HELBESTÊN HELBESTVAN'Î
DÊRIK

D
ê r i k - Dêrika Çiyayê Mazî (Cêwiyê
Dêrika Hemko - Malikî
Li wî aliyê xetê, lêbelê her dem li ber dilê me..)
DÊRIK (*)
dêrik!
dêrika çiyayê mazî!
dêrik!
dêrika hemko li wî aliyê din
li bin
xetê!
her
çend xet li navbera we hebe
navê
we yek e
axa
we jî
dêrik,
dêra biçûk
hûn
her du dêrên biçûk
li ser
we ava bûn birc û kelat
bi reh
û kok û binyad
kela
bircê
kela
rebetê
ne
tenê xêra dêrê
ji we
dihatin
lehiya
xêr û bêrê
li nêzîkê
we
xelk
birçî ne diman
li ser
mehseran
li bin
mehseran
ne jî
tîhnî
li serê
kulêban
li
destpêkê
li şikeftên
xanûkê,
ma kî
bi vê dizane,
ku li
wir xwedî bû mirovayetî?
şop
û bermayên ku hene
çi
car wisa bi hêsanî
na bêjine
me
ku ew
der yek ji
wargehê
mirovan e
ew mirovên
berê
bûn
oldar û ayinperest
ava
bû dêra metînan
dêra
biçûk,
li vî
aliyê xetê
ew dêra
biçûk
yek
ji kevintirîn
perestgeha
fillayetiyê
li nav
dêrikê
li wî
aliyê xetê
li dêrika
hemko
li malikiyê
31.8.2005
Helbestvan
* Dêrik:
Dêra biçûk, (Küçük
Kilise)
HEME CAN

M i h e m e d O z b e g
HEME CAN
tu
dildarê
axa welat
hevalo
ez bi qurban
tu sozdarê
doz
û têkoşîna
kurdan
heyf
û mixabin
ku ev
çend sal
û zeman
em ji
hev
pirr
dûr
û cuda
man
lê
dilê me
her dem hişyar
bi yek
lêdan
mihemed
Can
mihemed
Ozbeg
begê
began
hevalo
hogiro
can
û cîger
xortê
xortan
gava
derfet çêbû
havîna
sala 2006'an
ez zîvirîm
ser xakê
bav
û kalan
min
bra Ehmed'î dît
em li
pey
şopa
Te geriyan
gava
herî
dawî
me hev
dît
bi rûgeşî
dilxweşî
û bi
kêf
û henekan
hingê
ji
ber dilê min
ket kevirek
gran
ji ber
kêfxweşiya
vê
hevdîtinê
min
dikir
ku ez bifiriyam
tu dîsan
her wek berê
dilgerm
û rûken
xeberxweş
û dilnerm
me
hev dît sê caran
li navbera
çend rojan
lê
sond be bi wî navî
navê
wî Xwedayê
mihrîban
û dilovan
ez qet
ji Te têr ne bûm
lê
dîsan
em zû
ji hev veqetiyan
ax
ji ber vî derdê cudayî
gava
ku me dîsan hê nû hev dît
te digot
qey ne bes bû
ev cudabûna
ji hev
a bîst
û pênc salan
vê
sibê
xeberek reş
hat
got
Mihemed ji nav me bar kir
konê
xwe ji nava kona rakir
ev
xebera reş dilê min sotand
kezeba
min peritand
ma hê
ne zû bû bira can?
min
li wêneya Te temaşe kir
zarotiya
me
xortaniya
me
ji wê
dema
hem li Gundê
Qadya
hem
jî dema li nav bajêr
tev
ketin bîra min
dema
me ya
l'Xwendegeha
Îmam-Xetîbê
dema
me ya l'têkoşîna l'hevberî
bêmafiyan
xirabiyan
neyariyan
yek
bi yek
min ew bi
bîr hanîn
tembûrvaniya
Te
ew tembûra
Te ya
ku ji Îbrahîm
Kaypakkaya
ji te
re yadîgar ma bû
wan
stranên Te yên kurdî
ku ji
kûrahiya dilê Te
dihatin ser
lêvan
min
ew tev bi bîr hanîn
û
bi van yadîgariyan
sojiya
dilê xwe kewand
Te ji
bo min goti bû
ku doktorek
li nexweşxaneya
xopan
a dewleta
tirkan
li Sîmîrna'yê
Te ji
mejiyê Te emeliyat kiribû
ji vir
berê bi çend salan
Te got
ku ev doktor ji Te re gotiye
dibe
ku Tu piştî vê emeliyatê bijiyî
lê
dibe ku jî Tu ne jiyî!
Te pirsî
bû 'çima?'
'ma
te ne got
ku ew ûrê
di nav mejiyê min de
ne bêcir
e, cirbaş e?'
ax wan
nexweşxaneyan
wan
'nexweşxaneyên' tirkan!
maşalê
hûn birûxin!
ma ne
bes e êdî?
ji vê
berê bi çend mehan
we xortek
din jî,
Hesenê
xort jî bir bi vî awayî!
hey
'nexweşxaneno'!
nexweşxaneyên tirkan
topa
ezmana li we keto!
mirin
li pêş me tevan
lê
"mirina" wisan
ku ji her
du hêlan
bêbext
zû
û venepem
dilê
me dax kir
û tev
sotand
ne ke
xem
û
ne be guman
ciyê
Te buhuşt be maşalê
doza
Te ji xwe li ser milan
li ser
milê
van keç
û kuran
van
keç û kurên me yên
evîndarên
welêt
dozdarên
Kurdistan
tu bimîne
li nav xêr û xweşiyan
bêdawî
û ber bi serteseriyan
hey
Mihemedo
mihemed
can
begê
began!
Helbestvan
13.1.2007 Stockholm
(*)- Mihemed
Ozbeg hevalê min ê zaroktiyê bû. Ji 7-saliyê
min û wî me hev nas dikir. Pir heyf
û mixabin, ku me di xortaniya Wî de Ew winda kir. Mihemed ji ber
nexweşiya penceşêrê demek
dirêj nexweş bû. Bîst û pênc sal bû
ku me hev ne dîtibû.
Pasnavê Mihemed'î,
'Ozbeg' bi kurdî ye. Ji du reh û kokan pêk hatiye. Ji peyvên:
'oz' û 'beg'ê.
Peyva OZ&UZ di wateya bingehîn'ê de ye. Anku resen,
çavkanî, usare, ûs, ûz, as, ya essasî,
ya esil, ya pêşî û ev peyv di latînî de ESSANS
(ess) e. Peyva BEG jî peyveke
avestayî kurdî ye. Anku BEGÊ RESEN, begê rastî
(eslî).
ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ

Zaniyarê Durust
û Hêja Îsmaîl Bêşîkçî
ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ
serbilindî
ye para Te
ey zanayê dil bi evîn
bawermendî ye bahra Te
ey dostê hêja yê gurgîn
serbestî
ye li dilê Te
ya ku geş e, hîç na tewe
azadî ye erdema Te
ya ku tund e, hîç na lerize.
zanîn û zanistî ye ya Te,
ku Tu gelek jê hez dikî.
jêtêrbûnî ne lî bîra Te,
tew Tu jê qet na vegerî.
Te dil li gelê me xweş kir,
bi xebat û dostaniya xwe,
Te dilê zordaran reş kir,
bi wê bîr û baweriya xwe.
bijî Tu Mamosteyê Hêja,
ji dilê gel Tu na derkevî
navê Te yê giranbuha,
dê her wisan li nik me bî.
(Rewşen, Jimare 4, havîn 1990)
Helbestvan
NEYAR BI HELEPÇÊ VEDAN

H e l e b ç e - her dem di nav dil û cerg û kezeba me de..
NEYAR BI
HELEBÇÊ VEDAN
helebçe
bajaro
bajarê
rengîn
bajarê
xweşdivî
yê
Kurdistanê
ji
vê
bi 19
salan berê
sala
1988'ê
li 16'yê
adarê
neyarên
bêbext
wek
maran
bi Te
vedan
wan
marên reş
ên
zengildar
gez
kirin
wî
canê
Te yê
pak
birîn
kirin
êşandin
sotandin
rijikandin
bi hezaran
zaro
û zêrç
jin
û keç û xort
wan
nexweşan
kal
û pîran
tev
hev
bi carekê
bi xwe
re
birin
hey
wax, hey wax
hey
wax
tevayiya
kurdan
divê
hîç
ji bîr
ne kin
navê
Te
gul
biçinin
her
dem
li baxê
Te
16-3-2007
Helbestvan
WÊNEYA NEWROZÊ

N e w r o z - li quntara çiyayê Qerac li seriya Amedê (Diyarbekrê)..
WÊNEYA
NEWROZÊ
min
î roj
wêneyek
Newrozê wergirt
ji Kurdistana
rengîn
firîn
tev ji canê min
xem
û xefet êş û birîn
min
î roj
wêneyek
Newrozê wergirt
ji hogirê
rêzdar û hêja
ne ma
êdî bi min re
kul
û kelemên doja
24.3.2007
Helbestvan
BIJÎ ALA ME YA RIND!

Ala kurdan rind û bedew
BIJÎ
ALA ME YA RIND
Bijî
ala me ya rind
Vêdikeve
weke find
Li tarîtî
sev yan roj
Rohnî
dide bajar gund
Ev
ala ye pîroz e
Dager
û nîşandoz e
Biparêzin
her du çav
Ala
her pêşeroj e
31.08.2007
Helbestvan
KANÊ SERBESTÎ

Ber bi serbestiyê ve
KANÊ
SERBESTÎ
evan
ciya û zozanan
bangî
me dikin heyran
kanê
serbestî?
çima
ev jiyan?
kanê
sozên We dayî?
ji bo
çi tev winda man?
gava ro dihere
beyanî
divegere
hêvî
û daxwazên me
di gel
royê ne
diçin û
dihên
her
wekî me
li navbera
hat
û çûnê ne
zaroyên
royê hetavî ne
welatê
royê dilbivîn e
ew li
bendî serbestiyê ne
3.10.2007
Helbestvan
EY HETAV, EY XOR, EY XURŞÎD, EY MÎHR

Kurdistan Welatê Hetavê
EY
HETAV, EY XOR, EY XURŞÎD, EY MÎHR (*)
maşalê
Tu ne vemirî
maşalê
Tu ta serteseriyê
gerdûn
germ û rohnî bikî
ey hetav,
xor, xurşîd û mîhr!
li ser
ruyê erdê ew zaroyên Te
ji Te pirr hez
dikin tev ÊZDÎ ne
ey
hetav, xor, xurşîd û mîhr!
li cîhanê
ji zaroyên Te
kurd
li bendî xweşiya Te ne
7.10.2007
Helbestvan
(*) MÎHR anku MÎR
peyveke kurdî ye. Peyva EMÎR ya erebî ji vê reh û
kokê hatiye. Ji padîşahê kurdên mêjûyî
re MÎR digotin ji ber ku ew niwênerên, berpirsên Xwurşîdî
(Xwedayî) yên li ser ruyê erdê bûn. Kurdên
mêjûyî hatavê wek Xwedanê xwe dipejirandin, jê
re niyaz û nivêjê dikirin. Ji lew re li nik kurdan gelek navên
hetavî hene ên wek: xor, xursîd,
mîhr.
BERXWEDAN

Berxwedan jiyan e
JI
TE RE BERXWEDAN
ma jiyan
Berxwedan e, yan jî Berxwedan jiyan?
herê, herê..
digotin
kurd ne maye li cîhan
ne maye digotin
bi yekcarî li jiyan
li hêlekê
jî rast bû ev gotina han
kurd
hatibûn ber man û neman
ev
rewş weha bû, gelî xwuşk û birayan
weha
hatibû honandin tev jiyana me kurdan
lê
belê!
biryardarên
serîhildana dîrokî
van
zaroyên me yên hevnifsî
xwe
ragirtin li hevber vê rewşê
gotin:
ha kurdino!
belengaz
û bindestino
çawa
ku em belengazên neteweyekî ne
her
wisan jî em:
bindestê çînekê ne!
rabin
hemû
keç, xort, jin, mêr, kal û pîr
tev
bidin hev destan
hilgirin
rext û çekan
li bejn
û milan
divêt
em derînin ji nav welêt
van
neyarên bav û kalan
wisan
digotin wan berxwedanvanan
durust,
dilrast, canfedakar û dilînî
bi buhayê
dilopê zêran
zelal
û pak û pêtî
her
digotin wisan
ev bû
gaziya wan
amanc
û hêviya wan
tenê,
bes tenê ev bû
deranîna
neyarên xak û mirovatiyê
ji ser
xaka pîroz a niştiman
dilsoj
bûn
dilsotiyên
soz û peymanên xwe
çi
digotin wê jî dikirin
digotin:
de zû rabin
destan
xwes bidin hev
dakevin
nav bajar û gundan
mîna ş êran
da ku
em pêk bihênin
peyman
û biryarên şahanên merdan
xweş
xebitîn
zû
ajotin
kirin
lez û pele
xêza
xebata hinekan
baştir
diyar bû ji yên dinan
ev
xweş ne hat bi neyar
ji lew
re pirr tirsiyabû ji wan
lez
kir, bi carek dest danî li ser rewşê
hêriş
bir ser dara jiyan
hezar
û nehsed û hestê, diwanzdehê îlonê
perçiqand
ji sax mil û gulî
û
berda bi avê de, bê dudilî
nexwe tirsiyabû
baş
tirsiyabû
hem
jî gelekî, zaf û zor
ma ew
ne tirsiya
kê
di ş ûnê de bitirsiya?
ji lewre
yên li hevber wî
nas
ne dikirin çi asteng î sitirî
rabûn
mîna bahoz, asît û lehî
dabûn
ber xwe
gund
û bajar û gelî
hemû
welat bi seranserî
neyar
bi vê tirsa dilê xwe
ew tofana
xezebê, şikenceyên kesnedîtî
barandibû
li ser dîl û girtî û bindestên xwe
gotin
tiştekî ye, lê dîtin tiştekî din
mejiyê
meriv ne digirt ev çend zext û zordarî
lê
ev hemû ji bo çi bû?
ji bo
ku ew ne dipejirandin
vê
jiyana berbend û belengaz
jiyana
bê serbestî, bê serxwebûn
ew
ên ku
di xebat
û lebatê de
xwedî
biryardariyeke xurt bûn
van
şikence û lêdanan
kar
ne dikir li ser wan
ew dîsan
xwedîsoz bûn
peymanpaye
û biryardar bûn
xwedî
bîr û bawerî û amancan
ev çend
şikence, zor û zexta giran
qet
kar ne dikir li ser wan
bê
tirsa dil û can
çi digotin?
berxwedan
jiyan - berxwedan jiyan
hawar
bû li zindanan
li zindana
Amedê:
berxwedan
jiyan - berxwedan jiyan
yên
di kar û xebata xwe de
xêz-sist
û qels û jar
ji tirsa
dil û can
ji tirsa
xwe ku:
xwe
ji gel û welatê Kurdistan
bi nirxtir
û giranbuhatir didîtin
lêbelê
mamosteyên
Zanîngeha Girtîgeha Diyarbekrê:
Mazlûm,
Xeyrî, Kemal Ferhad, Ekîf, Elî, Mihemed Emîn
û
her şehîdên bênav ên li zindanan:
rastiyê
nîşanî wan dan:
berxwedan
jiyan e - berxwedan her jiyan!
têbînî,
jêrenot û serincek:
heger
em bibêjin ku mirovayetî
li hîç
derekî din ê cîhanê
wek
li zindana Amedê ne giriyaye
û
heger
ku em bibêjin ku mirovayetî
li hîç
derekî din ê cîhanê
wek
li zindana Amedê li ber xwe ne daye
…hingê
em rastiyeke dîrokî dihênine ser zimên
10.10.1989
Helbestvan
• Wêneya sor a tabloyî: Madhat Kakeî
HEVALTÎ

HEVALTÎ
Hevaltî
û hogirî pirr xweş e bira can
Her
bi tendurustî û dilxweşî li jiyan
Ne
hiştin em bijîn l'warê
bav û kalan
Dilşikestî
û xembar pekiyan li dûriyan
Ey Xortê Metîna hevalê min ê rêzdar
Me bawerî
xurt e, vegerine ev buhar
18.6.2009
Stockholm,
SWÊD
Helbestvan
QAMIŞLOKÊ DILZÎZLOKÊ

QAMIŞLOKÊ DILZÎZLOKÊ
çi nazik
e Qamişlokê wisa zîz
j'Nisêbînê ta Çiyayê Evdulezîz
zexel l'ser erdên Te tevdigerin
j'tama xwîna Te ew dîn û har in
gava ku keti bin ser dil zexel
zû zû na rabin dikevin mexel
divêt xwe hilkî wan hilweşînî
xencer l'dilê wan Tu biçikînî
hêlek Nisêbîn hêlek Hesêçiya
Serê Kaniyê du xwuşk û bira
Çiyayê Kurmênc û dilzîzlokê
qet j'bîr na kim ew Qamişlokê
Dêrika Hemko, Amûd l'hêla din
bajarê evînê va ne Kurd hatin
4.7.2009
Stockholm
Helbestvan

Foundation For Kurdish Library & Museum