GALERIYA HUNERÎ JI BO HUNERMENDÊN KURD

GALERIYA WÊNEYÊN HUNERÎ - SARA's
Art
Gallery
Galeriya
ji bo hunermendiya wênekêsiyê ya kurdî, bi alîkariya Navenda Arsîvxane
& Kitêbxaneya Kurdî - SARA'yê li Stockholm City'yê
vebû.
Milletê Kurd, wek çanda xwe ya kûr û xwedî watedariya mazin, bi wê kok û binyada
xwe ya kevn û kûr, milletek pir mazin e. Î roj her çend dema ba û bahozan, silî
û lehiyan be jî, dîsan pêseroja vî milletî ronahî ye. Ev welat û millet, ne
tenê bi hejimara sêniyê xwe yê mazin, mazin e. Ev welat û ev millet her
wisan xwedî hêjayiyên bêsînor û bêser û bêbin ên xwe mazin e, welatê bihusta
serzemîn e.
Wek dihêt zanînê, gelek hunermendên jîr û jêhatî yên kurd hene, ku
her yekê wan hêjayê deh ji wan hunermendên pirnaskirî yên milletên
biyanî ne. Lê mixabin, ku ta roja î roj keys û derfetên ji bo bi naskirindan-
û bi hezkirindana hunerên wan, pirr ne ketiye destê wan. Ji bo van hunermendên
me yên hêja, li ciyek navendî, tenê çar dîwar gerek bûn, ku wêneyên xwe li ser
bihêlin.
Gava me li ser biryara avakirina galeriyek ji hunermendên kurd hizir
kir, me vê rastiyê destnîsan kir.
Ev Galerî bi gistî û yekcarî bi alîkariya Navenda Arsîvxane & Kitêbxaneya
Kurdî - SARA'yê ava bûye. Xwedê hezke ev galerî ew ê ji bo hunermendan,
salane vekirî be. Ji her 6 mehan, yan jî salê carekê keys û derfetê bide hunermendên
kurd ku berhemên xwe pêskêsî temasevanan bikin.
Galeriya Navenda Arsîvxane & Kitêbxaneya Kurdî - SARA'yê bi perên
çi dezgeh û rêxistinan ne hatiye ser pê. Ne perên ji dezgehên dewleta Swêdê
û ne jî bi perên ji dezghehên Dewleta me ya Basûr a Kurdistanê.
Ev GALERIYA SALANE YA HUNERÎ YA WÊNEKÊSIYA KURDÎ tenê û her tenê bi alîkariya
maddî û manewî ya SARA'yê hatiye ser pê.
Yekemîn Pêsangeha li Galeriya SARA'yê ji
bo hunermendê navnetewî MADHAT
KAKEI amade bûye:






Her wisan chêsht û xwarinên kurdî jî, yên wek: Lehmecûn, Kutilk, Savar, Shorbe nîsk, Seleta Shivanî her roj li Galêriyê peyda dibe:



Her wisan jî ev galerî wek QEHWEXANEYA WÊJEYÊ
(Literature Café) amade ye:

|

PATÊNTA LEHMECÛNê. Ev patent ji hêla avahiya Dewleta Swêdê (PRV) ve hatiye dayin.
Lêkolînên zanistî yên van deh salên dawiyê
nîshanê me didin, ku Kurdistan dergûsha HUNERA BIDESTVEHANÎNA
XURAKÊ PÊSHKETÎ ye.
Mirov xwedî vê baweriyê ne, ku nan yekemîn car li cografya Kurdistanê hatiye lêdan - her wisan jî, yekemîn warê zayina hunera xurakê pêshketî jî, ji vê berî 8000 salan ZÎ (Zayina Îsa'yî), cografya Hîvika Bi Xêr û Bêr (Fertile Cresent ku ev cografya bi nêzî gishtî ji cografya Kurdistana îroyîn pêk têt), bûye.
Cara yekê li ser vî welatî erd hatiye ajotin û nan cara pêshîn li vî welatî, li ser ew "kevir û berdên ku ji ber agîr û duyê resh û tenî bûne", hatiye lêdan. Cara pêshîn ajel li ser vî xakî hatin kedîkirin. Shîr li ser vî welatî cara yekem heyvan bûye û bûye mast, bûye penîr.
Ji bo agahdariyên bêhtir, li beshê Welatê Pêshemînan temashe bike.