ZARO AXA (1774 - 1934)
|
Temendirêjtirîn kesê li dunyayê Zaro Axa li ser bilindtirîn avahiya li dunyayê Empire State Building, sal 1930.
Zaro Axa'yê Kurd ê 160 Salî Jiya Zaro Axa ku jiyana wî ji hêla zaniyarên sala 1930'yî ve hat bi spartek û belgekirin, wisan dihêt zanînê ku ev kes ew kurdê herî temendirêj ê serdema nûjen (modern) e. Zaro Axa xelkê herêma ciyayî ya Bitlîsê ye. Av û hewa xweş a herêma Bitlîsê ( û Kafkasê) bi nav û deng e. Ev her du herêm naskirî ne bi kal û pîrên xwe yên temendirêj. Li gelek welatên roavayê wêneyên van kal û pîran her dem li ser pakêta ş îr û mêst dixin. Gelek ji geştvanên cîhanê, di nav wan de Hörnle û Rich, bi hijmekarî çêl û bahsa ew tendurustiya xweş a li cem kal û pîrên Kurdistanê kirine. Hörnle li ser mirovê kurd weha gotibû; ‘Her çend ku hîna di temenên xwe yên pir biçûk de bi karê pir giran dirabin jî, dîsan van merc û hoyên neyînî, na bin sedem, ku mirovên kurd xwe bigehînin temenê bilind. Kurd bi giştî li dor 100-salî dijîn û tendurustiya rewanî û laşsaxiya wan jî pir zexm e.’ Her dîsan wek civaknasê, bi navê Rich, bi van peyvên xwe, piştgiriyê dide van vegotinên Hörnle, yên li jor nimandî. Rich li ser zexmî û laşsaxiya mirovê kurd wisa dibêje; ‘Ez li gelek war û welatên cîhanê geriyam, lê min wek li Kurdistanê, kal û pîrên wisa lihev û wisa bi tendurustî qet li ciyekî din ê dunyayê jî ne dît.’Zaro Axa gava 17 salî bû hat Konstantînopelê (Stanbol) û wek barhilgir (hemmal) û wek dergevanê hotêlekê tam sed salan xebitî. Gava 90 salî bû jê re kurekî çêbû. Ew 12 caran jin hanî û bû xwedî 28 zarokan. Ji van 28 zarokên wî tenê qîza wî ya 80 salî piştî mirina wî jiya. Ne henek e ku heger mirov bibêje ew tam li sê sed salan (qurnan) jiya. Ew ji hêla komek arkeolog û lêkolînerên zanist ve hat naskirin li Konstantînopelê. Ev grûb Zero Axa bi xwe re birin Amerîkayê. Li Amerîkayê nirxê Zero Axa xweş û baş dizanibûn û bi germahî xêrhatina wî kirin.
|
KURDISH TIMES - Li vê kovara werzane ya çandî û ramyarî, ku ji hêla gorbuhuşt Dr Vera Baudin Saedpour - damezrenera Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî ya li Newyorkê, cara yekemîn gotarek berfireh li ser jiyana vî temendirêjtirîn kesê cîhanê Zaro Axa hat nivîsî û belav bû.
Çi tiştê kêrhatî, helez û bi navûdeng heye ji xwe re dikin tirkî, mixabin ku li çapameniya biyanî jî ev welê ye. Zaro Axa ji bajarê Bitlîsê ji bakurê Kurdistanê ye û kurd e. Ew gorbuhuşt bi xwe hişyarê vî yekê bûye û kurdbûna xwe xweş zanibûye. Loma gelek caran vê rastiyê ji rojnamevan û lêkoleran re haniye ser ziman.
Dibêjin Ataturk ferman daye gotiye: 'dünyanın en yaşlı adamı olma ünvanını türkten başka kimseye kaptırmayalım!' Ango em rê ne din ew navûdengê temendirêjtirîn kesê dunyayê li ser kesekî netirk be!
Nûçeya koçkirina dawîn a mirovê herî temendirêj ê dunyayê li çapemeniya Swêdê: Hvar 8 Dagar, 1934
Zaro Agha, dema hîna 148 (!) salî bû.
Nûçeya mirovê herî temendirêj ê dunyayê Zaro Axa wek aşît li dunyayê belav dibê. Gelek rojname û kovar vê nûçeya balkêş belav dikin. Li vê kovara bi navê Cornucopia ku bi zimanê înglîzî weşanê dikir, gotarek dirêj li ser Zaro Axa (1774-1934) Çîroka mirovekî efsanewî - Şêrê herî dawîn ê şêran' (Zaro Agha (1774-1934) The Stories of a legend - Last of The Lions) heye.
TIMES
Nûçeya Mirovê Herî Temendirêj ê Dunyayê Zaro Axa li Tımes'ê jî belav bû. Hejimar 3 Tîrmeh/Temmûz 1930
|
Zaro Agha, 160 (!?) sal jiya Temenmazinên li Kurdistanê, supasiya xwe ji mastî re bi van peyvan diyar dikin: ”Ez bi xêra Xwedê xêra mastî gihame vî temenî, ne tenê bi xêra Xwedê!
- Pirtûkeka nivîskar Rohat Alakomî ya bi navê Zaro Aga heye -
|