DIYARBEKIR KELEHA WELATPARÊZIYÊ YE (CEGERXWÎN)

- Xort û qîzên Diyarbekrê pir qenc in, hemî welatparêz in.

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 

 

Di gel Seydayê Cegerxwîn, 1983, Tensta, Stockholm


Hîna nuh hatibûm Swêdê.. Em çend heval rûniştibûn li wê qehwexaneya li paş Konserthuset'ê, ya ku têde şeva xelata Nobel'ê tê li darxistin. Hevalekî me yê penaber, hat nik me, ku nuha navê wî ji bîra min çûye. Got, 'rabin, hûn çi rûniştine li vir?! Em herin nexweşxaneya Karolînska'yê, Seyda Cegerxwîn nexweş ketiye'!

Em bi trênê û otobusê çûn wê nexweşxaneyê. Êvar bû. Gava em gihan ber deriyê nexweşxaneyê, me dît, ku va ye Seydayê Cegerxwînî derxistine der ber derî û Seyda li ser kursiya xwe ya gerok wisa rûbiken rûniştiye. Ji bo kurdên ku hatine serdana wî dibêje, 'pir spas, pir spas mala we ava be!'

Ji bilî malbata Seyda, gelek ji kurdên ji Stockholm û Uppsala’yê jî hatibûn li ber deriyê nexweşxaneyê kom bûbûn . Li dor 15, 20 kesî hebûn. Paşê Seyda kirin nav otomobîleke taybet û birin malê.

Ev cara yekê bû ku min Seyda Cegerxwîn didît. Ew pîrê helbesta kurdî, ew welatparêzê bi rûmet, yek ji kurdperwerê herî têkoşer û granbuha yê mêjûyî.. Her çend, ku ez pê re ne axivîm jî, dilê min pir geş bûbû bi vê dîtina wî. Li hêlekê jî, ji ber nexweşketina wî ez pir êşiyabûm, dilteng bûbûm.

Piştî çend hefteyeke din, min ji mala Seyda re telefon vekir û yê ku bersiv da, Seyda bi xwe bû. Min ji dengê wî ew naskir. Min gote wî:

- Slav Seydayê min, ez kurdekî ji Diyarbekrê me û li Stockholm'ê dijîm. Ez pir hez dikim, ku rojekê werim serdana we heger we dem hebe.

Seyda got:

- Slav, ser çavan birazî, tu bi xêr û xweşî werî. Te kengî xwest hema were!

- Ser û çav neêşê Seydayê min, destê te diramûsim.

Ji ser vê axiftinê gelek hefte derbas bûbûn, ji ber xwendina zimanê swêdî, mixabin ku qet derfet çênebûbû, ku wek min soz dabû ku ez li rojeke nêzîk herim mala wî ya li taxa Stockholmê ya bi navê Tensta"yê.. Lêblê li heyamekê, min navberek da xwendina zimên û ji ber vê çendê, gelek dema min a vala çêbû. Loma min dîsan telefonek ji Seyda re vekir û dîsan wî bersiva telefonê da û min gote wî:

- Slav Seydayê min, heger dema we hebe, ez îroj dikarim werim serdana we.

Seyda gote min:

- Tu ji Diyarbekrê bû, ma ne wilo?

Min got;

- Belê..

Vêca Seyda got:

- Weeaaaww! De were birazî! Ez ji wê rojê ve li bendî te me. Ez pir li meraqa te mam.

Min got:

- Pir spas Seydayê min, va ye hema ez têm.

Ez çûm taxa Tensta'yê, ku mala Seyda lê bû. Keça Seyda derî vekir. Ez derbasî odeya rûniştinê bûm. Seyda li ser wê sofaya xwe rûniştibû, ya ku li vê wêneyê xuya dibe.

Hîs û kelecaniyeke bêhevpa hemû laşê min dagirt. Ev seydayê helbesta kurdî bû, ku nuha ez ê bi wî re rû bi rû bibûma. Hem pir kêfa min dihat û hem jî hîs û hesteke xurt li nik min peyda bûbû. Ev hest, hem hesta hezkirinê bû û hem jî hesta rêzgirtinê. Cegerxwîn kurdekî pir mezin e. Ji hêla milyonan kurdan tê hezkirin û rêzgirtinê. Helbestên wî bi kêmanî ji hêla 100 hezar kurdan ji ber têne xwendin.

Bi dehsalan dewletên dagîrker ên tirk, ereb û faris bi derbên ji hesin girtibûn ser kurdan û hemî krudan binpê dikririn. Bo nimûne li Tirkiyê ji bo pirtûkeke helbesta kurdî ya Cegerxwînî deh salan cezayê zîndanê dida kurdan. Tevî gefa cezayên giran û heta cezayên mirinê jî dida. Nusxeyên dîwanên helbestên Cegerxwîn li dawiya salên 70'yî li Kurdistanê bi dizî li nav me ciwanên kurd belav dibbûn.

Mirov ji kûrî ve tê digehe ku helbestên Cegerxwîn ji bo girseyên kurd ên têkoşer, azadîxwaz û aştîxwaz û bindest çend girîng bûn. Dema ku ev helbest di demên cuda yên têkoşîna azadiyê de di rewşên hestiyar de weke sır (kod) jî dihatine bikarhanîn.

Mînaka vê yekê jî ew, e ku hin endamên rêxistinên binerd ên berxwedana kurd gava civînek li dar bixin û gava guman dihhat kirin ku kesên sîxur (polîsên dizî) ji dewletên dijmin ên Tirkiye, Sûriye, Îran û yên Iraqê,li ci

vînê hene hingê axaftvanan dest bi xwendina helbestên Cegerxwîn dikirin û bi vî awayî rojeva siyasî ya civînê ji van mêvanên nevexwendî dihate veşartin. Helbestên Cegerxwîn bi gelemperî di demên wiha de pir dihatin xwendin. Dema ku ev helbest hatin xwendin, beşdarên kurd ên civînê li gorî mijara (temaya) helbestê têdigehiştin ku çi bikin, çi nekin. Helbestên Cegerxwîn ji ber vê yekê di têkoşîna rizgariya kurd de weke enigma (kodker) bû.

Cegerxwîn d i nav hemî kurdan de helbestvanê kurd ê herî bêhtir xwendî yê serdema nûjen e. Hûn ê vê yekê têbigehin dema, ku hûn dibînin ku hejmareke mezin a kurdan dikarin helbestên Seyda'yî ji bîrê (ezber) bixwînin! Hejmara van kesan misoger ji ser sed hezaran mirov e.

Ji ber ku temaya navendî ya helbestên Cegerxwîn aştî û azadî ye, bi kurtî jê re dibêjin: helbestvanê aştî û azadiyê.

Ez hema bi gavên bi lez ber bi wî ve çûm û min rahişt destê wî yê ber bi min ve dirêjkirî ku, mPaşê bi destê min girt û ez kişandim hêla xwe û ciyekî li ser sofayê nîşanî min da û got:

- Aha kerem bike were li vir rûne!

Piştî xêrhatin û lihevpirsînê gote min;

- De bêje birazî tu kengî hatî Swêdê û ji kengî ve tu li vir î?

Min gote wî,

- Seyda, piştî hukmê eskerî yê 80yî 1980.. Hingê nema em li welat dikaribûn biman, pêşî ez hatim Qamişloyê û ev bû çend heyv in jî, ku ez ji wir hatime Swêdê.

Min jê re behs kir, ku em li Diyarbekrê gelek ji helbestên wî hez dikin û li her dem û derfetê, em helbestên wî dixwînin. Li mêvaniyan, li civînan, li dawetan, li şîwen û şahiyan, li kombûnan, li gelek derfetan..

Seyda got:

- Diyarbekir keleha welatparêziyê ye. Kurdên dilsoz û têkoşer li Diyarbekrê pir in. Xort û qîzên Diyarbekrê jî yên nûgihayî pir qenc in, hemî welatparêz in.

 

 

Min jê pirsî:

- Seyda, ma tu qet çûyî Diyarbekrê?

- Belê, ez çûme.

- Hûn çawa diçûn, bi çi wasiteyî?

- Em bi peyatî diçûn. Ez ê bo te bahsa serpêhatiyeka xwe ya çûna Diyarbekrê bikim. Ji Hesekê ta Diyarbekrê, ez bi meşê û li nav çar rojan çûm ta Diyarbekrê. Riya min çar roj û çar şev girt. Ev riya çar rojan ya bi meşê bû. Dunya germ bû. Piştî çar rojan, min bi westan xwe gihand Diyarbekrê, ser ew ciyê, ku jê re dibêjin Derê Mêrdînê, ku kaşekî ser bi Bexçeyê Hewselê ye. Kaniyek li ser wî kaşî heye, ku ava wê pir sar bû û mîna şekir jî şêrîn bû.

Min got:

- Herê Seyda, bawer bike ew kanî hîna jî maye.

Ta wê dema ku ez ji welat derkevim jî ew kanî mabû. Dora wê bi kevir hatibû pêçan û nêzîkî meter û nîvekê jî hatibû bilindkirin. Lê mixabin ku ev kanî îroj (2016) nemaye. Ma êdî çi maye?

Seyda bi hezkirin û rûkenî berdewam kir:

- Min ji wê kaniyê têr ava xwe vexwar û li ber kaniyê li ser kevirekî rûniştim, ku piçek bihna xwe vedim. Piştî demeke kurt, du xort hatin ber kaniyê. Hin ji xortên wê demê, xuya bû, ku hinekî bêcir bûn. Gava çavê wan li biyaniyekî bi tenê dibirî, dihatin ser. Ez ji ber wê riya wisa dûr û dirêj wisa westiyayî li wir rûniştibûm, ku bihna xwe vedim, van her du xortan, xwe nêzîkî min kirin. Ew jî li nêzîkî kaniyê rûniştin. Piştî heyemake kurt, yekî ji wan got; ’Xalo Xalo tu di diya me ..î!’ Min li aliyê wan nerî, lê min dengê xwe nekir. Ez pir reht bûbûm ji ber wê meşa bi rojan wisa dirêj. Pir neçû dîsan heman peyva xwe ya nexweş gotin: ’Xalo Xalo tu di diya me ..î!’. Min dîsan guh neda wan. Lê piştî vê, dest pê kirin û vêca gotin; ’Xalo Xalo em di diya te ..n!’. Min hêz da xwe, ku ez rabim ser xwe û berî wan bidim, ji nişkê ve, mirovekî ji bin kaşê derket û bi darê destê xwe, berî xortan da û wan ji wir qewitand. Xuya bû, ku ew mirov, aşvanê aşê ya li bin kaşê bû.

Em ên li wir, me dest bi ken kir û em keniyan. Min wisa got:

- Seyda ji wan re dibêjin: ..

Berî ku ez peyvê bêjim, seyda got:

- Pêxwasê Diyarbekrê!

- Belê, navê wan wisa ye; pêxwasê Diyarbekrê û cira piraniya wan jî bi rastî qet ne xweş e. Pir bê exlaq in.

Hingê kurê Seyda Kek Azad jî hatibû serdana bavê xwe. Bi vê çûna xwe, min hem Seyda, hem xanima Seyda Kehla Xanimê û hem qîza Seyda Gulperî Xanimê û hem jî kurê Seyda Kek Azadî nas kir.

Paşê min pirseke li ser xwendina li medresayên Kurdistanê ji Seyda kir:

- Seyda gelo we li medreseyan çend dersên bi zimanê kurdî dixwand? Min jî, sê pirtûkên bi kurdî yên medreseya kurdî xwandibûn: Mewlûda Kurmancî ya Mela Ehmedê Batê, Nechul Emam a Mele Xelîl û Nûbehar a Xanî min li nik muftiyê kevin ê Dêrikê, li nik Mele Kamil min xwand, ku muftî Mele Kamil, piştî nefîbûna ji Dêrikê, li Diyarbekrê li taxa me, li taxa Rezan (Baglar Korxet) bi cih bûbû. Hîna jî sax e û welatparwerekî bêhempa ye.

Min vê gote Seyda û min bi firehî behsa çalakiyên welatperweriyê yên muftî Mele Kamil kir ji Seyda re. Gelek kêfa Seyda hat.

Piştî Seyda navê Mele Kamil bihîst, pirsî, got:

- Ez wî baş nas dikim. Gelo nuha li ku derê ye?

Min got:

- Ta ku ez ji welat derketim jî ew li Diyarbekrê bû. Li avahiya dewletê ya bi navê Dewlet Su İşleri’yê dixebitî. Piştî derba eskerî 1980, li destpêka sala 1981ê hatibû girtin û gelek gileyî li çend kurdên hevxebatkar ên li vê avahiya dewletê dikir li nik rêxistina me xortên welatperwer.

Seyda got:

- Heyfa van welatpeweran, ku wisa bêxwedî dimînin û li nav çerxa neyarên bêwujdan, wisa têne pelixandin.

Min pirseke din jî li ser xwendina erebî li medreseyan ji Seyda kir:

- Seyda gelo li dema we, we bi çend pirtûkên bi zimanê kurdî li medreseyan dixwand?

Seyda vê bersivê da:

- Piraniya pirtûkan bi erebî bûn. Me erebî dixwand lê şiroveya (şerha) wan bi kurdî dikir. Ew çend kitêbên ên ku me navê wan got hebûn û çend melayên jêhatî, ku feqiyan fêrdikirin, hin pirtûkên zanistî bi kurdî nivîsîbûn, lê ne dihiştin ku kurd bi zimanê xwe bixwînin. Digotin, 'ma çi gerek e mirov bi zimanekî din yê ji bilî erebî bixwîne? Ma ne li dunya wî alî alem hemî wê bi zimanê erebî bipeyive?!' Ev ji dema xelîfeyên Mekkê û Medînê û îmamên Bexdayê her wisa bû. Nijadperestiya erebî dikirin.

Bêguman Seydayê min ê xweşdivî, li gelek buwarên çandî û welatperweriyê peyivî û ez têra xwe rohnî kirim, lê ev serdana min, ne serdaneke hevpeyvînê bû. Ez hatibûm dîtin û naskirina wî. Gava Seyda têgehişt, ku ez bi pirsên çandî û welarperweriyê mijûl dibim, ew jî, ji çakiya xwe, bersiv û vegotinên gelek ciwan digote min. Xwezî min wek vê wêneyê, van gotinên wî jî girtiba, daku wan peyvên wî yên giranbuha bihatina parastin. Ev nivîsa, ku min îroj bi boneya 33 saliya koçkirina Seydayî nivîsî, tenê van sê çar xalên girîng in, ku li bîra min mane. Ev bû tam 33 sal ku ji ser vê hevdîtinê derbas bûye.

Piştî vê serdana li nik Seyda, mixabin ku çi derfeteke din bo serdaneke nû çênebû. Pir dem derbas nebû, sala li pêşiyê, li payiza 1984an hezar mixabin, ku Seyda em li nav xemgîniyeke kûr û mazin hiştin û ji nav me bar kir çû koça dawîn.

Seyda Cegerxwîn, bi barkirina xwe bêguman li nav me kurdan valahiyeke pir mazin hişt li buwara wêjeya kurdî û xebata rewşenbîriya kurdî, ya bi têkoşerî û bi mîlîtanî. Bi ya min, mezintirîn têkoşer û mîlîtan û neteweparêz û welatparêzê li nav me hemû kurdan; Seydayê me yê xweşdivî ye. Wî çi gotiye? Gotiye:

''Hêriş bikin bigrin
û stû bişkînin,
Ev pîs ê mirdar ,
Ji nav me derxînin!''


Ev bes e.

Gava ez têgehehiştim, ku Seyda, ew peyva herêmî ya bi navê ’pêxwas’ û çand û tevgera van xortên bêcir ên Diyarbekrê pir baş nas dikir, ev ji bo min bû nîşan, ku nîşan, ku Seyda li bajarên Kurdistanê pir geriyaye û rewş û pergala bajarên Kurdistanê û xelkê me, pir bi başî naskiriye. Hezkirin û rêzgirtina ji bo Seyda, li ber dilê min gurtir û geştir bûbû hingê.

.. û hîna jî bêkêmanî wisa ye..

Gora te bihuşt e ey Seydayê me hemî kurdan.

Goran Candan

23.10.2016
Stockholm




________________________________________

TÊBÎBÎNÎ/SERINC/JÊRENOT: Piştî 35 salan ez bi Seydayê Miftî Mele Kamilê xweşdivî re, bi telefonê axifîm. Min telefona wî bi alîkariya kurê Mele Mihemedê Dêrikê, hevalê min ê xweşdivî yê xortaniyê bi alîkariya Ferîd Metînî peyda kir. Duh na pêr bû û xwunga Seyda Mele Kamil çûbû rehmetê û gava min telefon jê re vekir, li taziyê bû. Min got sibe yan du sibe bo te dîsan telefon vedikim û îroj berî ku ez li Seyda bigerim, ew bo min telefon vekir. Ez nêzîkî saetekê pê re axivîm. Got 'ez li Şamê çûm serdana Seyda Cegerxwîn, ji min pirsî got kuro bo min dibêjin 'kafir' bo te çi dibêjin? Min got Seyda bo min jî wisa dibêjin û me kire ken. Seyda Cegerxwîn kurdê herî welatparêz û niştimanperwer bû'. Ev Mele Kamil got 07.11.2016.

 

 

 

 

GORAN CANDAN

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum