
Ev 13 sal in ku Grûba Akedemîsyenên Swêdê,
salê carekê li tastiya sibehî kombûnek besdar
pêk dihênin. Li vê kombûna salane, her car
mijarek zaniyarî û civakî ya semînerî
amade dikin.
Van akademîsyenên swêdî, vê carê
jî roja 9’ê îlonê 2007’ê,
wek xwedî û birêvebirê Navenda Wesan û
Arsîvxaneya Kurdî – SARA’yê Goran
Candan’î vexwandibûn vê kombûna xwe
ya îsalîn. Goran Candan ku 15 sal li dibistanên
Stockholmê wek mamosteyê zimanê kurdî kar
kiriye, ji vê koma akedemîsyenên swêdî
re li ser TÊKOSÎNA ZIMAN û NASNAMEYÊ semînerek
amade kir.
Goran Candan grîngtirîn mijara vê semînerê
bi du xalan hanî ser ziman:
1- Projeya Avakirina Pirtûkxaneyek Kurdî li Amedê.
2- Li Swêdê vekirina Dibistana Serbixwe ya Kurdî
(Kurdiska Friskolan).
Li dawiya semînerê Goran Candan helbestek xwe ya
kurdî ya bi navê Dêrik ji akademîsyenan
re xwand. Semîner 4 saet ajot.
Ev e kurteyek ji semînerê ye:
TÊKOSÎNA
JI BO ZIMAN Û NASNAMEYÊ
Destpêk
Pistî
25 salan ez vegeriyam bajarê xwe ya ku ez lê hatime
dunyayê: Diyarbekir li biniya Çiyayê Qerec û
çavkaniya çemê Dîcleyê. Ji wî
bajarê Diyarbekra kevin tistek li ser piyan ne mabû.
Dema zaroktiya min, bajar pir pak û rind bû. Lê
î roj bajarê Diyarbekrê tev hatiye xirapkirin.
Her çend ku çakkirina (restorasyona) wê keleha
Üu bedena nadîde ya Diyarbekrê dest pê kiribe
jî, her çend ku çakkirina sop û bermayên
din ên mêjûyî hatibe destpêkirin jî,
her çend ku wan xanî û avahiyên bê
ser û bin ên mazin hatibin lêkirin jî, bajarê
Diyarbekrê bi van tevdîran na yêt ser xwe. Li
ber çavê min wisan dixuye ku bajar, ber bi xirapbûnê
ve dihere. Diyarbekir êdî ne ew Diyarbekra sên
û ges e. Bîr û hizrên min ên herî
pêsî ku min bi vê dîtina pistî van
25 salan kir, mixabin ev bûn. Bi min pirr dijwar hat ku ez
pistî bi rûberbûna van tevliheviyan bibêjim,
ku ev bajar ew sûnewar e ku saristanî jê zaye.
Ew
buhusta windabûyî û dîsan derhatî
Kurdistan
ew welat e, ku xwestirîn nan û badeyê, sîrîntirîn
avê û wan fêkî û sebzeyên destanî
dide me. Tistê ku guhertinên jeolojîk li vî
welatî ni karibûye birûxîne, zilm û
bêsexîtiya desthilatdariyan tev rûxandiye. Ew
tistên ku ji ber serkarî û serrûtiya oldariya
siyasî, ku li ser vî welatî xirap bûne,
ew jî çîrokek tenê bi serê xwe ye.
Lê
belê li hevberî vê jî, gava mirov li hênikiya
ber bi êvarê, li bin wan pelên daran ên
mêwên li wê xana servekirî ya li Çil
Dergûs’ê, ku li biniya Diyarbekrê, li herêma
Bakurê Mezopotamiyayê ye, dirûne û gava
bayek hênik li ruyê mirovî dikeve, hingê
mirov xwe li ser vê dergûsa saristaniyan, li nav vê
buhusta ser zemîn pirr xwes hîs dike.
Lê
belê gava ku mirov ji ew badeya ku bi zanebûnî
û toreya bi hezaran salan ji kûrahiya erda bi xêrûbêr
a Mezopotamiyayê hatiye çêkirinê diqurtîne,
mirov di kûrahiya dil û mêjiyê xwe xwe de
dibêje ’aha ev e tahma jiyanê!’
Lêbelê
gava ku mirov pariyek ji wan mezeyên li nav sênîkên
bêjimar dike di devê xwe de û ji ber wê
tahm û xwesiya van xurakan demaxê mirovî cejn
li ser cejnan dibîne, hingê hisyarbûnek mazin
a jiyanê tevaya lasê mirovî dipêçe.
Lê
belê gava ku helbestvan bi wê dengê xwe yê
tarî helbestek rojhilatî li ser vê sifreyê
dixwîne, hingê mirov xwe bi rastî jî xwe
wek li buhustê be hîs dike. Ji xwe mirov li nav buhusta
xwe ye hingê.
Kurdistan
ew welat e, ku erda bi xêr û ber a her du çemên
Ferat û Dîcleyê li vê cografya guzîde
ye. Piraniya erda hîvika bi xêer û bêr (fertile
Crescent) dikeve nav cografya Kurdistanê. Ew welatê
xwesik û ciwan Kurdistan bi xwe ye, ku pirî caran ew
bi navê Dergûsa Saristaniyê dihêt levkirin
û gotinê. Her wisan jî dergûsa gelek olan
bi xwe ye. Hem spartekên mêjûyî yên
cihêreng û hem jî encama lêkolînên
arkologîkî yên kevin û nuh vî welatê
wek sûnewarê Baxê Îrem (Eden) destnîsan
dikin. Em bi alîkariya van spartekên zanistî yên
li ser vî welatî, î roj bêhtir bawerî
bi wêjeya sumeran û çîrokên Încîlê
dihênin.
Zimanê kurdî
Mirov dikare wan zimanên ku li Rohilata Navînê
dihêne peyivtin, bike sê bes û hevgirêdana
van her sê besan jî bi çi awayekî bi hev
re nîn e.
* Zimanên semîtîkî. Wek
ibranî û erebî. Zimanê aramî jî
dikeve nav besê zimanên semîtî. Zimanê
semîtî li serdema antîkê zimanek pirr ê
mazin bû û ji hêla pirr mirovan ve dihat peyivtinê.
* Zimanê tirkî. Zimanê tirkî
bi penaberên dagîrker ên vê dawiyê
ji Asya Naverast hatiye herêma Rohilata Navînê.
Li serdema sala 1000’î, van dagîrkerên asyayî
bûbûn desthilatdar li ser Ecemistanê (Persia).
Pasê van tirkan împaratoriyek li naverasta Asya biçûk
li Anatolyayê ava kirin, ku li vê herêmê
grekî dihat peyivtin û di bin destê grekiyan de
bû. Tirkî î roj zimanê nêzîkê
nîvê sêniya Tirkiyê ye. Azerbeycaniyên
li bakurê roavayê Ecemistanê (Îran) û
li Basûrê Federasyona Rûsyayê ne, bi zimanê
tirkî dipeyivin lê ew bi xwe ne tirk in. Zimanê
tirkî li ser zimanê farisî, erebî û
kurdî ava bûye. Em vê ji gelek peyvikên
ji van zimanan ên li nav zimanê tirkî bas dibînin
û fêm dikin.
* Zimanên îndoewrûpî. Li
nav vê besê zimanê ermenî û çend
zimanên aryanî (îranî) hene. Wek kurdî,
farisî (’îranî’) û belûcî.
Pêwendiya malbatî yan van zimanan bi zimanê îndo
ewrûpî ve heye
Peyvika Îndoewrûpî li sedsala çûyî
gava mirov dît ku di navbera zimanê kevin ê hindistanî,
grekî û latînî de hevgirêdanek heye,
hat avakirin. Her bi vî awayî mirov dikare hevgirêdanek
di navbera zimanê kurdî û zimanên li Ewrûpa
dihêne peyivtin bîbîne.
Mirov pir bi hêsanî dikare li zimanê kurdî
û li nav zimanên ewrûpî reh û kokên
wekhev bibîne. Ev wekhevî herî pêsî
li peyvikên hejimarê, li peyvikên pêwendî
û hevgirêdanên malbatî, andamên lasî
û li navên heywanan, hene
Nimûne:
Kurdî, swêdî, înglîzî,almanî,frensî
Tu, to du Thou, du, tu
Dû, två two, zwei, deux
Neh, no nio nine, neun, neuf
Birû, ögonbryn eyebrow,brof
Didan, tand tooth,zahn,dent
Pê, fot foot, fuss, pâ
Lêv, läpp lip,lippe, lippe/lèvre
Bira, bror brother, Bruder, frère
Dot, dotter daughter, Tochter
Girtin, gripa, ta greifen
Ne/na, nej, inte no, not,nein, ne,non
Nû, Niwê, Newe ny new, now, neue
Ku/ke att, to, som que
Hevgirêdana navbera zimanê kurdî û zimanên
ewrûpî, herî berpês, li nav nexsa avahiya
zimanî heye. Rêzika peyvikan û tewandina peyvikan
li zimanê kurdî û swêdî, almanî
û frensî hinek ji hev cuda ne.
Zext
û zora ku Tirkiye li ser zimanê kurdî dike
Kurd xwedî zimanek in û zimanê wan ê kurdî
di nav malbata zimanên îndo-ewrûpî de cih
digire. Lê mixabin divêt ku kurd vê rastiyê
her car û zeman destnîsan û bi lêv bikin.
Kurd li gengesî û propagendeyên dijwar rast hatine.
Ji ber vê yekê pirr ji mirovan wisan dizanin, ku kurd
ne zimanê axiftin û ne jî yê nivîskî
yê kurdan heye.
Kurdî zimanek pirr ê dewlemend e, ku di zimanê
kurdî de mirov merem û mebestan pirr ê caran bi
riya wêneyî jî dikare bi lêv bike. Hîs
û perwazên giyanî bi sêweyek helwêstî
dihêne ser zimên. Berî her tistî zimanê
kurdî bi sexbêriya zimanê xwe yê axiftinê
dewlemendtir bûye. Gencîneyek gelek dewlemend a çîrok,
biwêj û gotinên pêsiyan di kurdî de
cihê xwe girtine. Her wisan zimanê kurdî zimanek
wêjeyî ye jî. Pistî ku Ehmedê Xanê
li sedsala-1600’î berhema xwe ya helbestî ya bi
navê Mem û Zîn (destana millî ya kurdan)
nivîsî, li nav civata kurdî gulîstanek berfireh
a wêjeyî dest pê kir. Î roj ji ber zext
û zordariya Tirkiyê ya li ser ziman û wêjeya
kurdî, piraniya kurdan ji vê kelepûra xwe ya milletî
bêpar mane. Her çend ku Tirkiye li gor xwesteka xwe
ya besdarbûna nav civata YE xwe dilivîne jî, dîsan
rê na de ziman û çanda kurdî, ku bi serbestî
û gerdenazadî were ber bi pês ve.
Dewleta Tirkiyê ji sala 1920’î vir ve ye ku temamê
welatiyên xwe dike tirk. Her çend ku spartekên
mêjû û zaniyariyê nîsan dide ku zimanê
kurdî û çanda kurdî her ji berê ve
hebûye û î roj jî hebûna xwe parastiye,
lê dîsan jî dewleta tirk ta van çend salên
nêzîkî jî axiftin û nivîsîna
zimanê kurdî qedexe û krîmînalîze
kiribû. Gava Tirkiye ji ortografiya erebî çû
ser sazûmaniya alfabeya latînî, hingê jî,
riya xwegihandina ser çanda mêjûyî ya kurdî,
ji bo gireseyên berfireh ên gelêrî re kir
asteng û winda kir.
Siyarbûn
û ronesansa wêjeyî ya kurdî
Li hevber sazûmaniya tirkî kurd pirr ê caran serî
hildane – ji destpêka sedsala 1800’î ta
roja î roj 29 caran. Serê kurdan a îroyîn,
herî pêsî ji bo mafê serbestî, wekhevî
û demokratiya millî ye. Di vê têkosînê
de kurd dengê mafên xwe yên ji bo pêsvebirin
û parastina ziman û çanda xwe bilindtir kirine.
Gava nivîsevanê kurd Mihemed Emîn Bozaslan
- ku ji mêj ve ye êdî li Swêdê dijî
– sala 1968’î pirtûka Alfabeya kurdî
li Stanbolê derxist, ev kiryar ji hêla dadgirê
tirk ve wek kiryarek sûcdariyê hat nirxandin û
beyankirin. Mihemd Emîn Bozaslan dibêje ku ’di
vê beyanata dadgirê tirk de du xalên ku weke sûc
hatibûn beyankirinê, balkês bûn: 1-
Zimanê kurdî pêsvebirin. 2- Ji bo xelkê
kurd propagande û bangêsîkirin.’
Mirov dikare rewsa kurdan hinek bisibîne rewsa cihûyên
di navbera her du serên cîhanî de.
Hin paralelên ji bo parastin û pêsxistina zimanê
xwe yên di navbera van her du milletan de hene, ku pirr balkês
in. Mirov dikare van her du dehsalên buhurî, wek salên
hisyarbûn û ronesansa zimanî û wêjeyî
ya kurdî binirxîne. Nîvê duduyê yên
salên 1980-yî, Swêd di ser wêjeya kurdî
de li dunyayê pêseng bû. Ev ji ber vê yekê
bû, ku piraniya nivîsevan û rewsenbîrên
kurd ji ber zext û zora neyarane ya cûntaya leskerî
hatibûn li Swêdê, liv î welatê serbest
û azad bi cih bûbûn. Li dûriyê kurd
ji bo ziman û wêjeya xwe xebatên hêja dest
pê kirin. Pistî zext û zora 80-salan li Tirkiyê,
ronakbîr û çalakvanên çandî
yên kurd dest bi xebatek tund û berfireh kirin.
Ji rojên avabûna komara Tirkiyê li sala 1923’yî
ta sala 1980’yî, li Tirkiyê li dor 9 pirtûkên
kurdî hatibûn wesandinê. Dewleta yekperest (uniter)
û nijadperest li qanûna bingehînê jî
bendên qedexekirina zimanê kurdî bi cîh
kiribû. Axiftina zimanê kurdî li gor qanûna
bingehîn hatibû qedexekirin û cezayên diravî
li ser wan kurdên ku li sûnewarên gelemperî
bi kurdî bipeyivîyana dihat wergirtinê.
Lê belê kurd li ku derê dunyayê dibe bila
bibe, î roj berxwedanê ji bo doza ziman û çanda
xwe dikin. Ji ber xwe amadekirina ji bo besdarbûna nav YE,
Tirkiye hin ji van qedexeyan sist kiriye. Ev ji bo kurdan dibe derfetek
berçavî, ku ji bo serbestiya zimanê xwe yê
zikmakî ya ku ta roja hevdem a î roj jî, ew navê
’zimanê qedexekirî’ li ser bûye, bixebitin.
Pistî ketina Seddam sala 1991’î, kurdên
basûr xwe gihandin derfeta serbestiyê û ziman
û wêjeya kurdî li wir her rojên ku dihere
ber bi pês ve diçe.
Sala 1880 Elîezer Ben-Yehûda, (1858–1992)
di nameyek de weha nivîsî bû: ’Heger
em bi rastî jî hêviya rizgariyê dikin, heger
me bi rastî jî hêviya milletbûnê ji
dest ne dabe, hingê divê hisê me gerek were ser
wê riyê ku gava me xwe gihand vê hisyarbûn
û ronesansê, em dîsan bû millet.’
Ji ber ku Elîezer Ben-Yehûda dest pê kiribû
yekemîn ferheng û pirtûkên dersê yên
zimanê îbranî amade kiribû û wesandibû.
Hingê amanc ew bû ku zimanek yekgirtî a ibranî
yekemîn alternatîva cihûyan a ji bo nasnameyek
serbixwe û sekular a cihûtiye were bi dest vehanîn.
Berî Elîezer Ben-Yehûda, zimanê îbranî,
zimanek mirî, wek zimanê latînî ya li dêra
katolîkî a lîturgîkî (beytên
olî) bû. Elîezer Ben-Yehûda zimanê
îbranî kir zimanek kêrhatî ji bo civatek
hevdem û modern.
Xebata
ji bo serbestiya ziman û wêjeya kurdî ya hem li
hundur û hem jî li derveyî welat, î roj
xwe gihandiye radeyek pirr a watedar.
SARA
di vê têkosînê de ciyê xwe digire
Navenda
Wesan û Arsîvxaneya Kurdî - SARA ji serî
de hem wek wesanxane û hem jî wek avahiya ji bo belavkirina
wêjeya kurdî ya bi riyek pîspor û profêsyonelî
tevdigere. Sara sala 1987’ê hat damezirandin. Bi vê
yekê ve Sara bû yekemîn pirtûkfirosê
kurdî li Ewrûpayê. Qada Sara’yê pêsemîn
wêjeya kurdî ye û destê duwemîn jî
wêjeya bi zimanê dinê ya mijar li ser kurd û
Kurdistanê ye. Î sal 20 salên Sara’yê
hat dagirtin. Sûnewarê Sara’yê li navenda
bajarê Stockholmê ye. Sara di kar û çalakiya
xwe de xwedî tora hevgirêdanek berfireh û mazin
e. Sara di gel berhemên xwe, berhemên wesanxaneyên
din ên kurdî belav dike. Î roj li arsîvxaneya
Sara’yê ji ser 50 hezarî pirtûk, govar,
rojname, kasêt, CD, VHS û yekîneyên din
ên wêjeyî komê ser hev bûne. Sara
hem li derve û hem jî li hundirê Kurdistanê
xwedî mazintirîn kolleksîyona wêjeya kurdî
ye.
Armanca
yekemîn a Sara’yê, belavkirina wêje, çand
û zimanê kurdî ye. Di vê çalakiya
mazin de, Sara’yê biçûk hin gavên
grîng avêtine:
Sara
di domana van 20 salên çalakiya xwe de, li 8 navendên
grîng ên wêjeyî û çandî
ya cîhanî bi deh hezaran pirtûk û berhemên
kurdî bi arsîvkirin daye. Navên van ciyan:
The
Library of Congress Washington DC,
Widener Library of Harvard University,
Columbia University Library,
Biblioetka Alexandrina in Egypt,
The University of California Berkeley,
Kipriaki Biblioteki Nicossia
Kent Libraries in London
The Kurdish Library and Museum in Brooklyn New York
Her
çend li ber wan rews û pergala astengî û
bêyî gengazî ya aborî û siyasî,
Sara bêrawestan vî karê xwe ta roja î roj
kiriye û hîna jî berdewam dike. Ev bûn tam
20 sal ku Sara wêjeya kurdî li cîhanê belav
dike.
Î
roj pêwîstiya avakirina yek ji grîntirîn
û em bi hêvî ne ku mazintirîn avahiya kurdî
ya çandî li ber çavan e. Ji ber vê hindê
Sara ew ê karê xwe ji vir û sûn ve li ser
avakirina Navenda Arsîvxane & Lêkolînê
di gel avahiyên YE’yê tund û berfireh bike.
Damezirandina yekemîn pirtûkxaneya kurdî ya li
bakur, armanca herî sereke ye. Li Navenda Sara’yê
î roj tibabek mazin a materiyalên arsîva kurdî
komê ser hev bûne. Gelek lêkolîner, nivîsevan
û xwendekarên kurd, ji vê arsîvê sûd
werdigirin. Avahî û kesayetiyên kurdan, swêdî
û ta YE pistgiriya geskirin û parastina vê xebata
Sara’yê dikin. Ji ber van pistgiriyan Sara î roj
ew çend ber bi pês ve çûye.
Bernameya
li ber Sara’yê avakirina pirtûkxaneya kurdî
li Amedê ye. Di vî ware de Sara hin gavên besdar
bi dezgehên YE ve avêtine. Yek ji van avahiyan bi navê
Institute For International Assistance & Solidarity
– IFIAS dihêt naskirinê.
Dibistana kurdî ya serbest li Stockholmê (kurdisk
friskola)
Î roj li Swêdê li dor 50 hezar kurd dijîn.
Bêhtirê nîvê van kurdan li dorhêlên
Stockholmê dijîn. Li vê herêmê hejimarek
mazin a sagirdên kurd ên li dibistana destpêkî,
navînî û lîseyî hene, pêwîstiya
wan bi perwerdeya zimanê zikmakî heye. Li Swêdê
pêseroja perwerdeya zimanê zikmakî ji ber kêmkirina
budgeta dewletê ne zelal e. Ji ber vê yekê pêwîstiya
avakirina dibistanek kurdî ya serbest li Stockholmê
giraniya xwe li ser me bêhtir kiriye.
Pêzanîn
û tecrubeyên min ên 15 salan, wek mamosteyê
zimanê kurdî li dibistana destpêkî, navînî
û lîseyî de, min vê daxwaziyê hem
ji devê sagirdên kurd û hem jî ji devê
dêbabên sagirdên kurdan bihîstiye. Li gor
daxwaziya wan, li tenista programa bingehîn a perwerdeyiya
swêdî, programa ji bo perwerdeya teybetî ya li
ser ziman, wêje, mêjû û çanda kurdî
gerek e.
Ev çalakî, xebatek grîng e ku pêsî
li ber encamên lawazbûna ziman û çanda
kurdî bigire. Kurd bûne xwedî derfet ku ji xwe
re li vê civata vekirî û demokratîkî
ya Swêdê pirtûkxaneyek kurdî vekin. Ji ber
heman sedeman kurd dikarin li Stockholmê yekemîn dibistana
serbest a kurdî jî ava bikin.
Kurdistana
mêjûyî – buhusta li ser zemîn –
dergûsa saristaniyê – welatê pêsemînan
Mirov
li nêçîra naskirina reh û koka xwe ne.
Spartek û destkeftên belgenameyî yên cihêreng
ên destketî, ji bo bersivdana pirsa sûnewarê
dergûsa saristaniyê hev temam dikin. Spartek û
belgename nîsanê me didin ku kevintirîn civaka
mirovan li ku derê ava bûye. Di vê heyamê
de her ku diçe wateya Kurdistana mêjûyî
ya li Mezopotamiya bakurî bêhtir û bilindtir dibe.
Wek
nimûne, grûbek lêkolînerên almanî
ji ses reseparçeyên çandbar ên cîhanî
ses kulm genim hanîne û li ser analîza DNA’yê
kirine. Di encamê de derketiye meydanê ku kok û
rehê temamê genimê dunyayê li Çiyayê
Qerec li Diyarbekrê ye.
Ne
tenê soresa çandinê (agrar revolution), her wisan
jî soresa heyvankirinê jî ya civata mezr û
gundîtiyê (pastoral revolution) jî li ser vî
erdê kevnare rû daye. Bi zanebûna riya tirskirina
xurakê, xurak konservkirin, her bi vî awayî durustkirina
mast û penîrî, duruskirina bade û bîrayê,
cara yekê li vir hatiye derxistin û pêsvexistinê.
Li
rojên lêkolînên arkeologîkî
yên li Çermo’yê (Jarmo) ku sala 1948’î
li Kurdistana basûrî hatiye kirin, arkeologê amerîkî
yên naskirî James Robert Braidwood, cerekî kevin
ji bin erdê derxist. Teyesteya zuwabûyî ya li
binê vî cerê hat analîzkirin û derket
meydanê ku naveroka li biniya vî cerî badeya 5
hezar sal kevin bû. Wisan diyar e ku destkeftên belgenameyî
tev li cografya Kurdistana mêjûyî xwe didine hev.
Berê digotin badeya herî kevin a naskrirî li dorhêla
çiyayê Tarsûsê li basûrê Anatolyayê
ye û temenê hunera wê jî li dor 3 hezar
salî ye. Bi vê belgenameyê derket meydanê
ku hunera durustkirina badeyê jî cara yekê li
ser vî xakî bûye.
Li
van du salên dawiyê, lêkolînên arkeologîkî
yên ku Dr Klaus Schmidt ê ji Înstîtuya
Arkeologiyê ya Almanî DAI, li Girê Navokê
(Gobekli Tepe) li biniya Ruha’yê kiriye, bi serê
xwe soresek e. Pistî vê lêkolînê hat
zanînê ku kevintirîn sûnewarê avabûna
mal, gund û civaka nistecih, li Girê Navokê li
ser cografya Kurdistana mêjûyî ya li Mezopotamya
bakurî bûye. Ta nuha mirov dizanî ku kevîntirîn
civat li Ûrselîmê (Jerîko) bûye. Bi
vê zaniyariya nuh a herî dawî jî, hat dîtin
ku Kurdistana mêjûyî dergûsa temamê
saristaniyetan e.
Tevaya
van spartek û belgenameyên ji hev serbixwe û cihê,
tev destnîsanê yek sûnewarî dikin: Cografya
Kurdistana mêjûyî ya li Hîvika bi xêr
û bêr (Fertile Crescent). Nuha jî em ji pênûsa
nivîsevanê hêja yê amerîkî Harry
G. Nickles li ser vê yekê bixwînîn:
"Ji
bakurê bajarê hevdemî, bajarê Bexda'yê
axa Kurdistanê destpêdike. Ew welatê xwedî
gir (til) ku çarmedor bi heshînayî û xwedî
îklîmê xwes, li nav herêmên Iraq,
Iran û Tirkiyê dikeve. Li wir ne çi bajarên
grîng ên nûjen û ne jî bermayên
dîrokî (A) yên wisan berçavî hene.
Jiyana gundiyên vî welatî hema bi sedan sal e
ku piçek jî ne hatiye guhertin. Lê belê
ji hêla mêjûyî ve Kurdistan xwedî
taybetiyetek bi serê xwe ye. Tistê ku vê herêmê
ji ciyê din cihê dike, di mêjûya saristaniyetê
de bûyera xwurakê - bûyera çandina sitlan
û kedîkirina ajel û sewalan e. Li gor hemû
materiyal û spartekên arkeolojîkî yên
li ber dest, ev gavê mezin, cara pêsîn li ser
ruyê erdê, li vî welatî hat avêtin.
Cara yekemîn, bi vê pêsketina li Kurdistanê,
mirov xwe hînî çandin û kedîkirinê
kirin û her bi vî awayî bi sêweyeke herdemî
bidestxistina xwarinê ji xwe re ewle kirin û herdemî
bûn xwedîxurak. Bi vê bûyerê bingeha
hemû saristaniyê hat lêkirin û riya avabûna
gund, bajar, netewe, sahînsahî, hunera nivîsînê,
wêje, qanûn û zaniyariyê vebû."
Li dawiya semînerê bi xwandina helbesta
Goran’î ya bi navê Dêrik a li ser her du
Dêrikan, semîner bi dawî hat:
DÊRIK
(*)
dêrik! dêrika çiyayê mazî!
dêrik! dêrika hemko li wî aliyê din
li bin xetê!
her çend xet li navbera we hebe
navê we yek e
axa we jî
dêrik, dêra biçûk
hûn her du dêrên biçûk
li ser we ava bûn birc û kelat
bi reh û kok û binyad
kela bircê
kela rebetê
ne tenê xêra dêrê
ji we dihatin
lehiya xêr û bêrê
li nêzîkê we
kes birçî ne diman
li ser mehseran
li bin mehseran
ne jî tîhnî
li serê kulêban
li destpêkê
li þikeftên xanûkê,
ma kî bi vê dizane,
ku li wir xwedî bû mirovayetî?
þop û bermayên ku hene
çi car bi hêsanî
na bêjine me
ku ew der yek ji
wargehê mirovan e
ew mirovên berê
bûn oldar û ayinperest
ava bû dêra metînan
dêra biçûk,
li vî aliyê xetê
ew dêra biçûk
yek ji kevintirîn
perestgeha fillayetiyê
li nav dêrikê
li wî aliyê xetê
li dêrika hemko
li malikiyê
* Dêrik: Dêra biçûk
9-9-2007
Têbînî/Serinc/Jêrenot: Agehiyên
li ser zimanî, ji gotara bi navê Per Linde/ 'Det
kurdiska spraket' hatiye sûdwergirtinê. |