SALAH
SADALLAH (1935 - 2007)

Selah
Sadallah nivîsevan û rewsenbîrê
kurd, xwediyê berhema naskirî Ferhenga Selahedîn,
Ferhenga Kurdî-Înglîzî bû. Selah Sadallah,
zavayê Mîr Celadet Bedirxan'î bû, ango hevserê
Sînemxan bû. Salah Sadallah roja 19'yê
Çiriya Yekem 2007,ê, li basûrê
Kurdistanê, li bajarê Hewlêr'ê koça
dawî kir. Salah Sadallah bi awayekî
rêk û pêk, bi besdarbûna cemawerekî
mezin ji dost, heval û kesayetiyên berpirsyar li bajarê
wî Zaxo'yê hat vesartin.
Salah
Sadallah xwediyê xebateke dirêj bû di
warê çand û edebiyata kurdî de zêdetirî
20 pirtûkan nivîsandiye.
Selah
Sadellah ji bilî ferhenga xwe ya Ingilîzî
- Kurdî a bi navê Ferhenga Selaheddîn'î,
ew her weha bi pirtûkên wergerên ji Îngilîzî
bo Kurdî, wek Berfên Kilîmencaro,
romana Ewê Dîplomatîk, hem jî
ji erebî bo kurdî dihate naskirin.
Vê
dawiyê rehmetî Selah Sadellah pirtûka
Ehmedê Xanî Mem û Zîn ji Kurdî wergerandibû
Îngilizî, ew berî mirina xwe bi çapkirina
wê berhema xwe re mijûl bû. Hem jî pirtûkek
li dor kurdên Sûriyê amade dikir.
October
19th, 2007
|