîn dihêt naskirinê. Ji zaroyên Peyxember Îbrahîmî ’Ishaq wek bavê cihûyan û Îsmaîl jî wek bavê ereban dihêt naskirin û pejirandinê.

Kurdistana mêjûyî – buhuşta li ser zemîn – dergûşa şaristaniyê – welatê pêşemînan

Meriv li nêçîra naskirina reh û koka xwe ne. Spartek û destkeftên belgenameyî yên cihêreng ên destketî, ji bo bersivdana pirsa ş ûnewarê dergûşa şaristaniyê hev temam dikin. Spartek û belgename nîşanê me didin, ku kevintirîn civaka merivan li ku derê ava bûye. Di vê heyamê de, her ku diçe wateya Kurdistana mêjûyî ya li Mezopotamiya bakurî, bêhtir û bilindtir dibe.

Wek nimûne, grûbek lêkolînerên almanî ji şeş reşeparçeyên çandbar ên cîhanî şeş kulm genim hanîne û li ser analîza DNA’yê kirine. Di encamê de derketiye meydanê ku kok û rehê temamê genimê dunyayê li Çiyayê Qerec li Diyarbekrê ye (9).

Ne tenê şoreşa çandinê (agrar revolution), her wisa jî şoreşa heyvankirinê jî ya civata mezr û gundîtiyê (pastoral revolution) jî li ser vî erdê kevnare rû daye. Bi zanebûn û bi riya tirşkirina xurakê, xurak konservkirin, her bi vî awayî durustkirina mast û penîrî, duruskirina bade û bîrayê, cara yekê li vir hatiye derxistin û pêşvexistinê.

Li rojên lêkolînên arkeologîkî yên li Çermo’yê (Jarmo) sala 1948’î, li başûrê Kurdistanê, arkeologê amerîkî James Robert Braidwood û Bruce Howe cerekî kevin ji bin erdê derxistin. Teyesteya (naveroka) zuwabûyî ya li binê cerê hat analîzkirin û derket meydanê, ku naveroka li biniya vî cerî, badeya 5 hezar sal kevin bû. wisa diyar e, ku destkeftên belgenameyî tev li cografya Kurdistana mêjûyî xwe didine hev. Berê digotin badeya herî kevin a naskrirî li dorhêla çiyayê Tarsûsê li basûrê Anatolyayê ye û temenê hunera wê jî li dor 3 hezar salî ye. Bi vê belgenameyê derket meydanê ku hunera durustkirina badeyê jî cara yekê li ser vî xakê Kurdistanê bûye.

Li van du salên dawiyê, lêkolînên arkeologîkî yên ku Dr Klaus Schmidt’î yên ku li Xerabreşkê/Girê Navokê (Gobekli Tepe) li biniya Rûhayê kiriye, bi serê xwe şoreşek e. Piştî vê lêkolînê hat zanînê ku kevintirîn ş ûnewarê avabûna mal, gund û civakê li Girê Navokê li ser cografya Kurdistana mêjûyî ya li Mezopotamya bakurî bûye. Ta nuha meriv dizanî ku kevîntirîn civat li Jerîko (Îsraîlê) bûye. Bi vê zaniyariya nuh a herî dawî jî hat dîtin ku Kurdistana mêjûyî, dergûşa temamê şaristaniyan e.

Tevaya spartek û belgenameyên ji hev serbixwe û cihê, tev destnîşanê yek ş ûnewarî dikin: Cografya Kurdistana mêjûyî ya li Hîvika bi xêr û bêr (fertile crescent, hîlal el-xesîb, bereketlî hîlal). Nuha jî em ji pênûsa nivîsevanê hêja yê amerîkî Harry G. Nickles li ser vê yekê bixwînîn: "Ji bakurê bajarê hevdemî, bajarê Bexda'yê axa Kurdistanê destpêdike. Ew welatê xwedî gir (til) ku çarmedor bi heşînayî û xwedî îklîmê xweş, li nav herêmên Iraq, Iran û Tirkiyê dikeve. Li wir ne çi bajarên grîng ên nûjen û ne jî bermayên dîrokî yên wisa berçavî hene. Jiyana gundiyên vî welatî hema bi sedan sal e ku piçek jî ne hatiye guhertin. Lê belê ji hêla mêjûyî ve Kurdistan xwedî taybetiyetek bi serê xwe ye. Tiştê ku vê herêmê ji ciyê din cihê dike, di mêjûya şaristaniyetê de bûyera xwurakê - bûyera çandina şitlan û kedîkirina ajel û sewalan e. Li gor hemû materiyal û spartekên arkeologîkî yên li ber dest, ev gavê mezin, cara pêşîn li ser ruyê erdê, li vî welatî hat avêtin. Cara yekemîn, bi vê pêşketina li Kurdistanê, meriv xwe hînî çandin û kedîkirinê kirin û her bi vî awayî bi ş êweyeke herdemî bidestxistina xwarinê ji xwe re ewle kirin û herdemî bûn xwedîxurak. Bi vê bûyerê bingeha hemû şaristaniyê hat lêkirin û riya avabûna gund, bajar, netewe, şahînşahî, hunera nivîsînê, wêje, qanûn û zaniyariyê vebû.’ (10-14).

Buhuşta windabûyî

Kurdistan, ew welatê bi xêr û bêr ê di nabera du robarên Ferat û Dîclê ye. Yan jî bi navekî din, Kurdistan ew welatê guzîde yê ku piraniya erdnîgariya Hîvika Bi Xêr û Bêr digire nava xwe, ş ûnewarek buhuştî ye. Ev ş ûnewar piraniya caran wek dergûşa şaristaniyê dihê destnîşankirinê. Her wisa jî ev herêm dergûş û wargeha tevaya olan dihêt zanîn û naskirinê. Hem spartekên mêjûyî (wêjeya sumerî û Încîl) û hem jî destkeftên encama lêkolînên arkeologî nîşanê me didin, ku ev der wargeha Baxê Îremê (Cennet-ul Aden) bûye. Gava van lêkolînên arkeologîkî yên vê dawiyê, spartek û destkeft derdihênin holê, ew teorî û baweriya ku dibêje ’Kurdistan welatê Baxê Îremê ye’ xurttir dibe.

Kî bixwaze dikare here nav vê buhuştê. Blêtek ji bo çûna Diyarbekrê yan Ruhayê ji xwe re bikirin û hew. Lê belê, her çend ev welat xwedî ev çend hewa xweş e, her çend xwedî ew suruşta rind û ciwan e jî, î roj na yêt naskirinê. Van desthilatdar û xwînmijokan, hem piraniya xwezaya Kurdistanê û hem jî piraniya merivên Kurdistanê ji bînî ve kirine nexweş û dîl û wisa li ciyê xwe hiştine.

Ji bo nimûnê Newalê Çorê ku di encama lêkolîneke arkeologîkî de wek ’yek ji kevintirîn ş ûnewarê avabûna mal, gund û bajaran’ hat zanîn, bi çend kîlometran ji Girê Navokê dûr e, sala 1992yê di bin ava bendava Ataturk’î de hat hiştin. Heman çarenûs, bûye çarenûsa Hesenkeyfê, bajarê şikeftî yê bi deh hezar salan kevin. Evan hêjayî û kelepûrên çandî, ne tenê yê xelkê kurd e, her wisa kelepûrek çandî yê tevaya merivayetiyê jî ye.

Ew welatê ku xweştirîn nan û badeyî dide meriv, ew welatê ku ciwantirîn û xweştirîn sebze û mêwan dide meriv, ne bi çalakvaniya guhertinên jeolojîkî be jî, bi destê van desthilatdarên xwînmijok ve hatiye rûxandin. Wan şerên bêjimar û bêdawî jî, ku li ser vî erdî rû dane, ew jî sedemeka din a rûxandin û talana vî welatî ye.

Li hevberî tev van nebaşî û rûxandinan, gava meriv ber bi hênikayiya êvarê, li mêvanxaneya li ser Girê Çil Dergûşê (’Kirxlar Daxî’) ya li biniya Amîdayê (15), li Mezopotamiya bakurî dirûne û bayekî hênik hinarikên ruyê meriv miz dide, gava meriv qurtek ji wê badeya buhuştî ya bi pêzanîn û tecrubeyên bi hezaran salan ji nav kûrahiya erdê Mezopotamiyayê hatiye bi destvehanîn û tirşkirinê divexwe, hingê bi rastî jî meriv dibêje qey meriv li nîvê buhuşta gerdûnî ye. Wan çêj û teamên ku gava meriv dixwe, bi dehan, bi bîstan sênîk dihêne ber merivî, ji ber xweşbûna wan hiş bi merivî re na mîne. Gava ku hozan jî bi wî dengê xwe yê tarî, efsûnî û tijenepem, dest bi xwandina riste û helbestan dike, gava ji bo demeke kurt be jî Tu ji ber van ciwaniyên li dora Te ne, Tu sermest û gêj dibî, bi rastî jî hingê Tu li nîvê buhuştê yî.


ÇAVKANÎ/ BINERETIN/ SPARTEK:


1. Navê kurdî: Xirabreşkê/ Girê Navokê
2. Navê kurdî: Rûha
3. Der Spiegel, Nr.23 / 3.6.2006
4. Kok û rehê vê çîroka ku li Încîlê ve hatiye kadkirin, ji efsanyên sumerî hatiye wergirtin. Navê vê efsaneyê (Baxçeyê Xwedanokan - Dîlmûn)
5. W.F. Albright, von der Steinzeit zum Christentum, Israil, 1969, s.237
6. Bajarê Marî li jora erdnîgariya robarê Feratê ye. Navê wê yê bi kurdî Girê Herîrî ye. Marî dihê wateya bajarê keştîyê. Sala1936 lêkolînên arkeologîkî li vir dest pê kirin û zaniyar rast li qesra bi 300 odeyî ya qeyser Zîmrîlîm’î hatin. Di nav van odeyan de li dor 20 hezar niviştên mîxî hatin dîtin. Di nav van nivîsên mîxî de, nêzîkê 5 hezar nameyên dîplomatîkî yên ji padîşah û wezîrên welatên mezopotamiyayî yên cihêreng û ji avahiyên mîretî (dewletî) yên wan re hatibûn hinartin hebûn. Ev qeyserî li dora salên 1900-1800 qeyseriyeke grîng a dema xwe bû. Firehiya welatê wan ji Babîlê ta tixûbên Sûriyê li dor 300 hezar km’yî bû. Piştî Zîmrîlîm’î Hamûrabiyê samiyê rohelatî bû qeyser.

7. James, B. Pritchard, the Ancient near East, Supplementary texts and Pictures Relating to the old testament, New Jersey, 1969, s. 125
8. Edward Bocon, ”Versunkene kulturen geheimnis und rätsel früher Welten” Köln 1963
9. SCIENCE 14 november 1997
10 . Nickles, Harry G/ Middle Eastern Cooking, The Food That Launched Civilization, USA 1969
11. Robert J. Braidwood, Bruce How/ Prehistoric Investigation in Iraqi Kurdistan, University of Chicago, 1960
12. Don and Patricia Brothwell/ Ancient Peoples and Places, Food in Antiquity Food and Places, London 1969
13. Wîgram/ The Cradle of Mankind, Life in Eastern Kurdistan, London 1914
14. Prof Stuart Piggot/ The begining of wheeled Transport, Scientific American, July 1968, p.
82-90
15. Navê rûmî (îtalî/grekî) ya Diyarbekrê.

TÊBÎNÎ:

Peykera ku li Willendorf'ê (Awusturya) yê hatiye dîtin, 11,cm dirêj e, her çend dibêjin ji ser 20 hezar salan e, lê belê kes mêjuyê çêkroxên vê peykerê nas na ke.

 


Goran Candan
5-10-2007

FERHENGOK



Xerabreşkê/Girê Navokê: [Göbekli Tepe, tirkî] gundê li biniya Çiyayê Pîroz e ku perestgeha herî kevin a cîhanê lê hatiye dîtin. 10 km ji bajarê Rûhayê dûr e.

Herran: Ew herêma mêjûyî ya ku li Încîl’ê bi nav dibe, herêmek bakurê Kurdistanê ye. Li niviştên berdî y ên ji hîtîtiyan mayî, kada herêma Herranê dike. Wateya Herranê RÊ ye. Navek pir rast û durust e ji ber ku Herran tam jî li ser xaçeriya Hevrîşimê û riya ku ber bi bakur ve diçe Sûriyê û Anatolyayê dikeve.

Çiyayê Pîroz: Ew çiyayê ku li wêjeya sumeriyan û Încîlê navê wî dihêt nimandin û vegotin. Li gor Încîlê peyxember Îbrahîm li wir niyaz û nivêj kiriye. Î roj, li destpêka salên 2000’î, bi rêberiya lêkolînên arkeologîkî yên Dr Klaus Schmidt, li bajarê Rûhayê li bakurê Kurdistanê hatiye derxistin bi meydanê.

Rûha: Ev bajar her wisa bi navê bajarê peyxemberan jî dihêt vegotinê, dibêjin welatê Peyxamber Îbrahîmî bûye. Bajar xwedî gelek navan e. Her wek navên Ur, Urha, Roha, Ur-hai, Orroes, Khurrai, Edessa, Antiokhea, Kallirhoe, hatiye bi navkirin. Sala 1100 gava bajar ji hêla tirkan ve hat dagîrkirin navê wî ma Urfa.


Goran Candan


WÊNE

- ji wargeha lêkolînên arkeologîkî ya li Xirabreşkê/Girê Navokê 'Göbekli Tepe'-




Nexseya wargeha perestgeha mêjûyî li Xirabreşkê/Girê Navokê, li bakurê Kurdistanê



Li hêlekê li ser Xirabreşkê/Girê Navokê ya ku jê re li Încîlê Çiyayê Pîroz dihê gotin xelkê herêmê bi hezaran sal qûçên keviran çêkirine û dar dahênane ji ber ku ji vî ciyê re Pîroze (ziyaret) hatiye gotin. (Wêne: GC&KA)

 

Wargeha Lêkolînên arkeologîkî li ser Xirabreşkê/Girê Navokê, (Wêne: Der Spiegel)

 

Perestgeha mêjûyî ya ku 11 000 sal kevin e ji hêla arkeologê almanî Dr Klaus Schmidt’î ve hat dîtin. (Wêne: GC&KA)


 



Xirabreşk/Girê Navokê li nêzîkê bajarê Rûhayê û sûnewarên din ên mêjûyî yên li nêzîkî



Endezyariya perestgehê (Wêne: urgeschichte.org)




Dr Klaus Schmidt li Xirabreşkê/Girê Navokê



Dîmenek ji ser Çiyayê Pîroz a desta Herranê (Wêne: GC&KA)


Dîmen ji besek perestgehê (Wêne: GC&KA)



Li ser riya Çiyayê Pîroz (Wêne:GC&KA)



Li ber perestgeha herî kevin a cîhanî li ser Xirabreşkê/Girê Navokê (Wêne:GC&KA)



Stûnen kevirî yên di sêweya tîpa ’T’yî ku bingeha avahiya 11000 sal kevin pêk dihêne (GC&KA)

 

Besek ji avahiya perestgehê (wêne: Wikipedia)




Wêneyên li ser berdên T

 

 

Peykera herî kevin a dunyayê (11000 sal) (Têbînî: çavên vê peykerê du yaqûtên spîçik bûn lê hatine dizîn!!!



Nivîsên Wêneyî ên pîroz - hîeroglîf (Wêne: Wikipedia)



Dîmenek ji pîrozeya ji qûçên kevir û daran li ser Çiyayê Pîroz - Xirabreşkê/Girê Navokê (Wêne: GC&KA)



Dara li ser Xirabreşkê/Girê Navokê li Pîrozeyê

 

 

Govara Der Spiegel 23/06


Gola Peyxember Îbrahîm yabi masiyên pîroz li bajarê Rûhayê li bakurê Kurdistanê


Biner li

SEMÎNERA LI SER HEMAN BABETÊ

Kurdistan Welatê Pêşemînan



Foundation For Kurdish Library & Museum