Awira mêrxas ji şûrê tirsonek tûjtir e.
(Cesurun bakışı korkağın kılıcından keskindir.)
Mehdî Zana û hevalên wî yên siyasî li dadgeha leşkerî ya Tirkiyê (ku jê re tê gotin dadgeh) di serdema dîktatoriya leşkerî ya Tirkiyê de 1980
Li Tirkiyeyê girtî ma û 17 salan rastî îşkenceyê hat. Amnesty International ew wek ewlad qebûl kir û bi vî awayî karîbû bijiya.
PARASTINA MIN
SARA
Heger em bibêjin, ku mirovayetî li çi derekî
cîhanê, weke li zindanên Diyarbekrê
ne giriyaye
û
Heger em bibêjin, ku mirovayetî li çi derekî
cîhanê, weke li zindanên Amedê li ber
xwe ne daye,
....hingê
em rastiyeke dîrokî dihênine ser zimên.
Piştî
bêdengiya li pey serdema serhildanên Diyarbekr,
Dêrsim û Agiriyê, pêla hişyarbûn
û rabûna millî, weke carên berê
dîsan hat. Weke têt zanîn ev hişyarbûn,
ta roja îro jî, her berdewam dike. Piştî van
rûdanên dîrokî, Gelê Me ketiye
di nav rabûneke millî û civakî de. Ev
rêveçûna
rizgarî û azadiyê ye. Ev jî bêguman
ta roja serfiraziyê, wê her berdewam bike.
Ji destpêka sedsala 20'î û vir de, bizava
şoreşger û rewşenbîriya gelê kurd, ji bo rizgarî
û azadiya gelî, pêl bi pêl, ber bi jor
ve kişiya. Nexwe ev rabûna rewşenbîriya şoreşger
jî, hîna li nav gelî berdewam dike.
Mehdî Zana, rewşenbîrekî şoreşger ê
ji vê serdema hişyarbûniya millî ye. Ew di
sala 1940'î de, li Silîva hat dunyayê. Heyamek
dirêj li gund û bajarên Kurdistanê,
di nav xelkê de xebata siyasî kir. Gelek caran,
berî û piştî cûntaya leşkerî ya
12'yê Adarê hat girtin û li ser hev 16 sal
zindanî ma. Di nav gelê xwe de bû yek ji rewşenbîr
û şoreşgerên pêşeng. Baweriya xelkê
pir pê hebû. Loma wî di sala 1977'ê
de, hilbijartina şaredariya bajarê Amedê bir. Xelk, endamê şoreşgeran Mehdî Zana'yî
hilbijartibû.
Hîna pir demeke dirêj ji ser hilbijartinan derbas
nebûbû, ku cûnta leşkerî, di 12'yê
Îlonê sala 1980'yî de, dest danî ser
hukum û dest bi wêrankirina Kurdistanê kir.
Bi hezaran mirovên kurd avêt nav zindanan û
ji şikenceyan derbas kir. Bi hezaran mirovên bê
tawan û guneh kuşt û seqet hişt. Cûnta tirk,
zindankirina vî namzetê rewşenbîr û
siyasetmedarê şoreşger, zindankirina Mehdî Zana'yî,
ji xwe re kiribû armancek xweser ya prestîj û
şanaziyê.
Di domana deh panzdeh salan de, bi bergirî û berxwedana
li dijî vê cûntayê, gund û bajar
hatin wêrankirin, demografî, flora û faûna
Kurdistanê, bi kurtî hemû dor û berên
Kurdistanê, ji binî ve, xwe ji zext, zor û
herifandinên dagîrkeriyê rizgar nekirin.
Kurdistan - ew welat e ku şaristanî jê derketiyê
û çûye
li rojavê; li Îsraîl, Yûnan û
Rom'ê (Îtalya), li rojhelê; li Hindistan û
Çînê belav bûye.
Lê belê îro ji ber van xerabiyên dagîrkeriya
tirk, ji binî ve guheriye û hîç
nayê naskirin.
Mehdî Zana di zindanên tarî de, bi berxwedanvanên
zindanan re bergirî kir û bû şahidê
gelek bûyeran. Wî li hevberî şikencekaran,
bi wan berxwedanvanan re têdikoşiya, ku van lehengan,
di şikenceyan de ser didan lê sir ne didan. Van lehengan,
di riya têkoşîna azadiya gelî de, canê
xwe bêminnet goriyê milletê xwe dikirin.
Heger em bibêjin mirovayetî li çi derekî
cîhanê, weke li zindanên Diyarbekrê
ne giriyaye û heger em bibêjin mirovayetî
li çi derekî cîhanê, weke li zindanên
Amedê li ber xwe ne daye, ...hingê em rastiyeke
dîrokî dihênine ser zimên.
Mehdî Zana vê nivîsa xwe ya parastinê,
li zindanên 12'yê Îlonê nivîsî
û da ji rêvebiriya girtîgehê re. Lê
wan nivîs
çirand û avêt. Wî careke din
ew nivîsî û da ji "dadgeh"ê
re. Ev pirtûka di destê we de, ji ber vê nivîsa
duwemîn û ji parêzerê Mehdî Zana'yî
hatiye girtin.
Ji bo ev belgenameya dîrokî weke gelek spartek û
belgenamêyên din ên kurdî, li rojgariya
dîrokê winda ne be, me ji Mamosteyê hêja
Mehdî Zana'yî pirs kir, ku gelo em ê bikaribin
vê belgenameyê biweşînin
yan na.
Erkê ser şanê
me ye, ku em vê belgenameya mêjûyî bigehînin
ji nifşên pêşerojê re.
21.03.2001 Stockholm
Weölanxaneya SARA
Mehdî Zana bi girtiyên siyasî yên kurd re li sala 1985an di zindana leşkerî ya navdar a Tirkiyê de li paytexta kurdistanê Diyarbekirê.
FERMO: XWEPARASTINA Mêjûyî
ya MEHDÎ ZANA'yî ku Li Zindanên
Dagîrkeran Nivîsiye
Li vir
BIXWÎNE!
Foundation For Kurdish Library & Museum