EMÎNÊ EVDAL

1906-1964)

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

Emînê Evdal

Evdal (1906-1964), nivîskar, zimannas û helbestvanekî kurd bû. Ew li gundê Yamançayir nêzî bajarê Qersê kû di wan demê de li bin destê Rûsya bû, hate dinê. Di encamê şerê navbera turk û ermenî de, wî gundê hate kavil kirin û Emîn malbata xwe ji dest da. Di sala 1924ê, wî beşdariya xwendingeha karkeran li Tiflîsê kir û di sala 1926 wî dest bi mamostetiyê kir li gundên Êzidiyên ser bi devera çiyayê elegezê. Di sala 1931ê de, ew bûye xwendkarek li pişka zimannasiyê ya zankoya Êrîvan û di wê salê de jî, xebatê xwe li rojnama kurdiya Riya Taze dest pê kir. Wî yekem pertûka kurdiya xwe, bi navê Casim û Tosin di sala 1924ê belav kir.
Di nav salên 1933-1937 an de, wî hinek pirtûkên xwe li ser hînkirina zimanê kurdî li çap da. Sala 1944 ê, bi babeta vekolîna li ser rolê jin di malbata qedîma kurdî, têza doktoraya xwe xweyî kir. Sala 1959 ê de, li pişka rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistiya Ermenistanê hate damezrandin û di sala 1960 ê, ji aliyê parleminta Ermenistanê ve bi navê Mamostayê emekdar hate xelat kirin. Wî hinek gotar û pertûk bi zimanên din wek Ermenî û Rûsîyê jî bilav kiriye, bi taybet pirtûkên Gulîzer (1956), Çîrokên gelê kurd (1957) û Bihara ewlin wî bi zimanê ermeniyê nivîsandiye. Dewleta ermenistanê ji bo rêz girtin ji xizmeta wî, dibistana kurdiyê ya gundê Qundesaz (ku li wir ji bo hinek salan wî ders gotibû), kiriye ser navê wî.

Pirtûkên wî
Casim û Tosin, koma çîrokên kurt, 1924.
Kitêba Zimanê Kurmancî Bona Koma Çara, 1933.
Kitêba zimanê kurmancî Bona Koma Pênca, 1934.
Bihar, Koma helbestan, 1935.
Kitêba Zimanê Kurmancî Bona Dersxana Çara, 1936.
Mêtodîka Hînkirina Xwendin û Nivîsandinê, 1936.
Folklora Kurmanca, di gel Heciyê Cindî, 644 pp., 1936.
Mêtodîka Zimanê Kurmancî, 1937.
Kitêba Zimanê Kurmancî, Bona Dersxana Şeşa, digel Casimê Celîl, 1937.
Tolhildana Xûnê Li Nav Kurdada û Dewî Anîna Bermayên Wê Li Ermenistana Sovêtê, 1952.
Deba kurdên Ermenistana Sovêtê, 1953.
Gulîzer, Bi ermeniyê, 1956.
Patronîma cem kurdên Ermenistanê di sedsala 19 da, 1957.
Deba kurdên Pişkovkazê, 1957.
Çîrokên gelê kurd, Bi ermeniyê, 1957.
Ferhenga Kurdiyê rastnivîsaryê, 1958.

 

 

 

 

Di gel Heciyê Cindî

 

 

 

 

 

by Rebwar K. Tahir

 

 

 

 

 

 

 



Hecîyê Cindî, Ahimê Çolo û Emînê Evdal

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Bi Qanatê KURDO, Hecîyê CINDÎ re

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kedkarên Radyoya Rewanê li Yekîtiya Komarên Sosyalîst a Seovyetê-YKSSê ya Rewanê (beşa Kurdî) û hunermendên me yên navdar:
Emînê Evdal, Sûsika Simo û Belga Qado, Kurdistana Rewanê, 1959

 

 

 

 

 

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum