ELIYÊ EVDIREHMAN

1920 - 1994

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Eliyê Evdirrehman. Nivîskar, helbestvan

LI SER ÇIYA - ROMANA KURDÎ Û ELÎYÊ EVDÝLREHMAN


Naveroka vê romana Elîyê Evdilrehmanê qedirbilind, rûpêleke ji tekoþîna neteweya Kurd ya dijî kirinên dewleta dagirkera Roma Reþ e. Naveroka vê romana Elîyê Evdilrehmanê qedirbilind, rûpêleke ji tekoþîna neteweya Kurd ya dijî kirinên dewleta dagirkera Roma Reþ e. Bûyer di salên 1920-1930î de qewimî ye. Roman li ser hîmê bîranînên tevbûyî yê þerê Þêx Evdilbarîye Þêxbava û Hêmîdê Elî, her weha jî bi hesabhildana çavkanîyên dîroknasîyê û dukûmentên arþîvê hatîye nivîsandin. Nivîskar nav nexþ û nîgarên bedewîtîyê de ruhê serpêhatîya dîrokîyê re girêdayî ma ye. Di romanê de teqleke berbiçav hatîye danînî li ser hêz û bawerîya pismamtîya Kurdan û Ermenîyan ya ku ji mêj ve pêk hatîye. Di nivîsekî ku min di www.kurdistanpost. ru de ev peyvû pirs weke gotîyar li hev rêz bibû ku; “Roman asîmana ziman e.


Roman hûnera wêjêyê ya ku xwe gihandîya asta heri bilind e.
Roman hiþmendîya jîyanê ye! Zimanê ku xwe gihandîbe qada romanê, êdî dijî qedexeyîyê xwedî çek û hêzdar e.
Roman ji bo zimanekî û neteweyeki hîmê heri grane û hîç nayê tewandinî.
Roman jî bo zimanekî dîtîr were wergêrandinî êdî dibe wêjeya cîhanê!
Ziman bi þêweya romanê derket qada bilin û ji zimanên dîtir roman wergerandin Kurdî.
Êdî bi zimanê romanê dikarê xwe ji karekterên jîhanê re bi zimanê xwe kompore bike.
Roman û wêjeya xas ya cîhanê bi zimanê xwe sud bitsine û ji wêjeya cihanê re danûstandî dibe.
Îro û bi van berhemên kurdî yê roman û ber bi çav kî dakare bibêje “romana Kurdî nîn é!?” Edebîyata kurdî nîn e! Ev kesê ku nekare bibêje romana kurdî nîn e, çawa dikare bibêje “zimanê kurdî ne ziman e!?” Ev kesê ku nekare bibêje “ziman û romana kurdî nîn e”, çawa dikare bibêje “neteweya kurd nîn e!?” Ev kesê ku nekare bibêje “ziman û romana kurdî û neteweya kurd nîn e”, çawa dikare bibêje “Kurdistan nîn e!?” Ev kesê ku nekare bibêje; “ziman û romana kurdî, neteweya kurd û Kurdistan nîn e” çava dikare bibêje “mafê rewa yê sîyasî weke self determînasyon nîn e!?”
***
Heyanî dema salên 1980yî, hêjmarên romana kurdî bi dîyalekta kurmancî belko ji tilîyên bêçîyan derbasî nebibûn. Cara yekemîn Erebê Þemo di sala 1934an de li Ermenîstana dema Sovyetê bi navê “Þivanê Kurd” starta romana Kurdi da. Lê paþ vê behremê him bi hêjmarî him jî weke novelên têr û tijî gor pêwîstî û daxwazîya wêjeya neteweya kurd berhem nehatin afirandin. Roman bi pêþketîna zimanî ve girêdayî ye. Ango roman zimanî, ziman jî romanê bi pêþ dixîn e. Ji bo wê standardîzebûna zimanê neteweyî, gor berhemên weke novel/roman ve girêdayî ye. Daku di nava berhemên wêjeyî de roman, herî zêdetirin zimanî bi pêþve dixîne. Ziman, gor berzbûna berhemên weke romanê berz e. Li, Sovyeta berê, bi taybetî jî li Erîvanê, bi saya nivîs û romana kurdî, her çiqasî kêmasîyê xwe hebin jî, ji bo pêþketina zimanê kurdî roleke mezin lîstîye. Lê mixabîn ji sedema ideolojîyek hiþk û ji qutkirina têkilîyên derve, paþ sala 1946î virvetir nebikaranîna tipên latînî û berhemên ku bi tîpên kirîli dihatin afirandin, mecal nedidan ku xwendevanên kurd yên seranserê cîhanê û bi taybetî Kurdistanê xwe bigîhîne van berheman wêjeyî û bi taybetî novelan! Wer xuyaye ku di vê rojê û paþerojê de tipa alfabeyê ya latînî ji bo kurdan dibe tipek sereke û þirîg. Ev berhemên ku bi kirîlî û erebî hatine nivîsîn daku transkiribê latînî bibin û ji bo standardizekirina ziman, alfabê û hewildana yekgirtina neteweyî, wateyek û xizmeteke giring be. Kurdê Sovyeta berê, niviskarê pir alîyî û jîr Elîyê Evdilrehman ev romana ku mijara xwe ji serhildana Kurdistanê ya ji salên 1920-1930î standîye û navê wê “Þer Li Çîya” ye, daku bi tîpên kirîli hatîye nivîsînî, bi wê helwêstê ji alîyê Hejarê Þamil ve tiranskîrîpî latinî bû ye. Di heman demê de berhema Ela’adîn Secadî “Riþteyê Mîrwarî” jî ji alîyê Weþanên Pêrî ve ji tipên Erebî transkirîpî latinî dibe weke dîyalekta soranî dê hatîye weþandinî. Dema paþ damezrandina Sovyetê, Kurda weke; Erebê Þemo û behremên wî bi nave “Þivanê Kurd”, “Dimdim”, “Berbang”, “Jîyana Bextewar” roman nivîsîne û çap kirin e. Elîyê Evdirehman “Gundê merxasa”, “Þer Çîya da” û gelekî din, Hecîyê Cindî “Hawar”, Sehidê Ýbo “Kurdê Rewî” berhemên roman yê pêþin in. Paþê jî Wezirê Eþo, Ehmedê Hepo, Leþkerê Boyik di qada edebîyatê de bi rumetî derketine holê. Romana Kurdî li Sovyetê bi zêdetirîn þêweya xwe weke dîrokî, kronolojîkî, dukumanterî, otobîyografîk bi hesreta welatevînîyek payebilind daye nivîsînî. Romana Kurdî, raliteyeke ku weke roman geleki di tesira edebîyata Rûs û Sovyetê de jî ma ye. Lê ji alîyê naverokê de bi rik folklora kurdî bi aþkerayî xwe tê de nîþanî daye. Ev kitêba “Þer Li Çîya” minakek ji romana Kurdê Sovyetê ya balkêþ e. Li vira em pêvistîya kiritikkirina kitêbê ji alîyê tarz, uslub, edebî û estetikê ve nabînin. Ev nirx mafê we xwendevan û edebîyatnasan e. Lê me pêwîstî dît û xwest ku em helwêsta metodolojîya romanê ya dîrokê, transkîripsîyona ji kirili bo latînî, guherînên ku me di kîtêbê de pêk anîn e bi kurtasî agahî kirî ye.


Berî her tiþtî vê romanê mijara xwe ji serhildana azadîya Kurdistanê ya Çîyayê Agirîyê ya salên 1926-30yî standîye. Lê weke lêkolîn ne, zêdetirin bi fantezîyên xwe yên hissi yên edebî hûnandî ye. Xwestîye ku bizava azadîxwaz ya kurdistanê û fedayîyên kurd yê weke Þêx Zayîr bide nasîn, ne gor realîte belko piranî li ser daxwaza xwe ango kehremanê ku di dilê niviskarê birêz Eli Evdiremanî de ye tasvir kirî ye. Ev jî metodekî niviskarîyê ye û divê ev metoda wî jî hewceyî þirovekirinê ye, belku dewlemendîya hissên nivîskar ango Elîyê Evdirehmanî ye. Di romanê de cîh bî cîh tesira helwêsta asoya dirokê weke idolojî ya qalibên Sovyetê jî bi cîh bû ye. Ji wê bonê rexneyên xweser Yên li ser kiretên sovyetê berbiçav nîn e. Ku heman demê de alikarîya Tirk, Îran û Sovyetê li dijî Kurda ye ku heman demê de Kurdistana sor hilweþandin..


Giringîya romanê ji alîyê tarixîve ev e ku di salên 1926-30yî de serhildana Kurdistanîyan ku li herêma serhedê destpêkirîbû, bi zindî berbiçav kirîye. Daku bizava niþtimanperver û azadîxwaz ya gelê kurd ji wan pêkanînan weke minakîyan bistîne û diroka xwe li ser van serpêhatîyan rawerde bike rewþa wê rojê bibîrbîne û bigîhîne roja îroyîn û heta pêþerojê re bibe desîse û delîl. Li Sovyeta berê belko Turkmenîstan û Azerbeycan ne tê de, lê li cîhên dîtir kurd bi zaravaya kurdên herema Kurdistanê ya Serhedê dipeyivin. Ev ji alîyê zimanê edebî ve jî ji hev dûr nînin. Kurdîya edebî ya Kurdên Sovyeta berê ji alîyên hinek termolojîyan ve belko cudayî hebin lê ev cûdayî zêde berbiçav nabin. Edebîyata Kurdî ya dema li Sovyeta berê daku di rewþekî izolekiri de bi pêþketî ye, ji alîyê hevoksazî ango sentaksê ve hinek taybeti tê de bi cîh bûne. Dema ku Memosta Hejarê Þamil bi destxweþî ev behrem ji kirîlî transkiripsîyonî latînî kir, orjinalîteya wê parast, lê ji alîyê terminilojî ve, ev peyvên ku îro li Kurdistanê bi cîh bûne esas girt û bi esasi peyvên kurdî yên ku îro li Bakurê Kurdistanê bikar tên esas girt û hinek guherin û sererasti bi kar anîn. Peyvên ku ji rusî, ermenî, azerî wergirtine gor kurdîya îroyîn guherîn pêk anîn. Ev keda kê ku di amadetîya vê kîtêbê de ku derbasî bû ye, bila destê wan neêþe! Rêya wan her vekirî be.. Elîyê Evdilrehman Kî ye? Elîyê Evdilrehman; di 29.11.1920î de li Wanê, gundê Bayrikê de di malekî koçer de ji dayîka xwe bûye. Zaroktîya wî di nava zelûlîyê de derbaz bûye. Ew hîn þeþ salî bû, di sala 1926î de Roma reþ malbata bavê wî tevî 4.500 kesên ji Kurdê eþîra Birûka mecbûrî mihacirîya Sovyêta berê dibin. Elîyê piçûk xwe digîhîne destkeftîyên perwerdeyîyekî baþ. Di sala 1932yî de dibistana seretayî li Mintîqa Nahçivan di gundê Þawlîkayê de diqedîne. Elîyê Evdilrehman; di zaroktîya xwe de ji helbest û nîvîsan hezkirîye û çend helbestê wî di sala 1932ya de, di rojnameya “Rîya Teze” de hatine weþandinê. Di sala 1941 û 1942yan de fena gelek hemwelatîyê Sovyetê, perwerdeyîya çek bi karanînê dibîne. Paþê bi rêzedilî diçe þer û di nava desteya partîzanîye de weke “Kovpak” û “Karasîyê” de efserîyê dike. Di desteya radîyoyê de kar dike. Her weha malbata xwe cî dihêle û diçe þerê dijî faþîzmê.


Di nava desteya partîzanîya þerê giran de ji Ûkraynayê, Bêlorûsîyayê heta sînorê Almanîyayê weke gelekî kurda li cure cure herêman daxîlî þer dibe û çalakîyên serkeftî bi kar dixîne... Elîyê Evdilrehman; paþ þerê cîhanê yê duyemîn vedigere gundê xwe û di Ýlona 1945î de li Înstîtûya Êrêvanê ya dewletê de di dibistana pêdagojîyê de beþa Zanyarîya Navneteweyî de dest bi teza xwe ya bilind dike. Teza xwe li Azerbaycanê tê qebûlkirinê û ev di sala 1949yî de li bajarê Bekûyê doktora xwe temam dike. Sala xwendinê ya 1949-1950yî de di nehîya Basarkêçera Ermenîstanê de dibistana gundê Çaxýrlûyê de dersên navneteweyîyê dide û weke rêvebir jî dixebite. Di dawîya heman salê de wî weke serwêrê para civaknasîyê ya Sovyêta Nehîyêye de dixebite. Di sala 1953ya de diçe bajarê Êrêvanê; di Wezareta Perwerdeyî ya Ermenîstanê de dibe mufettiþ. Paþê jî di rojname ya “Rîya Teze” de dibe nîvîskareki profesyonal û kar dike. Elîyê Evdilrehman, di sala 1959yî de bu berendamê Yekitîya Rojnamevanîya YKSS. Di sala 1960î de jî bû endamê Yekitîya nîvîskarên YKSSyê. Sala 1955î, dibe sala destpêka afirandina berhemên Elîyê Evdilrehmane pêþin. Hema wê salê de gelek maqale, serpêhatî û wergerandin ji zimanê Azerîkî û yên dinê ji bo rojnemaya “Rîya Teze” têne nîvîs û çapkirinê. Wusa jî di Rodîyoya Êrêvanê Beþa Kurdî de têne pêþkêþkirinî. Berhemên Elîyê Evdilrehman: “Morof” (Helbest-1957), “Xatê Xanima Dêrsimê” (Roman-1959) “Hiþyarbûn” (helbest-1959) “Afrandina Nivîskarê Kurdê Sovyêtê” (serhatî-1961) “Du Dilê Hezkirî” (Pexþan-1961)I Paþ wan salan ev herî zêdetirin li ser afirandina kitêbên hînkarîyê ji bo zimanê Kurdî berheman diafrîne. “Dê” (Pexþan-1965), “Gundê Mêrxasan” (Roman -1968), “Gulstan” (Helbest- 1974), “Îhtîram” (Azerîkî / helbest -1975. Welger: Þamil Esgerov), “Bîranîn û Serpêhatî” (1979), “Hesreta Min” (Roman-1983). Ev romana Elîyê Evdilrehman ya “Þer Li Çîya / Þêx Zahîr (1980)” di nav wêjeya me de nexþeyekî afirandina nû ye û wê di nava xwendevanan de þadbûnekî mezin pêþva xistîye.

Hejarê ÞAMÝL

Rojnema RYA TEZE N 7 (4976) TÎrmeh /Iyul/ SALA 2020. r. 4

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Xebatkarên Rojnema Rya Teze. Ji destê çepê ber bi rastê: Tîtal Mûradov, Emerîkê Serdar û Elîyê Evdilrehman

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Beþek ji miqala Temûrê Xelîl ya ser nave

‘’Elîyê Evdilrehman kî ye?’


PIRS: Tu dikari li ser efrandxnên xwe yên çapbûyî çend giliyan bêjî ?


E.EVDILREHMAN: Pirtûka min ya pêþin "Xatê Xanim" tê navkinnê. Ev pirtûk di sala 1958'an da hat weþandin û bi taybetî li ser jîyîna kurdên Tirkîyê hatîye nivîsandin. Vê hukmeta bêbext çi anîye serê kurdan ev yeka naveroka vê pirtûkê pêktîne. Diroknivîsê tirkan dibêjin: "Welatê me da kurd tunene, tirkên serê çîyan hene, wana zimanê xwe yê zikmakî bîrkirme, demê bê ewê zimanê xwe yê dê, bi tirkî gotina bikin" lê belê, Romê da bi mîlyonan kurd hene, ew ji dixwazin xweyê edebîyat çanda xwe, wekî zarokên wan bi zimanê xwe bixwînin, seroktîyê li hebûnên xwe yên sererd û binerd bikin ku dewlemendîya qan û dîroka wan ji di cîhanê da bê naskirin.

Hukmeta Tirkîyê ew rê û dirb li ber kurdan dadane û dixwaze ev gelê rohilatê wunda bibe, bike dil û xulatnê xwe. Lê wana hilnedane ser hesêb ku cîhan kurdan nav dike lehengê binê derya (behr, dengiz) þêrê çîyan, kurd tu wext li ber zakonên Romê qels nebûne, timê ji bo azadî û serbestîya xwe þer kirîye. Ev tekoþîn roj bi roj gur û gumreh dibe. Wan çenga da jina kurd çek hildida û li di dijmin bi mêranî ber xwe dida.

Aha hema mêrxasê vê pirtûka min jina kurde mêrxase. Dema mêrê wê dimire, ew serkarîyê li êla xwe dike, bona azadî û serbestîyê li Dersimê li diji zevtkarên bênamus û bêþeref þer dike, Ew bi kirinên xwe va çavê hukmeta tirkan ditirsîne û wana zendegirtî dihêle. Fêrizî û egîtîya wê serkara kurda jin ne ku tenê li Tirkiyê lê her waha welatê cînar ji bela bibe, wek mêrxasa kilama davêjine ser wê û ev strana gihiþtîye heylo vê dewra me. Bona wi karî ku kurdên Dersimê bi serokatîya Xatê Xanimê cara dudu ranebine dijî hukmeta Romê gelek efûkirm û baxþandina didine kurdên hêla Dersimê.

Pey vê pirtûka min ra, ya bi navê "HIÞYARBUN" çap bû. Ew bi tay beti li ser Kurdistana Îranêye. Þerê Kurdên Îranê, ji bo avakinna komara Kurdistanê bi serokatÎya Qazî Muhamed nivê vê pirtûkê girtîye. Nivê wê pirtûkê helbestên, ew ji li ser rewþa kurdên Îranênin.

Di pirtûka "DÊ" da serpêhatî hatine cîwarkirin, Naveroka van serpêhatîyan li ser kurdên Yekitîya Sovyetin, ku ew jîyana têr û tijî derbaz dikin. Wê da her wusan ji serpêhatîyên li diji erf-edetên nebaþ û kevneþopîyên zîyankar cîh girtine.

Romana "GUNDÊ MÊRXASA" ji bo serhildana Þêx Seyîd hatîye nivîsandin, dema hukmeta Tirkîyê ev serhildana bi hovîtî hincirand, vê carê dest bi xezakinn û kor-pûçkinna kurda kir, lê kurdan disa bi cengawerî dest bi þerê dijî Romê kir. Çîyayên Kurdistanê destên xwe da xweyî kirin, ne hiþtîn ku decal bikevine wir, Helbet mêrxasê vê Romanê gel bi xweye û lawê wê ji paþila gel derketine.

Pey vi þeri ra weke 5700 malê kurda mihacirî welatê Sovyet kirin, hukmeta þêwrê deri û dergê xêr û xweþîyê xwendin û pêþtaçûyînê ber wana vekir, zarokê wan bi zimanê xwe yê dê xwendin. Kurdên mihacir tevî birayên xwe yên ûris, ermenî, gurcî, azerî û gelên mayîn li dijî neyarên civakî þer kirin û welatê xwe dane paqiþkirinê, Ew ketine qama jîyana nûh, azad û bextewar.

PIRS: Kerema xwe tu çend gotina ji bo wê yekê da bêji, çika tu niha li ser çi dixebitî dû zûtirekê tûyê bi çi va xwendevanan bidi þakirinê ?

E.EVDILREHMAN: Bawer bikin eva sala þeþane, weki ez ser romana xwe ya dîrok-bedewtiyê bi navê "Ser Çiyan da" dixebitim. Eva nemaze li ser þerê kurdan, di nav salên 1928-1930'an li bereka Girîdaxêye, weki kurdan nava wan salan da li peþa Girîdaxê þerekî çawayî giran danîne û bi hezaran leþkerê Romê û serbazên wê çawa hatine hincirandin, ev pirsa naveroka romanê pêk tine. Ev romana min amadeye, tenê hêviya çapkirinêye.

Bilî wê, ez niha dîsa ser roraana "Murtule Beg" ê dixebitim, çawa tê zanin ew xweþmêrê navça Muksê bû. Pirtûka "Gulistan" di sala 1974'an da li Rewanê hatîye çapkirm. Wê da çend serpêhatî û helbest li ser Lenînê mezin, þoreþa Oktobrê û evînê hene. Pareke wê pêþkêþî Kurdistanêye ku ji bo þerkari ya kurdan li dijî zevtkaran ji bo mafê çarenûsî û serxwebûnê.
Pirtûka "Hebandin" li bajarê Bakuyê bi zimanê Azeri, d sala 1975 an da hatîye çapkirin. Naveroka wê bi taybetî li ser biratî û dostanîya gelên welatê Sovyetêye. Serpêhatîk li ser Ahmedê Xanê hatîyenivîsandin. Di vê pirtûkê da wusan ji çend helbestên evînî yê cîwar bûne. Bi gilîkî min xwendevanên azerî bi erf - edet, rabûn rûniþtin û efrandinên kurda ra kirîye nas, wekî gelê kurd dikare bi mêrxasî þer bike, ber dijmin qels nebe û dikare edebîyata xwe û çanda xwe îi pêþda bibe, nava edebîyata cîhanê da navekî hêja bigire.

Min çar sala di nava desta partîzana da li diji almanên þerbaz berxweda, tevî birayên xwe li dijî faþîstan cenga jîyin-mirinê da nîye û angori hêza xwe jî nehîþtiye wekî dijmin welatê me zevt bike. Pirtûka min bi navê "Bîranîn û Serhatî" bi taybetî li ser vê pirsêye. Di nav serhatîyan da jîyîna zaroktîya min cih girtîye. Beri çend mehan berevoka min ku têda gelek helbesten cih girtîye bi navê "Hesreta Min" der çû. Wê da gelek helbest hene ku min avîtîye li ser kurd û Kurdistanê.


Kovara Roja Nû 4 / 1984

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

by Rebwar K- Tahir

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Diya min (My Mother)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Rêza paş: Şeroyê Misto, Mehemed Babayêv, Celîlê Celîl, Wezîrê Eşo.
Rêza navîn: Eliyê Evdilrehman, Rehîm Qazî, Nado Maxmûdov, Heciyê Cindî.
Rêza pêş: Mîkayêlê Reşîd, Casimê Celîl.
Sala 1954-1955

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum