Lêkolîn:

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

KURDISTAN - BINGEHA ŞARISTANIYÊ -II-
Dîroka Kedî- û Heyvankirinê (Pastoral Revolution)

Swêdî

 

uu WÊNE ©-Arne Adler: Robîn û Besna ji şîrdanek antîkî, şîr-ê Germ divexwun. Li pêşiya wan satil û firaqên bi çemil ên şîr û mêst dixuye.

 

Şîr ew vexwarina bi efsûn e, ku şoreşek di dîroka mirovayetiyê de pêk haniye. şîr di metbexa kurdî ya xwedî toreyên pir a kevin de, xwedî ciyek sereke yê mazin e. Dîroka bi karhanîna şîrî ya pir înteresan nîşanî me dide, ku ji ber çi sedemî ye, ku em xurakê şîrî hema di her derfeta xwarin û vexwarinê de bi kar dihênin. Spartek, ne tenê di xwarin û vexarinan de ye, lê her wisan di ziman, antropoljî û efsaneyê (mîtlojî) de jî veşartî ne – ji lew re dîroka bi karhanîna şîrî, ji pir nêzîkî ve bi dîroka mirovayetiyê ve girêdayî ye.

 

dunyayê ne!!!!!!!!!!
Berhevkirina: Goran Candan (Mamosteyê Kurdî, wergêr)
                             

 

 

Şoreşa Mezr û Koçeriyê (Pastoral Revolution)

Çand û hunera cotkarî û koçeriya herî pêşî, li ew welatê mêjûyî yê bi xêr û bêr, ku jê re dibêjin “Hîvika Bi Xêr û Bêr” yan “Hîvika Zêrîn”, li Mezopotamiya Bakurî (Kurdistan) bişkivî û dest pêkir. Şoreşa çandin û koçeriyê (1) bûye, bingeha van hemû pêşdechûnên civakî, ku î roj em tê de ne.

Ew herêma ku jê re dibêjin Hîvika Bi Xêr û Bêr, xwedî îqlîmek nerm û hewayek pir pak û xweş e. Li wir zencîra çiyayên Torosê, Zagros û Qefqazê xwe digehînine hevdu. Reh û koka “Çanda Mezopotamî” jî, ji dorhêlên van her du çemên Firat û Dîcle’yê têt, ku li ser van çiya û zozanên Kurdistanê, mirov cara pêşî erd ajotine û ajel xwey kirine (2).

Wêne 2 ©-SCIENCE. Tixûbên Hîvika Bi Xêr û Bêr (The fertile Crescent, den bördiga halvmånen, hîlal el-xesîb, bereketli hilal)
Serê Hîvika Bi Xêr û Bêr a li jorê, ji rojavayê çemê Firatê dest pê dike. Serê din a Hîvikê jî, berî ku bi dawî were, erdên li başûrê gola Wanê – ku li gor Încîlê Baxê Îrem li wir ava bûye, digire nav xwe û ber bi başûrê ve berdewam dike. Her wisan, berî ku sînorên Hîvikê li başûr bi dawî were, gewdê Hîvikê welatê horriyên Herranê yên încîlî, ew kevintirîn şûnewarê civakên mêjûyî yên li başûr û li rojhilata Kurdistanê Çermo û Îlamê jî dike nav tixûbên xwe û wisan bi dawî têt.


uuuuDe tre tidiga stora uppfinningarna utöver människans kunskap att göra och kontrollera eld är; odling av vete, fermentering av mjölkprodukter och uppfinning av hjulet. Dessa tre fenomen inträffade i denna geografi. (3) .

Ew sê bidestvexistinên mazin yên ji bilî zanebûna mirovan a agirdadanê û kontrolkirina êgir, zanebûna çandina genêm (agrar revolution), heyvankirina şîrî (pastoral revolution) û bi durustkirina çerxê û têgerê (şoreşa zanistî ya têknîkê) bi xwe ye. Mirov ev her sê bûyerên mazin, li ser vî erdî bi dest ve xistine (3).

Her çend ku ev bi hezaran sal e, ku em mirov hatine ser ruyê erdê, lê awayê peydakirin û bidestxistina me ya xurakê ji destpêkê ve ye, ku her weku xwe maye û hema qet ne guheriye. Bav û kalên me mirovên kevin, li nav komikên biçûk dijiyan û li xwezayê çi tişt bi destê wan keta dixwarin. Jin û zaro fêkî, dan û zad berhev dikirin, reh û kokên giyê ji erdê hildikişandin û ajelên nekedî yên wekî kûsî û şeytanokan, ku bi hêsanî dikaribûn bigirin ji xwe re digirtin û dixwarin. Mêr û peya jî, diçûn nêçîra ajel û sewalên ku dikaribûn bikuştana. Carinan xwarina wan pirr bû, lê birçîbûn, her dem li ber deriyê wan digeriya. Gava refê van mirovên kûvî, xurakê, ku bi destve xistibûn dixwarin û gava tiştekî xwarinê li dewr û berê wan ne dima, hingê ji wir bar dikirin û diçûn û koçê ciyekî din dibûn.

 

 

 

 

 

 

Bi dewr û zemanan, ev berhevkar (collector) dest bi cotkariyê kirin û aboriya civaka cotkariyê derket meydanê. Her wisan jî hilberîn (produksiyon) û belavkirina berên jotkariya pêşketî, belavkirina zad, nan, avoz (şerab) û avcê (bîra) dest pê kir. Nêçîrvan bûn koçer û dest bi xwedîkirina ajelan kirin û di vê hunerê de xwe pêş ve birin. Her bi vî awayî ji xwe re di quntara çiyan de mal û gund ava kirin. Di van malên xwe yên destpêkî yên wek holikan de, tevî ajelên xwe dijiyan. Civaka koçeriyê dest pê kiribû êdî. Endamên vê civata nuh, ji xwe re çavkaniya xurakên xwe cî bi cî û sîstematîze dikirin. Guherandina cûreyên xurakê û bazirganiya bi ajel, goşt û berên ajelî wek şîr, mast û penêr her ku diçû berfireh dibû. Bi riya xwedîkirina ajelan, koçer her dem xwedî xurakên cûrbecûr bûn, ku ta wê demê kes ji wan xurakan ne xwaribûn û ne jî dîtibûn. Piştî xwedîbûna zanebûna cotkariyê û piştî ku xwe hînî hunera kedîkirinê (domestication of animals) kirin û dîsan piştî ku bikarhanîna şîr, mast û penêr aşkere û berfirah hat zanînê, hingê bingeha avabûna aboriyek civakî ya nuh hat holê. Di vê civaka nuh de xurak û malên dinê, wek mulk dest guhertin û civatek nuh, aboriyek nuh hat holê.

Ew xelkên ku bi nêzîkî 7000 sal berî zayina Îsayî cara pêşî erd ajotibûn, dest pê kirin gelek pêwîstiyên din ên jiyanê bi dest ve xistin û jiyan êdî ber bi hêsantir û xweştirbûnê ve diçû. Ji bo nimûnê; bi destve hanîna hunera nimandinê, tirşkirinê (yeast) di hilberîn û durustkirina hunera ç êkirina xwarin û vexwarinê de, civatek pir a pêşdeçûyî hat holê. Sîstema aboriya civatek nuh hat holê, ku ev şoreşa koçeriyê (pastoral revolution) bi xwe bû.

 



Jina ji rojgariya dîrokê ku dema mirov û ajel di bin qatiyek de dijiyan, şîrî dide hem ji zaro hem jî ji kudukê berazî re

Komikên Civata Cotkar û Koçeran


Gava mirov xwe hînî hunera çandina şitlan, xwedî- û kedîkirina ajelan û nimandin û tirşkirina xwurakên ji giya û ajelan kirin, hingê ji du hêlan ve pêşketinek civakî dest pê kir: ferhenga civaka cotkarî û koçeriyê. Cotkar bi karê çandina şitlan û koçher jî bi kedî- û xweykirina ajel û sewalan dirabûn. Ji vê û pê ve, ev her du komel bi hev re, di nav refek de ne dijiyan. Riya wan êdî ji hev veqetiya bû. Her kom, bi kar û barê xwe yê taybetî, di riya xwe de dest bi pêşketinê kiribûn. Lê ev her du kom bi hev re dibûn stûna civakek û sîstemek herî nuh a sosyal. Ev sîstemek nû ya aboriyê bû. Her komek bi karê xwe yê taybetî dirabûn, ku ji vê sîstema nuh ya aboriyê re dibêjin, Aboriya Koçeriyê (pastoral economy).

Cotkar dest bi dewlemendkirina awayê çandina van berên xwe yên şitlan, ên wek genim (nan), tirî (avoz/bade) û ceh (avceh/bîra) kiribûn. Li hêla din koçer jî dest bi dewlemend û bêhtirkirina çeşîdên berên ajelan kiribûn, ên wek goşt (şil yan hişk), çerm (pêlav, cil û kinc) û şîr ku hem mast û hem jî penêr dida. Tevayiya van pêşketinan bi hev re, dibûn gengazî (îmkan) û şansên rizgarbûna ji mirinên nexwezayî û rê li ber pêşketinên civakî divekirin.

uuuuui ui uWêne 3 ©-SCIENCE. Belavbûna zanetiya durustkirin û amadekirina hunera aşpêjiyê (the art of preparing and cooking meal) Hunera hilberîna aşpêjiyê berî zayina Îsa’yî bi 8000 sal berê dest pê kir. Li gor jimareyên li ser vê nexşeyê, bi gelemperî zanîna danîna şitlan û hunera kedîkirina ajelan, ji cografya Kurdistana mêjûyî dest pê kir û ji vir bi belavbûna xwe li ser ruyê erdê kir.

Kedî- û Xweykirina Ajelan

Domana peydabûna destkeft û hunera kedîkirinê, bi gelemperî bi du riyan dest pê kir û li ser ruyê erdê belav bû. Ev rê; bi riya dîlkirina ajelan û bi riya aviskirinê (li ser hev rakirina ajelan) ve rû dida. Cotkar û koçer her komel li nik xwe dest bi sîstematîzekirina çavkaniya xurakan kiribûn. Dema ku koçer bûn xwedî keriyên ajel, hingê pêwîstiya wan a bi ciyên ewle hebû ku ajelên xwe lê biparêzin û xweykin. Ev cih, şikeft û koz bûn. Xaniyên ku cara pêşî ava dibûn, bêguman hem ji bo mirov û hem jî ji bo ajelan bû. Hem mirov û hem jî ajel, di bin mezela xaniyekî de bi hev re dijiyan. Van xaniyên pêşemîn ji kevir û kuçukan, ji heriya kayê seyandî dihatin lêkirinê. Mirov û ajel bi hezaran sal di van mezelan de, di van civak û gundên destpêkî (primitive) de, di nav hev de, bi hev re dijiyan (4).

 

 

 

 

Gava ku digotin li filan gundî hespek heye, ku mirov dikarin li ser piştê birûnê, ev nûçe ji gundek diçû nav deh gundan û paşê ev nûçe li her der û doran belav dibû. Hingê van gundiyên pêşemîn bi riya aviskirina hespan, ji xwe re ew hespê ku pirtir wan pêwîstî pê hebû, diafirandin. Lêkolîneran bawerî heye, ew gav û dema ku mirov û ajel di bin qatiyên mezelek de bi hev re dijiyan, bû sedema li hev nêzîkhatinek psîkolojîkî ya mirov û ajelan. Zivistanan pêwîstiya mirovan pir bi germayiya ji ajelan hebû. Lêkolînên arkeolojîkî, vê rewşa dîrokî derdihên ber ronahiya rojê û dibestin. Ji vir bi nêzîkî 15 hezar sal berê, mirov dest bi kedîkirina ajelan kiribûn. Ajel bi gelemperî ji domanên guherînan pir bi lez derbas bûn û her wisan jî bi alîkariya riya aviskiriê ve jî hin doman derbas kirin.

 

Gom, koz li zozanên Gimgimê (Varto)

 

 

Ew prosêsa ku ajelek hov û nekedî, guherîna genetîka wî ji hêla mirovan ve bi destkariyek giştî (aviskirinê) pêk hatibe, jê re dibêjin kedîkirina yekser a bi zanetî. Mirov ji berê de bûne sedemek bingehîn a guherîn û kedîbûna ajelan. Di navbera domana nekedîbûn û prosêsa kedîkirinê de, tixûbek berçavî ava ne bûye. Li gor baweriyê, mazintirîn daxwaza kedîkirina ajelan ji ber li demên ku xurakê mirovan kêm bûye, pêwîstiya wan a li tenişta kêmkirina birçîbûna xwe, bikarhanîna ajelan wek çavkaniya hêzê (power supplier) bûye. Ango pê erd ajotine bar kişandine.

 

 

 

 

Ji zemanên berê de, gotinên li ser girîngiya rol û ciyê ajelan, di doman û pêşketina jiyana li civata mirovayetiyê, ji hêla teoriya domanê (teoriya evolusyonê ya Darwîn) ya Darwîn’ê jî tête bestin. Darwîn wisan gotiye: ”Bi riya aviskirinê di navbera hemû cûre ajelên ku mermalê (cins) hev in rê heye. Equs, anku hesp, ker û zebra. Bi ser hev bezandin û aviskirina herî naskirî ya di navbera hesp û kerî de, hêstirê (qantir) ku bi hêzbûn û bi qertbûna xwe tête nasîn, hatiye afirandinê. Berhemên di navbera hesp û zebrayan de, di navbera ker û zebrayan de, ew jî pirr li ser xwe û pirr bi hêz in, lê belê wek hêstir ew jî stewr in.” Daxwaza bingehîn a aviskirina du cisnên cihê ew bûye, ku berhemên wan di kar û barê rojane û civakî de ji xelkê re bûye alîgir û alavek rojane. Li tenişta ku ajel bi bi goşt û şîrê xwe girîngtirîn çavkaniya xurakê bû, her wisan jî di kar û barê gran de, yên wek ajotina erdê û di karê pê kişandina baran de, xwedî ciyekî pir ê grîng bû (5).

 

Heyv ku xwedî hêza med û cezrê ye, wek hêza li paş nimandin û tirşbûna şîrî û jê durustbûna mast û penêr dihat zanîn û pejirandin.

 

 


Fenomen û Hunera Nimandinê (tirşkirinê)

Bi nêzîkayî hezar sal piştî ku mirov xwe tam hînî hunera çêkirina nan, avoz û avcehê kiribûn, vêca xwe hînî bidesvehanîna mast û penêrê jî kirin. Kedî- û xweykirina ajelan, rê dabû ku mirov ji xwe re çavkaniyek din a xurakê peyda bikin, anku berhemên ji ajelan, ên wek şîr û mast. Li tenişta goştê ajelan, mirov dikari bûn ji xwe re şîrê hespan, çêlekan, mihan û berazan hilgirin û ji bo ku demên li pêş xwe, li demên birçîbûnê ji xwe re bixwûn û vexwin. Heyv ku xwedî hêza med û cezrê ye, wek hêza li paş nimandin û tirşbûna şîrî û jê durustbûna mast û penêr dihat zanîn û pejirandin.

Ji bo pêsveçûn û jiyana li civakê, girîngiya ciyê ajelan li civakê her ji dem û zemanên berê ve hatiye zanînê. Her wisan ev hizir û teorî ji hêla teoriya pêşketinî ya Darwîn'î (teoriya evolusyonê) jî hatiye bestinê: "bi riya aviskirinê cotkirina du cinsên ajelan ên ne wek hev, her wek equus; hesp, ker û zebra. Cotkirina herî naskirî, cotkirina hesp û kerê, hêstirê (qantir) derhaniye meydanê. Hem jî hêstir bi hêzbûn û zexmbûna xwe dihêt naskirin. Hîbrîdên (nifşên cotkiriyên ne hevcins) ku ji ker û zebrayan hatine, ew jî ajelên xwedî tendurustiyek baş û bi hêz in, lê belê ew jî wek hêstirê stewr û xesandî ne." Sedema cotkirina ajelên ne hevcins, ji bo bi baştirîn şêwe, cîbicîkirina karê rojane ya xelkê, yê li civakê bûye. Li tenişt çavkaniya hêzê, ji bo xebitandina di karê giran de, her wisan van ajelên kedîkirî, çavkaniyek girîng a bidestvehanîna xuraka rojane, wek goşt û şîrî, bûn jî (Têbînî 5).

Bûyera nimandin û tirşbûnê ji van mirovan re, ta wê gavê tiştekî wisan kesnedîtî û ecêb bû. Van sedemên zanistî yên tirşbûnê yên bi riya bakteriyan, hîna ni zanibûn. Ji lew re vê bûyerê bi şirovekirinên ol û ayinperestiyê (teologiyê) ve ji xwe re rohnî dikirin. Ev bûyer ji bo van mirovan karê Xwedê bû ne karê bakteriyan, ango 'mûcîzeyek' bû. Piştî heyamek mêjûyî, mirov êdî vê bûyerê bi riya hêza xwezayî şirove kirin ta xwe gihandin serdema nûjen (modern), her xwedî vê bîr û baweriya kevin bûn. Li gor vê baweriya xwezayî, mirov digotin ku ev bûyera heyvanbûna şîrî û jê çêbûna mast û penêrê ku di mêjûyê mirovayetiyê de rolek herî girîng leyistiye, bi hêza heyvê rû dide. Mirovên berê, ta rojên serdema nûjen ku hînî ew sedema kîmyevî ya li paş bûyera nimandinê û tirşbûnê, ew ê ku ji me mirovan re xwarinek pirr bi nirx û hêja yê xweşçêj dide, hîna jî xwedî wê bîr û baweriya kevin bûn (6).

Bi riya nimandinê temenê xwurakê dirêjtir dibû û her wisan jî xurakên nimandî demên dûr û dirêj dikaribûn werin veşartin, parastin û bi hêsanî bi xwe re gerandin. Nanê nimandî/tirşkirî zû kufikî ne dibûn. Avceh (bîra) demên dirêj dihat parastin û doşava ku bûbû bade jî, bêyî ku xirab biba, bi salan dikaribû bimaya. Her wisan gava ku şîr heyvan dibû, dibû mast û penêr, ku ew jî dikaribûn bêyî ku xirab bibana demên dirêj bimana. Bêguman xurakê welê dema koçkirinan de bi hêsanî dikaribûn birin û hanîn. Di şûna bi xwe re birina barê mazin ên xurakê, mirov van xurakên nimandî û heyvankirî yên barê sivik, bi xwe re bi hêsanî dibirin û dihanîn. Rêwî her dem rastê nêçîr ne dibûn, piştî rêveçûna rojekê, dîsan divegeriyan nav kom û gundên xwe. Lê belê bi van xurakên heyvankirî yên wek keşk û çortan yan penêrê hişkkirî, rêwî dikaribûn riyên ji rojekê dirêjtir herin. Bi gotinek din ev cûre xurak rola ardûya (benzîn) belavkirina huner û zanîna çandinê li ser dunyayê leyistiye (7).

Li civata van gundiyên pêşîn dibe ku rojekê yek ji wan parçeyek ji 'nanê' kevin kiribin nav hevîrek nuh û dîtibin ki çawa hevîr ji ber 'nanê kevin' dinime û tirş dibe û bi dehan car jî, ji hevîrê xwe yê destpêkî pirtir dibe. Her wisan jî ç êj û tahma nanî xweştir dibe. Bi riya azîneya nimandin û tirşkirinê, mirov xwe hînî bi destxistina xurakên bi kvalîteya bilind kirin û ji xwe re nan, mast, bade û avcehê durust kirin.

Bi destvexistina vê hunerê re, mirov hêdî hêdî têgehîştin ku mirov êdî dikare bi ser cîhana giya û ajelan de desthilatdariya xwe bi cih bike. Mirov êdî şsêweya jiyana kevin ne dipejirandin û bi bîr û baweriya serkeftinê ber bi rojên pêş ve diçûn.

Bi nêzîkayî hezar sal piştî xwedîbûna li zaniyariya hunera pahtina nên, bidestvehanîna bade û avcehê, mirovan xwe hînî hunera heyvankirina şîrî û mastî jî kirin. Kedîkirin û xweykirina ajelan, rê dabû mirovan ku ji xwe re çavkaniyek nuh a xurakê bi dest ve bixin, ango berhemên xurakî yên ji ajelan her wek şîr, mast û penêr. Li tenişta goştê ajelan, mirov êdî dikaribûn ji xwe re ji şîrê hespan, mangan, mih û berazan bidoşin û wê bi riya heyvankirinê bikin mast û penêr û hilînin ji bo demên pêwîst ên li pêş û hingê ji xwe re bixwin.



WÊNE 4: ©-Arne Adler:Şîre-e Germ, Derman-ê Bapêşê (şîrê germ bi baharatan),
Mehîr (şorbê dew bi dan û baharatan)

uuuuui

Koden Zimanî

Lêkolînek biçûk a etîmolojîkî ya li ser çar peyvikên şîr, yogurt, bade û heyvankirinê em birin rojgariyek kevin a dîrokê, rojgariya serdema berdî (neolîtîkî).

Li van rojgariyên kevîn ên dîrokê, baweriya mirovên van serdeman welê bû, ku encama bûyera heyvankirinê, hunera xwedanokên wan bû. Bi destê xwedanokên wan ev huner dihat afirandin û cîbicîkirin. Em vê yekê di karhanîna bi berfirehî ya peyvika hindo-ewrûpî ya essans'ê de dibînin. ”ess”, ”ass”, ”assa”, ”oss”, ”ozz”, ”uss”, ”uzz” = ku dihêt wateya yê rastî, yê girîng, yê bingehî, yê bilindkirî, yê çavkanî, yê durust, yê xawên, xweda û hwd (Têbînî 8).

Di zimanê kurdî de peyva asman yan jî azman dihêt wateya qada xwedayî. Gava mirov bi riya heyvankirinê (nimandinê, tirşbûnê) ji xwe re mast, bade û avceh bi dest ve dihanîn, digotin ew 'dermanê' kîmyewî (avzûn, havin) îksîrê xwudayî ye, ku mirov pê dibe bêmirin, ev av e ku jiyanê dide. Ji lew re ew peyva kurdî avûz peyva ji bo nimandin û tirşkirinê ye. Peyva avûz ji du morfeman, beşþên bingehîn ên watedar pêk dihêt û di vê peyvikê de morfema av wateya avê dide û ûz bi xwe jî dihêt wateya yê bingehîn, yê rastî, yê bilindkirî. Her wisan peyva hamîlebûn jî li gor vê danezana morfema peyvî dihêt diyarkirinê: av+is = ku dihêt wateya 'hilgirtî bi ava jiyanê'. Vexwarina ku ava xwedayî iksîr li nav e, bi kurdî jê re avoz (bade) dihêt gotin. Gava mirov vê peyvê ta bingeha morfema wê diverise, analîzê dike, mirov dibîne ku 'kiteya' av morfema av, dihêt wateya avê û morfema oz jî dihêt wateya yê bingehîn, yê rastî, yê bilindkirî.

Her wisan jî bala xwe bidin nêzîkayiya analîza morfolojîkî ya peyva hindo.ewrûpî ferMENTation: os-t (penêr), jes-t (hevîrtirş), mal-t (cehê tirşkirî) û mas-t (kurdî). Pêşpirtika (prefiks) 'm' li nav van peyvan, nîşana (femininum) ye. û morfema 'as' jî, nîşana domana tirşbûnê diyar dike. Tîpa 't' jî tempusa rêzimanî ya peyvî ye, ku dibêje me ku 'ev bûyer cî bi cî hatiye', 'hew bûye', 'çûye serî'. Bi kurdî ji ş ûnewarê cîbicîkirina karê ş îremeniyê re mandra dihêt gotin. Ji çakiya xwe peyvikên şîr, mast, mandra û heyv li nav zimanên îndoewrûpî yên cihêreng rûber bikin û bidin ber hev. Qet ne seyr û xerîb e ku mirov were ser heman encamê. Ji ber ku van kod û nîşanên zimanewanî nîşanî me dide, ku domana zaniyarî ya bi destvehanîna berhemên şîrî çawa dest pê kiriye. Ji çakiya xwe li lîsteya jêrîn a peyvan li nav zimanên cihêreng temaşe bikin.

Peyva nimandin û tirşbûnê di zimanê kurdî de jê re dibêjin 'heyvankirin/hewênkirin'. Di vê peyvikê de heyv=heyva li asman e û kirin jî lêkera kirinê ye. Di gelek zimanê hindo.ewrûpî de ev peyv her wisan pêk hatiye. Ji bo nimûnê, li zimanê almanî navê hevîrtirşê hefe ye. Zimanê kurdî dikeve beşê rojhilatî ya zimanên hindo-ewrûpî.

Pirsnasiya, etîmologiya peyva "genim"

Peyva "genim" bi kurdî di wateya "destpêk"ê de ye. yan jî, "zayin". Li yûnaniya kevin jî heman peyv e: "genima/genimata". Ev peyva yûnanî ji peyva kurdî ya "genim" hatiye.

Çend peyvên ji heman rehî honandî ev in :

"Gen" wek li peyva "genetîk"
"G/Jen"wek li peyva "jînokologî"
"Genesîs" wek li yekem sûreya tewratê ku wateya wê "destpêk"ê ye.

 

 

 

 

Huner û Riya Zanebûna Heyvankirinê Bi Hêza Xwedanoka Heyvê (Heyv, Meh)

Li toreya olî ya hoz û êlên pêşemîn ên hndo-ewrûpî, perestiniya ji xwedanoka heyvê re hebû. Xwedanoka heyvê jî her dem bû. Ji lew re navê xwedanokê bi pêşpirtika ma ku di zimanê hindo-ewrûpî de nîşana mêbûnê ye' dihat nimandin. Ji lew re di gelek zimanên hindo-ewrûpî yên rojhilatî de, navê heyvê bi pêşpirtikên mêbûnê yên "ma", "mo" dest pê dikin. Pêşkiteya ma ya di nav van zimanan de ji peyvên latînî yên "mater", "mamma" dihêt. Ev dihêt wateya xwedanoka her bebikên li ber şîrî' ango, mama.

Huner û riya zaniyariya domana heyvankirinê ji lew re dihat bi perestiniya bi xwedanokên heyvê. Li hêla din jî riya tirşkirin, heyvankirina berhemên giyayî (nan, bade, û avceh) jî di bin hêza destê xwedanê mazin a hetavî (nêr) bû. Di mîtolojiya antîkî ya hindo-ewrûpiyên bi navê yûnanî de, ev bi navê ZE / TSE / DIO dihatin nimandin û Zeus xwedanê herî mazin a li ezmanan dizanîn.

Li gor bîr û baweriya van gelên ji rojgariya dîrokê, xurakên wek mast û vexwarinên wek bade xwedî hêzeke xwedayî bûn. Ji ber vê yekê ye ku mirov li wargehên pîroz yên wek perestgehan, nan dixwar û bade divexwar. Ew badeya ku ta li rojên îroyîn li perestgehên wek dêrê, dihêne vexwarinê û parçenanê ku dihêt tahmkirinê, ji vê toreya kevnare maye. Bîr û bawerî ev bû ku van vexwarinên tirşkirî yên xwedayî, xwedî hêz û tuwaneyek xwedayî bûn û mirov ji êş û eleman pak dikirin. Temenê mirov dirêj dikirin û bi vexwarina wan mirov ji gunehan pak û xawên dibûn (Têbînî 9).

Ew xelkê bi navê kiriyan ku li bakurê Behra Reş, li Ukranya îroyîn dijiyan, xwe baş hînî kedîkirina gelek ajelên wek hesp, mîh û berazan kiribûn. Her ji ber vê yekê jî bûbûn xwedî aboriyek pêşketî ya civakî, ku ji bo dotina hespên xwe xulaman bi kar dihanîn. Çîna kiriyan a serdest xwedî mafê xwarina to'yê (qeymaxê) şîr û mastî bûn. Qedexe bû heger xulamek ji xwe re toyê mastî tahm bikira. Lê belê ya herî dijwar di jiyana van xulamên de ev bû, ku çavê xulaman dihat derxistin û korkirinê ku xulam çi car ni karibin xwe hînî hunera bi destvehanîna mast û penêrê bikin, ji lew re gava fîrar kiribana, hingê dikaribûn vê hunerê jî, bi xwe re bibin. Ji lew re hunera bi destvehanîna mast û penêrê nehêniyek (sirr) civakî bû (Têbînî 10).

Dibêjin gava ku keştiya peyamber Nûh'î bi rojan û mehan di ser avê de diherikî û diçû, ew ş îrê ku ajelên li keştiyê didan ew çend pirr bû, ku jê re cih tune bû. Hingê peyamber Nûhî meşk dihanî û ş îrî diêxist di nav van meşkan de. Piştî heyamekê didît ku ev ş îr heyvan bûye û bûye, mast û penêr. Peyamber Nûh pêşî heyfa xwe bi vê haniye, ku şîrê di destê wî de tev xirab bûye. Lê gava ku tahm kiriye, hingê fam kiriye ku xurakek pirr xweş û ciwan hatiye holê. Dibêjin ji wê rojê ve ye ku mast çêbûye. Her çend çîrokek bi fentezî be jî, dîsan ev ç îrok pirr nêzîkê rastiyê ye. Ji ber ku di zikê golik û mangeyan de ferşik heye, ku tê de dermanê heyvanirinê heye. Ew ê ku şîr diqusîne, dike mast û paşê jî penêr ev madde bi xwe ye (Têbînî 11) û (Cavkanî #7)

 

Bêrîvan, şîrdoş e

 


Mast - Ew Şîrê Tirşê Desthilatdar ê Herî Bilind

Bêguman mast xwedî navek xwedayî ye - xwedî navê wî Xwedayê herî mazin a zerdeştiyê Ahura Masta (şîrê tirs) ye. Ev bi wateyek din 'şîrê tirşê desthilatdarê bilind e û di wateya ew vexwarina herî desthilatdar e. Vexwarina tirşbûyî/heyvanbûyî ya Xwedê, ya xwedayî. Ew vexwarina bi efsûn. Van peyvên li ser mast'î nîşanî me dide ku hoz û êlên kevin ên hindo-ewrûpî, paye û nirxek bilind didane bi şîrê tirşkirî.

Huner û pêzanîna çêkirina xwarina bi şîr ji zemanê pirr kevin dihêt. Li niviştek berdî ya ji heriya pijandî, ya mezopotamiyayî, ku 3750 sal kevin e, wek reçeta xwarinê hatiye amadekirinê, tarîfa çêkirina vê xwarinê li ser hatiye nivîsînê: goştê berxê bi pîvaz û şîr, di nav şîrê tirskirî û xwînê de kelandî.

Li tevaya civakên Rohilata Navînî, xurakên tirşkirî wek nan, mast û penêr pîroz in. Pirê caran gava mirov sûnda rastgoyiyê dixwun, hingê ne li ser Quranê, lê belê li ser nan û mastî sund dixwun. Baş dihêt zanînê ku ji rojgariya kevin ên dîrokê ve, van xurakan li nav çanda civakê xwedî ciyê nirx û hêjayiyeka bilind wergirtine. Li Hindistanê mange pîroz dihên zanîn, li Rohilata navîn jî mast û nan. Ji bo nimûne çi car mirov pê li ser nan na ke. Mastê ku ji ber xwarinê maye, mirov na rijîne her derê. Gava pirr pêdivî be, ev dirijînin di bin darekê de.

Li ser girîngiya cihê mastî û dîroka mastî gelek vegotinên înteresant hene. Lê belê ev çîrok baş têdigehîne û ku bi rastî mast dikare çi bide ji mirovan re. Bêguman jiyanek bi tendurustiyek rêk û pêk, temenek dirêj. Peyva Agrî li sanskrîtê (Têbînî 12) di wateya Xwedanê agir e. Li gor vê bîr û baweriyê Agrî bû ku xwedanokan afirandibû, çêkiribû. Agrî jî hêza xwe ji vexwarina xwedayî wergirtibû. Ev vexwarina tirşkirî bû ku hêz dabû Agrî û ew kiribû bêmirin. Gava mirov beharata bi navê homa (sarcostema vininelis) kir di nava masta (mast) de, hingê ev vexwarin bû vexwarinek pirr a bi hêz ku kî wê vexwara, jê re dibû derman ji lew re vexwarinek pirr kêrhatî bû ji bo laşê mirovî, zengîn bû ji hêla vîtamînan, ku loma hem hêz dida mirovî û hem jî temenek dirêj. Bi rastî jî vexwarinek xwedayî!

 

 


Di Metbexa Kurdî De Bi Karhanîna Mast û Şîrî

Gundî û koçerên Kurdistanê berhemek taybetmend a şîrî bi dest ve dihênin ku jê re mentirş dihêt gotin. Ev peyv dihêt wateya 'ment'ê tirş. Encama berhemî ya herî baş bi karhanîna ji şîrê mîhî yan bizinî ve dibe. Dermanê ku mirov mentirşê pê çêdike, piştî germkirina (pastorising) şîrî, çend dilopên şîrê firo yê xav ku ji mîh yan jî ji bizinê nuhzayî dihêt wergirtin û çend giyayên baharatî yên teze yên kurdî ne. Mirov vî şîrê germkirî çend saetan li nav cerekê devgirtî li ciyek hênik dihêle. Piştî çend saetan naverok dibe vexwarina mastê rohn, ku hem ji bo birîna maîdeyê (ulser) û hem jî ji bo serêşê (migren) dermanê di cih de ye. Bala mirov dikişîne, ku her çend bi saetan li ciyekî hênik rawestayî be jî, dîsan mentirş wek li ser agir hatibe dahênan germ e. Ji bo çareseriya kula zik û serêşê, divê nexweş wê bi germahî vexwun ku şîfa xwe zû bibînin.

Li metbexa kurdî mast û şîr bi gelek awayên cihêreng û xweş dihêne bi karhanîn. Ciyê mast wisan diyar û girîng e ku li nav metbexa kurdî, loma mirov dibêje: "nan û mast xwarina rast!" Her wisan jî ciyê şîr girîng û pirr diyar e. Loma kurd dibêjin: ”Nan û şir xwarina mîr!

Gundiyên kurd ji bo berhemek şîrî, azîne û metodek pirr kevin bi kar dihênin ku jê re dibêjin Mastê taze. Ev gundiyên hêla herêma Rewanduzê ya Başûrê Kurdistanê ye, ku mastê teze dikin di nav kûzekê de. Pariyek biçûk ji nanê beyat dixin di nav mastî de. Paşê bez germ dikin û bi ser devê kûzî de dikin. Devê kûzî bi qapaxekê baş digirin û girê didin. Erd dikolin û kûzê mastî dixin bin erdê û ser wê digirin ta zivistanê ne derdixin. Gava zivistanê kûzê mastî ji bin erdê derdixin, mast bûye xwedî ç êj û tahmek êdî xweştir.

Li jêrê me çend reçeteyên xwarin û vexwarina mast û şîrî ji metbexa kurdî ji bo we nivîsiye. Ji bo nimûnê, mehîrê bi baharatên teze ku di devê mirovî de dihele.

 

Gelo Zero Axa'yê Kurd ê 160 Salî (1774 – 1934) – Berhemê Bucîzeyî yê Mastî Bû

Zero Axa ku jiyana wî ji hêla zaniyarên sala 1930'yî ve hat bi spartek û belgekirin, wisan dihêt zanînê ku ev kes ew kurdê herî temendirêj ê serdema nûjen (modern) e. Zero Axa xelkê herêma kevneciyayî yê Bitlîsê ye. Av û hewa xweş a herêma Bitlîsê û Kafkasê bi nav û deng e. Ev her du herêm naskirî ne bi kal û pîrên xwe yên temendirêj. Li gelek welatên roavayê wêneyên van kal û pîran her dem li ser pakêta sîr û mêst dixin.

 

 



Zero Agha, 160 (!?) sal jiya

Temenmazinên li Rohilata Navînî, supasiya xwe ji mastî re bi van peyvan diyar dikin: ”Ez bi xêra mastî gihame vî temenî, ne bi xêra Xwedê jî! (Têbînî 13).



Zero Agha, dema hîna 148 (!) salî bû.


Zero Axa gava 17 salî bû ji Kurdistanê hat Konstantînopolê (Stanbolê). Zero Axa ji bo debara jiyana xwe sed salekê (!) sax, karê barhilgiriyê (hemaliyê) kir. Zero Axa gava 90 salî bû jê re kurek çêbû. Zero Axa 12 caran jin hanî. Jê re 28 zaro çêbûn. Ji zarokên wî tenê keça wî ya 80 salî piştî mirina Zero Axa ma li jiyanê. Ne henek e ku heger mirov bibêje Zero Axa sê sedsalan (qurn) jiyaye. Zero Axa ji hêla grûbek arkeologan li Konstantînopel'ê hat naskirin. Ev grûb Zero Axa bi xwe re birin Amerîkayê. Li Amerîkayê nirxê Zero Axa xweş û baş dizanibûn û bi germahî xêrhatina wî kirin.

 

 

________________________________________

 

 


R E Ç E T E

ŞÎRÊ GERM (Şîre-germ): Teyeste: - ji bo 2 kesan: 2 îskan şîr, 3 lib şekir, Durustkirin: Şîrî bikelîne, şekir bike navê, tevde û berde nav îskanê. Hinek raweste da ku tovek (qeymaxek) were serê.

MEHÎR (şorbê mastî) Teyeste: - ji bo 4 kesan: 1 liter mast, 2 dl av, 2 dl danê kutandî, 1 dl nokê kelandî, 2 kevçiyê xwarinê (kxw) ard, 2 hêk, hinek naneya teze, rûnê zeytê, rûnê kere, xwê, îsota hêrandî ya sor. Durustkirin: Av û mast tevde (=dew), Bide ser agir û bikelîne. danê hêrandî bike navê, paşê jî nokê kelandî berde navê. Dû re çend kevçî jî ard û baş tevde. Li vê heyamê hêk jî tê de bişkîne. Hinek na'neya teze jî bixe navê, rûnê zeytê berde di navê de û hinek jî rûnê kere. Bi xwê û îsota sor a hêrandî jî tahmê bidiyê.

DERMANÊ BAPÊŞÊ (şîrê germê bi baharat, dermanê bapêşê): Teyeste:- 1 kes: 1 piyale sîr, nîv kevçiyê çay reşreşik, çend dendikê îsota reş ê glover. Durustkirin: Ş îrî bikelîne, baharatan biêxe di nav de û tevde. Bahartan bi parzûnê jê derxe. Hîna germ e vexwe.

 

Navê şorbeşîrê di çend zimanên cihêreng de:
Şorbeşir (kurdî), Sîrxorma (urdu), Kîr (hindî), Şîrbirinc (farsî), Rez be halîb (erebî), Riso al latte (italî), Sutlac (tirkî), Brindz-i shila (ermenî), Dajsat ores (ibrî).

 

 

 

 

 

 

______________________________________
TÊBÎNÎ SERINC JÊRENOT:

 

* (1): Şoreşa çandinê (agrar) û Mezr û Koçeriyê (pastoral)


* (2): Di encama lêkolînên arkeolojîkî niviştek berdî (kevirî) hatiye dîtin ku ev nivişt wek kevintirîn menuya restorantê dihêt zanînê. Ev nivişta berdî li ser erdê Başûrê Kurdistanê hatiye dîtin. Li yeklemîn rêza vê menuyê ev xwarin hatiye nivîsînê: 'birinca bi pîvaz li nav xwîna berazî kelandî.' Li heman herêmê, kûzekî kevin hat dîtin û bi lêkolîn û analîzan hat , ku bermayê li binê kûzê bade (avoz) bûye. Temenê vê badeyê 2500 sal berî zayinê bûye. Berî ku mirov rast li vê bermayê badeya yê li bin vê kûzê hatibûn, bawerî welê bû, ku mêjûya kevintirîn hunera bidestvehanîna badeyê, li herêma çiyayî ya li Anatoliya Başûrî, li herêma Tarsûsê bûye. Bi dîtina vê cerê, li ser xaka Kurdistanê, mêjûya hunera bidestvehanîna badeyê 1000 sal kevintir çû û her wisan jî şûnewarê hunera bi destvehanîna badeyê jî bi çendî 1000 km êdî ber bi baþûr ve hat. (Çavkanî #19).

* (3): Grûbek zaniyar li Almanyayê, bi alîkariya azîne û metoda DNA'yê şûnewarê niştimanê genim li herêma Diyarbekrê li Bakurê Kurdistanê destnîşan kirine. Dîsan kevintirîn têger (tekerlek) a naskirî ya ji dîrokê, li nêzîkê vê herêmê, li dorhêla golên Wan û Ûrmiyê hatiye dîtin. Ev herêm, herêmek bi çendî 600 km dirêj e û bi çendî 200 km jî berfireh e. Van têgerên ku kli encama lêklînên arkeolojîkî hatine peydakirinê, temenê wan li dor 3000 sal berî zayinê ye. Bi gotinek din xwedî temenek bi 5000 salan in (Çavkanî #16).

* (4): Piraniya erdê Hîvika bi xêr û bêr (Fertile Crescent) dikeve nav sînorên Kurdistanê. 'Tiştê ku vê herêmê ji ciyê din cihê dike, di mêjûya şaristaniyetê de bûyera xwurakê - bûyera çandina şitlan û kedîkirina ajel û sewalan e. 'Piraniya erdê Kurdistanê, erdê çandbar e. 'îqlîm û hewa vî welatî jî, ji bo xweykirina ajelan pirr kêrhatî ye. Ji ber vê yekê ye ku xelkê ku ji rojgariyên kevin ên dîrokê li Kurdistanê jiyane, bi karê xweykirina ajelan rabûne. (Çavkanî #11-13).

Li gundên çol û çiyayên Kurdistanê, li wan gundên ku ji bajaran pirr dûr in, mirov hîna jî wek li zemanên berê, di gel ajelan dirabûn û dirûnin. Di odeyekê de mirov û ajel tevî hev dimînin.

Gava mirov jiyana mezrên kurdan ên ku tê de ajel xwey dibin dikole, mirov şûnewarê cihêreng ên taybet dibîne ku ajel têde xwey dibin. Li gor taybetmendiya xwe ji van ciyan re dibêjin koz”, ”gov”, ”zom”. Gavan û şivan li van ciyan pirr nêzîkê van ajelên xwe dijîn. Xweykirina çeşîdên ajelan, li Kurdistanê pirî caran li gor rewşa erdnîgarî û îqlîma Kurdistanê hatiye hilbijartin. Gerandina keriyên pêz li nav gelek herêman, ji ber xwegihandina ser çêreyên li hawîrdorê bûye. Gava li mehên havînan peydakirina erdên çêre li deverên jêra Dîcleyê pirr dijwar bûye, koçerên xwedîpez bêgav mane ku keriyên xwe ber bi herêma çiyayî ya li dorhêlên çavkaniya çemên Dîclê û Feradê birine. Li van herêman ji bo keriyên pêz her dem çêreyên havînê hebûne. Lê gava ku zivistan dihat, van koçeran, xwe bi pezên xwe dikiþandin herêmên başûrî, ş ûnewarên ku lê çêreya zivistanê bi dest diket. Lêbelê nîvkoçer jî havînan ji xwe re li nav van 'xaniyên' çendemî (muweqet) ên ”koz”, ”gov”, ”zom”an de dijiyan. Zivistanan jî divegeriyan nav malên li gundên xwe, ku li wir her dem qûtê ajelan ê ji bo zivistanê dihat hilanîn. Ev çûnehata ji ber erdnîgariyê û îqlîmê, ji rojgariyên kevin ên dîrokê ta ber bi roja îroyîn, her dem jiyana koçeran li gor van mercan bi reng kiriye. Her wisan ku her hoz û êlên koçeran, di zemanên van çûnehatên salane yên demsalî (mevsim) de, li çûnehatên ji başûr ber bi bakur ve û ji bakur ber bi baþûr ve, ji xwe re dem û guzergahek pirr xweser û taybet diyar kirine. (Çavkanî #13, 15).

* (5): "Ne tenê hesp û ga ji bo alîkariya mirovan dihatin diajotin, xebitandin, her wisan jî hêstir li zemanê berê ajelek barkêş e, kar û xebitandina ji bo kar û barê civakê bûn. Li hinek welatên Asya Nêzîk, hîna jî bi van ajelan kar dihê kirin. Piraniya van hêstirên ku li van welatên asyayî dihêne xebitandin, li welatê kurdan dihêne xweykirin û li nav van welatên cîran belavkirin (Çavkanî #5).

* (6): Li çîrokên efsane û mîtoljiyê de, karê xwedanê (nêr) hetavî karê tirşkirin û nimandina berên giyayî yên wek genim, tirî û cehî bû. Lê belê di nav karê xwedanokên heyvê (mê) jî, heyvankirin berhemên şîrî, mast û penêrê hebû. Gelên serdema antîkî, wan bawerî ev bû, ku yên şîr hewên dikir, xwedanoka heyvê bû. Karê xwedana heyvê, heyvankirina berhemên şîrî û serzêdekirina vê xurakê bû. Li bîr û baweriya van gelên ji rojgariya dîrokî, 'xwedanên Ass' li paş karê prosêsa heyvanbûnê de bûn. Wan şîr dikir xurakê xweşçêj yên wek mast û penêr. Xweda vî karî ji bo mirovên xwe dikirin, da ku ew li zemanên xelayê ji birçîbûnê ne mirin (Çavkanî #24, 25).

Ajelên kedîkirî yên cirbaş, ne tenê çavkaniya xurakê bûn. Ajel her wisan jî li avakirina civakê de alav û navgînek kêrhatî yê herî girîng bûn. Herêma Hîvika Bi Xêr û Bêr, ji zemanên kevin ve bi îndustriya xwe ya qumaşê dihêt naskirinê. 'Berî ku hevrîşm ji Çîn û Hindistanê werin, tevnên van welatan pêwîstiyek berdewamî ya ji bo bi destvexistina hiriyê hebû û çavkaniya temamê hiriya ku diçû van welatan ji keriyên bêhejimar ên herêma Kurdistanê diçû van welatan. Her wisan jî tevaya bajarên welatên Asya Nêzîk jî bi goştê mih û berxên welatê Kurdistanê xwey dibûn. Kurd wek xwediyê kerî û naxirên ajelên bêhejimar, xwedî rolek mazin bûn di jiyana aboriya welatên Asya Nêzîkî de. Ne dûr e ku kurd rojekê hesp bi asûriyan dan naskirin. Hîna jî kurd hesp dizayînin û xwey dikin.'(Çavkanî #1, 5, 10, 16, 18)

* (7): Xurakên teze, bi riya tirşkirin û nimandinê ji bo demên dirêj dikaribûn bihatana hilanînê. Li destpêkê, ji bo peydakirina xurakê li rojên kêmxurak û xelayê, li rojên rûdanên malxirabiyên ku xweza bi serê mirovan dihanî, bû sedema herî pêşemîn û bi tundî (nêçîr) û kedîkirina ajelan. Ev welê berdewam kir ku ta ku mirov êdî bêhtir bû xwedî pêzanîn û tecrubeyên dorhêla ş ûnewar û civaka xwe. Mirov hingê bêhtir mejiyê xwe xebitand da ku ji xwe re rêç û azîneyên ji bo peydakirin û hilanîna xurakê derhêna holê. Bêguman yek ji van rêç û azîneyên zaniyariya hilanîna xurakê, xwehînkirina hunera durustkirina ”Kaşk”'ê bûye. Keşk cûreyek penêrê ya bi riya xwezayê hişkiri ye. Ev xurak ta roja îroyîn jî bêguman herdem li metbexa kurdî hebûye. Salane li metbexa gundên deşt û çiyayên Kurdistanê. Her sal û demsal li binê tûrikê pişta pêşemerge peyda bûye. Keşk zivistanan bi taybetî dikare mirov ji birçîbûnê rizgar bike. Ji lew re ev xurak têr û tije ye proteînan (Çavkanî #13, 24, 25).

* (8):Ass/ess”: yê rastî, yê girîng, yê bingehî, yê bilindkirî, yê çavkanî, yê durust, yê xawên, yê xwedayî (Çavkanî #24, 25, 27)

* (9): Li perestgehên hevdem yên wek dêran, hîna jî şop û bermayên van tore û çanda kevin mane. Perçebiçûka nanê ku keşe li dêrê ji bo çêj û tahmkirinê belav dike, her wisan jî qurtek ji badeya ku dide mêvanên dêlindêzê (merasîmê) ku jê re dibêjin xwîna Îsa'yî, bermayên her vê kevneşopê ne. Bêguman mirovên serdemên kevin ên ku badeyê divexwarin, ew jî her wek van mirovên hevdem ên, ku badeyê divexin, di kar û tesîra ku vexwarina badeyê li ser laşê mirovî dihêle, xwedî bîr û hizrek hevbeş bûn. Yê vê vexwarina 'bi efsûn' divexwe bêguman serxwoş dibe. Kî bade vexwe serxwoş dibe. Ji lew re navê vê vexwarina ku mirovan 'şêt û dîn' dike, kirine 'ava ku mirov dîn dike.', her wek navê 'ava êgir' li nik çermsor, îndiyan û nişteciyan. Ne dûr e ku çiyayê Tûrabdîn (tûr-ab-dîn) navê xwe ji ber vê vexwarinê wergirtiye, ji lew re tevaya dorhêla çiyayê Torê (Tûrabdînê), li rojgariya kevin a dîrokê wargeha hilberîna (produksiyon) badeya ji bo qesra qralên Kurdistana mêjûyî bûye (Çavkanî #27).

* (10): Bi naskirina peyvên li zimên, bi şirovekirin û naskirina nexşên folklorî û her wisan jî bi naskirina jiyana folklorî, mirov dikare çavkanî û bineretna dîroka pêşveçûna tore û kevneşopan derhêne meydanê. Li mîtolojiya grek-anatolî (dîonîkî) ev yek li muzîk û govenda mîllî yê van gelan, pirr zelal xuya dike. Ji bo nimûnê, govenda li ser tiriyan a pêncgavî (pentatonîk), ji vê toreyê hatiye. Sê gavên pêşemîn ji bo baş binpêkirin û eciqandina tiriyê ne, du gavên mayî jî, ji bo bi ş êweya herî baş derxistina ava mayî ji nav tiriyê eciqandî û ji bo herikandina vê avê di nav niqre û sîtilên tirşkirin û nimandinê ye (Çavkanî #25, 27).

* (11): Ferþik (enzymek/hewên) ku li nav ava zikê biçûk ê pez, golik û dewara heye: gava ku mirov dike di nav şîrî de, proteyîna bi navê ji xwe ber dide nav şîrî. Ev ferşik ji zikê golikê dihêt girtin. Ferşik tevaya proteyînên şîrî ji hev dixe û şîrî terte dike. Piştî heyamekê jî şîrê ku ferşik (heyvan) ketiye di navê de, dibe xilt (mast). Gava ava vê xiltê jê parzûn dikin diherikînin, dibe penêr.

Li şûna ferşikê hewêna giyayî (nebatî/mîkrobiyel) jî têt bi karhanîn. Ava ji hejîrên teze, ava hinek baharatên şîn û teze ku wek şîrî spî dikin, ji hêla gundiyên kurdan ve wek hewênê dihêne bi karhanîn, ku ji şîr, mast û penêr bi dest ve bihênin.

Her wek mirovên ji rojgariya kevin ên dîrokê, mirovên hevdem jî bi hêz û tuwaneya mastî baweriya xwe dihênin. Mirov ji berê de xwedî wê baweriyê ne ku mast dermanê gelek derd û nexweşiyan e. Ta ku mirov xwarina mastî kirine sedema temenê xwe yê dirêj. Her wisan jî dibêjin ku mast û şîr, li nexweşiya tuberkulozê (werem), dîzanteriyê dihêt. Mast pêşî li serêşê piştî vexwarina alkoholê digire û her wisan jî mast hêza seksuel a mirovî xurt dike. Li nav xelkê dibêjin ku şîrê germ, hinek îsota reş, hinek reşreşik dermanê serêşê ye.

Lêkolînerên tendurustiyê, her dem dibêjin ku 'çend ji we têt, mast bixwin, ji lew re di nav mastî de bakteriyayê kêrhatî, li hevberê bakteriyayê neyarê zikî şer dikin û wek artêşekê lehengane zikê mirov ji van baktaeriyayê neyar diparêzin.'

* (12): Çiyayê agirverêş ê li Kurdistanê û li ser tixûbên Ermenistanê, navê wî Agri (agir) yan Ararat (agir) e. Her wisan jî bihêne bîra xwe ku wan fuzeyên atomî yên hindistanî jî navê xwedanoka hindî ya agirî: Agni li ser wan e.

* (13): Her çend ku çapamaniya cîhanê ev çend berfireh li ser lêkolînên pîsporan ên li ser temenê Zero Axa rawestane jî, dîsan li ser vê temenê wî yê ev çend nadîde bilind guman jî hatine kirin (Çavkanî #21, 22, 23). Sök gärna vidare på: www.google.com: sökord: zaro agha)

* (14): Wek peyvika curd li zimanê înglîzî ya hindî dihêt wateya mast/yoghurt. Wek dihêt zanînê, peyva lemoncurd jî heye, ku ji xilta/'rîçala' (marmelad) bi çêj û tahma leymûnê re dihêt gotin.

PEYVA DAWÎN: Ev lêkolîn li govara zanistî ya bi navê MJOLKSPEGELN (Nyheter Fakta Forskning Debatt, Nr3 2005, 80 000 lasare) hatiye weşandin. Hêjayê gotinê ye ku piştî naskirina vê lêkolîna Goran Candan'î, ne ma êdî li Swêdê ev fîrmaya sereke li ser pakêtên berhemên xwe yên şîrî, wek carên berê navên tirkî dahênin. Ji bo nimûnê, li şûna 'turkisk yoghurt', ji vir û şûn ve dihê gotin 'MEZE YOGHURT'. Li ser pirsê mirov dikare di malpera "arlafoods.se" de bi firehî bixwîne: ARLAs PRESSRELEASE:

http://www.arlafoods.se/upload/Press/Pressreleasedokument/Bakgrundsmaterial%20Meze.pdf

 

ÇAVKANÎ/ SPARTEK/ BINERETIN/ WÊJEYÎ

1 – Brothwell, Don and Patricia/ Ancient Peoples and Places. A Survey of The Diet of Early Peoples. London, Thames and Hudson, 1969
2 – Diamond, Jerry/ Guns, Germs, Steels The Fates of Human Societies
3 – Jensen, Per/ Djurens betende – Och orsakerna till det, 1993
4 – Lewan, Bengt/ ARKADIEN – Om herdar och herdinnor i svensk dikt, Bokförlaget Nya Doxa, 2001
5 – Svenning, Carl-Elof/ Politisk Tidskrift, CUF, Januari 1964 (om de moderna kurdiska herdestammar)
6 – Sjölander, Sverre/ Naturens budbärare, Nya Doxa
7 – Der Harotunian, Arto/ Yoghurt Boken, Rabén & Sjögren, 1983 (Grîngî û bi karhanîna mastî li Rohilata Navînî)
8 - Darwin, Charles/ The Origin of Species, 1859.
9 - Wigram, Edgar T. A./ The Cradle of Mankind - Life in Eastern Kurdistan, London, 1914.
10 - Child, Gordon/ What Happened in History, 1942. (Derbareyê wan mirovên (jin) li Kurdistana mêjûyî ku þaristanî bi destê wan zaye - Þoreþa Çandinê)
11 - Braidwood, Robert J. & Howe, Bruce/ American Anthropological Association, University of Chicago, The Jarmo Projekt 1948. (lêkolînên antropolojîkî ya derbareyê ajotina þitlan û kedîkirina ajel û sewalan)
12 - Braidwood, Robert J. & Howe, Bruce/ Prehistoric Investigation in Iraqi Kurdistan, 1960 (lêkolînên antropolojîkî ya derbareyê ajotina þitlan û kedîkirina ajel û sewalan)
13 - Nickles, Harry G/ Middle Eastern Cooking / The Food That Launched Civilisation, 1969. (xebata antropolojîkî derbareyê ajotina þitlan û kedîkirina ajel û sewalan)
14 - SCIENCE, Site of Einkorn Wheat Domestication Identified by DNA Fingerprinting, 1312-1314, 14-11-1997. (xebata zanistî ya derbareyê lý dîrokê cara yekem ajotina þitlan li Çiyayê Qerac - Li Kurdistana Mêjûyî li Amîdayê.)
15 – Besikci, Dr Ismail/ Ismail Dogu Anadolunun Düzeni – Sosyo-Ekonomik ve Etnik Temeller. (Bingehên etnîkî û aboriya civakî li Rohilata Anatolyayê) 1969. (Derbareyê lêkýlînên hevdem ên antropolojîkî yên li Kurdistanê Dr Ismail Besikci, sosolog, dîroknas, zaniyar)
16 - Prof Stuart Piggot/ The Beginnings of Wheeled Transport. Scientific American, July 1968, p. 82-90. (lêkolînên antopolojîkî li devera ku têger (tekerlek) cara yekê hatiye pevxistinê)
17 – Lo Yogurt E La Salute/ www.geocities.com/HotSprings/1015/salute.htm
18 – Hvar 8 Dagar. Nr 9, 1927 Tacklade av då de 160 åren blevo ifrågasatta. Världens äldsta man Zero Agha avliden i Konstantinopel.
19 – Illustrerad Vetenskap. Nr 6 1995
20 - Nature. Autumn 2003 (Lêkolîna derbareyê avahî û reh û koka zimanên Îndo-ewrûpî)
21 – Cornucopia. No 7, 1994/95. (Zero Agas biografi)
22 – Times, July 3, 1930. The Oldest Man – A visit to Amerika (om Zero Agas resa till USA)
23 – Kurdish Times, Vol. 1, No2, 1986, New York (Zero Agas biografi)
24 – Skyterna, Rice, Tamara Talbot, Natur och Kultur, 1958
25 – Herodotes/ Historia, Norsteds, 2000
26 – Seton, Lloyd/ Ancient Turkey, 1989
27 – Macqueen, J. G/ The Hittites and their contemporaries in Asia Minor, 1986
28 – Illustrerad vetenskap / Nr 7, 1991
29 – Svensk – Latinska Ordbok, Vilborg, Ebbe, 2002

 

 

SPARTEK Û BINERETIN A PEYVAN

PEYV
EREBÎ
ERMENÎ Asûrî/Suryanî Avesta/Pehlewî (*) Bulgarî Înglîzî Frensî Îbranî
MJÖLK heleeb kat khalwa/ helwo SHEER MLEKO MILK lait khelav
YOGHURT leben MAZUN qatiro/MASTO MAST Kiselo mleko YOGHURT
Indisk Engelska: curd
YOGHURT lebenia
OST jaban BANÉR gupta/ geweto PANEER Sirene/KASHK aval cheese fromage gvina
VIN KHAMAR gini IZalla - khamra/hamro HOMA VINO WINE VIN yayin
ÖL BEERA karedjur BEERA/ beera gatara BIRA BEER BIÉR BIRAH
BRÖD khobz hats lakhma/ lahmo NAN hljab BREAD PAIN lechem
MÅNE qamar lusin sahra/ sahro MAH luna MOON lune LAVANA
JÄST KHAMEERE tutKHEMUUR KHAMEERA/ HEMEERO KHOMA MAJA yeast ferMENTation shmarim
VETE qamah tsören KHATA/ HETO gandom, ghala JITO Wheat blé KHEETA
MJÖL taheen alyur qamkha/ qamho ARD brashno Flour farine kemah
HÄST HESAN dzi susya/ sesyo ASP kon HORSE cheval soss
OLJA ZEYT YOGHN, ZAYT ZAYTA/ ZAYTO RON OLIO oil huile shehem
DEG ajeen KHEMUR laysha/ laysho KHAMEER testo dough pâte Kelev, bahtsek
SOL SHAMS arev shamsa/ shimsho hetab slnce sun soleil SHAMS
ÄGG bayda dzu bicta/ bichto HEK jaice EGG oeuf beitza
ESS(entia) ASSASIA eakan/karevor itutaya/asasiyo ESASSA OSNOVA ESSENTIAL ESSENCE tomsitz, ikari
GRÖT aseeda shila shurwa/ dashishto firni kasha porridge bouillie dajsa
JORD ERD hogh ARCA/ ARCO ERZ ZEMJA EARTH terre ADARN, olam ERETZ
OSTMYSSJA/KVARG jaban TAZAj katnashor gupta khatta/ Geweto, hathto   Prjsno sirene CURD fromage fraiche GVINNA LAVANA
ELD nar krak nura/ nuro ATER/ ATARSH OGN fire feu esh


PEYV
Îtalî
Kurdî Latîn Farisî Sanskrît Spanî Almanî
MJÖLK LATTE SHEER LAC SHEER dugdha LECHE MILCH
YOGHURT YOGHURT MAST IOGURTINUM MAST   YOGHURT
JOGHURT
OST formaggio PENEER CASEUS PENEER PANEER QUESSO KÄSE
VIN VINo AVOZ VINUM mey madira VINO WEIN
ÖL birra avdjah CEREVISIA BEERA CERVEZA   BIER
BRÖD PANE NAN PANIS NAN   PAN brot
MÅNE LUNA HEYV/MAH LUNA MAH chandra LUNA MOND
JÄST lievito HEVEERtirsh FERMENTUM KHAMEERtorsh KHEMEER levadura HEFE
VETE GRANO GENEM triticum GENDIM GEHUN trigo weizen
MJÖL farina ARD farina ARD   harina mehl
HÄST cavallo HESP equus ASB ASHVA, ghora (hindi) caballo pferd
OLJA olio ZAYT, RÛN ÓLEUM RUGHN tel aceite ÖL
DEG pasta HEVEER MASSA KHAMEER KHAMER MASA teig
SOL sole HETAV, Teezh, khor sol AFTAB sooraj sol sonne
ÄGG uovo HÊK ovum Takhm-e morgh andaa huevo EI
ESS(entia) ESSENZA USSARE (z)* ESSAS ESSEMS/ESSÉNTIA Jawhar, ASAS ASTAR ESENCIA ESSENZ
GRÖT Pappa Tûtmac (z)* puls forni Daliya (hindi) gachas brei
JORD terra ERD TERRA ARD, ZEMEEN Prithvi, darthi (hindi) TIERRA ERDE
OSTMYSSJA/KVARG Ricotta, mosarella Lor, khilt   PANEER-E TAZEH   requesón, queso fresco quark
ELD fuocu AGIR, AR IGNIS ATESH AGNI fuego feuer


* Avesta: Zimanê kevin ê şaxê rohehelatî ya hindo-ewrûpî ye. Her wisan jî jimanê pîroz ê ola zerdeştiyê ye. Kurdiya nû ji Avestayê ye.


* Pehlewi: Zimanê kevin ê şaxê rohehelatî ya hindo-ewrûpî ye. Farsiya nuh ji Pehlewî dihêt.

* (z): Zaravayê kurdî: zaza/dumilî

 

Spasî ji bo: Dr Vera Beaudin Saeedpour Seroka Kitêbxane û Muzexaneya Kurdî li New York'ê. Dr Sunil Sharma Pîsporî Herêmî ya wêjeyî li Zankoya Harvard University. Dr Peggy Pearlstein Pîspora Herêmî ya wêjeyî li Library of Congress, Waşîngton DC, Temoyê Zêrîn Mamosteyê kurdî Li Huddîng'ê, Swêd, Rohat Alakom lêkolîner, Mehdi Zana nivîsevan. Kenan Fanî Dogan lêkolîner, Dr Selaheddîn Rastgeldî lêkolîner. Beston Nore lêkolîner, Diako M nivîsevan, Hamid Kilicaslan lêkolîner, Kayfi Asad wergêr, Madhat Kakei hunermend. Maria Stenmark karkenar, Besna A. xwendekar, Robin Candan, xwendekar, Ali Karduxos, lêkolîner, Yûnanistan.


Wêne: Arne Adler
Kelepûr û materyal: Kurdish Book Bank - SARA

 

©- COPYRIGHT: HEMÛ MAF (ÊN WÊNEYAN) PARASTÎ NE Kopîkirin a Bê destûr ji binî qedexe ye!

Ev wêne ji Govara SCIENCE'ê hatine kirînê. Loma heger kesek bixwaze van wêneyan li derveyî vê maqaleyê dîsan biweshîne, divê ji vê govarê DESTÛR werbigire. Mafê destûrê bi 1500 kronî dihêt bi destvexitinê.


Dûmahî / Berdewamî

 

 

 

 

MJÖLK - Den magiska drycken i det kurdiska köket

 

ALLT OM MAT

 

PASTORAL REVOLUTION

 

HISTORISKA KURDISTAN
- De första böndernas land

 



Foundation For Kurdish Library & Museum

BAKGRUNDSMATERIAL

MJÖLK – EN MAGISK DRYCK I DET KURDISKA KÖKET:




FAKTA OCH KURIOSA OM MEZE OCH YOGHURT