GUNDÊN KURDISTANÊ
Kürdistan Köyleri

Gundê Cegerxwîn Hesar li Deşta Kercewsê, Foto: Pirinccioglu
Cegerxwîns by Hesar i Norra Kurdistan
“Modern Coğrafya’da bu ülke Kürdistan olarak tanınır. Ülke tahıl, keten, susam, pirinç, muhteşem otlakları, mazı ve ipek yönünden çok zengindir..”
Voyage en Égypte et en Syrie - Tome 1 by C.-F. Volney

Gundê Cegerxwîn Hesar li Deşta Kercewsê, Foto: Pirinccioglu
Cegerxwîns by Hesar i Norra Kurdistan
Tatan ('Guzelkent') Mûş / Varto

Gundên Bagokê, gundên kurdên mesîhî-yaqûbî

Gundên Bagokê, gundên kurdên mesîhî-yaqûbî
Gundê Dêrişkê, devera Badînan, Başûrê Kurdistanê

Gir û Gundê Kelhê û Koçerên mîran
Gundê Kelhê û Koçerên Mîran
Ne bawer im ku di dinyayê de wek ku girên dîrokî di welatê me Kurdistanê hene, gir hebin.. Nexasim Cizîra me, navbera çemê Xabûr û Dicle.. Yek ji wan girên dîrokî yên ku hej xam e, kesî nexepartiye girê (Kelhê) ye.
Di serdanekê de, bi birek ji dostên hêja û rewşenbîrên delal re, me ji Qamişlo, rêka Dêrika Deşta Hesinan girib û berê xwe da Rojava, gundê Kelhê. Piştî ku em gîhan gundê Xana Serê, me berê xwe guhert ber bi Başûr ve.. Em di kêleka Çiyayê Mosîsana (Qereçox), ji Rojava ve derbas bûn.. Gora Nayifê Paşê li ser kupê çiyayê Qereçox berz û bilind xuya dikir.. Bi berdewambûna meşê re, em di gundê Mêrga Mîra, Hemze Begê Şikakî, Gir Kendal û Til Xenzîr re derbasî gundê Kelhê bûn. Ev gundê ku li ser tixûbê Başûrî Kurdistanê dikeve.
Gundê kelhê; gundekî xurû kurd in, kurdên Koçer in.. Li gundê Kelhê, min hin pirs ji kalemêrekî gund kirin, wî jî wiha bersiva min da: "Navê Gundê me Kelhê ye.. Em koçerên Mîran e.. Piraniya gundên vê herêma me Koçeran in.. Ev gundên me ne ji zûde hatine avakirin.. Ji ber ku berê em Koçer bûn, xwedî sewêl bûn, di demên berê de, me gund ava nedikirin, havînan em diçûn zozanan û zivistanê vedigeriyan germiyanan. Ev dever germiyanên me bûn.. Dema ku dinya li germiyanan gerim dibû û çêra sewalê me kêm dibû, me konê xwe radikirin û berê xwe dida zozanên li dor Gola Wanê.. Berî ku berf li zozanan bibariya, me berê xwe dida beriyê, anku vê deverî, eva ku ji çiyayê Qereçoxê destpê dike ta ku di Şingalê re derdikeve.. Ev dever tev li pêşiya me koçeran vekirîbû.. Hingî Sînor nebûn, Kurdistan yek perçe bû. Lê piştî ku sînor hatin danîn, Serxet û Bixet bi nav bûn, me jî dev ji koçeriyê berda û ev gundên tu dibînî ji xwe re ava kirin".Û berdewam kir û got: "Ev gundê li Başûr me, yê ku tu dibînî li Başûrî Kurdistanê dikeve, navê wî jî Kelhê ye.. Ev herdû gundên me; yê li Rojava û yê li Başûr navê xwe ji vî girê mezin yê ku em jê re dibêjin (Girê Kelhê) hatine girtin.." Û pê de çû û got: "Ew çiyayê ku berif li ser kûpê wî sipî xuya dike tu dibînî, ew çiyayê Cûdî ye û ev çiyayê li Başûrî me xuya dike çiyayê Bêxêr e.. Jixwe ev hêrikên ku li dor çiyayê Qereçoxê Mosîsana xuya dikin, em ji wan re dibêjin; Belên Bizinan".
Dost û hevalên hêja! Va min hûn jî bi xwe re beşdarî dîtina xwe a çûna gundê Kelhê, çiyayê Qereçox, gora Nayifê Paşê û Girê Kelhê kirin û bi hêvî me ku di pêşerojê de zanayên me ji erkelojiyan vî girê Kelhê ku hêj xam e bixepêrin û dîroka me a rast bi me bidin naskirin û hûn bi xêr û ez bi selametî. Konê Reş

Gundê Stîlîlê, gundê Mûsa Anter

Cîwarik, gundê Dr Şivan

Stewr, Mêrdîn

Gundê Badibê Nisêbîn

Gundê Badibê Nisêbîn
Kertê - Şemrex, Dêrik


Gundê Gawando li Efrînê ku20 km ji Islahiyê û 4o km jî ji Kilîsê dûr e. Beranberê Çiyayê Amanos e. Nuha ji hêla artêşa dagîrker a tirk ve hatiye dagîrkirin.

Gundê Kelê' Nisêbînê

Gundê Seyid Riza, Dersim


Gundên Kurdistanê devera Mêrdîn'ê


Gundê Hewraman-î Text li Paweh li Kurdistana Rojhilat

Rewanduz li Başûra Kurdistanê

Gundek, ladeyek li Ruha'yê

Gundê Hewraman

Rojhilat

Jiyana kurdewarî

Gundê RIZ li navbera Gînc, Hêne & Çolig

GUNDÊN WÊRANKIRÎ YÊN KURDISTANÊ - KURDISTAN'S DESTROYEDE VILLAGES BY INVADER.ISLAMIST TURKISH ARMY


Gundê Zaz

Gundê Dêwike, Ismet Mayî


Nav mala gundekî li Kurdistana Başûr

Gundekî li Rojhälata Kurdistanê

A very old Kurdish village in Rewanduz
NAVÊN RASTÎ/KURDÎ YÊN BAJARÊN KURDISTANÊ
DESTROYED KURDISH VILLAGES BY ISLAMIST.INVADER TURKISH STATE