NIVSKARA KURD A QEDIRBILIND

FRDA CEWARÎ
1934 - 2018

Home |Destpk|Ana Sayfa

 

 

Frîda Cewarî (1934)

 

 

Çend gilî(*) derheqa xwe da

Ez 10ê kanûna sala 1934a li bajarê Yêrêvanê ji diya xwe bûme. Pey kutakirina, bi mêdala zêr, mekteba Yêrêvanêye hejmara 5-a, min xwendina bilind li Ûnîvêrsîtêta Moskovayêye pêdagogîyê da, stend fakûltêta fîzîk-matêmatîkayê kuta kir. Pey ra li Yerêvanê eva 50 sal e çawa mamosta matêmatîkayê kolêca Yêrêvanê da kar dikim.

Hatime rewakirinê:

- Sala 1981ê bi Ordêna Sovêtêye pir bilind, ku Moskva heq dikir, “Ordêna Xebatêye beyreqa Sor”;

- Sala 1975a mêdala “Ji bo efatiya xebatê”

- Sala 1975a hêjeyî nîana “serkevtiya pêvika sosîalîstiyê” bûme

- Sala 1962a “Hûrmetnamêya wezîreta Ermenîstanêye ya ronkayê” stendiye.

- Sala 1979a navê “dersdara-mêtodîst” dane min.


Ez ji sala 1957a, tevî bavê xwe Hecîyê Cindî, tevî hazirkirina pirtûkên dersa yên “Elîfba” û “Zimanê kurdî” - bona dersxana sisya bûme (neh pirtûk).

Saxîya bavê min da 82 pirtûkê wî yên zanyariyê, folklorê, pêdagogiyê, werger (tercma) û dersa çap bûbûn. Li pey mirina wî, pênc pirtûkêd wî jî mabûn wek destnivîsar. Û min çi kir? Li 70 saliya xwe da ez hînî kompûtorê bûm û min rêz kir û jî bo Kurd û Kurdistanê û ji bo xweykirina mîrata bavê xwe û mêrê xweyî rehmetî Fêrîkê Ûsiv, ji sala 2003a van pirtûka yekemîn dane weanê:

1. Hecîyê Cindî, Jiyan û kar, (bi bîrhanîna, îzbatiyêd arîva, qîmetkirina, nêrîna û ikila,152 rûpêl. Têda hine kêmasî hene, hergê Xwedê hiz bike û silametîyê bide, ez ê bona 100 salîya bûyîna bavê xwe, sala 2008a, wê pirtûkê, guhastina, zêdekirina ya duemîn bidime çapkirinê. Ji ber ku ewî temamya jiyana xwe ya femdarîyê û hereketa xwe bi helalî pêkêî anda gelê Kurd kir û goveka çanda Kurda kareke bê serobin kir û ji me ra bavekî zêr bû.

2. “Ûsiv û Zelîxe”- Pêgotin û bernivîsara 10 çilda (varyanta) yên Hecîyê Cindî, 240 rûpêl.

3. Fêrîkê Ûsiv- “Hisret”-berevoka helbesta, ûsa jî derheqa jîyana wî, sikilava, 115 rûpêl.

4. Hecîyê Cindî- “Hikyatêd cimeta kurda”, kitêba 6-a, (80 hikyat) 230 rûpêl.

5. “Dimdim”, Pêgotin û bernivîsara15 varyanta yên Hecîyê Cindî, 160 rûpêl.

6. Çendekî dine wê bê weanê pirtûka Fêrîk “Destan”, ( ku 13 destanê wî cîwar bûne), 235 rûpêl.

Par bona 70 saliya bûyîna Fêrîk, bi hukumet, kitêbeke wî jî bi zimanê ermenî çap bû.

Ew hemû kar min ra pir çetin e, pir zor, lê hê deyax dikim. Û hê 3-4 pirtûk jî hene bona weanê, de ew jî bila silametî be.

Bi hurmetgirtin û bi silava û bi xwestinêd qenc va,


Xûka we:
Frîda Hecî Cewarî

1.11.2005

YEREVAN

_______
*) "GILÎ": peyv, gotin, or, qisse, xeber

 

 

Frda Hec Cewar - BRANNN MIN

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

BERHEVOKA FRIK SV

(Berhevkar & Amadekar Frda Cewar)

 

 

 

 

 

 

 

HECY CND - JIYAN KAR

(Berhevkar & Amadekar Frda Cewar)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

FRIK SF - HISRET

(Berhevkar & Amadekar Frda Cewar)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Frik & Ez

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Frda Cewar di gel bav xwe nemir Heciy Cind 4 xwukn xwe, Rewan 1960

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Frda Cewar di gel hevjn xwe hozanvan Frik siv zarokn xwe

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

FRIK SIF


HECIY CIND



ZEYNEBA BO


NRA CEWAR

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum