Lêkolîner & Nivîsevana Kurd NÛRA CEWARÎ

Home  |  Destpźk  |  Ana Sayfa

Nûra Cewarî (1941)

Ez ji malbeta Cewariya me, keça Hecîyê Cindî Cewarî û Zeyneva Îvo. Cewariya çara me. Tora mala Cewariya da xên ji pêsekzanên basqe-basqe, usa jî yên ku kurdzanî û kurdeyatiyê va mijûl divin pêsda hatine, wek neferê mala me, mala Mirazê Ûzo Cewarî /Cafarov/.

Hatime dinê sala 1941ê li paytexta Armêniya li Yêrêvanê. Xwendin û nivîsar, dinênaskirin min li dibistana ser nave H. Hakobyan da dest pê kiriye.

Mala me da, bavê min, dayka min û ji pênc xûskan dudu, bi çande û folklora kurdî va mijûl bûne. Tesîra bavê min li ser neferê malê gele hebû. Bavê min temamiya emrê xwe pêskêsî folklora gelê xwe kir. Sev û roj, bi piranî li mal da kar dikir. Mêvanê me jî her dem hebûn. Gele cînar, pismam, heval, xwendkarên kurd, nas û nenas bêtirî ji gunda bi problêmên xwe va dihatin, diçûn. Bavê min ew mecal jî kar danî, ji wana nimûnên folklorî dinivîsîn, ji bo çapê hazir dikir. Dayka min jî, ku salên 1930'yî çawa spîkêra Radîoya Yêrêvanê ya kurdî û mamosta zimanê kurmancî kar kiriye, tevî karên malê pê ra digîhand korêktorî li pirtûkên bavê min bike. Ha, ez û xûskên xwe me çavê xwe vekir û dît, ku du merî, bavê min û dayka min hema di nava karê xwe da nin û ewana ji me ra bûne nimûneyên bas. Dê û bavê min usa jî guhdariya mezin didane xwandina me. Her problêmên me zanibûn, mamoste û hevalên me nas dikirin. Me ji pêsekên bas xwe ra jibartin, di xwandinê da pêsketî bûn û bûne pêsekzanên bas.

 

Qîza lêkolîner û xebatkarê granbuha Heciyê Cindî, xatûn Nûra Cewarî, wêjeya gelêrî (folklora) kurdî ji devê gundiyan berhev dike. Sal: 1950 -1960.

 


Xûska me ya mezin – Frîce Cewarî doktora Doktoriyê ya zanîstiyê bû. Wextekî dirêj li Înstîtûta Rêwabirina Doktora da çawa lektor û nexwasxanên Yêrêvanê ya zaroka da çawa konsûltanta nexwasiyên zaroka ya dil kar kirîye. Ewê emrê xwe kir, sala 1993'a çû rehma Xwedê.

Navê xwuska min a dudya Frîde ye. Frîde niha ser arsiva bavê min kar dike. Frîde Cewarî heta î sal meha nîsanê li dibistanê da mamosta matêmatîkayê bûye. Tevî bavê min pirtûkên dersên zimanê kurdî hazir kirîye. Pirtûkek “Kar û jîyan” pêskêsî bîranîna bavê min çap kirîye. Niha jî li ser arsîva bavê min kar dike, destnivîsarên wî yê pirtûkên folklorî bi sire hazir dike, çap dike.

Zîna Cewarî wextekî dirêj çawa înjînyêra kîmyayê kar kirîye.

Naza Cewarî li dibistaneke Yêrêvanê û van salên pasîn li Unîvêrsîtêta Biryanskê /Russîya/ çawa matêmatîk kar kiriye.

Ez sazbendzan [(folklornas)s-] im, kar û berhemên min betirî li ser sazbendiya kurdên Armeniyayê ne. Ji sala 1960 'î hetanî niha çiqa mecal û qeweta min hebûye, min ne hêvisandîye ji bo karê xwe.

Naskirina sazbendiya kurdî ji biçûktayê tê. Merîfeta dê û bavê mine sazbendiyê hebû. Wana hiz dikir ji bo xatirê mêvana bi tevayî bistirên. Hine stranên wan min li berevokên xwe da çap kiriye. Pê ra jî her havîn, dema navbiriya dibistana, ji bo hêsabûnê em bi malê va diçûne gundên merivê bavê min ên ber pala çiyayê Elegezê – Pampa Kurda, Elegezê li ku cara yekemîn min dengê def û zurnê bihîstin, dengbêjên bas dîtin.

Tevî dibistana sere min usa jî dibistana sazbendiyê para piyanoyê da xwandiye. Pey ra sala 1956'a ez li kollêca ser nave R. Mêlîkyane sazbendiyê da dîsa para piyanoyê da hatime qebûlkirinê.

Pirtûka min a pêsin “Kilamêd Cimeta Kurdaye Govendê” sala 1960'î çap bû ji aliyê nesîreta dewletê “Haypêthrat”-da. Di berevokê da 33 stranên govendê ne têkst û notên sazbendiyê va. Jî bo malbeta me ew sabûneke pir mezin bû.

 

Nûra Cewarî

Kilamêd Cimeta
Kurdaye Govendê

 

 

KURDISH SONGS
by Nure Jauari.

Publisher: Publishing House of the State Academy of Sciences of Armenia, Yerevan, ARMENIA.

1983.
Mintage: 1,000 pcs. ONLY.
Hard Cover, Pages: 235 pp.

 

 

 

Pistî kollêcê ra, sala 1960'î ez li Konsêrvatorya Yêrêvanêye ser nave Komîtase para piyanoyê da hatime qebûlkirinê. Pistî sê salên xandinê ra min fakûltêta xwe guhast, derbazî para têoriya sazbendiyê bûm, kîjan ji bo xwandinê him hê çetinbû, him jî hewaskar bû. Mamostê min ê qedirbilind prof. Robêrt Atayan, prof. Gêorgî Bûdagyan û dosênt Mêrî Magakyan bi dilovanî û xemxurya xwe va guhdarya mezin didane min. Sala 1966'a min Konsêrvatoriya bi têzen li ser sazbendiya kurdî bi rûspîtî temam kir. Serokê mine pêsekzaniyê sazbendzanê eyan R. Atayan bû.

Sala 1967'a li Înstîtûta Hunermendiyê ya Akadêmiya Armêniyayê ya Zaniyariyê da wek aspîrant hatime qebûlkirinê. Li wê Înstîtûtê sala 1971'ê min têzên xwe “Hunermendiya stranên kurdîye geleriyê” xwey kirin û dereca kandîdata Hunermendzaniyê stend /Ji sîstêma xwendina Rûssîayê ya der ew derece tê hesavê dereca Doktoryê/. Ji sala 1971'ê hetanî 1993'a li wê Înstîtutê da wek lêkolînêr kar kiriye. Karkirina min li wê Înstîtûtê da tevî pêsekzanên bas, di nava heval û hogirên qenc ji min ra tistekî ziyaretî bû. Înstîtût ji mi ra bibû mala duduya. Xêrxwazya hevalê min gele alîkarî û pêsdaçûyina min kiriye.

Sala 1976'a bûme endema Yekîtiya Kompozîtorên Sovyetiyê û pê ra jî ya Armêniyayê.

Di wan salên xwendin û karkirinê da çend pirtûkên min û gotarên min ên zanyariyê bi zimanê ermenî, rûsî, kurdî li Yêrêvanê, Lênîngradê /niha Sankt Pêtêrbûrg/ çap bûne.

Di karê mine profesyonal da malxweyê mala min, nivîskar Tosinê Resît gele arîkarî daye min. Me bi tevayî gele stran û awazên folklorî berhev kirine û niha dengxana [(studyo)-s] me ya bas heye. Pê ra jî têkstên folklorî ji qeytana têypê dinvîsîn û eger lazim dibû tercimeyî zimanê ermenî dikir.

Tevî karê mine hîmlî min pê ra digîhand usa jî gotarên popûlar ji bo rojnema Riya Teze û Radiyoya kurdî binvîsim.

Xên jî karên professional min karên nêzîkî pêseka xwe jî kirine.

Pistî kutakirina Konsêrvatoriyayê salekê, li dibistana ser nave T. Çûxadjyan da wek mamosta têoriya sazbendiyê kar kirîye.

Sala 1965'a hetanî 67'a li Radîoya Yêrêvanê ye para kurdî da wek berpirsiyara para sazbendiyê kar kirîye. Ew kar ji bo min mecaleke pir bas bû ji bo nêzîkî va naskirina folklora me ya sazbendiyê. Bîra min tê min programên hewaskar ji bo Radiyoyê çêdikir, dihatime malê em program li ser kasêtên têypê dinivîsîn û dest bi nivîsar û lêkolînên têkst û awazên wan dikir. Hingê min Konsêrvatorya hê kuta ne kiribû û ew nivîsarên min ji min ra bûne hîm ji bo têzên dîplomiyê û kandîdatiyê.

Çend berhemên min ên sazbendiyê henin, ew veçêkirinên [(pop)-s] folklorî ne ku min ji bo piyanoyê li Konsêrvatoriyayê nivîsîbûn. Ewana ketine di Fonda Radîoyê û carna têne belavkirinê.

Wexta li Radyoyê min karê xwe dest pê kir, îdî fonda sazbendiyê bas bi saya Xelîl Mûradov û Casimê Celîl berev bibû û îdi kêm dengbêj û sazbend dihatin ji bo dengnivîsara. Wan sala Aramê Tîgran nû hatibû Armêniyayê, bes ew, Seyadê Semedîn, Sûsîka Simo, Karapêtê Xaço dihatin.Carekê jî Mehmedê Mûsa hat û çend stranên wî me nivîsin. Hingê min sikirbûna xwe Xwedê hanî ku nava kurda da merivê xwey kûltûra bilind – xeverdan û rabûn-rûnistina bilind hene. Ew bi maqûliya xwe va gele basqe dibû.

Sala 1987'a hetanî 90'î tevî Tosinê Resît me koma stûdêntên kurda ya stran û reqasê [govendê-s] li rex Înstîtûta Yêrêvanêye Pêdagogyê saz kir. Koma me çend xelat girtin. Em li Yêrêvanê, paytexta Gurcistanê Tibîlîsiyê çend cara bi konsêrta va pêsda hatine.

Sala 1990'î heta 1992'ya min usa jî cêriband bivime lêktora sazbendiya kurdî li Unîvêrsîtêta sexsî ya ser nave Davît Anhaxte para kurdî da.

Min usa jî sala 1997-99'a li dibistana Vîktoriyayê ya zimana da li Mêlbûrne /Australîa/ wek mamosta zimanê kurdî kar kirîye.

Ji karên basqe-basqe min karê xwe yê profesyonal – sazbendzaniyê hiz kiriye û heta niha jî li ser hunermendî û hostatiya gelê me ecêv dimînim. Bêguman femdariya min, ku em bi sazbendiya xwe va tu gelî kemtir nîn in û gotî em bikaribin milkê gelê xwe biparêzin, xwey kin, gele alî min kiriye, ji min ra bûye armanc.

Parastina çand û bi teybetî sazbendiya kurdî pirseke pir girîng e. Me ji bêxemiya xwe gele tist wunda kirine, berev ne kirine, ne nivîsîne. Bi texmîna min fêmdariya parastinê bi xwandinê ra girêdayî ye. Eger merî bi xwe ni kare bi wî suxlî va mijûl bibe, gotî qena di xwandinê da alî zarokê xwe bike. Heta niha Folklora me em xwey kirine, bi ruhê xwe va qewat û sihetê daye me. Niha îdî wext e ku em folklorê ji bo xwe û zarokên xwe xwey kin, biparêzin, emrê wê dirêj kin, ku kurdeyetî di nav me da ne temire.

Me her du zarokên xwe bi ruhê kurdeyetiyê va mezin kir. Keça me ye mezin Zozan Ozmanîan Konsêrvatoriya Yêrêvanê bi dîploma sor va kuta kir. Têzên xwe ye diplomiyê li ser Destanên Kurdî nivîsî. Ew têz, usa jî gele dengnivîsarên nimûnên sazbendya kurdî çap bûne. Keça me ya duduya Aza Ozmaniyan fakûltêta Dîrok û Siyasetê ya Unîvêrsîtêta La Trobê /Australiya/ bi diploma dereca pêsin va kuta kir. Xelata bas girt û têzên xwe ye mastêrî li ser pirsa kurda di nava pêwendiyên sîyaseta hemdinyayê da li Ûnîvêrsîtêta Melbûrnê da nivîsîn û bi qîmetên bilind xandina xwe temam kir.

Sala 1988'a pey erdhêja Armêniyayê, sera orta Armeniyayê û Adirbêjanê ji bo erdê Qerebaxê û hilwesandina dewleta Sovêtiyê ra halê Armêniyayê ye êkonomî û sîyasî gele çetin bû. Pê ra jî xêrnexwazî miqabilî gelên Armeniyayê yê biçûk çêbû. Hingê her kes dixwast ji Armêniyayê derkeve, de em jî gihîstin heylo Australiyayê.

Wexta em nû hatibûn Australiyayê /sala 1993/ me xwe li Kurdistanê texmîn dikir, em di nava civaka kurdên hemû parên Kurdistanê de bûn. Hinekî firqiya dîalêkta hebû, carina me hevdu fehm ne dikir, niha îdî bas e, em hînî hev bûn. Usa jî bi zimanê înglîzî va em hêdî-hêdî dikevine di nava civaka Australiya piraniya wan ku înglîz in. Emir me ra hêdî-hêdî hêsatir û hewaskar dive.

Nûra Cewarî
2005


Berhem, Xwandin û Karên Nûra Cewarî

-Monografya-


1. Kirdakan Jogovrdakan Ergarvêsti, (Hûnermendya Stranên Kurdîye Gelerîye), Înstîtûta
Hunermendye ya Akadêmîa Armenîayêye Zanîaryê, Yêrêvan, Wesana Akadêmîayê, 1976
(bi zimanê ermenî).

Berevokên folklora sazbendiyê

1. Kilamê Cimeta Kurdaye Govendê, Yêrêvan, wasana dewlete “Haypethrat”, 1960 (33 nimûn).

2. Kilamê cimeta kurdaye govendê 2, Yêrêvan, “Haypêthrat”, 1964 (56 nimûn).

3. Sê berevokên Yekrê; Yekrê 1, Yekrê 2, Yekrê 3, (tevî Besîr Botanî), wesanên sexsî,
Stokholm, 1981 (11nimûn), Ûpsala, 1982 (9 nimûn), û Vêstêros,1983 (6nimûn).

4. Stran û Miqamên Cimeta Kurda, di almanaxa “Bihara Teze 2” ya nivîskarên kurdaye
Armenîayê, Yêrevan, Haypêthrat, 1983 /43 nimûn/.

5. Stranêd Kurdaye Cimetyê, Înstîtûta Hunermendyê ya Akademiya Armeniyayêye zanyarye,
Yêrevan, Wesana Akadêmîayê, 1983 (137 nimûn).

6. Folklora Mara Çend Nimûney, hazirkiriye Malmisanîj bi hevkarya N. Cewarî û Z. Ozmanîan,
Stokholm, Wesana “Jîna Nû”, 1991 (6 nimûn).

7. Du berevokên Mûzîk, Dans û serqîyên Kurdî, hazirkirîye M. Bayrak bi hevkarya N. Cewarî
û Z. Ozmanîan, Anqere, Wesana “Ozge”, 2002 (113 nimûn).


Gotarên zanyariyê bijare

1. ‘Komitasi Yêv Krdakan Yêrajstûtyûni’, (Komîtas û Sazbendya Kurdî), kovara
Patmabanasîrakan Handês, (Kovara dîrok û edebyetzanyê) ya Akadêmîa Armênîayêye
Zanîaryê, Yêrevan,1965, Hejmar 4 (bi zimanê ermenî).

2. ‘Krdakan Yêrajstûtyûni Hayastanûm’, (Sazbendya Kurdî li Armenîayê), kovara Sovyêtakan
Arvêst, (Hûnermendya Sovyêtyê) ya dewletê, Yêrêvan, 1970, Hejmar 6 (bi zimanê ermenî).

3. ‘Kûrd Jogovirdî Yêrajstakan Kênsagi’, (Deba Kurdaye Sazbendyê), li berevoka Stranî î
Narodî Blîjnêgo î Srêdnêgo Vostoka, (Welat û Gelên Rojhilata Nêzîk û Orte) ya 7-ada,
Înstîtûta Rojhilatzanyê ya Akadêmiya Armeniyayêye zanîaryê, Yêrêvan, 1975 (bi zmanê
ermenî).

4. ‘Narodnaya Mûzîka Kûrdov Armênîî v Svyazî so Srednêvêkovîm Monodîçêskîm
Îskûsstvom’, (Sazbendya Kurdên Armênîayê Girêdayî Hunermendya Monodîke Sedsalyên
Navînra), li berevoka Narodnaya Pêsnya. Problêmî Îzûçênîya, (Stranên Geleryê. Problêmên
Lêgerînê) ya Înstîtûta Têatr, Muzîk û Sînêma ya dewlêtê, Lênîngrad, (niha Sankt Pêtêrbûrg),
1983 (bi zimanê rûssî).

5. ‘Napêvî Kûrdskoy Svadbî’, (Awazên Dewata Kurdî), li kovara Lrabêr, (Bes) ya Akadêmîa
Armênîayêye Zanîaryê, Yêrêvan, 1985, Hejmar 2 (bi zimanê russî).

6. ‘Kûrdskaya Mûzîkalnaya Folklorîstîka î Yêvo Problêmî’, (Folklorîstîka Sazbendya Kurdî û
Problêmên Wê), li berevoka Stranî î narodî blîjnêgo î srednêgo vostoka, (Welat û gelên
Rojhilata Nêzîk û Orte) ya 13-da, Instîtûta Rojhilatzanyê ya Akadêmîa Armenîayêye
zanîaryê Yêrêvan, 1985 (bi zimanê rûssi).

7. ‘Krdakan Yêrajstûtyûni Hay Mtavorakannêrî Gnahatmamb’, (Sazbendya Kurdî bi
Nirxandina Rosinbîrên Ermenî), li kovara Sovêtakan Arvêst, (Hunermendya Sovêtyê),
Yêrêvan, 1987, hejmar 2 (bi zmanê ermenî).

8. ‘Krdakan Jogovirdakan Parayîn Kêrtvaskî Yêrgêrî Rîtmakan Tarbêrakûmnêrî û Drans
Harabêrûtyûnnêrî Masîn’, (Derheqa saxên Rîtmên Stranên Kurdî Yên bi Stîla Reqasê û
Pêwendyên Wanda), li kovara Lrabêr, (Bes) ya Akadêmîa Armênîayêye Zanîaryê, Yêrêvan,
1991, Hejmar 3 (bi zimanê ermenî).

9. ‘Dengnivîsarên Sazbendya Kurdî’, (derheqa dengnivîsarên Kr. Kûsnaryove mêxanîkyêda),
kovara Nûdem, Stokholm, 1992, Hejmar 3 (bi zmanê kurdî).

10. ‘Pirsên Dîrok û Têorîya Sazbendya Kurdî’, rojnema Hêvî ,Istanbûl, hejmar 69,70,
1998 (bi zmanê kurdî).

11. ‘Pêwendyên Kurda û Ermenya Yên Sazbendyê’, zincîra gotaran 1-5 kovara Roja nû,
Stokholm, hejmar 98, 102, 104, 105-106, 107-108, 1998-2000, û 6,7 kovara Tîroj
Istanbûl, hejmar 8, 10, 2004 (bi zmanê kurdî).

12. ‘Stranên Êzîdîyên Ermenistanê yên arxaîk û sedsalyên navîn’, kovara Tîroj, Îstanbûl, hejmar
11, 2004 û hejmar 12, 2005 /bi zmanê kurdî/.

13. ‘Derheqa tîpolojîya serecemên têkst û awazan û pêwandîyên wan di stranên govendan de’,
kovara Tîroj, Îstanbûl, hejmar 14, 2005 /bi zmanê kurdî/.

Ji s. 1973-1987 li ser pirsên sazbendya kurdîye teoryê, besdarî li gelek komfêrans û sêmînarên zanîaryê bûme. Têzîsên gotaran ji alyê Instîtûta Hunermendyê ya Akadêmîa Armênîayêye zanyaryê û Yekîtya kompozîtorên Armênîayêda çap bûne /bi zmanê ermenî û rûssî/.

Pêra jî gele gotarên popûlyar bi radîoya Yêrêvanêye kurdî û li rojnema “Rya Teze”da belav bûne.

Xwendin û kar

- Sala1941-ê li bajarê Yêrêvanê ji dîya xwe bûme.
- 1948-56 li dibistana navîn ser nave H. Hakobyane ermenîda xwendîye.
- 1956-60 li collêca ser nave R. Mêlîkyane sazbendîyêda xwendîye.
- 1960-66 li Konsêrvatorya Yêrêvanê ser navê Komîtasda xwendîye.
- 1967-1970 li Aspîrantûra Instîtûta Hunermendyê ya Akadêmîa Armênîayêye zanyaryêda
xwendîye.
- 1971 têzê xwe bi sernivîsa “Hunermendya stranên kurdîye geleryê” li Instîtûta Hunermendyê
ya Akadêmîa Armênîayêye zanyaryêda xwey kirîye û dereca Kandîdata
Hunermedzanye stendîye.

- 1965-67 li para Radîoya Yêrevanê ya kurdî da çawa berpirsyara para sazbendyê kar kirîye.
- 1966-67 li dibistana ser nave T. Çûxacyane sazbendyê da çawa mamosta têorîya mûzîkê kar
kirîye.
- 1971-93 li Instîtûta Hunermendyê ya Akadêmîa Armênîaêye zanîaryêda çawa lêkolînêr û ji
sala 1977-a çawa lêkolînêra sere kar kirîye.
- 1900-92 li Ûnîvêrsîtêta ser navê D. Anhaxte sexsîda çawa lêktora sazbendya kurdî kar
kirîye.
- 1996-98 li dibistana Viktorîayêye zmanan da /Australîa/ çawa mamosta zmanê kurdî kar
kirîye.
- Ji1976 Bûme endema Yekîtya kompozîtorên Sovêtyê û pêra jî ya Armenîayê.
Bume endema Sêwra Radîoya Yêrevanêye kurdî ya Hunermendyê.
- Bûme endema Instîtûta Kurdî ya Parîzê.
- 1987-90 tevî Tosinê Resît li rex Instîtûta Yêrêvanêye Pêdagogyêye dewletê bûme seroka koma
xwendkarên kurdaye stran û reqasê ye Êtnografyê bi navê “Zozan”.


FERHENGOK

dengxane : studyo
sazbendzanî : folklornasî
veçêkirin : populîzekirin

Têbînî/ Serinc/ Jêrenot: Ev nivîsar li ser pirsa Bavê Barzan'î ji hêla hêja Nûra Cewarî ve ji Govara SERBESTÎ'yê re hatiye žandin. Em pir supasiya Sitî Nûra Cewarî dikin, ku wê derbareyê jiyan û xebata xwe ya kurdewar de em agahdar kirin.

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

HECIYŹ CINDĪ

ZEYNEBA ĪBO



FRĪDA CEWARĪ

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum