FRÎDA HECÎ CEWARÎ

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

Frîda Cewarî (1934-2018)

Çend gilî(*) derheqa xwe da

Ez 10-ê kanûna sala 1934-a li bajarê Yêrêvanê ji diya xwe bûme. Pey kutakirina, bi mêdala zêr, mekteba Yêrêvanêye hejmara 5-a, min xwendina bilind li Ûnîvêrsîtêta Moskovayêye pêdagogîyê da, stend û fakûltêta fîzîk-matêmatîkayê kuta kir. Peyra li Yerêvanê eva 50 sal e çawa mamosta matêmatîkayê kolêca Yêrêvanê da kar dikim.

Hatime rewakirinê:

- sala 1981-ê bi Ordêna Sovêtêye pir bilind, ku Moskva heq dikir, “Ordêna Xebatêye beyreqa Sor”;

- sala 1975-a mêdala “Ji bo efatiya xebatê”

- sala 1975-an hêjeyî nîþana “serkevtiya pêþvika sosîalîstiyê” bûme

- sala 1962-a “Hûrmetnamêya wezîreta Ermenîstanêye ya ronkayê” stendiye.

- sala 1979-a navê “dersdar-mêtodîst” dane min.


Ez ji sala 1957-a, tevî bavê xwe Hecîyê Cindî, tevî hazirkirina pirtûkên dersa yên “Elîfba” û “Zimanê kurdî” -bona dersxana sisya bûme (neh pirtûk).

Saxîya bavê min da 82 pirtûkê wî yên zanyariyê, folklorê, pêdagogiyê, werger (tercma) û dersa çap bûbûn! Li pey mirina wî, pênc pirtûkêd wî jî mabûn wek destnivîsar. Û min çi kir? 70-ê saliya xwe da ez hînî kompûtorê bûm û min rêz kir û jî bo Kurd û Kurdistanê û ji bo xweykirina mîrata bavê xwe û mêrê xweyî rehmetî Fêrîkê Ûsiv, ji sala 2003-a van pirtûka yekemîn dane weþanê :

1. Hecîyê Cindî, Jiyan û kar, (bi bîrhanîna, îzbatiyêd arþîva, qîmetkirina, nêrîna û þikila,152 rûpêl. Têda hine kêmasî hene, hergê Xwedê hiz bike û silametîyê bide, ez ê bona 100 salîya bûyîna bavê xwe, sala 2008-a, wê pirtûkê, guhastinava, zêde kirina va duemîn bidime çapkirinê. Ji ber ku ewî temamya jiyana xweye femdarîyê û hereketa xwe bi helalî pêþkêþî çanda gelê Kurd kir û goveka çanda Kurda kareke bê serobin kir û ji me ra bavekî zêr bû.

2. “Ûsiv û Zelîxe”- pêþgotin û bernivîsara 10 çilda (varyanta) yên Hecîyê Cindî, 240 rûpêl.

3. Fêrîkê Ûsiv- “Hisret”-berevoka helbesta, ûsa jî derheqa jîyana wî, sikilava, 115 rûpêl.

4. Hecîyê Cindî- “Hikyatêd cimeta kurda”, kitêba 6-a, (80 hikyat) 230 rûpêl.

5. “Dimdim”, pêsgotin û bernivîsara15 varyanta yên Hecîyê Cindî, 160 rûpêl.

6. Çendekî dine wê bê weþanê pirtûka Fêrîk “Destan”, ( ku 13 destanê wî cîwar bûne), 235 rûpêl.

Par bona 70 saliya bûyîna Fêrîk, bi hukumetî, kitêbeke wî jî bi zimanê ermenî çap bû.

Ew hemû kar min ra pir çetin e, pir zor, lê hê deyax dikim. Û hê 3-4 pirtûk jî hene bona weþanê, de ew jî bila silametî be.

Bi hurmetgirtin û bi silava û bi xwestinêd qenc va,

Xûþka we:
Frîda Hecî Cewarî


1.11.2005

YEREVAN

________
*) "GILÎ": peyv, gotin, þor, qisse, xeber