HECIYÊ CINDÎ - JIYAN Û KAR

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

Nivîsevan û Lêkoler Heciyê Cindî (1908-1990), kurdê Qefkazê

 

 

Eta (xwunga mazin, 'abla') me Frîda Hecî Cewarî, qîza navîn a kurdê navdar, qîza pêşengek ji civaka kurdên Rewanê/Qefqazê, qîza nivîsevan û zimannasê (fîlolog) naskirî, qîza hêja Heciyê Cindî ye.

Frîda Cewarî, sala 1934ê Li Rewan'ê (Erîvan) hatiye dunyayê. Frîda Hecî Cewarî li zankoya (unîvêrsîteya) Moskovayê beşê pêdagogiyê û fakûltêta fîzîk-matêmatîkê biriye serî.

Ji hingê ve, li Rewanê ev e 50 sal e ku mamostetiya matêmatîkê ya Kolêja Rewanê dike. Hozanê navdar ê kurdê Qefqazê, Fêrikê Ûsiv (1934- 1997) ku ji vê çend salan berê çû ber dilovaniya Xwedê, mêrê Xatûn Frîda Hecî Cewarî bû.

 

 

 

Frîda Cewarî ji bo yadgariya sedsaliya bûyina bavê xwe (2008) Heciyê Cindî, pirtûka bi navê Heciye Cindî - Jiyan û Kar derxistiye. Vê berhemê du caran jî daye weşandinê. Çapa duduyan bi alîkariya Înstîtuya Kurdî ya Parîsê hatiye derxistin.

Jiyana Heciyê Cindî, ji hêla her kurdekî kurdhez û wêjehez ve baş dihêt naskirin. Hecî li saxiya xwe ji ser 80 sernav (title) pirtûk derhanî û pirtûkxaneya kurdî pê dewlemendtir kir. Ev berhem xwedî babetên zaniyarî, wêjeyî yên cihêreng bûn. Hem berhemên ji ber pênûsa Hecî û hem jî berhemên wek karê wî yê wergêrvaniyê, yên wek gelêrî (folklorî), perwerdeyî (pedagogî) bûn. Li pey koçkirina wî, li gor Eta Frîda, pênc (5) berhemên wî yên destnivîskî yên çapnebûyî jê mane. Bi xebat û lebata xwe ya xwandina zanistiyê, Heciyê Cindî hilkişiya qada profêsoriyê.

Heciyê Cindî li sala 1908ê, li gundê Amançayirê, yê girêdayê Qersê ji dayîk bûye. Di salên 1918ê de, ji ber komkujî û hêrîşên leşkerên tirkan, ew koçber dibin û derbasî aliyê Sovyetê dibin. Li wir, Hecî bêxwedî dimîne, dikeve sêwîxaneyê.

Li sêwîxaneyê bi sedan zarokên bêxwedî re perwerdeyên sereke û yên navînê wergirtiye. Sala 1929ê, derbasî kûrsa amadekirina mamostayetiyê bûye. Di sala 1930ê de, ketiye Fakulteya Rewanê (Erîvan) a zimannasiyê. Her wisan jî ew dibe xwendevanê kurd yê yekemîn ku li Ermenîstanê di fakultê de xwandin kiriye.

 

 

Heciyê Cindî yê gorbuhuşt, li sala 1932an, li nav civaka kurdî ya li Rewanê, dest bi berhevkirina materyalên zargotina (folklora) kurdî dike. Her weha jî, ji sala 1930ê, di rojnameya Riya Teze û di Radoya Kurdî de (ku tenê nûçe diweşandin) dixebite.

Di sala 1938ê de, ji aliyê rêvebiriya Stalîn û KGB'ê ve, li ser gelek rewşenbîrên kurd û li ser Heciyê Cindî, tawanbariya neteweperestî (nasyonalîstî) û ajantiya mîretiyên (dewlet) împeryalîstan hatin kirin. Loma ew têt girtin û zindankirin.

Heciyê Cindî piştî azadbûna xwe, dîsan dest bi afirandin û xebata xwe kir. Gelek pirtûkên dersan ji bona dibistanan nivîsî, gelek pirtûk ji zimanên din wergerand ser zimanê kurdî, gelek pirtûkên berhevkariyê çap weşand.

Çend ji nav wan berhemên wî yên herî pêşde, berhemên wek Alfabeya Kurdî û pirtûka Hikayeta Cimeta kurda ne.

Li hêlek din jî, li nav Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd, li nav Yekîtiya Nivîskarên Kurd, li nav Akademyia Kurdzaniyê, di rojname û komîsyonên zimanî de roleke pêşengî lîstiye. Heciyê Cindî ji aliyê raman û jiyana xwe de jî mirovekî zana û pêşketî bû. Li nav yekemîn refên kurdên Qefqazê ye, ku keçên xwe dide ber xwandinê û ewna dişîne dibistanên bilind. Ew li nav refên pêşemîn kurdên Qafqazê ye ku keçên xwe bêyî qelen dide mêr. Dîsan ew bû ku li nava civaka kurdên Sovyetê ku kesek ji herî bêhtir berhem afrandine. Prof. Heciyê Cindî, li 1ê Gulana sala 1990î, çavên xwe li cîhanê girt û çû ber dilovaniya Xwedê.

Berhema nivîsevana hêja Frîda Hecî Cewarî ya bi navê Heciyê Cindî - Jiyan û Kar, li tenişta bîranînên nemir Heciyê Cindî, bîrhanîn û wêneyên tev malbata Cindî û wêneya yek ji yekemîn axêvera (speaker) Radyoya Rewanê, Xatûn Zeyneva Îbo (1914 - 2007) jî heye.

Her wisan jî, di berhemê de, agehiyên berfireh yên li ser jiyan û xebatên nemir Heciyê Cindî hene. Ji bo jiyana kar û xebata nemir Hecî, gerek temenê wî du caran dirêj bûya, anku 164 sal bûya. Ji lew re, ji bo afirandina ev çend kar û xebatên wek deryayê kûr û berfireh, 82 sal pirr kêm in. Hecî çalakvanekî bêwestan ê şev û rojan bû. Bêguman ciyê wî li gulistana buhuştê ye.

 

 

 

 

Karek Heciyê Cindî yê pirr înteresant ew e, ku Heciyê Cindî li ser destanek kurdî yê pirr navdar a bi navê Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî sala 1940î doktoreya xwe ya pêşîn kiriye.

Qîzek din a mamoste Heciyê Cindî ya bi navê Frîca Cewarî (1932-1993) hebû ku hevsera mêjûnas û dîrokzanê navdar Sêkroyê Xido Mihoyî (1930 - 2007) bû. Mixabin ku hem xanima wî Frîca û hem jî dostê min ê hêja Sêkroyê Mihoyî ji dewrana dunyayê, ji nav me bar kirin û çûn.

Min Sêkroyê Xudo li dawiya sala 1980yî cara yekê li mala akademîsyenê kurd ê hêja Elî Kemal li Swêdê dît, dostaniya me ji hingê ve hebû. Sala 2006ê jî cara dawîn me hev dît. Gava ez pistî 25 salan vegeriyam Amedê, ez li firokxaneya Stanbolê rast li mamoste Sêkroyê Mihoyî hatim. Ew ji Hewlêrê dihat û gerek biçûya Moskovayê. Zû hatibû nav firokxanê û firoka wî, wê hîn roja din çûba. Min ew dît ku ji kurdek rê dipirsî. Min xwe nêzîkê wî kir û jê pirsî 'çûkê xerîb tu û van deran?' Wî jî heman pirsî li min kir. Me hev hembêz kir. Xanima min Karîn jî li nik min bû. Lê mixabin ku em li ser rê bûn û diçûn nav firoka Stockholmê. Dilê min qet ne li cî bû ku mamoste Sêkro li wir bi tenê bihêlim. Min kurdek dilsoz, bi navê Serwet, biraziyê mamoste Rohat Alakom dinasî, ku mala wî nêzîkê firokxaneyê bû. Telefona wî li nik min hebû. Min jê tika kir ku ne hêle mamoste rojek be jî, li hotêla firokxanê razê. Hêja Serwet hatibû ew biribû malê û ew şev mamoste Sêkro û Rohat Alakom her du jî bûbûn mêvanê li malekê.

Li jêrê çend guhestin ji gotarek hêja mamoste Sêkroyê Mihoyî dikim ku li ser xebat û jiyana nemir Heciyê Cindî nivîsiye, ku li salroja 90-saliya jidayikbûna nemir Heciyê Cindî (1998) amade kiriye:

 

 

 

 

 

 

 

''MEZINAYÎ Û SÎRHELALIYA ZANYAR

Hecîyê Cindî navekî meşûr e li nav kurda û Kurdistanê da.
(...)

Gava dîna xwe didî emirjiyîn û karê Hecîyê Cindî, tiştê pêşin, ku bala meriva dikişîne, ev e: emrê wî, weke yê gelê wî bûye: telî-tengasî, êtîmî, ser û serkarî û wêra tevayî neşikeştin, xerîbdostî û merivhizî. Merivê ku Hecîyê Cindî ji nêzîk va nas ne kira, ni karibû texmîn bikira, wekî nava wî mêrê rûnerm, pirkûltûrî-edebî da hawqas mêranî, berketî, zorayî û neşikeştin hebû.
(...)

Hecî û birê wî Xaço sala 1919an ketin sêwîxana (êtîmxana) Amêrîkayê. Hecîyê Cindî lezeta zarotîyê ne dît. Sêwîxanê da ewî zimanê xweyî dê-kurmancî ji bîr kir… Hecî wek “Sonda mêre berê” biryar da, wekî gotî zimanê dê-bavê xwe hîn bibe. Kê ku Hecîyê Cindî nas dikir, zanibû, wekî tiştê ku ewî danî pêşîya xwe, eseyî wê bîne serî. Awa, xortê 21 salî sala 1929-30î li gundê Qundexsazê (niha Riya Teze) û Elegezê dersên kurmancîyê dida zarê kurda. Axirîyê da em ê bibînin, wekî kurmanciya Hecîyê Cindî bi rastî paqij û bêqusûr bû.
(...)

Li Ermenîstanê bi rastî karekî mezin û bihagiran hat kirinê bona çanda kurda û kurdzaniyê. Bingeha gelek ocaxên çanda kurda bi destê ermeniya bi xwe dihat danînê. Navê Rojhilatzanê mezin Hovsêp Orbêlî, professor Asatûr Xaçaturyan, nivîskarê meşhûr Hraçîya Koçar, kompozîtorê eyan Karo Zakaryan, nûnerên rewşenbîriya ermeniya yê navdar Hakob Xazaryan (Lazo), Rûbên Drampyan, Harûtyûn Mikirtçiyan, Samson Gasparyan û gelekên mayîn ciyê wanî herî hurmetî di nava dîroka çanda me da heye. Hecîyê Cindî bi wan rewşenbirên emenî ra hevaltî û dostaniya mezin va girêdayî bû.
(...)

Sala 1930î Hecîyê Cindî tê Yêrêvanê û li Xwendinxana kurdî, ku teze vedibû, dersên kurdî dide. Wê demê kadirên kurda pir kêm bûn û merivên jêhatî li çend ciya kar dikirin. Bi vî teherî, H.Cindî usa jî li rojnama “Riya teze” da kar dike, wek serokê beşê çandê û edebyatê. Bi wê ra tevayî ji sala 1930î tevî kevanîya xwe - Zeyneva Îvo çawa redaktor û sipîkêra radyoya Yêrêvanê kar dike. Pey kutakirina Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê ra, sala 1933a ew li aspîrantûrayê tê qebûlkirinê alîyê kurdzaniyê da. Xwestina hînbûnê, zanebûnên piralî, rûnermî û merîfeta pêwendiyên tevî der-dorê xwe ji bo Hecî rêke fireh û şeref vekirin. Îdî cahiltiya xwe da Hecîyê Cindî bû merivekî navdar û qedirbilind. Sala 1934a ew dibe endam û hîmdarekî Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê. Sala 1934a li Moskvayê Kongrêya Nivîskarên Yekîtîya Sovyetî derbaz bû. Hecîyê Cindî tevî vê kongrê bû û rastî mezinên edebyeta rûsî Maksîm Gorkî û yêd mayîn hat.

Kurdzan û nivîskarê bi merîfet tevî tivdarek dîtina Konfêransa Kurdzanîyê ya temamîya Yekîtîya Sovêtîyê bû. Ew sala 1934an li Yêrêvanê derbaz bû. Tiştekî balkêş e, wekî li vê konfêransê gelek daklad bi zimanê başqe-başqe hatin xwendin. Dakladek bi kurdî hat xwendinê. Ew ya Hecîyê Cindî bû.

34 salan, ji sala 1934ê, ta sala 1968an Hecîyê Cindî endamê Serokatîya Yekîtîya Nivîskarên Ermenistanê bû û serokê para nivîskarêd kurda.

Dawîya salên 1930î li Yekîtîya Sovêtê dest bi pêla rêprêsîya (peyketin) bû. Ew pêl gihîşte Ermenîstanê jî. Meseleke me kurda dibêje: “Çîyayê bilind serê wî berf û dûman e”, ya mayîn: “Kurmê darê ne ji darê be, zewala darê tune”. Çevnebarî û hesûdî di hindava Hecîyê Cindî da gelek bû…

(...)

Sala 1938a 18ê adarê şev polîsîya tê û Hecîyê Cindî dibe hepisxanê. Dijî wî ev gunekarî hate karanînê: 'giva ew serokatiya êzdîyên dijî Sovêtê dike'. Gunekarîke dijî wî jî ew bû, wekî “namê wî û kurdê dereke Celadêt Bedirxan hev ra hene.” Sed mixabin, ew nameyên Celadêt Bedirxan hatin şewitandin. Hecîyê Cindî tam salekê li hepisxanê ma.

(...)

10ê hezîranê sala 1941ê, hukumeta Ermenistanê ser hîmê xwestina sêntirê (Moskvayê) biryar da, wekî çapkirina Edebîyeta Kurda derbazî ser tîpên kîrîlî bikin. Sazkirina elîfba teze dispêrine Hecîyê Cindî. Ew “Elîfba” Kurdî ya teze bi tîpên kîrîlî hazir dike. Tenê sala 1944a elîfba teze ji terefê hukumetê tê qebûlkirinê, û sala 1946a “Elîfba” Hecîyê Cindî çap dibe. Sala 1982a bona cara deha derketina wê “Elîfbê” Hecîyê Cindî ji alîyê hukumetê da tê rewa kirinê.

(...)

Ji nîvê salên 50î dest bi demeke nû dibe, ya pêşdaçûyîna çanda kurdî. Li Ermenistanê dest bi karê xwe kirin rojnama “Rya teze”, xeberdanê Radîoya Kurdî ya herrojî, beşê Kurdî li Xwendinxana pêdagogîyê û gelek tiştên mayîn. Karê xweyî bingehî ra tevayî (li Înstîtûta Edebîyetê ya Akadêmîya Ermenîstanê ya Zanistî) Hecîyê Cindî xwe da ber giraniya van hemû kar-bara. Gava sala 1955a “Rya teze” dîsa dest pê kir derket, ewî tevî hogirê xwe êtnograf û şayîrê kurd Emînê Evdal dersdariya me - karkirên “Rya teze” kirin, wekî em zanebûna xwe ya zimanê kurdî kûr bikin, li rojnamê kar bikin.

(...)

Sala 1959a Akadêmîya Ermenîstanê ya Zanîstî sêktora (beşê) rojhilatzaniyê amade dike. Li vir koma Kurdzaniyê jî tê çêkirin. Hecîyê Cindî 8 sala serokatiya vê komê da karekî mezin dike bona Kurdzanîyê bighîne hêlanên nû. Sala 1964a Akadêmiya Ermenistanê da ji bo emekê mezin nava Kurdzaniyê da bê xweykirina dîsêrtasîayê nave doktorê fîlologîyê dereca duda dide wî. Sala 1966a ew nave profêsoriyê distine.

(...)

Hecîyê Cindî salên 1968-1974a fakûltêta Rojhilatzaniyê ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê beşê Kurdzanîyê da, dersê (lêksîya) ziman û edebîyeta Kurdî dixwîne. Kar û kirinên zanyarê navdar gelekî bilind hatine qîmetkirinê li Yekîtîya Sovêtê û ji sînorên wê der. Ew yek ji wan zanyarên Ermenistanê yên qedirbilind û navdar bû, ku layîqî navê“Suxulkarê Zanîstiyê yê Emekdar” bû. Ji terefê hukumeta Sovyêtê gelek orden û medal stand.

(...)

Hecîyê Cindî bêhed û hesab ji gelê xwe hiz dikir, sere xwe dabû rihîna wî, jê ra qullix dikir wekî ewledekî şîrhelal. Femdariya zanyarê miletperestiyê bi fîlosofîya fikira kûr û dûr dîtî va girêdayî bû: kultûra gelê bindest gotî wek ronakiya çava bê xweykirinê û bibe şertekî hebûn, azadî û serxwebûna wî.

(...)


***

 

 

 



Li jêrê lîsteya bê ser û bin a navên berhevdayî (bîbliyografya) yên hemû xebat û berhemên nemir Heciyê Cindî bi berhevkirina qîza wî yê duwem Nûra Hecî Cewarî (1941), ku hîna li jiyanê ye, hatiye berdestkirinê:


BERHEMÊN PÊDAGOGÎYÊ

1. Mêtodîka zimanê kurmancî, bona xwendinxanê dereca ewlîn, Yêrêvan, 1932.
2. Xebernama fileyî-kurmancî (tevî hevala), Yêrêvan, 1933.
3. Rêzmana kurmancî, bona mektebê(dibistanê) orte (tevî prof. A. Xaçatryan), Yêrêvan, 1935.
4. Xebernema têrmînologîyê, ermenkî-kurmancî (tevî prof. A. Xaçatryan), Yêrêvan, 1936.
5. Programa zimanê kurmancî. Bona dersxanêd I-IV (tevî E. Evdal), Yêrêvan, 1936.
6. Programa zimanê kurmancî. Bona mektebên ortê (tevî E. Evdal), Yêrêvan, 1936.
7. Programa zimanê kurmancî, bona dersxanêd 5-6 (tevî E. Evdal), Yêrêvan, 1953.
8. Programa zimanê kurmancî, bona dersxanêd 2-4 (tevî E. Evdal), Yêrêvan, 1953.

 

 

 



Baylozê Çaçan, Hecîyê Cindî, Xelîlê Çaçan, Emînê Evdal, Celîlê Çaçan

 

 

 

 

Folklora kurmanca, Yêrêvan, 1936

 

 

 


PIRTÛKEN ZIMAN Û WÊJEYA (edebiyata) KURDÎ YÊN DERSÊ, HER WISA JÎ YÊN ÇEND CÛRE VEÇÊKIRÎ

1. Beyraqa sor, bona koma ewlin, Yêrêvan, 1932.
2. Emirê teze, bona koma 2, Yêrêvan, 1932.
3. Dinya teze, kitêba zimanê kurmancî bona koma 5-6-7, Yêrêvan, 1932.
4. Beyraqa sor, elîfba bona koma ewlin, Yêrêvan, 1933.
5. Kolxoznîkê derbdar, elîfba bona mezina, Yêrêvan, 1933.
6. Kitêba zimanê kurmancî, elîfba, Yêrêvan, 1934.
7. Elîfba bona koma ewlin, Yêrêvan, 1935.
8. Kitêba zimanê kurmancî bona mezina, Yêrêvan, 1934.
9. Kitêba zimanê kurmancî bona sala 2-a, Yêrêvan, 1934.
10. Kitêba zimanê kurmancî (tevî hevala) bona dersxana 6-a, Yêrêvan, 1935.
11. Elîfba bona mezina, Yêrêvan, 1936.
12. Kitêba zimanê kurmancî, Yêrêvan, 1937.
13. Kitêba zimanê kurmancî bona dersxana 7-a, Yêrêvan, 1937.
14. Elîfbe û kitêba xwendinê bona sala pêsîn, Yêrêvan, 1937.
15. Elîfbe, Yêrêvan, 1946, veçêkirî çap bûye salên 1951, 1954.
16. Elîfbe, tevî Firîda Cewarî, Yêrêvan, veçêkirî çap bûne salên 1957, 1961, 1966, 1974, 1982.
17. Kitêba zimanê kurmancî, bona koma 3-a, Yêrêvan, 1933.
18. Zimanê dê, bona dersxana 3-a, Yêrêvan, veçêkirî çap bûne salên 1948, 1952, 1955, 1958, 1961, 1970, 1976, 1987.

 

 

 

 

BERHEMÊN ZIMANNASIYÊ (fîlologiyê), BEREVOKÊN ZARGOTINÊ

1. Kilamê cimeta kurmanca (tekst nivîsîn Hecîyê Cindî, dengnivîsandin û pêsxeber yên K. Zakaryan), Yêrêvan, 1936.
2. Folklora kurmanca, Yêrêvan, 1936.
3. Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî, êposa cimeta kurda, lêgerîn û têkst (lêgerîn bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1941.
4. Weten, 10 kilam bi zimanê kurmancî (tevî S. Gasparyan), rotoprînt,, sala 1942.
5. Ewledêt weten, berevoka kilamê kurdaye sovêtyê (tevî S. Gasparyan), rotoprînt, Yêrêvan, 1943.
6. Folklora kurdî, pêsxeber, têkst, nivîsarnasî (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1947.
7. Çîrokê cimeta kurda (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1952.
8. Saxêd êposa “Kyoroxlîye” kurdî, pêsxeber, têkst, nivîsarnasî (pêsxeber, nivîsarnasî bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1953.
9. Edebyeta kurdîye Ermenîstana Sovêtîyê, lêgerîn (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1954.
10. Memê û Zînê, beyt-serhatya cimeta kurda, pêsxeber, têkst, nivîsarnasî (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1956.
11. Folklora kurmanciyê, Yêrêvan, 1957.
12. Hikyatêd cimeta kurda, Yêrêvan, 1959.
13. Beyt -serhatyê cimeta kurda (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1960.

ÇÎROKÊN CIVATA KURDAN (Hikyatêd cimeta kurda), pêsxeber, pexsan (têkst), nivîsarnasî

14. Cilda pêsin, Yêrêvan, 1961.
15. Cilda duda,Yêrêvan,1962.
16. Cilda sisya, Yêrêvan,1969.
17. Cilda çara, Yêrêvan, 1980.
18. Cilda pênca, Yêrêvan, 1988.
19. Cilda sesa, Yêrêvan, 2005.
20. Beyt-serhatyê kurdaye êpîkyê, pêsxeber, têkst, nivîsarnasî (pêsxeber, nivîsarnasî bi zimanê rûsî, têkst bi zimanê rûsî, kurdî), Moskova, 1962.
21. Dîharbûna dostîya kurda û ermenîya di nava zargotinê da, lêgerîn (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1965.
22. Kilamêd cimeta kurdaye lîrîkyê, pêsxeber, têkst, nivîsarnasî (pêsxeber bi zimanê kurdî, ermenkî), Yêrêvan, 1972.
23. Gotara edebiyeta kurdaye Ermenîstana Sovêtyê, lêgerîn bi zimanê ermenkî, Yêrêvan, 1970.
24. Saxêd êposa “Rostemê Zale”, kurdî, pêsxeber, têkst, nivîsarnasî (pêsxeber bi zimanê rûsî), Yêrêvan, 1977.
25. Hikyatêd cimeta kurda (bi zimanê rûsî), Yêrêvan, 1985.
26. Meselok û xeberokêd cimeta kurda, pêsxeber, têkst û nivîsarnasî, Yêrêvan, 1985.
27. Bahar, berevoka zargotinê, Yêrêvan, 1988.
28. Hikyatên gelê kurd, Swêd, 1998.
29. Ûsiv û Zelîxe, beyt-serhatî, pêsxeber, nivîsarnasî û bernivîsarên têksta (10 varîyanta-saxa) Yêrêvan, 2003.
30. Dimdim, beyt-serhatî, pêsxeber, nivîsarnasî û bernivîsarên têksta (13 varîyanta-saxa), Yêrêvan, 2005.
31. Saxên destana “Rostemê Zale” kurdî, bernivîsara 19 saxên nû, pêsxeber, nivîsarnasî, Dûhok, 2006.

 

Dersbêj û xwendekarên 'Beşê Kurdzaniyê li Fakûlteya Yêrevanê Ya Rohilatzaniyê.' Li rêza yekê (ji milê çepê): Dîdara Prîstav, Profesor Şekroyê Xûdoyê Miho, Profesor Hecîyê Cindî, Sêda Huseyn. Li rêza didoyan (ji milê çepê): Hrant Aslanyan, Ezîzê Cewo, Babayê Keleş, Şîralîyê Ûzo û Sûtalê Huseyn. Sala 1968ê.

 

 

PIRTÛKÊN WÊJEYÊ (edebiyatê) Û VEÇÊKIRIN

1. Qutya dû dermana, Awa, yanê wa, du pîyêsên (sano) yekperdeyî, Yêrêvan, 1932.
2. Hikyatêd cimeta kurda (veçêkirin bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1940.
3. Siva teze, berevoka serhatya (çîroka), Yêrêvan, 1947.
4. Hikyatêd cimeta kurda (veçêkirin bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1952.
5. Hikyatêd cimeta kurda (veçêkirin bi zimanê rûsî), Moskva, 1960.
6. Beyt-serhatyê cimeta kurda (veçêkirin bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1960.
7. Hewarî, roman, Yêrêvan, 1967
8. Hewarî bi zimanê rûsî, bi sernivîsara “Û bihar hat”, Moskova, welgerand Efanê Emîn, 1978.
9. Hewarî, bi zimanê ermenkî, bi sernivîsara “Û bihar hat”, Yêrêvan, 1985.
10. Hewarî sala 1993-a li Sûrîyayê bi zimanê erebî ji alîyê dokrorê dîrokê Îsmayîl Hesaf hate wergerandinê.
11. Hewarî sala1999-a ji alîyê wesanên “Roja nû” da bi tîrên latînî cap bû.Roman Salih Omerî ji tîpên kîrîlî welgerandine ser tîpê latînî.
12. Hikyatêd cimeta kurda (veçêkirin bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1973.
13. Karxezal (hikyatêd cimeta kurda, veçêkirin bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1982.

PIRTÛKÊN WÊJEYÊ (edebiyatê) HER WISA JÎ ÇAP BÛNE:

1. Pirtûkên Hecîyê Cindîye dersada.
2. Berevoka “Efrandina ewlîn”, Yêrêvan, 1932.
3. “Nivîskarêd kurmanca, efrandina duda”, Yêrêvan, 1934.
4. “Nivîskarê kurmanca Sêwirî. Efrandina sisya”, Yêrêvan, 1935.
5. Almanaxên “Nivîskarê kurdên sovêtîyê” û “Bihara teze”-da, Yêrêvan, s. 1982, 1983,1984, 1985, 1986, 1987, 1988.
6. Antologiya “Nivîskarê kurdên sovêtîyê”-da, Yêrêvan, 1936.
7. Berevoka “Sayîrê kurdên sovêtîyê” -da, tercime bi zimanê ermenkî, Yêrêvan, 1953.
8. Berevoka “Sayîrê kurdên sovêtîyê” -da, tercime bi zimanê rûsî, Yêrêvan, 1956.
9. Usa jî di rojnama “Rya teze” -da û di gelek kovar û rojnamê rûsî û ermenkîda.

BERHEMÊN WERGERANDÎ (tercume) JI ZIMANÊ ERMENKÎ

1. Lazo (Hakob Gazaryan), Serhatya Casimê kurd, (tevî E. Evdal), Yêrêvan, 1931.
2. H. Tûmanyan, Gîkor, serhatî, Yêrêvan, 1932.
3. A.Xazaryan, Girr, Yêrêvan, 1933.
4. A.Navasardyan,Traxoma, Yêrêvan, 1933.
5. A. Savarsyan, Matêmatîka, bona koma sala ewlin, Yêrêvan, 1933
6. P. Margaryan, Silametiya jina, Yêrêvan, 1934.
7. H. Salcyan, Rîya teze, pîyês (sano), Yêrêvan, 1934.
8. H. Sîras, Memê û Eysê, Yêrêvan, 1935.
9. H. Salcyan, Ser rîya dewlemendîyê, pîyês, Yêrêvan, 1935.
10. H. Koçar, Xecê, serhatî, Yêrêvan, 1935.
11. Nivîskarê ermenîyaye Sovyetîyê, Antologîya, Yêrêvan, 1936.
12. A.Îsahakyan, Emoyê kurd (berevoka serhatîya),Yêrêvan, 1955.
13. Destegul (nivîskarê ermenîya derheqa kurdada), Yêrêvan, 1963.
14. Sayat-Nova (berevoka wergera, tevî Fêrîkê Ûsiv), Yêrêvan, 1963.
15. Bihara dila (ji berhemên nivîskarên basqe-basqe), Yêrêvan, 1978.

Salên 1940î jî, bona Têatroya Kurdan ya gundê Elegezê, li navça Ermenistanê ya Axbaranê, 15 pîyêsên (şano) nivîskarên ermeniya wergerandîye ser zimanê kurdî.

 

Koma kurdên Qefqazê

 

TENÊ ÇEND GOTARÊN ZANISTÎ Û PUBLÎSÎSTÎ

1. Guhdarya mezin li ser xebatê kûltûryê û xwendinê, rojnama “Xorhirdayîn Hayastan” (Ermenistana Sovyetîyê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 27.03.1932.
2. Edebyeta kurdaye sovêtîyê, rojnama “Girakan Têrt” (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 20.10. 1933.
3. Pîonêrê sazbendya kurdaye sovêtîyê (derheqa S. Gasparyanda), kovara “Sovêtakan arvêst” (Hunermendya Sovêtîyê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hijmara.3, 1935.
4. Sitranê kurdaye mektebiyê, rojnama “Girakan Têrt” (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1.11.1936.
5. Derheqa asiqê kurdada, rojnama “Grakan Têrt” (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 18.2.1937.
6. Daûdê Sasûnê (derheqa mêrxasê êposa ermeniyada), rojnama “Grakan Têrt” (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 30. 8.1939.
7. Motîvê mêrxasîyê û wetenhizyê di nava zargotina kurdada, kovara “Têxêkagîr” ya Armfanê (Elamnivîsya Akadêmîya zanyarîyê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij. 5, 1942.
8. N. Marr û kurdzanî, kovara “Xebatêd kabînêta ser navê Marr ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê”, Yêrêvan, hij. 3, 1948.
9. Abovyan û cimeta kurda, kovara “Sovêtakan grakanûtyûn yêv arvêst” (Edebyet û hunermandiya Sovetîyê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij. 9, 1948.
10. Abovyan derheqa zargotina kurdada, rojnama “Sovêt Ermenîstanî” (Ermenistana Sovêtyê, bi zimanê azerî), Yêrêvan, 23. 7. 1948.
11. Pûskîn di nava edebiyeta kurdîda, rojnama “Grakan Têrt” (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 31.5.1949.
12. Komîtas û sazbendiya kurda, rojnama “Grakan Têrt” (Rojnema edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 2.10.1949.
13. Cimeta hisyarbûyî, rojnama “Izvêstîa” (Bes, bi zimanê rûsî), Moskva, 5.12.1950.
14. Pesdacûyîna kurda li Ermenîstana Sovêtîyê, rojnama “Sovêtakan Hayastan” (Ermenîstana Sovêtîyê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 7.12.1950.
15. Edebyeta kurdaye Sovêtîyê, kovara “Sovêtakan girakanûtyûn yêv arvêst” (Edebîyet û hunermendiya Sovêtiyê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij. 12, 1950.
16. Tûmanyanê me (derheqa nivîskarê ermeniyayî navdar Hov. Tûmanyanda), rojnama “Sovyêt Ermenîstanî” (Ermenîstana Sovyêtiyê, bi zimanê azerî), Yêrêvan, 11.4.1953.
17. Edebyeta kurdaye tercima (wergerandina) Sovêtîyê, kovara “Sovêtakan grakanûtyûn” (Edebyeta Sovêtîyê, bi zimanê ermenkî) hij.11, Yêrêvan, 1951.
18. Folklora kurdaye Sovyêtîyê, kovara “Lirabêr, zanistîyên civakî ya Akadêmîya Ermenistanêye zanîarîyê” (Bes, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij. 10, 1951.
19. L.N. Tolstoy derheqa kurdada û di nava edebiyeta kurdîda, kovara “Têxêkagîr ya Akademîya Ermenistanêye zanîaryê (Elamnivîs, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij. 10,1953.
20. Ji dîroka mektebê kurdî, kovara “Sovêtakan mankavarj” (Mamostayê Sovêtiyê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij. 3, 1953.
21. Derheqa edebyeta kurdîda, kovara “Lîtêratûrnaya Amênîya” (Ermenîstana edebyetyê, bi zimanê rûsî), Yêrêvan, hij. 6,1960.
22. Kurdzanî li Ermenîstana Sovêtîyê, kovara “Patmabanasîrakan handês” ya Akademya Ermenîstanêye zanîaryê (kovara Dîrok-fîlolojî, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij. 2, 1960.
23. Tûmanyan derheqa kurdada û di nava edebyeta kurdîda, rojnama “Girakan Têrt” (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 31.4,1961.
24. Herfê mêsropî û kûltûra gelê kurd, kovara “Têxêkagîr, ya Akademîya Ermenîstanêye zanîaryê (Elamnivîs, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij. 5, 1962.
25. Efrandinên Sayat-Nova bi zimanê kurdî, kovara “Sovêtakan grakanûtyûn” (Edebyeta Sovêtîyê, bi zimanê ermenkî) Yêrêvan, hij. 10, 1963.
26. Yêrêvan- merkeza çanda kurdî, rojnama “Yêrêkoyan Yêrêvan”, (Yêrêvana êvarê, bi zimanê ermenkî),Yêrêvan, 22.4.1970.
27. Temîyê Gorkî (xebera dêlêgatê kongirêya Yekîtîya nivîskarên Sovêtiyê ya sala 1934-a), rojnama “Komûnîst” (Komûnîst, bi zimanê rûsî), Yêrêvan, 28.8.1974.
28. Derheqa saxêd “Rostemê Zale kurdî”-da, berevoka “Kurdzaniyê”, ya akadêmya Ermenîstanêye zanîaryê, Yêrêvan, 1975.
29. Sêkspîr û kurdayetî, berevoka “Sêkspîrakan” ya Akademîya Ermenîstanêye zanîaryê (Sêkspîrî, bi zimane ermenkî), Yêrêvan, cild 5, 1975.
30. Dostê çanda kurda (sedsalîya bûyîna nivîskarê ermenyayî navdar Av. Îsahakyan), rojnama “Grakan têrt” (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 28.2.1975.
31. Emirê mezin (70- salîya bûyîna E. Evdal), rojnama “Komûnîst” (Komûnîst, bi zimanê rûsî), Yêrêvan, 16.10.1976.
32. Emekdarê mezin (80- salîya bûyîna E. Samîlov), rojnama “Grakan tert”, (rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 28.3.1980.
33. Rîya pêsdahatinê (70- salîya nivîskar Baxçoyê Îsko), rojnama “Lîtêratûralî Sakartvêlo”, (Edebyeta gûrca, bi zimane gûrckî), Tibîlîsî, 4.3.1983.
34. Rûpelek ji emrê Zaryan (nivîskarê ermenîya), rojnama “Grakan tert” (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan,26.8.1983.
35. Saxêd êposa kurdaye “Dim-dim”, berevoka “Kurdzaniyê” ya 2-a ya Akadêmiya Ermenîstanêye zanîaryê (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1985.

Her wisa jî gelek û gelek gotarên din di rojnama û kovarên bi zimanê kurdî, ermenkî, rûsî û bi zimanên din hatine wesandinê.

 

 



Qîza lêkolîner û xebatkarê granbuha Heciyê Cindî, xatûn Nûra Cewarî, wêjeya gelêrî (folklora) kurdî ji devê gundiyan berhev dike. Salên 1950

 


MALBATA HECIYÊ CINDÎ

HECIYÊ CINDÎ (1908-1990) Profêsor, nivîsan.

XANIMA HECÎ ZEYNEVA ÎBO (1914 - 2007), yekemîn axêver (speaker/dîktor) a Radyoya Rewanê.

Yêrêvan xeber dide, guhdarêd ezîz, bibihên xeberdana me bi zimanê kurmancî…”

- ev risteya kurdî sala 1930yî cara pêşîn ji devê xanima Hecîyê Cindî - Zeyneva Îvo bi radîoya Ermenistanê belavê çar aliyê dunyayê bû.

FRÎCA CEWARÎ (1932-1993) qîza mazin a Hecî ye û bi xwe doktor bû. Xanima Sakirê Mihoyî bû.

FRÎDA CEWARÎ (1934- ) qîza navîn a Hecî ye û bi xwe mamosteyê kolejê ye. Nuha (2008) li Rewanê dijî. Mêrê wê Fêrikê Ûsiv ji jiyanê koç kiriye.

ZÎNÊ CEWARÎ ( 1940 - ) qîza Hecî ya sêyemîn e nivîsevan û lêkolîner e. Bi serokê Radyoya Kurdî Ehmedê Gogê (1937 - 2003) re dijî.

NÛRA CEWARÎ (1941- ) qîza Hecî ya çaremîn e û nivîsevan û lêkolîner e. Nuha li Aûstralyayê di gel mêrê xwe yê helbestvan û lêkolîner Tosinê Reşîd re dijî. Du qîzên wan hene bi navê Zozan (Rewan) û Aza (Melburne - Australyayê) ye.

NAZÊ CEWARÎ (1946 - ) qîza Hecî a biçûk e. Navê Mêrê wê Feyzoyê Egîd e.

ZAVAYÊ HECÎ FÊRÎKÊ ÛSIV ( 1934- 1997), zavayê Hecî ku mêrê Frîda Cewarî bû yek ji hozanê herî bi nav û deng ê kurdê Qefqazê ye.

ZAVAYÊ HECÎ SÊKROYÊ XUDO MIHOYÎ (1930 - 2007), ku mêrê Frîca Cewarî bû yek ji dîrokzanê navdar ê kurdê Qefqazê ye.

20.05.2008

 

Heciyê Cindî & Emînê Evdal


MALBATA HECIYÊ CINDÎ

HECIYÊ CINDÎ (1908-1990) Profêsor, nivîsan.

XANIMA HECÎ ZEYNEVA ÎBO (1914 - 2007), yekemîn axêver (speaker/dîktor) a Radyoya Rewanê.

Yêrêvan xeber dide, guhdarêd ezîz, bibihên xeberdana me bi zimanê kurmancî…”

- ev risteya kurdî sala 1930yî cara pêşîn ji devê xanima Hecîyê Cindî - Zeyneva Îvo bi radîoya Ermenistanê belavê çar aliyê dunyayê bû.

FRÎCA CEWARÎ (1932-1993) qîza mazin a Hecî ye û bi xwe doktor bû. Xanima Sakirê Mihoyî bû.

FRÎDA CEWARÎ (1934- ) qîza navîn a Hecî ye û bi xwe mamosteyê kolejê ye. Nuha (2008) li Rewanê dijî. Mêrê wê Fêrikê Ûsiv ji jiyanê koç kiriye.

ZÎNÊ CEWARÎ ( 1940 - ) qîza Hecî ya sêyemîn e nivîsevan û lêkolîner e. Bi serokê Radyoya Kurdî Ehmedê Gogê (1937 - 2003) re dijî.

NÛRA CEWARÎ (1941- ) qîza Hecî ya çaremîn e û nivîsevan û lêkolîner e. Nuha li Aûstralyayê di gel mêrê xwe yê helbestvan û lêkolîner Tosinê Reşîd re dijî. Du qîzên wan hene bi navê Zozan (Rewan) û Aza (Melburne - Australyayê) ye.

NAZÊ CEWARÎ (1946 - ) qîza Hecî a biçûk e. Navê Mêrê wê Feyzoyê Egîd e.

ZAVAYÊ HECÎ FÊRÎKÊ ÛSIV ( 1934- 1997), zavayê Hecî ku mêrê Frîda Cewarî bû yek ji hozanê herî bi nav û deng ê kurdê Qefqazê ye.

ZAVAYÊ HECÎ SÊKROYÊ XUDO MIHOYÎ (1930 - 2007), ku mêrê Frîca Cewarî bû yek ji dîrokzanê navdar ê kurdê Qefqazê ye.

20.05.2008

 

HECIYÊ CINDÎ 100 SAL


1908-2008


Pirtûka Akademiya Zanistî Ya Ermenistanê ku ji bo yadgariya 100-saliya nivîsevan, lêkolîner û kurdperwerê bêmirin: Heciyê CINDÎ derhaniye.

Ev berhem bi zimanê ermenî hatiye nivîsîn. Dawiya pirtûkê dagirtî ye ji wêneyên reş û spî yên ji jiyana têr-rengîn a têkoşerê çand, ziman û wêjeya kurdî Heciyê CINDÎ .

Agehî ji qîza Heciyê Cindî Cewarî / Eta Frîda Cewarî ji Rewanê û Hayastanê (Ermenistan)


 


/Goran Candan
Rêvebirê Sazendeya (weqfa) Kurdî

 



NÛRA CEWARÎ

 


KURDISH AUTHORS



Foundation For Kurdish Library & Museum