GEŞTA ÇIYAYÊ REŞ (Qerejdax)
Li Ser Şopa Canoyê Xweşikî

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 




Em hezar meter hilkişiyane jor lê hîna şeş sed meterên din mane. Kura(*) Heramiyê li hêla çepê dixuye

GORAN CANDAN



LI SER ŞOPA CANOYÊ XWEŞIKÎ

Canoyê Xweşikî, ji kok û binyad ve xelkê hêla Xezaliyê ye, ew warê ku Tirba Şêx Meazê Cembelî lê ye ku şûnek li navbera Farqîn û Qulpê dikeve. Bapîrê min Canoyê Xweşikî ji êla xweşikan e. Xweşikan, yek ji duwanzdeh qebîlên badikan e. Loma jê re digotin Canoyê Xweşikî. Cano, ji vê bi sed û bîst (1890) salan berê, ji warê bav û kalên xwe rabûbû û koçê ber bi Çiyayê Reş (Qerejdax) kiribû. Li wir, li hêla başûrê rohelata çiyê, li wan gundên li quntara çiyê ku li hêla Diyarbekrê ne, bi cih û war bûbû.

Yek ji van gundên ku li hêla başûrê rohelata Çiyayê Reş e; navê wî Kifrî ye. Ev gund li bin girekî çiyê ye. Ji vê girê re bi devoka herêmê dibêjin Kura (girê) Heramiyê. Li dema xwe, gava kalê me Canoyê Xweşikî, koçerî kiriye, li ser vê Kura Heramiyê bûye xwedî hefşo û war. Havînan ji gund derketiye çûye li ser van kurên Çiyayê Reş kon vedaye, pezê xwe li wan hawîrdoran çêrandiye.

Piraniya êl û hozên ku îroj li quntar û dorhêlên vî çiyayî mane, li zemanên berê, ji ber sedemên cihêreng, ji warên xwe rabûne û hatine vir. Gava kurdên li herêmên dûr û nêzîkên Kurdistanê, ji ber sedemên civakî, aborî û ramyarî bûne koçber, berê xwe dane Çiyayê Reş û li wir, ji xwe re sitar û bi cih bûne. Kurd hene ta ji deşta Çiyayê Kurmênc, ku li hêla Binxetê (Sûriyê) ye, rabûne û hatine li Çiyayê Reş bi cih û war bûne. Çiyayê Reş bi wê xêr û bêra bêdawî ya li hawîrdora xwe, her dem hembêza xwe ji kurdan re vekiriye û xêrhatina van kesên mişextî û penaber kiriye. Çiyayê Reş her wek ku hembêza xwe ji gelek kurdên ji herêmên cihêreng re vekiriye, her wisa, hembêza xwe ji kalê min Canoyê Xweşikî re jî vekiriye.

Canoyê Xweşikî, ji erdê xwe, ji Badikan, ji erdê bav û kalan ku li navbera Deşta Mûşê û Farqînê dikeve ji warê xwe rabûye û hatiye Çiyayê Reş. Sedema koçkirina Canoyê Xweşikî, ji ber kuştina mêrekî bûye. Canoyê Xweşikî, hem xwedîerd bûye û hem jî xwedî bi dehan keriyên pez bûye. Payizeke dereng ku ew ji zozanan vegeriyaye gundê xwe, ku wê zivistanê li gund derbaske, neriye ku axayê li herêmê, dest daye ser perça erdê wî. Ji ber vê yekê Cano û peyayên axê rabûne hev. Li nav vê pevçûnê, Canoyê Xweşikî bi tifingê peyayekî axê kuştiye û erdê xwe wisa bi hêsanî li nav destê axê bernedaye. Piştî vê bûyerê, Cano di nav demeke pir kurt de, hemû erdê xwe firotiye û xwe daye alî. Lê ji ber kuştina wî merivê axê jî, pir poşman bûye û ketiye nav agirê ezabeke rewanî yê bêtixûb. Xewên şevan lê herimiye.

Her çend, kuştina vî peyayî, ne amanca sereke û ne sûceke yekser a ji aliyê Canoyê Xweşikî bû jî, Cano pir li ber vê kuştinê dikeve. Yê ku şer dabû destpêkirin, ne Cano bû. Erdê Canoyê ji destê wî hatibû standin û ew, ji ber vê yekê bû, ku ketibû nav keftûleft û şerî. Heger erdê wî ji destê wî ne hatiba standin, Canoyê Xweşikî ne şerê van kesan dikir û ne jî ew peyayê axê dihat kuştin. Loma civata êla Xweşikan biryar digirin, ku bi pişta Canoyê Xweşikî rabin. Ji ber vê yekê, peyayên axê newêrin herin ser Cano û toleya xwe vedin. Lê belê dilê Canoyê Xweşikî, ji ber bûyera kuştina wî kes î, pir bi kul û êş dibe. Merivek bi destê wî hatibû kuştin. Ev yek çi car ji hiş, dil û mejiyê Cano dernakeve. Loma ew ji vê bûyerê şûn ve, her dem dilşikestî û xembar dibe.

Rojekê ev kul û êşa rewanî êdî teq dide canê Canoyê Xweşikî, radibe çar metre cawa kefenê û qalibekî jî sabûna kesk dikire û diçe mala wî peyayê kuştî. Cawa kefenê û sabûna kesk li ser hev li ber wan datîne. Ji wan re gotiye; 'ez ji vê kirina xwe pir poşman im. Va ye min kefen û sabûna xwe jî bi xwe re haniye. Heger hûn min dikujin yan jî dihêlin hûn dizanin. Heger hûn cendekê min bi ava germ yan bi ava sar dişon, yan jî qet naşon, dîsan hûn dizanin. Heger hûn mezelê min dikolin û min li bin erdê diveşêrin, yan jî min li bin qûç keviran dihêlin, dîsan hûn dizanin. Ez bi navê wî Xwedayê dilovan û mihrîban sondê dixwum, ku her çend yê pêşî şerê we kiribe ne ez bim jî, dîsan xewa şevan li min herimiye. Ev kuştina vî merivê we ku bi destê min bûye, şev û roj ji hiş û mejiyê min naçe.'

Li ser hatina Canoyê Xweşikî û van gotinên wî yên dilvekirî, civata merîmalên peyayê kuştî, komê ser hev dibin. Biryar didin ku Cano nekujin, lê derketina ji warê didin pêşiya wî. Loma jê dixwazin ku ew ji gund rabe. Li ser vê biryarê, Canoyê Xweşikî hemû malê xwe li ser pişta hesp, hêştir û keran bar dike, hemû pezên xwe difiroşe û bi yekcarî ji gundê xwe yê bav û kalan derdikeve û diçe.

Canoyê Xweşikî têt li gundekî li bin vî çiyayê qer û reş, l, Qerejdaxê bi cih û war dibe. Merivekî Cano, Evdoyê Evdo, ku ew jî bêgav dimîne ji ber vê sedemê ji warê xwe rabe, diçe hêla Erxeniyê li Boxaza Kulava bi cîwar dibe. Ta roja îroj jî, kes ji me, ji vê malbatê çi deng û bahsek nebihîstiye. Mirine yan mane, ji merîmalên Canoyê Xweşikî kes vê nizane.

ÇIYAYÊ REŞ (Qerejdax)

Çiyayê Reş, ji hezaran salan vir ve ye, ku riya derbasbûna êl û rêwiyan e. Piraniya şêniyê Çiyayê Reş, êlên ji çarmedorên Kurdistanê hatine. Pir ji van rêwî û koçeran, gava ji nêzîkê Çiyayê Reş derbas bûne, li ber rindî, ciwanî û boşahiya erdên li derdora vî çiyayî hijmekar mane û loma biryara xwe dane û bûne li wir bi cih bûne û bûne dêmanî (yerleşik). Gelek ji niştecihên çiyê jî, bermayên kuştin û birînan in. Piraniya wan, xelkên ku hatine ajotin (sirgûn) û yên nefîkirî ne.

Her wek xwarzên Canoyê Xweşikî, ku hîna jî li gundên vî çiyayî dijîn, dema berxwedana Agiriyê, ji hêla Serhedê hatine rakirin. Paşê ew ajotine hêla Çiyayê Reş. Yek ji xwarzên Canoyê Xweşikî, Xalê Dodê (Ataman) merîmalên Xalid Begê Cibrî û Qulî Xan Begê ye û ji kok û binyad ve, ji qeza Qereyaziya Erzeromê ye.

Dema meriv ji hêla Girê Sor (Sêwreg) ber bi Çiyayê Reş ve têt, ji dûrî ve ew serê bilind ê çiyê pir xweş xuya dike. Lê gava meriv hêdî hêdî xwe nêzîkê çiyê dike, meriv bi carekê xwe li ser banê hêla rojavayê çiyê dibîne. Ango ji wî aliyê ve hilkişîna ser çiyê qet ne dijwar e. Lê belê Çiyayê Reş ji hêla bajarê kevin û mazin ve, ji jêla Diyarbekrê ve êdî pir serbilindtir û bi sawtir xuya dike. Ji dûrî ve reş û tarî xuya dike. Gava meriv ji hêla Diyarbekrê bi firokê ji ser çiyê difire û derbas dibe, meriv dibêje qey ne çiya ye ku meriv ji ser derbas dibe, lê qey deşteke berfireh û pahn e. Zozanên berfireh û çend golên avê jî li ser vê baniya pahn a çiyê yên pir mazin xuya dikin. Çiyayê Reş bi wê firehî û mazinahiya xwe, sê bajarên mazin ên Kurdistanê; Diyarbekir, Ruha û Mêrdînê bi hev ve girêdide.

ÇIYAYÊ REŞ Ê ŞEWITÎ

Navekî Çiyayê Reş jî, Çiyayê Qeraj/Qerac/Qerec e. Ango ev çiya ji ber erdnîgariya xwe ya agirê vemirî yê volkanîkî, hem qerac (kevirî) e û hem jî qer û reş. Ji xwe tirk wek gelek herêm, bajar, gund, deşt, newal, robar û çiyayên niştimanê Kurdistanê, gava navê Çiyayê Reş jî guhertine, ew jî bêgav mane, ku navekî li gor erdnîgariya wî, navekî wek wî pir sert, dijwar, sext û qerac (kevirî), navekî reş û şewitî bidinê. Loma jê re gotine ’Karaca dag’. Lêbelê ev nav jî bi kurdî ye, ji ber ku tirk gelek peyvan ji kurdî ji xwe re birine. Ango çiyayê reş ê qirac, ango çiyayê reş û kevirî. Wek têt zanîn, wateya peyva kara; qere (reş) ye û wateya qerac jî; kevirî û bejî ye.

Çiyayê Reş, çiyayekî agirî yê volkanîkîvemirî ye. Navê çiyê bi latînî Masîa ye. Bilindahiya Çiyayê Reş li dor du hezar (1957) meter e. Çiyayê Reş ji vê bi 12 hezar salan berê teqiyaye û agirekî dojehî (lava) jê pekiyaye û li der û dora wî belavbûye. Ev agir li hawîrdora çiyê bi berfirehiyeke 35 000 km çarçik belavbûye. Li ser erdekî wisa berfireh belavbûye, ku dibêjin bi wan kevirên volkanîkî yên ku ji devê Çiyayê Reş pekiyane, ta dîwarên dêrên li bajarê Dilûkê jî bi van keviran hatine lêkirin. Ji vî cûre kevirên reş ên volkanîkî re dibêjin bazalt. Ev kevirê vemirî yê ji agirê lava yê volkanîkî ne. Ji wê serdema ku ev peqîna dojehî rû daye, di zarê zanistiyê de jê re dibêjin: Holocene eruption 12000. Ango peqîna volkanîkî ya 12000 salan berê. WekÎ din jî hemû Keleha Diyarbekrê tevî 86 bircên xwe û hemû xaniyên kevin ên li nav vê kelehê ji vî kevirê reş ê Çiyayê Qerej hatiye lêkirin.

GEŞTA MIN A BO ÇIYAYÊ REŞ

Li havîna sala 2010ê, ez ji Swêdê hatim û di temenê xwe de cara yekê çûm warê kalê xwe Canoyê Xweşikî. Gava min nevî û nevîçirkên xwarzên Kalê Cano li gundê Kifriyê dîtin, ez li du waran pir dilxweş û bextiyar bûm. Hêla yekê ev bû, ku min çend ji merîmalên xwe yên ku berê qet nedîtibûn nas kir. Hêla duwê jî ev bû, ku min ev warê kevnare û mêjûyî yê Kurdistanê, ku di mêjûya şaristaniyê de ev çend mezin cih wergirtiye, bi çavê serê xwe dît. Ez nuha baş têgehîştim ku çima Çiyayê Reş ev çend cih û roleke diyar û girîng werdigire di çanda pirrengîn a kurdî de.

Î car min pir diviya ku ez herim serê girê û warê kalê xwe yê li serê vî çiyayê bilind bibînim. Berê bavê min û merîmalên me yên temendirêj, gelek caran ji min re kad û bahs kiribûn, ku li serê vî çiyayî, xweza û jîngeh çend xweş û rind e. Kîjan zozanên bilind li ser çiyê hene. Çendîn pir kanî, gol û robar li wir hene.. Min pir dixwast, ku ez li vê derfeta hanê yekser herim hema vî ciyê wisa xweş bibînim, ku min navê wî wisa pir bihîstibû, lê ta nuha qet nedîbû.

Ta ku ez û Xwedêda (Ata) , Şevhat û Yilmaz, me xwe gihand ser Kura Heramiyê ku 1600 meter bilind e, riyeke bi çar saetan dirêj girt. Me di vê hilkişînê de, çar caran jî bihna xwe veda û me li ser sê kaniyan jî av (!) vexwar. Sedema dengnîşana ku min li pey peyva avê li vir daniye ev e, ku ez li vî dunyayî pir geriyabûm, lê belê min, aveke wisa sar û qerisanî ya ji çiyayekî di nav îklîmeka weke dojehê germ de, qet li ciyekî jî ne dîbû. Hem jî aveke çi şêrîn û xweşçêj. Hingê meriv pir baş tê digehişt, ku çima ava vî çiyayê ku çil km ji bajarê Diyarbekrê dûr e, bi coyên dirêj ên taybet kişandine û av ji vir birine ta nîvê bajarê Diyarbekrê. Şaredarê bajarê Diyarbekrê yê berê birêz Mehdî Zana, li ser ava Çiyayê Reş vê agehiyê dide: 'gava min ava Çiyayê Reş da testkirin (tehlîlkirin), derket meydanê ku nermtirîn ava li herêmê ye. Kerta wê ya PH 6 (!) e.';*

Em li serê kurê, li ser Kaniya bi navê Kaniya Kelê bûn. Min û Yilmaz, xwarzê min ê xweşdivî, em ketin berberiya li nav avê hiştina lingê xwe. Kanê kîjan ji me wê kariba lingê xwe demeke dirêjtir di nav vê ava sar de hiştiba. Min ta 15 çirkan (saniye) deyax kir, Yilmaz jî ta 25 çirkan. Te digot qey di nîvê zivistana bakurî, li erdnîgariya zivistanî ya zemherîrî ya li Norrlanda Swêdê, te lingê xwe xistiye nav berfa wir. Piştî 15 kêliyan dirêj, her du lingên min tevizîn û jana sermê bi çaq, çog û ranên min ket. Yilmazê ku 10 saniye hîn dirêjtir lingê xwe di nav avê de hiştibû, loma ew ê di jiyana xwe de rastê rewşeke pir xirab bihata! Ji lew re paşê ew bêgav ma, ku riya bi dirêjahiya du saetan, li ser pişta kerê deverû vezelandî ji jorê çiyê dakeve ta gundê Kifriyê û li wir, bi ambûlansa ku me ji bo wî bang kiribû, here nexweşxaneyê!

Piştî ku Yılmaz lingê xwe ji wê ava sar a Kaniya Kelê derxist, me dît ku Yilmaz ji nişkê ve bi zikê xwe girt û ket erdê. Hingê me got 'qey Yilmazê ku ji bo parastina ji germahiya tavê kum ne danîbû ser serê xwe, loma tav li serê wî xistiye û qey ji ber vê ye, ku wisa ji nişkê ve bêhal ket.' Lê belê gava li nexweşxaneyê fîlmên wî yên röntgenê hatin kişandin, di fîlmê de xuya bû, ku li nav gurçikên wî kevir hebûn. Doktorê wî got, 'gava lingên kesê ku di gurçik de kevir hebin rastê sermê bibin, wisa bêhal ji xwe diçin û dikevin nav rewşeke gran (koma).' Ez pir tirsiyabûm ku ji ber vê yekê tiştekî nebaş bi serê Yilmazê reben were, lê belê wî dîsan vê nexweşiya ku wisa ji nişkê ve hatibû, bi saya alîkariyên Xwedêda, Şevhat û kerê Xalê Sînoyî, pir bi herzanî derbas kir.

Li vir, li min biborin ku ez ê hinekî ji mijarê dûr bikevim! Lê ez dixwazim çend gotinan li ser guhestina nexweşên yên li nav ambûlansên Kurdistanê bibêjim. Ji lew re hêvîdar im, ku van gotinan paşê werin guftûgokirin û belku hingê pêşî li ber wî awayê nerast ê guhestina nexweşên li nav ambûlansên li bajarên Kurdistanê jî, hinekî were sererastkirin.

Doktorê ambûlansê hat ser Yilmazê li erdê dirêjketî û bêzarmayî û ji me re got: 'baş e ez ê nexweşê we bigehînim nexweşxaneya Venî-Vîdî, ya li navenda bajarê Diyarbekrê' û paşê nexweşê me li ambûlansê suwar kir. Ez û apê Yilmêz, em li pêşiyê, li nik ajoyê ambûlansê suwar bûn. Navbera gundê Kifrî û Diyarbekrê çil km e. Papûr a asfalt e, lê riyeke ne ew çend berfireh e. Loma gerek e em herî zû di nav nîv saetekê de gihaştibana nexweşxaneyê. Lê min got qey em di nav deh (!) panzdeh kêliyên (deqîqe) kurt de gihaştibûn nav bajêr. Ew çend zû em hatin nav Diyarbekrê.

Ez li tenişta ajo bûm û bi endîşeyeka pir mezin min li hêzjimêra ambûlansê dinerî. Hêza ambûlansê qet neket binê 140î! Te digot qey ambûlans difire. Carinan jî sed û şêst dikir! Ambûlans, mînîbuseke almanî bû. Mercedeseke hem pir nuh bû û hem jî wek pir zexm be xuya dikir. Lê weke hûn dizanin, gava qezayeke xedar a ji nişkê ve rû bide, zexmbûn û nûbûn kêrî çi tiştekî nayên. Riya gundên Çiyayê Reş her çend pappûra asfaltkirî bû jî, ne wek otobanên almanî berfireh û ewle bûn, lê belê ajoyê me yê dînikî, te digot qey wek li ser riyên otobanên almanî be, ambûlansa li bin me wisa difirand. Di ser de jî ne ajo û ne jî em rewiyên li nik ajoyî, me kemer girênedabûn!

Piştî ku me nexweşê xwe li nav ciyê li çaviya nexweşxaneyê bi cih kir, min ji Yilmêz pirsî: 'Yilmaz, gelo doktorê ku li nik te li nav ambûlansê rûniştibû, kemera xwe girê dabû yan na?' Yilmaz got: 'Çi kemera doktor Xwedê jê razî? Wî kemera min jî girê ne dabû'!!

Min di dilê xwe de got: 'heger di wê hêz û beza bilind de, têgereka ambûlansê biteqîya, hingê ambûlans wê bi kêmanî bîst û pênc caran ji ser xwe werbiba. Wê gavê ne rêwî sax dima, ne ajoyê ambûlansê û ne jî doktor û ne jî nexweş! Herê, rewşa nexweş gran bû, lê ma kemer jî di ambûlansê de nîn bû? Em xwedî nexweş em pir li ber nexweşê xwe diketin loma hişê me nemabû ku em li ser kemerê bihizirin. Kanê ew pêzanîn û tecrubeyên doktor û personelên ambûlansan li ku mabû? Ajoyê me ajoyekî dînikî bû. Li ser ew riya teng a gundê Kifriyê, ambûlansa li bin me wek firokê difirand! Doktorê me jî yekî gêjikî bû. Te digot qey van her du personelên ambûlansê ew roj ceh xwaribûn. Hem dînik û hem jî gêjikî bûn û hem jî rûtirş û nejîr! Pirsa pêşî ku li serê min peyda bûbû ev bû: 'Çima ev kerîtî?'

Kaniya ku me lingên xwe tê de danîn nav avê, navê wê Kaniya Kelê ye, ku di zemanê xwe de kalê min ê Cano jî, pez û dewarên xwe li ser vî kaniyê av daye. Li pir nêzîkê Kaniya Kelê, newalekî heye ku serê buharan gava ava berfê ji jora çiyê ve têt xwarê, ji vê newalê diherike û derbas dibe. Havînan di vê newalê de pir kêm av diherike.

Strana Aramê Tîgran ku navê Çiyayê Reş tê de derbas dibe

Hey Lolo Delal Hey Lolo Delal
Berîka Mêrdînê berîkê rast e
Pozê Çiyayê Reş ê Şewitî Di Ser De Xûz e
Nava sîng û ber ê mehbûbê min evdalê min temam zîv û zêr û gewher e Xeyo lololo..
(*)


PEYVÊN SOMERÎ-SUMERÎ LI SER ZARÊ GUNDIYÊN ÇIYAYÊ REŞ

Gava merivên min ê xweşdivî gotine min ku ’va ye warê kalê te Cano li hunda Kura Heramiyê ye,’ ez hinekî şaş mam li ser bikarhanîna peyva kurê. Min ji wan pirsî; ’li hunda kurê kî ye we got?’ Pirsa min bersivandin û gotine min, ku li ser kurê, ango li ser girê, Gira Heramiyê ye. Min pirsî ’gelo çima hûn nabêjin gir û dibêjin kur?’ Gotin li nik me ji girî re dibêjin kur. Paşê ferhengokeka min a biçûk a li ser peyvên sumerî û kurdî hat bîra min, ku di zimanê sumerî de, ji girî re dibêjin kur. Her wisa, li ser agehiya dostekî min ê xweşdivî ku vê geştnameya min xwand û li ser vê yekê bi bîra min hanî, ku li Hekariyê jî ji gir re dibêjin kur. Yek ji çiyayên herî mazin ên Şemzdînan navê wî Kurê Mizgefta ye, lê li wir peyv nêr e, ne mê..

Peyva kur îroj li kurmancî di wateya gir de têt bi karhanîn. Lê belê li zimanê sumerî wateya vê peyvê çiya ye. Sumerî ji kurda re gotine çiya-yî (kur-tî)


Bi heman navî newalek jî heye li Çiyayê Reş. Ev newala ku Kura Heramiyê navê xwe jê wergirtiye, berê tê de rêwî hatine şelandin. Ev newal, navê xwe ji wan heramiyan, ango ji rêbiran wergirtiye. Ev rêbir dema Sultan Selîm û Sultan Qanûnî Silêman peyda bûne û li vê newala kûr, ku karwan jê derbas dibûn, pêşiya karwanan birîne. Newala Heramiyê ku li hêla Girê Sor dikeve, newaleke pir kûr e. Ev riya kevnare yê zemanên kevin, ku ji vê newala bi kevir derbas dibe, ji hêlên Çêrmûg, Argoniya (Erxenî) û Girê Sor têt û ber bi deşta Mêrdînê ve diçe.

 

 

Science: Tixûbên Hîvika Bi Xêr û Bêr (The fertile Crescent, den bördiga halvmånen, hîlal el-xesîb, bereketli hilal)

 



GIYA, KULÎLK Û ŞITLÊN (Flora) LI DEŞT Û NEWALÊN LI DORA ÇIYAYÊ REŞ

Çiyayê Reş ku wek navê xwe reş e, lê di gelek waran de jî çiyayekî bi ew boşahî û ew xêr û bêra ku li hawîrdora xwe jî belav kiriye, pir bi sûd û bi xêr e. Li vî çiyayî, giya, gul, kulîlk, çîçeg û nebatên rengîn ên gelek bihnxweş, çêjxweş û bi şîfa şîn dibin. Ta ku şitla ku şaristanî jê zaye (!) li vê dorhêlê şîn hatiye.

Berî hemû şitl û giyayên li dorhêla vî çiyê, şitla (xuraka) ku şaristaniyê têzaye, (medeniyeti doğuran bitki) bêguman pirtir şayanê bal û serincê ye. Ji ber ku bi danîna vê şitlê li ser erdên li derdora Çiyayê Reş, şaristanî zaye. Ev şitl (genim) ew çend bi xêr û bêr bûye ku piştî danîna wê, zikê merivên li serdemên rojgariya kevin a dîrokî têr bûye. Hingê merivên berê ji birçûbûna berdewamî rizgar bûne. Bi destvehanîna xurakeke berdewamî hiş û pêzanînên hînbûnê ketiye mejiyê wan. Loma jî ew li ser vî erdî ji awayê (heywanî) jiyana xwe ya berê derketine û bûne merivê nûjen û bûne merivên îroyîn. Ev şitla genêm bûye, ku gava nan (şaristanî) daye ji tevaya merivayetiyê re, şaristanî jî bi xwe re haniye.

Li ser girîngiya vê bûyerê, ev bûyera cara yekê çandina genêm, ku wek mazintirîn şoreşa merivayetiyê têt dîtin, nivîsevan û lêkolînerê amerîkî Harry G. Nickles weha dibêje: ’Tiştê ku vê herêmê ji ciyê din cihê dike, di mêjûya şaristaniyetê de bûyera peydakirina xurakê - bûyera çandina şitlan û kedîkirina ajel û sewalan e. Li gor hemû materiyal û spartekên arkeolojîkî yên li ber dest, ev gava mezin, cara pêşîn li ser ruyê erdê, li vî welatî hat avêtin. Cara yekemîn, bi vê pêşketina li Kurdistanê, meriv xwe hînî çandin û kedîkirinê kirin û her bi vî awayî bi şêweyeke herdemî bidestxistina xwarinê ji xwe re ewle kirin û herdemî bûn xwedîxurak. Bi vê bûyerê re bingeha hemû şaristaniyê hat lêkirin û riya avabûna gund, bajar, netewe, şahînşahî, hunera nivîsînê, wêje, qanûn û zaniyariyê vebû.'’

Ev bûyer jî bûyera (şoreşa) çandina genim bû, ku ev cara yekê li hawîrdorên Çiyayê Reş hatiye kirin. Grûbeke zaniyarên almanî, di sala 1997ê de, encama lêkolîn û xebata xwe ya li ser şopandina reh û koka genêm, di govara naskirî ya bi navê Science'ê de weşand. Ji her şeş reşaparçeyên cîhanê çengekê genim hanîbûn û bi têknîka zaniyariya herî dawîn, bi têknîka DNA'yê, lêkolîn li ser van komikên geniman kiribûn. Di encamê de derketibû meydanê, ku reh û koka hemû genimên cîhanê, ji biniya Çiyayê Reş e. Anku cara yekem li vê derê genim hatiye çandin.

Lêkolîner û zanistvanan, bi ewletî şûnewarê ku genim yekemîn car lê hatiye çandin, bi vî awayî tê derxistine. Encama xebata lêkolînên DNA'yê ya li ser genêm, ku vê koma lêkolînerên almanî sala 1997ê aşkere kiribû, diyar dike, ku koka tevayiya genimên cihanî, ji deşt zozanên bilind ên dorhêla Çiyayê Reş dihêt. Niştevanên mêjûyî yên li vê herêma Kurdistanê, cara yekê genimê bejî/cehdasûk (tritticum monococcum boeticum) ajotine. Piştî sal û zemanên dirêj, ev cehdasûkê li biniya Çiyayê Reş ku bi dirêjahiya hezaran salan hatiye çandin, paşê bûye ev genimê îroyîn.

Lêkolînerê almanî Manfred Heun û yê amerîkî Jared Diamond wan jî bawerî heye, ku hunera çandina genêm cara yekê li Çiyayê Reş rû daye û ev huner pir zû jî ji wir belavê tevayê şûnewarên derdorê û paşê jî belavê tevaya cîhanê bûye.

Li Çiyayê Reş gelek giya, şitl û nebatên bi sûd û kêrhatî hene. Ji vê herêma mêjûyî, nimûneyên gelek giya û çîçegan hatiye girtin û li ser lêkolînên dûr û dirêj hatine kirin. Ev herêm bi giştî dagirtî ye ji cûreyên şitl û giyayên dermandar (tibbî), şitl û giyayên ku pir û berfireh jî dihên ajotin. Her çend ku Çiyayê Reş çiyayekî kevneagirî yê volkanîkî be jî, çiyayekî kevirê reş ê hişk be jî, derdora wî pir dewlemend e ji hêla hêşînayî, kulîlk û giyayî ve. Giyayên herêmî (nadîde/endemîkî) ku her tenê li vir hene bal û serincdar in. Yek ji van giyayan bi zimanê latînî navê welatê Kurdistanê jî wergirtiye: Paracarîum Kurdistanicum. Ev giya li bilindahiyek bi 1200-1300 meter şîn têt û li dor 200-250 cûreyên wî hene.

Xebatên li ser naskirina giya, şitl, kulîlkên li herêma Çiyayê Reş, li naverasta sedsala 19emîn dest pê kiriye. Cara yekê li salên 1841 û 1842yî, lêkolînerê ji Awustûryayê, ku ji binyad ve polonî ye: Carl Friedrich Kotschy (1789-1856) lêkolînan kiriye. Ji vê herêmê nimûneyên gelek nebat, kulîlk û giyayan berhev kiriye. Van kulîlk û giyayan li pirtûka xwe ya bi navê Flora Orientalis, ango giyayên rohelatê, kom kiriye.

Piştî van lêkolîneran, lêkolînerê almanî yê bi navê Paul Ernst Emil Sintenis (1847-1907) jî li sala 1888ê heman karî kiriye.

Ev herêm ev çend înterasant e ku piştî van lêkolîneran, gelek lêkolînerên din ên navdar jî hatine herêmê û lêkolînan kirine.

Her wek Noë li sala 1849ê. Haussknecht li navbera salên 1867-1868. Sala 1957ê jî lêkolîner Davis Hedge li vir lêkolîn kiriye û nav daye giyayekî Çiyayê Reş ê endemîkî: (nadîde): Hesperis hedgei. Piştî salên 1960î gelek lêkolînerên din hatine. Cullen, Ratter, Mathew, Baytop û hwd. Lêkolînerek bi navê H. Malyer jî li ser geofitên herêmê xebateke berfireh kiriye. Ev lêkolîner li ser geofîtên Çiyayê Reş sala 1979ê teza xwe ya doktorayê amade kiriye. Li gor salixdanê ev lêkolîner xebata xwe li nav malbatên giyayî yên bi navê Liliaceae û Iridaceae’ê kiriye û 26 cûre giya daye naskirinê

Li dawiya van xebatên zanistî, van lêkolîneran bi sedan giyayên dermandar û şîfadar nas û berhev kirine. Van xebatên xwe tev kirine berhem.

Lê mixabin ku van salên dawîn, ji ber birrîna daran û qutkirina daristanên li herêmê, gelek cûreyên van giya, kulîlk û çîçegan jî, êdî qet şîn ne hatine û winda bûne.

Bi nemana dar û hêşinayiyan, erdê herêmê tev berba (erezyon) bûye û gelek zevî mane kevirî, qerac, çol û beyar. Berê tevaya herêma Çiyayê Reş cengel û daristanên xwedî darên çam ên kesk bûye. Gava daristan hatine birîn û dar ne maye, baran jî kêm hatiye. Ji lew re jî gelek giya û kulîlk jî qirmiçîne û careke din qet şîn ne hatine. Heye ku gelek cûreyên mayî jî hêdî hêdî biqirmiçin û careke din qet şîn ne yên!

Ne tenê genim, ji nebat û giyayên Çiyayê Reş, her wisa jî birinca Çiyayê Reş fireh navdar e. Dibêjin yek sedî dide.

Şêniyê herêmê tev debara xwe bi xweyîkirina heywên dikin. Xwedî pez û dewar in.

Li ser û li derdora Çiyayê Reş gelek sewal û heywan hene. Mar, dûpişk û marîjok (gumgumok) pir in. Gur, rûvî, berazê kûvî û hirç jî hîna hene. Wekî din jî, çend şûnewarên mêjûyî yên li ser û li hawîrdora çiyê hene. Li hêla başûrê rohelê, li jora çiyê kelehên ji kevirên qûçkirî avabûyî hene, ku li zemanên pir kevin hatine avakirin. Heşûyên (çakêta) jinên vî çiyayî ji ber pirrengînbûn û spehîbûna xwe pir balkêş in. Nuha tenê govendgirên gelêrî ew li ber xwe dikin.

Ne tenê heşûyên jinên Çiyayê Reş lê belê ew bi xwe jî bi kêmanî di warekî girîng ê civakî de hêjayê bal û serincê ne. Jinên Çiyayê Reş di warê pêwendiyan de nimûneyeke berçavî ya şaristaniyê (medeniyetê) ne. Her wek lêkolîner ê civaknas; Mele Mehmûdê Beyazidî di pirtûka xwe ya navdar a bi navê Adet û Rabûn û Rûniştinên Kurdan de dibêje; 'jinên kurdan di gelek waran de serbest û gerdenazad in. Gava mêrê wan ne li malê be jî dikarin mêvanên peya wergirin nav malên xwe û bi wan re bipeyvin û bikenin jî.' Wek têt zanîn li hin civakên kurdan ên ku bi bîrdoziya (Îdeolojiya) dîncîtiyê lewitiye, jin ni karin vê bêyî peyayên xwe bikin û di bin zexta peya de dîl û girtî ne.

Min bi xwe vê rewşa kevnekurdî ya jinên Çiyayê Reş dît û ez pê pir dilxweş û serbilind bûm. Jinên vê herêmê li gor hin deverên din ên Kurdistanê pir normal bûn û bi mêvanên xwe re hem dirûniştin, hem dipeyivîn û hem jî dikeniyan.



BANG:
Em, Malbata Cano, li merivekî xwe yê windabûyî, EVDOYÊ EVDO diğerin, ku sala 1890î ji ber şerê Canoyê Xweşikî û Axayê badikan yê li Deşta Xezaliyê bêgav dimîne ku ji warê xwe rabe. Evdoyê Evdo diçe li hêla ERXENIYÊ li BOXAZA KULAVA bi cih dibe. Heger zarok û neviyên wî vê bangê bibihîsin, bila ji çakiya xwe li min bigerin.

Goran Candan








Li ser Kura Heramiyê (1600 m) li ber hefşoya Canoyê Xweşikî. Ev hefşo ji vê 80-90 salan berê hatiye lêkirin







Li ber Hefşoya Canoyê Xweşikî







Li ber Hefşoya Canoyê Xweşikî







Li ser riya hilkişîna ser Kura Heramiyê








Li ser riya hilkişîna ser Kura Heramiyê









Li ser riya hilkişîna ser Kura Heramiyê - Li paş me pir ji dûrî ve li aso Diyarbekr e xuya dike






Cil û bergên rengareng ên jinên kurdan. Foto: Hönkel (Hans Dubber) 1989


 

 

 

 

 

 



Kurên li ser Qerejdaxê - Foto: Abdurrahman Önen

 

 

 

 

 

 

Gola Hêşeng û pezê koçeran - Foto: Abdurrahman Önen

 

 

 

 

 

 

 



Dara Tuwê..                                                        Foto: Jalal









Taştiya welêt..                                                        Foto: Jalal



 

 

 

 


Nexşeya Qerejdaxê, ji sala 1875 (Ji arşîva Mîkael Frölund )

 






___________________________________

TÊBÎNÎ/ SERINC/ JÊRENOT
___________________________________




* PH: pîvana çend tirş/sert yan jî çend xwerûbûna (alkalîk) maddeyên rohn e, Ev pîvan li zaniyariya kîmya, bîyolojî têt bi karhanîn.  Nirxê maddeyeke rohn a pak, li dor 7,0 kert e. Her çend nirxê madeyeke rohn ji vê hejimarê kêmtir be, ev têt wê wateyê ku ew maddeya rohn ew çend tirş û sert e.

* Hey Lo lo Delal: Helbesta hozanê nemir Mamoste Cegerxwîn e.

* The plant collections of Theodor Kotschy (1813-66)

* GEOFÎT: Nebatên ku bi gewdeyên xwe li bin erdê jiyana xwe dom dikin, zêde dibin, ji wan re di zimanê zanistî de geofît têt gotin. Lale, helale, şilêr, lîloze, gulên bernixûn û hwd.

 



*Êla Badikan êleke fireh navdar û mazin e û ji diwanzdeh hozan pêk têt:


1.  Alikan,
2.  Aqikan,
3.  Beşikan,
4.  Berikan,
5.  Mamikan,
6.  Naşikan,
7.  Qanikan,
8.  Reşikan,
9.  Şerefkan,
10. Vatikan,
11. Welikan,
12. Xweşikan

Piranî jî li navbera Farqîn û Mûşê niştecih in.

* KURÊN (Girên) ÇIYAYÊ REŞ


Kura Bakşo (1883 m)
Kura Besrê (1350 m)
Kura Ecem (1780 m)
Kura Guran (1800 m)
Kura Heramiyê (1600)
Kura Kanîsor (1810 m)
Kura Kelosê (1500 m)
Kura Mangê (1779 m)
Kura Mendal (1895 m)
Kura Meremîr (1981 m)
Kura Mergeder (1663 m)
Kura Tirso (1750 m)
Kura Xezalê  (1839 m)


* NEWALÊN ÇIYAYÊ REŞ

Newala Heramiyê
Newala Hurê
Newala Mazî
Newala Reş
Newala Simo
Newala Sultên
Newala Xezalê
Newala Ziyaretê

* NAVÊN ÇEND JI NEBAT, KULÎLK, GIYA Û ÇÎÇEGÊN ÇIYAYÊ REŞ ÊN FIREH NASKIRÎ

Giyayê reş
Kereng
Kolbiz
Masicank
Pîvok
Pîvenk
Sîrim
Serqiçik
Şekrok
Vehvehok
Xiyarok
Zilkur
Zûlê keran

 

 


 

 

 

 

Foto: N. Pirinccioglu

 

 

 

 

 

 

 

 



Qerejdax, Photo by Kurdret Günes

 

 

 

KUR:

_____________________________________

PEYVA KURDISTAN JI KU DERÊ TÊ:

KUR, wateya wê ya îroyîn: GIR e.
Wateya kevn a mêjûyî (antîkî): Çiya ye
Navê Kurdistanê ji KUR têt.
Wate: KUR + TÎ + STAN = şûnewarê çiyayiyan

Navê kurd jî ji kur+ tî têt ku wateya kesê çiyayî ye.
kur= çiya
tî= yî



_____________________________________

KÜRDİSTAN İSMİ NEREDEN GELİYOR?

KUR= Dağ

KÜRT(Î)= Dağlı

KURD = dağlı insan

KURDISTAN= dağlıların vatanı

Kürdistan: TOROS - ZAGROS - KAFKAS dağlarının üçgeninde, kürd ulusunun tarihi ülkesidir. Bugün emperyalist ingilizler ve fransızlar tarafından beş parçaya bölünerek, türkler, araplar, farslar, ermeiler ve azeriler tarafından paylaşılmış ve işgal edilmiştir. İlk bölünme ve paylaşılma 1639 yılında Kasri Şirin'de, ikinci bölünme ve paylaşılma 1818'de Türkmençayır'da ve üçüncü ve son bölünme ve paylaşılma da 1923 yılında Lozan'da gerçekleşmiştir.

 

BADIKÎ/BADIKAN: Kurdên ji eşîra Batkî/Batkan/Batkiyan/Badikî/Bazkî/Bazûkî/Baz ..
Êla Badikî navê xwe ji malbata ku Dewleta Merwaniyan avakirine ji BAZ digire. Ji ber perwerdeya bi alfabeya erebî yên di medreseyan de, gelek caran tîpên Z-D, V-B, G-C cih diguherin.

 

 

 

Kura Heramiyê, wêne: Mikael Frölund

 

Nexşeya Qerejdaxê, ji sala 1934. (Ji arşîva Mîkael Frölund )

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Şikeftên volkanîkî yên devera Qerejdaxê

 

 

 

 

 

 

 

2010.07.15


Diyarbekir - Amîda Agusta

Goran Candan

 

 

 

 

SERPÊHATIYEKE CANOYÊ XWEŞIKÎ


MALBAT

MERWANÎ

GORAN CANDAN

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum