Zimanê Kurdî û Fêrbûna Zimên -I- /Bavê Barzan/

 

 

 

 

Mêjû û avahiya zimanê kurdî

Zimanê kurdî zimanê kevn ê Avesta ye. Alfabeya kurdî ji 31 tîpan pêk hatiye. Zimanê kurdî bi sê (3) alfabêyên cihê dihê nivîsînê. Alfabeyek a kevin a zimanê kurdî heye. Î roj pir kes ni karin bi vê alfabeyê bixwînin û binivisînin.

A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S S T U Û V W X Y Z

Kurd li bakurê Kurdistanê (Tirkiye) bi kurmancî dipeyivin û alfabeya latînî (romî)* bi kar dihênin. Kurdên li baþûr (Iraq) û li rojhilatê (Îran) bi zaravayê soranî (silêmanî) dipeyivin û alfabeya ku jê re dibêjin erebî, bi kar dihênin. Kurd li rojavayê Kurdistanê (Sûrî) jî bi kurmancî dipeyivin.

Besek ji kurdên li Kurdistana basûr û rojhilatê jî bi kurmancî dipeyivin. Zaravayê ku ji hêla piraniya kurdan ve dihê peyivtinê, kurmancî ye.

Li jêrê nexseya têkuz a lîsteya tev zarava û devokên lokal (mehellî) ên zimanê kurdî diyar e.

 

 

CIHDERKA (Articulation) DENGDÊRAN / DENGDARAN

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Çar zaravayên sereke:

KURMANCÎ (K) yan jî KURMANCIYA JORÎN
SORANÎ (S) yan jî KURMANCIYA JÊRÎN
GORANÎ (G)
LORANÎ (L)

 

Zaravayên lokal (mehellî) ên her çar zaravayên sereke û têkilbûna (integration) wan a bi hev re:

1- Bacalanî (G)
2- Badînanî/badînî (K)
3- Bextiyarî (L)
4- Beyazidî (K)
5- Botanî/botî (K)
6- Erdelanî (S)
7- Feylî/behreyî (L)
8- Germiyanî (S)
9- Hawramanî/hawramî (G)
10-Kelhorî (L)
11-Kuhgalû (L)
12-Konyayî/haymanayî (K+S)
13-Lekî (L)
14-Mamasanî (L)
15-Mukrî (S)
16-Rojava/berfiradî (K)
17-Silêmanî (S)
18-Semdînanî/hekarî (K)
19-Sêxbizinî (K+S)
20-Torî (K)
21-Zaza/dimilî (G)



KURMANCÎ (/kurdî/kurmanciya Jorîn): botanî/botî**, badînanî/badînî, beyazidî, Þemdînanî/hekarî, cizîrî, rojava/berfiratî
SORANÎ (/sorî/kurmanciya Jêrîn/kurdî)
: mukrî, erdelanî, silêmanî, germiyanî,
GORANÎ (/gorî/kurdî): zaza/dimilî, bacalanî, hewramî,
LORÎ (/lorî/kurdî): feylî/behreyî, bextiyarî, mamasanî, kelhorî, lekî, kuhgalû

(KURMANCÎ, SORANÎ, GORANÎ, LORÎ = KURDÎ)

 

Cografya zimanê kurdî:

Bacelanî li rohilata Kurdistanê dihê peyivtin. Navçeyek xêlî (eþayirî) ye, ji gelek gundan pêk hatiye. Li qezayên wek Kamjaran, Þêrwan, Qela, Qeysewend, Maraw, Kemanger dihê peyiftin.

Badînanî li deverên baþûra herêma Botan, li Dihok, Amêdî, Akre, ÞSêxan, Zêbar û Barzan, her wisan jî li rohilata Hekarî, Soma, Xoy, Mako, Ûrmiye û li gundên Þino dihê peyivtin.

Bextiyarî li baþûra rohilata Kurdistanê, li deverên Daran, Mescîdê Silêman, Þehre Kurd, Çarmihal, navçeya Piþtgoy'ê û li deverên mayîn dihê peyivtin.

Beyazidî li bakura Kurdistanê, bi nêzîkî li tevayiya Serhedê dihê peyivtin, Qers, Agrî, Erzerom, Erzincan û deverên wan.

Botanî/botî Li navrasta Kurdistanê li, deverên pêþî li Cizîr, Sêrt, Þirnex, Silopiya, Diyarbekr, Zaxo, Dêrika Hemko (Malikiyê), paþê jî li deverên Farqîn û Diyarbekr'ê dihê peyivtin.

Cizîrî li deverên Mêrdîn (Amardîna), Midyad, Nisêbîn, Qamîþlo, Þengal û Amûdê dihê peyivtin.

Erdelanî li Rojhilata Kurdistanê, li derdorên Sine, Rewanser û Ciwanro'yê dihê peyivtin.

Feylî/behreyî li baþûra Kurdistanê li Bedra û Bexdadê dihê peyivtin.

Germiyanî li baþûra Kurdistanê li êrdimên Kerkûkê dihê peyivtin.

Hewramanî/hewramî Li rojhilata Kurdistanê li Awa, Biyare,Tewêle, Hewraman-î Text, Hewraman-î Lihon, Paweh, Newsûd, Dizlî, Nodse, Dînewer, Zengene, Siyamensûr, Þêxan, û beþek jî li devera Sinê û Ciwanro'yê jî dihê peyivtin.

Kelhorî li rojhilata Kurdistanê li deverên Kermanþan, Xaneqîn, Mendelî, Bedra, Kût û li Bicar, Qurwe, Hersîn, Kengawerö Sehane û Sonqur'ê dihê peyivtin.

Kuhgalû li baþûra rohilata Kurdistanê li deverên Behbehan û Qeleyê Golabê dihê peyivtin.

Lekî li dorhêlên Kermanþan, Îlam û Eywanþarê dihê peyivtin.

Mamasanî li êrdimên baþûra Kurdistanê, li Loristanê dihê peyivtin.

Mukriyanî/mukrî li rojhilata Kurdistanê, li navçeya Mahabadê dihê peyivtin. Mahabad di dema xwe de navenda Emareta Mukriyan bû. Weke din mukriyanî li dorhêlên Þino, Nexedeh, Xane (Pîranþehr), Serdeþt, Bokan, Sanqele û li Seqize dihê peyivtinê.

Rojava/berfiradî Li Ruha, Mereþ, Dilûk (Entab), Mazra û li baþûra rojavaya Kurdistanê li êrdimên Efrînê dihê peyivtin.

Silêmanî/soranî/sorî li êrdimên Silêmaniyê, li Þehrezor, Qela Çolan, Çiwarte, Mawet, Penciwîn, Çemiemal, Qadî Kerem, Leylan û yên mayî dihê peyivtin.

Semzînanî/semzînî/hekarî Weke nav li ser e, li hemû deverên Colemergê û li van navçeyên li jêr nimandî dihê peyivtin: Colemerg, Nehrî, Oramar, Gever.

Þêxbizinî Kurdên ku ji demên kevin ve hatine ber bi nav Tirkiyê ajotinê. Ev devoka pir mehellî, bi tenê ji hêla kurdên li deverên Enqere û Stanbolê dihê peyivtin.

Torî li deverên Kercews, Kerboran û Midyad'ê dihê peyivtin.

Zaza/dimilî li bakura rojavayê Kurdistanê li deverên Cebaxcor (Bîngol), Mazra (El-Azîzî), Palo, Gênc, Hêne, Sêwreg û Çêrmûg'ê dihê peyivtin. Zaza/dimilî û hewramî pir nêzîkî hev in.

 

 

Alfabeya kurdî bi sê alfabeyan latînî, kîrîlî û erebî

 

 

Peyvsaziya Bêpîvan

Sasiyên di warê peyvsaziya (termînologiya) bêpîvan, ên di nav zimanê me de, hem zimanê me aloz û hem jî qels dikin. Divêt ku em her dem û zeman, peyvên ku li gora pîvanên peyvsaziya xwerû ne hatine honandinê, ji nav zimên derînin.

Peyv, tenê li gor mercên bingehîn ên rêzimanê kurdî, li gor bingeha sazkirina peyvan, di zimanê kurdî de ava dibin û li gor van merc û prensîbên diyar, di zimanê me de, ciyê xwe digrin.

Van peyvên ku li derveyî van merc û prensîbên bingehîn ên rêzimanê kurdî ava bûne, divêt di her keys û derfetê de bihêne destnîsankirin û ji nav zimanê me derxistin:

 

RAST

SAS
Mîretî
dewlet
Hevrê
rêheval
Dagîrker
mêtinger
Nimûne
mînak
Xwendegeh
xwendingeh
Gotinên Pêsiyan
metelok
Çiriya Yekem
cotmeh
Doman
pêvajo
Netewe
netew
Sirs
raker/ jêbir
Anatolya
Anadolu



PEYVÊN
- ku di nav gelî de sas bi kar dihên:
Bi SASÎ
- li sûna van peyvan bi kar dihên:
Nivîskar (Katib, sekreter, prînter)
Nivîsevan (edîb, yazar)
Pîrek (Pîrejin, kocakari)
Jin (nîsa, kadin)
Seg (Kûç, köpek)
Kûçik (segê biçûk, boncî)


Nimûneyek bingehîn ji peyvsazkirinê re, naskirina bingeha peyvên li zimanê kevn ê kurdî Avesta'yê ye. Heger mirov lêkolînek biçûk li ser dîroka peyvsnasiyê bike, hingê awirdanek li zimanê kevn ê kurdî li Avesta'yê, di vî warî de bersiva gelek pirsan dide. Ji bo hinek naskirina vî zimanê me yê kevnare, fermo em li avahiya çend peyvên bi pênc hezar salan kevn temase bikin:

 

AVESTA

KURDIYA NÛJEN
Vafra
befr
Vîfra
bîr
Vîsant
bîst
Vaya
ba
Varaza
beraz
Var
baran
Gama
gav
Roaxsna
rohnî
Baxra
behr
Xîsathra
sehr
Gaosa
guh
Maêsa
mîh
Tarsna
tihnî
Çesman
çav/çehiv
Mazent
mazin/mezin



TBN: Xebatên ji bo bi awayek giþtî naskirina devokên zimanê kurdî, bêguman îro ji ber hebûna van atengên li ber kirina xebatek vekolînî ya rêk û pêk li ser tevayiya axa Kurdistanê, xwedî kêmasî ne. Ev erk bi awayekî baþ bi tenê di rewþ û pergalek serbest û azad de û li ser axa welêt dikare bi cih were. Ji lewre jî dê kêmasiyên vê xebatê hebin. Em hêvîdar in, ku rojek dê xebatkarên din vê babetê, vî karî ji vê derê rahêjin û bibine serî ta armancê.

FERHENGOK
_________________________


Avesta: zimanê kevin ê hind-ewrûpî ye

Êrdim: herêm, mintiqe

Mêjû: tarîx

Pergal: çap, rews

Rewþ: weziyet

Têkuz: kamil, mukemmel


JÊRENOT/SERINC/TÊBÎNÎ (TBN):
_________________________________________

* ROMÎ: Mebest (meqsed) ji vê peyvê: Roma/Îtalya-antîkî ye.

* * BOTANÎ/BOTÎ: Li mêjû, ev devoka mehelî, ji ber ku bi sedsalan bûye navenda siyaset, aborî û çanda Kurdistanê, loma di warê zimên de jî rolek navendî leyistiye. Emareta Cizîra Botan, bi sedsalan bûye navenda tevayiya emaretên kurdan. Ji ber ku Mîrên Botan, ku serokatiya tevayiya Kurdistanê dikirin, her dem li vir rûniþtine. Loma ev devok pêþve çûye û wek tîrêjên hetavê, kar û tesîra xwe gihandiye ser tevayiya zaravayên din ên kurdî. Ta zaravayên wek soranî, mukriyanî jî, ji vê devoka
botanî/botî kar û tesîr wergirtine.


 (Kopîkirina ji bo xwendin û perwerdeyê NE qedexe ye, heger ku bi destûr hatibe çapkirin û belavkirinê. Besine ji vê nivîsa Bavê Barzan'î, li destpêka salên nodî li Govara Rewsen'ê belav bûye)