MEHDÎ ZANA




PARASTINA MIN



SARA





Heger em bibêjin, ku mirovayetî li çi derekî cîhanê, weke li zindanên Diyarbekrê ne giriyaye

û

Heger em bibêjin, ku mirovayetî li çi derekî cîhanê, weke li zindanên Amedê li ber xwe ne daye,
....hingê em rastiyeke dîrokî dihênine ser zimên.


Pižtî bêdengiya li pey serdema serhildanên Diyarbekr, Dêrsim û Agiriyê, pêla hižyarbûn û rabûna millî, weke carên berê dîsan hat. Weke têt zanîn ev hižyarbûn, ta roja îro jî, her berdewam dike. Pižtî van rûdanên dîrokî, Gelê Me ketiye di nav rabûneke millî û civakî de. Ev rêveçûna rizgarî û azadiyê ye. Ev jî bêguman ta roja serfiraziyê, wê her berdewam bike.

Ji destpêka sedsala 20'î û vir de, bizava žorežger û rewženbîriya gelê kurd, ji bo rizgarî û azadiya gelî, pêl bi pêl, ber bi jor ve kižiya. Nexwe ev rabûna rewženbîriya žorežger jî, hîna li nav gelî berdewam dike.

Mehdî Zana, rewženbîrekî žorežger ê ji vê serdema hižyarbûniya millî ye. Ew di sala 1940'î de, li Silîva hat dunyayê. Heyamek dirêj li gund û bajarên Kurdistanê, di nav xelkê de xebata siyasî kir. Gelek caran, berî û pižtî cûntaya ležkerî ya 12'yê Adarê hat girtin û li ser hev 16 sal zindanî ma. Di nav gelê xwe de bû yek ji rewženbîr û žorežgerên pêženg. Baweriya xelkê pir pê hebû. Loma wî di sala 1977'ê de, hilbijartina žaredariya bajarê Amedê ji xwe re bir. Xelk, endamê žorežgeran Mehdî Zana'yî hilbijartibû.

Hîna pir demek dirêj ji ser hilbijartinan derbas ne bûbû, ku cûnta ležkerî, di 12'yê Îlonê sala 1980'yî de, dest danî ser hukum û dest bi wêrankirina Kurdistanê kir. Bi hezaran mirovên kurd avêt nav zindanan û ji žikenceyan derbas kir. Bi hezaran mirovên bê tawan û guneh kužt û seqet hižt. Cûnta tirk, zindankirina vî namzetê rewženbîr û siyasetmedarê žorežger, zindankirina Mehdî Zana'yî, ji xwe re kiribû armancek xweser ya prestîj û žanaziyê.

Di domana deh panzdeh salan de, bi bergirî û berxwedana li dijî vê cûntayê, gund û bajar hatin wêrankirin, demografî, flora û faûna Kurdistanê, bi kurtî hemû dor û berên Kurdistanê, ji binî ve, xwe ji zext, zor û herifandinên dagîrkeriyê rizgar ne kirin.

Kurdistan - ew welat e ku žaristanî jê derketiyê û çûye li rojavê; li Îsraîl, Yûnan û Rom'ê (Îtalya), li rojhelê; li Hindistan û Ēînê belav bûye. Lê belê îro ji ber van xerabiyên dagîrkeriya tirk, ji binî ve guheriye û hîç na yê naskirin.

Mehdî Zana di zindanên tarî de, bi berxwedanvanên zindanan re bergirî kir û bû žahidê miže bûyeran. Wî li hevberî žikencekaran, bi wan berxwedanvanan re têdikožiya, ku van lehengan, di žikenceyan de ser didan lê sir ne didan. Van lehengan, di riya têkožîna azadiya gelî de, canê xwe bêminnet goriyê milletê xwe dikirin.

Heger em bibêjin mirovayetî li çi derekî cîhanê, weke li zindanên Diyarbekrê ne giriyaye û heger em bibêjin mirovayetî li çi derekî cîhanê, weke li zindanên Amedê li ber xwe ne daye, ...hingê em rastiyeke dîrokî dihênine ser zimên.

Mehdî Zana vê nivîsa xwe ya parastinê, li zindanên 12'yê Îlonê nivîsî û da ji rêvebiriya girtîgehê re. Lê wan nivîs çirand û avêt. Wî careke din ew nivîsî û da ji "dadgeh"ê re. Ev pirtûka di destê we de, ji ber vê nivîsa duwemîn û ji parêzerê Mehdî Zana'yî hatiye girtin.


Ji bo ev belgenameya dîrokî weke gelek spartek û belgenamêyên din ên kurdî, li rojgariya dîrokê winda ne be, me ji Mamosteyê hêja Mehdî Zana'yî pirs kir, ku gelo em ê bikaribin vê belgenameyê
biwežînin yan na.

Erkê ser
žanê me ye, ku em vê belgenameya mêjûyî bigehînin ji nifžên pêžerojê re.


FERMO: XWEPARASTINA Mêjûyî ya MEHDÎ ZANA'yî ku Li Zindanên Dagîrkeran Nivîsiye BIXWÎNE!