BERHEVKIRIN
Û
LÊKOLÎNEK BIÇÛK
LI SER
KURDOLOGIYA HEVDEM - I

Kurdistana
mêjûyî sûnewarek xwedî taybetmendiya
xweser e. Vê rastiyê, nivîsevan
û lêkolînerê hêja Harry G. Nickles, ku ji
kok û binyad ve yûnanî ye, lê li Amerîkayê jiyaye, di lêkolînek xwe ya, ku li
dawiya salên 1960'î de kiriye, welê destnîsan dike: 'Kurdistan
xwedî taybetiyetek bi serê xwe ye. Tistê ku vê herêmê ji ciyê din cihê dike,
di mêjûya saristaniyetê de bûyera xwurakê - bûyera çandina sitlan û kedîkirina
ajel û sewalan e. Li gor hemû materiyal û spartekên arkeolojîkî yên li ber dest,
ev gavê mezin, cara pêsîn li ser ruyê erdê, li vî welatî hat avêtin. Cara yekemîn,
bi vê pêsketina li Kurdistanê, mirov xwe hînî çandin û kedîkirinê kirin û her
bi vî awayî bi sêweyeke herdemî bidestxistina xwarinê ji xwe re ewle kirin û
herdemî bûn xwedîxurak. Bi vê bûyerê bingeha hemû saristaniyê hat lêkirin û
riya avabûna gund, bajar, netewe, sahînsahî, hunera nivîsînê, wêje, qanûn û
zaniyariyê vebû' (1).
Ji
hêla zanistên amerîkî ve, di heyama
salên 1960'î de, li ser Kurdistanê lêkolînên înteresant hatine kirinê. Em ê
bi taybetî li ser xebatên naskirî yên arkeolog Profêsor Robert James
Braidwood û Profêsor Stuart Piggot'î rawestin, ku
xebatên van her du lêkolîneran sayanê balkêsiyek mazin û her wisan jî ciyê sanaziyek
pir a mazin e ji bo me kurdan (2, 3).
Arkeolog û lêkolîner Robert James Braidwood û Bruce
Howe, sala 1948'ê lêkolînek li herêma Çemçemalê,
li Gundê Çermo'yê, yê ku li navbera Silêmanî û Kerkûkê, li
Kurdistana Basûr'î ye, dikin. Di vê lêkolînê de, sop û bermayên sûnewarek plankirî
ya avahiya bi destê mirovên mêjûyî avabûyî derdikeve meydanê. Her wisan jî diyar
dibe, ku li vî sûnewarê mêjûyî, ji vê berî bi 9 hezar salan, hem genim
hatiye çandin û hem jî ajel (heywan) hatiye kedî û xwedîkirinê.
Robert James Braidwood, sala 1948'ê, ji hêla University
of Chicago ve hatiye sandin ku vê lêkolînê bike. Pistî vê xebatê bi
12 salan, sala 1960'î, University of Chicago, encama vê xebata
li Kurdistana Basûr'î dike berhemek bi 200 rûpelan û diwesîne. Hingê ew berhema
me li jor nimandî ya bi navê Prehistoric Investigation in Iraqi
Kurdistan derdihê meydanê.
Neha ciyê wê ye ku em berhemek, ku li ser heman mijarî, li sala 1942'yê, ji
hêla arkeolog û mêjûnivîsê navdar yê awûstralyayî, yê hêja Gordon Child'î
jî binimînin: Çi Li Mêjûyê Rû Dabû? (Happened in History?)
Li
gor Gordon Child, mirovên ku cara yekemîn sitil
li erdê danîne û zad ajotine, jinên Kurdistana dîrokî bûne. 'Jin li ber
koza êgir, li bendî hatina peyayên, ku çûbûn nêçîrê diman û sexbêriya zaruyan
dikirin. Li gor
vê teoriya zaniyarî ya Dîroka Pêsdeçûna Mirovayetiyê, rojek gava jinên li ber
koza êgir dimeyizînin, ku wan tovên genimê bejî, (Tritticum Dicocciodes)
ku jê çend kulm ji bo xwarina zivistanê ji xwe re komkiri bûn, di avê de dîsan
sîn tên, hingê jin ew dîsan li erdê diçinin. Bi vî awayî, ew xwarina ku saristaniyê
dizêne, bi destê jinên vî welatî tê holê.'
Tritticum Dicocciodes di bilindahiya ji behrê 600 ta 1300 meter de sîn têt. Ev sûnewarê, ku ev genimê bejî lê sîn têt, cografya Kurdistanê bi xwe ye.
Her wisan jî arkeologek navdar yê
din ê amerîkî yê bi navê profêsor
Stuart Piggot, lêkolîn li ser Mêjûya
Pêsveketina
Mirovayetiyê
kiriye. Lêkolîna li ser sop û bermayên mêjûyî,
dîsan lêkolînerê xwe biriye ser xaka Kurdistanê.
Ji lewre di dawiya salên 1967'ê de li nêzîkê Gola Wanê, ji hêla
arkêologan goristanek mêjûyî hat derxistin li ronahiyê. Di vê goristanê de erebeyek
bi vê têgera xwe ya destpêkî hat dîtin. Bi azîneya (mêtoda) Carbon14 (C14) hat
rûsipîkirin û diyarkirin, ku ev têger ji serdema 3500 sal berî zayinê maye.
Têgera ku di dema erdkolana projeyeka lûleya petrolê de hatibû dîtin, ku
ji hêla Stalîn ve li Qefqazê hatibû destpêkirin, bi çendî 1000 salan ji vê têgera
ku li dewrûberên Gola Wanê hatiye dîtin nûtir eç Ya Ev a li nêzîkê Gola Wanê
1000 sal kevintir derket. (3)
Nexwe van gotin û pesnên Robert James Braidwood, Gordon Child, Harry
G. Nickles û Jean M. Auel, tev jî rûspî bûn û li ciyê
xwe derketin. Ji lew re komek lêkolînerên alman, sala 1997'î, ji 6 reseparçeyên
(qit'ayên) çandbar ên dunyayê çengek genim hanîn û li jêr azîneya zanistiya
DNA'yê lê hûr bûn. Encama vê xebata xwe di govara bi nav û deng ya SCIENCE'ê
(zanîn) wesandin, ku 'reh û koka tevayiya genimên li
cîhanê hatine çandinê ji Çiyayê Qerec'ê ye' (4).
Di salên 1970 û 80'yî de nivîsevaneka din a amerîkî ya bi navê Jean
M. Auel (5) heye, ku çalakiyên wê yên çandî û wêjeyî jî sayanê bal
û serincê ye. Ji lew re ev nivîsevana hêja ya ji bajarê Sîkago'yê, li ser mijara
xebata Robert James Braidwood'ê, xebatek wêjeyî ya fanteziyê
kiriye. Nêzîkî deh hezar rûpelan roman afirandiye li ser
Kurdistanê û li 5 berhemên xwe yên wêjeyî, vê mijarê li nav temamiya gelên cîhanê
bi naskirin daye û belav kiriye. Romana wê ya yekemîn li ser Sikefta
Sanîdarê ya li herêma Çemçemalê, li navebra Silêmanî û Kerkûkê, li
Kurdistana Basûr'î ye. Navê berhema wê: Gelê Sikefta Hirçî
(The Clan of the Cave Bear) ye.
Di salên 1970 û 80'yî de nivîsevanek din a amerîkî ya bi navê Jean M.
Auel (5) heye, ku çalakiyên wê yên çandî û wêjeyî jî sayanê bal û serincê
ye. Ji lew re ev nivîsevana hêja ya ji bajarê Sîkago'yê, li ser mijara xebata
Robert James Braidwood'ê, xebatek wêjeyî ya fanteziyê kiriye. Nêzîkî deh
hezar rûpelan roman afirandiye li ser Kurdistanê û li 5 berhemên xwe
yên wêjeyî, vê mijarê li nav temamiya gelên cîhanê bi naskirin daye û belav
kiriye. Romana wê ya yekemîn li ser Sikefta Sanîdarê ya li
herêma Çemçemalê, li navbera Silêmanî û Kerkûkê, li Kurdistana Basûr'î ye. Navê
berhema wê: Gelê Sikefta Hirçî (The Clan of the Cave Bear)
ye.
Me ji vê heyamek berê, li nav medya kurdî, bi berfirehî bahsa mijara kevintirîn
sûnewarê çandina genêm û kedîkirina ajelan kiribû. Me divê neha em piçek
çêl û bahsa vê nivîsevana bi nav û deng Jean M. Auel, ku nêzîkî
deh hezar rûpelan li ser sikeftek û herêmek Kurdistanê nivîsiye, bikin. Ev çi
sikeft e, ev kîjan herêm e, ku nivîsevan bi deh hezaran rûpelên pirtûkan li
ser dinivîsin? (6)
Bersiv pir hêsan
e: Di pêsketina saristaniyê de ev cografya mêjûyî,
van sikeftên li vê cografyayê rolek bingehîn leyistine.
ÇAVKANÎ/ BINERETIN/ SPARTEK:
_____________________________
1- '.. historically Kurdistan is in a class by itself. What makes the region
unique is an ancient event in the history of food and of mankind – the domestication
of plants and animals. According to all available archeological evidence, this
great achievment first took place here. It gave man his first dependable and
manageable food supply, and it provided the foundation upon which was built
all civilization: villages, cities, nations, empires, writing, literature, law,
science.' Middle East
Cooking, 1969, Foreword by Harry G. Nickles
2- LÊKOLÎNÊN PÊSMÊJÛYÎ DERBAREYA KURDISTANA IRAQÊ, Robert James
Braidwood, Bruce Howe, University of Chicago, 1960

Ev pirtûk: li
arsîvxane û pirtûkxaneya millî ya amerîkî:
Library of Congress
û li arsîvxaneya SARA'yê/Kurdish Book Bank - SARA'yê heye.
3- THE BEGINING OF WHEELED TRANSPORT, by Stuart Piggot, Scientific
American, Vol 219, No1, 1968, pp82.9
DIRÛB A: dirûbê (sekil/fîgur) ereba bi têgera (çerxa)
destpêkî (îptîdaî, prîmîtîv).

DIRÛB B: Nexseya ku sûnewarê kevintirîn têgerê (çerx)
destnîsan dike:

DIRÛB C: Dirûbek din a ku li ser vê mijarê hatiye xêzkirinê:

Ev dirûbê (fîgur) ereba bi têgera (çerxa) destpêkî (îptîdaî, prîmîtîv)
Göteborgs-Posten 25 juli 1971.
Dirûb Ç: Têgera ku li nêzîkê Gola Wanê, ji hêla arkêologan
goristanek mêjûyî hat derxistinê.

Dirûb D: Nivîsa (têksta) lêkolînî ku Stuart Piggot
nivîsiye. Di vê nivîsê de hêja Stuart Piggot gava sûnewarê
kevintirîn têgera mêjûyî ku hatiye dîtin çêl û bahs kiriye, peyvên "zozanên
Kurdistanê" nimandiye:

4- SCIENCE - GOVARA ZANIYARIYÊ. Sal 1997, govara bi nav
û deng SCIENCE
(ISSN:0036-8075) li jimareyek (97-11-14) xwe, encama xebata grûbek zaniyarên
almanî nivîsî. Ev grûba zaniyarên almanî, çengek genim ji her hêlên dunyayê
hanîbûn û li ser lêkolînê kiribûn. Li gor zaniyariya nûjen a DNA'yê fêm kiribûn
ku kok û rehê genimên
li çarmedora dunyayê, ji Çiyayê
Qerej ("Qerecdax"), ji herêma Amîda'yê (Diar-î Bakr - bajarê
xwedî zebesên hût) ji Bakurê Kurdistanê hatiye.
Dirûb A:

Dirûb B:

5- JEAN M AUEL (1936, Chicago), ku nêzîkî 10.000 rûpel li ser
Sikefta Sanîdarê li Kurdistana Basûr'î nivîsiye.
Hemû berhemên wê yên li gor rêzê ev in:
1- Gelê Sikefta Hirçî
2- Newala Hespan
3- Nêçîrvanên Mamûtan
4- Rêvaçûna li Destan
5- Sikefta Nehemîn
Dirûb A: Pirtûka Gelê Sikefta Hirçî
(The Clan of the Cave Bear)

Dirûb B:
JEAN M AUEL (1936, Chicago)

6- SIKEFTA SANÎDARÊ. Li herêma Çemçemalê, li navbera bajarên Silêmanî û Kerkûkê, li Kurdistana Basûr'î.
Dirûb A: Wêneya otantîk
Dirûb B: Wêneya fantezî (xeyalî)
Dirûb C: Bergên çend pirtûk û fîlmên li ser Sikefta Sanîdarê
ji van ya herî navdar ku artîsta navdar Daryl Hannah a Hollywood'ê xwedî rola sereke ye, çîroka gelê Sikefta Sanîdarê ya mêjûyî dike.



Fîlma ku Hollywood li ser jiyana gelê li Sikefta Sanîdarê yê mêjûyî çêkiriye: The Clan of the Cave Bear, artîsta bi nav û deng a Hollywood'ê Daryl Hannah di vê fîlmê de xwedî rola sereke ye.
Sûnewarê Sikefta Sanîdarê li ser Nexseyê
Berhemek lêkolînî ya bi navê: Goristana ji Serdema Kevirî ya Pêsî Li Sikefta Sanîdarê
The Proto Neolithic Cemetery ku ji hêla Ralph S. Solecki, Rose E.
Solecki & Anagnostis P. Agelarakis'î ve hatiye nivîsîn
TÊBÎNÎ/ SERINC/ JÊRENOT:
1. Çavkaniya Wêne û dirûban:
a- Xal 3, Dirûb 3, ji meqaleya li ser heman mijarî ya gorbuhist Dr
Selahedîn Rastgeldî, ku li Stockholm'ê jiyaye û li wir koçê dilovaniyê
kiriye, hatiye standin. Ev dirûb ji arsîva Rohat Alakom'î
gihaye vê meqalê.
b- Xal 6 dirûb A-C ji meqaleya li ser heman mijarî ya hêja Eyubê
Millî, hatiye standin.
2. Ji vê bi heyamek berê, min çêl û bahsa van berheman di medya kurdî de li ser mise rojname û govaran belav kir, ku ev mijar ji hêla gelek kurdên hizirrewsen, kedkarên çandî, xelk û nivîsevanên me bi tundî were naskirin û belavkirin.
Me î roj ji her demê bêhtir pêwîstî bi mêjûya zanistî, ramyariya zanistî, wêje û çanda zanistî heye.
Bi hêviya ku em li ser van karguzeriyan her berdewam bin.
Pir supasiya wan hevalên hêja dikim, ku bi wêneyên xwe vê meqaleyê dewlemend kirin.
COPYRIGHT: Mafê spartekan (dokumentan) parastî ne.