CEGERXWÎN
The Poet of Peace & Freedom

(1903 Hesar   |   October 22, 1984 Stockholm)

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa


 



The Kurdish National Poet Cegerxwin

1903 - October 22nd, 1984

 

 

 

Med en stor förhoppning om att Den svenska vetenskapsakademiens Nobelkommitté tilldelar i en snar framtid Nobels litteratur- och fredspris till följandekämpar för kurdisk litteratur och kultur:

1- Cegerxwîn (litteratur)
2- Fawaz Hussain (litteratur)
3- Firat Cewerî (litteratur)
4- Şıvan Perwer (musik)
5- Dr İsmail Beşikçi (lhistoria)
6- Mîr Celadet Alî Bedirxan (litteratur)
7- Mihemed Uzun
(litteratur)

12.12.2016
Stiftelsen för kurdiskt bibliotek och museum

 

 

 

Serxwebûn

Kurdino merdino pir xweş e serxwebûn
Ev demên tar û teng ku me dî va ne çûn

Dest bidin hev hemî, pêşkevin em hemî
Da biçin bo welat
Yan mirin yan felat

Roj li me hate der zû şiyarbin ji xew
Ev dema ceng û şer paşketin êdî hew

Dest bidin hev hemî, pêşkevin em hemî
Da biçin bo welat
Yan mirin yan felat

Min divê ol û bext min divê pêşveçûn
Min divê tac û text min divê serxwebûn

Dest bidin hev hemî, pêşkevin em hemî
Da biçin bo welat
Yan mirin yan felat

#Cegerxwîn

 

 

 

 

 

 

 

 

 

XWENDIN

Serok serokẽn me yên çê
Baş bixebitin roja şer û cengê
Kurdistanê azad bikin
Ruhê hemî şehîdên me şa bikin
Heyfa kevn û nû bi hev re rakin

__________
-/ Ey Seydayê nemir Cegerxwîn!
Hezar mixabin ku van HEMÎ serokên me yên îroyîn XAÎN in Seydayê min.
Qet van daxwazên te bi cih nahênin! HEYF Û MIXABIN

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ger dixwazî tu rabî,
Weke şêr û gura bî
Dijmin tu zû dişkênî
Eger tu wek bira bî

Seydayê Nemir Cegerxwîn (1903-1984)

(Gora Wî bihuşt be seydayê Cegerxwîn çi xweş bersiva biratiya qelp a musulmanetiya dagîrkerên ÎSLAMÎST ên TURK-ARAB & PARS'a daye')

________

BAKIN barışın ve özgürlüğün ölümsüz şairi Cegerxwin SAHTE BARIŞ HAVARİLERİ ve SAHTE MÜSLÜMAN KARDEŞLİĞİ konusunda tarini bilmeyen kürdlere NE NASİHATLER ETMİŞ:

Kürd millî şairi Cegerxwîn bu yukarıdaki dörtlükte diyor ki:

Eğer köleliğe başkaldırmak istiyorsan
Aslanlar ve kurtlar gibi cesur olmalısın
Düşman seni çabuk alt eder
Eğer sen düşmanına kardeş diyorsan

Çocuk katili igalci İSLAMO-FAŞİST TURK-ARAB / PARS işgalcilerimizle, bu insan müsveddeleriyle kardeş olmayın! Onların kardeşlikleri sahtedir. İşgalci türklerin lideri Erdolf, bir eliyle kürd bebelerini boğazlarken diğer kanlı eliyle de sizin elinizi avucunun içine alarak ve gözlerinizin içine bakarak 'Diyarbekir kürdlerin şehri değildir' diyerek, bu inkar ve saldırıyı açık bir şekilde, sizin gözünüzün içine baka baka yaptığı halde, siz Kürdistan'ın başkenti Diyarbekir'de, binlerce kürdün gözü önünde yine bu sahtekarlarla 'yaşasın kardeşlik' sloganını attınız!? Alın size Cegexwîn'in sahte kardeşlere verdiği cevabı gözünüzün içine sokun ve biraz akıllanın! Kürd kürdün elini-belini tutsun artık!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

FREDENS och FRIHETENS POET som han kallas: den kurdiske nationalskalden Cegerxwin..

Att bli påkommen att man läste Cegerxwins dikter innebar 10 års långt turkiskt, irakiskt, iranskt och syriskt fängelse - om man nu inte blev dödad med tortyr.

Många kurdiska frihetskämpar let de på det sättet ruttna och dö i fängelser för att de islamistiska invaderar staters polis och armé hade hittat en diktsamling av Cegerxwin hemma hos dem..

Vad handlade Cegerxwin's dikter om? Frihet åt det förtryckta kurdiska folket, stop för köns och rasdiskriminering, fred på jorden, broderskap och systerskap mellan jordens alla folk och nationer. I och med detta ansågs Cegerxwin av de islamistiska, reaktionära och fascistiska arabiska, turkiska och persiska nationerna att utgöra ett stort hot.

Här är en mycket välkänd dikt av Cegerxwin för den förtryckta amerikanska svarta befolkningen som han skrev på 50-talet:

Broder
Paul Robson!
Vi vita
är också
förtryckta..
Dags
för alla
att skrota
förtrycket..
Det skrotas
en gång för alla:

Vi ser Dig bror
Vi ser Dig att kämpa
För jämlikhet
frihet
systerskap
och broderskap..
Du inspirerar
djupt och brett..

HEVAL ROBSON 
(Paul Robeson, 1898-1976)

EY HEVAL ROBSON!

Ey heval Robson dengbêjê cîhan 
Paşmêrê selam zana û insan 
Gernas û rênas, dijminê Dalas 
Di ser ava re, di ser çiya re 
Rengê te ê reş tê ber çavê me 
Dengê te ê xweş xweş tê guhê me 
Ev xebata te didî me hêrzan 
Kêferata te didî me lerzan 
Ev tevgera te ji bona insan 
Pir jê ditirsin axa û dehqan 
Xwedî sermiyan ji te ditirsin 
Hemî xanedan ji hev dipirsin 
Dibêjin reşik çawa şiyar bûn? 
Destê hev girtin li ber me rabûn 
Dalas ditirsî weke Mak-Arsî 
Di ber piyan çûn pir tac û kursî 
Xwedî sermiyan serê xwe hildan 
Dibezin, dilerzin, dicivin, direvin 
Ji meydan... 
Ey heval Robson! 
Ne tenê reşik ketin bin destan 
Em jî sipî ne mane perîşan 
Reben, belengaz, bindest,çarereş 
Birçî û tazî, tev jar û nexweş 
Gunhê me çi ye, ne sûc ne sebeb 
Ketin bin destan ev Kurd û Ereb 
Zencî û Hindî em hemî insan 
Kê em hiştine wisa perîşan 
Nîzam, nîzam... 
Nîzama hovan, ev nîzama xwar 
Nîzama faşîst em xistin bin dar 
Xwedî sermiyan, dezge koledar 
Em kirin bêçar, em kirin bin bar 
Kirin tar û mar... 
Ey heval Robson, 
Derdê min û te, ev derdê giran 
Zordestiya ko kete nav cihan 
Hin mezin, bilind, dehqan xanedan, 
Hin reben bindest mane perîşan 
Ji vî derdê me Markis îngilis 
Bûne du rêzan, bûne du hozan 
Lênîn Sitalîn rê şanî me dan 
Pale şiyar bûn xebat û lebat 
Roj hilat, roj hilat... 
Xelas bû rojhilat 
Roja sor, roja zer 
Ji Mosko hate der 
Tava xwe da Balqan da Elman 
Xwe berdaye ser Çîn, Çîn 
Çîna mezin, Çîna giran 
Şewqa xwe da Hind 
Tev dagirt, cihan... 
Ey heval Robson, 
Karker û rencber, cotar şiyar bûn 
Reben perîşan bi hevre rabûn 
Bi tang û bi top, diçin şer û ceng 
Li her der qîrîn li her der hewar 
Li hawîr bû deng 
Dixwazin azadî, serbestî wekhevî 
Narevin... 
Lê dijmin ditirsî, direvî,direvî.. 
Çi reşik, çi sipî, belengaz bûn heval 
Dikujin koledar-xwedî gund, xwedî mal 
Berepaş direvin bayloz, xanedan 
Malê wan malê wan, 
Bû bela serê wan... 
Tarîx, tarîx xiste nav sînga wan 
Dilê wan, çavê wan, 
Ev kelem ev mîz... 
Dicivin, dikevin, di şer de direvin 
Peykevin peykevin... 
Ey heval Robson! 
Me divê dinyake ko her kes dewlemend 
Dinya bû buhişt çi bajar çi gund 
Ji bo her kesî fersend û mecal 
Xwenda û zana, hozan û delal 
Qesra me bilind, bexçe xweş û rind 
Em tev de dilxweş li nav dimeşin 
Tilûr diqişin, cobar dixuşin 
Çuqlî dihejin, pelik diweşin 
Çiya pir bilind, dirêj, girover 
Tîrêjê rojê xwe berdane ser 
Dinya maye mişt, ji jîn, ji evîn 
Xweşî tev dagirt 
Her kes, her tişt, her der... 
Ey heval Robson 
Fermo em herin 
Serbest bigerin 
Bixun, binerin 
Bibênin bipirsin 
Zorker nemaye ji kê bitirsin 
Sinor nemane çibkin peseport 
Dilxweş û rûgeş hemî keç û xort 
Li vir xurînî bixun hingivîn 
Li Mosko taştê, firavîn li Çîn 
Li Newyorkê şîv, li London paşîv 
Çi reş çi sipî tev bibin kirîv... 
Firek bidin xwe, em herin Merîx 
Destê xwe bidin Şêrîn û Zelîx 
Zîka riwê te maçkî bimijî 
Tîna dilê xwe bi te bikujî 
Bêje ezbenî, bêje ezbenî, 
Jola dikenî, Zika dikenî... 
Dengê te ê xweş herkes dixwazî 
Wî dengê şêrîn... 
Bêje ey heval, hevalê delal 
Bi saz bi qêrîn... 
Bimrî koledar, bimrî zordestî 
Bijî azadî, bijî serbestî. 
Ey heval Robson! 
Ev cîhana xweş 
Besî teva ye çi sipî çi reş 
Divê derbas kin rû biken û geş 
Dewlemend serbilind, 
Tev bi hev re rind... 
Nemênin sêwî, birçî û tazî 
Ne kuştin, ne şer, ne qîr, ne gazî 
Bi hev re herin tev kar û xebat 
Heşt seet, çar seet, du seet 
Pir xweş e xebat 
Bo milet û welat, 
Ko bibin em bi kinc, bi xwarin 
Bi xanî, bi ronî, xwenda û siwar 
Li ber hev nanerin 
Bûn heval, bûne dost, bûne yar 
Hovitî nema ye... 
Tev xwenda, tev zana, tev şiyar 
Ev kevoka selam, pir xweşik pir ciwan 
Baweşîn, baweşîn bikî ew li ser me li insan 
Pir xweş e ev cîhan 
Tev evîn, tev de jîn 
Ax... Cegerxwîn 
Pir xweş e ev cîhan...

(många likes ser vi fram emot på Facebook sidan. Klicka länken här ):

https://www.facebook.com/cegerxwinpoems

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Lo lo Pismamo

Lo lo PismamoTu çima deng na kî
Serê xwe carek bilind ra na kî
Leşkerê dijmin li çiyayê jor in
Weke xweşmêra j’hev bela na kî


Lo lo Pismamo dizanim xweşmêr î
Pismamê Rustem yan Egîd Şêr î
Roja halanê, roja lêdanê
Mêr û gernas î dotmam bi gorî


Lo lo Pismamo haya Te j’Te be
Çarika min a reş li serê Te be
Roja lêdanê li ber meydanê
Kuştin tim hebe, reva Te ne be


Şalê Xerzanî rabe li xwe ke
L’pişta xwe girêde rext û fişek e
Pismamê min î, dotmama Te me
Ji Te re kil daye çavê belek e


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

- Kurdish poet whose poems are read most by heart..


- Ew hozanê kurd ku helbestên wî li nav kurdan ê herî pir hatiye ezberkirin ..

- Den kurdiska poeten vars dikter har lästs utantill av flest kurder ..

- Şiirleri en çok ezber okunmuş şair ..

 

 

 

 

 

 

 

Ev cîhana xapînok, heta me jê xwe nas kir
Çi bkim fêde nemaye, emrê xwe min xelas kir
Çima rastî dibêjim, li nav dîna bûme dîn
Heta bimrim ji nû ve, xelk ê bêjin Cegerxwîn

 


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

DILHIŞK E YAR

Bi ahê herdû biskên xwey di reş ke
Dilê xemgîn bi yek maçê tu xweş ke

Ji dana te cihan mişt bûye îro
Li seyda jî bibarîne du peş ke

Şeva înê were nik min bi nazî
Bi nazdarî li ser çavên me meş ke

Bi tenha me di kuncê de dinalim
Şeva tarî bi wan dêmên xwe geş ke

Birîndar im bi qîr û ah û derd im
Were pirsê li vî kalê nexwş ke

Ji lêvên sor bide dilgir şerabê
Ne carek lê bi çar û pênc û şeş ke

Dilê xemgîn bike dilê du çavan
Di benda herdû biskên xwey keleş ke

Serê seyda bike qurban û heyran
Bi heyrana xet û xalên hebeş ke

Kevanê ebriwan bişkîne ser dêm
Li ser xalan tu şêbiskên xwe beş ke

Min ê xemgîn bike amanc û nîşan
Birîndarê du ebrûyên bi weş ke

Te ez kuştim bi van nazdariyên xwe
Dilê pir xem ji derdan bûye keş ke

Me dil derya xema ye bê perav im
Ji hesret herdû dêmên wek niviş ke

Wekî rojî, te ronî daye her kes
Gelo seyda xwedî par û bi piş ke?

Bi te xweş tê ku ez her dem dinalim
Ji çavê min dibarin xûn û eşk e

Cigerxwîn im, nema zanim çi bêjim
Tenê zanim dilê yara me hişk e 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Xwendin nebe, kes naçe pêş
Peyda dibin, pir derd û êş

Cegerxwîn

Kurdistanê Kurdistan


Kurdistanê Kurdistan
Baxçê gulan, derdê dilan
Îro maye l'bin destan
Barê giran li ser milan
[dîsgotin]

Kurdistana bilind e
Hemî bajar û gund e
Herçi kesê te bixwaze
Divê canê xwe bi te de


Kurdistana pirr xweş e
Xweş Dicle û Nerdoş e
Namûs di sere wî nîn e
Ê te herzan bifroşe


Kurdistana hilmişt e
Ji zêr û gewher mişt e
Em li ber der dergevan
Dijmin têda runiştiye.

Miştî jî petrol û zêr
Dijmin dixwin xêr û bêr
Runiştî textê Kohreş
Li ser taca Erdê Şêr

Kürdistan a pirr zengin
Şax û baxên te rengin
Ne ez têne, le tev kurd
Ji derdê te Cegerxwîn

______

Gulîstan
Vê helbesta Seyda Cegerxwîn wek stran xwendiye

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

EVİNA DIL
Evîna dil, te dil kiriye birîndar
Bihara min, hemî zer bûn gul û dar
Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik
Ketim heştê, ji nû ve bûm evîndar
Diran û çav dil pêk ve şikestin
Û porê min spî bûye bi yek car
Bi her çaran dibî xort û dibî pîr
Ji bona min nema hêja ne her çar
Nezan im ez, digel jînê dibazim
Weke berxê di nav pencên gurê har
Cihan pêk ve di çavê min de xweş bû
Niha, pîr im, di çavên min de bû sar
Şeva reş pej vedane, hate ser min
Ku roja min li ber ava ye, êvar
Ciwan bûm, ez bi dost û yar û kes bûm
Ku pîr bûme, hemî kes bûne neyar
Evîna min wekî hespê çeleng e
Revandim ez, ez ê çi bkim bi Hesar?
Ketim heştê û serjêr bûme deştê
Ne ew lat û ne ew hîm û ne ew dar…
Berê rengê pilingan ez bi saw bûm
Ji ber xapan, niha bûme keftar
Bi ber pêlan ketim bê doz û daxwaz
Dinalim ez wekî hirçê birîndar
Ceger-xwîn bes bibêje, pir dirêj e
Bes e Kurdo, ji xew rabe tu hişyar! ...

Seydayê Cegerxwin

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Dîwana Yekê, (1940'ies)

Sewra Azadî (1954)

 

 

 


Reşiwê Darê (1956)

Cîm û Gulperî

Salar û Mîdya

 

 

 

 

TARÎXA KURDISTANÊ 1 (1985)

TARÎXA KURDISTANÊ 2 (1987)

TARÎXA KURDISTANÊ 3 (1999)

 

 

 

 

FOLKLORA KURDÎ (1988)

JÎNENÎGARIYA MIN (1995)

 

 

 

 

 

 

 

 

REPRINTS

Kî ne em?

Hêvî

Şefaq

Ronak

Aştî

Zend Avesta



Sewra Azadî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Awa û Destûra Zimanê Kurdî 1961 Bexdad

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 



Ferhenga Kurdî 1962, Bexda

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

FACSIMILE EDITIONS / REPRINTS

Reşoyê Darê

Cîm û Gulperî

Reşoyê Darê

Kî ne em?

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Cegerxwîn - Sewra Azadi
2002

Cegerxwîn - Astî
2002

Cegerxwîn - Serefnameya Menzûm
2002

 

 

 

 

 

 

Cîgerxwînê Çîroknivîs - Heyderê Omer (Lêkolîn 2003)

Der Kurdische Dichter - Djagarchun
Gundi

Li ser riya Cegerxwîn - Gundî
Stockholm, 1986









KÎ ME EZ?


Kî me ez? (Kimim ben?)
Cotkar û karker (Çiftçi ve işçi),
Gundî û rêncber (Köylü ve emekçi),
Hemû proleter (Tümden proleterdir)
Gelê Kurdistan (Kürdistan Halkı).
Şoreş û volqan (Devrim ve volkan)
Tev dînamêt in (Tümü dinamittir)
Agir û pêt in (Ateş ve alevdir)
Sor in wek etûn, (Köz gibi kızıl).
Agir giha qepsûn (Alev kapsüle ulaştı)
Gava biteqin (Patladığı an)
Dinya dihejî (Dünya sarsılır).
Ev pêt û agir (Bu alev ve ateş)
Dijmin dikujî (Düşmanı öldürür).
Kî me ez? (Kimim ben?)
Hey hey hey hey kî me ez? (Hey Hey Hey Hey Kimim Ben?)
Em in rojhilat, (Biziz Doğu'yuz..)
Tev birc û kelat. (Hep burç ve hisar)
Tev bajar û gund (Hep şehir ve köy).
Tev zinar û lat. (Hep yamaç ve kayalıktar)
Ji destê dijmin: (Düşmanın elinden):
Dijminê xwînxwar,(Kan içici düşmanın),
Xurt û koledar (Güçlü ve köleci),
Ji rom, ji fireng, (türklerin ve frenkelerin)
Di rojên pir teng, (Çok dar günlerde),
Bi kûştin û ceng.(Ölümlerde ve savaşlada).
Parast, parast (Koruduk, koruduk).
Parast me ev rojhilat (Koruduk biz bu Doğu’yu)
Kî me ez? (Kimim ben?)
Hey hey hey hey kî me ez? (Hey Hey Hey Hey Kimim ben?)
Kî me ez? (Kî me ez?)
Gelê serfiraz (Onurlu bir halk)
Dijminê dijmin (Düşmanın düşmanı,)
Dostê aştîxwaz (Barışseverin dostu)
Em xweş mirov in, (Biz iyi insanlarız),
Ne hirç û hov in (Ayı ve yabani değil)
Lê çibkim bê şer (Fakat; ne yapayım savaşsız)
Dijmin naçî der.(Düşman çıkmıyor dışarı)
Bav û kalê me** Atalarımız dedelerimiz,
Dijîn tev serbest, (Serbestçe yaşıyorlardı)
Naxwazin bijîm (İstemezler yaşamamı)
Ta ebed bindest (Ebede kadar esi).
Kî me ez? (Kimim ben?)
Hey hey hey hey kî me ez? (Hey Hey Hey Hey Kimim ben?)
Em in ew kurdê serhişk û hesin (Biziz o demir ve sertbaşlı)
Îro jî dijmin ji me ditirsin (Bugün de düşmanlar bizden korkuyor.)
Bîna barûdê (Barudun kokusu)
Kete pozê min (Düştü burnuma)
Dixwazim hawîr,(Dört bir yana istiyorum)
Biteqim ji bin,(Dibinden patlayayım.)
Dîsa wek mêra, (Yine adamlar gibi)
Bikevin çiya.(Dağlara çıkalım.)
Naxwazim bimrim, (Ölmek istemiyorum),
Dixwazim bigrim.(Tutmak istiyorum)
Kurdistana xwe (Kürdistanımı)…
Axa Mîdîya,(Medya toprağını)
Kî me ez? (Kimim ben?)
Hey hey hey hey kî me ez? (Hey Hey Hey Hey Kimim ben?)
Em in ew kardox xaldî yê kevnar (Karduklar biziz, o eski urartular)
Em in ew mîtan, nayrî û sobar. (Mitanîler, nairi ve subariler biziz)
Em in ew lolo,(O lullubiler biziz)
Kardox û gudî,** Karduklar ve gutiler!
Em in Mad û Goş,(Medler ve Guşlar biziz)
Horî û Gutî.(Hurrî ve Guti)
Em in kurmanc û kelhor, lor û gor,(Kurmanç, Kelhor, Loran ve Goran biziz)
Em in, em kurd in li jêr û li jor (Biziz, yukarıdakiler ve aşağıdakiler, kürdler biziz)
Çend hezar salin (Kaç bin yıldır)
Kurdistana me (Kürdistanımız)
Perçe perçe ma (Parça parça kaldı)
Bindestê dijmin! (Düşman esaretinde)
Îro ji lor û kelhor û kurmanc (Bugün de loran, kelhor ve kurmançlar)
Ji dest xwe berdan ew text û ew tac (Ellerindeki tahtı ve tacı yitirmişler)
Hinek bûn axa, hinek jên bûn beg (Kimileri ağa olmuş, kimileri bey)
Hinek jên bûne cahşê jardara (Bazısı da acı çektirenlerin sıpası olmuş).
Kurdistan firot wan tev neyaran (Kürdistanı düşmanlara satmışlar onlar)
Bûne mezhebdar,(Mezhepçi olmuşlar)
Bûne olperest, (Dinci olmuşlar)
Bûne paşverû, bi tizbî û xişt (Gerici olmuşlar, tesbihli ve çubuklu)
Ta ku dijmin şikand li me ser û pişt (Ta ki düşman belimizi kırana kadar)
Me dan bin lingan dewlet û hebûn (Devletimizi, varlığımızı ayaklar altına alana kadar)
Bûn dijminê hev perçe perçe bûn (Biri birlerinin düşmanı olup parça parça olmuşlar)…
Ta ku kurdistan, (Ta ki Kürdistan)
Ta ku kurdistan (Ta ki Kürdistan)
Jar û perîşan (Zavallı ve perişan)
Ket e bin destan! (Esir düşene kadar),
Ketin xewê, ketin xewê (Uykuya daldılar, uykuya daldılar)
Ketin xewa zilm û zorê (Zulüm ve zorbalığın uykusuna daldırlar)
Ketin xewa bindestiyê (Esaret uykusuna daldılar).
Raketin, raketin…(Uyudular, uyudular…)
Yekcaran serê xwe rakirin (Bazı kereler başlarını kaldırdılar)
Lê dijmin serî zû jêkirin (Fakat düşman ivedilikle kellelerini kesti)
Yek carna serê xwe bi hêz rakirin (Bir kez de başlarını daha güçlü kaldırdılar)
Lê dijmin serî zû jêkirin (Fakat düşman ivedilikle kellelerini kesti)
Lê li vî xakî, li vî erdî (Ama bu vatana, bu toprağa)
tovên jiyanê hatiye çandin (Yaşam tohumları ekilmiştir)
Ev erdê jiyanê ye (Bu yaşam toprağıdır)
Germ dibe, sar dibe (Isınıyor… soğuyor…)
Dikele, dikele, dipişiqîne (Kaynıyor, kaynıyor fokurduyor)
Brûskê tavê tavan hiltîne (Şimşekler çaktırıyor, güneşler doğuruyor)
Ronahî dike rojê li welat hiltîne (Güneşi aydınlığını vatan toprağı üzerinde doğuruyor).
Her wekên kawa li ser xwe pêk tîne (Her defasında Kawa gibi kendini yeniden donantıyor.)
Niştimanperweran diwelidîne (Yutseverler doğuruyor.).
Em in ew gela (O halk biziz)
Belê em in ejdeha (Evet ejderha biziz)
Ji xewa dîlî (Esaret uykusundan)
Şiyar bûn niha (Uyandık şimdi)
Dixwazin wek mêr (İstiyoruz ki erkekçe)
Tev mejî û bêr (Tümden akılla ve emekle)
Rabin her wek şêr (Kalkın siz aslanlar gibi)
Serê xwe hildin (Başınızı kaldırın)
Çi serbilind in (Başınız ne diktir sizin)
Bi cîhan carek (Dünyaya bir kez)
Em bidin zanîn (Bildirmeliyiz)
Kurê guhderz û Ferhad û Rustem, (Guhderz, Ferhat ve Rüstem’in oğlu)
Kurê salar û şêrgoh û Deysem. (Salar, Şêrgoh ve Deysem’in oğlu)
Bejin bilind in (Yüksek boyludurlar)
Wek dêw bilind in (Dev gibi yüksektirler)
Em destdirêj in (Elimiz uzundur)
Serbest dibêjin (Serbestçe söylüyorlar).
Dixwazin bi lez (İstiyoruz tez elden)
Gavan bavêjin!** Adımlar atmanızı!
Kî me ez? (Kimim ben?)
Hey hey hey hey mî me ez? (Hey Hey Hey Hey Kimim Ben?)
Ne xwînxwar in em, aştîxwaz in em (Kan içici değiliz biz! Barışseveriz biz)
Serdarên bilind, gernas in herdem (Büyük komutan ve yiğidiz her zaman)
Em şer naxwazin,(Biz savaş istemiyoruz),
Divên wekhevî, (Eşitlik istiyoruz)
Em paş ve naçin, (Bundan kaçmıyoruz)
Lê dijmin direvî!** Fakat düşman kaçınıyor.
Divên bi şêwrê, lê ew qebûl nakî (Tartışalım diyoruz, onlar kabul etmiyor)
Divên biratî, lê ew qebûl nakî (Kardeşlik diyoruz; fakat onlar kabul etmiyor).
Bûye wek rûvî (Tilki gibi olmuşlar)
Li paş xwe nanêrî (Hiç arkalarına bakmıyorlar)
Kî me ez…(Kimim ben!
Gelo bavêm çi bikin? (Ya babam acaba ne yapalım?)
Naxwazin însanî (İnsanlık istemiyorlar)
Hêrîş bikin û bigrin Saldırın ve yakalayın)
Stû bişkînin (Boyunlarını kırın)
Ev pîsên mirdar (O pislik iğrençleri)
Ji nav me derxînin (İçimizden çıkarın.)
Ji bo mirovan em tev dost û yar (Bütün İnsanlar için biz tümden dost ve yârız)
Bijî kurdistan, bimrî koledar! (Yaşasın Kürdistan, kahrolsun köleciler)
Kî me ez? (Kimim ben?)

 

 

 

 

 

Wêneya Seydayê Nemir Cîgerxwîn ji serdema salên 1950 ya ku li nav rûpelên Dîwana Sewra Azadî (1954) çap bûye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji xew şiyar bûm, qêrîn û halan
Gurmîn û nalîn, kuştin û talan
Min go: çi bûye? çi ye ev bazdan?
Dengek hate min, dengê perîşan
Dijmin, dijmin..
Dijmin kete Kurdistan... CÎGERXWÎN

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

1981

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Cegerxwîn di hevpeyvînekê de bi birêz Abdulhelîm Teyara re, xwediyê rojnameya Dengê Cizîrê li Qamişlo, sala 1955

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Wıth the most popular Kurdish troubadour Said Yousef (left)

 

 

 

 

 

 

 


Prof Qanatê Kurdo, Temûrê Xelîl, Cegerxwîn

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kehla Cegerxwîn

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Boniye Cegerxwîn: "Ji bîrdankên kevnare, di dema ciwaniyê de.. Ez û hevala hêja û giranbuha Emîna Emer (Keça Kurd) ji aliyê bavê min Seydayê me yê hêja û nemir.
 Cegerxwîn em hatin vexwandin bo Mamîgonê ji bo xwarina dondirmakê û da em li peyvên wî yên šêrîn guhdar bikin. Xwezî bi wan roja , ti carî nayên jibîrkirin"

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Hozanê herî hezkirî yê xelkê Kurd Cîgerxwîn li nav komeke xortên Rojavayî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Wêneyeke kêmdîtî a du helbestvanan (Seydayê Cegerxwîn û Seydayê û Keleş), li dawiya salên 1070'yî, li parka giştî li Qamîşlo.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Seydayê Cegerxwîn, Mîr Kamûran Alî Bedirxan, Mîr Celadet Alî Bedir Xan & Memduh Selîm Beg

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Qanatê Kurdo, Cegerxwin, Cemshid Heyderî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Seydayê Cegerxwîn û Ordîxanê Celîl

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Reşîdê Kurd, Cîgerxwîn, Nazê (Xanima Reşîdê Kurd)

 

 

 

 

 

 

 



Cegerxwîn / Yilmaz Guney, Stockholm 1982

¨

 

 

 

 

 

Ew çi talan û çi ceng û pevçûn
Bila xweş bikin hemî cî û şûn
Hemî em mirov bibin wek bira
Cî nedin diza, rê nedin gura
Cîhan xweş bikin tev bax û bihişt
Ne şûr, ne xençer, ne derf û ne xişt

CEGERXWÎN

(Dîwana 6a, Şefaq)

________________________
Vad är det för kap och krig och bråk?
Bygg upp istället i varje vrå och prång!
Låt oss vi alla blir systrar och bröder
Hejda alla dessa bovar och vargar
Gör om världen till ett enda paradis
Inga vapen, inga kulthandlingar och rit

Poems of Cegerxwin

(Ur Diktsamling 6, Shefaq, gryning)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Azad Cegerxwîn

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Cegerxwin & Mehdi Zana, 1979 Stockholm

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Cegerxwîn i Sverige (1981)

 

 

 

 

 

 

 

Di Gel Seydayê Cegerxwîn, Yilmaz Guney & Kendal Nezan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Cegerxwîn, by Rebwar K. Tahir

 

 

Cegerxwîn, by Rebwar K. Tahir

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Cegerxwîn i Sverige (1981-1984)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Seyda Cegerxwîn li Stockholmê serdana pirtûkxana swêdî dike 1982-3

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Seyda Cegerxwîn û Kendal Nezan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Gul û û kulÎlk li ser gora te bibare ey Seydayê rêber ê hemî mirovayetiyê

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Seyda zanibû ku van hirç û dêwan, van wahş û rawiran wê bêne ser me.
Loma digot ''bibne yek!''
Heger ji wê rojê de kurd guh bidana vê peyvê.. ma rewşa me nuha ev rewş bû?

''DEST BAVÊJIN ÇEKAN''!
''Riyeke din TUNE''!


-- Heger hozanvanê AŞTIYÊ vê gotibe, hingê çi riyeke din nîn e!!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Serdanên li ser tirba Seydayê nemir, 11/2020

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Seyda Cegerxwîn li nav kurdên Paş Qefqazê

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Seyda Cegerxwîn li xwepêşandana li Stockholmê li dijî dagîrkerên îranî, li sala 1979ê. Di gel Kek Umer Shêxmû û xanima wî Agneta

Xwenîşandana di gel Seydayê Cegerxwîn, li heyva 8ê Tebaxê sala 1979ê li dijî Fetwa Xomeyniyê xwînrij lî diji milletê kurd li Rojhilata Kurdistanê piştî îdamên bi komel yên li Saqqiz, Senedej, Paveh û Marîwanê bû

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Seyda Cegerxwîn, Kek Umer Shêxmûs, 1983 Stockholm

Xwenîşandana di gel Seydayê Cegerxwîn, li heyva 8ê Tebaxê sala 1979ê li dijî Fetwa Xomeyniyê xwînrij lî diji milletê kurd li Rojhilata Kurdistanê piştî îdamên bi komel yên li Saqqiz, Senedej, Paveh û Marîwanê bû

 

 

 

 

 

 

 

Seyda Cegerxwîn, Kek Umer Shêxmûs, 1983 Stockholm

Xwenîşandana di gel Seydayê Cegerxwîn, li heyva 8ê Tebaxê sala 1979ê li dijî Fetwa Xomeyniyê xwînrij lî diji milletê kurd li Rojhilata Kurdistanê piştî îdamên bi komel yên li Saqqiz, Senedej, Paveh û Marîwanê bû

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Seyda Cegerxwîn, Kek Umer Shêxmûs, 1983 Stockholm

Xwenîşandana di gel Seydayê Cegerxwîn, li heyva 8ê Tebaxê sala 1979ê li dijî Fetwa Xomeyniyê xwînrij lî diji milletê kurd li Rojhilata Kurdistanê piştî îdamên bi komel yên li Saqqiz, Senedej, Paveh û Marîwanê bû

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

XWENDIN

Xwendin nebe kes naçe pêş
Peyda dibin pir derd û êş
Her dem di bin destê neyar
Em dê bidin xûkî û bêş

Herçî nexwendî nexwendî rêncber e
Yê ku bixwîne rêber e
Her dem di nav xan û sera
Serkar e ew yas serwer e

Xwendın dıvê hem pır Xebat
Bo milletê kurd û welat
Kurdno jı xew rabin hemû
Mızgîn lı we roja me hat



Cegerxwin

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

YOU TUBE - Interview 1983, Paris (Voice Kendal Nezxan)

YOU TUBE - Interview Part 2

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

 

 

 

 

 

 

Jeegerkhin's Youth Cultur and Art Center in The Kurdish Capital: Diyarbekir (Amida)
Peyas (''Kayapinar'')

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kesra (Keyo) Cegerxwîn li Qamishlo

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kesra (Keyo) Cegerxwîn hezar mixabin ku ji ber nexweşiya Covid19
roja 26.03.2020 jiyana xwe ji dest da

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kesra (Keyo) Cegerxwîn hezar mixabin ku ji ber nexweşiya Covid19
roja 26.03.2020 jiyana xwe ji dest da

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kê cegera Cegerxwîn xwûn kir?
Kê ew kir ceger bi xwîn?
Kê ew dîn kir?
Bersiv: Kurdên dewletnexwaz.
KÎ DEWLET BO KURDA NAXWAZE?
Bersiv: Serokên kurdan ên xaîn.

Serokên kurdan - Yên xaîn û nezan
Peritandin li wî - Dil û cerg û can
Loma ew
bû wisa dîn
li nav van ker û dînan
cegerperitî û cegerxwîn ..


HEMÎ SEROKÊN KURDAN XAÎN IN li hevber vê doza kurda ya mezin û rewa..

Beşek ji van serokên xaîn dibêjin ''dewleta serbixwe bo kurda pir xirab e, em li dij avakirina dewleteka kurd in'., Beşeke din ji wan jî dibêjin ''bo dewleteke kurd ne wext e hîna''. Û wext jî qet nayê!!


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Konê Reş, Azad Cegerxwîn, qîza Cegerxwîn, Boniye Cegerxwîn, gorbihuşt Keyo Cegerxwîn, 2008 Hewlêr

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Memo Şahin, Mustafa Kılıç, CEGERXWİN û Faruk Aras. Sal 1982 Berlin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Helbestvanê kurd yê navdar Cegerxwîn û xanima wî di Cejna Yekê Gulanê de (1982). Ev wêne çend meh berî wefata wî li paytextê Swêdê, Stockholm'ê hatiye girtin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Seydayê nemir Cegerxwîn li çeper û penahên şerê demokratîkî li Stockholmê... Sala 1981.. Seydayê me yê Cegerxwîn bi her awayî têkoşerekî nebez û bêhempa bû

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Gundê Cegerxwîn Hesar li Deşta Kercewsê, Foto: Pirinccioglu

Cegerxwîns by Hesar i Norra Kurdistan

 

 

 

 

 

 

 

 

Gundê Cegerxwîn Hesar li Deşta Kercewsê, Foto: Pirinccioglu

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Hemî malbat

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

All Islamo-Fascist & Nationalist countries are enemy of the Kurds !

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Şeraba wan lebên lala
Bi min de ez gelek tî me
Bila xêra te bî cana
Nizanî ez çi birçî me..

Cegerxwîn

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

CEGERXWIN SINGING/READING AN OWN POEM

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Cegerxwin's tomb in the garden of his house in the Kurdish city Qamishlo, Western Kurdistan - Rest in peace

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Keça kurd a delal fîstan bi al
Hat serdana Seydayê kal

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Serdanên li ser tirba Seydayê nemir, 11/2020

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

"Arabic justice is worse than the barbarism of the infidels"
"Arabisk rättvisa är värre än de otrognas barbari"
"Arabın adaleti kafirin zulmünden beterdir "


Cegerxwin

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Shamaran Café Konstantînopel

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Cegerxwin, 1981, Stockholm

 

 

 

 

 

 

 

 

Cegerxwin, 1981, Stockholm

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Cegerxwin, 1981, Stockholm

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji şeva kombûna 38 saliya bîranînê bo Seydayê nemir Cegerxwîn li Qamishlo

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji şeva kombûna 38 saliya bîranînê bo Seydayê nemir Cegerxwîn li Diyarbekr'ê

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kürd halk şairi Cegerxwîn, Yılmaz Guney ve Kendal Paris Kürd Enstitüsü'nde, 1983

 

Cegerxwîn, Yilmaz Güney û Kendal Nezan. Sala 1983 li şeva damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Parisê

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

M. Emin.Bozarslan, Cegerxin, Keyo, wezîra biyaniyan Anita Gradin, 1981, Swêd

 

 

 

 

 

 

 

 

Heger nebin yek, hûn ê herin yek bi yek! Seydayê Cegerxwîn

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Tiirba Seydayê Cegerxwîn li hewşa mala wî

 

 

 

 

 

 

 

NIVÎS & LÊKOLÎNÊN LI SER JIYAN & BERHEMÊN SEYDAYÊ CÎGERXWÎN

Serxwebûn û Sores Di Hozanên Cîgerxwîn de - Cankurd


Bozo Helbestên Cîgerxwîn dixwand û difûriya - Goran Candan


Mîr Celadet Bedirxan û Çapa Dîwana Yekemîn a Cîgerxwîn - Konê Reş

Fredens frihetens poet Cegerxwin - Goran Candan


Di Gel Seydayê Cegerxwin - Goran Candan

 

 

 

CEGERXWÎN'S LIFE - Youtube

About Cîgerxwin - Wikipedia
Destxeta Cîgerxwîn

 

 

 

SHEYX SAÎD
BEDIR KHANS

OSMAN SEBRÎ - APO

PESHEWA GHAZI
MUSTAFA BARZANI
SHEIKH MAHMOUD BARZANJI

ABDURAHMAN QASEMLO

GALERY
 
 
 


KURDISH AUTHORS

 

 

 

 



Foundation For Kurdish Library & Museum