uuLêkolîn:
KURDISTAN - BINGEHA ŞARISTANIYÊ -I-
Zanetiya derbareyê lêkolîn û lêgerînên li ser Kurdistana mêjûyî, îro xwe gihandiye gehînekek nuh. Li ser vê riyê em îro derketine ser riyeke êdî mazin û berfireh: zaniyar û zaniyarî, bi ronahiyek êdî mazin û berfireh nîşanî me didin, ku Kurdistan welatek pir ê taybet e. Ew Kurdistana ku digotin "bi kêrî tiştekî na yê", dayik e ji şaristaniyê re! Navê welatê me KURDISTAN, her wisan jî "Hîvika Bi Xêr û Bêr/Zêrîn" e. -"Kurdistan ew welat e, ku şaristanî jê derketiyê û çûye li rojavê; li Israîl, Yûnan û Rom'ê (Italya), li rojhelê; li Hindistan û Çînê belav bûye." (Harry G. Nickles) Lê belê îro ji ber xerabiyên dagîrkeran, ji binî ve guheriye û hîç na yê naskirin. Neha berhemên lêkolînên wisan zanîneke kûr û berfireh li ber me ne, ku ev berhemên bêhempa, her yek ji hev cuda, lêbelê hemû jî bi hev re, Kurdistana mêjûyî mîna şûnewarê şaristaniyê destnîşan dikin. Em îro baş vê dizanin, ku welatê me kevintirîn şûnewarê bajarvaniyê û milletê me jî milletek xwedan dîrokek pir a kevin e. Ji lew re nifşa mirovayetiyê li ser vî xakê pîroz, ji jiyana heywanetiyê derketiye, ketiye di nav jiyaneke mirovane de. Dîroknas û antropologên jêhatî yên bijarte (binêre xal 1,2,4,5,8), bi xebatên xwe yên hêja, ji me re spartek û belgename berdest kirine. Ev belgename dibêjin, ku Kurdistana dîrokî dayik û dergûşa şaristaniyê ye. Grûbek zaniyarên almanî, di sala 1997'ê de, encama lêkolîn û xebata xwe ya li ser şopandina reh û koka genêm, di govara naskirî ya bi navê SCEINCE'î de weşand. Ji her şeş reşaparçeyên cîhanê çengek genim hanîbûn û bi têknîka zaniyariya herî dawî, bi têknîka DNA'yê, lêkolîn li ser van komikên geniman kiribûn. Di encamê de derketibû meydanê, ku reh û koka hemû genimên cîhanê, ji Newala Çolê, ya ji biniya Çiyayê Qerac (Amîda/ Diyar-bekr) e. Anku cara yekem li wê derê genim hatiye çandin. Li
gor lêkolînên arkeolog û dîroknasan, yên
ku cara yekê hunera çandinê hîn bûn,
jinên Kurdistana mêjûyî bûn. Þaristanî
bi destê jinên vî welatî za (b:e xal 3), jinên
vî welatî cara yekê erd ajotin. Her bi vî awayî
encama vê lêkolînê nîşanî me dide,
ku mazintirîn şoreşa mirovayetiyê, Şoreşa Çandinê
(Agrar Revolution), li ser vî xakî bûye. Cara yekê
li ser vî welatî erd hatiye ajotin û nan cara pêşîn
li vî welatî, li ser ew "kevir û berdên
ku ji ber agîr û duyê reş û tenî bûne",
hatiye lêdan. Cara pêşîn ajel li ser vî xakî
hatin kedîkirin (Şoreşa Kedîkirinê/
Domestication of Animals). Şîr li vî welatî cara yekem
heyvan bû, bû mast û penîr (Şoreşa
Heyvankirinê/ Pastoral Revolution) û yekemîn
têger, dolab/çerx li mêjû - yek ji mazintirîn
Þoreşa Têknîkî ya Zanistî ya pêşîn
- li ser vî xakî hat pevxistin (Þoreşa Teknîkî
ya Zanistî ya Peşîn / The Scientific Technical
Revolution). Di sala 1960'î de, li nêzîkê Gola
Wanê bi encama kolandina erdê, goristanek kevnare derketiye
meydanê, ku tê de dolabek erebeyê derketiye. Ev dolab
bi metoda C-14 hatiye analîzkirin û hingê derketiye
meydanê, ku temenê vê dolabê nêzîkî
5000 sal kevin bûye. Yekemîn
xurakê kontrolkirî, pez bûye. Mirov cara pêşîn
pez ji xwe re kirine xurakê her dem berdest. Li Başûrê
Kurdistanê, li nêzîkê bajarê Hewlêrê
niviştek kevirî hatiye dîtin, ku ev yekemîn menuyê
lokantayê/ restorantê ya herî kevin têt zanîn.
Temenê vê niviştê tê diyarkirin, ku li dor 5000
salî ye. Di yekemîn rêza vê menuyê de,
ev xurak hatiye nivîsîn: "birinc û pîvaz
di nav xwîna berazî de kelandî" Bi kurtî, cara pêşîn ajel li ser vî xakî hatine kedîkirin. Şîr li vî welatî cara yekem heyvan bûye û jê mast û penîr çêbûye. Yekemîn têger, çerx/dolab jî li mêjû, li ser vî xakî hatiye pevxistin. Weku têt zanîn, bi pevxistina têger, çerx û dolabê, şoreşa têknîkî, weke aşîtê dest bi pêşdeçûnê kiriye. Anku yekemîn Şoreşa Têknîkî ya Zanistî (The Scientific Technical Revolution) jî her li ser vî xakî qewimiye. Anku Kurdistan; bingeha avabûna çand û şariştaniya Mezopotamiya'yê ye.
Li
jêr ronahiya van spartek û belgenameyên zaniyariyê,
em guh bidin çîroka zayina şaristaniyê li ser xakê
Kurdistana kevin. Li
gor encama lêkolînên zaniyariya nûjen, dema
ku bav û kalên me yên herî pêşî,
nifşa me mirovên Homo Sapiens, ji reşeparçeya
Afrîkayê derketine û li herêmên nêzîk
belav bûne, hingê Heyama Neolîtîkî
- destpêka serdema berdî - bûye. Ta ku mirov xwe gihandi
bûn vê serdemê, weke lawir û sewalan di jiyananeke
sext û dijwar de dijiyan. Xurak nîn bû. Weke refên
kulî, li der û dorê, çi bi destê wan
keta dixwarin ne dihiştin; pisîng, seg, mişk, kurm, şeytanok,
giya û hwd. Dema tiştê xwarinê li der û dora
wan ne dima, hingê jî ciyê xwe diguhestin û
ji wir diçûn şûnewareka din. Koçerên
nêçîrvan bûn. Çek
û pûsatên wan, dar yan jî rim û tîrên
serî bi heste bûn. Lê zivistanên sar û
dirêj nêçîr ne dibû. Hingê weke
mûriyan çi tiştên xwarinê bi ber wan keta,
bihar, havîn û payizan ew didane hev. Hem nêçîrvan
û hem jî berhevkar bûn.
Jin li ber koza êgir li bendî hatina peyayên, ku çûbûn
nêçîrê diman û sexbêriya zaruyan
dikirin. Tixûbên
Hîvika Bi Xêr û Bêr (The
fertile Crescent, den bördiga halvmånen, hîlal
el-xesîb, bereketli
hilal)
KEDÎ- Û XWEDÎKIRINA AJELAN Nêçîrvanî û berhevkariya her xurakek û paşê jî çandina genêm û şitlan, van jîndarên hov kiriye goran, dêman, niştecih û "mirov". Îklîma nerm û germ a deşt û zozanên Mezopotamiya Bakurî (Kurdistanê), bûye bihuştek li ser ruyê erdê ji bo van mirovên her dem zikbirçî û hov. Gava xwe hînî çandinê kirine, hingê zikê wan têr bûye û mejî jî dest bi cî-bicîkirina kar û barê xwe yê hizirî û fikrî kiriye. Gava zik her roj bi sîstematîkî û bi ewletî hatiye dagirtin, karguzeriya hizira mejî jî dest bi xebatê kiriye. Hingê çavê wan vebûye û li der û dora xwe mîna mirovan temaşe kirine, ne ku weke sewalên tim zikbirçî li pey xurakê bûne. Anku hinek bihna xwe vedane û li rewşa der û dora xwe meyizandine û xwastine tiştên li der û dorê, xwezayê, fêm bikin û vebêjin. Xwastine jiyanê fêm bikin. Ew hewa û bayê xweş ên zozanên Kurdistanê jî, ji van mirovên seretayî û destpêkî re bûye weke Baxê Îrem - buhuşta li ser ruyê erdê. Yekemîn
xurakê kontrolkirî, mîh bûye. Pez bi hêsanî
li hev kom kirine û ew li dehl û şikeftan kom û bend
kirine. Li gor pêwîstiyê jî, ew ser jê
kirine. Gava di xwedîkirina pezî de xwe gihandine hinde
pêzanînan, hingê dest bi kedîkirina berazan,
mirîşk û şamiyan kirine. Her bi vî awayî hêsp
jî ji xwe re bend û kedî kirine. Kes ni zane, ku rengê van yekemîn cotkarên kurdan çawa bû, çermê wan çi reng bû û bi çi zimanî dipeyivîn. Ev mirov bi hezaran sal berî destpêka dîroka me hatibûn jibîrkirin. Em îro ewna, bi riya agahdariya bermayên pir kêm û kurt û bi riya materiyalên pûç û riziyayî, ku mirov li bin ew girên, ku jê re dibêjin til (B) û li Rojhilata Navîn hema li her der û berê têt dîtin, nas dikin. Lê belê hin hestiyên mirov û ajelan, perçena ji alav û navgînan û teneyên zadî, zaniyariyan didine me, ku ev mêr û jinên li rojgariya dîroka kevin, (C) rewşa mirovayetiyê ji bînî ve ser û bin kirine û mirovayetiyê ber bi, jigirêdayîmayina bi xurakên diyariyên ji xwezayê, ta desthilatdarî û kontrolkirina hebûna xurakê bi herdemî ve birine. Ev bi hezaran sal e, ku mirov hatine ser ruyê erdê, lê awayê peydakirin û bidestxistina xurakê wan ji destpêkê ve ye, ku her weku xwe maye û hema qet ne guheriye. Mirovên kevin di nav refên biçûk de dijiyan û li xwezayê çi tişt bi destê wan keta wî dixwarin. Jin û zaro fêkî, dan û zad berhev dikirin, reh û kokên giyê ji erdê hildikişandin û ajelên nekedî yên wekî kûsî û şeytanokan, ku bi hêsanî dikaribûn bigirin ji xwe re digirtin. Mêr û peya jî diçûn nêçîra ew ajel û sewalên ku dikaribûn bikuştana. Carina xwarina wan pir bû, lê birçîbûn, her dem li ber deriyê wan digeriya. Gava refê van mirovên kuvî, xurakê, ku bi destve xistibûn dixwarin û gava tiştekî xwarinê li dewr û berê wan ne dima, hingê ji wir bar dikirin û diçûn û koçê ciyekî din dikirin. Pir hêdî
hêdî, di navbera zemanek dirêj wek bi deh hezaran
sal, mirov têknîka peydakirin û bi destxistina xurakê
xwe baştir kirin. Ji xwe re alav, navgîn û çekên
baştir peyda kirin. Di nêçîrê de jêhatîtir
bûn û zanebûna wan a li ser giya û hêşinahiyê
pirtir bûbû. Hema bi nêzîkî 9000 sal berî
Îsa'yî, êdî hin refên mirovên kuvî,
bêyî ku koçê vir û wir bikin, xwe hînî
jiyaneka dêmanî kiribûn. Ev yek tenê li wan
dewr û berên dunyayê diqewimîn, ku li wan deran
ne serma û ne jî germayiyeke xedar hebû û yek
ji van ciyên ku ji van mirovên kuvî re bûbû
Baxê Îremê; Kurdistan bû. Li vî ciyî
pez li nav mêrgên xwedî giya û hêşinayiyên
bilind - ew giya û hêşinayiya îroyîn, ku em
jê re dibêjin genim ê bi simbil ku teneyê zadî
dide- ji xwe re diçêriyan." (Ç) Ev nivîsa Harry G. Nickles, li sala 1969'ê hatiye nivîsîn û kad û behsa xebata grûbek zaniyarên amerîkî, ya li bin serokatiya arkeologîst Robert J. Braidwood û Bruce Howe ji University of Chicago dike, ku ev grûba arkeologan, sala 1948'ê çûne Kurdistana Başûrî û gundekî Kerkûkê, ku jê re dibêjin Çermo. Li vî gundî bi kolana erdê bi 7 meter û nîv lêkolînek arkeologîkî kirine. Di encama vê lêkolînê de fêm kirine ku, berî zayina Îsa'yî bi nêzîkî 7 hezar salan, li vî gundî, mirovan erd ajotine, ajel û sewalan xwedî kirine. Anku bêhtir ji 9 hezar sal berî zemanê me. Vêca li vir em dixwazin li ser vê yekê vî tiştî bibêjin: Ta neha, ji ber hin sedemên neyînî û menfî, lêkolîner û zaniyarên me kurdan, ni karibûne li ser dîroka me lêbikolin û binivîsin. Lê belê ji vir û pê ve, me hêvîdariyek mazin heye, ku zaniyar û rewşenbîrên milletê me, bikaribin xebat û lêkolînên layiqê dîroka milletê me yê wisan kevin û wisan mazin bikin û em tiştên welê, ne ji devê xelkê bibihîsin. Xwezî bi wê rojê ku, me berî her kesî şarezayî û haydarî ji van tiştan hebûya.
(Dumahîk: "Kurdistan
- Bingeha Şaristaniyê -III-
ÇEND ŞIROVE/ JÊRENOT: A: KELEHA AMÎDA'YÊ (Diyar-î Bekr) ku 5km dirêj, 17m bilind û 4m jî berfreh - ku piştî Keleha Çînê li dunyayê duwemîn e - di sala 349ê Piştî Zayinê' de, ji hêla Qeyserê Romî (Îtalya) Justinianus ve hatiye lêkirin. B: TIL (gir), wek li keviya bajarê Amîda Girê Elo (Til Elo), ku sala 1928, dewleta Tirkiyê vê girê vekir û çi materiyal û spartekên (delîlên) dîrokî hebûn jê derêxist û bir ji holê rakir. C: JIN. Li gor vî zaniyarê hêja yê awûstraliyayî Gordon Child, mirovê ku cara yekemîn şitl li erdê daniye û zad ajotiye, jinên li Kurdistana dîrokî bûne. Ç: GOVARA ZANIYARIYÊ. Sal 1997, hema 30 sal piştî ku ev nivîs hate nivîsîn, govara bi nav û deng SCIENCE (zaniyarî - ISSN:0036-8075) li jimareyek (971114) xwe, encama xebata grûbek zaniyarên almanî nivîsî. Ev grûba zaniyarên almanî, çengek genim ji her hêlên dunyayê hanîbûn û li ser lêkolînê kiribûn. Li gor zaniyariya nûjen a DNA'yê fêm kiribûn ku kok û rehê genimên li çarmedora dunyayê, ji Çiyayê Qerej ("Qerecdax"), ji herêma Amîda'yê (Diar-î Bakr - bajarê xwedî zebeşên hût) ji Bakurê Kurdistanê hatiye.
ÇAVKANÎ - SPARTEK - BINERETIN - BELGENAME: 1 - Darvin, Charles/ The Origin of Species, 1859. (çavkaniya derbareyê Kedîkirina Ajel û Sewalan - hesp. Kedîkirina Ajel û Sewalan / Domestication of Animals). 2 - Wigram, Edgar T. A./ The Cradle of Mankind - Life in Eastern Kurdistan, London 1914. (çavkaniya derbareyê Avabûna Mal, Gund û Bajarên Yekemîn li cîhanê) 3 - Child, Gordon/ What Happened in History, 1942. (çavkaniya derbareyê dîroka çandinê bi destê mirovên (jinên) Kurdistana dîrokî: Þoresa Çandinê - Agrar Revolution) 4 - Braidwood, Robert J. / American Anthropological Association, University of Chicago, The Jarmo Projekt 1948. (çavkaniya derbareyê çandina genimî û kedîkirina ajel û sewalan - Agrar Revolution / Domestication of Animals) 5
- Braidwood, Robert J. Howe, Bruce/ Prehistoric
Investigation in Iraqi Kurdistan, 1960,
(çavkaniya derbareyê Þoresa çandina Genimî
û Kedîkirina Ajel û Sewalan - Agrar Revolution and
Domestication of Animals) 7 - SCIENCE, Site of Einkorn Wheat Domestication Identified by DNA Fingerprinting, 1312-1314, 14-11-1997. (çavkanî, spartek û belgenameya zanistî derbareyê reh û koka genimê cîhanê ji Çiyayê Qerac -Amîda- têt. 8 - Prof Stuart Piggot/ The Beginnings of Wheeled Transport System. Scientific American, July 1968, p. 82-90. (çavkaniya derbareyê pevxistina yekemîn dolab/çerx li mêjûyê mirovayetiyê). 9
- The
origins and spread of agriculture and pastoralism in Euroasia 11 - Încîl; Afirandin (2, 8 - 15), Her wekî din jî nimandinên Pirtûka Pîroz a Kevin derbareyê Horiyên Herranê.
FERHENGOK: Ajel:
animal
(hayvan)
Cûre: kind, variation (çeşit, varyasyon)
Dêmanî:
settled (yerlesik)
Ewleyî: safety (emniyet)
Heyam:
epoch (çag)
Kedî: tame (ehil, evcil)
Mijar:
topic (mevzu, konu)
Navgîn:
instrument
(alet, araç)
Pêzanîn:
experience (tecrübe, deney, sinamak)
Qerej: barren (kiraç)
Reşeparçe: continent (kita)
Sexbêrî:
treatment (bakim)
Şaristanî: civilisation (medeniyet, uygarlik)
Zad:
sead (tahil)
---------------------- o ---------------------- - Heger we agahdarî yan jî belgenameyek otantîk (çi nivîskî û çi jî fîzîkî) a li ser vê mijarê hebin, heger hûn ji çakiya xwe me pê agahdar bikin û heger we keys û mecal jî hebe, ewna ji bo xatirê dewlemendtirkirina çanda kurdî bigehînin ber destê me, emê pir dilxweş û bextiyar bibin: Navnîşana Me Ev e: Kurdish
Library House - SARA E-Maîl:
COPYRIGHT:
HEMÛ MAF (ÊN WÊNEYAN) PARASTÎ NE Ev wêne ji Govara SCIENCE'ê hatine kirînê.
Loma heger kesek bixwaze van wêneyan
|