KONÊ REŞ

 

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 


 



 

 

 

 

 

Konê Res

 

Konê Res

 

 

 

 

 

Konê Res

 

Konê Res

 

 

 

 

 

Konê Res

 

Konê Res

 

 

 

 

 

Konê Res

 

Konê Res

 

 

 

 

 

x



Konê Res

 

Konê Res

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Li mala Rewşen Bedirxan, 1989 Lazqiye

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Konê Reş di gel Emîre Rewshen Bedir Xan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Rewshen Bedir Khan, Konê Reş, 1989, Bariıas

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Konê Reş di gel Seîd Yûsif

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Konê Reş di gel Seîd Yûsif

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Konê Reş di gel Osman Sebri - APO

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Konê Reş di gel Ordîxanê Celîl

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Konê Reş li hêla Qamîşlo rawestiyaye û li hêla pişta wî xaniyên nuh ên Nisêbînê xuya dikin. Sînorê tirkan ê dîwarkirî yê rengê qer jî xuya dike.
Van xaniyan li ser kavilên xaniyên li dema qirkirina li navberên salên 2015-2017 hatine avakirin, Tebax 2019.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Konê Reş di gel Mamoste Îsmaîl Bêşîkçî

 

 

 

 

 


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

100 Saliya Rojbûna Dr. Nûredîn Zaza Û Ev Pirtûka Min 


Bi helkeftina ku di roja 15/2/2019'an de, (100) sal di ser rojbûna lehengê Kurd Dr. Nûreddîn Zaza (1919/ Maden – 1988/ Lozan) re derbas dibe, min ev pirtûk berhev kiriye. Min têde têkoşîniya wî, ked û xebata wî aniye ziman.. Ez wî wek pêşmergeyekî bajaran dibînim.. Mixabin ku ta niha me ew mafê wî, yê ku ji me tê xwestin lê venegerandiye.. Û me navê wî, baş bi nifşê nû nedaye naskirin..! Di sala 1957'an de, bi alîkariya wî, PDKS li Sûriyê hat damezirandin û ew yekemîn serokê wê bû. Di gel ku ew ji pêşengên xwendekaranên kurd bû li Ewropayê.. Wî, tev jiyana xwe di ber serbestî û bilindkirina navê Kurd û Kurdistanê de xerc kir û tevî xerabiyên ku hatin serê wî, ji girtina zindanan û sirgunkirinê ji rêjîman ve, wî negot ez poşman im.. 

Min jî, bi vê helkeftinê, wefadarî ji bîranîna wî re, ev pirtûk bi navê (Dr. Nûredîn Zaza 1919 – 1988: Kurdê Nejibîrkirinê), berhev kiriye û dikim xelat ji giyanê wê re.. Ji xwe mamoste Qahir Bateyî xwediyê weşanxaneya SÎTAV camêr bi dilekî mezin xwe da ber çapkirina pirtûkê.. Niha pirtûk li Ankara di bin çapê de ye dê di demeke nêzîk de li xwendevanan belav dibe.. Ji dil spasiya wî dikim.

Bêgûman nivîsandin û berhevkirina min ji vê pirtûkê re gelekî bi min xweş e.. Min xebat, çalakî û berxwedanên wî li Sûriyê, Libnan û Ewropa baş anîne ziman û her wiha berhemên wî.. Belê ya hîn bi min xweştir ku min du eserên wî yên giring jî têde belav kirine; yek jê ew reporta ku sala 1960'î, di zinda Mezê de nivîsandiye û pêşkêşî dadgeha Şamê ya bilind kiriye, ya din, ew pêşgotina bedew û bi nirx ku ji destana Memê Alan re nivîsandiye, digel baweriyên hin siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd wek: Sînemxan Celadet Bedirxan, Abduhamîd Derwêş, Salih Gedo, Dr. Mohamed Salih Gouma, Mihemmed Îsmaîl, Fawzy Asad, Dr. Lazgîn Mihemed Fexrî, Hingur Osman Sebrî, Keyo Cegerxwîn, Îbrahîm Guclu, Şakir Epozdemir, Xelîl Sincarî, Şahîn Bekir Soreklî, Goran Candan, Dr. Yekta Uzunoglu.. 

Ji xwe mamoste Abdulhemîd Derwêş hevalê wî yê destpêkê baş baweriyên xwe anîne ziman.. Mamoste Omer Şêxmûs jî, ji gelekan bêtir jînnameya wî, durist nivîsandiye.. Mamoste Samî Namî jî, wek dostekî wî yê zindanê, baş ronahî berdaye ser berxwedana wî ya zindanê.. Ji dil spasiya wan dikim û spasiya tev siyasetmedar û rewşenbîrên ku bi gotinên xwe, beşdariya min di berhevkirina vê pirtûkê de kirin, dikim. 

Di baweriya min de, çi kesê ku bide ser şopa Nûredîn Zaza, nikare mafê wî bîne ziman ku berî wî, nede ser şopa birayê wî Dr. Nafiz. Vêca min ji birayê wî Dr. Ehmed Nafiz Zaza destpê kiriye. 

Ez ji dil spasiyên xwe ji xanima wî Gilberte Favre Zaza re pêşkêş dikim û xwe ji wefadariya wê û dilsoziya wê re ditewînim.. 

* Di 16ê sibatê de, gotineke min di 100 saliya rojbûna têkoşer Dr. Nûredîn Zaza de, li Pirtûkxaneya Kurdî (Kurdish Library), li Stokcholmê heye.. Ji dil spasiya Komeleya Kurdî ya Spangayê, kitêbxana Kurdî, mamoste Omer Şêxmûs, Reşo Zîlan, Samî Namî, Firat Cewerî, Mehmûd Lewendî, Salih Ince û Hacî Kardoxî dikim.

Konê Reş
Qamişlo 13.2.2019

 

 

 

KONÊ REŞ KÎ YE?

 



Ez di roja 01/01 1953 an de li gundekî ji gundên pir belav di navbera tixûbên Binxetê û Serxetê de, bi navê Doda hatime

ser rûyê dinyê. Di nav eşîrekê de ku bi koka xwe Êzîdiye, ne ji dûr ve bûne misilman, navê eşîrê Bûbilanî ye…Navê min yê

rasteqînî Selmanê O. Abdo ye. Lê ez di berhemên xwe de piranî navê Konê Reş bi kar tînim, di gel çend navên din. Ango gundê

min di navbera Qamişlo û Amûdê,ji rexekî ve û di navbera Mêrdîn û Nisêbînê de ji rexekî din ve deye. Ji malbateke Kurdperwer,

zimanhez û rewşenbîr im. Ji şeş birayan û sê xwişkan û yek dayê ez yê mezin im, birayê min yê di bin min re Avokatekî jîre,

yê din mamosteye, yê din doktore di warê bijîjkiyê de, beşê damaran, yê din mamostaye, yê din (Laborant)e di warê bijîjkiyê

de, li Almaniya akinciye û xwişkek min mamostaye.. Min li gund xwendina xwe ya seretayî tewaw kir‚ şunda li Qamişlo û Hesekê

lîse “bakaloriya” stand. Min gelek hewla da ku xwendina xwe bi dawî bînim, lê mixabin bi min re neçûye serî, ta ku di Almanya

rojava re jî derketim.

Ji mêj ve bi dûv ziman, folklor û toreya gelê xwe de me. Ez Prof. Dr. Celîlê Celîl wek mamoste ji xwe re dibînim di


warê folklorê kurdî de. 
Min di gelek kovar, rojaname û belavokên Kurdî de beşdarî kiriye.Ta niha min di çil û çar kovar û rojnameyên Kurdistanî de,


li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat berhemên xwe weşandine û belav kirine.


Ji kesên pêşîme di nav rewşenbîrên di Binxetê de ku min bi zimanê Kurdî nivîsandiye, piştî Osman Sebrî, Cegerxwîn,


Qedrî Can, Namî, Tîrêj, Keleş û Rezoyê Osê... 




Hêjî ez di kar û barên xwe de berdewam im, li ser nivîsandina bi zimanê Kurdî.    Ez yek ji du xwediyên kovara “Gurzek Gul”


bûm, di gel hevalê xwe A. Baqî Huseynî, ta bi hejmara 10 an, paşê min bi tena xwe berpirsyariya kovarê kir, ta ku hejmarên


wê gîhan 15 an. Ew kovara ku di navbera salên 1989 û 1992 an de, li Qamişlo, li nav Kurdên Binxetê dihat belav kirin.
Min hin xelat standine. Ji wan xelatan :Xelata zêrîn ji Hikumeta Herêma kurdistanê, di sala 1998 an de, bi helkeftina


sedsaliya rojnamegeriya Kurdî û di sala 2000 î de jî, hatime xelat kirin ji rex birêz Felekkedîn Kakayî ve, wezîrê


rewşenbîriyê di hikumeta herêma kurdistanê de, bi helkeftina festîvala Cizîrî li Duhokê.






Di sala 2003 an de min beşdarî di sedsaliya Cegerxwîn de kir li (Diyarbekirê) Amedê.



Hem ez endamê PEN a Kurdî me li Almanya, ya ku şaxeke ji PEN a Navnetewî. 
Di meha tebaxa 2006 de, bûme yek ji helbestvanên cîhanî (Poetas del Mundo) û ji min re rûpelek hatiye terxan kirin di nav

her 8 helbetvanên Kurdistanê de..Niha endamên wê ji kurdan pir bûne..Hêjaye gotinêye, ev yekemîn care ku navê Kurdistanê di

cihekî cihanî de bi helbestvanên xwe, di nav dewletan de bilind dibe..   www.poetasdelmundo.com 


Di meha nîsana sala 2006 an de, min beşdarî di festîvala Bedîrxan ya sisyan de li Hewlêrê paytexta Dewleta Kurdan ya Iraqa

Federal de kir û xelat stand. Mijara min bi navê (Ala Kurdan di nav Bedirxaniyan û Barzaniyan de) bû.. Di sala 2004 an de jî,

min xelata Festîvala Bedirxan ya yekemîn stand. Ew festîvala yekemîn a ku li bajarê Silêmaniyê hatibû li dar xistin.

Her wiha gelek berhem û gotarên min , di kovar û rojnameyên Kurdî yên rojane de hatine weşandin û têne weşandin.


Pênc zarokên min hene; JÎN: min navê kovara JÎN lêkiriye, ew kovara ku di salên 1918/1919 an de li Stenbolê dihat çapkirin.


Bi mêre li Almaniya dijî. NALÎN: Min navê helbestvan NALî lêkiriye, ew jî bi mêre û avokate. SÎPAN: min navê çiyayê Sîpanê


Xelatê lê kiriye, di bazirganiyê de kar dike. BEFRÎN: di zankoya Helebê de, beşê dîrokê dixwîne. CELADET: Min navê mîr


Celadet Bedirxan lê kiriye, lê mixabin ew nav lê nehat…Ez li Qamişlo dijîm û gelekî jê hez dikim.

Hêvî û daxwazên min evin; ku ez her sibeh rojnameyeke Kurdî bi tîpên Latînî li ber deriyê mala xwe bibînim û bi rêka wê


rojnameyê nûçe û bûyerên Kurdistanî û cîhanî bixwînim û seh bikim.
 
 



 Ji berhemên Konê Reş:

- Serpêhatiyên Mîran (1) Beyrût 1991
- Mîr Celadet Bedirxan, bi Erebî, Şam 1992, bi Kurdî Stokholm, 1997
- Serhildana Sasonê, 1925-1936, Şam 1995, bi zimanê erebî ye.
- Komela Xoybûn û Bûyerên Rojane yên Şoreşa Araratê, Erbîl, 2000, bi zimanê erebî ye.
- Dîroka Qamişlo, Lêkolîn bi zimanê erebî ye. Stenbol, 2003, Heleb, 2004 û Silêmaniyê, 2006, Şam, 2012.
- Welato!, Helbest, Beyrût, 1998
- Dergehê Jîn û Evînê: Helbest, Beyrûrt, 2001
- Cûdî Çiyayê Miradan: Helbest, wergerandina Hejar Îbrahîm, Şam, 2004
- Dara Çinarê, Helbest, wergerandina Îmad Elhesen, Şam 2006
-  Osman Sebrî, 1905-1993, Şam, 1997, çapa nû Qamişlo, 2017
- Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl: Helbest, Ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê, êlûna 2010.
- Sîpan û Jîn, helbestên zarokan:I. Beyrût, 1993
- Şagirtê Bedirxan im, helbestên zarokan: II. Beyrût, 1996.
- Helbestên zarokan: Amed (Diyarbekir) 2013.
- Dîroka Rojanamegeriya Kurdî li Sûriyê û Libnanê: 1932 - 2012, lêkolînek berfireh e, Duhok 2013.
- Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan, Stanbol, 2013.
- Malbata Bedirxaniyan; Berxwedana têkoşîn û janan, Qamişlo, 2016, bi zimanê Erebî.
- Ji Geşt û Serdanên Min: siyahetnameya hin gera ye, Qamişlo 2017.

 






















Konê Reş & Semîra Mistefa
 


























 











 

Apo & Konê Reş

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Mamoste Mehdî Zana & Konê Reş

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Bi Kesra (Keyo) Cegerxwîn Hesen

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ez Mirovekî Kurd im

Ji sala 1514 an ve
Ta roja îro;
Di kul, êş û janên
Gelê xwe de  di ponjim.
Xemxur û zikêşê
Zimanê dê û bavê xwe me;
Yekim, ji wan kesên ku,
Li dor malbata Bedir – Xaniyan
Di xepêrim...
Ez Konê Reş im.
Konê ku stûnên wî,
Bi kuçên ji çiyayê
Sîpanê Xelatê, Şingal,
Barzan û Agrî
Bilind dibe,
Çît û berçîtên wî
Bi zil û qamîşa
Derdora çemê Dicle û Ferat
Dibe dîwar û
Bi hevirmêşa
Mûş û Bazîdê
Hatiye hûnandin..
Ben û şerîtên wî
Ji hiriya berxên
Şikak û Heyderan,
Keriyên koçerên Milan û Mîran
Hatiye ristin...
Konê ku  ji mûyê
Bizinên zozanê Botan,
Zozanê şerfdînê û çiyayê Mazî
Hatiye çêkirin  û
Bi rengê şevê
Hatiye debixdan
Da ku di rojê de
Belû û diyar be û
Xweş bê xuyakirin;
Dinya û alem tev
Bibîne û bizanibe ku
Qet singên konê min
Ji nav xaka bav û kalan
Nayên hilkirin
Nayên hilkirin

Ez Konê Reş im

 

 

 

 

 

Konê Res li Diyarbekrê

 

 

 

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum