Fêrikê ÛSIV


Fêrikê Ûsif (1934- 1997)
HÎVERON, Fêrikê Ûsif, Stockholm 1993, Weþanxaneya SARA'yê | Pêdaçûn û Nûjenkirina zimanî: Bavê Barzan |
TÊBÎNÎ/ SERINC/ JÊRENOT: Yên
dixwazin ol û dînê xwe bas fêm bikin, divê, gelek
ji spartek û belgenameyên pîroz, ên li ser olê
hatine nivîsînê,
bi zimanê xwe bixwînin. Wê
gavê ew kes, Xwuda û ola xwe bastir fêm dikin.
Loma vê helbesta destanî ya Fêrikê Ûsif'î (Xwedê dilovaniya xwe ji ser kêm ne ke), ku ew - li ser peyxemberê sebr û deyaxê, Peyxemberê Payebilind Eyûb'î yan jî bi navek wî yê dinê, Hub'î, (slava Xwedê li ser be) ku bi zarê me yê sêrîn, - bi zimanê kurdî nivîsiye.
Gerek e ku em vê destana ciwan a olî, di sevbêrk û civatên kurdî de, li sûna zimanê erebî, ku kurd qet jê fêm na kin, bi kurdî bixwînin. Ev destana olî hem li Încîl û hem jî li Quranê hatiye nimandin. Wê gavê Xwuda wê ji we re bêguman xêrên mazin binivîsîne.
ÇEND RÛPÊL JI JIYANA FÊRIKÊ ÛSIV'Î

Fêrikê
Ûsiv
(1934 - 1997)
1. PÊÞIYÊD FÊRIK
Pêþiyêd Fêrikê
Ûsiv ji qeza Qersê bûn, ji gundê Emançayîrê. Bavê wî - Ûsivê Îvoyê Hemo, ji
êla sîpka, bereka Wutiya bû. Þeþ zarê Îvoyê Hemo û Zeyneva jina wî hebûne -
Hesen, Zozan, Çîlê, Xezal, Kidê, Usiv.
Ewana pey þerê cihanê yê yekyemîn koçber dibin. Di nava þer û dewa
da, xelayî-celayê da ji maleke mezin çar nefer zêndî dimînin - Hesen, Kidê,
Ûsiv û Xezal. Wexta koçberbûnê, mêrê Xezalê Koroxlî li rê dikujin û Hesenîkê
Cemaldîn li Xezalê xwey derdikeve. Xezal demekê li Tirkiyayê dimîne.

Bo xatirê Xezala diya xwe, bi pirs-pirsiyara nuxuriyê Xezalê - Riza, sala 1979a
ji Tirkiyê hate Ermenistanê, hate dîtina xatî û xalêd xwe. Ewî bahs kir
ku diya wî her dem destê wî digirt û ew dihatine ber avê, wî alî sînor û ewê
dikire gazî, ji sînorçiya pirsa xûþk-brê xwe dikir.
Paþwextiyê Fêrîkê Ûsiv derheqa hatina kurmeta xwe Riza da, di destana xwe “Rizayê
Kurmet” da nivîsî:
…Xezalê
Nuxurîyê xwe daye du xwe,
Hatiye xamê “Delî-Qazî”
Û deyl sînorvana kirîye,
Dûr va kiriye hewar-gazî:
“Ez Xezal im,
Êzdîya sipkî,
Qîza Îvo, xûþka Hesen, xûþka Ûsiv,
Kevanîka Hesenîkê Cemaldînî…
Sînorçîyo, bexte
te me,
Tuyê cabekê min ra bînî–
Hesen sax e? Ûsiv sax e? Kidê sax e?
Gelo qe wan dera dikin
Pirsa halê xweyînga xwe?
Riza çawa hate
Yêrêvanê,
S sibetirê
ew û Gula jina wîye delale
Zarxweþ çûne Pampê û Riza
Tevî xizm û xûnavê gund
Xwey-xûnavê dereng hatî
Diçe pala çiyayê bilind-
Ser mezelê xal û xatî…
Çenge xweliya mezelê
xal
Û mezelê Kida xatî,
Dike nava dezmala al
Bi tiberkî, tulizmatî.
Wekî bibe here wira
Bireþîne bi þîn-þayî,
Ser mezelê xûþka wane –
Ax û keser dilda mayî…
Em vegerine ser
sê neferên mayîn-Hesen, Ûsiv û Kidê.
Ewana tevî qewim-pismamêd xwe ewil li Tiflîsê sitar divin, paþê têne Ermenîstanê,
gundê Pampa kurda (naha Sîpan).
Ûsivê Îvo li Emançayîrê panzdeh salîyêda Misqalê distîne. Du kurê wan bûne-Paþa,
Teyo. Misqal û Paþa revêda dimirin. Jina Hesenê Îvoye pêþin Cewê bûye. Pey mirina
wêra Hesen Hacê distîne.
Fêrîk gilî dikir, digo: “Pampêda dilê bavê min dikeve Porsopê. Lê Porsor bona
Biroyê qaçax nîþankirî bûye. Hesenê ap hewza xwe dike, birê xwera divê:
-Dest ji wê bikþîne…
Wî çaxî Cemeda Emerê bî hatibûye Pampê, mala bavê xwe. Rojekê Ûsivê bavê min
tevî kurapê xwe-Cerkezê Nado, diçine mehela mixayîla. Dîya min, Cemeda Emer,
ku tê ber wanara derbaz dibe, çev bedewya Ûsiv dikeve, xwe þaþ dike, diþqite,
dikeve erdê.
Cerkezê Nado ha-hanga divê:
-Aha eva qurbana kurapê min bû…
Dîya min jî yeke sufet qemer, bejn bilind bûye… Dilê bavê min xarîc dibe ser
dîya min, û Ûsivê Îvo cara duda dizewice, apê min Cemedê Ûsivra dixweze”.
Pey zewacêra Ûsiv û Hesen dîsa diçine Tiflîsê. Dixebitin salekê-duda, vedigerin
têne Pampê, dikevine tamekî kevn. Lê zûtirekê bi ga-erebê Ûsivê Emer-birê Cemedê,
kevir, dar-bara tînîn û xwera tam çêdikin, gundê Pampa Kurdada dihêwirin, dibine
mal-avayî.
A li Pampê sala 1934-a 2-ê meha mijdarê (noyabirê) Ûsivê Îvo û Cemeda Emerra
ewledekî kurîn jî dibe. Navê wî datînin Fêrîk.
2. PAMP Û ZAROTÎ
Zarotîya Fêrîk Pampêda derbaz bûye. Pamp xurû kurmance-kurmancê ser dînê êzdîtîyê. Pamp perçekî tebîyetêyî bedewe, çiyê çîya û banîya, çayîr, çîman û kulîlka:

War-welatekî xamikî xasik,
Mikanê kawa, çîyê gulê nazik…
Fêrîk Pampa xwe pir hiz dikir. Ewî nivîsîye:
Pampa mine baþ, Pampa min kubar
Wê pal vedaye wan quntarê sar,
Pamp mîna bûka, bûka xemil lê bend,
Dorê çîyayêd me girtine govend…
Çîyayêd me bilind, çîyayêd me kubar-
Ku jê dikiþin cew û kanîyêd sar…
Çîyakî bilind Pampêda heye, ku
Mîna zlamekî qure
Mêrekêra bê dew-dozê-
Qemerdax sîng gup vekirîye
Li himberî Elegezê.
Jêlava du karvanê çîya,
Rahiþtine milêd wîya
Ber çêbûne wek xalîçe,
Du beyarê gul û gîha-
Yê þerqêra divên “Piçêx”,
Ji roavayêra- “Davan”,
Wir þîn divin kesin û kêx,
Wir distirên þivan-gavan…
“Wextê êz þeþ-hevt salî bûm, - Fêrîk danî bîra xwe, - hevalava me dida pey kerekî nêrî gewir. Ew ker kerê Çobangermesê (niha Dêrik) bû-gundê cînar. Em pey diçûn heta hinda Dêlegurê, nêzkaya çîyayê Zîyaretê. Paþê em diwestiyan, dihatine gelîyê Dawanê. Me xwe ber çirikê diþûþt, derbazî bostana kartola dibûn. Ûsivê xal û Emerê Mamo bostançî bûn. Xwera fêza bostînda holikeke rind çêkiribûn. Hundurda mîna oda bû. Dika bexîrê kiribûnêda. Holik ava kirî bû. Ez diçûme ber bi xalê xwe. Ewî torbê kartolê pijandî derdixist, digo:
- Emer, em çend kartolê pijandî nedine kurê Cemedê?
Û temiz dikir, dida xarzîyê xwe. Ewî zefî ez hiz dikirim…”.
Ûsivê Îvo - bavê Fêrîk, hêna salêd þerê cîhanêyî duyemîn da birîgadîrê (çawiþê) kolxozê bû. Ew nebirine þêrr, ji ber ku mala wî giran bû, îda deh zarê wî hebûn: Teyo, Hemo, Memo, Xatûn, Fêrîk, Þiko, Onîk, Þerê, Miraz, Meksîm, lê birê çûk-Mîþa pey þêrra bû. Salên þêrda gundîya bi zor-cefakê ebûra xwe dikirin… Sala 1945-a, meha gulanê besa sekina þêrr gihîþte gund…
Fêrîk deh salîya xweda diçe dibistanê. Dibistan ermenkî bû. 7-8 salîya wîda ew diþandine dibistanê, lê ji ber ku bi destê çepê dinivîsî mamosta serda hêrs diketin, zaro jî ser çepya wî dikenyan. Loma jî Fêrîk ji dibistanê direvya. Bi zorekê hîn bû-bi destê rastê nivîsî. Wekî din-bi destê çepê kevçî digirt, nanê xwe dixwer, bi destê çepê xebata giran dikir. Sala 1951-ê dibistana gunde hevtsale bi þedetnema pesnandinêva xilaz dike.
Fêrîk xwendina dibistanêra tevayî diçû ber berxa. Berxvantîya wî “xewn bû jêra”:
Bawîþka berbangê bêxew…
Dengê deylêkirina dîya min
Tev xulpîna sirsûmê dew…
Zilamê fikirsucuh tebîyeta þênda dikete mitala, þevêd havîna, li guhêr û bêdera, mîna kitêba xweye dersa steyr û peyrê ezmana dixwend… Ruhê berxvanê biçûk bere-bere bi kubir keyîsa tebîyetêva perwede dibû…
Wexta gîhadirûnê Fêrîk berxvantî disparte Onîkê bira û xwe-xwe diçû xebata kolxozê.
Lê hê naçe ber çevê min
Ew dîdema bi gul û nûr:
Qelfa qîza bi kincê reng
Ser milê wan –tirmix, tûrpazk,
Hilparkî çîyê dibûn çeleng
Wek “Tawisê” bi parr û bask…
Û Fêrîk tev hevala diçû “vîlkê” - gîha berev kirinê-pey wan “canik-cewahira”…
Fêrîkê Ûsiv bîr danî-çawa cara yekemîn ewî helbest nivîsîye:
- Dersxana çarada rojekê me hewþa dibistanêda dilîst. Hevalekî me dexeltî kir, wekî ji nava lîstikê derneyê. Ewî da qeymê xwe, derneket. Hingê min jêra got:
Kuro, derê,
Pirtîyê kerê…
Zaru kenyan. Lê dersdarê me, guhdarîya kîjanî ser me bû, gazî min kir, rojnema destê xweda vekir, þiyêrek nîþanî min da: “Ay, - go, - hergê merîfeta teye þayîrtîyê heye, þiyêrêd aha binvîse, ne ku wan çêr- êtîyê bê merîfet lev bîne…”
Û min hingê dicêriband. Lê tenê çar salê din, hîjde salîya xweda, cara pêþin çarrêzek ser çîyayê meyî Qemerdax nivîsî:
Hey can Qemerdax, tu hisreta min,
Tu padiþê çîyayê gundê minî dê,
Tacê ewira ser serê te bilind
Bengzê teyî kaw tim bîra min tê…
Fêrîk wî warî îda xwendekarê Xwendinxana (têxnîkûma) Yêrêvanêye pêdagogîyê bû.
3. XWENDKARÊ XWENDINXANÊ Û ÎNSTÎTÛTÊ
Fêrîkê Ûsiv bêy xwestina xwe Xandinxanêda (têxnîkûmêda)
hatibû qebûl kirinê. Ewî pey berxvantîyêra dixwest saltira din bibûya þivan. Dikire bîra xwe, digot, wekî bavê wî ew gilî bihîstibû û gotibû: “Tu dilê xwe dibêjî?...”. Û Ûsivê Îvo, çawa mêrekî bilyan û dinêdîtî, kurê xwe diþîne Yêrêvanê - hînbûnê. Fêrîk niîvsye:
Ax, bibûya qarxûn,
Rakira têxnîkûm
Tiþt nema dewsê…
Malî-gundîyê me
Nekirana lome,
Ku naçim dersê…
Lê neqesidî “xewnerojka” wî, û ewî çar sala wê xandinxanêda xwend.
Pey kutakirina xwendinxanêra, hema wê salê jî, sala 1955-a, bêy komekdarî, bi qîmetê zefî bilindva Înstîtûta pêdagogîyêye ser nave Xaçatûr Abovyanda li fakûltêta(beþa) fîlologîyê-dîrokîyêda tê qebûl kirinê.
Kutasîya kûrsa yekêda xwendikar dibirine “xopanê”- Qazaxstanê, ku wir havîna, du meha bixebitin. Stansîya Baskûnçakêda gava maþîne disekine, hevalava radivine ser vagonê. Paþê Fêrîk banzdabû erdê û lingê xwe gûzekêda þkênandibû. Mehekê mabû nexweþxana Baskûnçakêda. Lê paþwextiyê, hema gûzeka wî serma dikir-cî bi cî dêþya. Digo, wekî cîyê þkestinê wextêda pakî necebirandine.
Pey kûrsa sisyara, havînê, dewata Fêrîk gere bibûya. Dersbêjê wanî dîrokê-Artaþês Poxosyan jêra qîmetê nimiz danîbû. Fêrîk rastî þayîrê êrmenîyayî mezin Þîraz tê û gilîê xwe û Poxosyan dike. Hema hingê Þîraz 3-4 helbestên Fêrîke biçûk tercmeyî( wergerî) zimanê êrmenkî kiribû. Hevra diçine înstîtûtê. Divên: “Cvîne”. Þîraz kaxezekê dinivîse, divê: “Bidine Poxosyan!” Evin ew xetêd þiyêrkî(bi tercme):
Poxosyanê maqul, tu
Fêrîkê me nîvxwendî nehêlî,
Nîvmiraz nehêlî,
Nîvpoêt nehêlî,
Qîmetekî baþva verêkî.
Þîraz
Sala 1955-a dîsa dest bi weþana rojnama “Rya teze” bû. Axavtinên radîoyêye kurdî jî bûne herrojî. Heta kutakirina înstîtûtê rojnema “Rya teze”-da 22 helbest û gotarênê Fêrîk dertên. Þiyêreke wî ”Ez û cimet” bi zimanê rûsî sala1958-a kovara “Dirûjba narodov”-da (Dostiya cimeta) dertê (#9, Moskva), nivîsarên wî radîoya kurdîda têne elamkirinê. Sala 1957-a berevoka “Nivîskarêd kurdaye sovêtîyê”-da yanzde helbestên wî çap dibin.
Sala 1960-î Fêrîkê Ûsiv înstîtût xlaz dike.
4. XEBATKARÊ RADYOYÊ
Dîplom li cêvê
Berxvanê berê
Vedike derê
Radîokomîtê…
Para kurmancî,
Oh, dêmê tûncî:
Mîkayêl, Xelîl,
Memê û Hemo,
Þiko û Emo,
Casimê Celîl.
Serekrêdaktor-
Xelîlê rûsor
Bi beþerek ferz
Datîne li ser
Îstola kêmber
Balola kaxez:
“Destê xwe donke,
Çevê me ronke
Bi tercimê baþ…”
Fêrîk radîoyêda, para kurdîda tê kivþkirinê çawa serokê beþa edebyetê.
Sala 1961-î pirtuka Fêrîke pêþin -“Çevkanî” çap dibe. Ew ji alîyê xwendewanada rind tê qebûlkirinê. Ew hub û hisreta þayîr bû. Mîna çevkanîya zelal bû û þayîrtîya Fêrîke helal elam dikir. Wê salê jî berevoka “Efrandinêd nivîskarêd kurdê sovêtîyê”- da neh helbestên Fêrîk çap dîbin.
Radîoyêda Fêrîkê Ûsiv bi helalî dixebitî. Ewî rastgo bû. Qebûl nedikir qelpî, derewî, durûtî, nivîsarên sist paþda dida, a bona wê yekê jî serekrêdaktorê berê- C. dek-dolav li dora Fêrîk hunand, de usa anî sêrî, ku Fêrîk ji xebatê derxistin…Û Fêrik nivîsî “Ez nizanim tuyê id çi bînî serê minî sewdeserî”...
Fêrîk çendekî þûnda helbestên xweye çapkirî û neçapkirî kire çelte û bir derê malê þewitand. Digo: “Kêra dinivîsim?”...
5. SALÊD 1963-1968
Pey dûrketina ji xebata radîoyêra Fêrîk ber xwe diket. Ruhê wî rehetî nedidît.
Hecîyê Cindî Fêrîk kire xîretê, go:
- 250-î salîya þayîrê ermenyayî mezin Sayat-Nova gere bi þaynetî bê kivþikirinê. Were em berevokeke tercma hazir bikin.
Kitêba Sayat-Nova da Fêrîk, go:
- Tu xwera bibjêre-kîjana tuyê tercmekî (welgerînî), yêd din jî ezê tercmekim.
Fêrîk xwend û tercme kir… kilamkî sitra, tercmê xwe þande rojnama “Rya teze” û radîoyê. Bi tercmê Fêrîk kilamêd Sayat-Nova radîoyêda sitran. Paþê, payîza sala 1963-a, Fêrîkê Ûsiv tevî konkûrsa (leca) qedandina efrandinên Sayat-Novaye baþ bû.
Fêrîk helbest û terçmên xwe tim bi hostatîke mezin ezberî digot. Ev car baþqe bû: gere ber jyûrîya maqûl bixwenda, rind hazir dibû. Gere artîstêd ermenîye eyanra pêþda bihata. Hate elamkirinê, wekî helbestvanê kurdî cahil Fêrîkê Ûsiv wê þiyêra Sayat-Novaye “Tu hingêda aqilbendî” bi tercma xwe bixûne. Serayê bi hewaskarîke mezin li bejn-bala Fêrîk û bedewya wî dinhêrî. Zef kerr û lal, te tirê kurmancî fem dikin, guh dane xwendina wî û pey xilazkirinêra dirêj, zef dirêj destê xwe lev xistin.
Fêrîk layîqî prêmîya (xelata) dereca sisya bû. Sedirê jyûrîyê, artîstê eyan Avêt Avêtîsyan Fêrîk bimbarek kir, got:
- Ez gelekî bona tercma þiyêra Sayat-Nova û ezbergotina te firnaxim!
Hema wê salê jî berevoka þiyêrêd Sayat-Nova bi tercma Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv hate weþandinê.
Wexta civîna para nivîskarêd kurda Fêrîk çend tercmên xwe ji Sayat-Nova xwendin, yekî xwest emekê Fêrîk nuxsanke, got:
- Kilamên Sayat-Nova nêzîkî ruhê mene, loma hêsa têne tercmekirinê.
Lê dîrokzanê ermenîyî eyan Morûs Hasratyan, wekî wê civînêda hazir bû, go:
- Hêsaye hêsakirara, gotî Sayat-Novakî tezebî, wekî bi hostatîke usa tercmekî…
Ew þabûneke mezin bû bona Fêrîk.
Sala1964-a Fêrîk erza xwe da, wekî bibe endamê Yekîtîya nivîskara. Aha bona Fêrîk helbestvanê ermenîye mezin Hovanês Þîraz çi nivîsîye;
“Demeke dirêje-dîna min lêye, çika çi nivîskarên teze têne dinyayê. Û vaye ne tenê nivîskarên ermenî, lê yên miletên mayîn jî bin kevira derdikevin wek kanîyên zelal, ku vê lepa axa kal-bavê me ermenîya sitirîne. Aha yek ji wana eve, yekî bi talant, xudanþuret Fêrîke, ku min bi xwe jê tercme kirîye.
Ez di wê bawerîyêdame, wekî ew gelekî hêjaye, ku bibe endamê Yekîtîyê…
H. Þîraz, 1964”
Û dîsa çevnebarî û mixenetîya hine “þayîra” Fêrîk gîhandin wê derecê, wekî xwexwe þûnda sekinî, erza xwe paþda hilda… Û tenê pey deh salara, 1974-a ew bû endamê Yekîtîya nivîskara.
Salêd 1963-1967-a Fêrîk destanên “Êbû-Ele Maharî” ya Av. Îsahakyan, “Msîrî” ya Lêrmontov, kerîkî ji tragêdîya Þêkspîr”Otêlo” tercme dike. Van salada 40-î zêdetir nivîsarên wî çap divin rojnamada. Sala 1967-a “Gula Elegezê”, sala 1967-a jî pirtûka “Lîrîka” têne weþandinê.
Sala1968-a payîzê Fêrîkê Ûsiv hilgerya gund.
6. LI GUND
Fêrîk gundê Pampêda bû mamoste. Ewî dibistanêda dersê zimanê kurdî dida. Hevtê 2-3 roja gundda dima. Rojêd mayîn li Yêrêvanê bû, ji berku mal-neferê wî þeherda diman.
Sala 1969-a havînê çû bal birê xwe - marza Svêrdlovskê, gundê Nakaryakovê, peyra çû Moskvayê, Lênîngradê(S.Pêtêrbûrgê).
Salêd 1976-1980-î Fêrîkê Ûsiv bi proyêkta xwe, tenê, tamek xwe û neferê xwera Pampêda çêkir. Dorê sûrek kiþand, fêza sûrê jî axilê pêz çêkir. Ji hostatîya wî gund-gundîtî zendegirtî diman.
Ewî nivîsî:
…Û wextekê jî du rêncber wê bên,
Xwe bavên ber sîya axilê minî þên:
“Hey gidî, - bêjin, - Fêrîkê rehmetî
Ser van tam-taþa çiqa zemet dî…”
Paþê çend berx, kar, mirîþkêd pir bedew û du golik xwey dikir. Ew avayê wî çêkirî û xweykirina heywanet jî, meriv digo, pareke poyêzîya wî bûn.
Sala 1973-a destana Fêrîk “Ûsivê Nevya”hate weþandinê. Ew veçêkirineke beyt- serhatîya cimetêye tezeye û bi serecema xwe pirr dewlemende. Vê destanêda dîhar bûne karebûnêd þayîre lîrîkîyê, êpîkîyê û dramatîkîyê.
Fêrîk gilî dikir, çawa carekê ew teldê mala xwe, ber kuçkê kartola paldayî bûye: dinhêre du lawik ji alîyê kewþênva têne gund... Pey silav-kilavara jê dipirsin:
- Gelo mala Fêrîkê Ûsiv kîjan tangêye?
Fêrîk divê:
- Keremkin, pêþda werin, em van kartolê pijyayî bixun, paþê ezê ji wera bêjim.
Lawik tên, rûdinên ser þînkayê, çend kartola bi hewas tevî nanê loþ loq dikin, dixun. Paþê razîbûna xwe elam dikin, îzinê dixwezin, wekî herin, Fêrîk bivînin.
Li wir Fêrîk divê:
- Eva mala Fêrîke, Fêrîk jî ezim!
Ewana zur dibin –wî dinihêrin. Dibe pîrqîna wana, dikenin, xwe davên pêsîra wî, paç dikin... Gilî kiribûn, wekî xwexwe ji Tîbîlîsîyêne, hatine Camûþvana Çûk havîngê. Destana Fêrîke “Ûsivê Nevya” xwendine, pirr begem kirine, lema jî hatine Pampê- dîtina Fêrîkê Ûsiv.
Sala 1971-ê li Moskvayê di pirtûka “Hikyat derheqa Bar Mûraz”-da, rûsî, destana Fêrîk “Xewna Mîrmeh” çap bû. Vira derheqa fikira fîlosofîya mirin û jîyanê, dîalêktîka emirda tê gotinê.
Sala 1977-a, pey pirr cefara, “civînara”, li ku dihate gotinê: “pirtuka Fêrîkê Ûsiv ya eksîsovêtîyêye, eksîmoraliyêye....” û pey guhastinara, çend helbest derxistinava, pirtûka wîye “Narê” hate weþandinê.
7. ÊVARÎYA ÞAYÎRE HOBÊLYANÎYÊ
( bona 50 salîya dayîkbûna wî)
Rojnema “Rya teze”, 10-ê noyabirê sala1984-a.
Navê þayîrê kurdî eyan Fêrîkê Ûsiv nava edebyeta kurdaye sovêtîyêda cîkî berbiçev digire. Berevokên efrandinêd wî zûva bûne xemla textê xwendewana. Þayîrê xweyê þureta mezin teql û akleke teze kire nava poêzîya kurdaye sovêtîyê. Hema ji gavêd efrandarîyêye pêþinda ewî nexþ û awazêd þayîrtîêye teze xwera anîn, kete nava “crîda” lîtêratûrayê, çawa sîyarê hespê Pêgasî kihêl. Timtêl û xemla wî sîyarî çiqas çû-ber pencêd teva poêzîyayê diha “vebûn-biriqîn”. Û badilhewa nîne, wekî þayîr berevoka efrandinêd xweye pêþin navkir “Çevkanî”, kîjanê rastî jî nava lîtêratûra kurdaye sovêtîyêda mînanî kanîyê kire bilqîn. Ava wê kanîyê çiqas çû - diha gurr bû. Xwendinvana pêra-pêra texmîn kir, wekî þayîrê xweyê zên û merîfeta mezin tê nava edebyetê, yê ku xwera zingînya sîmêd tembûra þayîrtîyê tîne, gotina kîjanîyê mezin heye.
Derheqa rîya Fêrîkê Ûsive efrandarîyêye qedandî, talanta wîye þayîrtîyêda wê êvarîya hobêlyanîyêda hate gotinê, ku çendekî pêþda bona 50-î salîya bûyîna wî li sera mala nivîskarêd Ermenîstanê derbaz bû. Wextê êvarîyê, kû serwêrtîya Yekîtîya nivîskarên Ermenîstanê amede kiribû, þayîr û nivîskarêd ermenî û kurd, rewþenbîrêd me, xwendkar, maþoqêd poêzîayê berev bibûn.
Spîkêrê serwêrtîya Yekîtîya nivîskarên Ermenîstanê - nivîskar M. Sargsyan bi xeberdana sifteva êvarî vekir.
Derheqa emir û þuxulvanîya þayîre efrandarîyêda nivîskar Babayê Keleþ bi axavtin pêþda hat. Fêrîkê Ûsiv, ku tebîyetê hunur û talanta þayîrtîyêye mezin dayê, ewî got, gelek efrandinêd delal nivîsîne, saya kîjana þayîr layîqî hizkirina hemcimetîyê bûye.
Li kenarê ewî çemî, ku ji “Çevkanî”-ya enzel destpê bû, ”Gula Elegezê”þîn bû. Þayîr vê berevokêda hîmlî li ser xezna zargotina cimeta meye dewlemend hîm bûye. Destana “Xewna Mîrmih” efrandineke usane, li ku þayîr tomerîkirina fîlosofîyêye teze kirîye, ew bi nexþ-nîgarêd nuhva daye dewlemendkirinê.
Sala 1967-a berevoka þayîre sisya bi sernivîsara “Lîrîka” cap bû. Eva berevoka dereca teze bû nava efrandinêd wîda.
Berevoka “Lîrîka”-yêda talanta Fêrîkê Ûsiv diha “tîr” bûbû, fikira wî hê gihîþtî bû û ese gotî bifirya. Û firî…Ew firîn bû xuliqandina destana “Ûsivê Nevya”, kîjan sertaceke efrandinêd Fêrîkê Ûsive. Eva destana ser hîmê beyt-serhatîya zargotina cimetêye wî navî hatîye nivîsarê.
Destana “Ûsivê Nevya”, ku alîyê çapa xweva efrandina þayîre lape mezine, mecal da, wekî ew temamya zoraya talanta xwe niþande. Pey wê destanêra du destanêd dinê jî nivîsî –“Rhana Reso” û “Hisret”, ku bi navê “Hisretdefter” berevoka þayîr û nivîskarêd kurdêd sovêtîyê “Bahara teze”-ye 1984-ada çap bû. Nava van destanada talanta þayîr bi þewqa teze biriqî, îlahî di dereca dîharkirina pisîxologîya ruhê merivada.
Fêrîkê Ûsiv xweyê dilê bengîyî mezine. Nava efrandinêd wîda helbestên bi têma hub-hizkirinê gelekin.
Þayîr usa jî gelek efrandinêd þayîrê nav û deng bêqisûr tercmeyî kurdî kîrîne: Þêkspîr, Bayron, Gyotê, Pûþkîn, Lêrmontov, Yêsênîn, Sayat-Nova, Av. Îsahakyan, Hov. Tûmanyan, …
Êvarîyêda doktorê ulmêd fîlologîye, profêsor Hecîyê Cindî, doktorê ulmêd dîrokê Þekroyê Xudo, kandîdatê ulmêd fîlologîyê Çerkezê Reþ, serwêrê bþea radîyoxeberdanêd kurdî Ahmedê Gogê, dîrêktorê dibistana gundê Pampê(Sîpanê) Têmûrê Mîro û yêd din bi axavtinên germ þayîr slav û bimbarek kirin.
Paþê þayîr Fêrîkê Ûciv xeberda û razîbûna xwe da bona qedirgirtin û pirr qîmetkirina emekê wî.
Para êvarîyêye bedewetîyêda þiyêrêd þayîr hatine xwendinê, koma gûndê Camûþvanêye vokal-haceta û sazbend, dengbêjêd mayîn pêþda hatin”.
Pey êvarîyêra, sibetirê, Pampêda, mala Meksîmê birê Fêrîkda bira û pismama nan danîn, kêf kirin.
Nirxandinên Hecîê Cindî: “Min dev-devî nîv sehetê êvarîya 50-î salîya Fêrîkda xeberda. Min got, wekî wetenhizî, dilkelî, hub, hisret, tebîyet, xîyalêd emir ruhê efrandinê Fêrîkê Ûsivin, efrandin, ku bi mecalêd angor: bi kurmancîke dewlemende bê qisûr û ferih, bi nexþ-nîgarê geþ, çapêd teqil hatine hunandinê. Þiyêrêd Fêrîk mîna kanîke xweber bilqîn pê bikeve- ji dilê wî dikiþe. Min Fêrîk hesab kir þayîrê kurdî mezin”.
8. FÊRÎK, PÛÞKÎN Û YESÊNÎN
Fêrîkê Ûsiv helbestvanên rûs yen mezin Alêksandir Pûþkîn û Sêrgêy Yêsênîn (yen sedsalen 19-a) hesab dikirin dersdarêd xwe.
...Demê sazim û kilam, Sêrgêy Yêsênînê min,
Te hewasim, o, selam “sewdeser” û “dînê” min...
Ewî çar þiyêr pêþkêþî Yêsênîn kirine, le derheqa Pûþkînda dixwest destanekê binvîse:
Van salêd paþin ketim kinyata
Serhatîya þayîrê ûrisa mezin,
Belkî derheqa emir-efatîya
Wîda poêmek layîq binvîsim…
“Nemeke” wa poêtê mezinra “dinivîse”: “Ez rûsî xrab zanim, naxwezim tu ser þaþîyê min bikenî. Lema jî kurmancî dinivîsim. Heta vê deqê dudil dibûm – derheqa teda binvîsim, yan na…Wextê baþqe-baþqeda min nivîsîye û qelaþtîye. Lê niha min biryar kirîye-eseyî binvîsim, ji berku plana minda heye- tiþtekî mezin biefirînim. Pênc-þeþ sala hazir bûme…Hewasa efrandarîyêye gûjlî bi min negirtîye, lê nivîsara bê hewas rind hev nagire, mîna þîrê tirþ dibizire…”.
Ewî digot: “Ez serhatîya þayîrê rûsî mezin Alêksandr Pûþkînva terpilîme, hergê saxlemîya min îzinê bide, dibe ku ez poêmekê derheqa dîmeneke tragêdîya emirê wî þayîrê dinyayêyî herî þayîrda binivîsim…”
Sala 1987-a Fêrîk biryar kir- here cîyên emirjîyîna Pûþkîn:
Herim Ûrisêta Pûþkîn,
Ya Yêsênîn-bi surr û sêr,
Serxweþ syar bim “troyka” dîn,
Hisreta wan bizûkim têr…
Û çû… Çû danzde þehera: Rostov, Kîþînêv, Odêsa, Gûrzûf, Pêtêrbûrg, Moskva, Sarskoê Sêlo, Mîxaylovskoyê, Boldîno, Piskov, Trîgorskoyê, Êkatêrînoslav - Dnêpropêtrovsk. Û nivîsî… Arþîva wîda nivîsar hene, lê heyf, poêm nehate nivîsarê… Nexweþîyê mecal nedida, pêra negîhand… Fêrîk ji Pûþkîn bîst heft nivîsar tercmeyî kurdî kirîye.
Fêrîkê Ûsiv dema binteng û xemgîn dibû, Yêsênîn danî bîr:
Ez bi serê te ezîzkim,
Ez bi sidqê te temizkim,
Her þurya min te dibhure,
Îsafa min ya te digire...
Ez jî dema
Ji dest xema
Tera dikim misiletê...
Gazî mala xwe dikir, “Rabe were mêvan...”
Dorogoy Sêrgêy, mîlîy, qencê dewr û zeman,
Kê go tu mirinê dîlî, rabe were mêvan.
Ezê kar û berxikê xwe berdim mêrga Xemê,
Zînke cenûyê xweyî torre, were ewê demê.
Ez û “Keleþ”, “Boynaxê” xwe emê bi heyr, hewas
Bêne pêþya qonaxê xwe, çawa pismam û kes...
Û ramûsin dest û rûyê te, êy Sêryoja mîlî,
Rex Qemerdax bikin cîyê te, bibin hemayîlî...
9.
Çawa Fêrîkê Ûsiv þiêr (helbest) dinivîsî
Þev û ro Fêrîkra yek bû. Çaxê hewasa nivîsarê li wî digirt, nîvê þevê jî bibûya,
wê binivîsya.
Ewî dupa paldayî dinivîsî: gere dorê ker bûna, tu tiþt gotî ew þerpeze nekira…Wexta
nivîsarê ewî nanê xwe jî bîr dikir.
Fêrîk helbest dinivîsî, resîl dikir, ber dinvîsî…Eger wî xweþ nedihat-diqeliþand,
davît. Lê wexta wek dilê wî dibû, þa dibû. Pey nivîsarêra bi hewas dikete oda
hemamê, ser kursîyê rûdiniþt û bi dengekî xweþ distira…
Sed heyf, me kilamêd wî ser qeytana magnîtafonê nenivîsîne. Tenê klam? Na, me
helbestêd wî jî, ku bi hostatîke mezin ezberî digot, nenivîsîn. Ewî nedixwest,
lê gotî me binvîsya. Ji destê me çû…Lê radîoyêda, ku ew xebitî bû û helbestêd
xwe bi xwe xandibûn, neyara xeberdanêd wîye ser qeytanê temam resîl kirine.
Tenê salekê berî mirina Fêrîk- Barzanîyê Hemoyê bira xeberdana xwe û Fêrîkê
apê xwe ser vîdîokasêtê derxist.
Pey sitranara nanê xwe dixwar, carna digot:
- Em neçine mala bavê te ?
Min zanibû, wekî nivîsara xweye teze dixweze bal Hecîyê Cindî bixûne.
U em diçûn…Malê me nîezkî hev bûn. Bûbû xeyset: dixwest fikira wî pê bihesya…Hewcê
pesnandinê bû. Hecîyê Cindî karê xwe dihiþt …û dibihîst...û Fêrîk dixwend...
–“Te sehet xweþ”, “Te ez pirr þakirim”,- Hecîyê Cindî digot…Û eger kêmasîk jî
didît, zef fesal jêra digot: “Bi texmîna min…”
Ewî Fêrîk hêrs nedixist. Û wexta Hecîyê Cindî xatirê xwe ji jîyanê xwest, çû
ser heqîya xwe, Fêrîk go:
- Apê Hecî ji piþta min çû…
Fêrîk ruhmal bû: “Dilê min wire kîderê kalîn-piþkîna pêz tê…” Ewî her tiþtê bedew- tebîyet bi çîya û banyava, mêrg û çayîrava, heywanetava, çivîkava hiz dikirin, heta berx, kar û mirîþkên wî jî pirr bedew bûn. Lê qîz û bûkêd bedew? Fêrîk zû bengî dibû…Û wan wexta þiyêrêd xweye bengîtiyê dinivîsîn…
Êvara cahil û ahilê gund ber dikana gund berev dibûn. Dikan jî rex kaniya gund bû. Û her cara, gava ew “canik-cewahir” diçûne avê, ber dikanêra, ber çevê Fêrîkê þayîrra derbaz dibûn. Û ew ser wan “zerîya”, “xezala, kû yek ji yekê xastir bûn” bengî dibû û dinivîsî…Le carna, wexta xeberdana wane ber kanîyê yan jî þerê wanî tevî cînara, nav-nûçikê wan dibihîst - ber xwe diket, heyfa xwe danî, wekî bedewîya wana û ruhê wana baþqene.
Carekê jî “bengî bûbû sewdeser ser zerîke þuletê”. Û wexta ew çû Amêrîkayê, Fêrîk þiyêra xwe “Tu çûyî, çûyî” nivîsî.
Hizkirina Fêrîk berbi gundîke bedew- Gulnazê pir bû û dirêj kiþand. Çend helbestêd wîye bengîtîyê bo wê bedewê hatine nivîsarê.
Fêrîkê Ûsiv bê hed û hesav gundê xwe-Pampa kurda hiz dikir. Pampêda ewî xwe li perçekî Kurdistanêda didît.
Fêrîk selmyanekî miletê xwe bû:.
Bra xwezil Kurdistana min þên bûya
Miletê min aza, xwendî û zên bûya…
Ewî hiz dikir tevî kal û pîra seheta qisa bike derheqa walêt, koçerbûna wan, ji emirê berê. Û helbestêd xweye hisretê û welatparêziyê dinivîsî, çawa “ Mustefa Barzanîra”, “Xûna miletê min”, “Kurdistan”, “Kurê minra” û yêd din.Ewî wek yekî rê unda kirî, xalifî bi hisreta pirr digo:
Kurd im, kuyî Kurdistan,
Wey dîl û bindesta min ...
Hê sala 1961-ê berevoka xweye ewil- “Çevkanî”-da, ewî nivîsî: “Wexta mirin min bive mêvan, min çelkin pala çyayê Dibûrî”,
Kû mija Pampê mîna karavana
Bê û ser minra here arana -
Huba dilê min,
Derd û kulê min
Bive arana ,
Qurn û dewrana…
Hema wê salê, meha kanûnê, rojnema “Rya teze”- da þayîrekî nivîsî:
- Çima, ew derd û kul ji ku hatine?… Lê gelo Fêrîk roja meye îroyîne geþ navîne?…
Fêrîk xwend, ber xwe ket, axînek rahiþt û got:
- Xwezila min wî hatî, derdê Weten nizane çîye…
Fêrîkê Ûsiv jiyana xweda pirr hate zêrandinê. Ewî pesinê qeydê sovêtîyê û jîyana merivê sovêtîyê nedida…Pirtûkêd wî bi zore-zor û bi cefa çap dibûn. “Ew çi seqeme?”, “ew çi derde?”, “ewî çawa turiþ kirîye, nivîsîye, wekî kulfeta kurde sovêtîyê naxweze mêrê wê here þêr…”, “helbestên Fêrîk yê “ekisîsovêtîêne”, “eksîmorolîne”, “Fêrik þayîrê dereng ketîye”… Hey civînên nivîskara kurdada derheqa van tiþtada digotin, berevokên helbestêd wî paþda didan, þûnda dixistin, didane guhastinê…
Hemîn çevnebarî, ernûsî û nezanîya hineka jî alîkîda “kardikirin”. Çerkezê Reþ, ku xêrxazê Fêrîk bû, nivîsîye “…û helbestvanekî mîna Fêrîkê Ûsiv, ku serdapê îsaf bû, dest neyara herro-hergav dizêrîya…”
Û tenê mûsayê wî - hewasa nivîsarê, dihate hewara wî:
O, mûsa min, o, çara min…
Dema tu têyî hewara min,
Min tirê wekî Rostemê Zal
Ji minra dibe piþt û heval...
Lê wexta
Ax, mûsayêd min wexta ji min dûrin-
Fiqarekî bê piþtovanim ez,
Wextê li dor min li hev difûrfûrin-
Qey hingê Rostem pelewanim ez…
Xwestinek wî ji Xwedê hebû –
Xaliq, xatirê navê xwekî,
Min hewcê merîyê nemerd nekî:
Te bîter kirîye kul û birîn,
Tu bi xwexwe jî bicebirîn…
Fêrîkê Ûsiv derheqa axirîya nivîsarêd xweda wa difikirî:
Ax, dive binice
Çemê min van dera
Û neçe negîje
Tu okyîan û bera…
Ez tiþtekî jî zêdekim:
Fêrîk pey nivîsandina destana “Rihana Reso”-ra çendekî medekirî, bêhewas bû, digot:
- Heyfa min Rihanê, Qero, Reso, Almastê tê…
Ewana bûbûne qewm-pismamêd wî. Te qey tirê ewî xatirê xwe ji wan heta-hetê xwestîye û usa melûle. Hey digo: “Wêlî bi wêl…”.
10. ROJÊD EMIRÊ FÊRÎKE PAÞIN
Payîza sala1996-aye dereng Fêrîk go:
- Dixwezim herime þeherê Nîjnî Tagîle, cem Zera qîza xwe û nevîyêd xwe - Narê, Alîk-jêra digo Elo,-Zivistana xwe, mîna zivistana sala1994-a, dixwezim li wir derbazkim.
Bona nexweþîyêd wî em dudilî bûn: here-neçe? Fêrîk go:
- Qet nefikirin, gunê min jî nekine sitûyê xwe. Ezê xwexwe herim, bilêta balefirê bistînim. Tenê Zoro roja çûyînê bira min verêke.
Ûsa jî kir. Çû bilêta xwe bi vwe stend û çû gihîþte qîz û nevîyêd xwe. Pênc meha Fêrîk ma wî þeherîda.
28-ê nîsana sala1997-a Fêrîk vegerîya, hate Yêrêvanê. Çawa kete malê, go:
- Þikir ji tera, Xwedê, ez saxî hatim-gihîþtime malê…
Û gilî kir, wekî balefirêda dilkê wî pirr êþyaye, tirsyaye tiþt wî biqewime… negihîje malê… Gilî kir, go:
- Bi gotina we- ez Tagîlêda hatime xweykirinê, qîz û nevîyê mine ezîz pirr heyra minda bûn. Go: - Ez naka hatime malê, lê hiþê min bal zarane…
Sibetirê go, wekî du-sê rojê din wê here gund, go:
- Par min terka gîhadirûnê da, îsal jî ezê terka kartol avîtinê bidim. Hela wê kî minra nîvekarî bavêje…? Go:
Li min pir bûne nexweþî û êþ
Nexweþîyê nemam, xrav û xayîn…
…………………………………
…………………………………
Nexweþya þêkir - dîabêt, zor lê dikir. Lingê wî diha werimîn, êþyan, dil jî alîkîda…
Go: - Min bibine nexweþxanê…
Me Fêrîk yekê gulanê bire nexweþxanê. Doxtirê nihêrî, serê xwe hejand, go:
- Lez van dermana destxin, bînin.
Zoro ha-hanga ew derman dest xistin, anîn. Heta êvara dereng em cem bûn.
Wê êvarê Fêrîk gilî kir, go:
- Þevekê Tagîlêda êþê min zef bûn. Min nava cîyada Xwedêra gilîyê nepak digot, gazinê xwe dikirin. Sivetirê Zera min go: “Bavo, ez ji te hîvî dikim Xwedêra gilîyê xrab nebêje”. Min go: “ Qîza min, çawa nebêjim? Ewî aqa êþ-êþûk dane min,nexweþîya dil, dîabêd, paþê hemîn neyara jî ruhê min xwerin…Bê Xwedê, tu çira meriva dinê dixî û awqa dizêrînî?- Lê min Zeka xwera got: - Eger tu hîvî dikî, bira adbe, qirarbe – îdî gilîê nerê Xwedêra navêjim...”
Paþê, nexweþxanêda, Fêrîk zivirî berbi min û minra go:
- Tu rind zanibe, hergê Xwedê êz baxþandibim, wê ruhê min zû ji min bistîne, hergê na- ezê sala nava cî-nivînada awa binelim-bêþim… Xwezla min yê usa tê, kî carekêra dimire.
Min go:- Terka wan gilîya bide, tuyê pakbî û çendekî dinê tuyê vegerî malê. Havînê jî nevîyê teyê bên, û emê hersê nevîya –Narê, Alîk, Lînayê hildin – herine gund…
Odêda nexweþ zef bûn, doxtirê nehiþt, Fêrîk jî nexwest ku em þev cem bimînin.
2-ê gulanê Zoro çû bal bavê xwe. Xurek biribû. Hat, go:
- Þikir hevekî pake.
Êvarê ez çûme nexweþxanê. Minra jî go:
- Doxtirê gotîye, wekî ez berbi pakbûnê diçim. Werma lingê min jî danîye...
Paþê go: - Tu sivê neyê. Tenê bira Zoro berî êvarê bê. Xwerna cem min pirre… Tu ledê were, emê derên derva – hevekî bigerin...
Wê þûnda go: - Min poêma xwe ya “Hisretdeftera Hebesê Evdî”, ya ku derheqa emirê mindane, par serhevda anî û, sed heyf, cem du lawika xwend… Tiþtê zêde têda hene… Pey mirina minra… îda tu zanî… yazîya poêmê dihêlim ser te...
Paþê gilî kir, çawa Tagîlêda bona eyda jinaye 8-ê adarê helbestek pêþkêþî Zera qîza xwe kirîye.
Fêrîk tevî min sivderêra hat heta pêpelînga, ez verêkirim û dîsa go:
- Sivê neyêyî…
Ew bû xeberdana meye paþin…
Þemîyê, 3-ê gulanê, êz neçûme nexweþxanê. Min Zoro þande cem bavê.
Zoro paþê gilî kir, go:
- Çawa ez ketime nexweþxanê, dilê min zerp kuta. Min texmîn kir, wekî tiþtek qewimîye. Min lezand, gihîþtime oda bavê xwe: ecêveke giran…Min dî cem wî doxtir berev bûne, bavê min derzî dikin, tevî hev bûne…. Min xwe avîte pêsîra bavê xwe…Ewî ez dîtim, nas kir…Beþerxweþ bû…Hêsirek ji çeva barî. Ez digiryam, “bavo, bavoya” min bû…Lê, yazix, ewî tu gilî nikarbû minra bigota…
Û 15-20 deqa þûnda, ro, nêzkaya seheta yanzda, Fêrîk kerr û lal, serê wî ser milê kurê, derdê Kurdistanê dilê wîda, çevê xwe heta-hetê digire…
Halê Kurdistanê, bindestî û perçe-perçe bûna wê ji nexaþîyê jî zortir Fêrîkê Ûsiv dizêrandin û dil- hinavê wî þayîrê nazik dêþandin, dixiþivandin….
Bi xwestina Fêrîkê Ûsiv ew berpala çîyayê Dibûrî hate definkirinê, ku çawa ewî dixwest –
... batan kerî, batana sûrî
Dora tirba min çîyayê Dibûrî –
Hingê ruhê min-berxvanê berê,
Hêlbiya hisreta xubara qebrê...,
Tevî kerê pêz ji çîyayê bilind,
Êvara bata belabya nav gund…
FIRÎDA HECÎ CEWARÎ
2004

Foundation For Kurdish Library & Museum