MEHDÎ ZANA





PARASTINA MIN






SARA

 

"Pir xwerû û tebîî ye, ku dema milletê Kurd di vê têkoþînê de bi serê xwe tenê bimîne, hingê bi pêkhanîna
mafê xwe yê xwerû û tebîî, ya mafê çarenûsiyê wê ji Tirkiyê veqete. Hêz û qudreta çi kesekî wê tunebe,
ku vê yekê bide rawestandin."

Mehdî Zana


JI SEROKATIYA SAZGEHA HUKUMGEHA LEÞKERÎ RE - ANQERE


HEJIMARA BINGEHÊ: 1981/96
HEJIMARA BIRYARÊ: 1983/811
NAV: M. Mehdî
PAÞNAV: Zana
NAVÊ BAVÎ: Hilmî
MÊJÛ Û CIYÊ JIDAYIKBÛNÊ: 1940 /Silîva-DIYARBEKIR

BABET: Ev e têksta parastina min e li hevhberî biryara Dadgeha Leþkerî ya Serfermaniya Awarteyî Ya Diyarbekr'ê No1 (Diyarbakýr Sýkýyönetim Komutanlý
ðý 1 No:lu Askeri Mahkemesi) Hejimarên Bingeh û Biryarê: 1981/96, 1983/311.

Her wisan jî, ew têksta parastina min a li hevberî biryara Dadgeha Leþkerî ya Serfermaniya Awarteyî Ya Diyarbekr'ê No1, ya li mêjûyê 26-10-1983'yî, ku min bi 24 salan ceza dike, bi vê nameyê ve tête pêþkêþkirin. Daxwaziya min bicihkirina van pêwîstiyan e.

PAÞKOYA vê nivîsê, ku ji 68 rûpelên destnivîsa min pêk hatiye, ji daîreya têkilcih ya Serokatiya Hukumgehê re hatiye pêþkêþkirin.

 

"Kedxwaran, ku bi alîkariya van derfetên di dest xwe de û bi hemû derfetên dî yên ji bo xwe kêrhatî, bi hemû navgînên pêwendîyê yên girseyî, bi hemû hêzên xwe, xwe mîna hêlgir û layangîrê maf û dadimendiyê didin nîþandan. Kedxwar çêla rêzgirtina mafê parastinê dikin, lê belê ev tiþt ne tiþtek e ji bilî xapandinê.
Ji lewre mafê parastiniya bi rastî, aþkerekirina zextkariyê, kedxwariyê, bêexlaqiyê û durûtiyê ye; aþkerekirina reng û awayê kolekirina kedê; aþkerekirina zordestiyê, zordariyê, ricimandina, lanetkirina þikecekariyê û ji bo hukumkirinê hanîn û pêþkêþkirina li ber wujdana mirovayetiyê ye. Helbet çînên serdest û qanûnên wan ên, ku ji bilî rûxandina hemû avahiyan ji bingehê û pûçkirina bîr û baweriyên xwe yên cîhanbirî, yên ku parêzgerên sîstema civakî ye, dikine nav mejiyê xelkê de. Parastina min, ku tête wateya jinavçûna van hêmanan, ji ber vê hindê ye ku ew ni karin bibin hêlgirê vê parastinê."


"Ez ji xwe re dihizirîm. Ji roja ku mirov hatine dunyayê ta roja îro, ew serdem û rojên ku jê derbas bûne, ew riyên dûr û dirêj ku jê hatine, ew kesên ku ji bo dilxweþiya mirovan xwe feda kirine, ew afirandin û derfetên ku ji qencî û çeyiya mirovan re ye, xwe gorîkirina ew kesên ji bo peydakirina rê û çareyan li ber nexweþiyan, ji bo betalkirina þerên nijadperestiyê, hewildanên ji bo nêzîkkirina gel û milletan, ji bo protestkirina ew nijadperestiya ku bûye belayê serê me mirovan, ji bo afirandina dunyeyekî ciwantir, ew kesên ku em hanîne ta van rojan...

Lê min çi nav ne dît ji van þikenceyên bêhempa yên nemirovane re ku van kesan bi me dikirin."


Mehdî Zana

 



SEDEMA MÊJÛYÎ YA VÊ PARASTINÊ



Birêz encumenê dadgehê! Berî ku ez dest bi parastina xwe bikim, min wisan bawerî heye, ku divê ez vê mijarê bi taybetî rohnî bikim. Bi rastî min ê çi gotinek parastinê ne kira. Çimku min çi bawerî nîn e, ku dadgaha we, wê xwedî helwêstek serbixwe be û biryarek durust bide. Lê belê ji ber hebûna kargêrî û tesîra van daw û dozên ramyarî li ser girseyên gelêrî û ji ber hebûna pêwîstiya rohnîkirin û nirxandinên van bûyerên îroyîn ji nifþên dahatî re, min, hem vekirin û diyarkirina van bîr û baweriyên xwe û hem jî vê parastinê gelekî pêwîst zanî.

Divê ez dîsan bidim diyarkirin, ku çi têkiliyên van gotinên min ên parastinî, bi sûcdarbûn û yan jî ne sûcdarnebûna min ve nîn e - ku nexwe ez ne çi sûcdar im jî. Her wisan jî çi têkiliyên van gotinên min, bi mafdarbûn yan jî nemafdarbûna cezadayina li ser min jî nîn e. Parastina min her tenê û tenê, ji ber hesa min a berpirsiyariyê ya li ber dîrokê ye.

Ez ê vê têksta parastina xwe, li nav çarçiveya derfetê, ji bûyerên xwerû û berçavî dagirim. Berî her tiþtî divê parastin û mafê parastinê çi ye; bi kurtî vê bidime xuyakirin.

Hêmanek ji hêmanên, ku bingeha pêwendiyên di navbera kesan, civakan û xwezayê de pêk dihêne, mafê parastinê ye. Berê, parastin li nik mirovên destpêkê, bi piranî ji bo parastina laþ, can û hebûna mirovî, bi þêweya hesa ji dilî bû. Ev pêwîstî, êdî di nav civakên bi çîn de jî, li her ho û mercên jiyanê, bû pêwîstiyek ji alavên girîng ên parastina jiyanê bi xwe.

Di destpêka tundbûna dijheviyên þerê berjewendiyan de û dema parvekirina keda mirovî di van civatan de, derketina bêdadiyên di civakên bi çîn de, pêwîstî û girîngiya parastina girseyên kedkar (girseyên berfireh ên gelî) ên bindest û çewisandî jixweber hatiye meydanê. Serdestên koledar, begên feodal, grûha burjûwa, ku bi rêkxistina sazîyên xwe yên wek dolîwgerî, perwerdeyî, çandî û hunerî, li jiyana kedê û di qadên dî yên jiyanê de, di encama qanûnî de, mafê xweparastinê ji holê rakirine.

Mafê parastinê ji serdemên herî kevn a dîrokê, weke mafê herî bingehîn ê kesayetiyê hatiye pejirandin. Ev pirs, bûye pirsa, ku mirov û mirovayetiyê herî bêhtir rencîde kiriye, her weha jî bûye pirsa herî mazin a mirov û mirovayetiyê. Em dizanin ku berdewambûna bandûra çînên serdest û kedxwar, ji ber hebûna desthilatdariya zext û zora paþverû ye. Burjûwaz, ji bo berdewamkirina sîstema xwe ya kedxwariyê wisan bi rê xistine, ku hukum; hem bi awayê xwe yê teorîk û hem jî bi awayê xwe yê reftar, di her dem û çaxên mêjûyî de, berjewendên serdestan bi dest ve bîne!

Kedxwaran, ku bi alîkariya van derfetên di dest xwe de û bi hemû derfetên dî yên ji bo wan bi kêrhatî, bi hemû navgînên pêwendîyê yên girseyî, bi hemû hêzên xwe, xwe mîna hêlgir û layangîrê maf û dadimendiyê didin nîþandan. Kedxwar çêla rêzgirtina mafê parastinê dikin, lê belê ev tiþt ne tiþtek e ji bilî xapandinê.
Ji lewre mafê parastinî yê bi rastî, aþkerekirina zextkariyê, kedxwariyê, bêexlaqiyê û durûtiyê ye; aþkerekirina reng û awayê kolekirina kedê; aþkerekirina zordestiyê, zordariyê, ricimandina, lanetkirina þikecekariyê û ji bo mehkumkirinê, hanîn û pêþkêþkirina li ber wujdana mirovayetiyê ye. Helbet çînên serdest û qanûnên wan ên, ku ji bilî rûxandina hemû avahiyan ji bingehê û pûçkirina bîr û baweriyên xwe yên cîhanbirî, yên ku parêzgerên sîstema civakî ne, dikine di nav mejiyê xelkê de. Parastina min, ku tête wateya jinavçûna van hêmanan, ji ber vê hindê ye, ku ew ni karin bibin hêlgirê vê parastinê.

Parastin, riya bi wîstekî azad, bêyî ku mirov di bin zextekê de bimîne û bi xwedîbûna mafdariya bi karhanîna hemû navgînên parastiniyê, riya selimandina mafdariya xwe ye. Mafê parastinê, ku her dem pêþî lê hatiye girtin, bidestvexistin û pêþvexistina azîn û metodên wê jî, çi car hêsan ne bûye.

Mirovatî, di vî warî de têkoþînên mazin daye. Destlênedan û pîrozbûna mafê parastiniyê, ji xwe re bi vî rengî bi destve xistiye. Îro jî, ji bo parastina vî mafê pîroz û ji bo, bi pêþxistina wî, têkoþînên dijwar têne dayin.

Em baþ pê dizanin ku endamên ji nav milletên bindest ên wek me, ku di nav têkoþîna azadiyê de ne, di vî warî de, têkoþînên dijwar radixin ber çavan. Ji lew re ta roja îroyîn jî, mafê parastinê û bikarhanîna wê, bi azîneyên seretayî û bêwujdan tête astengkirin. Mirov bêpirs û bêguneh, ji þikenceyên herî tund ve têne derbaskirin. Bêpirs û bêguneh têne zindankirin, darvekirin û gulebarankirin, yan jî bi cezayên giran ve cezakirin. Hukumbirrîn, hîna ji destpêka pirsiyariya polîsî ve destpêdike û li pirsiyariya polîsî, her azîne û çeþîdên þikenceyê li mirov têne kirin. Di ser de jî, ev zextkarî û çewisandin, li van rojên ku li qadên herî bilind û bi tundî çêla mafê mirovan têt kirin, dibin. Lê belê ji ber hiþyariya mirovê hevdem û ji ber pêþketîbûna navgînên mediyayê yên teknîkî, ku gava bûyerên þikencekaran zû têne bihîstin û lanetkirin, hingê þikencekar li gora derfeta xwe hewl didin, ku wisan jî bi lez, ew veþêrin. Her andam û alavî bi kar dihênin, ku zû ser bigirin û înkar bikin.


Tixûbdanîn li parastinê na be. Mirov parastinê bi vîna azad dikare bike. Hêzên serdest, bi danîna þanenavê xwe li bin peymana Daxuyaniya Helsînkî'yê hatine pejirandin, ku rêz li mafê parastiniyê bigirin û çi astengan li ber mafên bi karhanîna wê danehênin. Xwedê giravî, berdevkên herî pêþde yên dewletê, her dem dibêjin, ku ew xwe beste û girêdayê vê peymanê dizanin. Lê belê rastî qet ne wisan e. Ji roja pêþî, ku ez hatime girtin, her dezgahê ku ez li pêþ hatime derxistin (polîs, dadgir, girtîgeh, dadgeh) her cîh, li gor rêç û azîneya xwe ya xweser ez dadgerandime û ji bo ku ez bêparastin bimînim, çi ji destê wan hatiye, bi zanetî û bi sîstematîkî li min kirine. Ez ê li nav rêz û rêpelên li pêþiyê bi berfirehî li ser vê mijarê rawestim.

Amanca van dadgehan çi car ne rêvebirina dadimendiyê û xwedîderketin li mafê bûye. Pir diyar e, ku amanca van dadgehan, ji bo hinek dinê jî xulamîkirin û dirêjkirina temenê ev nîzam û sîstema, ku êdî ketiye di nava bêçarebûnek kûr de ye. Ev sîstem li ber mirovayetiyê bûye kelemek reþ û ne tiþtekî din e ji bilî talan, xwîn, birçbûn û hêsirên çavan.

Ji ber ku hukum bi temamî nûnerî û niwandiniya rêvebiriniyê dike, ji lewre di hukumdayinê de rastiya rêvebiriniyê baþ derketiye meydanê û baþ hatiye xuyakirin, ku ji ber çi rêvebirinî ev çend ji mirovayetiyê hatiye dûrketin.

Li hêlek, encamên ew zor û zexta, ku li ew salonên ku lê hukum têne birîn û li hêla din jî ew þoreþger, demokrat û welatparêzên pêþketî û zaroyên vî milletî, ku bi cezayên wisan bêwujdan dihatin barkirin û awa û þêweya van cezadayinan xweþ nîþan dida, ku ev hukumdayin keleþiyek çawa bû. Mirovayetî ji ber vê hukumdan û cezabirînê, di nav þerm û fediyek mazin de bû.

Min xwast bi van gotinên ku min li jorê kir, piçek be jî van xalan vekim. Neha em piçek temaþa bikin, ku em çawa hatine ber vê rewþê. Derba leþkeriya 12'yê îlonê ne ji bo xatirê çavê welat û xelkê tirk bûbû. Her kes pê dizane ku ev ne weke gotinên serkêþên vî karî bû, ku pirî caran li nav axefên xwe yên ji girsên gelêrî re digotin.

De ka em xwe piçek lê hûr bikin:

Tirkiyê, ji ber giradayîbûna xwe ya ji hêla ramyarî û leþkerî bi der ve, aboriya xwe bi destê Fona Navneteweyî ya Diravî - IMFê ve berdaye û hukmê ramyarî û leþkeriya xwe jî, bi destê Birca Belek, Pentagonê û Brukselê (baregeha NATO'yê) ve hiþtiye. Ji ber aboriya ku bi der ve girêdayî ye, ew aloziya cîhanî ya sala 1979 û 1980 bi carekê ve li nav welatî, xwe nîþan da.

Ji ber encama daketina buhrana aloziya aboriyê li Tirkiyê; enflasiyon ber bi ezmana ve çû, xezîneya diravên biyanî kêm bû, li nav bazirganiya eksportê deyn gran bû, betalî û bêkarî, deynê mehane û mûçeyên xelkê û tiþtên wek vana, aboriya heyî, xiste di bin nîrê gran de. Di nav vê aloziyê de, hin rêkxistinên navneteweyî yên diravî, ji daketina qadê þûn de ne diman. Xwedê giravî, van rêkxistinan bi milyonan dolar bi "deyn" dabûn komara Tirkiyê. Heger Tirkiyê deynê xwe ne da, wê ew jî biketana di nav tengasiyê de. Ha ev endîþe ye ku rastiya di bin niviþt û rêçeteyên van monopolên navneteweyî de xuya dibe. Lê belê dîsan jî, van niviþt û rêçeteyên tahl ên IMFê, OECD'yê, van "alîkarî" û sozdayinên dîtina ronahiya li dawiya tunelê bi cih ne dikir. Van rêçeteyên Fonda Diravî ya Navnetewî (International Money Fond) IMFê, van ramyariyên aborî, ji bo xelkê ji bilî êþ û elemê ne tiþtek din bûn. Buhayiya jiyanê, granî, bêkarî, ramyariyên dewletî yên mafê mehaneyê xelkê û tixûba nirxê mal û zadên gundiyan, jiyanê kiribû xezeb û agir. Gava em hatin sala 1980'yî, alozî û bêçareyiya li aboriyê, xwe bêhtir kir û zengilê neman û îflasê lêdida.

Ji bo armanca derketina ji nav vê aloziyê, biryarên bi navê "24 Ocak Kararlari" ku siyaseta ji aboriya IMF'ê hat bicihkirin. Van biryarên "24 Ocak Kararlari" bar û graniyên vê aloziyê li ser piþta xelkê suwar dikirin. Mûçe û rawestandina buhayê bingehîn a hilberînên çandiniyê û daxistina buhayê wan, xwe bi jiyandayina van biryarên xwedî patêntên IMF'ê, ku hîna jî berdevkiya bêhtirkirina granî û buhayiya li ser pêwîstiyên herî bingehîn ên jiyanê dikirin û serîtewandina her cûre opozîsyona civakî dixwastin. Bi kurtî pêwîstî hebû ku aramiya li ber dilê wan, li gor dilê wan pêk bihata. Ev xal divê baþ were fêmkirin, ku þansê serkeftina van polîtîkayan, ji ser riya çewisandin, perçiqandin û betalkirina Têkoþîna Þoreþgeriya Gelên Tirk û Kurd derbas dibû.

Heger em bi kurtî bibêjin; qadên serdest, li ber lehiya aloziya aborî, cilqîn û serûbinbûna civakî, opozîsyona þoreþgerî ya Tirkiyê, bilindbûna Pirsa Gelê Kurd ketin di nav panîkê de û ji bo wan pir pêwîst bû, ku biryarên xwe bi cih bikin û kadirên xwe bihênine di ser kar de. Nexwe vê jî bi cih hanîn.

Piþtî ku her amadekarî û pîlanên di bin bandûra Rêvebirina Awarteyî de hat bi cihkirin (ku ev amadekarî di sala 1978'ê de dest pê kirin), roja 12'yê îlonê sala 1980'yî de, rêvebirina Tirkiyê, bi destê derba leþkerî, hat rûxandin û desthilatdarî bi yekcarî kete di nav destê leþkeriyê de. Qanûn, birêvebirinî, erk û delamet, erkdarî, hemû kete di bin destê encumenekî leþkerî ya ji pênc kesî pêkhatî de. Parlamênt ji holê hat rakirin. Qanûna bingehîn betal bû, xebata siyasî hat qedexekirin. Mafên bingehîn ên weke grev û peymanên girseyî ji binî ve hatin rakirin. Çapemenî hat bêdenghiþtin. Ji bo bêdengkirina girseyên gelêrî; bi wan þikence, zextkarî û zulma bêhempa û kesnedîtî, mejiyê dewra osmanî dîsan kete di nav jiyanê de. Îroj li meydanekî bajarê Prag'ê peykereke hunerî hatiye danîn, ku ev peyker bi þêweyek pir vekirî bûye nîþanê kirêtiyên ruyê osmaniyan. Divê em ji bîr ve ne kin, ku van kirinên îroyîn, ji aliyê nifþên pêþerojê, wê bi her awayên hunerî û çandî bêtin neqiþandin û nîþandan.

Rêvebirina Awarteyî, bi van zulm û birînan, di nava du sê salan de, bêyî ku li astengek girîng rast were, xwe bi dezgeh û avahî kir. Ev guhartin xwe li hemû avahiyên dewlet û dolîwgeriyê nîþan da. Em neha vegerin ser rewþa dadgehan.

Gava sîstemek rûniþtî û andamên dadimendî yên vê sîstemê li ser karî be, çima wê pêwîstiya Dadgehên Taybet yên Leþkerî'yê hebin? Ev yek li ser dîrektîf û fermanên çend burjûwazan, ji bo serîçemandina opozîsyona li dij xwe hat damezirandin. Ma qet dibe ku van dadgehên, ku bi yekcarî di bin fermana Rêvebirina Leþkerî de dixebitîn, li ser navê Dadimendiyê xwe bilivînin û berdevkê Dadimendiyê bin? Helbet ku na. Hêzên Rêvebirina Awarteyî, xwastin li ber gengaziya, ku car bi car, li hin ciyan bibe ku hin, dadger ên ku ne xwazin ji rastiyê, ji dadimendiyê û ji mirovayetiyê dûrkevin, li pêþerojê, li zaroyên xwe bifikirin, ku hebin, pêþî li ber van mirovên durust bigirin. Loma mirovên wisan dan ber xwe û ew ji karê wan bi dûr xistin. Ev jî ne bes bû; Serokê Dewletê yê Leþker, rê li dadgeh û dadgeran nîþan dikir, ku ev avahiyên navbirî, bi dewlet û dolîwgeriyê re, di nav ahengekê de diçûn. Ji bo nimûnê; axefên li programa deng û bahsên televizyonê yên þeva 5-6 îlonê sala 1985'ê temaþe bikin. Her wisan nivîsên li rojnameya bi mêjûyê 6'ê îlonê sala 1985'ê di vî warî de nimûneyên pir li cih in. Heger çi dengek ji van dezgeh û avahiyên "serbixwe" yên "dadimendiyê" yên li welêt ne derketibe, ma ev ne nîþana pevkarkirin û hevxebatkariyê ye? Ma mirov dikare bêje ku li wî welatî dadgehên xwedîdad û serbixwe hene? Ma ne wisan e, ku divêt dadgeh ji bo bidadbûnê pêwîst e ku serbixwe be? Tenê û bi tenê bi riya giradiyîbûna bi vîna milletî, ku bi hukumeta ku bi hilbijartinek demokratîkî hatiye ser pê û di bin siya qanûna bingehînî de , ev dadgeh dikarin bidad û serbixwe bin.

Ca em piçek ji nêzîkî ve li kar û barên dadgehan temaþe bikin. Qanûna Bingehîn dibêje, ku 'bêyî cudahiya ol, ziman û nejad, her kes li ber qanûnê yeksan û wekhev e.' Her wisan jî Qanûna Bingehîn bi berdewamî dibêje ku 'her kes xwedî wî mafî ye, ku bîr û hizirên xwe bi gotin yan jî bi wêneû li gor daxwaza dilê xwe bi serbestî bihêne ser zimên. Hîç kesek ji ber parastin û beyanên xwe yên li dadgehê ni karin bêne sûcdar û tawanbar kirin.' Ez nirxandin û rûsipîkirina vê yekê, ji mirovayetiyê re dihêlim; ku heger mirov li dadgehek û li pêþ dadgirek ni karibe bîr û baweriya xwe bibêje, yan jî gava gotibe ji ber vê yekê hatibe cezakirin û heger ev ceza û tawanbarkirin ji hêla hukumgehê ve hatibe bestin û pejirandin, ma çi pêwendiya vê yekê bi dad û dadimendiyê ve heye? Fermo temaþe bikin, ku ew cezaya ku li ser min hatiye birîn û sedema vê cezayê ji ber kîjan peyvên min bûne: 'Bijî Têkoþîna Þoreþgerî ya Xelkê Kurd! Bimrî Faþîzm!' Ji ber van gotinan ez bi nêzîkî neh salan hatim cezakirin. Hêla herî helez ya vê yekê ew e, ku bêyî ku zelaliyek ji hêla avahiyên fermî bête diyarkirin, bêyî ku cih û roja dadgehê bête diyarkirin, bêyî ku pêwîstiya guh li parastina min bidin, ez hatim cezakirinê. Nexwe sedemên ev cezaya neha, bi sedemên cezaya berê ya dema axiftinên li dawaya Riya Azadiyê "Özgürlük Yolu"yê her heman tiþt in. Min ji dawaya Riya Azadiyê "Özgürlük Yolu"yê, ji xwe (15 +9) 24 sal ceza girt. Di her heman dadgehê de û ji ber heman tiþtî dîsan ceza li min birîn, ne ji biryarên fermî ya Qanûna Komara Tirkiyê (TCK) yê. Gava mirov li protokolên dadgehê temaþe bike, hingê wê vê yekê baþtir fêm bike.

Wekî din jî, li Hukumgehê, bi pênc sal û nîv bi derengxistin û li erdêhiþtina biryarên ku dadgehên leþkerî yên herêmî girtine, ji ber vê hindê piraniya girtiyan ji cezayê xwe sal du salek dirêjtir di hundur de mane jî, dîsan jî Hukumgeh van cezayan dibeste. Wan çi ji dest hat kirin, da ku girtî dirêjtir di hundur de bimînin. Ez nirxandin û rûsipîkirina vê yekê û diyarkirina ciyê vê yekê li dadimendî û mirovatiyê, dîsan li ber wujdana mirovayetiyê dihêlim.

Ez dixwazim piçek li ser sedemên hukum û cezakirina min rawestim. Ez ji bo çi tême hukumkirin? Weke min berê jî diyar kiribû, ez ji ber vê yekê tême hukumkirin, ji ber ku ez endamê milletekî me, ku ev millet bi sedan sal e di bin pencê zext û zordariyên har û nehevdem de, bi þêweyekî aþkere û vekirî tête vekuþtin û zêrandin. Di nav birçîbûn û hejariyek mezin de tête hiþtin û hebûna wî tête veþartin û înkarkirin û bi þêweyekî sîstematîkî jî, ber bi neman û windakirinê ve tête kiþandin. Ew ez ceza kirim ji ber ku ez kurd im. Gava mirov li dosiya dawayê temaþe bike, hingê mirov vê yekê pir aþkere dibîne, ku çi sedemek din jî nîn e. Ji ber ku mirov endamên neteweyek cihê ne, mafên wî neteweyî ji hêla neteweyê serdest ve bête perçiqandin, hemû mafên wê yên dinê ji holê bêtin rakirin, ev netewe, bi hemû metod û azîneyan bête asîmîlekirin û ew hewildanên, ku bixwazin bi darê zorê vî neteweyî "bikin wek xwe" gelo çendîn bi mafê mirovayetiya hevdem ve girêdayî ne? Em wisan bawer in ku ev yek ji hizir û siyasetek barbar a pir mazin ve girêdayî ye û ji hemû cûreyên hevdemiyê bêpar e.

Em neha jî piçek bervacî bihizirin û ji xwe bipirsin, heger milletê kurd xwedî serdestî bûya, qadên serdest ên ji milletê kurd wê vê zulm û serdestiya, ku îro qadên serdest ên tirk dikin, li ser gelê tirk bi kar bihaniya, ma ev dihate pejirandin? Li gor baweriya me, bersiva vê yekê bi tîpên gir: NA xêr e! Çimku pirs bi tenê ne pirsa kurd e. Weke me di serî de jî ve diyar kir, pirs pirsa bi paþvexistina bizava Þoreþger û Demokrat a li Tirkiyê û paþvexistina Doza Kurd e û doza berdewambûna mêtina qada bûrjûwaziyê ya dewlemendiyan e. Ji ber ku Gelþa Kurdî, li civaka tirkî bûye tabûyek, loma qada bûrjûwazî qêrîna 'welat ji dest ve çû' dike, ku bal û serincan bikêþe ber bi hêl û ciyek dinê ve. Her wisan jî, hin kesên li ser textê rêvebirinê rûdinên, ji bo xweziya dilê xwe yên xwedî karaktera þovên bihênine cîh, di vê riya xwe ya nehevdem û nijadperest de, serî li her çareyê didin. Ji ber vê yekê, li gora berjewendên xwe yên çînayetiyê, hem li dij bizava Þoreþger û Demokrat a Kurd û hem jî, li dij opozîsyona Tirkiyê, her programên berterefkirinê bi kar dihênin. Ji bo wan tiþtê herî girîng; berdewamkirina zêrandin û mêtina dewlemendiyên welêt e.

Ev jî vê aþkere dike, ku pirs, ne pirsa Kurd û Tirk e, pirs pirsa berdewamkirina gerandina çerxa jiyana talan û mêtina bûrjûwaziyê ye. Nexwe wek me, gelê tirk jî bûye goriyê van kirin û þikenceyan. Ji ber vê hindê, çi kurd û çi jî tirk, karker, gundî, teqawît, her mirovên xwedî bîr û baweriya nûjen, pêwîst e, ku rawestina li hevberê ew nijadperestî û paþdemayina ji hêla mirovayetiyê ve hatiye mehkûmkirin, ji xwe re bike erk û delameta herî diyar. Heger ademîzad di vî warî de, li gor paraleliya hevdemiyê, ber bi pêþerojê ve gavine navêje û li dij vê belaya mel'ûn a li ser mirovayetiyê tênekoþe, ademîzad ni kare xwe ji ricimandin û la'netên nifþên dahatî û ayendeyê rizgar bike.

 

 

þeya kurdî

Neha em werine ser babeta xwe ya bingehîn a Kêþeya Kurdî. Gelo Wê Ev Pirs Çawa Be? Ber Bi Ku Derê Ve Here?

Netweya Kurd, ji sedsalan vir de ye ku hatiye li ber nemanê hiþtin, bi taybetî jî, li jêr serdema hêz û çînên desthilatdar ên Komara Tirkiyê (T.C.), bi kêferat û hewildanên tund ve hatiye asîmîlekirin û tirkkirin. Bi siyaseta sazî û avahiyên tirkan, yên bi navê "dibistan" ên li ser her dewr û berên xaka Kurdistanê, bi ferman û qedexeyan, her çend xerabkirin û herifandinek mazin li ser gelê kurd çêbûbe jî, dîsan her mirovê ku piçekî haydarê dîroka mirovayetiyê be, baþ pê dizane, ku ew gelê ku karibûye xwe bîne ta van rojan, bi wan ferman û qedexeyên dewlet û dolîwgeriya tirk koka xwe winda na kin û na bin tirk. Bi hin tedbîrên çêkirî, (weke bi kirêkirina; xwedê giravî hin nivîsevanên mêjû, yên bêsewad û miskîn, ku bi firotina berhemên xwe, ji rastiyan wisan dûrketine) siyasetek (!) miskîn dikin. Ez li vê derê pêwîstiya rawestana li ser guftûgoyek li ser hebûn û nebûna kurdan na bînim. Çimku guftûgokirina tiþtek weha, ne ku tenê kenê mirovan tîne, her wisan qijik jî, ji ber kenan zikêþî dike.

De ka em piçek ji nêzîkî ve li polîtîkayên asîmîlasyon û bi tirkkirinê binihêrin û ji xwe bipirsin. Ma van polîtîkayan em kirin tirk? Bersiv bi tîpên mezin: NA ye! Bervaciyê vê rewþê qewimî. Wisan, ku li van dibistanên tirkan, bi fêrkirina zimanê tirkî, ku van perwerdeyên ji bo bi dûrxistina zaro û xortên kurd ji kesayetiya wan a kurdîtiye, bû navgîn û alavên zaro û xortên kurd, ku xwe gihandin pile û radeya zanîna kurdayetiyê.

Xort û ciwanên kurd, bi riya fêrbûna zimên, xwe hînî dîroka têkoþîna Rizgariya Milletan û têkoþîna çînayetiyê, bi kurtî xwe hînî zaniyariya civakî kirin û xwe bi zane û þareza kirin. Li bin ronahiya vê zanîn û ilmê, di nav gelê xwe de ketin nav kar û xebatê û gelê xwe bi rêxistin kirin. Ev yek aþkere dike ku derb li xwediyê xwe zîvirî. Xebat û karguzeriyên rewþenbîrên þoreþger di nava xelkê de, xwe gihand pile û radeyek bilind a ciddî û ev yek bû sedema tirsa dilê qad û çînên serdest. Ji bo berdewamkirina nîzam û sîstema xwe, dest bi pirtirkirina dozaja karguzariyên xwe yên çewsandin û zextkariyê kirin. Weke li dîrokê rûdaye, dîsan hêrîþê ser rêkxistinên têkoþer ên rizgariya Gelî kirin. Endamên rêkxistinan hatin dîlgirtin û þikenceyên ku li nav mirovayetiyê nedîtî û nebihîstî li wan hatin kirin. Qiyma xwe bi vê jî ne hanîn, bi hezaran xort û kalên ji nav gel (tenê ji ber ku kurd bûn) hatin girtin di zindanan de ketin bin þikeceyan û bi zora van þikenceyan ew rapor û îfadeyên ku berê hatibûn amadekirin, bi wan dan bi þanenav û îmzekirin.

Ji bilî girtin û zindankirinan, herî pêþî li deverên bejî (li gund û bajarokan) hawar û feryada ew zext û þikenceyên ku þev û roj bi gelê kurd têne kirin, êdî li dunyayê kes ne maye ku pê ne bihîstibe.

Zext, þikence û zulm ne tenê van kirinên li van deran e. Dema mirov li dîroka mirovayetiyê temaþa dike, mirov pir xweþ dibîne, ku hêz û qadên serdest û bandûrdar, ji bo gerandina çerxa talan û mêtinê, di her dem û zemanê de, serî li van ramyarî û polîtîkayên zextkariyê dane. Gel û çînên bindest, her dem li dij van hêzên serdest û xwedî bandûr, têkoþiyane. Her çend ku van têkoþînan bûne sedemên xwînrijana bi hezaran mirovan û bi sedhezaran mirovên kêmandam û seqethiþtî jî, dîsan kes ni karibûye rê û pêþî li ber van têkoþînan bigire.

Dema mirov li dîrokê temaþa dike, dîsan pir baþ dibîne ku ew kesên ku ketine xewn û xeyala xwastina birawestindana têkoþîna netewe û çînên bindest, di dema xwe ya herî xurt û serwext de jî, li ber vê têkoþîna mafdar û bi heq, hûr û xan bûne û daketine ew ciyê ku layiqê wan e: qutiya zibil û rêxê ya dîrokê.

Gelo ew hêz û qadên xwedî bandûr, ku bi kêmanî, bi çendî me, bi vê rastiyê dizanin, çima ji bo piçek be jî dirêjkirina temenê xwe, vê hela-welayê dikin? Ev tahv û xwêdan ji bona çi? Çima vê xwînrêjiya mazin dikin? Ma ne hîna duh bû, ku hêztirîn
Þahê Rohilata Navîn û Markos'ê li Fîlîpînê bêgav û mecbûr man ku birevin? Madem wisan e, ev hemû tiþtên têne kirin ji bo çi ne?

Ji bo berjewenda mistek kesên ji çîna serdest, ev gel û millet li ber hev têne rakirin û dijminkirin. Ta hinek kes û dorhêl, ji bo vê armancê têne bikarhanîn û navgînkirin. Em çi car ne dijminê gelê tirk in, bervacî û bilakis em vê yekê diparêzin, ku em li dijî her çalakî û karguzeriyan e, ku birayetî û dostaniya gelan xerab dikin û em dibêjin ev tenê û bi tenê kêrî nijadperest û þovênan têt.

Ya herî xerab û neçê ew e, ku ev çîn û qadên serdest, ji bo dijminkirin û bi hevxistina gelan, ji bo avakirin û peydakirina astengê li ber hes û zaniyariya birayetiyê ya di navbera gelan de, serî li hin karguzeriyên cûrbecûr ên aborî, civakî û ramyarî didin û bi vê riyê, dijminahiyê hartir dikin.

Rastiya bêaramiya civakî û ramyariya di nav gelî de, pir diyar û aþkere ye, ku ew rik û bêziya di navbera van her du milletan de, wê bêhtir bibe û dawiyê jî, ev hestên dijminane wan bi hev bide xwarin. Lê belê hêzên serdest, wê çi car bi riya van hestên þovên ni karibin birayetiya di navbera gelan de bi astengkin. Ji ber ku îro mirovên li cîhanê bi lez û bez di nav pêþketin û guhartinan de xwe ber bi pêþ ve dibin. Dema em li tamaþeyê van þerên gelêrî dikin, em dibînin ku gel û milletên derveyî van þeran, bi alîkariya xwe ya maddî û manewî, xwe digehînin hawara gelên têkoþer. Ji bo her cûre desteg û piþtgiriyê, ji bo rizgariya van milletên têkoþer, xwe amade dikin. Bi kurtî, ademîzad, bêyî cudabûnek di navbera mirovan de, mîna yên spî û yên reþ, ev nijad û ew nijad, li hevberê her cûre xeter û rewþên xerab têdikoþin.

Gel û milletên cihêreng ên dunyayê, ji vê reþayiya cografiya dunyayê, ta reþayiya cografiyek dinê, bi hawara gelên bindest radibin. Min bawerî heye, ku wê li rojek nêzîk, bi destbiratî û piþtgiriya gelên cîhanê, wê ev qada zextkarî û mêtinê, her rojên ku diçin cih lê teng bibe û wê ji binî ve ji holê rabe. Ev bela û musîbeta ku li ser serê mirovayetiyê geriyaye û ew axa û patronên çek û pûsatê ku ji vê belaya dillewitî, jiyan û desthilatdariya xwe bi rê ve dibin, wê ji binî ve ne mînin û bi herifin. Em va ye ji îro de nîþan û mizgîniya vê yekê dibînin. Dema em li Afrîka Baþûr temaþe bikin, em dibînin, ku di þerê navbera Reþikên bindest û dewleta nijadperest de, tevayiya dunyayê, ji bo reþik mafên xwe bi dest bixin, li nik reþikan têdikoþin. Di vî warî de, tiþtê ku ji me re bêhtir sedema dilxweþiyê ye ev e, ku ew fîrma û þîrketên Afrîka Baþûrî, ji hêla gel û milletên cûrbecûr, têne protestkirin. Ji ber zext û daxwazên tund ên gelî, ta ji hêla dewlet û hukumetên cûrbecûr, li ser van fîrma û þîrketên, ku sedema mêtin, talan û zinatkariyê ne, ambargo têne danîn û têkiliyên wan ên aborî û ramyarî, têne bestandin û qeþakirin. Ev hemû çalakî û karguzerî, ji ber bilindbûna radeya zanîna mirovî ye û ji ber mazinbûn û xurtbûna van alîkarî û piþtgiriyên aktîf ên gelan e.

Mekanîzmayên talan û mêtinî ya kelehên faþîzmê, ji binî ve hildiweþin û ev yek dibe sedema hev hembêzkirina tevayiya gel û milletên cîhanê. Ev civatên hiþyarbûyî yên roja me, wê li hevberî hemû þer û birînên, ku ji neqencî û zerara mirovan re ye, derkevin. Ta li dij avakirina her sazî û kargehên, ku hewayê gemarî dikin, rabin. Nimûne û mîsalên herî berçavî yên vê çûyinê; çalakî û karguzeriyên li nav welatên Ewrûpî yên li dij berfirehtirkirina balafirgeh û damezirandina sentralên nukleerî ne. Min wisan bawerî heye, ku sibe roj mirov, wê her kar û karguzeriyên, ku li neqencî û xerabiya mirovan in, bidin rawestandin. Ne dûr e, ku mirov biajon ser karxane û fabrîkên, ku çek û tiþtên wisan neqenc hildibirin, van ciyan kavil û rûxan bikin.

Ji ber vê yekê ye, ku îro li Tirkiyê, ev hiziriya dillewitok, ku li ser serê gelên Tirk û Kurd geriyaye, rojek berê, bi avakirina nîzamek sosyalîstî, bêyî ku mêtina hin mirovan li ser hin mirovên dinê hebe, bêyî ku mirov ji ber filan yan jî bêvan nijadê, ji ber vê mezhebê, vê olê, vî rengî, yan wî rengî, ji hev bihêne cudakirin, bigehine maf û heqê jiyaneke wekhev û weke mirovan li teniþta hev bikaribin bi hev re bijîn. Yan na, ev hemû zext, zulum, xwînrijan û zindan wê berdewam bin. Ev yek wê kêrî kî were? Wê ji nifþên dahatiyê re çi bihêne hiþtin? Gelo ev yek wê bi kêrhatî be? Bêguman na? Ji bilî mistek mirovên xwedîpere, wê kêrî çi kesekî dinê ne yê.

Ma ev tiþt wê wisan dawî were? Ma wê wisan berdewam be? Pir xwerû û tebîî ye ku dema milletê Kurd di vê têkoþînê de bi serê xwe tenê bimîne, hingê wê bi pêkhanîna mafê xwe yê xwerû û tebîî yê mafê çarenûsiyê, wê ji Tirkiyê veqete. Hêz û qudreta çi kesekî wê tunebe ku vê yekê bide rawestandin.

Nifþên dahatî wê lanet û nifiran bibarînîn li ser wan kesên, ku çavên xwe li ber vê rastiyê digirin û dibin sedema van kirinan. Bila kes çi þik û gumanê ne ke, ku ev hele û þaþiyên ku hatine kirin û yên wê hîna jî bêne kirin, weke lekeyek li ser heniya van kesan bimîne. Ji ber vê çendê ye, ku ez dibêjim rewþenbîr, kedkar, gundiyên gelê tirk, gerek e ku hûn piþtgiriya vê doza mafdar a Gelê Kurd bikin.

Hingê em hemû bi hev re, vê talan û zulma, ku dest li ser mafên mirovayetiyê daniye, gelên kurd û tirk, em bi hev re, vê ne hêlin û ji holê rakin. Tev bi hev re, ber bi rojên xweþ û ciwan ve herin.

Her dîsan, kî bixwaze yan ne xwaze, wê kes ni karibe gelê kurd ji vê têkoþîna wî ya mafdar bi paþ de bihêle. Yên ku ketine bîr û bawerî û xeyalên, ku bi girtina van dozgeran, têkoþer û milîtanên vê dozê, bi derbaskirina girseyên gelêrî yên berfireh, ji dezgahên þikencexaneyan, bi zindankirina van girseyên gelêrî ev têkoþîn wê dawî were, yan wê bikaribe dawî were, tenê û bi tenê xwe dixapînin. Ji bîr ve ne kin, ku van keraset û kirin, tenê û bi tenê ji bilî polakirina vê têkoþînê, ji bilî bêhtir xwedîpêzanîn û tecrûbebûn û bi xurtbûnê, ji bilî kertek dinê jî xwe nêzîkkirina ber bi serfiraziyê, ne tiþtekî din e. Heger rê û kerasetên zext, zorkarî, zulum û þikencekariyê bikaribûna bibûna asteng li pêþ têkoþînên Rizgarîxwaz, diviya ku hingê ew gel û milletên, ku îro ciyên xwe li nav mirovayetiya hevdem girtine, ne mabûna û ji holê rabûna.

Ev tê wê wateyê ku bi vê rêç û azîneyê, tê xwastin ku bi van karguzeriyên paþverû û zorker, çerxa dîrokê bête rawestandin. Ev ne tiþtekî din e ji bilî seyandina royê bi heriyê. Rojên buhurî yên mêjûyî û bûyerên rojane nîþan û selimandinên vê yekê ne.

Heger van karguzeriyan, van zext û þikenceyan, van her cûre azîneyên zext û zulma paþverû, bikaribûna van pirsan çareser bikirana, hingê wê her pirs û gelþ, li gor berjewendên hêzên serdest serencam bibûna. Lê belê em dinihêrin, ku ev zulm û þikencekarî, li bervaciyê berjewendê hêzên serdest, dibe sedema bêhtirbûna hêz û tuwaneya girtiyan.

Ma ne wisa bûya, wê mirov, ji bo protestokirina zulm û þikenceyê xwe ne sûtandibûna, di rojiyên mirinê de wê dawî bi jiyana xwe ne hanîbûna, ji bo protestkirina þikenceyê wê xwe darve ne kirana. Aha li vê derê em dibînin çawa nimûneya lehengiya bîr û baweriyê ya li dijî zordariyê xwe nîþanî me dide. Aha li vê derê em dibînin cesaret û lehengiya mafdarbûna li hember þikence û zordariyê çawa xwe bi nimûne dike. Polîtîka zulmê, carek din hate ber neman û îflasê.

Di destpêka sala 1981'ê de, gerînendeyên dewletê, car bi car bi beyanatên xwe digotin tevayiya hêza þoreþger ta sedî 95 hatin rûxandin û bi vê gotinê xwe dixapandin. Nexwe piþtî demekê dîsan digotin, ku nêzîkî ji sedî 70'yî rêkxistinên þoreþger hîna li ser xwe û xwedî hêzên xwe ne.

Nedîtina ew namûs û rûmeta mezin a van mirovên bêyî jiyana xwe bi tiþtekî bijmêrin, wan fîdakariyên ku ji bo têkoþîna xwe dikirin, bawerkirina bi rûxandin û rawestandina vê têkoþînê, ne tiþtekî din e ji bilî serê xwe mîna maman di nav qûmê de veþartin. Anku ew hizira miskîn ya xwexapandinê ya bêsewad..

 


Serhildanên dîrokî

Ez dixwazim neha bi kurtî hin bûyer û tevkuþtinên ku li rojgariya dîrokê çêbûne bi bîr bihênim. Çimku van bûyerana, ji hêla her kesî ve têne zanîn. Ji ber encamên van bûyeran e ku îro em hatine vê derê.

Dema serhildana Þêx Seîd'î, bi sedan cih û war hatin sûtandin û wêrankirin. Bi dehhezaran kurd hatin kuþtin. Bi hezaran zar û zêrç di nav agiran de can dan. Bi sedan kurd li bajarê Diyarbekr'ê li taxa Derê Çiyê û li ber Mizgefta Mezin hatin bi darvekirin. Bi hezaran mirovên kurd bi hincet û bahaneyên hukumkirinê li ser riyan hatin gulebarankirin. Raporên wisan derew li ser wan hatin nivîsîn weku: 'dema reviyan ji piþt re gulle li wan ket'. Zaroyên di navbera salên 4 ta 6, bi darê zorê ji dayik hatin veqetandin û li þûna bavê xwe, ji welêt hatin bi dûrxistin û nefîkirin.

Her heman êþ û kelem, li sala 1928'ê li Dêrsim'ê jî hat dîtin. Hovîtiya li Dêrsim'ê êdî xedar û bêînsaf bû. Ji bo kargêrî û tesîr li ser peyayên þêniyê bêt kirin, li ber çavê dê û bavan, qirika zarokan dihat li kêrê xistin û xwîna wan bi ser ava çemê Munzûr ve dihate herikandin.

Heger ez ne þaþ bim, li gor hejimarên fermî; li ser 94 hezar mirov hatin kuþtin. Ev e tenê hejimarên ku hatine bi destxistin. Piþtî ku hemû þûnewar û gund hatin sûtandin, kesên saxmayî jî, þandin bi dûrî û nefiyê. Dema tevgera Sason'ê, ku gund dihatin sûtandin, bêyî cudakirina jin, zar û zêrç, tevan dixistin kadînan û agir bi wan dixistin. Bi gazî û feryadan, bi 'hawar hawaran' mirov can didan. Tiþtê êdî hov û dirinde ew bû, ku kuþtina peyayan bi girêdana dest û lingên wan û paþê jî serê wan ji nav çoga wan re dihate xwarkirin û stûyê wan bi birrekê dihate birrîn. Dû re jî, nav û þanê wan bi guhên wan ve dihate darvekirin û serê wan diþiyandin ji kaymeqamiya Qozlux'ê re. Bi hezaran kesên ji Sasûnê û Qozluxê ji welêt hatin dûrxistin û nefîkirin.

Her heman kefaretên kuþtin û birrînê, li serhildana Agirî'yê jî hatin dîtin. Li wir jî, ew kesên ku hatibûn gullebarankirin, laþên wan bi dûvê hespan ve hatibûn girêdan û li kuçe û kolanan, li pey hespan dihatin kiþandin. Gund tev hatin sûtandin û wêrankirin. Piraniya gundiyan ji welêt hatin dûrxistin.

Ev milletê, ku rastê van dijwariyan hatiye, li ew þikence û zordariyên kesnedîtî û ne mirovane tûþ bûye, dîsan jî hebûna xwe ta roja îro parastiye û piraniya nirx û hêjayiyên xwe karibûye baþ biparêze. Hingê bila çi þik û gumana kesî ne be, ku ev millet wê li pêþerojê jî hebe.

Baþ e lê veristina vê gelþê wê çawa be?

Ez mirovekî sosyalîst im. Divê mirovên sosyalîst ji kûjeke zaniyarî li bûyeran temaþe bikin û bûyer û pêþveçûnên civakî, li bin ronahiya zanîn û zaniyariyê binirxînin.

Nakokiya herî bingehîn, ku mohra xwe li serdema me xistiye; nakokiya ked û sermayê ye. Her wisan jî yek ji nakokiyên verêsker û çareserker ên vê dema me, Pirsa Netewî ye.

Çîna burjûwazî, ku desthilatdariya xwe ya li bazara hundurî biriye serî, vêca ji bo firehtirkirina qada çerxa xwe ya talan, mêtin û zêrandinê, ji bo mêtin û talankirina hebûn û hêjayiyên gel û milletên din, derdikeve derveyî tixûb û sînorên xwe yên neteweyî û polîtîkek berçavî ya talanê dike. Dema çîna burjûwaziya milletê serdest, ev talana xwe dike, her wisan jî dixwaze sazî û desthilatdariya xwe her bidomîne. Ji bo ku di vê armanca xwe de bi ser keve, di navbera her du milletan de dijminahiyan peyda dike û þer derdixe. Ji bo nimûnê; civata milletê serdest; weke civatek hevdem û modern û civata milletê bindest jî; weke civatek dirinde û paþdemayî nîþan dide. Em dikarin di vî warî de miþe nimûne nîþan bidin. Çîna burjûwazî bi van lîstinên xwe yên polîtîkî, bi bêhtirkirina dijminahiya di navbera her du milletan de, li pey zexmkirina þûna textê desthilatdariya xwe ye. Her bi vî awayî jî, ew gel û milletên ku ketine jêr bandûrê û hatine berbendkirin, bêhtir xwedî li nirx û hêjayiyên xwe yên neteweyî derdikevin û serî li veristin û çareserkirina vê gelþê dixin. Ha ev dem e, ku Gelþa Netweyî dibe gelþa verêsker û çareserker. Nakokiya di navbera gelên li bin zextê û hêzên zorkar derdikeve pileya yekem. Hingê gelþên din, bi paþ ve dikevin. Nexwe veristina vê gelþa neteweyî ya ku li dar e, dibe sedema veristina nakokiya ked û sermayê jî. Nemaze di her merc û doxê de, ev nakokiya yekemîn dikare biguhere. Lê belê nakokiya bingehîn ni kare biguhere. Ev nakokî kilîla veristina gelþa bingehînî ye.

Ev gelþ, berpirsiyarî û erk û delameta li ser þanê hem þoreþgerên milletê bindest û hem jî þoreþgerên milletê serdest e. Berpirsên vê erkê, divê di encama nirxandina bi rêk û pêk ya merc û hoyên rewþê, rêç û azînan, ji xwe re peyda bikin û li bin ronahiya van nirxandinan, bi rê ve herin. Heger bervajiyê vê yekê bête kirin, wê gavê ew rewþa ku burjûwaz dixwazin, peyda dibe û ev yek dibe sedema jihevsarbûna her du milletan. Em parêzgerê hoy û prensîba bicihkirina mafê çaresnûsiya neteweyan in. Her netewe, xwedî mafê bi hev re, yan jî cihê jiyînê ye û bikarhanîna vî mafî, tenê bi destê wan e. Hingê çi divêt bê kirin? Îro li Tirkiyê, li ser gelê kurd her babet serdestî bi darê zorê têt kirin. Ew rewþenbîr, xwendekar, xort û xelkên wekî din ên, ku li hevberî hêzên serdest ciyên xwe li nav refên dij hêzên serdest girtine, bi azîneyên herî har û barbar têne þikencekirin û li zindanan girtin.

Riya ji holê rabûna vê cendera zilm û zorê, bi hewildanên hevbeþ ên milletê kurd û tirk dibe. Gerek e ku bi rewþenbîr, nivîskar, kedkar, karker û çapemenî û bi hemû xelkê xwe, tirk, li dijî van zordariyan, bi milletê kurd re piþtgiriyê bikin. Ev e birayetiya milletan. Heger gava hewildanên milletê kurd bi serê xwe tenê bê hiþtin, hingê milletê kurd bi serê xwe tenê vê têkoþînê wê bi rê ve bibe. Wê gavê jî berpirsê jihevqetandina milletan û wan bêgavhiþtina li nav têkoþînên li du qadên cihê, ne milletê kurd e. Berpirsê vê rewþê hingê rewþenbîr û þoreþgerên milletê serdest e. Divê li vir baþ bidime fêmkirin, ku ev yek ew ê bibe sedema jihevveqetandina du gelên ku bi sedan sal in ku bi hev re jiyane.


 

Þikenceyên dirinde

Birêz encumenê dadgehê! Ez di vî beþê parastina xwe de jî, dixwazim beþina ji wan kar û kirinên, ku ji roja ku ez hatime girtin min dîtine, li wan þikencexaneyên polîsxaneyan û girtîgehan û çi bi serê min de hatine, tiþtên min dîtine û bihîstine, binivîsim.

Piþtî ku ew ez ji Stanbolê hanîm, ez avêtim zindana di nav polîsxaneya bi navê Þehitlik Karakolu [ya li Diyarbekr'ê-w]. Piþtî ku ez demek li vir hatim hiþtin, rojekê gava serkarê ewlekarî û asayiþê hate polîsxaneyê, ez ji zindana polîsxaneyê hatim derxistin û ez hanîm pêþ cenabê vî giregirê dewletî. Dema ez ji derî ketim hundur, min raste-rast qêrîn û borînek bihîst. Serkarê ewlekariyê di nav odeyê de diqêriya û digot 'ulan tu dizanî ez kî me?' û dest bi pesindayinan kiribû. Wî digot; 'gava ku tayina min derket Diyarbekrê, gava ez hatim Diyarbekrê, tu ne hatî pêþiya min û ne jî te paþê rojek xêrhatina min kir. Min ev helwêsta te ji bîr ve ne kiriye. Ez ê neha, çi çi ye û çi jî ne çi ye nîþanê te bidim!' Dest bi gefdayinan kiribû. Rebeno digot qey ew ê bi riya van gefdayinan, bikaribe min bitirsîne û bi vê riyê toleya xwe ji min veke. Wisan reben bûbû ku hay ji wan merc û awayên protokola dewletê, ku wî kiribû serkarê ewletiyê, nîn bû. Gava wî gefdayinên xwe hemû rêz kirin, ez dîsan avêtim zindana polîsxaneyê.

Piþtî demekê ez û sê hevalan, em ji bo pirsiyariyê ji zindanê hatin derxistin. Hîna em li ser rê bûn çavên me hatin girêdan. Dema me xwe nêzîkî deriyê odeya pirsiyariyê kir, ji dengên ku dihatin guhên min, min fêm kir ku coþek mazin a libendemayinê li wir hebû. Min hema lingê xwe ji nava derî kir hundur û ne kir, yên xwe gihandin ber min, bi dengê 'Allah-Allah!'an kulm, pîn û qondaxa tifingê li ser serê min barandin. Ji ber ku çavê min girêdayî bû, loma min ne zanî ku çend kes bûn li min dixistin.

Di vê rewþê de, tiþtê ku min dikaribû bikira tenê ew bû; ku diviya min li ber vê hêriþa dirinde û barbar dinanên xwe biþidanda. Gava em li erebê bûn, min hin þik û texmînan dikirin, lê min çi car rê û hizirek ne dida, ku kirinek welê qebe û derveyî miroveyetiyê. Her çend min rade û sînora bêzî û nefreta wan a li ser min hebû baþ dizanibû, dîsan jî min rê ne dida, ku ew bikaribin ev çend bi xerabî li pêþ mirovekî wekî min ku her çi be jî þaredariya vî bajarî kiriye û li ser daxwazî û dengê xelkê, hatiye ser kar û piçek be jî, rêza xelkê bigirin û li nûnerê viyana azad a vî xelkê, helwêstek bi vî xerabiyê nîþan ne din.

Lê belê hûn ê di nav wan bûyêrên ku ez ê hîna ji we re binivîsim jî bibînin, ku bervaciyê vê hizira min, hûn ê fêm bikin, ku ew ê ku jê wisan dihat bêzî û nefretkirin, ne ez bûm. Ew xelkê kurd bû. Min vê yekê ji van gotinan fêm kir. Ta zikê wan biçiriya bi berdewamî ji xwe re vê diqêriyan: 'Tu kurdî, ne? De bila neha kurd werin te rizgar bikin!'

Ew, pêþiyê em avêtin nav odeyek biçûk û li ser betonê dane rûniþtandin. Ji ber wê kotek û lêdana ku li min ketibû, ez ji xwe de ketibûm. Hevalên min, ku vê rewþê, ji dengê min fêm kiribûn û ji binê goþeyek ji paçika li ser çavê min jidandî, xwastin li çavê min mêyze bikin. Notirvanê ku vê helwêsta hevalan dît, bi qondaxê tifingan li hogirên min xist. Piþtî lêdanek dûr û dirêj, bi tirkiyekî nêr 'tu tirk î, yan kurd?' ji min dipirsîn. Min got 'ez kurd im.' Li ser vê bersivê bêdeng ji odeyê derketin û çûn.

Êdî þev bû. Qêrîn û nalînên ji hêlên din dihatin, bêrawestan xwe di nav guhê me de vedidan. Ji niþkê ve me dengek gurr bihîst, ku me fêm kir, hinek ketin di hundirû de. Di vê heyamê de, yek ji wan kete bin çengê min û ez kaþ kirim. Piþtî ku ez piçek ji erdê hatim kiþandin, dikaribûm rabim ser piyên xwe. Ew ez hanîm odeya þikenceyê û li erdê bi rûniþtin dam. Yek ji wan dest pê kir û bi þîþek hesinî li vir û li wir a min xist. Yekê din ji wan jî digot; 'mekin', 'lê me xin!'. Di her keys û derfetê de jî, bi kulmikan li nermiya nav zikê min dixistin. Di encama vê lêdanê de, êdî ez ni karibûm jî birûnim. Bêyî ku ez bibînim, min hes û fêm kiribû ku her derên min werimî bûn û ji difna min jî xwîn diherikî dihat xwarê.

Van sikencekarên har jî, bi kenên xwe yên dengbilind ji min dipirsîn: 'Tu çima bûyî serokê belediyê? Kê ji te re got bibe serokê belediyê? Em ji mêj ve li bendî vê rojê bûn.' Her wisan jî bi lêdana xwe berdewam bûn. Gava ku wan fêm kir ku êdî ji bo axiftinê çi hiþ di serê min de ne ma, hingê ez birim li nik wan girtiyên dinê avêtim erdê.

Piþtî demekê, gava hiþê min hat serê min û ji bo ku ez bizanibim ka ew dengên li der û dora min ji kê derdiket, ji bo ku bizanibim hevalên min li vir bûn yan na, loma min ew paçika ser çavê xwe piçek da alî û min temaþa kir û min dît, ku deng ji kîjan mirovî dihat. Hinek ji wan, weke hezretî Îsa'yî, ji milên xwe ve li ser çarmixek hatibûn girêdan, hinek ji wan li erdê di nava gola xwînê de digeviziyan û hinek jî, ji ciyê xwe yê rûniþtî nale-nal dikirin.

Þeva min bi van çavdêriyan wisan li ser betonê rûniþtî û çavpêçayî derbas bû. Serê beyanî, ew dîsan ez birim odeya þikenceyê. Li gor min fêm kir, li wê derê pênc mirov hatibûn ku bi min re bipeyivin û bikevin bazariyê. Ez li ser sendeliyê hatim bi rûniþtindan. Yek ji wan berê xwe da min û got: 'Temaþe bike, me çi jê nîn e ku tu sûcdar î yan ne sûcdar. Lê belê em ê nivîsek bidine te. Divê ku tu li bin vê nivîsê navê xwe dahênî. Ne me û ne jî xwe li dijwariyan werbike. Vê jî ji bîr ve ne ke, ku heger tu weke me ne kî, tu ji vê derê bi saxî dernakevî!' Gava min bersiva wî da û gote wî ku 'min çi rewþeke nediyar nîn e û heger ne gotinên min bin, ez li binê çi nivîsekî navê xwe danahênim.' Li ser van gotinên min þikence dîsan dest pê kirin.

Ji ber wan þikenceyên ku roja pêþî bi min kiribûn, ez ji xwe de ketibûm. Hiþ li serê min ne mabû. Ez li erdêketî bûm jî, dîsan bi pînan li min dixistin. Qet ji vê têr ne dibûn. Navgînên elektrîkê ku hanîbûn, têlên wê pêþî bi serê tiliyên min ve girê dan. Piþtî çend caran þoka elektrîkê bi min dan, elektrîkê birrîn. Cilê min ji min kirin û min li çarmixa ku berê amade kiribûn jidandin. Hejimarên þoka elektrîkê ku bi min ve dabûn, na yê bîra min, çimku ez li ser çarmixê ji xwe de çûbûm. Gava min çavên xwe vekirin, ez li ser betonê dirêjketî bûm.

Dîsan xwîn ji dev û pozên min dest bi herikandinê kiribû. Ji ber ku piraniya xwîna di laþê min de herikî bû, loma ew bi lezê pembû hanîn û dan ber pozê min, da ku herikîna xwînê birawestînin. Ta herikîna xwînê kêm bû ez li odeyê hatim rawestandin. Dû re, du kes bi milên min girtin û ez kiþandim ciyê ku girtiyên dinê li wir bûn.

Gava ez hatim nav girtiyan, dengê feryad û qêrînan bilindtir bûbûn û dengê hawarê ji gelek ciyan ve dihatin. Ji bêgaviyê, gava min guhdariya van feryad û qêrînan kir, min fêm kir ku dengê qêrîna jinê jî di nav wan dengan de hebû. Ji dengan dihate fêmkirin ku bêrawestan þikence bi jinekê dikirin. Gava min guh da axiftinan, min bihîst ku yek li pêþ jinikê rawestiyaye û diyar e ku ji mêrê wê re dibêje; 'temaþe bike, heger tu ne peyivi ez ê di jina te n...m.' Gava deng ji mêrî ne hat, wî derxistin ji derve. Wê gavê dengê hawara jinê tevayiya salonê dagirt. Gelek car mêrê jinê derxistin der û hanîn hundurû. Demek êdî dengê jinikê hatibû birrîn û nalînek nizm jê derdiket. Hingê jinikê ji erdê kaþ kirin û hanîn li ciyek nêzîkê me danîn. Vê carê jî, mêrê jinê girtin binê þikenceyê û her heman pirsan ji wî jî dikirin û bersiv ji wî dixwastin. Ev þikence berdewam kir û kir û kir û kir... Encama wê ni karim tam bi bîr ve bînim, çimku ez hingê dîsan ji xwe de çûbûm.

Piþtî gava pirsiyariya li ser me bi dawî hat, min bihîst ku ev kesê ku li girtîgeha Diyarbekrê dîsan bi þikence hatibû kuþtin, Alî Saribal bû. Ew jin jî jina wî bû.

Em berdewam bin.

Gava ez ji wir derketim, polîsek pehîna xwe li min da û 'Hey ulan Mehdî Zana ev çi hal e?' bi ken ji min pirsî. Ez jî li ciyê xwe veketî, min gote wî 'Ma wê çi be?' Wî jî, vê carê dengê kenê xwe bilindtir kir. Hingê min wisan lê vegerand: 'Di siyasetê de tiþtên wisan dibin. Siyaset mîndera pahlewaniyê ye. Carinan mirov bi ser dikeve û carinan jî di bin de ye. Lê belê gava ku em bi ser kevin, hingê wê ne wisan wekî we çendemî be. Em ê ta serteseriyê li serî bimînin.' Ji dengê pêlavên wî min fêm kir ku ji nik min çû.

Vê carê jî, tiþtekî nû li ser dengê hawar û feryada mirovan zêde bûbû. Muzîka arabeskî.. Qêrîn û nalîna mirovan ji ber êþên þikenceyê, tevliheviya van dengan û ew kargêriya psîkolojîkî ya li nav serê mirov peyda dikir, tenê ew mirovên ku di wê rewþê de mabin pê dizanin. Dema ku ev þikence bi saetan berdewam dikir, polîsek ku nuh dest bi payina xwe ya rojê kiribû, hat nik me û dest bi axiftinê kir. Li nêzîkê sendeliya polîsî, destê min li nav kelepçeyê ez li erdê dirêjketî bûm. Ev polîs dest pê kiribû waaz û dersa Xwedayî û ya Quranê dida min. Carinan jî lingê xwe, li ser nermiya zikê min datanî û bi pînan li min dixist. Bi van kirinan, erk û delameta xwe ya dînî jî bi cih tanî camêr.... Ew þeva me her bi vî awayî derbas bû.

Roja din, gava ez li ser riya çûn û hatina seansên þikenceyê bûm, min dengê hawarek pir bi lavayî û dilsoj bihîst. Gava þikenceya xwe dawî hanîn, vî kesî hanîn li nik me danîn. Min xwast ku ez wî nas bikim.. Bi nepenî, ji bin goþeya paçika li ser çavên xwe min li wî nihêrt. Min dît ku kurekî çardehsalî ye. Gava þikence bi kurikê dikirin, pirsên ku jê dikirin ev bûn: 'Navê hogirên xwe yên li nav rêxistinê bêje me!' Gava kurikî got 'min çi têkilî bi wan re nîn e', hingê polîs digotine wî: 'Gava me n..a te, tu wê bêjî.' Kurik tazî - tena derpê bû. Gava polîsan dest avêtin derpêyên wî, hingê kurikî bi lavayiyek dilsoj digot: 'Ez di bextê we de me. Têkilî min ne bin. Heger hûn çi bixwazin ez ê bikim!' Polîsan: 'Ha wisan were rayê!' gotin û dest ji wî berdan. Di wê heyamê de, ew dengên ku dihatin ber guhên min pir ne zelal bûn. Min baþ ne dibihîst ku çi têt peyivtin û çi bi kurikî dane îmzekirin. Gava dîsan kurik hanîn nik min, kurikî di keysek de gote min 'Xalo min têkilî bi hîç tiþtek nîn e. Ji ber van þikenceyan min navên hevalên xwe yên li dibistanê û yên li taxa me dane wan.' Kurik pir ber bi vê yekê diket û jixwedeketî ji min dipirsî 'Gelo heger ew hevalên min bigirin, wê çi bi serê wan bihênin?' Min ji bo kewandina êþa dilê wî gote wî: 'Ew ê wan bihênin. Piçek li wan jî bidin û paþê jî wan berdin.'

Ez bi dengê hawarek, ku ji aliyek din ve hat guhê min veciniqîm. Min guhê xwe pik kir û xwast guhdariya axiftinan bikim. Þofêrekî taksiyê hanibûn. Derdê cigarê li serê wî dabû û ji bo cigareyekê lavayiyên mazin dikir. Þikencekaran cigareyek ne didane wî û di ser de jî, bi vî halê wî kenê xwe pê dihanîn. Di vê heyamê de, polîsek bi serbilindiya serokbûnê gote wan 'Yê di nav tabûtê de ye bihênin vir!' Û deng ji her kesî hat birrîn. Ew kesê di nav tabûtê de hanîn û di cih de wî bi þoka elektrîkê ve girêdan. Gava þoka elektrîkê bi laþê wî dixistin, bi dengek nizm nalîn ji wî dihat. Min fêm kir ku ew demek dirêj e di tabûtê de hatibû hiþtin. Ji ber tîhnbûn û birçîbûnê bû ku hêza wî ya berxwedanê ne mabû. Pirsiyariya li ser wî her bi vî rengî berdewam dikir.

Piþtî demekê, em ji bo xwarinê (!) rakirin. Em li teniþt mêzek, çavgirtî rêz kirin û kefçiyek dane destê me. 'Mexwin! Bi ferman û komandoyek hûn ê dest bi xwarina xwe bikin. Gava hat gotin "dest ji xwarinê berdin!" divê hûn dest ji xwarinê berdin. Heger na hûn bi xwe dizanin, ku wê çi bi serê were we!' Piþtî vê axefê, xwarin li ser teyfikan danîn. Em li bendî fermanê rawestiyan. Gotin ku 'hejimara dev ji xwarinberdanê 10 e.' Hîna kefçiya duwemîn li devê me bû, jimareya 10'ê gotin. Bi hemû hêzên xwe, li wan ê ku kefçî hîna ji dest bernedabûn dixistin. Li þûna xwarinê me kotekek xweþ xwar û gotin 'dema xwarinê bi dawî hat.' Paþê em birin salonekê. Di her dema xwarinê de, ev bûyer dubare dibûn. Rojekê girtiyek van kirinan di serê xwe de jimartibû û perçeyek nan kiribû di bêrîka xwe de. Di salona rawestanê de, gava di bêrîka wî de nan hat dîtin, tevayiya tîmê û pawanê eskeran li ser serê wî civiyan, Ta ev heval ji xwe de çû, li wî xistin. Lê bi rastî em hemû wisan birçî bûn, ku em jî dikaribûn biketena di nav vê rewþa wî de.

Dora pirsiyariyê hatibû ser hevalên min (Aydin, Refîk û Nûrî) yên ku bi min re hatibûn girtin. Ev bi dorê dibirin þikencekirinê. Ev birin û hanîna wan, çend caran berdewam kir. Min pile û dozaja þikenceya, ku bi wan dikirin, ji dengê hawar û gaziya wan fêm dikir. Yek ji van hevalan, li heyamekê keysa li nik min rûniþtinê dît. Min xwast ku bizanibim ka þikencekar jê çi dipirsîn. Polîsên gotine wan: 'Yê ku we da dest Mehdî Zana ye. Me derbareyê Zana'yî çend agahdarî li ser kaxizan nivîsîne. Hûn jî þanenavê xwe li binî dahênin, hingê em ê we serbest bihêlin.' Bi berdewamî: 'sedema van þikenceyan jî ne îmzekirina van belgeyan e.' Bi rojan ew kirin bin lêdanên felaqeyê, ew bi dar ve kirin, þoka elektrîkê dane laþê wan û her cûre zext û zor li ser wan kirin. Rojekê dîsan van kesan birin odeya þikenceyê. Dema ji niþkê ve dengê qêrîn û hawara wan hat birîn, hin hizir û raman di serê min de çûn û hatin. Piþtî demekê Aydin Hasar'î hanîn nik min û ew weke tera genimî, li nik min avêtin di ser erdê de. Li erdê di nav êþ û birînan de dinaliya. Min xwe bi hêdîka nêzîkî wî kir. Gava min 'Tu çawan î?' jê pirsî, wî got 'Ez baþ im' û bi nalîna xwe berdewam bû. Bûbû þev. Pawanê eskerî, em birin tuwaletê. Berî ku Aydin Hasar bikeve nava tuwaletê, wî pantolona xwe ji xwe kir. Bi paçikek gemarî birîna xwe maliþt. Gava min lê nihêrî, min dît ku ji kêlekên wî xwîn diherikîn. Li pêþ vê dîmena ku min dît, min ni zanî ku ez çi bikim. Min xwe nêzîkî wî kir û gote wî: 'Min tika û rica min e ku hûn vê tahde û zorê bi xwe ne kin. Heger polîs derberayê min, çi ji we bixwazin bidin îmzekirin, hûn îmze bikin. Bes xwe ji bin vê zorê derêxin.' Em dîsan vegeriyan þûna xwe.

Roja dinê, pirsiyariya polîsan berdewam kir. Dema hevalan di îmzekirinê de li ber xwe dan, hingê þikencekaran gef dane wan û gotin 'Divê yan hûn ê îmze bikin, yan jî em ê jinên we bihênine vê derê.' Li ser vê gefdayinê Aydin Hasar'î gote wan 'jina min ne hênin vê derê, hûn çi bixwazin ez ê bikim' û navê xwe li binê ew nivîsa ku ajotibûn ber wî danî. Gava Aydin Hasar hanîn salona ku ez lê bûm, wî gote min 'Keko ji bo ku jina min ne hênin vir, min navê xwe li bin hin belgeyên derbareyê te danî. Li min bibuhure gidî.' Min jî lê vegerand û gote wî 'qet li ber me keve ev tiþtekî normal e.' Polîsên þikencekar ji ber ne dîtina riyek li dij min, ji ber nedîtin û peydanekirina sûcek li ser min, êdî bêhtir har û hêriþkar bûbûn.

Du roj derbas bûbûn. Ji serê beyanî telaþ û coþek di nav polîsan de hebû. Cihêtir ji wan rojên din, seansa þikenceyê ya îro di saet 9:30'ê de dest pê kiribû. Yekcar ez birim odeya þikenceyê û dîsan bi ew pirsên berê ez pirsiyar kirim. Vê carê ji koteka qebe bêhtir, por û rihên min dikiþandin. Nexwe þikenceya bi þoka elektrîkê jî weke seleteya li ber xwarinê her car hebû. Gava karê þikenceya bi elektrîkê hew hat, ez dev û rû li ser erdê dirêj kirim. Yek ji þikencekaran li ser piþta min digeriya û yekê din jî, bêrawestan li serê min dixist. Heyamek wisan ajot. Dû re jî, kincên min ji min kirin û ez dîsan bi çarmixê ve hilawistim. Gava ez li çarmixê hatibûm jidandin, bêrawestan derba kulman, li nermiya zikê min û li ser singê min diketin. Bêguman çêr û sixêf jî wek zencîra van kirinan, her dem bi dumahîk û berdewam bûn.

Êþa þoka wê elektrîkê, ku di vê cara dawiyê li çarmixê dabûne min, tevayiya laþê min vegirtibû, ez di nav êþ û izdirabê de hiþtibûm. Ta neha min li þikenceyê hiç qêrîn ne kiribû, lê wê rojê êdî min ni karibû qêrîna xwe li ber wê êþê bida rawestandin û êdî qêrîn ji min jî çûbû. Hema dilê min dihate ber devê min. Min ne karî xwe li ber pêlên van êþan rabigirta û ez ji xwe de çûbûm û xewirîbûm. Gava min çavê xwe vekir, min dît ku ez çîptazî di nava avek pîs, li erdê dirêjketî me. Her derên min diêþiya.

Min wisan fêm kir ku kesek li ber serê min rawestayî, bi sivikî bi pîna xwe li serê min dixist û 'Ev çi hal e?' diqêriya li ser min. Gava þoka elektrîkê ji serê min jî dabûn min, paçika li ser çavên min, hinek siqitî bû û hatibû xwarê. Gava min ji kenarê paçikê li wî nihêrt, min dît ku serfermanê leþkerî ya demê, li ser min rawestayî ye. Bi axiftina xwe de çû û gote min: 'Aha dawiya te ev e.' Ji xwe gelekî razî û tatmînkar bû. Polîsan li dora wî bûbûn çember û weke peyvên wî pir girîng bin, guh didane axiftina wî. Min û vî serfermanê, me berê hev dîtibû. Neha ez ê çêl û bahsa hevnaskirina xwe û wî bikim.

Gava ez þaredarê bajêr bûm, hemþehriyê serfermanê leþkerî yê bi navê Laz Osman dihat naskirin, li Diyarbekr'ê karê muteahhîdî dikir. Rojek ev kes hate nik min û gelek caran pêþniyar kir ku ez destûrê ji bo lêkirina avahiya wî ya qaçax bidim. Li gor pêþniyariya Serkariya Avadaniyê, destûrdana ji bo vê avahiyê xeter bû. Ji ber vê yekê min her çend gote wî jî, ku ev kar na be, lê Laz Osman dîsan hate nik min û gote min 'silavên serfermanê leþkerî hene.' Paþê jî got ku 'ez dixwazim diyariyek pêþkêþê we bikim' û 250 000 TL pere li ser mêza min dahêna. Ji ber doz û bîra min a îdeolojîkî, weku, demek
hemû xwîna di laþê min de hilkiþiyabe ser serê min, min vê gote wî: 'Divê tu pêþniyarek welê ne kî' û min diravên wî êxistin di nav destên wî de û min gazî serkarê teknîkî yê karê avadaniyê Mehmet Kaya'yî kir. Min gote Mehmet Kaya'yî da ku ji Laz Osman'î re agahdariyên li ser rewþa avedaniya li bajarê Diyarbekr'ê bidiyê. Berpirsiyarê erkdar, Laz Osman'î li ser vê yekê agahdar kir. Mehmet Kaya þahidê axiftinên di navbera min û Laz Osman'î de ye. Ji ber cî bi cî nebûna karê hemþehriyê wî yê bi navê Laz Osman, serfermanê leþkerî bi telefonê li min geriya û bi kurtî gote min 'divê ne wisa bûya!' û telefonê li ser ruyê min girt.

Ev gefdayinek bû û gefdayin ne teze bûn.

Serdema serokatiya min a li belediyê, hemû serfermanên leþkeriyên tirk hatibûn Diyarbekr'ê. Roja sêyemîn a serdana serfermanan, dema þîvê em li xwarinxaneya ordugeha tirk bi hev re bûn. Berî ku em dest bi xwarinê bikin, me ji piya de dest bi suhbetê kiribû. Li vê navberê, serfermanê giþtî yê leþkerî û serfermanê hêzên leþkerî yên din, li ser çûna xwe ya Êlih'ê [Batman-w] dipeyivîn. Piþtî piçek bi giþtî li ser sefera xwe peyivîn, paþê jî çêla ezimandina xwe ya firavînê kirin. Di vê firavîna þerefê ya serfermanên tirk, ya ji bo rêvebirên þîrketa tirk ya bi navê TPAO (Türkiye Petrolleri Anonim Ortaklýðý), þaredarê Êlihê Þehabetin Baðdu ji ber nexweþiya xwe ne karibûye beþdarê firavîna serfermanan bibe. Lê belê 'me dîsan ew ji nav nivînên wî rakir û hanî.' gotin serfermanan. Weke ji Þehabetin re bibêjin digotine min; 'Aqilê xwe li serê kin. Em ê dunyê bikine tasek û bi ser serê we de kin!' Li vê heyamê jî, serfermanê bejiyê got: 'Kurd û murd nîn e. Em hemû tirk in!' Hingê min jî wisan bersiva wî da: 'Em kurd û hûn jî tirk in. Çima hûn ji me direvin? Me bi milê we girtiye, lê hûn milê xwe bi þûn de dikiþînin. Heger milê we ji we biqete, hingê guneh ne gunehê me ye.' Ji xwe berê ew gotinên ku li ser Þahabetin Baðdu'yî gotibûn, weke di gotinên pêþiyan de: 'dîwaro ez ji te re dibêjim, yê piþt dîwêr tu fêm bike' ew li ser min hatibû gotin. Li ser van gotinan ruyê serfermandêr piçek xerab bûbû. Ji serfermanên din ên leþkeran jî, dengek der ne diket.

Me ew þev bi vî awayî buhurand. Em dîsan li þîva ku ji hêla þehriyarê (walî) Diyarbekrê hatibû dayin, bi hev re bûn. Her çend min gote serfermanan ku divê ew bibin mêvanên belediyê, wan red kir. Min her çend vê pêþniyara xwe li þeva sêyemîn a "Ikinci Hava Taktik Kuvvet Komutanligi" de jî dubare kir û gote wan 'heger ne xwarin be jî, fermo werin belediyê û çayek me vexwin.' Her çend min gote wan ku 'gava hûn hatine Diyarbekr'ê, heger hûn serdan li belediyê ne kin, hingê dibe ku ev bibe sedemek nexweþiyê,' lê belê wan dîsan guh ne dan van gotinên min.

Çend roj ji ser çûna wan re derbas bûbû, ku min bihîst þaredarê Êlih'ê dev ji karê xwe berdaye û ji Êlihê derketiye. Heger ez ne þaþ bim, sedema devjikarberdana Þahabetin Baðdu'yî ji ber vê bûyera serfermanan behs dikirin, bûye. Min neha sedema van þikenceyên taybetmend ên ku îro ji her rojên dinan bêhtir li ser min dibûn, baþtir fêm dikir. Gefdayina ku 'em ê dunyayê bi ser serê we de kin' diviya ev bûya. Ev gotin ji bo vê rojê hatibû gotin. Sedema min a çêlkirinê ya van tiþtan ev e, ku min dîtiye ku rastiya li bin wan dirûþm û sloganên naskirî yên bi navê 'Niþtiman û millet ji dest ve çûn!' ne rastiya "Niþtiman û Millet"ê bi xwe ye. Rastiya li binê van dirûþman ev e; di riya parastina berjewendên çîna burjûwa ku wan xwe lê spartine, her wisan jî li jêr vî navî veþartina berjewendên xwe yên kesane biparêzin. Bi kurtî xwestek û derdê gelekan ev e. Nexwe dirûþma "Niþtiman û Millet" ji bilî dirûþma bi xewkirinê ne tiþtek dinê ye.

Þikenceyên li jêr navê pirsiyarkirinê her berdewam bûn. Hîç dawî ne dihatin. Ev nêzî mehek bû. Ew ez dîsan birim nav odeya þikenceyê. Dema dengê tîpnivîsê ji odê hat, min fêm kir ku wê îfade bihata nivîsîn. Ji bilî min, li odeyê çar polîs hebûn. Gotine min li jêr nivîsa ku berê hatibû amadekirin þanenavê xwe dahêne. Min gote wan ku heger ez nivîsê ne xwînim, ez li jêr wê navê xwe danahênim. Wê gavê bi derba ku li serê min ket, ez ji ser sendeliyê wer bûm û li erdê ketim. Bi pîn û þîrmaqan li min didan. Ez ji erdê rakirim. Yekî pênûsek bi destê min ve kir û wî tiþtek weke þanenav li ser kaxezê xêz kir. Heger gava ev nivîs bê dîtin, ew þanenav wê xweþ were naskirin.

Piþtî dêlindêza þanenavê, ez ji odeyê hatim derhanîn. Ew þev kaxezên me hatin nivîsîn û ez þandim ciyê ku jê re dibêjin "Gözalti" anku çavdêrî. Ew ciyê ku em hatibûnê, paþê tiþtê ku min jê fêm kiribû, avahiya bi navê "2 Nolu Cezaevi", anku zindana hejimar 2 bû.

Ez bi serê xwe tenê li þanek vala ku tê de du ciyên razanê hebûn, hatibûm hiþtin. Rojê tenê du car ez derdixistim dibirim tuwaletê. Dema xwarinê li ser serê min radiwestiyan. Ji derveyî dema çûna tuwaletê û dema xwarinê, her dem destên min li paþ min di kelepçê de bûn. Dema min ji erkdaran xwast ku qet ne be dema razanê destê min ji kelepçê derêxin, wan tazîla min da û gotine min 'ferman wisan e û ji jor ve hatiye.' Heftiyek bi vî awayî ez hatim girtin û paþê jî em derxistin pêþ dadgirî. Ew ez þiyandim Girtîgeha Bi Hejimar 1.ê.

Li vê derê, bêyî hevalên min, ez bi serê xwe tenê xistim di þanê 6'ê de yê reþ î tarî. Min wisan bawerî heye ku bi nasîndayina vê zindanê qencî heye. Li vî beþê þanikê, ew nêma ji serdema sedsala 17:emîn û bihna wê ya giran ya ji tuwaleta xetimandî ya li hundur, mîna ku mejiyê mirov perçe dikir, bilind dibû û bi pozê mirov diket. Meter û nîv berfireh û du meter û nîv jî dirêj bû. Ne av, ne ronahiyek û ne jî kuna hewayê tê de hebû. Dema xwarinê, kuna li ser derî vedibû, xwarin dikete hundur û kun dihate girtin. Lê belê ji bîr ve me kin ku xwarina li wî ciyê bi bihna "wisan xweþ"… Sê roj û sê þev ez wisan hatim hiþtin. Li ser daxwaziyên min ên bêrawestan, kuna hewayê roja çaremîn hate vekirin. Min digot qey li ser daxwaza min ew kun hatibû vekirin, lê belê ne ji ber min bû. Meger kun vebûbû, ji ber ku roja serdanê bû.

Çûm ciyê serdanê. Her çend ku wisan bi salan e ez li nav siyasetê de me jî, li ber nîgara ku li pêþ min bû, pûrtê canê min bûn stirî. Dayika girtiyek hatibû serdanê. Ji ber qedexekirina zimanê kurdî, girtî ni karibû ku bi kurdî pipeyive. Gava dayikê dît ku kurê wê hîç na peyive, hingê jinikê bi hawar û feryadan, bi kurdî dest bi strandina lawij û loriyan kir. Jinika reben ji wê copa li destê gardiyan, ku li paþ kurê wê weke þûrê Demoklesê rawestayî bêhaydar, digot qey kurê wê þiyana (qudreta) peyiftina xwe winda kiriye û di hawar û feryadên xwe de berdewam bû. Gava min li vê nîgarê temaþe kir, min careke din li ser vê polîtîkaya dirinde, har û nehemdem raman kir, ku çawa qedexekirina navgîn û andamê lihevhatina mirovî dike û ruyê rastî yê van hêzên li paþ van kirinan, min careke din lanet kir.

 


Li þikbê

Piþtî ku deh roj em li zindanê hatin hiþtin, dawiyê em xistin di nav þikbeyê de. Piþtî demeke kurt, weke sê rojan em hemûyan li otomobîlekê suwar kirin û em birin girtîgeha bi nav û deng ya no5'ê. Paþê ev nav guherî bû no 2.

Piþtî me guh da axefên gefdayinê, em birin þikbeya 8'ê. Çend roj derbas bûn, ku rojek me dengên lêdan û qêrînê ji korîdoran bihîst. Gava em derketin serdana heftiya duwemîn, me dît ku garidyanan bêserinc û agahî bi þîrmaq û bi piyan li ser û guhên girtiyan dixin. Atmosferek giþtî ya welwele û panîkê li tevayiya girtîgehê dihate hîskirin. Piþtî vê kotekê em dizanibûn ku wê hin tiþt ji me bihêne xwastin. Nexwe me dît ku bi hincet û bahaneyên "milê xwe dirêj kin!", "çima hûn wisan xwar rawestiyane?", "Hûn bi kurdî dipeyivin" û hwd, di ciyê hewastandinê de hêriþ kirin ser me. Paþê dema girtiyek tena serê xwe li korîdoran biditana lê dixistin.

Li wê serdemê, sertîpek bi navê Mevlut Akkoyun erkdarê ewletiya girtîgehê bû. Ew her dem zencîrên stûr di dest de digeriya. Di serjimartinan de bi grûba xwe ya gardiyanan ku her yek alavek kotekê li dest wan dihatin. Wan girtiyên ku digotine wan 'ev tiþtê ku hûn dikin ne li gor merc û destûrê ye', wan jî 'li vê derê qanûna daristanê derbas dibe. Yê bi hêz e qezenc dike' digotin û amanc û mebesta xwe bi vî rengî didane xuya kirin.

Her roja ku diçû, dozaja zext û zorê bêhtir dikirin. Êdî bi þevan vegirtina þikbeyan destpê kiribûn û ji van þikbeyên vegirtî, girtî dihatin birin. Van girtiyên dihatin birin, li dawiyên korîdoran ta ku ji xwe de diçûn dihatin lêdan û kotekkirin.

Her wisan, rojek avêtin ser þikbeya me. Bêyî keysa komkirina hûr mûran em bi lezê derxistin ji derve de. Gava ez derketim korîdorê û min pirsî "bi ku de?" gotine min "ber bi þikbeya 35'an!" Min jî got qey ku em ê þikbê biguherînin û gava ez ji nav deriyek derbas bûm, em hatin ew ciyê ku jê re digotin þikbeya 35'ê. Ev cih li hêla zindanên bloka çepê bû.

Ez ji qata 4'an hatim derxistin û ez êxistim nav þanek (jimare 4) bi ranzeyên (li þûna ranzeyê dar yan jî hesinî) ranzeyê beton ku di pîvana 2x2,5 meter de bû. Meha sibatê bû. Li nav zindanê tiþtê germ ê li ser rûniþtinê nîn bû, loma sermê bi min girt. Ji bo germkirina laþî, li zindanê ji bilî çûn û hatinê çi riyek din ne ma bû..

Tiþtê ku þeva pêþiyê bala min kiþandibû ev bû. Bi hinde bahaneyan girtiyan bi dorê ji þikbeyan derdixistin korîdoran û li vir li wan dixistin. Bi van bûyeran 10 rojên min derbas bûbûn. Ji þikbeyên din heþt kes derhanîn û êxistin di nav þanê min de. Her çend ev þan li gor kesekî hatibû çêkirin jî, dîsan em heþt kes tê de diman. Ji ber nebûna ciyê razanê, min birek ji kincên xwe ji xwe kirin û li ser tûwaletê danîn ji bo ku em hin ji hevalan bikaribin di wir de bidin vezelandin.

Rojekê ez ji zindanê derxistim. Ez li korîdorê kiþandim hêlekê û grûbek esker ji 12 kesî pêkhatî bi du astegmenan, bi alavên li destê wan ên wek zencîr, ço, dar û xortoman, li min xistin. Ji ber têrnebûnê ye ku piþtî hingê jî lingê min kirine di nav faleqeyê de û heyamek jî wisan li min xistin. Yek ji wan astegmenên li ber serê min : "Mehdî Zana! Serokbûna li belediya kurdan çawa ye? Hêsan e?'' diqêriya. Ev axiftin ne axiftinek nuh bû. Ji roja ku ew ez xistibûm binê pirsiyariyan, vê pirsê ji min dipirsîn. Vê yekê dikirine sedem û hinceta þikencekirinê. Ez jixwedeketî bi kiþandina du - sê gardiyanan birim dîsan li þanê danîm.

Dema hevalên min ên li þanê vê rewþa ku ez tê de bûm dîtin, zû li dora min kom bûn û xwîna li ser û çavên min pak kirin.
Gardiyanên ku dîtin va ye hevalên min ên þanê têkilê rewþa min dibin û birînên min pak dikin, hatin nêzîkê þanê û çêr û sixêfên pîs kirin û gefan dan wan û gotin; "divê hûn xwe têkilê rewþa Mehdî Zana'yî ne kin. Heger na, em ê we jî biêxine di nav heman halî de!"

Bûyer êdî pir û zû dibûn. Lê ev hemû bûyer, ji þikenceyan bêhtir ne tiþtekî din bûn. Ev hemû þikence, ji bo ne hiþtina kesayetiya girtiyan dihate kirin. Dengên hawar û qêrîna girtiyan ne dihiþtin, ku mirov kêliyek jî be , ji bo xewê çavê xwe bigirta. Em ketibûn di nav wê rewþê de ku êdî kotek li me ne dibû. Ji bo ew bikaribin me ji bo lêdanê û þikenceyê ji þikbeyan derbixin der, digotine me "parêzgerê te hatiye û dixwaze te bibîne", "rêvebiriya girtîgehê te dixwaze", û em ji þikbeyan derdixistin der û bi vê riyê li me dixistin.

Ev bîr û bawerî di me hemûyan de çêbûbû: Ew ê me hemûyan ji nav bibin.

 


Rojiya mirinê

Serê meha Adarê sala 1981'ê bû. Þevek Esat Oktay Yildiran, ku paþê navê wî weke serokê þikencekarên li zindanên Diyarbekr'ê wê têketa dîrokê, bi çend leþkerê xwe û bi gure-segê xwe kete nav korîdorê. Li çil þikbeyan bi carek kire gazî û got: 'Li min guhdar bikin! Ez serfermanê we yê nû me. Ez ê li dor çar salan li vir bim. Hûn ê rêz li hemû merc usûlên vêrê bigirin. Ciyê ku ez ne lê me, gardiyan serfermanên we ne. Hûn bêgav û mecbûr in ku her gotinên gardiyanan bi cih werînin. Ez ji jor ve bi erkdariyeke tam û têkuz hatime vêrê. Avahiyek din ên dewletî hîç ni karin têkilê karê min bibin. Dadgeh jî wê li gor gotinên min xwe bilivînin. Ez kî bixwazim serbest dihêlim û kî jî bixwazim bi ceza dikim. Hûn hemû tirk in. Yên ku dibêjin em kurd in, bila baþ hizira xwe bikin, ku wê çi bête serê wan. Ez sê roj zeman didime we ku hûn xwe rast bikin.'

Ew tiþtên ku ji me dihatin xwastin û bi navê merc û usûl dihatin binavkirin çi bûn? Berî her tiþtî em ê bibûna tirk. Gava ji me bihata xwastin, diviya me destê xwe ji bo çolêdanê dirêjî ber wan bikira. Gava çêr û sixêfên weke 'bi kut...m dê û jina we' li me bikirana, diviya ku me bigota 'ferman bike'. Dema gardiyan tûk li erdê bikirana, diviya ku me wê tûkê dalêsta. Heger fermana 'þîrmaqlêdana li hevalê xwe' bidana me, diviya ku me vê fermanê bi cih bikira. Dema gotibana me 'li ser çeneyê xwe, xwe ji erdê ve kaþkin', diviya ku me wisan bikira. Gava gotine me 'were tazî li ser çoyê rast rûne', em ê li ser çoyê rûniþtana. Heger bi rojan xwarin ne dana me, me yê xwarin ji wan ne xwesta. Ev tiþt bûn ji me dihatin xwastin.

Li dadgehê diviya li gor xwesteka dadgehê bihata axiftin. Gava bigotina me 'xwe li ser hev suwar kin!' diviya ku me weke wan bikira. Dema ew kesê bi cilê doktor (!) li nav me bihata gerandin û dema li rewþa me bipirsiya, diviya ku me hemû jê re bigota 'em baþ in.' Dema li þikenceyê ciyek me biþikiya, diviya ku me bigota 'em li erdê ketin loma.' Ji dewleta laîk re diviya ku me dua bixwenda. Heger tu ne musulman bûya jî, dîsan diviya ku te dua bixwenda. Û hîna bi van çend kerasetên din ên jimexwestî, ku jê re digotin merc û usûl (!) ne li civatên nehemdem û ne jî li dewrana herî dirinde û barbar, ji mirovan ne hatibûn xwastin. Rêvebiriya girtîgehê ruyê xwe yê rastî bi vî rengî derdixistin holê.

Dema Esat Oktay'ê þikencekar çû, girtî tev civiyan ser hev û ev rewþa bi zext û bi gef ku di navê de bûn, nirxandin û pev re biryarek girtin; da ku 14 ji hogirên xwe, bi helwêsteke xurt li dij van þikenceyan gorî bikin. Hevalek vê biryarê bi van gotinan gote me: "Me biryar girt ku em dest bi rojiya mirinê bikin. Pir diyar û aþkere ye ku ev rêvebirên, ku taze hatine ser kar, neman û jinavbirina me dane pêþ xwe. Me wisan bawerî heye, ku kargêrî û tesîra van çalakiyên me, li þûna mirin û jinavçûna bi sedan kesan, tenê ev 14 kes vê çalakiyê bi cih bihênin û em wisan bawer in, ku ev çalakî wê þikenceyên li ser tevayiya girtiyan bide rawestandin. Ji vê kêliyê (4 Adar 1981), em dest bi çalakiya xwe dikin. Ta ev þikence ne yên rawestandin, ev çalakiya me wê her berdewam be û dibe ku em bimirin jî. Bi me bawerî bikin û bi parastina kesayetiya xwe, bi parastina rûmeta xwe, piþtgiriya me bikin û hêzê bidine me." Gardiyan nûçeya vê axefê ji zû ve gihandibûn ji rêvebiriya girtîgehê re.

Piþtî ew sê rojên ku dabûn me, ew þikencekarên ku ji wan re digotin gardiyan, bi rik û kînek mazin hêriþê ser me kirin. Ço li dest wan, li ber þanê ew du hevalên ku cezaya îdamê wergirtibûn, kom bûbûn û bi kenê bilind û gurr digotine van hevalan: 'Em ê kindirê we bi destê xwe girêdin û we bi dar ve kin.' Gardiyan xwastin li van her du hevalan bixin. Her wisan jî hêriþbirina ser þikbeyên din jî, ji bîr ve ne kiribûn. Roja din serê sîbehê, ew kesên ku ketibûn di rojiya mirinê de, cot bi cot kirin di nav þanên li qata yekê. Em jî ji qata yekê derxistin û birin qata sisiyan. Piþtî vê rêkxistiniyê, giraniya xwe dan kotek û lêdanê.

Li rojên rojiya mirinê, doktor (!) dihate nav girtiyên li rojiyê bûn û piþtî tendurustiya wan kontrol dikir, rewþa tendurustiya wan rapor dikir ji rêvebiriya girtîgehê re. Rêvebirî jî li gor van raporan, þikence bi girtiyan dikir û her hewl dida, ku girtiyan ji vê çalakiya rojiya mirinê vegerîne.


Li qatên dinê ya girtîgehê jî, di gel kutan û metodên þikenceyên cihêreng, 20-30 girtiyan dikirin di nav wan þanên ku ji bo kesekî tenê hatibûn amadekirin û bi vê riyê li girtiyan þikence dikirin. Nan û xwarinek ne didan kesî. Birçîbûn, feqîrî, dijûnî û genîbûn hatibû pileyek wisan ku dema kutanxwarinê de jî girtî êdî ni karibûn biqîrin. Spîh bi canê her kesî ketibû. Gava girtî keys û derfetek bidîtana, spiyên canê xwe dikuþtin. Li her lêgerînek misoger 10 ta 150 spî bi hêsanî dikuþtin. Carinan gardiyan van spiyan dikirin di nav qutiyên kifrîtê de û dibirin. Me ne dizanî (!) ku çima vê dikin. Dema zivistanê ku serma û qeþa ya herî xerab hebû, karolîfer hiç vênediketin. Bi piranî mehên nîsan û gulanê de dihatin vêxistin.

Þevek serokê girtîgehê yê demê Mîralay Alaattin Bayar dîsan bi gardiyanên weke dûvikê wî li pey wî, hatin qat bi qat li nav girtîgehê geriyan. Ew girtiyên li qata çarê ku li nav wan þanên teng de weke masiyan li ser hev hatibûn razandin, ni karibûn xwe ji ciyê xwe piçek jî bilivandana. Alaattin Bayar ferman da ku ji bo lêdana girtiyan deriyê þanê vekin. Gardiyanan du girtî derxistin ji derve. Ji rewþa Alaatin'î xuya bû ku ew vexwaribû û serxoþ bû. Li ser girtiyên ku ji ber lêdanê li erdêketî: 'hûn kurd in yan tirk?" diqêriya. Dema çi dengek ji girtiyan ne dihat, hartir dibû. Weke dîn û haran xwe dilivand. Bi pînan li serê zaroyan dida û dida. Bi her lêdana pînê ji xwe re digot 'oxx' û xweziya dilê xwe xweþ bi cî dihanî. Çend kêliyek deng hatin birrîn. Min dît ku hat qata ku em lê bûn. Li ber þanê min rawestiya û dest bi çêr û sixêfan kir û got 'em bixwazin wisan bi we dikin.' Li wê navberê gava gardiyanek hat û ji wî re 'komutanê min! Xwîna wî girtiyê ku we li qata jorê lêxist, nema radiweste!' got û bi telaþ ji wê derê çû.

Kotek û lêdan bûbû perçeyek ji jiyana me ya rojê. Herî hindik rojê du caran em giþt girtî misoger dihatin kotekkirin. Van þikence û kotekên sibe û êvar ji hêla þikencekar Esat bi xwe dihat birêvebirin. Ew rojên ku kotek û lêdan ne li gor têra dilê wî bûya, ew di nîvê þevê de jî dihat nav gardiyanan û digote wan ku divê bi çi awayî be þikence li girtiyan bihata kirin. Gardiyan jî van fermanên wî cî bi cî dikirin.

Ev du roj bûn ku Alaattin Bayar hatibû girtîgehê. Esat Oktay Yildiran serê sibehê hat ez ji þanê derxistim der. Dema ez hanîm pêþ salona duwemîn a li qata duduyan, þikencekar Esat Oktay Yildiran û þeþ gardiyanên wî, bi darên dest xwe hêriþî ser min kirin. Li ser fermana Esatî, lingên min li qeydê xistin û ez bi feleqê þikence kirim. Dema ku kotek li min diket, þikencekar Esat Oktay Yildiran ji dilxweþiya xwe dikir bifiriya. Li vê þikenceyê dinanek min a jorê þikiya. Dev û çavê min di nav xwînê de mabû. Dema ku ez bêhiþ ketim, Esatî got ku min bibin di þanê de dahênin. Gardiyan bi lingên min girtin û ez ji erdê ve kaþ kirim û ez birim di þanê de danîm. Dema ez hanîm li þanê danîm, ji ber ku destê min êdî ne digirtin ku ez cilê xwe yên bi xwîn ji ber xwe bikim, hevalên min ji hêlek cil ji ber min dikirin û li hêlek din jî di dilê xwe de bi nepenî ji bo min digiriyan.

Piþtî saetek din, þikencekar Esat Oktay Yildiran dîsan hat û bang li me hemû girtiyan kir û van gotin û gefên ku mirovekî dîn jî ne dihanî ser lêvên xwe, got û çû: 'Ez çûm kursa vî karî. Min kitêba vî karî xwandiye. Hûn ê vî karî deh roj yan jî du mehên dinê jî bikaribin bikin. Lê ez ta we hemûyan ne kim bi tirk, ez dest ji vî karî na berdim. Bila çavê we hîç û qet li riya hin çavkaniyên li derve ne mîne. Em tirk in û ji bilî tirk jî, me çi dost nîn e. Em ê ji bilî tirkan, b...gên dayika temamiya dunyayê.' Piþtî kêliyek ku ew ji wir çû, gardiyan bi lez hêriþ kirin ser þanên me û hema em hemûyan derkirin nav korîdoran. Me çi li þanan hebûn, hemû girtin û avêtin ji derve de. Tiþtên ku þikiyan, þikiyan. Yên ku ne þikiyan, yên wek pirtûkan jî hatin dirandin û çirandin. Cigareyên me, kifrîtên me, hesteyên me, pênûsên me û tizbiyên me ji xwe re birin. Bi van kirinan dîsan ew xweseriya begên oguzan di xwe de xweþ nîþan dikirin. Ji xwe piþtî wê rojê, qedexeya cigarê dest pê kiribû.

Ji bilî ku girtiyên li nav þanê tev bi hev re dihatin kotekkirin, kesên ku çav lê dibirîn, bi tenê dibirin, wî ji hesinê qatiyan ser serî bi dar ve dikirin. Bi þiv û daran li wan dixistin. Piþtî lêdanek tund li ser girtiyê bi navê Cemal Kilic ya bi vî rengî, þevê rewþa wî giran bû. Ji xwe mîna hestî û çerm jar û lawaz bû. Her çend ji birêvebiriya girtîgehê re agahî hate þandin ku rewþa wî gran e jî, dîsan ew ne birin nexweþxaneyê. Gava sibehî ew birin nexweþxaneyê êdî dereng bû û ne hate rizgarkirin û þehîd ket. Ev bûyer di sala 1982'yê de rû da.

Sala 1981'ê meha nîsanê bû. Þevekê saet li 01´ê, gardiyan ketibûn hemû qatan. Efser li ser wan bûn. Bi fermana efseran, garidyan bi þivên hesinî, bi dar û gurzan dest bi lêdana girtiyan kirin. Dor dora qata me ya 4'ê bû. Hevalên vê derê ji bo dengê xwe bigehînin derveyî girtîgehê, hemû bi hev re digotin 'HAWAR!' û diqêriyan. Vêca girtiyên hemû qatan bi hev re, me bang li xelkê xwe dikir û me digot "Hawar! Hawar!' Çimku me dizanî ku ji bilî vê riyê riyek dinê nîn bû ku dengê me here derveyî girtîgehê û xwe bigehîne xelkê.

Bi vê qêrîna me ya bi hev re, gava gardiyan tev bi hev re bi lez û bez ji wir çûn, bêziravî û tirsonekiya xwe nîþan dan. Em girtî ku ta wê rojê bêdeng bûn, me bi vê qêrîna xwe ya yekdengî ewna wisan tirsandibû ku ew, loma wê helwêsta xwe ya tirsonekiyê nîþan dan.

Roja dinê tihnbûna me hatibû xwe gihandibû kerta herî dawiyê. Gardiyan ji me dipirsîn 'hûn avê dixwazin?' û ew ava ku wan berê deterjan kiribûnê di navê de, li ser girtiyan werdikirin. Bi sixêf û kenên xwe yên
bilind 'ha fermo vexwin! Hûn nankor êdî çi dixwazin?' diqêriyan li ser me.

Ji çend rojan carekê, nan diavêtine ser me. Xwarin dihanîn li ber çavên me û bi tuwaletan de dirijandin û ne didane me.

Þevekê ji ser korîdoran dengê lingan hat birîn. Paþê min dît ku 4 kesênçîptazî hanîn li þanê li kêlekê danîn. Ji bo ku ez bizanibim ew kî ne, min li dîwêr xist û ji wan pirsî. Lê belê ew çend lêdan xwaribûn ku êdî deng ji wan ne derdiket. Roja dinê min fêm kir ku ev sê kes, 3 namzetên zemane bûn. Yek ji wan wezîrê dewletî ku temenê wî 65-70 salî bû. Yek jî parêzer bû. Bi dîtina kincên wan, mirov fêm dikir ku ew pir þikence bûne, çimku kincên wan ji xwînê avî bûbû. Ev her sê kes jî weke girtiyên dinê ji lêdana rojane para xwe digirtin. Wisan bûbû ku me êdî kutana ku li me diket, ji bîr ve kiribû. Gava ku li wan dixistin, ew dengê ku ji wan dihat, weke xencer li ser dilê me diçikiya. Ji ber pîrbûna wan gunehê me pir bi wan dihat.

Bi þev me çi razan ne bû. Gardiyanê pawan, bi þiva destê xwe, mina li defê bixista li tenekeyek dixist. Ji derveyî vê jî, segê bi navê "Co" bi zencîrê li pencereyek dihat girêdan. Li pêþ wî, ji dûrî ve perçeyek goþt dihate danîn. Ji ber ku seg xwe ne digihande vê perça goþtî, ta serê beyanî dikire ewt-e-ewt. Bi vê riyê jî, em tev girtiyan bêxew dihiþtin. Bi taybetî ji bo bêxewhiþtina girtiyan vê metod û azîneyê ji xwe re kiribûn rê.

Rêberiya girtîgehê, ji ber dirêjajotina rojiya mirinê kete di nav panîkê de. Ev yek jî rêberiya girtîgehê bêgav dikir ku metod û azîneyên nuh ji xwe re peyda bikin. Ew kesê ku cilê doktor li ser wî bû û sonda Hîpokrat ji bîra xwe kiribû, van rojan destpêkiribû di nav girtiyan de bêhtir diçû û dihat. Gava li girtiyên li rojiya mirinê dixistin, êdî çi deng ji wan ne derdiket.

Þevek ji nav kesên li rojiya mirinê, Alî Erek girtin û birin. Pê þikence kiribûn û bi zorê nanê hiþk pê dabûn xwarinê. Nanê hiþk jî, ji gewriya wî ya ji bîrçîbûnê zuwabûyî ne çûbû xwarê û gewriya wî ya zuwa birîn kiribû. Di wê rewþê de ew dîsan hanîn û bi tenê avêtin di nav þanê de. Ji nalînekî kûr pê ve, çi dengek dinê ji wî ne dihat bihîstin. Ev nalîn bêrawestan du roj li ser hev ajot. Þeva duduyan gava deng jê hat birîn, hatin ew birin. Alî Erek li ser ranzeyê betonê can dabû. Me paþê vê serpêhatiyê bi misogerî wilo fêm kiribû.

Roja dinê, hevalên girtî yên li þanên li qata çarê hemû derxistin nav korîdoran û paþê jî, van mirovan hemû kirin di nav þanekî de. Li her þanekî 61 mirov hebûn.


Çawa mirov dikare 60 kesî biêxe di nav þanek de, ku dirêjiya wê du meter û firehî jî meter û nîvek be? Bihizirin ku çawa ta serê sibehê nale-nala van mirovên ku weke masiyan qor bi qor li ser hev hatibûn barkirin dihate guhên me. Xwarin, vexwarin, xew ji xwe ne bû. Tiþtê aþkere ev bû ku rêvebiriya girtîgehê dixwast ku me hemûyan ji nav bibe. Me jî, jiyanê kiribû rik û înad û em dijiyan. Þev û roj em di nav spîh û miþkan de bûn. Tîh, birçî, bêcigare be jî, girtî tev digotin divê em bijîn.

Yên di rojiya mirinê de bûn li qata yekemîn jî hebûn. Rewþa wan qet ne baþ duxuya. Yek ji wan miribû. Lê rêvebiriya girtîgehê hîna jî dixwast ku ji girtiyan bêhtir kes bimirin û zorê li ser me bêhtir dikirin. Vê carê girtiyan yek bi yek dibirin û wan ji þikenceyên cûrbecûr derbas dikirin û ji wan dixwastin ku dev ji vê çalakiya rojiya mirinê berdin. Heyamek ev rê û azîne ji hêla rêvebiriyê hate meþqkirin. Lê belê gava fêm kirin ku van azîneyên wan çi kar li ser girtiyan na kin, hingê li roja 43'yê çalakiyê (rojiya mirinê) Esat Oktay Yildiran þandin nik me. Esat gote me: 'ez ji we tiþtek na xwazim. Tenê gava hûn çûn serdanê, têkevin dorê, rêz li usûl û awayê disiplîne bigirin. Heger hûn dev ji vê çalakiyê berdin, ji bilî van tiþtên min gotî, çi tiþtekî dine ji we na xwazim.' Hevalan li ser vê sozdana li pêþ her kesî, daxwazên rêvebiriya girtîgehê pejirandin û dev ji çalakiya rojiya mirinê berdan.

Lê hîna roja pêþî, ji ber bi cih nehanîna soza xwe ya þandina doktor li ser girtiyên ku ketibûn rojiya mirinê, me fêm kir ku soza ku rêvebiriyê dabû me, ne tiþtekî din bû ji bilî derewan. Roja çaran hatin li pêþ deriyê þane me rawestiyan. Tiþtê ku berê ji me dixwastin bi me kirin û dîsan dest bi lêdan û þikencê kirin.

 


Dadgehên sexte

Roja çalakiya rojiya mirinê bi dawî hatibû, her ew roj jî, dadgehkirina sereke ya PKK'ê dest pê kiribû. Þikence li kerta xwe ya herî dawî bûn. Ew girtiyên ku ji ber wan lêdan û þikenceyên berdewamî, ji ber tihnî û birçîbûnê bêzarketî, di nîvê þevê saet 02'yê de derdihanîn nav korîdoran ku ew bibin dadgehan. Mêjû 21'ê nîsanê bû. Li ser girtiyan kincên qetandî hebûn, hin ji wan bêpêlav û pêxwas bûn. Sipîh wisan aþkere li ser laþê wan digeriyan. Girtî ketibûn di rewþeke wisan xerab de ku hin leþker jî êdî li ber vê dîmenê ni karibûn veþêrin ku ketine di nav þerm û fediyê de.

Yên ku hatibûn dadgehê, ji encumenê dadgehê xwastibûn ku þikence bi dawî bên, cansaxiya girtiyan bikeve di bin ewletiyê de. Encumenê dadgehê weke her car got 'ev ne karê me ye' û vê xwastina girtiyan ji ser xwe avêt. Li roja duwemîn a dadgehkirinê, di nav derpiyên girtiyekî de arzûhalek nivîskî hatibû veþartibûn û vê arzûhalê dane encumenê dadgehê. Gava girtî zivirîn girtîgehê, grûbek girtiyên ji dadgehê ne vegerandibûn. Wisan bi ser me de hatin, tu dibêjî qey cenga mongolan bû! Ta ku em ji xwe de biçin, li me hemûyan xistin.

Me bihîst ew girtiyên ku ji dadgehan ne vegeriyabûn, li þanên hember me hatibûn bi cihkirin. Biniya qata 1'ê ya van þanan, ji pîsiya mirovan (bi gû) hatibû dagirtin. Havalan tazî kiribûn û li nav vê pîsiyê dabûn razandin. Ji van girtiyan re digotin, 'yan hûn ê rêz li destûra rêvebiriya girtîgehê (!) bigirin, yan jî hûn ta bimirin li nav vê pîsiyê bêne hiþtin. Paþê jî girtiyek bijin,çîptazî derxistibûn korîdorê û gef didanê û digotin: 'yan tu wê rêza destûra rêvebiriya girtîgehê bigirî, yan jî em ê jina te jî bihênine vir û wê jî weke te tazî bikin.' Ev heval jî, ji bo jina wî ya li nav þikbeya jinan vê rewþa ku ew tê de ye ne bîne, daxwaza wan pejirand û got ez ê rêz li destûra we ya rêvebiriniyê bigirim. Yên mayî jî, ji çend roj bi þûn de dev ji çalakiyê berdan û ew jî hanîn li nav þanê me bi cih kirin.

Dema þikencekar fêm kirin ku ev þanên pîsiyê pir bi kêrî wan tê, vêca dest pê kiribûn ew ên diçûn dadgehê, di vegera wan de ew dihavêtin nav van þanan û ew diavêtin di nav vê pîsiyê de. Vegera ji wir jî bûbû riya bêveger, yên ku diçûn ne dihatin. Yên vedigeriyan jî dev ji çalakiya xwe ber didan.

Dema girtî ji dadgehan (!) re, ji encumenê dadgehê re rewþa xwe vedikirin û van þikenceyan digotine wan û giliyên xwe dikirin jî, dîsan jî kes guhê xwe ne dida wan, gilîkirina wan çi encamek baþ û erînî ne dida. Ji xwe kes guh jî ne dida van gilîyan. Serfermaniya leþkerî û dadgehan, haya wan pir baþ ji rewþa girtîgehê hebûn. Nexwe bi hev re jî diliviyan. Min wisan bawerî heye ku çi pênûs ni kare wan kotek û lêdanên li ser girtiyên ku diçûn dadgehê û vedigeriyan bikaribe bihêne ser zimên. Herî dawî di roja 24'ê gulanê de, girtî bêgav man ku bibêjin êdî ew ê rêz li destûra rêvebiriniya girtîgehê bigirin.

Piþtî heyamek ku em girtî me rewþa xwe her dem li daniþtinên dadgehan hanî bi ziman, hingê rojek yek ji rêvebiran hat nik me û gote me: 'hûn dadgehan jî bêzar dikin! Loma ev xwarina wisan kêm maf û heqê we ye.' Me jî gote wî; 'Heger wisan e, hingê em dixwazin bi perên xwe nanê xwe bikirin.' Gotine me ku 'baþ e. Em ê ji vir û þûn de ji we re ji bajêr nên bikirin.' Me gote wan ku çend nan me divên. Her çend di nav du rojan de ew tibaba nên ku me ji wan xwastibû, hatin jî, lê belê piþtî çend rojên dinê, vêca li her þanî li dor 8 ta 10 nanan bêhtir nan dihat ji mer re. Me gote wan ku 'me ev çend nan navên. Me pere nîn e. Em ni karin van nanên zêde ji we bikirin.' Hingê gotine me; 'We got em birçî ne, hingê me nan ji we re hanî. neha jî hûn dibêjin ku ev nan pir e. Hûn siyasetê li ser me dikin. Hûn bêgav in ku hemû van nanên ku me ji we re haniye bikirin!' Ew nanê ku bi darê zorê bi me dihat bi kirîn dan, li her der û dora þanên me civiyabûn ser hev. Digotine me ku 'hûn bi hinceta nên siyasetê dikin.' Me fêm ne kir ku ev cûre zordarî li kîjan azîne û mantiqê hebû.

Piþtî demekê ew nanên ku me ji firna bajêr bi pereyên xwe dikirîn, ji ser me hat birîn. Carinan ji çar kesî re nanek didan. Pir î rojan hîç ne didan jî. Dema nên didane me, ew diavêtin ser ser û çavê me. Xwarina me jî teyfikek ji ava germkirî ku ji pênc kesan re bû. Ava kaniyê li gora kêfa xwe vedikirin û dibirîn. Li vê derê dixwazim bûyerek ku hîç ji bîra min ne çûye bahs bikim. Du þev û du roj av ne da bûn min. Ji tihna dev û zimanê min hiþk bû bû û lêvên min terikî bûn. Ji xwe de çûyî li ser betonê dirêj ketibûm. þevê li dor saet 21'ê, li þikbeya teniþtê, li dîwêr hat xistin. Min xwe bi dijwarî gihande caxên hesinî yên derî. Hevalên li þikbeya teniþtê kefçiyek av dirêjî min kirin. Min ava li kefçiyê vexwar. Ez dibêjim min vexwar lê hê ne giha bû qirika min. Tihniya min bêhtir bû û êdî ez ni karibûm ta sibehê jî bi xewkevim. Min pirsî ku hinek ava din jî hebû yan na, gotine min ku ev ava çironekê bû ku ji kenarê dîwêr herikî bû û li kortek civiya bû ser hev. Para min jî ew kefçî bû.

Meha gulanê çûna dadgehan dest pê kiribû. Ji bo pêþkêþkirina li dadgehê min parastinek ji 24 rûpelan pêkhatî nivîsî bû. Polîsan hatin û parastina min ji min girtin û çirandin. Berî ku em bihanîna pêþ dadgehê, em bi zanetî bêav dihiþtin û ev azîneya sîstematîkî paþê jî her berdewam bûn.

Li jêr navê perwerdekirinê her dem bi sîstematîkî þikence dihat kirin. Bi saetan em li ser lingekî xwe dihatin hiþtin. Bi mehan, rojê 12 saet bêliv û tevgerek bi dara zorê xoþxanên leþkerî bi me dihatin jiberkirin. Carinan 5 cigare li nav tiliyên girtiyan dijidandin û van cigaran bi hev re vêdixistin. Digotine me van cigareyan pêkve bikêþin. Hinek car jî bêyî ku cigareyan vêxin, digotine girtiyan van cigareyan bixwin. Ji bo ku êdî bi hêsanî kotek li girtiyan bidin, digotine me ku em ê we bibin ji bo sexbêrî û muayenekirinê. Gava em bi hinceta sexbêriyê ji þikbeyê derdihanîn der, li korîdoran bi hêsanî kotekan li me didan ta em bigehên ber derê muayenexaneyê. Gava em derdihanîn pêþ doktor, wî jî qerfê xwe dihanî û digot 'tansiyon bilind bûye'. Di vê demê de, her girtiyên ku dibirin muayeneyê, çi nexweþî bi wan re hebûya, dîsan tabletên narkotîkî didane wan.

Piþtî çar mehan em derxistin ji derve ji hewagirtinê re. Di vê hengamê de bêrawestan li me dixistin ku em ji ser çenê xwe, xwe ji erdê kaþ bikin. Min ni karibû ku ez vê bikim. Ji ber koteka li min ketî, her derê laþê min mor bûbû. Ji devê min xwîn diherikî. Li vegerê dîsan hevalan ez li ser þanê xwe dibirim. Heyamek kaboka çoka min dîsan ji ciyê xwe þemitî bû. Ji wê rojê vir de ez ni karibûm rabûma ser piyên xwe. Li ser piþtê razayî, lingên min ji nav caxên þikbê dirêjkirî, wisan feleqe û kotek li min diketin.

Diravên ku ji me re dihatin ji hêla rêvebirinê ve xesp dibûn. Bi van pereyan tîpnivîs û reng dihatin kirîn. Bi van rengan jî li ser dîwaran û li nav dîwarên þikbeyan, dirûþmên þovên û nijadperest dihatin nivîsandin. Wan kirêtiyên ku osmaniyan kiribûn, bi þanaziyan pesnên wan li ser dîwaran dihatin nivîsandin. Ev êdî bûbûn tabû. Eþya û tiþtên ku ji kantîna girtîgehê dihanîn, bi darê zorê difirotine me. Xwarinên hiþk wek helaw, penîr, zeytûn û rîçalê difirotine me.

Parêzer dest bi hatinê kiri bûn. Berî ku em dibirin nik parêzeran, me hemûyan kotek dikirin û digotin 'bêjine bila avûkat ne yên vir.' Dema em dihanîn pêþ parêzeran, bi çendî 20 kêliyan em nîþanê parêzeran didan û em bi þûn de dibirin. Di vegerê de ta ber deriyê þikbê em ji erdê kaþ dikirin. Berî ku em biêxine nav þanan, kotekek dîsan li me dixistin.

Sala 1982'yê þikence êdî giha bûn ewcê. Her çend ku girtî li gor destûra rêvebiriya girtîgehê xwe dilivandin jî, dîsan her roja ku diçû metod û azîneyek a nuh a zext û zorê dihatin holê. Dixwazim nimûneyek bidim. Li pêþçavên girtiyên ku li þanên qata çarê tenê bi serê xwe diman, du kesên xwedî kesayetiya sist hanîbûn bi darê zorê bi ser hev dabûn bazdan. Rêvebiriniya girtîgehê di vê serdemê de, ji bo bi pejirandindayina sûcê, bi gotineke din ji bo mikurandinê, serî li her cûre þikenceyên maddî û manewî dida.

Hinek jî dixwazim li ser awa û azîneya birin û hanînên dadgehan bahs bikim.

Serê beyanî zû em radikirin û bi zikê birçî dibirin nav salonan. Li jêr navê lêgerînê, her babet þikence bi me dikrin. Ji bo nimûnê kincên me ji me dikirin. Weke dema ji dayikbûnê emçîptazî dikirin û her çêr û sixêfî digotine me. Gava em dihatin salona li navberê, yekser destê me li kelepçan dixistin. Berê me ber bi dîwêr û serê me li ber me xwarkirî, em bi saetan wisan dihiþtin. Kelepçeyên me wisan dijidandin ku xwîn di rehên destê me de ne diherikî û destên me ji bêxwîniyê mor dibûn. Dema girtiyên ku diçûn dadgehan ew li salonan dicivandin hev. Hingê li jêr dengê xoþxanan ço, dar û copên leþkeran li ser serê me difiriyan. Ta dema dadgehê dihat ev cûre þikence her wisan berdewam bûn. Gava dibû dora serjimartina girtiyên ku diçûn dadgehan, bi copê li ser serê wan dixistin û ew dijimartin û ji derî derdixistin der. Wan erebeyên ku bîst kes digirtin, 60 ta 70 kesî ji me bi zorê dixistinê. Çend gardiyan jî bi me re li erebê suwar dikirin. Li ber kuna hêwagirtinê ku mezinahiya wê bi çendê seriyek jê derbas ne dibû mazin bû, gardiyan li ber rûdiniþtin û li derve dimeyizandin. Çêr û sixêf ta hatina ber dadgehan berdewam dikrin. Di ser de jî hinek ji me weke sendeliyên gardiyana dihatin bikarhanîn. Ta hatina ber avahiya dadgehan bi darê zorê li ser piþta me suwar dibûn û rûdiniþtin. Ji bo ku em li dadgehê ne peyivin, em yek û yek cop dikirin û gefan difirandine me. Bi taybetî ji bo ku em li dadgehan, li pêþ daxuyanî û beyanatên li hember xwe ne axifin, gefan difirandin.

Ji bilî lêdan û neheqiyê, ji nav me yek-du kes hildibijartin. Carek din dest bi lêdanê dikirin. Zext û zorê dikirin ku ev kesana çêr û sixêfan ji me re bibêjin. Dema ku em hemû ji erebê peya dibûn, ev her du kes jî li rewþek jixwedeçûyî ji hêla eskeran ji erebê dihatin peyakirin. Em ji erebê peya dikirin û em 60 kesî dibirin li nav odeyek biçûk li teniþta salona dadgehê li ser hev dicivandin. Li vir jî em ji lêdan û kotekê rizgar ne dibûn.

Li vî ciyê ku jê re digotin nezaret, serî li ber me em dihatin telandin. Gardiyan li ser piþta çend girtiyan suwar dibûn û bi pahînan ta xwîn ji serê girtiyan bihata bi þêweyek rîtmîk, li serê wan dixistin. Dema xwîn diherikî, gardiyan zext li ser girtiyek din dikir ku vê xwînê dalêse.

Ji van þikenceyan þikenceyek heye ku ta roja îro dema ku ew tê bîra min û ez behsa wê dikim, ji þerm û fediyan ez li ber xwe dinihêrim. Ev þikence wisan dest pê dikir. Ji nav meriv û mermalên me yên ku hatibûn nav salonên dadgehê, bi taybetî jî kesên jin hildibijartin. Agahdariya wan pê hebû ku kî merivê kî ye. Paþê jî berê xwe didan wî girtiyê ku kes û xizm û karê wî li wir e. Çêr û gotinên ku ne dihatin ser dev û lêvên mirovî jê re dikirin: 'Ma ew jina bi navê filan ku va ye li wir rawestiyaye, ew diya te ye, xuþka te ye? Ca binihêre vira wê, wira wê, çawa ye.' û hwd. Sixêf û çêrên pir pîs û giran jê re digotin. Bi kurtî van kirinên nemirovane ne bi me dikirin ku em hem bi van þikence û gotinên ku hîna nav lê ne hatibû danîn, hem jî bi wan lêdanên bêsînor serê xwe winda bikin. Ev hemû kirin li jêr navê demokratî, birayetî û mirovayetiyê dihatin kirin. Xwedê giravî ji bo cîbicîkirina aþtî û birayetiyê kar û awayek a maqûl û li cih, ji xwe re peyda kiribûn. Min bawerî heye ku em ê li pêþerojê berên vê tevger û kirinê bigirin. Tiþtê herî înteresant ew bû ku ev zext û zora kesnedîtî ku li me dibûn, hemû jî li pêþ çavên dadgêr, dadger û erkdarên dî yên van dadgehan dibûn.

Em destkelepçekirî dihanîn nav salonên dadgehê û yek bi yek didan rûniþtandin. Bi saetan berê me li pêþ, em weke pût û senem bêtevger û liv çav li dîwanê dihatin rawestandin. Di vê kêliyê de jî gardiyanên li ser me bi dar û depên destê xwe em bêgef û kutan ne dihiþtin. Pênc kêliyek berî hatina encumenê dadgehê kelepçe ji dest me divekirin.

Dadgehkirin bi serjimartinê dest pê dikir. Her cara ku girtî giliyên xwe yên ji bo þikence, gefdayin, birçî û tîhiþtin, buxtan, zextkirina ji bo pejirandina sûcê û hwd yên li girtîgehê, li erebeya riya dadgehê, li salona payinê ji encumenê dadgehê re dikirin, dadger û encumenan xwe hêrs dikirin û weku her car digotin 'me çi jê nîn e.' Her heman gotin ji parêzeran re jî digotin. Yên ku li ser giliyên xwe li ber xwe didan, ew ji salonên dadgehê dihavêtin der û du sê roj þûn de jî ew dihanîn girtîgehê nav me. Her heman þikence û kirinên ku bi me dikirin, bi parêzeran re jî dikirin. Hem jî parêzeran dihanîn pêþ ew girtiyên ku parêzer parêzeriya wan dikir û mîna ku digotine me, ku va ye ew kesê ku parêzeriya we dikin jî, ji þikenceyên me rizgar na bin. Huseyin Yildirim jî yek ji van parêzeran bû, ku wisan þikence pê dihat kirin.

Gava dadgeh hew dibûn, ew kesên ku li hember dadgeran peyivî bûn, kotek dibûn. Hîna li salonên dadgehê kelepçe li destê me dixistin û dîsan em dibirin ew odeya ku jê re digotin nezaretxane. Ew kesê ku li wir peyivî bû, kutanek têr û tije dixwar. Dema em li erebeyan suwar dibûn, kutan li wir jî berdewam dikirin. Ji bo ku me girtiyan bera hev bidin, digotine me 'heger filan hevalê we gotinek wisan ne kira, em ê li we ne xistana.' Paþê jî berê xwe didan wî kesê ku peyivtin kiribû û digotine wî: 'heger te peyivtinek wisan ne kiriba, me yê li van hevalên te ne xistiba' û qaþo siyasetê li ser me dikirin. Hîna em li ereban suwar ne bû bûn, dadgêrên dadgehan bi telefonê agahdarî didane rêvebiriya girtîgehê, ku me parastin kiriye. Ji rêvebiriniya girtîgehê re digotin ku çi pêwîst e bikin, da ku girtî carekî din parastinê ne kin. Dema em ji erebeyan peya dibûn, serê girtiyek, du-sê gardiyan li bendî hatina me radiwestiyan. Bi fermanê re kotek dest pê dikirin. Ta fermana duduya kutan berdewam dibû. Ji bo ku komandan li gora dilê xwe kutanek bike, ew kesê ku çavê wî lê dibirî ji nav me ji xwe re hildibijirat. Ez dibûm armanca efseran dema di refê de ez hebûma. Dema kotekê li min didan, xweziya dilê wan tam dihate cih. Heger efserek ku kutan li min ne xistiba, misoger hincetek ji xwe re peyda dikir, ku li min bixe. Yan dema serjimartinê, yan jî dema lêgerîn û çûna nik parezêrî, keysek bi dest dixistin, ku min kotek bikin. Çi car ji bîra min na çe ku rojek ez li nav þanekî 35:a me. Ew roj lêgerîn dest pê kiribû. Sê sertîpên nuh û serhengek hatibûn. Di dema lêgerînê de, cilê me tev qelaþtin. Cih û nivînên me ji hev hatin xistin. Tiþtek sax ji destê wan ne filitî. Dema çavê serhengî bi min ket, bang li serhengê