uBBerhevkirin:

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

Beþê II

KURDISTAN - BINGEHA ÞARISTANIYÊ -I-
Þoreþa Çandinê - Agrar Revolution

Li Kurdistanê cara yekê erd hat ajotin û cara yekê jî rawir û sewal (heywan) hatin kedîkirin

uuuuui u WÊNE: IMS BILDBYRÅ

 

 

 

DESTPÊKlisê dunyayê ne!!!!!!!!!!
Berhevkirina Goran Candan

Agehî û zanetiya derbareyê lêkolîn û lêgerînên li ser Kurdistana mêjûyî, îro xwe gihandiye gehînekeke nuh. Li ser vê riyê em îro derketine ser riyeke êdî mazin û berfireh: zaniyar û zaniyarî, bi ronahiyeke êdî mazin û berfireh nîþanî me didin, ku Kurdistan welatekî pir ê taybet e. Ew Kurdistana ku digotin "bi kêrî tiþtekî nayê", dayik e ji þaristaniyê re! Navê welatê me KURDISTAN, her wisan jî "Hîvika Bi Xêr û Bêr/Zêrîn" e. -"Kurdistan ew welat e, ku þaristanî jê derketiyê û çûye li rojavê; li Îsraîl, Yûnan û Rom'ê (Italya), li rojhelê; li Hindistan û Çînê belav bûye." Lê belê îro ji ber xerabiyên dagîrkeran, ji binî ve guheriye û hîç nayê naskirinê. Neha berhemên lêkolînên wisan zanîneke kûr û berfireh li ber me ne, ku ev berhemên bêhempa, her yek ji hev cuda, lêbelê hemû jî bi hev re, Kurdistana mêjûyî mîna þûnewarê þaristaniyê destnîþan dikin. Em îro baþ vê dizanin, ku welatê me kevintirîn þûnewarê bajarvaniyê û milletê me jî milletek xwedan dîrokeke pir a kevin e. Ji lew re nifþa mirovayetiyê li ser vî xakê pîroz, ji jiyana heywanetiyê derketiye, ketiye di nav jiyaneke mirovatiyê de. Dîroknas û antropologên jêhatî yên bijarte (binêre xal 1,2,4,5,8), bi xebatên xwe yên hêja, ji me re gelek spartek û belgename berdest kirine. Ev belgename dibêjin, ku Kurdistana dîrokî dayik û dergûþa þaristaniyê ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Arkeologan hebûna yekem nimûneyên naskirî yên hilberîna çandiniyê li dor 8500 sal berê þopandine.
Li herêma Heyva Berdar (Fertile Crescent) gelek cûreyên giyayên zadên kovî hebûn; Du ji van giyayên zadî genim û ce ne.
Ev her du þitlên zadî paþê li vê herêmê bûn zadên herî girîng ên hilberînê.
Gava ava Dîcle û Firat'ê bi azîneya avdaniyê hat bi karhanîn, hingê van yekem cotkarên li ser ruyê erdê dikaribûn li vir dexlên mezin bi dest bixin,
ku pê þêniyeke mezin xwedî dibû. Hingê gundên biçûk bûne bajar û van bajaran jî bûne þaristaniyeke mezin û pêþde..

 

 

 

 

KURDISTAN ew welat e ku þaristanî jê derketiye û çûye li rojihilatê li Hindistan û Çîn'ê û li rojavayê liÎsraîl, Yûnanistan, Misir û Roma'yê belav bûye, lê ji ber hêriþ, talan û xirabiyên tirkan wisa hatiye
xirabkirin ku êdî qet nayê naskirin.

 

 

 

Tixûbên Hîvika Têzayinê (Fertile Crescent) Bi Xêr û Bêr (The fertile Crescent, den bördiga halvmånen, hîlal el-xesîb, bereketli hilal)

Tritticum Dicocciodes, ew genimê bejî ye, ku tenê li ser ruyê erdê, li þûnewarekî di navbera 600 ta 1300 meter ji pileya behrê bilindtir, þîn hatiye. Gava wan jinên li ser xakê Kurdistana dîrokî þitlên tritticum dicocciodes vediçinin, hingê mazintirîn þoreþa li mirovayetiyê, Þoreþa Çandinê (Agrar Revolution), li dîroka mirovayetiyê li ser vî xakî tê holê.

 

Grûbeke zaniyarên almanî, li sala 1997ê, encama lêkolîn û xebata xwe ya li ser þopandina reh û koka genêm, di govara naskirî ya bi navê SCEINCE'î de weþand. Ji her þeþ reþaparçeyên cîhanê çengeke genim hanîbûn û bi têknîka zaniyariya herî dawîn, bi têknîka DNA'yê, lêkolîn li ser van komikên geniman kiribûn. Di encamê de derketibû meydanê, ku reh û koka hemû genimên cîhanê, ji Newala Çorê, ya li biniya Çiyayê Qerac (Amîda/ Diyar-bekr) e. Anku cara yekem li wê derê genim hatiye çandin.

 

Cehdasûk - Genimê bejî: Triticum boeoticum (Siyez)

“Kurdan giyayê (nebata) genêm vedîtin (kýfþ kirin) û vî giyayî veguherandin xwarina sereke ya mirovahiyê. Van vedîtinan (keþfan) xizmeteka gelek mezin bo dîroka mirovahiyê kir.

Kurd yekem netewe ye ku mafên cîranan nas kiriye. Ev yek bi zelalî di tabloyên kevnar (antîkÎ) de tê dîtin.”

Dîroknasê navdar Îgor Diyakonov (1915-1999)


Van peyvên dîroknasê navdar Diyakonov bi zanistê jî hat peyitandin (îspatkirin). Encama lêkolîneke zanistî ya li vê derbareyê li kovara zanistî ya SCIENCE'ê (14.11.1997) hat belavkirin ku ''reh û koka hemî genimên cîhanê ji Diyarbekrê ye''
Xwarina ku þaristanî jê zaye!!

 

 

 

 

 

 

 

Nan = þîv
'Fermo werin em nanek pêk ve bixwin'


Li çanda gelên kevnare yên wek gelê kurd, ku cara yekê genim çandiye, peyva nan ketiye þûna þîvê.
Kurd gava dixwazin mêvanê xwe vexwînin ser þîvê, dibêjin 'fermo werin em nanek pêk ve bixwin' Anku peyva nan li vir þûna þîvê digre.
Ji ber ku nan xwarina yekemîn e li civaka kurd loma þûna þîvê girtiye.

 

 

 

Nan yekem car wisa hat pahtin

 

 

 

 

 

 

 

 



La Papa = Þîv
'Ven a comer tu papa'


Ev tore her wisa li nik xelkê Peru'yê jî wisa ye. Wek tê zanîn xelkê Amerîka Baþûr yekem xelk bû, ku patat ajot.
Loma patat (la papa) li nik wan li þûna peyva þîvê tê bi kar hanîn. Gava yekî vedixwînin ser xwarinê, jê re dibêjin: 'Ven a comer tu papa'
anku were xwarin bixwe.

 

 

EVERYTHING STARTED HERE: THE GOLDEN FERTILE CRESCENT IN KURDISTAN

Her tiþt li vir destpêkir: Hîvika Berdar a Zêrîn li Kurdistan'ê

 



Science, 14 November 1997

 

 

 

Vekolîna DNA'yê þûnewarê niþtimanê gelên Hind-Ewrûpî aþkere kir
Mirovayetî cara yekê ji Zagrosê belavî Ewrûpa û Asya Baþûr bûne

Wêne: Ötzi

 

Kurdistan ew welat e, ku þaristanî jê derketiyê û çûye li rojavê; li Îsraîl, Yûnan û Rom'ê (Italya), li rojhelê; li Hindistan û Çînê belav bûye.

 

 

 

 

 

 

 

 

KURDISTAN a Pêþ-tarîxî (Pre-historic) - HÎVIKA XÊRÛBÊR a ZÊRÎN(*), (The GOLDEN Fertile Crescent)...

_______________
*): Hîvika Xêrûbêr a Zêrîn (The GOLDEN FERTILE CRESCENT) ew dever e ku yekem þûnewarê pêþkeftina çandî ya mirovayetiyê ye, ango þaristaniya yekem li vir ava bûye û ji vir li hemî dunyayê belave bûye. Ji ber vê yekê, ev qada taybet ya li ser piþta devera ku jê re dibêjin Hîvika Xêrûbêr, Hîvika Berdar (Fertile Crescent) navê HÎVIKA XÊRÛBÊR A ZÊRÎN wergirtiye. Di dîrokê de yekem car li vir bû ku þitil (fîdan) hatin çandin, heywan kedî bûn û yekem gund û civak hatin avakirin (SCEINECE 1411997)

Wê gavê hemî zanîna þaristaniyê ji vir derketiye, ji devera Hîvika Xêrûbêr ku ji Israîl'ê ta Kendava Basra'y'ê li baþûr wekî hîvikek an kevanek dirêj dibe. Ciyê herî girîng ê vê 'kevanê' jî ew ciyê ku li ser piþta kevanê ye ku jê re dibêjin: Hîvika Xêrûbêr a Zêrîn.

Someriyên ku þaristaniya destpêkê li deverên çolên Baþûr ya ku îro jî kevirek lê tunîne ava kirin, dibêjin ku "ew Kassîtên ji bakur hatibûn em hînî çandinî û avakirina civaka mirovî kirin". Ango, zanîna avahiya þaristaniyê eþkere ji Bakur hatiye wê derê..

 

 

Hîvika Xêrûbêr/Berdar (The Fertile Crescent)

 

 

 

 

Erdê çandbar lý Kurdýstanê hem pir e û hem jî fýreh berhemdar e. Mirov dikare li nav salekê çar (4) caran berhem hilberîne. Loma ji seranser3e Kurdistanê re dibêjin Hîvika Biber/Têzayî (bereket) yê zêrîn.
Bi îngilîzî, (Golden Fertile Crescent). Bi titkî: Bereketli Altýn Hîlal)
'

 

 

 

Li gor lêkolînên arkeolog û dîroknasan, yên ku cara yekê hunera çandinê hîn bûne, jinên Kurdistana mêjûyî ne. Þaristanî bi destê jinên vî welatî zaye (b:e xal 3), jinên vî welatî cara yekê erd ajotine. Her bi vî awayî encama vê lêkolînê nîþanî me dide, ku mazintirîn þoreþa mirovayetiyê, Þoreþa Çandinê (Agrar Revolution), li ser vî xakî bûye. Cara yekê li ser vî welatî erd hatiye ajotin û nan cara pêþîn li vî welatî, li ser ew "kevir û berdên ku ji ber agîr û duyê reþ û tenî bûne", hatiye pahtin. Cara pêþîn lawir (heywan) li ser vî xakî hatin kedîkirin (Þoreþa Kedîkirinê/ Domestication of Animals). Þîr li vî welatî cara yekem heyvan bû, bû mast û penîr (Þoreþa Heyvankirinê/ Pastoral Revolution) û yekemîn têger, dolab/çerx li mêjû - yek ji mazintirîn Þoreþa Têknîkî ya Zanistî ya pêþîn - li ser vî xakî hat pevxistin (Þoreþa Teknîkî ya Zanistî ya Peþîn / The Scientific Technical Revolution).

 

 


 


Di sala 1960'î de, li nêzîkê Gola Wanê bi encama kolandina erdê, goristaneke kevnare derketiye meydanê, ku tê de têgereke/dolabeke erebeyê derketiye. Ev têger bi metoda C-14 hatiye analîzkirin û hingê derketiye meydanê, ku temenê vê têger ê nêzîkî 5000 sala ye.

Hemû van komponentên mêjûyî yên dîroka pêþdeçûniya mirovayetiyê, xwe li ser xakê Kurdistana Mêjûyî (Ancient Kurdistan) digehînin hev. Di kovara zaniyarî ya bi navê NATURE'ê de, berhemên lêkolîna grûbeke zimannasan hatiye belavkirin. Van zimannasan, di encama xebata xwe ya bi 15 salan dirêj de, li dor 100 zimanî li komputerekê civandine ser hev û piþtî lêkolînên dûr û dirêj derketiye meydanê, ku koka zimanên Hind-Ewrûpî, xwe digehîne Kurdistanê. Nuha li pey vê encamê em têdigehin, ku çima gelek gotinên me yên kurdiya kevin (Avesta) hema di hemûa zimanên Hind-Ewrûpî de hene.

Yekemîn xurakê kontrolkirî, pez bûye. Mirov cara pêþîn pez ji xwe re kirine xurakê her dem berdest. Li Baþûrê Kurdistanê, li nêzîkê bajarê Hewlêrê niviþteke kevirî hatiye dîtin, ku ev wek yekemîn menuyê lokantayê/restorantê ya herî kevin têt zanîn. Temenê vê niviþtê tê diyarkirin, ku li dor 5000 salî ye. Di yekemîn rêza vê menuyê de, ev xurak hatiye nivîsîn: "birinc û pîvaz di nav xwîna berazî de kelandî"

 

 

 

 

 



Her wisan Þoreþa Heyvankirinê (Pastoral Revolution) jî li ser vî xakî qewimiye. Hin teorî û belgeyên zanistî nîþanî me didin, ku Kurdistana dîrokî, þûn û warê heyvankirina þîrî bûye: Þoreþa Heyvankirinê, anku çandina bakteria di nav þîrî de û her weha jê durustkirina mast û penêr, ev huner jî, cara yekê li ser vî xakî hatiye kirin. Bi vê þoreþê re jî, þaristanî li ser ruyê erdê belav bûye. Gava mirov hîn bûne, ku ji xwe re keþkê/çortan durust bikin, hingê karibûne, bêyî astenga birçîbûnê, riyên dûr û dirêj herin û bi xwe re zanîna çandinê jî, li ser ruyê erdê belav bikin. Bi gotineke din; keþk û çortan, ardû û benzîna belavkirina zanebûna çandinê ya li ser ruyê erdê bûye.

Bi kurtî, cara pêþîn lawir li ser vî xakî hatine kedîkirin. Þîr li vî welatî cara yekem heyvan bûye û jê mast û penîr çêbûye. Yekemîn têger, çerx/dolab jî li mêjû, li ser vî xakî hatiye pevxistin. Weku têt zanîn, bi pevxistina têgerê, çerx û dolabê, þoreþa têknîkî, weke aþîtê dest bi pêþdeçûnê kiriye. Anku yekemîn Þoreþa Têknîkî ya Zanistî (The Scientific Technical Revolution) jî her li ser vî xakî qewimiye.

Bi gotineke din; Kurdistan; bingeha avabûna çand û þariþtaniya Mezopotamiya'yê ye.

 

Genim - Xuraka pîroz a XweDAyî ye. Sumerî ji nan re digotin; NAN-DA

 


MAZINTIRÎN ÞOREÞA LI DÎROKÊ - ÞOREÞA ÇANDINÊ

Li jêr ronahiya van spartek û belgenameyên zaniyariyê, em guh bidin çîroka zayina þaristaniyê li ser xakê Kurdistana kevin.

Encama lêkolînên derbareyê reh û koka nifþa mirovan, nîþanî me dide, ku koka me mirovan, ji reþeparçeya Afrîkayê ye. Li demên têvel, li Hebeþistan (Etopia) û Kenyayê, hin qaqotên mirovên ji serdemên kevin, wek, Australopithecus Afarnesis, Australhopitecus Robustus, Homo Erectus, Homo Habilis, hatine dîtin, ku ev çend ji spartek û belgenameyên vê bîr û baweriyê ne. Lê em ê ji vê pê ve, li ser vê mijarê ne rawestin, ji lew re mijara me ya sereke; Kurdistana kevn û domanên mêjûyî ya li ser vê cografyayê ye.

 

 

 

 

Tixûbên Hîvika Biber/Têzayî (bereket) li gor egîptologan habibû vegotin- Li vê wêneyê Dr Klaus Schmidt ji Enstîtuya Arkeolojiya Almanî DAI

 

Li gor encama lêkolînên zaniyariya nûjen, dema ku bav û kalên me yên herî pêþîn, nifþa me mirovên Homo Sapiens, ji reþeparçeya Afrîkayê derketine û li herêmên nêzîk belav bûne, hingê Heyama Neolîtîkî - destpêka serdema berdî - bûye. Ta ku mirov xwe gihandibûn vê serdemê, weke lawir û sewalan di jiyananeke sext û dijwar de dijiyan. Xurak nîn bû. Weke refên kulî, li der û dorê, çi bi destê wan biketa dixwarin ne dihiþtin; pisîng, seg, miþk, kurm, þeytanok, giya û hwd. Dema tiþtê xwarinê li der û dora wan ne dima, hingê jî ciyê xwe diguhestin û ji wir diçûn þûnewareka din. Koçerên nêçîrvan bûn. Çek û pûsatên wan, dar yan jî rim û tîrên serî bi heste bûn. Lê zivistanên sar û dirêj nêçîr ne dibû. Hingê weke mûriyan çi tiþtên xwarinê bi ber wan keta, bihar, havîn û payizan ew didane hev. Hem nêçîrvan û hem jî berhevkar bûn. Jin li ber koza êgir li bendî hatina mêrên, ku çûbûn nêçîrê diman û sexbêriya zaruyan dikirin.

 

 

Core Area: Herêma navokî, wate: ji vir belave bûye bo hemû dunyayê

Hîvika Zêrîn (Golden Crescent, Bereketli Hîla) bo vê derê dibêjin ji ber ku ev hîvikek e biçûk e li ser piþta hîvika têzayînê (Fertýle Crescent) ye.
Vekoler, lêkoler dibêjin ku genim li ser ruyê erdê cara yekê li vir hatiye çandin.

 

 



Li gor teoriya zaniyarî ya Dîroka Pêþdeçûna Mirovayetiyê, rojekê gava jinên li ber koza êgir dimeyizînin, ku wan tovên genimê bejî, Tritticum Dicocciodes ku jê çend kulm ji bona qûtê zivistanê ji xwe re komkiribûn, di ciyekî bi nêm û avî de dîsan þîn tên, hingê jin ew li erdê vediçinin. Bi vî awayî, ew xwarina ku þaristaniyê dizêne, bi destê jinên vî welatî tê holê. Arkeolog û lêkolînerên pêþde û naskirî yên wek Gordon Child, ku xwediyê berhema bi navê Li Dîrokê Çi Qewimî? 1942, (b:e xal 3) û Robert James Braidwood ê xwediyê lêkolîna bi navê Lêkolînên Pêþtarîxî Yên Li Kurdistana Iraqê, 1960 bi spartek û belgenameyên lêkolînî yên li Kurdistanê, hatine vê encamê. Newala Çorê li Amîda/ Diyarbekrê û gundê Çermo li navbera Kerkûk û Silêmaniyê, yek ji yekemîn þûnewarê çandina genêm û xwedîkirina lawir û sewalan bûne. Weke li jorê hat nimandin, þûnewarê yekemîn a çandina genêm, bi têknîka zaniyarî ya herî nûjen, bi lêkolîna DNA'yê hatiye piþtrast û îspatkirinê ku "kok û rehê tevayiya geni mên li cihanê, ji Newala Çorê, ji Amîdayê hatiye."

 

 

 

Zanebûnên çandinê /(kultur) ji Rojhilat ber bi Rojava'yê ve diherike. Çand hêdî hêdî ji Kurdistanê (bakurê Mezopotamyayê) ber bi rojava ve diherike

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Pirsnasiya, etîmologiya peyva "genim"

Peyva "genim" bi kurdî di wateya "destpêk"ê de ye. yan jî, "zayin". Li yûnaniya kevin jî heman peyv e: "genima/genimata". Ev peyva yûnanî ji peyva kurdî ya "genim" hatiye.

Çend peyvên ji heman rehî honandî ev in :

"Gen" wek li peyva "genetîk"
"G/Jen"wek li peyva "jînokologî"
"Genesîs" wek li yekem sûreya tewratê ku wateya wê "destpêkê" ye.

 

Peyva kurdî genim di ferhenga yûnnaniya Kapadokya'yê de jî heye:
Herêma Kapadokyayê ku li Anatoliya navîn dikeve, di nav tixûbên kevin ên Kurdistanê de ye.
Kurdên Kapadokya'yê jî hene ku van kurdan warê xwe ne terikandine û neçûne ber bi rojavayê.
Ew beþên xelkê ku ji Kapadokya'yê çûne ber bi rojavayê û ta ku Yûnanîstanê, ew
ji xwe re gotine yûnanî û bûne yûnanî. Ev rûdana koçkirinê li dawiya serdema çerxa kevrî (late neolithic)
rû daye.,
Peyvên can, gen û genetîk jî ji vê heman peyvê zayiye.. Koka peyva ZAYIN bi xwe peyva genim e..
Her wisa koka jin, jiyan.. Koka peyva GIYAN (=jiyan) di KURDÎYA BAÞÛR de. jî ev peyv e.

 

 

 

 

 

..

 

 

 

 

 

 

KEDÎ- Û XWEDÎKIRINA LAWIRAN (heywanan)

Nêçîrvanî û berhevkariya her xurakekî û paþê jî çandina genêm û þitlan, van jîndarên hov kiriye goran, dêman, niþtecih û "mirov".. Îklîma nerm û germ a deþt û zozanên Mezopotamiya Bakurî (Kurdistanê), bûye bihuþteke li ser ruyê erdê ji bo van mirovên her dem zikbirçî û hovane. Gava ew xwe hînî çandinê kirine, hingê zikê wan têr bûye û mejî jî dest bi cî-bicîkirina kar û barê xwe yê hizirî û fikrî kiriye. Gava zik her roj bi sîstematîkî û bi ewletî hatiye dagirtin, karguzeriya hizira mejî jî dest bi xebatê kiriye. Hingê çavê wan vebûye û li der û dora xwe mîna mirovan temaþe kirine, ne ku weke sewalên tim zikbirçî li pey xurakê bûne. Anku hinekî bihna xwe vedane û li rewþa der û dora xwe meyizandine û xwastine tiþtên li der û dorê, xwezayê, fêm bikin û vebêjin. Xwastine jiyanê fêm bikin. Ew hewa û bayê xweþ ên zozanên Kurdistanê jî, ji van mirovên seretayî û destpêkî re bûye weke Baxê Îrem - buhuþta li ser ruyê erdê.

 

 

 

 

Yekemîn xurakê kontrolkirî, mîh bûye. Pez bi hêsanî li hev kom kirine û ew li dehl û þikeftan kom û bend kirine. Li gor pêwîstiyê jî, ew ser jê kirine. Gava di warê xwedîkirina pezî de xwe gihandine hinde pêzanînan, hingê dest bi kedîkirina berazan, mirîþk û þamiyan jî kirine. Her bi vî awayî hêsp jî ji xwe re bend û kedî kirine.

 

 



Em nuha ji pênûsa nivîsevan û lêkolînerê amerîkî yê pir hêja û bi rûmet Harry G. Nickles, rola Kurdistana dîrokî ya di zayina þaristaniyê de bixwînin: "Ji bakurê bajarê hevdemî, bajarê Bexda'yê axa Kurdistanê destpêdike. Ew welatê xwedî gir (til) ku çarmedor bi heþhînayî û xwedî îklîmeke xweþ e, li nav herêmên Iraq, Iran û Tirkiyê dikeve. Li wir ne çi bajarên grîng ên nûjen û ne jî bermayên dîrokî (A) yên wisan berçavî hene. Jiyana gundiyên vî welatî hema bi sedan sal e ku piçek jî ne hatiye guhertin. Lê belê ji hêla mêjûyî ve Kurdistan xwedî taybetiyeteke bi serê xwe ye. Tiþtê ku vê herêmê ji ciyê din cihê dike, di mêjûya þaristaniyetê de bûyera xwurakê - bûyera çandina þitlan û kedîkirina lawir û sewalan e. Li gor hemû materiyal û spartekên arkeolojîkî yên li ber dest, ev gavê mezin, cara pêþîn li ser ruyê erdê, li vî welatî hat avêtin. Cara yekemîn, bi vê pêþketina li Kurdistanê, mirov xwe hînî çandin û kedîkirinê kirine û her bi vî awayî bi þêweyeke herdemî bidestxistina xwarinê ji xwe re ewle kirine û bi vî awayî herdemî bûne xwedîxurak. Bi vê bûyerê re bingeha hemû þaristaniyê hatiye lêkirin û riya avabûna gund, bajar, netewe, þahînþahî, hunera nivîsînê, wêje, qanûn û zaniyariyê vebûye.

 

 

 

Kes nizane, ku rengê van yekemîn cotkarên kurdan çawa bû, çermê wan çi reng bû û bi çi zimanî dipeyivîn. Ev mirov bi hezaran sal berî destpêka dîroka me hatibûn jibîrkirin. Em îro ewna, bi riya agahdariya bermayên pir kêm û kurt û bi riya materiyalên pûç û riziyayî, ku mirov li bin ew girên, ku jê re dibêjin til (B) û li Rojhilata Navîn hema li her der û berê têt dîtin, nas dikin. Lê belê hin hestiyên mirov û lawiran, perçena ji alav û navgînan û teneyên zadî, zaniyariyan didine me, ku ev mêr û jinên li rojgariya dîroka kevin, (C) rewþa mirovayetiyê ji bînî ve ser û bin kirine û mirovayetiyê ber bi, jigirêdayîmayina bi xurakên diyariyên ji xwezayê, ta desthilatdarî û kontrolkirina hebûna xurakê bi herdemî ve birine.

 

Akre - Baþûrê Kurdistanê

 

Ev bi hezaran sal e, ku mirov hatine ser ruyê erdê, lê awayê peydakirin û bidestxistina xurakê wan ji destpêkê ve ye, ku her weku xwe maye û hema qet ne guheriye. Mirovên kevin di nav refên biçûk de dijiyan û li xwezayê çi tiþt bi destê wan keta wî dixwarin. Jin û zaro fêkî, dan û zad berhev dikirin, reh û kokên giyê ji erdê radikiþandin û lawirên nekedî yên wekî kûsî û þeytanokan, ku bi hêsanî dikaribûn bigirin ji xwe re digirtin. Mêr û peya jî diçûn nêçîra ew ajel û sewalên ku dikaribûn bikuþtana. Carina xwarina wan pir bû, lê belêr birçîbûn her dem li ber deriyê wan digeriya. Gava refê van mirovên kuvî, xurakê, ku bi dest xistibûn dixwarin û gava tiþtekî xwarinê li dewr û berê wan ne dima, hingê ji wir bar dikirin û diçûn û koçê ciyekî din dikirin.

 

 

Pir hêdî hêdî, di navbera zemaneke dirêj wek bi deh hezar salan, mirov têknîka peydakirin û bi destxistina xurakê xwe baþtir kirin. Ji xwe re alav, navgîn û çekên baþtir peyda kirin. Di nêçîrê de jêhatîtir bûn û zanebûna wan a li ser giya û hêþinahiyê pirtir bûbû. Hema bi nêzîkî 9000 sal berî Îsa'yî, êdî hin refên mirovên kuvî, bêyî ku koçê vir û wir bikin, xwe hînî jiyaneka dêmanî kiribûn. Ev yek tenê li wan dewr û berên dunyayê diqewimîn, ku li wan deran ne serma û ne jî germayiyeke xedar hebû û yek ji van ciyên ku ji van mirovên kuvî re bûbû Baxê Îremê; Kurdistan bû. Li vî ciyî pez li nav mêrgên xwedî têrgiya û hêþinayiyên bilind - ew giya û hêþinayiya îroyîn, ku em jê re dibêjin genim ê bi simbil ku teneyê zadî dide- ji xwe re diçêriyan." (Ç)

 



Bi kurtî: Kurdistan buhuþta serzemîn bûye.

 

 

 



R
astiya ku Kurdistan dayik û dergûþa þaristaniyê ye, ne tiþtekî wisa nû ye, ku hîna nû hatiye zanî/kifþkirin û gotin. Ev rastî hema nêzîkî sed salan, e ku li ser devê zaniyarên pêþde û bijarde yên hevdemî ye. Ji Darwîn'ê bigire, ku gotiye "dibe ku hesp cara yekê li bakura Mezopotamyayê hatiye kedîkirin", ta programên radyoyî û televîzyonî, pir caran, pîspor li ser vê rastiyê leqirdî kirine û hîna jî dikin. Lê belê hemû jî, dema li ser vê mijarê dipeyivin, kes gotina Kurdistanê nahêne ser lêvên xwe û na bêje "Kurdistan". Hemû jî, ji ber astenga ramyarî û siyasî, gotine û dibêjin yan "bakurê Iraqê", yan "Mezopotamiya" yan jî "Baþûrê Rohelata Tirkiyê". Tiþtê ku vê têksta li ber me (têksta Herry G. Nickles) ji wan ên dinan cihê dike ew e, ku li vê têkstê, nivîsevanê hêja û bi rûmet ê amerîkî Harry G Nickles, li her xal û ciyên girîng, v î rastiyê ne veþartiye û navê Kurdistanê zikir kiriye!

Ev nivîsa Harry G. Nickles, li sala 1969ê hatiye nivîsîn û kad û behsa xebata grûbeke zaniyarên amerîkî, ya li bin serokatiya arkeologîst Robert J. Braidwood û Bruce Howe ji University of Chicago dike, ku ev grûba arkeologan, sala 1948ê çûne Kurdistana Baþûrî û gundekî Kerkûkê, ku jê re dibêjin Çermo. Li vî gundî bi kolana erdê bi 7 meter û nîv lêkolîneke arkeologîkî kirine. Di encama vê lêkolînê de têgehîþtine ku, berî zayina Îsa'yî bi nêzîkî 7 hezar salan, li vî gundî, mirov erd ajotine, lawir û sewalan xwedî kirine. Anku bêhtir ji 9 hezar salan berî zemanê me.

 

 

Mirovên berê erd ajotin û rawira kedî kirin

Wêneya li ser zinarî ya Hîtîtî/Dema Luwî., Xwedayê Tofanê Tarhundaþ, bi simbilên gebêm û weþiyên tirî hatiye xêzkirin.
Warpalawas, qralê keþîþ a welatê Tuwana, rêz li Tarhundaþ'î digire, Xwedayê boþayî )bereket) û bexteweriyê.

 

 

Vêca li vir em dixwazin li ser vê yekê vî tiþtî bibêjin: Ta nuha, ji ber hin sedemên neyînî û menfî, lêkolîner û zaniyarên me kurdan, nikaribûne li ser dîroka me lêbikolin û binivîsin. Lê belê ji vir û pê ve, me hêvîdariyeke mazin heye, ku zaniyar û rewþenbîrên milletê me, bikaribin xebat û lêkolînên layiqê dîroka milletê me yê wisan kevin û wisan mazin bikin û em tiþtên welê, ne ji devê xelkê bibihîsin. Xwezî bi wê rojê ku, me berî her kesî þarezayî û haydarî ji van tiþtan hebûya.

 

 

Bo wêneyeke din bibînî - bitikîne vir

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Gîsnê kurda li rojgariya mêjûyî navdar bûye.



Her kes däzanî ku kurd bi berhemhênan û hilberînê ve mijûl dibûn- Somerî bo kurdan digotin "go-tî" ango mirovê xwedî ga(yê) cot

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Berhemên þitlî nan, þerab û avceh (bîra) berhemên xwedana hetavê ne

 

 

 

 

 

 

 

Berhemên þitlî nan, þerab û avceh (bîra) berhemên xwedana hetavê ne

 

 

 

 

 

 

 

 

Kurd bi azîneyên hezaran salan berê erdê diajon

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Tenûrê binerdî yê ji deh hezar salan kevintir

Nan ji hezaran sbir ve ye ku hatiye pahtin
Pahtina nên, pêþî li ser keviran û paþê jî li nav tenûran bûye..

Tenûr amûreka pahtina nên e ku hê jî li Kurdistan'ê tê bikaranîn.

Ev wêne ji herêmek e ku li nav erdnîgariya Kurdistana mêjûyî bû
lê îroj ketiye nav axa bakurê dewleta Urdunê.

 

 

 

 

 

 

 

 

Kurd ji 7 ta 70 salî berhemhêner in.

 

 

 

 

 

 

"Kurdan þitla genêm kifþ kirin û ew veguherandin û kirin xwarina sereke ya mirovahiyê. Van vedîtinan pir xizmeta dîroka mirovahiyê kiriye. Kurd yekem netewe ye ku mafên cîranên xwe nas kiriye. Ev li ser kêlên (tabletên) kevn xuya dike ".

Dîroknasê Navdar.
Dyakonov (1915-1999)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Simbile genêm

 

 

 

 

 

 

 

 

Paleyî - Çanda herî pêþî ya komaleyetiyê

 

 

Çanda HERÎ PÊÞÎ ya komelayetiyê PALEYÎ ye û vê çand û hunerê kurd dan destpêkirin:

 

Hey pale, pale, pale - das li malê betal e .

 

 

 

 

 

 

¨

 

 

 

 

 

 

 

Ding bo hêrana danî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

ÇEND ÞIROVE/ JÊRENOT:

A: KELEHA AMÎDA'YÊ (Diyar-î Bekr) ku 5,8 km dirêj e, 17m bilind e û 4m jî berfreh e- ku piþtî Keleha Çînê li dunyayê duwemîn e - li sala 349ê Piþtî Zayinê', ji hêla Qeyserê Romî (Îtalya) Justinianus hatiye restorekirin.

B: TIL (gir), wek li keviya bajarê Amîda Girê Elo (Til Elo), ku sala 1928, dewleta Tirkiyê vê girê vekir û çi materiyal û spartekên (delîlên) dîrokî hebûn jê derêxist û bir ji holê rakir.

C: JIN. Li gor vî zaniyarê hêja yê awûstraliyayî Gordon Child, mirovê ku cara yekemîn þitl li erdê daniye û zad ajotiye, jinên li Kurdistana dîrokî bûne.

Ç: GOVARA ZANIYARIYÊ. Sal 1997, hema 30 sal piþtî ku ev nivîs hate nivîsîn, govara bi nav û deng SCIENCE (zaniyarî - ISSN:0036-8075) li jimareyek (971114) xwe, encama xebata grûbeke zaniyarên almanî nivîsî. Ev grûba zaniyarên almanî, çengekî genim ji her hêlên dunyayê hanîbûn û li ser lêkolîn kiribûn. Li gor zaniyariya nûjen a DNA'yê têgehîþtibûn ku kok û rehê genimên li çarmedora dunyayê, ji Çiyayê Qerej ("Qerecdax"), ji herêma Amîda'yê (Diar-î Bakr - bajarê xwedî zebeþên hût) ji Bakurê Kurdistanê hatiye.

 

 

 

 

ÇAVKANÎ - SPARTEK - BINERETIN - BELGENAME:

1 - Darvin, Charles/ The Origin of Species, 1859. (çavkaniya derbareyê Kedîkirina Ajel û Sewalan - hesp. Kedîkirina Ajel û Sewalan / Domestication of Animals).

2 - Wigram, Edgar T. A./ The Cradle of Mankind - Life in Eastern Kurdistan, London 1914. (çavkaniya derbareyê Avabûna Mal, Gund û Bajarên Yekemîn li cîhanê)

3 - Child, Gordon/ What Happened in History, 1942. (çavkaniya derbareyê dîroka çandinê bi destê mirovên (jinên) Kurdistana dîrokî: Þoresa Çandinê - Agrar Revolution)

4 - Braidwood, Robert J. / American Anthropological Association, University of Chicago, The Jarmo Projekt 1948. (çavkaniya derbareyê çandina genimî û kedîkirina ajel û sewalan - Agrar Revolution / Domestication of Animals)

5 - Braidwood, Robert J. Howe, Bruce/ Prehistoric Investigation in Iraqi Kurdistan, 1960, (çavkaniya derbareyê Þoresa çandina Genimî û Kedîkirina Ajel û Sewalan - Agrar Revolution and Domestication of Animals)

6 - Nickles, Harry G/ Middle Eastern Cooking / The Food That Launched Civilisation, 1969. (çavkaniya derbareyê çandina genimî û kedîkirina ajel û sewalan - Agrar Revolution / Domestication of Animals)

7 - SCIENCE, Site of Einkorn Wheat Domestication Identified by DNA Fingerprinting, 1312-1314, 14-11-1997. (çavkanî, spartek û belgenameya zanistî derbareyê reh û koka genimê cîhanê ji Çiyayê Qerac -Amîda- têt.

8 - Prof Stuart Piggot/ The Beginnings of Wheeled Transport System. Scientific American, July 1968, p. 82-90. (çavkaniya derbareyê pevxistina yekemîn dolab/çerx li mêjûyê mirovayetiyê).

9 - The origins and spread of agriculture and pastoralism in Euroasia

10 - Nature. Autumn 2003, (...)

11 - Încîl; Afirandin (2, 8 - 15), Her wekî din jî nimandinên Pirtûka Pîroz a Kevin derbareyê Horiyên Herranê.

12 - Profesorê Swêdî Johan Hultin: Dergûþa temamê Þaristaniyê - Zozanên Çiyayê Qerec e


Spasî ji bo: Dr Vera Beaudin Saeedpour Seroka Kitêbxane & Muzexaneya Kurdî li New York'ê. Dr Sunil Sharma Pîsporî Herêmî ya wêjeyî li Zankoya Harvard University. Dr Peggy Pearlstein Pîspora Herêmî ya wêjeyî li Library of Congress, Waþîngton DC, Temoyê Zêrîn Mamosteyê kurdî Li Huddîng'ê, Swêd, Rohat Alakom lêkolîner, Mehdi Zana nivîsevan. Kenan Fanî Dogan lêkolîner, Dr Selaheddîn Rastgeldî lêkolîner. Beston Nore lêkolîner, Diako M nivîsevan, Hamid Kilicaslan lêkolîner, Kayfi Asad wergêr, Madhat Kakei hunermend. Maria Stenmark karkenar, Besna A. xwendekar, Robin Candan, xwendekar, Ali Karduxos, lêkolîner, Yûnanistan.


- HEVPEYVÎNA RADYOYA KURDÎ Li AWÛSTRALIYAYÊ bi Goranê Cano re Li Ser Mijara ku: "KURDISTAN - Bingeha Þaristaniyê Ye" : BEÞ 1 / BEÞ 2

 

 

Tenûr û tenûrvanek.. BZ 600

 

 

 

 

 

 

 

 

 



Dirûbeke tenûrvana li ber tenûrê ya ku ji heriyê (Terracotta Punic) hatiye avakirin li Muzexanya Kartaca'yê li Tûnis a îroyîn

Lêbelê ev hunera nanpahtinê ji hêla xelkê berber (amazix) ve li salên 1300'î BZ ji Kurdistana mêjûyî hatiye birin bo Afrîka'ya Bakur.
Kartaca jî ew bajar e ku xelkê berber (amazix) bi navê kurdî ava kiriye: Ciyê Kurd (Kurda Ca). Bajarê li ser girava li
Behra Sipî ya bi navê Kreta (Girit) jî her wisa bi navê kurdî hatiye avakirin.

 

JINEKE NANPÊJ / TENÛRVAN LI BER TENÛRÊ
Ev dirûb (þekl) dîmeneke pahtina nanî ya di tenûrekê de nîþanî me dide. Tenûr ji axê, axa hiþkkirî têt çêkirin:
Jinekê bi hevgirêdana Rojhilata navînî nanek hildide ser dîwarê hêla hundirê firna tenûrê ku ji berê ve hatiye germkirin.
Ev dîmen ji 2500 sal zêdetir kevn ku ji sedsala 6'an Berî Zayinê ye, hîna jî li gelek deverên Kurdistanê têt dîtin.


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Þêweya nanpahtinê li serdemên kevnare

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

"Ji ber ku erdnigariya bi hezaran salan a ku kurd lê dijîn ji bo çandinî û xwedîkirina ajelan guncaw e,
kurd di karê çandinî û xwedîkirina ajelan de pir pêþkeftî ne."

Ferhenga Ansîklopedî ya Brockhaus & Efron 1890-1907

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Serê tîr û riman ji maddeyên hiþk dihat çêkirin

Rim çekekî kevnar e ku ji kevirê heste çaqmaq (obsisian) û ji sapekê tê çêkirin û timûtim ji metal an hin ji maddeyên din ên hiþk pêk tê.
Ji bo avêtin an lêxistinê ya li dema nêçîrê an jî þer e.
Van her du serê riman ku li Almanyayê hatin dîtin, rimên herî kevn in û 400 000 sal kevn in. Van alavan (amûran) ji bo nêçîra hespan ji hêla mirovên kevin Homo Heidelbergensis hatine bi
karhanîn.

 

 

Li Kurdistan'ê di vê serdema nû de jî bo berhemhanîna xurakê çandî, hîna azîneyên (metodên) kevin têne bi karhanîn.

 

 

 

 

 

Cehdasûk (emmer) bav û kalê genimê ye ku hîtîtiyan kir împaratoriya cîhanî û yek ji þaristaniyên herî pêþketî yên cîhanê.
Cehdasûk, cara pêþî li qûntara Çiyayê Qerec dest hat dîtin.
Her wisa piþtî peydabûna cehdasûkê li Çiyayê Qerec genimeke din ê destpêkî li Kurdistan'ê, li Qersê tê çandin.
Ev rolyef a kevrî ya dema hîtît/luwî ya dereng.. Xwedayê kurda yê tofanê Tarhundaš, bi simbilên genêm û weþiyê tirî hatiye venîþankirin.
Warpalawas, stêrnas (kahîn) bo padîþahê welatê Tuwana re, rêzê digirie, Tarhundaš, xwedayê boþahî û têzayinê (bereketê).
Kurdistan pêþî genim û paþê jî þaristanî li hemî cîhanê belav kirin.

 

 

 

 

Wêne: Vpoiskax Ýzchesnuvshikh Tsivilizatsii - Lêgerîna Li Pey Þaristaniyên Winda, A.S.Amalrik, A.L. Mongayt, 1966.

"Ji sala 2000'î ve van agehiyên berhevkirî yên derbareyê Þoreþa Çandinê me li sê kovarên zanistî yên swêdî weþandin"
Goran Candan

1- Vetets Hemland - Kurdistan (nr1, mars 2003)

2- Mat Från Edens Lustgård (nr5 2004)

3- Mjölk - Magisk Dryck i Det Kurdiska Köket (nr3 2005)

 

 

 

 

FERHENGOK:

Ajel: animal (hayvan)
Alav:
tool (alet, araç)
Aþît:
avalanche (çig)
Aþîtî: avalanche-like (çig gibi)
Aþtî: peace (bariþ)
Ardû: fuel (yakit)



Baxê Îrem: Garden of Eden (Irem Bagi)
Berd: stone (taþ)
Bûyer: occurence (vakia, olay)

 

Cûre: kind, variation (çeþit, varyasyon)



Çerx: wheel (tekerlek)
Çandin: cultivation, growing (ekim)

 

Dêmanî: settled (yerlesik)
Dolab: wheel (tekerlek)

 

Ewleyî: safety (emniyet)

 

Heyam: epoch (çag)
Heste: flintstone (çakmak taþi)
Hevdemî: modern, contemporary (çagdaþ)

 

Kedî: tame (ehil, evcil)



Lawir: heywan

 

Mijar: topic (mevzu, konu)
Mêjû: history (tarih)

 

Navgîn: instrument (alet, araç)
Nêçîrvan: hunter (avci)

 

Pêzanîn: experience (tecrübe, deney, sinamak)
Pile: level (seviye, düzey)
Pîspor: expert (uzman, mutehassis)

 

Qerej: barren (kiraç)

 

Reþeparçe: continent (kita)

 

Sexbêrî: treatment (bakim)
Spartek: evidence (mesned, dayanak, delil)
Sewal: animal

 

Þaristanî: civilisation (medeniyet, uygarlik)
Þitl: plant (fidan, bitki)



Têvel: different (muhtelif, degisik)
Têger: wheel (tekerlek)

Vegotin: to describe (tasvir etmek)

Xurak: provisions (levazim)
Xweza: nature (tabiat)

 

Zad: sead (tahil)
Zaniyarî: science (ilim)

 

---------------------- o ----------------------


JÊRENOT/ SERINC/ TÊBÎNÎ:

- Heger we agahdarî yan jî belgenameyek otantîk (çi nivîskî û çi jî fîzîkî) a li ser vê mijarê hebin, heger hûn ji çakiya xwe me pê agahdar bikin û heger we keys û mecal jî hebe, ewna ji bo xatirê dewlemendtirkirina çanda kurdî bigehînin ber destê me, emê pir dilxweþ û bextiyar bibin:

Navnîþana Me Ev e:

Kurdish Library House - SARA
Dalag. 48
SE-113 24 Stockholm
SWEDEN

E-Maîl:
info@saradistribution.com
www.saradistribution.com

 

COPYRIGHT: HEMÛ MAF (ÊN WÊNEYAN) PARASTÎ NE
Kopîkirina Bê destûr qedexe ye!

Ev wêne ji Govara SCIENCE'ê hatine kirînê. Loma heger kesek bixwaze van wêneyan
li derveyî vê maqaleyê dîsan biweþîne, divê ji vê govarê DESTÛR werbigire.

 

01.03.2001

Goran Candan

(Ev vekolîna min paþê li rêkefta adar 2003 li kovara swêdî ya bi navê Tidskriften C hatiye weþandin.)

 

 

 

 

 

 

VETETS HEMLAND
(Niþtimanê Genêm / Buðdayýn Anavataný)


MJÖLK - Den magiska drycken i det kurdiska köket

 

ALLT OM MAT

 

PASTORAL REVOLUTION

HISTORISKA KURDISTAN
- De första böndernas land

 

HISTORCAL RUINS OF KURDISTAN


KURDISTAN - Welatê pêþemînan

 

ALFABEYÊN KEVIN

 

Dûmahî:

BEÞÊ II

BEÞÊ III