|
Profêsorê navdar ê swêdî Johan Hultîn: "Dergûsa Temamê Saristaniyê - Zozanên Çiyayê Qerec e"
Çi car çerxa mêjû wek li serdema peydakirin û têderxistina (kesf, discovery) hunera çandina genimî zû ne geriyaye û ew çend pir ber bi basiyê ve ne çûye. Gava mirov ji xwe re riya peydakirin û bidestvehanîna bi baran zad û genim nas kiribûn, hingê gav bi gav ber bi jiyanek rêk û pêk gav avêtin. Ji nav temamiya sêniyên li ser ruyê erdê, xelkê li Mezopotamiya Bakurî (Kurdistan), xwedî bextê spî bûn, ji ber ku erdnîgariya vê herêmê, ji ciyên din cuda xwedî taybetmendiyek bi xêr bû. Ji lew re li vir mise cûreyên giya û sitlên zadî hebûn. Ji sûnewarên dinê cihêtir, li ser vî erdî du cûre genim sîn dihatin. Ber, baqil, nîsk û hwd jî. Di ser de jî lawir û sawirên vir xwes dihatin kedîkirinê. Ji ber vê derfetê, xelkê vir ji xwe re yekemîn sûnewarê gund û malan, mezr (çiftlik) û kêlgeyan ava kirin. Lêkolîner û arkeologên navdar, ji mêj ve ye, ku vî sûnevarê navbirî bi navê 'Hîvika Bi Xêr û Bêr / Fertile Crescent / Bereketli Hilal / Hîlal el-Xesîb' bi nav kirine. Li gor van zaniyaran, bingeha saristaniya li Roavayê jî ev sûnewar e. Van salên herî dawî, lêkolîner sûnewarê ku bi ewletî yekemîn car genim lê hatiye çandinê, têderxistine. Encama xebata lêkolînên DNA'yê ya li ser genimî, ku koma lêkolînerên almanî sala 1997'ê askere kiribûn, diyar dike, ku koka tevayiya genimên cihanî ji zozanên bilind ên Çiyayê Qerec ên li nêzîkê bajarê Amedê dihêt. Sêniyên mêjûyî yên li vê herêma Kurdistanê cara yekê genimê bejî/cehdasûk (tritticum monococcum boeticum) ajotin. Lêkolînerê almanî Manfred Heun'î bawerî heye, ku hunera çandina genêm cara yekê li Çiyayê Qerec rû da û ev huner zû bi zû jî ji wir belavê tevayê sûnewarên derdorê bû. Ses sal pistî diyarkirina vê encamê, grûbek lêkolîner û arkeologên ji Îsraîl'ê, encama xebat û lêkolînên xwe diyar kir. Encama vê xebata grûba îsraîlî jî pista teoriya Manfred Heun rast kir. Simcha Lev, Yadûn û hempîsekarên wî dibêjin ku hinde destkeftên arkeologîkî jî nîsa me didin ku ev teorî rast e. Li nêzîkê Çiyayê Qerec, hinde sûnewarê nistecihiyê hene, ku ev sûnewar bi 10 000 sal kevn in: 'Ber Çem' (Çayönü), Cafer Höyük, Newala Çorê, Til Ebû Hureyre (Li bin xetê). Nêzîktirîn bajarokê li Çiyayê Qerec navê wî Sêwreg e û mazintirîn bajarê li nêzîkê vî sûnewarî jî Diyarbekr e. Ev cih navenda çanda kurdên bakurî ye - her wisan jî navenda berxwedana kurdî ya li dij dewleta tirkî ye. Gava profêsorê bi nav û deng Manfred Heun xwast ku here Çiyayê Qerec'ê, dewleta tirkî ne hist ku ew here wir. Manfred pir ber vê ket. Wî pir dixwast ku here wir. Rojek patalogek bi navê Johan Hultîn ku tevayiya jiyana xwe li Amerîkayê jiyaye pêwendî bi Manfred Heun re kir. - Johan Hultin yekî nebez e, ew xwe gihand ser wî axî, dibêje Manfred Heun. Lêbelê hatina ser vî xakî wisan ne hêsan bû ji bo vî zaniyarê 82-salî yê navdar ê jêhatî yê amerîkî. - Çendeyek kurt berî serê Iraqê bû. Tirk ji bo min digotin 'tu ajanê CIA'yê yî.' Herî dawî ew berdan hundirû, lêbelê her dem di bin çavdêriya polîsê tirk de diliviya. Johan Hultîn dest bi lêkolînên xwe yên li ser kevintirîn sûnewarê çandina genêm kir. Pasê wî xwast ku çend sed hektar ji vî zewiyî ji gundiyên kurdan bikire û bike malê Muzexaneya Saristaniyên Anatolyayê li Anqerê. Johan Hultîn dibêjê: - Ev der grîngtirîn welatê li cîhanê ye. Gerek ev erdê grîng bas were parastinê. Milkê tev saristaniyê ye. Lê belê î roj gundiyên kurd ku pez û dewarên xwe li ser vî erdî diçêrînin, bêguman hez na kin ku muzexaneyek ji Anqerê bibe xwediyê zeviyê wan. Li gor profêsor Johan Hultîn'î, ji vî sûnewarê genim'î her wisan jî zimanê Îndo-Ewrûpî, ku î roj li temamê Ewrûpayê dihêt axiftinê ji vî Çiyayê Qerec û dewr û berê wî belav bûye û gehistiye Ewrûpayê.
Wergêr ji swêdî: Goran Candan |