Pirtûka HECIYÊ CINDÎ - JIYAN Û KAR

Û MALBATA CINDÎ
/Goran Candan,
Rêvebirê Sazendeya (weqfa) Kurdî
Eta (xwunga mazin) me Frîda Hecî Cewarî qîza navîn a kurdê navdar, qîza pêþengek ji civaka kurdên Qefqazê, qîza nivîsevan û zimannasê (fîlolog) naskirî, qîza hêja Heciyê Cindî (1908-1990) ye.
Frîda Cewarî sala
1934'ân Li Rewan'ê (Erîvan) hatiye dunyayê. Frîda Hecî Cewarî li zankoya (unîvêrsîteya)
Moskovayê beþê pêdagogîyê û fakûltêta fîzîk-matêmatîkê biriye serî.
Ji hingê
ve, li Rewanê ev e 50 sal e ku mamostetiya matêmatîkê ya Kolêca Rewanê dike.
Hozanê navdar ê kurdê Qefqazê, Fêrikê Ûsiv (1934- 1997) ku ji vê çend salan berê çû ber dilovaniya
Xwedê mêrê Xatûn Frîda Hecî Cewarî bû.
Frîda Cewarî ji bo yadgariya sedsaliya bûyina bavê xwe (2008) Heciyê Cindî, pirtûka bi navê Heciye Cindî - Jiyan û Kar derhaniye. Vê berhemê du caran jî daye weþandinê. Çapa duduyan bi alîkariya Înstîtuya Kurdî ya Parîsê hatiye derxistin.
Jiyana Heciyê Cindî, ji hêla her kurdekî kurdhez û wêjehez ve baþ dihêt naskirinê. Hecî li saxiya xwe ji ser 80 sernav (title) pirtûk derhanî û pirtûkxaneya kurdî pê dewlemendtir kir. Ev berhem xwedî babetên zaniyarî, wêjeyî yên cihêreng bûn. Hem berhemên ji ber pênûsa Hecî û hem jî berhemên wek karê wî yê wergêrvaniyê ên wek gelêrî (folklorî), perwerdeyî (pedagogî) bûn. Li pey koçkirina wî, li gor Eta Frîda, pênc (5) berhemên wî yên destnivîskî yên çapnebûyî jê mane. Bi xebat û lebata xwe ya xwandina zanistiyê, Heciyê Cindî hilkiþiya qada profêsoriyê.
Heciyê Cindî di sala 1908'ê de, li gundê Amançayirê, girêdayê Qersê ji dayîk bûye. Di salên 1918'an de, ji ber komkujî û hêrîþên leþkerên tirkan, ew koçber dibin û derbasî aliyê Sovyetê dibin. Li wir Hecî bê xwedî dimîne, dikeve sêwîxaneyê.
Li sêwîxaneyê bi sedan zarokên bêxwedî re perwerdeyên sereke û yên navînê wergirtiye. Sala 1929'an, derbasî qursa amadekirina mamostayetiyê bûye. Di sala 1930'an de, ketiye Fakulteya Rewanê (Erîvan) a zimannasiyê. Her wisan jî ew dibe xwendevanê kurd yê yekemîn ku li Ermenîstanê di fakultê de xwandin kiriye.
Heciyê Cindî gorbuhuþt, di sala 1932'an de, li nav civaka kurdî ya li Qefqazê, dest bi berhevkirina materyalên zargotina (folklora) Kurdî dike. Her wiha jî ji sala 1930'an de, di rojnameya Riya Teze û di Radoya Kurdî de (ku tenê nûçe diweþandin) dixebite.
Di sala 1938'an de, ji aliyê rêvebiriya Stalîn û KGB'ê ve, li ser gelek rewþenbîrên kurd û li ser Heciyê Cindî, tawanbariya neteweperestî (nasyonalîstî) û ajaniya mîretiyên (dewlet) împeryalîstan li ser wî hatin kirin. Ew têt girtin û zindankirin.
Heciyê Cindî piþtî azadbûna xwe, dîsan dest bi afirandin û xebata xwe kir. Gelek pirtûkên dersan ji bona dibistanan nivîsandin, gelek pirtûk ji zimanên din wergerandin ser zimanê kurdî, gelek pirtûkên berhevkariyê çap kirin.
Çend ji nav wan berhemên wî yên herî pêþde, berhemên wek Alfabeya Kurdî û pirtûka Hikayeta Cimeta kurda ne.
Li hêlek din jî, li nav Yekîtiya Rewþenbîrên Kurd, li nav Yekîtiya Nivîskarên Kurd, li nav Akademyia Kurdzaniyê, di rojname û komîsyonên zimanî de roleke pêþengî leyistiye. Heciyê Cindî ji aliyê raman û jiyana xwe de jî mirovekî zana û pêþketî bû. Li nav yekemîn refên kurdên Qefqazê ye ku keçên xwe dide ber xwandinê û ewna diþîne dibistanên bilind. Ew li nav refên pêþemîn kurdên Qafqazê ye ku keçên xwe bêyî qelen dide mêr. Dîsan ew bû ku li nava civaka kurdên Sovyetê yek ji yê herî bêhtir berhem afrandine. Prof. Heciyê Cindî, di 1-ê Gulana sala 1990'î de, çavên xwe li cîhanê girt û çû ber dilovaniya Xwedê.
Berhema nivîsevana hêja Frîda Hecî Cewarî ya bi navê Heciyê Cindî - Jiyan û Kar, li teniþta bîranînên nemir Heciyê Cindî, bîrhanîn û wêneyên tev malbata Cindî û wêneya yek ji yekemîn axêvera (speaker) Radyoya Rewanê, Xatûn Zeyneva Îbo (1914 - 2007) jî heye.
Her wisan jî di berhemê de, agehiyên
berfireh yên li ser jiyan û xebatên nemir Heciyê Cindî hene. Ji bo jiyana kar û
xebata nemir Hecî gerek temenê wî du caran dirêj bûya,
anku 164 sal bûya. Ji lew re ji bo afirandina ev çend kar û xebatên
wek deryayê kûr û berfireh, 82 sal pirr kêm in. Hecî çalakvanekî bêwestan ê þev û
rojan bû. Bê guman ciyê wî li gulistana buhuþtê
ye.
Karek Heciyê Cindî yê pirr înteresant ew e ku Heciyê Cindî li ser destanek kurdî yê pirr navdar a bi navê “Kerr û Kulikê
Silêmanê Silîvî” sala 1940'î ew doktoreya xwe ya
pêþîn kiriye.
Qîzek din a mamoste Heciyê Cindî ya bi navê Frîca Cewarî (1932-1993) hebû ku hevsera mêjûnas û dîrokzanê navdar Þêkroyê Xido Mihoyî (1930 - 2007) bû. Mixabin ku hem xanima wî Frîca û hem jî dostê min ê hêja Þêkroyê Mihoyî ji dewrana dunyayê, ji nav me bar kirin û çûn.
Min Þêkroyê Xudo li dawiya sala 1980'yî cara yekê li mala akademîsyenê kurd hêja Elî Kemal li Swêdê dît, dostaniya me ji hingê ve hebû. Sala 2006'an gava ez piþtî 25 salan vegeriyam Amedê, ez li firokxaneya Stanbolê rast li mamoste Þêkroyê Mihoyî hatim. Ew ji Hewlêrê dihat û gerek çûba Moskovayê. Zû hatibû û firoka wî, wê hîn roja dinê çûba. Min ew dît ku ji kurdek rê dipirsî. Min xwe nêzîkê wî kir û jê pirsî 'çûkê xerîb tu û van deran?' Wî jî heman pirsî li min kir. Me hev hembêz kir. Xanima min Karîn jî li nik min bû. Lê mixabin ku em li ser rê bûn û diçûn nav firoka Stockholmê. Dilê min qet ne li cî bû ku mamoste Þêkro li wir bi tenê bihêlim. Min kurdek dilsoz, Serwet biraziyê mamoste Rohat Alakom'î dinasî, ku mala wî nêzîkê firokxaneyê bû. Telefona wî li nik min hebû. Min jê tika kir ku ne hêle mamoste rojek be jî, li hotêla firokxanê razê. Hêja Serwet hatibû ew biribû malê û ew þev mamoste Þêkro û Rohat Alakom her du jî bûbûn mêvanê li malekê.
Li jêrê çend guhestin ji gotarek hêja mamoste Þêkroyê Mihoyî dikim ku li ser xebat û jiyana nemir Heciyê Cindî nivîsiye ku li salroja 90-saliya jidayikbûna nemir Heciyê Cindî (1998) amade kiriye:
''MEZINAYÎ Û ÞÎRHELALIYA ZANYAR
Hecîyê
Cindî navekî meþûr e li nava Kurda û Kurdistanê da.
(...)
Gava dîna
xwe didî emirjiyîn û karê Hecîyê Cindî,
tiþtê pêþin, ku bala meriva dikiþîne, ev e: emrê wî, weke
yê gelê wî bûye: telî-tengasî, êtîmî,
þer û þerkarî û wêra tevayî nesikeþtin, xerîbdostî
û merivhizî. Merivê ku Hecîyê Cindî ji nêzîk va
nas ne kira, ni karibû texmîn bikira, wekî nava wî mêrê
rûnerm, pir kûltûrî-edebî da hawqas mêranî,
berktî, zorayî û neþikestin hebû.
(...)
Hecî û birê wî Xaço sala 1919'aa ketin sêwîxana
(êtîmxana) Amêrîkayê. Hecîyê
Cindî lezeta zarotîyê ne dît. Sêwîxanê
da ewî zimanê xweyî dê-kurmancî ji bîr kir…
Hecî wek “Sonda mêre berê” biryar da, wekî
gotî zimanê dê-bavê xwe hîn bibe. Kê ku
Hecîyê Cindî nas dikir, zanibû, wekî tiþtê
ku ewî danî pêþîya xwe, eseyî wê bîne
serî. Awa, xortê 21 salî sala 1929-30'î li gundê
Qundexsazê (niha Riya Teze) û Elegezê dersên kurmancîyê
dida zarê kurda. Axirîyê da em ê bibînin, wekî
kurmanciya Hecîyê Cindî bi rastî paqij û
bêqusûr bû.
(...)
Li Ermenîstanê bi rastî karekî mezin û bihagiran
hat kirinê bona çanda Kurda û Kurdzaniyê. Bingeha
gelek ocaxên çanda kurda bi destê ermeniya bi xwe dihat
danînê. Navê Rojhilatzanê mezin Hovsêp Orbêlî,
professor Asatûr Xaçaturyan, nivîskarê meshûr
Hraçîya Koçar, kompozîtorê eyan Karo Zakaryan,
nûnerên rewþenbîrîya ermenîya yê navdar
Hakob Xazaryan (Lazo), Rûbên Drampyan, Harûtyûn Mikirtçiyan,
Samson Gasparyan û gelekên mayîn cîyê wanî
herî hurmetî di nava dîroka çanda me da heye. Hecîyê
Cindî bi wan rewþenbirên Ermenî ra hevaltî û dostaniya
mezin va girêdayî bû.
(...)
Sala 1930'î Hecîyê Cindî tê Yêrêvanê
û li Xwendinxana kurdî, ku teze vedibû, dersên kurdî
dide. Wê demê kadirên kurda pir kêm bûn û
merivên jêhatî li çend cîya kar dikirin. Bi vî
teherî, H.Cindî usa jî li rojnama “Riya teze” da
kar dike, wek serokê beþê çandê û edebyatê.
Bi wê ra tevayî ji sala 1930'î tevî kevanîya xwe
- Zeyneva Îvo çawa redaktor û sipîkêrê
radyoya Yêrêvanê kar dike. Pey kutakirina Ûnîvêrsîtêta
Yêrêvanê ra, sala 1933'a ew li aspîrantûrayê
tê qebûlkirinê alîyê kurdzanîyê da.
Xwestina hînbûnê, zanebûnên piralî, rûnermî
û merîfeta pêwendiyên tevî der-dorê
xwe ji bo Hecî rêke fireh û seref vekirin. Îdî
cahiltîya xwe da Hecîyê Cindî bû merivekî
navdar û qedirbilind. Sala 1934'a ew dibe endam û hîmdarekî
Yekîtîya nivîskarên Ermenîstanê. Sala 1934'a
li Moskvayê Kongrêya Nivîskarên Yekîtîya
Sovyetî derbaz bû. Hecîyê Cindî tevî vê
kongrê bû û rastî mezinên edebyeta rûsî
Maksîm Gorkî û yêd mayîn hat.
Kurdzan û nivîskarê bi merîfet tevî tivdarek dîtina
konfêransa Kurdzanîyê ya temamîya Yekîtîya
sovêtîyê bû. Ew sala 1934'a li Yêrêvanê
derbaz bû. Tiþtekî balkêþ e, wekî li vê konfêransê
gelek daklad bi zimanê baþqe-baþqe hatin xwendin. Dakladek bi Kurdî
hat xwendinê. Ew ya Hecîyê Cindî bû.
34 sala, ji sala 1934 heta sala 1968'a Hecîyê Cindî endamê
Serokatîya Yekîtîya nivîskarên Ermenîstanê
bû û serokê para nivîskarêd kurda.
Dawîya salên 1930'î li Yekîtîya sovêtê
dest bi pêla rêprêsîya (peyketin) bû. Ew pêl
gihîþte Ermenîstanê jî. Meseleke me Kurda dibêje:
“Çîyayê bilind serê wî berf û dûman e”,
ya mayîn: “Kurmê dare ne ji dare be, zewala dare tune”.
Çevnebarî û hevsûdî di hindava Hecîyê
Cindî da gelek bû…
(...)
Sala 1938'a 18-ê
adarê þev polîsîya tê û Hecîyê Cindî
dibine hepisxanê. Dijî wî ev gunekarî hate karanînê:
giva ew serokatîya êzdîyên dijî Sovêtê
dike. Gunekarîke dijî wî jî ew bû, wekî
“namê wî û Kurdê dereke Celadêt Bedirxan
hev ra hene.” Sed mixabin, ew nameyên Celadêt Bedirxan hatin
þewitandin. Hecîyê
Cindî tam salekê li hepisxanê ma.
(...)
10-ê hezîranê sala 1941'ê hukumeta Ermenîstanê
ser hîmê xwestina sêntirê (Moskvayê) biryar da,
wekî çapkirina edebîyeta Kurda derbazî ser tîpên
Kîrîlî bikin. Sazkirina elîfba teze dispêrine
Hecîyê Cindî. Ew “Elîfba” Kurdî ya
teze bi tîpên kîrîlî hazir dike. Tenê sala
1944'a elîfba teze ji terefê hukumetê tê qebûlkirinê, û sala 1946'a “Elîfba” Hecîyê
Cindî çap dibe. Sala 1982'a bona cara deha derketina wê “Elîfbê”
Hecîyê Cindî ji alîyê hukumetê da tê
rewa kirinê.
(...)
Ji nîvê salên 50-î dest bi demeke nû dibe, ya
pêsdaçûyîna çanda Kurdî. Li Ermenîstanê
dest bi karê xwe kirin rojnama “Rya teze”, xeberdanê
Radîoya Kurdîye herrojî, besê Kurdî li Xwendinxana
pêdagogîyê û gelek tistên mayîn.Karê
xweyî bingehîra tevayî (li Înstîtûta edebîyetê
ya Akadêmîya Ermenîstanê yê zanistî) Hecîyê
Cindî xwe da ber giranîya van hemû kar-bara.Gava sala 1955-a
“Rya teze” dîsa despê kir derket, ewî tevî
hogirê xwe êtnograf û sayîrê kurd Emînê
Evdal dersdarîya me - karkirên “Rya teze” kirin, wekî
em zanebûna xwe ya zimanê Kurdî kûr bikin, li rojnamê
kar bikin..
kirinê, û sala 1946-a “Elîfba” Hecîyê
Cindî çap dibe. Sala 1982'a bona cara deha derketina wê “Elîfbê”
Hecîyê Cindî ji alîyê hukumetêda tê
rewa kirinê.
(...)
Sala 1959'a Akadêmîya Ermenîstanê yê Zanîstî
sêktora (beþê) rohilatzanîyê amade dike. Li vir koma
Kurdzanîyê jî tê çêkirinê. Hecîyê
Cindî 8 sala serokatîya vê komê da karekî mezin
dike bona Kurdzanîyê bighîne hêlanên nû.
Sala 1964'a Akadêmîya Ermenîstanê da ji bo emekê
mezin nava Kurdzanîyê da bê xweykirina dîsêrtasîayê
nave doktorê fîlologîyê dereca duda dide wî. Sala
1966'a ew nave profêsorîyê distine.
(...)
Hecîyê Cindî salên 1968-1974'a fakûltêta
Rojhilatzanîyê ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê
beþê Kurdzanîyê da, dersê (lêksîya) ziman
û edebîyeta Kurdî dixwîne.
Kar û kirinên zanyarê navdar gelekî bilind hatine qîmetkirinê li Yekîtîya Sovêtê û ji sînorên
wê der. Ew yek ji wan zanyarên Ermenîstanê yên
qedirbilind û navdar bû, ku layîqî nave “Þuxulkarê
Zanîstîyê yê Emekdar” bû. Ji terefê hukumeta
Sovyêtê gelek orden û medal sitand.
(...)
Hecîyê Cindî bê hed û hesab ji gelê xwe
hiz dikir, sere xwe dabû rihîna wî, jê ra qullix dikir
wekî ewledekîþîrhelal. Femdarîya zanyare miletperestîyê
bi fîlosofîya fikir kûr û dûr dîtî
va girêdayî bû: kultûra gelê bindest gotî
wek ronakiya çava bê xweykirinê û bibe sertekî
hebûn, azadî û serxwebûna wî.
(...) ''
Li jêrê
lîsteya bê ser û bin a navên berhevdayî (bîbliyografya)
yên tevaya xebat û berhemên nemir Heciyê Cindî
bi berhevkirina qîza wî yê duwem Nûra Hecî
Cewarî (1941), ku hîn li jiyanê ye, hatiye berdestkirinê:
BERHEMÊN PÊDAGOGÎYÊ
1. Mêtodîka
zimanê kurmancî, bona xwendinxanê dereca ewlîn, Yêrêvan,
1932.
2. Xebernama fileyî-kurmancî (tevî hevala), Yêrêvan,
1933.
3. Rêzmana kurmancî, bona mektebê(dibistanê) orte (tevî
prof. A. Xaçatryan), Yêrêvan, 1935.
4. Xebernema têrmînologîyê, ermenkî-kurmancî
(tevî prof. A. Xaçatryan), Yêrêvan, 1936.
5. Programa zimanê kurmancî. Bona dersxanêd I-IV (tevî
E. Evdal), Yêrêvan, 1936.
6. Programa zimanê kurmancî. Bona mektebên ortê (tevî
E. Evdal), Yêrêvan, 1936.
7. Programa zimanê kurmancî, bona dersxanêd 5-6 (tevî
E. Evdal), Yêrêvan, 1953.
8. Programa zimanê kurmancî, bona dersxanêd 2-4 (tevî
E. Evdal), Yêrêvan, 1953.
PIRTÛKEN ZIMAN Û WÊJEYA (edebiyata) KURDÎ YÊN DERSÊ, HER WISA JÎ YÊN ÇEND CÛRE VEÇÊKIRÎ
1. Beyraqa sor,
bona koma ewlin, Yêrêvan, 1932.
2. Emirê teze, bona koma 2, Yêrêvan, 1932.
3. Dinya teze, kitêba zimanê kurmancî bona koma 5-6-7, Yêrêvan,
1932.
4. Beyraqa sor, elîfba bona koma ewlin, Yêrêvan, 1933.
5. Kolxoznîkê derbdar, elîfba bona mezina, Yêrêvan,
1933.
6. Kitêba zimanê kurmancî, elîfba, Yêrêvan,
1934.
7. Elîfba bona koma ewlin, Yêrêvan, 1935.
8. Kitêba zimanê kurmancî bona mezina, Yêrêvan,
1934.
9. Kitêba zimanê kurmancî bona sala 2-a, Yêrêvan,
1934.
10. Kitêba zimanê kurmancî (tevî hevala) bona dersxana
6-a, Yêrêvan, 1935.
11. Elîfba bona mezina, Yêrêvan, 1936.
12. Kitêba zimanê kurmancî, Yêrêvan, 1937.
13. Kitêba zimanê kurmancî bona dersxana 7-a, Yêrêvan,
1937.
14. Elîfbe û kitêba xwendinê bona sala pêsîn,
Yêrêvan, 1937.
15. Elîfbe, Yêrêvan, 1946, veçêkirî çap
bûye salên 1951, 1954.
16. Elîfbe, tevî Firîda Cewarî, Yêrêvan,
veçêkirî çap bûne salên 1957, 1961, 1966,
1974, 1982.
17. Kitêba zimanê kurmancî, bona koma 3-a, Yêrêvan,
1933.
18. Zimanê dê, bona dersxana 3-a, Yêrêvan, veçêkirî
çap bûne salên 1948, 1952, 1955, 1958, 1961, 1970, 1976,
1987.
BERHEMÊN ZIMANNASIYÊ (fîlologiyê), BEREVOKÊN ZARGOTINÊ
1. Kilamê
cimeta kurmanca (tekst nivîsîn Hecîyê Cindî, dengnivîsandin
û pêsxeber yên K. Zakaryan), Yêrêvan, 1936.
2. Folklora kurmanca, Yêrêvan, 1936.
3. Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî, êposa
cimeta kurda, lêgerîn û têkst (lêgerîn bi
zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1941.
4. Weten, 10 kilam bi zimanê kurmancî (tevî S. Gasparyan),
rotoprînt,, sala 1942.
5. Ewledêt weten, berevoka kilamê kurdaye sovêtyê (tevî
S. Gasparyan), rotoprînt, Yêrêvan, 1943.
6. Folklora kurdî, pêsxeber, têkst, nivîsarnasî
(bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1947.
7. Çîrokê cimeta kurda (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan,
1952.
8. Saxêd êposa “Kyoroxlîye” kurdî, pêsxeber,
têkst, nivîsarnasî (pêsxeber, nivîsarnasî
bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1953.
9. Edebyeta kurdîye Ermenîstana Sovêtîyê, lêgerîn
(bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1954.
10. Memê û Zînê, beyt-serhatya cimeta kurda, pêsxeber,
têkst, nivîsarnasî (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan,
1956.
11. Folklora kurmanciyê, Yêrêvan, 1957.
12. Hikyatêd cimeta kurda, Yêrêvan, 1959.
13. Beyt -serhatyê cimeta kurda (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan,
1960.
ÇÎROKÊN CIVATA KURDAN (Hikyatêd cimeta kurda), pêsxeber, pexsan (têkst), nivîsarnasî
14. Cilda pêsin,
Yêrêvan, 1961.
15. Cilda duda,Yêrêvan,1962.
16. Cilda sisya, Yêrêvan,1969.
17. Cilda çara, Yêrêvan, 1980.
18. Cilda pênca, Yêrêvan, 1988.
19. Cilda sesa, Yêrêvan, 2005.
20. Beyt-serhatyê kurdaye êpîkyê, pêsxeber, têkst,
nivîsarnasî (pêsxeber, nivîsarnasî bi zimanê
rûsî, têkst bi zimanê rûsî, kurdî),
Moskova, 1962.
21. Dîharbûna dostîya kurda û ermenîya di nava
zargotinê da, lêgerîn (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan,
1965.
22. Kilamêd cimeta kurdaye lîrîkyê, pêsxeber,
têkst, nivîsarnasî (pêsxeber bi zimanê kurdî,
ermenkî), Yêrêvan, 1972.
23. Gotara edebiyeta kurdaye Ermenîstana Sovêtyê, lêgerîn
bi zimanê ermenkî, Yêrêvan, 1970.
24. Saxêd êposa “Rostemê Zale”, kurdî, pêsxeber,
têkst, nivîsarnasî (pêsxeber bi zimanê rûsî),
Yêrêvan, 1977.
25. Hikyatêd cimeta kurda (bi zimanê rûsî), Yêrêvan,
1985.
26. Meselok û xeberokêd cimeta kurda, pêsxeber, têkst
û nivîsarnasî, Yêrêvan, 1985.
27. Bahar, berevoka zargotinê, Yêrêvan, 1988.
28. Hikyatên gelê kurd, Swêd, 1998.
29. Ûsiv û Zelîxe, beyt-serhatî, pêsxeber, nivîsarnasî
û bernivîsarên têksta (10 varîyanta-saxa) Yêrêvan,
2003.
30. Dimdim, beyt-serhatî, pêsxeber, nivîsarnasî û
bernivîsarên têksta (13 varîyanta-saxa), Yêrêvan,
2005.
31. Saxên destana “Rostemê Zale” kurdî, bernivîsara
19 saxên nû, pêsxeber, nivîsarnasî, Dûhok,
2006.
PIRTÛKÊN WÊJEYÊ (edebiyatê) Û VEÇÊKIRIN
1. Qutya dû
dermana, Awa, yanê wa, du pîyêsên (sano) yekperdeyî,
Yêrêvan, 1932.
2. Hikyatêd cimeta kurda (veçêkirin bi zimanê ermenkî),
Yêrêvan, 1940.
3. Siva teze, berevoka serhatya (çîroka), Yêrêvan,
1947.
4. Hikyatêd cimeta kurda (veçêkirin bi zimanê ermenkî),
Yêrêvan, 1952.
5. Hikyatêd cimeta kurda (veçêkirin bi zimanê rûsî),
Moskva, 1960.
6. Beyt-serhatyê cimeta kurda (veçêkirin bi zimanê
ermenkî), Yêrêvan, 1960.
7. Hewarî, roman, Yêrêvan, 1967
8. Hewarî bi zimanê rûsî, bi sernivîsara “Û
bihar hat”, Moskova, welgerand Efanê Emîn, 1978.
9. Hewarî, bi zimanê ermenkî, bi sernivîsara “Û
bihar hat”, Yêrêvan, 1985.
10. Hewarî sala 1993-a li Sûrîyayê bi zimanê erebî
ji alîyê dokrorê dîrokê Îsmayîl Hesaf
hate wergerandinê.
11. Hewarî sala1999-a ji alîyê wesanên “Roja nû”
da bi tîrên latînî cap bû.Roman Salih Omerî
ji tîpên kîrîlî welgerandine ser tîpê
latînî.
12. Hikyatêd cimeta kurda (veçêkirin bi zimanê ermenkî),
Yêrêvan, 1973.
13. Karxezal (hikyatêd cimeta kurda, veçêkirin bi zimanê
ermenkî), Yêrêvan, 1982.
PIRTÛKÊN WÊJEYÊ (edebiyatê) HER WISA JÎ ÇAP BÛNE:
1. Pirtûkên
Hecîyê Cindîye dersada.
2. Berevoka “Efrandina ewlîn”, Yêrêvan, 1932.
3. “Nivîskarêd kurmanca, efrandina duda”, Yêrêvan,
1934.
4. “Nivîskarê kurmanca Sêwirî. Efrandina sisya”,
Yêrêvan, 1935.
5. Almanaxên “Nivîskarê kurdên sovêtîyê”
û “Bihara teze”-da, Yêrêvan, s. 1982, 1983,1984,
1985, 1986, 1987, 1988.
6. Antologiya “Nivîskarê kurdên sovêtîyê”-da,
Yêrêvan, 1936.
7. Berevoka “Sayîrê kurdên sovêtîyê”
-da, tercime bi zimanê ermenkî, Yêrêvan, 1953.
8. Berevoka “Sayîrê kurdên sovêtîyê”
-da, tercime bi zimanê rûsî, Yêrêvan, 1956.
9. Usa jî di rojnama “Rya teze” -da û di gelek kovar
û rojnamê rûsî û ermenkîda.
BERHEMÊN WERGERANDÎ (tercume) JI ZIMANÊ ERMENKÎ
1. Lazo (Hakob
Gazaryan), Serhatya Casimê kurd, (tevî E. Evdal), Yêrêvan,
1931.
2. H. Tûmanyan, Gîkor, serhatî, Yêrêvan, 1932.
3. A.Xazaryan, Girr, Yêrêvan, 1933.
4. A.Navasardyan,Traxoma, Yêrêvan, 1933.
5. A. Savarsyan, Matêmatîka, bona koma sala ewlin, Yêrêvan,
1933
6. P. Margaryan, Silametiya jina, Yêrêvan, 1934.
7. H. Salcyan, Rîya teze, pîyês (sano), Yêrêvan,
1934.
8. H. Sîras, Memê û Eysê, Yêrêvan, 1935.
9. H. Salcyan, Ser rîya dewlemendîyê, pîyês, Yêrêvan,
1935.
10. H. Koçar, Xecê, serhatî, Yêrêvan, 1935.
11. Nivîskarê ermenîyaye Sovyetîyê, Antologîya,
Yêrêvan, 1936.
12. A.Îsahakyan, Emoyê kurd (berevoka serhatîya),Yêrêvan,
1955.
13. Destegul (nivîskarê ermenîya derheqa kurdada), Yêrêvan,
1963.
14. Sayat-Nova (berevoka wergera, tevî Fêrîkê Ûsiv),
Yêrêvan, 1963.
15. Bihara dila (ji berhemên nivîskarên basqe-basqe), Yêrêvan,
1978.
Salên 1940-da jî bona Têatroya Kurda ya gundê Elegezê, li navça Ermenîstanê ya Axbaranê, 15 pîyêsên (sano) nivîskarên ermenîya wergerandîye ser zimanê kurdî.
TENÊ ÇEND GOTARÊN ZANISTÎ Û PUBLÎSÎSTÎ
1. Guhdarya mezin
li ser xebatê kûltûryê û xwendinê, rojnama
“Xorhirdayîn Hayastan” (Ermenistana sovyetîyê,
bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 27.03.1932.
2. Edebyeta kurdaye sovêtîyê, rojnama “Girakan Têrt”
(Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan,
20.10. 1933.
3. Pîonêrê sazbendya kurdaye sovêtîyê (derheqa
S. Gasparyanda), kovara “Sovêtakan arvêst” (Hunermendya
Sovêtîyê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan,
hijmara.3, 1935.
4. Sitranê kurdaye mektebiyê, rojnama “Girakan Têrt”
(Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan,
1.11.1936.
5. Derheqa asiqê kurdada, rojnama “Grakan Têrt” (Rojnama
edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 18.2.1937.
6. Daûdê Sasûnê (derheqa mêrxasê êposa
ermeniyada), rojnama “Grakan Têrt” (Rojnama edebyetê,
bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 30. 8.1939.
7. Motîvê mêrxasîyê û wetenhizyê di
nava zargotina kurdada, kovara “Têxêkagîr” ya
Armfanê (Elamnivîsya Akadêmîya zanyarîyê,
bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij. 5, 1942.
8. N. Marr û kurdzanî, kovara “Xebatêd kabînêta
ser navê Marr ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye
dewletê”, Yêrêvan, hij. 3, 1948.
9. Abovyan û cimeta kurda, kovara “Sovêtakan grakanûtyûn
yêv arvêst” (Edebyet û hunermandiya Sovetîyê,
bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij. 9, 1948.
10. Abovyan derheqa zargotina kurdada, rojnama “Sovêt Ermenîstanî”
(Ermenistana Sovêtyê, bi zimanê azerî), Yêrêvan,
23. 7. 1948.
11. Pûskîn di nava edebiyeta kurdîda, rojnama “Grakan
Têrt” (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan,
31.5.1949.
12. Komîtas û sazbendiya kurda, rojnama “Grakan Têrt”
(Rojnema edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan,
2.10.1949.
13. Cimeta hisyarbûyî, rojnama “Izvêstîa”
(Bes, bi zimanê rûsî), Moskva, 5.12.1950.
14. Pesdacûyîna kurda li Ermenîstana Sovêtîyê,
rojnama “Sovêtakan Hayastan” (Ermenîstana Sovêtîyê,
bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 7.12.1950.
15. Edebyeta kurdaye Sovêtîyê, kovara “Sovêtakan
girakanûtyûn yêv arvêst” (Edebîyet û
hunermendiya Sovêtiyê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan,
hij. 12, 1950.
16. Tûmanyanê me (derheqa nivîskarê ermeniyayî
navdar Hov. Tûmanyanda), rojnama “Sovyêt Ermenîstanî”
(Ermenîstana Sovyêtiyê, bi zimanê azerî), Yêrêvan,
11.4.1953.
17. Edebyeta kurdaye tercima (wergerandina) Sovêtîyê, kovara
“Sovêtakan grakanûtyûn” (Edebyeta Sovêtîyê,
bi zimanê ermenkî) hij.11, Yêrêvan, 1951.
18. Folklora kurdaye Sovyêtîyê, kovara “Lirabêr,
zanistîyên civakî ya Akadêmîya Ermenistanêye
zanîarîyê” (Bes, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan,
hij. 10, 1951.
19. L.N. Tolstoy derheqa kurdada û di nava edebiyeta kurdîda, kovara
“Têxêkagîr ya Akademîya Ermenistanêye zanîaryê
(Elamnivîs, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij.
10,1953.
20. Ji dîroka mektebê kurdî, kovara “Sovêtakan
mankavarj” (Mamostayê Sovêtiyê, bi zimanê ermenkî),
Yêrêvan, hij. 3, 1953.
21. Derheqa edebyeta kurdîda, kovara “Lîtêratûrnaya
Amênîya” (Ermenîstana edebyetyê, bi zimanê
rûsî), Yêrêvan, hij. 6,1960.
22. Kurdzanî li Ermenîstana Sovêtîyê, kovara “Patmabanasîrakan
handês” ya Akademya Ermenîstanêye zanîaryê
(kovara Dîrok-fîlolojî, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan,
hij. 2, 1960.
23. Tûmanyan derheqa kurdada û di nava edebyeta kurdîda, rojnama
“Girakan Têrt” (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî),
Yêrêvan, 31.4,1961.
24. Herfê mêsropî û kûltûra gelê kurd,
kovara “Têxêkagîr, ya Akademîya Ermenîstanêye
zanîaryê (Elamnivîs, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan,
hij. 5, 1962.
25. Efrandinên Sayat-Nova bi zimanê kurdî, kovara “Sovêtakan
grakanûtyûn” (Edebyeta Sovêtîyê, bi zimanê
ermenkî) Yêrêvan, hij. 10, 1963.
26. Yêrêvan- merkeza çanda kurdî, rojnama “Yêrêkoyan
Yêrêvan”, (Yêrêvana êvarê, bi zimanê
ermenkî),Yêrêvan, 22.4.1970.
27. Temîyê Gorkî (xebera dêlêgatê kongirêya
Yekîtîya nivîskarên Sovêtiyê ya sala 1934-a),
rojnama “Komûnîst” (Komûnîst, bi zimanê
rûsî), Yêrêvan, 28.8.1974.
28. Derheqa saxêd “Rostemê Zale kurdî”-da, berevoka
“Kurdzaniyê”, ya akadêmya Ermenîstanêye
zanîaryê, Yêrêvan, 1975.
29. Sêkspîr û kurdayetî, berevoka “Sêkspîrakan”
ya Akademîya Ermenîstanêye zanîaryê (Sêkspîrî,
bi zimane ermenkî), Yêrêvan, cild 5, 1975.
30. Dostê çanda kurda (sedsalîya bûyîna nivîskarê
ermenyayî navdar Av. Îsahakyan), rojnama “Grakan têrt”
(Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan,
28.2.1975.
31. Emirê mezin (70- salîya bûyîna E. Evdal), rojnama
“Komûnîst” (Komûnîst, bi zimanê rûsî),
Yêrêvan, 16.10.1976.
32. Emekdarê mezin (80- salîya bûyîna E. Samîlov),
rojnama “Grakan tert”, (rojnama edebyetê, bi zimanê
ermenkî), Yêrêvan, 28.3.1980.
33. Rîya pêsdahatinê (70- salîya nivîskar Baxçoyê
Îsko), rojnama “Lîtêratûralî Sakartvêlo”,
(Edebyeta gûrca, bi zimane gûrckî), Tibîlîsî,
4.3.1983.
34. Rûpelek ji emrê Zaryan (nivîskarê ermenîya),
rojnama “Grakan tert” (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî),
Yêrêvan,26.8.1983.
35. Saxêd êposa kurdaye “Dim-dim”, berevoka “Kurdzaniyê”
ya 2-a ya Akadêmiya Ermenîstanêye zanîaryê (bi
zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1985.
Her wisa
jî gelek û gelek gotarên din di rojnama û kovarên
bi zimanê kurdî, ermenkî, rûsî û bi zimanên
din hatine wesandinê.
MALBATA HECÝYÊ CINDÎ
HECIYÊ CINDÎ (1908-1990) Profêsor, nivîsan.
XANIMA HECÎ ZEYNEVA ÎBO (1914 - 2007), yekemîn axêver (speaker/dîktor) a Radyoya Rewanê.
“Yêrêvan xeber dide, guhdarêd ezîz, bibihên xeberdana me bi zimanê kurmancî…”
-ev risteya kurdî sala 1930'yî cara pêþîn ji devê xanima Hecîyê Cindî - Zeyneva Îvo bi radîoya Ermenistanê belavê çar aliyê dunyayê bû.
FRÎCA CEWARÎ (1932-1993) qîza mazin a Hecî ye û bi xwe doktor bû. Xanima Sakirê Mihoyî bû.
FRÎDA CEWARÎ (1934- ) qîza navîn a Hecî ye û bi xwe mamosteyê kolejê ye. Nuha (2008) li Rewanê dijî. Mêrê wê Fêrikê Ûsiv ji jiyanê koç kiriye.
ZÎNÊ CEWARÎ ( 1940 - ) qîza Hecî ya sêyemîn e nivîsevan û lêkolîner e. Bi serokê Radyoya Kurdî Ehmedê Gogê (1937 - 2003) re dijî.
NÛRA CEWARÎ (1941- ) qîza Hecî ya çaremîn e û nivîsevan û lêkolîner e. Nuha li Aûstralyayê di gel mêrê xwe yê helbestvan û lêkolîner Tosinê Reshîd re dijî. Du qîzên wan hene bi navê Zozan (Rewan) û Aza (Melburne - Australyayê) ye.
NAZÊ CEWARÎ (1946 - ) qîza Hecî a biçûk e. Navê Mêrê wê Feyzoyê Egîd e.
ZAVAYÊ HECÎ FÊRÎKÊ ÛSIV ( 1934- 1997), zavayê Hecî ku mêrê Frîda Cewarî bû yek ji hozanê herî bi nav û deng ê kurdê Qefqazê ye.
ZAVAYÊ HECÎ ÞÊKROYÊ XUDO MIHOYÎ (1930 - 2007), ku mêrê Frîca Cewarî bû yek ji dîrokzanê navdar ê kurdê Qefqazê ye.
20.05.2008
HECÝYÊ CÝNDÎ 100 SAL

1908-2008
Pirtûka Akademiya Zanistî Ya Ermenistanê ku ji bo yadgariya 100-saliya nivîsevan, lêkolîner û kurdperwerê bêmirin: Heciyê CÝNDÎ derhênaye.
Ev berhem bi zimanê ermenî hatiye nivîsîn. Dawiya pirtûkê dagirtî ye ji wêneyên reþ û spî yên ji jiyana têr-rengîn a têkoþerê çand, ziman û wêjeya kurdî Heciyê CÝNDÎ .
REWAN-ERMENISTAN
Frîda Cindî CEWARÎ (Qîza Heciyê Cindî)
Marshal Bagramyana 24 G
Institute of Oriental Studies, Academy of Science, Armenia