ALFABEYÊN KEVN
Ancient Alphabeths

Home †|††DestpÍk††|††Ana Sayfa

 

 

Median cuneiform scrip

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

10 nivîsên/alfabeyên herî kevn

Serdema nûjen û xwandin-nivîsîn

Di vê serdemê de xwandin û nivîsîn di salên biçûktiyê de dest pê dike û kesek jî ji ber xwandin û nivîsîna zarokên biçûk ecêbmayî namîne ji lewre xwandin û nivîsîna zarokên biçûk weke meyleke xwezayî tê dîtin. Helbet em mirovên serdema nûjen, li ser rûyê erdê ne tenê ne, ku ji vê rêbazê haydar in û dîsa em dikarin bêjin ku hay jê hebûna mirovahî ya ji xwandin û nivîsînê ne ew çend dûr û dirêj e. Piraniya awayên nivîsînê-alfabeyê û nivîsarên kevn ji holê rabûne, hinek ji awayên nivîsînê û nivîsarên kevn nehatina deşîfrekirin, lê dîsa jî bondara nivîs-nivîsarên kevn li ser zimanên vê serdemê heye û bi hûrgilî dikare were dîtin.

Beriya ku em dest bi nasandina nivîsên-alfabeyên herî kevn bikin, dê em ê bala xwe bidin bingehîn ên awayên nivîsînê.

Kategorîzekirina awayên nivîsînê.

  1. Logografîk: awayeke nivîsînê ya bi îşaret û sembolan e ku her îşaret û sembol xwedan wateyeke din e. Car caran sembolek di wateya tevahiya hevokekê, û car caran jî peyvek ji hevokek dirêj e. Ya herî girîng, her nîşan bi serê xwe beranberî peyvekê ye û jê re 'morfeem-morfêm' jî tê gotin.
  2. Logofonetîk: varyanteke nivîsa logografîkî ya hêsantir e. Logofonetîk beşek jinîşanên logografîk û beşek jî ji sembolên ku tîpên dengdêr diyar dikin, pêk tê. 
  3. Nivîsa kîteyî: di vê varyantê de nîşanên ku tenê kîteyekê diyar dikin, tê dîtin. Bi gotineke din, hernîşan beranberî kîteyekê ye.
  4. Alfabeya dengdar (ebced jî tê gotin): alternatîfa versiyoneke alfabeyê ku dengdêr bê nîşan in. Pirraniya awayên ebcedê jî wisa ne.
  5. Alfabeya segmentî: ne bi temamî jî be, nêzîkî alfabeya 'abc' ye, ya ku em li dibistanê fêr dibin, 'abc'ya em li dibistanê fêr dibin nimûneyeke pir baş e bo vê alfebeyê. Di vê alfabeyê de hernîşan beranberî dengekê, çi dengdêr, çi dengnedar tê. 'Abc' ya me yek ji alfabeyên di vê kategoriyê de ye. Alfebeya kirilî li Rûsyayê hê jî tê axavtin û nivîsîn, jî nimûneyek ji vê kategoriyê ye.

 

10. Nivîsa Çînî (1500 B.Z. heta vê serdemê)

Nivîsa Çînî, nivîseke logografîk e, û her peyv xwedan nîşanekê (sîmbol/ îşaretekê) ye. Hejmara nîşanan ji 10.000an zêdetir e û ne pêwîst e ku mirov tevahiya îşaretan bizane, ji lewre pirraniya îşaretan di jiyana rojane de nayê bi karhanîn. Jêderka vê nivîsê di sembolan de veşartî ye. Tîpên pêşîn ji sembol, xêzkirinên şeklî-şêweyî yên ji tiştên heyî pêk dihat. Hêdî hêdî bi pêşketinê re gihîştin awaya nivîsê ya vê serdemê ku niha ne ji sembolan pêk tê. Nivîsa çînî ji jor-ber bi jêr(jorejêr) ve tê xwendin, û di nava koma 10 nivîsên herî kevn ya di vê serdemê de hê jî tê bi karhanîn.

 

9. Nivîsa Hîtîtî/Kurdî (1700 B.Z. heta 1100B.Z.)

Hîtîtî li Anatolya'yê dihate axaftin. Nivîsa Hîtîtî, nivîseke logofonetîk e, ji îşaretên bo peyv û kiteyan pêk tê. nîşanekên bo kiteyan weke fonogram û yên bo kelîmeyan jî weke logogram tê bi navkirin û her wiha ji xwe re rêbazeke polî-valant peyda kiribûn, ku ev jî tê wateya, logogramek dikaribû bi pirwateyî be, û dîsa sembolek dikaribû di wateya logogram û herwiha fonogramê de, be. Ji zimanê milletên (sumerî-akadî) li hawirdora xwe jî gelek peyv wergirtine.

 

8. Nivîsa proto-Samî/Semîtî (1900 B.Z. heta 1100 B.Z.) alfabeya pêşîn.

Nivîsa proto-semîtî, nivîseke dengdar e. Li bakurê Misirê, Îsraîl û Libnana niha hebûye. Bi pêşketinê re veguheriye alfebeya fonetîkî. Nivîs weke lêanîn ji rêbaza hiyeroglîfên misiriyan ve pêk hatiye, bi gotineke din ji rêbaza hiyeroglîfan hatiye wergirtin. Wergirtinên ku ji sembolan pêk dihat, bi dengdaran hatine zêdekirin, ango her sembol bi dengdarekê hatiye zêdekirin. Alfabeya yûnanan jî vê proto-zimanê pêk hatiye. Hin tîpên alfabeya yûnanî, hê jî ji îşaretên wê alfebeyê ne, yên weke t û o.

 

7. Nivîsa hiyeroglîfên Kreta-Krît (1900 B.Z heta 1600B.Z. û 'lineair A' ji 1800B.Z.)

Helbet nivîsa Kretayî-Krîtî li Kretayê pêk hatiye, ji lewre navê vê nivîsê dê ne nivîsa Kretayî bûya. m înosî, deryagerî de milleteke pêşketî bû û li Ewrûpayê bi fermî weke milleteke ku bi vedîtina nivîsekê di rêza sisêyan de ciyê xwe girtiye. Û ne bi rêbazekê lê bi du rêbazan m înosî binavûdeng bûne. Rêbaza pêşîn ku jê re Lineair A-xêza rast tê gotin, ji ber ku sembolên vê nivîsê dişibin lakêşeyî (çar xêzên rast yên di serî û di dawiyê de digihêjin hev, ku ji vê lakêşeyî pêk tê). Rêbaza din pir tevlîhev e, û ji hiyeroglîfên li ser xwezayê pêk tê. 

 

6. Nivîsa Akadî (2500 B.Z. heta 100P.Z.)

Nivîsa akadî, nivîseke logofonetîk e. Nivîsa akadî ji aliyê akadiyan ve hatibû vedîtin (ji lewre navê vê nivîsê dê ne nivîsa akadî bûya), û li ser bîngeha sumerî pêk hatiye, ku li başûrê axa akadiyan dihate axaftin. Axa akadiyan li bakur û navenda Iraqê, û keriyek ji rojhilata Sûriyeya niha, bû. Awaya vê nivîsê ji 700 heta 800 sembolan pêk tê, ku 200 heta 400 sembolan di nivîsarên kevn de pirr caran hatine dîtin. Hin sîmbol bo kiteyan, hin sîmbol bo hevokan û çend s^îmbol jî bo qertafan hatine bi karhanîn.

 

5. Quipu (2600 B.Z. heta 1550P.Z.)

Nivîsa Quipu ya li parzemîna Amerîkayê jî cihê xwe di nava 10 nivîsên herî kevn de girtiye. Jêderka nivîsa Quipuyê ji başûrê Amerîkayê ye (Şîlî, Bolivya, Perû). Nimûneyeke pirr baş e bo zimanek ku çawa dikare awayên cûr bi cûr bihewîne. Ji lewre nivîsa Quipu ne li ser kîlê, kaxiz yan kevir hatiye nivîsîn lê bi girêkên li ser bendikan dihate dinivîsandin.

 

4. Nivîsa Îndûsî (2600 B.Z. heta 1900B.Z.)

Nivîsa îndûsî, nivîseke logofonetîk e, pirr li ber xwe nedaye û li Pakîstan û Afxanîstana niha dihate nivîsîn. Nivîsarên li ser vê nivîsa îndûsî ne pir in û bo pîsporan mijareke pirr dijwar e. Her çend pîspor nivîsarên vedîtî hê jî bi tevayî nikaribin deşîfre bikin jî, teoriyên cûr bi cûr li ser nivîsa îndûsî tê kirin. Li gor hin kesan zimaneke serbixwe ye û ti têkiliya wî bi zimanên din tuneye. Ji 'ti tiştekî din-zimaneke din' pêk hatiye û ji lewre jî ne berdewamiya zimaneke din e. Û ti bandora wê li ser zimaneke din nebûye ji lewre jî berdewamiya wê nebûye. Li gorî hin kesan jî şaxeke ji zimanê aryanî bûye, ku li bakurê Hindîstanê û Pakistanê zimaneke axaftinê bûye. Lê di nivîsarên îndûsî de hesp nayê dîtin! Hesp di çanda hind-ewrûpî de ciheke pir girîng digire, û bi nîşan û sîbmbolan hatiye destnîşakirin, lê di nivîsarên îndûsî de ti caran nîşanek, sembolek ya li ser hespan nehatiye dîtin. Hin kes bi zimanê dravidî ve girê didin ku li başûrê Hindîstanê tê axaftin. Lê pîspor li ser vê pirsê de ne serwext in. 

 

3. Nivîsa hiyeroglîfên Misirî (3100 B.Z. heta 400P.Z.)

Dema em dibêjin Misir yan nivîsên kevn, tişta di serî de tê bîra me hiyeroglîfên misirî ne. Yek ji rêbazên nivîsê ya herî kevn e. Li ji devê çemê Nîlê bigire heta qeraxa Ebû Simbelê hatiye axaftin. Ne ji logogramên Misira kevn lê ji fonogram û nîşanên xalbendiyê pêk dihat. Tîpên dengdar nedihatin nivîsandin lê tevahiya tîpên dengnedar dihate nivîsandin. Bi çendî ku tê zanîn, hiyeroglîfên misirî ne berdewamiya zimaneke dine, ji lewre li ser rûyê erdê weke yek ji zimanên pêşrev tê qebûlkirin.

 

2. Nivîsa Elamî/Kurdî (3300 B.Z. heta 500B.Z.)

Nivîsa Elamî, nivîseke logofonetîk e û li Îrana niha dihate axaftin. Jêderka vê nivîsê ne diyar e, ziyana milletên din li ser nivîsa Elamî pir bûye. Bi xêra nivîsareke du-zimani (elamî û akadî), ji aliyê pisporan ve keriyeke vê zimanê di sala 1905an hatiye deşîfrekirin. Ji ber kêmbûna nivîsarên li ser nivîsa Elamî, pispor nikarin pir li ser vê meseleyê baldar bin û ji lewre jî dê elamî nepentiya xwe bidomîne.

 

1. Nivîsa Sumerî-mixî (3300 B.Z. heta 100P.Z.)

Nivîsa sumerî, nivîseke logofonetîk e û li ser rûyê erdê nivîsa herî kevn e. Li Mezopotamyayê ku niha li nêzîkî Basra'yê ye, dihate axaftin. Rêbaza ku sumeriyan pêk hanîne, nivîsên-alfabeyên din bi qasî 3 milenyûman îlhama xwe ji nivîsa sumerî wergirtine. Nivîsa sumerî ji îşaretên logofonetîk, alfabeya dengdar û alfabeya kîteyî pêk dihat ku jê re 'cuneiform' jî tê gotin. Li ser tabletên ji kîlê dihate nivîsîn.

 

Du pirtûkên pîroz ên bi kurdî yên êzidiyan ku bi alfabeya kevin a kurdî hatiye nivîsîn:

"Mishefa Reş'' û ''Kitêba Cîlwe''

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 



Dirûbên kûjan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Hebrew-Egyptian Influences

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

KURDISTANA MÊJÛYÎ - Welatê Pêşemînan


KURDISH DIGITAL REGISTRY

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum