SHAHÎN SOREKLÎ

Nivîskar - Rojnamevan

Home  |  Destpźk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 

 

 

 

Li Diyarbekrê

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Almanya, 1968

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Şahînê Bekirê Sorekî li studyoya Radyoya SBS - Kurdî, Sydney, Australia

Hevpeyvîneke vê radyoyê ji sala 2003
Li Ser Mijara: "KURDISTAN - Bingeha Şaristaniyê Ye"
BEŞ 1 / BEŞ 2

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Husen Duzen. Newaf Mîro, Jan Dost, Shaîn Sorekli 2019, Düsseldorf, Almanya

 

 

 

 

 

PAYÎZA DERENG ya Firat Cewerî

Shahînê Bekir Soreklî


Roman, 407 rûpel, Wesanên Nûdem/ Çapkirin: AVESTA, Stenbol, 10/2005 – Bo bêhtir agahdarî: firat.ceweri@chello.se

Firat Cewerî nivîskarekî navdar e û gellekî ji bo pêsvexistina kurmanciya nivîskî westiyaye. Cewerî, 46 salîn, ji herêma Mêrdînê ye û va bûn 25 sal li Swêdê dimîne. Di van salên li Ewropayê de wî pirr daye zimanê kurdî, ne tenê bi encama nivîsandina kurtecîrok û helbest û gotaran lê her weha ji ber wê yekê ku bi saya wî yek ji bedewtirîn û dewlemendtirîn kovarên kurdiye wêjeyî hatiye wesandin. Va kovara mehane ku stêrkeke di nav asîmanê zimanê kurdî de bû, NÛDEM, bi dirêjiya deh salan wek xemleke di nav wêjeya kurdî ma. NÛDEM yek ji wan çavkaniyan e ku bi encama wesandina ew qas berhemên nerxbilind yên nivîskarên kurd roleke mezin di warê standardkirina kurmanciya nûjen de leyiztiye. Cewerî di bin navê Wesanên Nûdem de her weha gellek berhemên nerxbilind wesandine û hinekên ji demên par ji nû ve vejandine. Antolojiya Çîrokên Kurdî, Nûdem Werger, Hawar, berhemine ji zimanên din hatinî wergerandin, wek ya nivîskarê almanî Heinrich Böll Serefa Wendabûyî ya Katharina Blum hema hinek ji wan berhemên hêja ne ku Wesanên Nûdem gîhandine deryaya zimanê kurdîye. Payîza Dereng yekem romana Cewerî ye.

Di dema lêneherîn û sîrovekirina berhemên wêjeyî de carine neheqî li nivîskaran dibe çimkî nivîskar li gor xwe û hestên dilê xwe berhemekê diafirîne lê her xwendevanek maf heye li gor xwe wê berhemê têxe bin çavan û rexneyên erênî û nerênî lê bigire. Ber çend salan ez li Enstîtuya Goethe, Besê li Sydney, besdare kombûnekê bûm. Di wê kombûnê de nivîskarekî almanî besekî ji romana xwe ya dawîn bo me xwend, derbarê wê de çend gotin hanîn ser zimanî û rê da besdaran ku pirsên xwe bipirsin. Ji besdaran pirs û têbiniyên corbicor bariyan û hinan bi pesindarî, hinekên din bi rexnelêgirtineke tûj, dîtinên xwe ragîhandin. Bi min ve diyar bû ku nivîskarê berhemê mat û sas mabû ku weqa dîtinên ji hev cuda derbarê berhema wî de hebûn. Dû re, dema jinekê jê pirsî gelo filan hevoka di filan besî de bîvan xwebêjê nede, bîra sebrê li nik nivîskêr miçiqî û ew qîriya, “Min berhemek nivîsand û hew! Yê wê bi dest xe û bixwêne maf heye li gor xwe naveroka wê sîrove bike. Ez nikarim derbarê her peyva di berhemê de li gor dîtina her xwendevanî têkevim nav munaqeseyên germ.”

Min jî li gor xwe li Payîza Dereng niherî û li gor dîtina xwe besine ji naveroka wê sîrove kirin. Va yeka wê wateyê nade ku dîtinên min hemî durist in. Bêyî guman e ku bi kêmasî hinek ji wan ê ji yên nivîskêr der bin. Li milê din, guman tê de niye ku xwendevanine din heye ku rengine din bidin vê berhema hêja.

Nivîsandin, amedekirin û wesandina pirtûkeke kurdî ne hêsan e. Ez derketina Payîza Dereng li dostê hêja Firat Cewerî pîroz dikim.

* * *


Di destpêka romanê de bêjer (Ferîd) lehengê berhemê, Ferda, pêskês dike: “Ev hevalê min ê zarotiyê û xortaniyê, ê xwendin û têkosînê, ê sirgûnê û niha jî ê li ser riya vegera welêt e, ne mîna hevalekî lê birayekî min e, ji birayekî wêdetir mîna perçeyek ji dilê min e.”

Li dû 28 salên li derve berê Ferda li welêt e û hevalê wî Ferîd ê wî bigihîne firrokxaneyê lê bi rê ve ew bi ser mala Cengo, kurê Ferda, dikevin. Di rûpelên manî ji besê 1em (20-147) de Ferda kurê xwe derbarê jiyana xwe de agahdar dike. Cewerî vê metodê bi kar dihîne û xwendevanî, bi taybetî xwendevanê li welêt, li Kurdistanê, agahdare sêweya jiyana hinek Kurdên li welatekî wek Swêdê dike. Di vî besî de em rastî Kurdine dihên ku demekê xwedan rol û bawerî û rêzlêgirtin bûne, wek sarezayên gelê xwe, wek siyasetmedar û têkoser dihatine nasîne, têkoserên ku wisa bawer bûne derketina ji welêt ê tenê ji bo salekê yan du salan bûya. Lê hesabê li mal û yê bazarê li hev nahên. Îroj hinek ji wan di navbera xewnên ciwaniyê û rastiya rewsa ew tê de di nav wendabûnekê de ne. Kesên ciwan û zirav qelew bûne, porê res û siq, ger mabe, spî bûye û kesên ku demekê bawer bûn ew ê cîhanê biguherin û welatê xwe azad bikin heye ku nuha bûbin pîzafiros. Em rastî hesreta dilan, skestina hêviyan, beravêtina xewnan, komplêksa peyayê kurd derbarê jinan de, guhertina xusetên hinek jinên kurd li dû çend salên li Ewropayê, sarbûna dilên kesan ji têkosîna neteweyî ya li derve, kêse û hevrikiya di nav besdarên çalakiyên siyasî de û gellek pirs û tistên xwe bi Kurdên li derve ve peywendîgir dikin dihên. Nivîskar Ferda wek hacetekî bi kar dihîne û bi rêya wî rûbereke ji raman û serpêhatiyan, ku xwe bi jiyana Kurdên li derve ve girêdidin, derbas xwendevanê berhemê dike. Lê Cewerî sasiyeke teknîkiye biçûk li vir kiriye, bi dîtina min. Ferda gellekan ji serpêhatiyên 28 salan, ku dora 127 rûpelan tiji dikin, li mala kurê xwe dihîne ser zimên, di wê demê de ku ji dema firrîna firokê re dora çar saetan mane. Li milê din, di naveroka van serpêhatiyan de tistine hene ku gotina wan ji lawekî re, û li pês dostekî, heye ku ne realîst be. Lê ya grîng ew e ku Cewerî wek hosteyekî ji heqê karê xwe bihêt der û gellek aliyên jiyana hinek Kurdên li derve di vî besê ronana xwe de derdixe pês çavan.

Jiyana Ferda, ligel aliyên xwe yên rengîn jî, jiyaneke trajîk e. Wek bi milyonan kesên ji nifsê yekem yê koçber û penaberan ew ne welatê ku nuha lê cîhwar e wek welatê xwe dibîne, ne jî welatê wî yê berê êdî heman welat e. Li Swêdê welat ji bîra wî naçe lê welatê di bîra wî de welatê ber 28 salan e, welatê hevalên dema ciwaniyê ye.

Bi dîtina min du egerên serek yên daxwaza vegera li welêt hene. Yek, Ferda li Swêd ji bexteweriya rasteqîne dûr e û 2, di kûraniya dilê wî de hestê tawanê heye. Ew hîn dixwaze sûdekê bigihîne welêt, lê gelo bikaribe? Bersîva vê pirsê çi be jî ew li dû 28 salan li rêya welêt e lê ne bi saya pereyên ji ked û xebata xwe:

Ez ji ber encama wê qezayê teqawît bûm. Ew teqawîtî ji bo min bû wek kewandina birînekê. Hem ez ji eskeriya Tirkiyê xelas kirim, hem ez ji lêgerîna kar xelas kirim, hem jî di warê aborî de ez serbixwe kirim.

Kesekî hîn tevahiya rastiya derheqê jiyana Kurdên li derve de nexistiye nav rûpelan. Ligel ku Cewerî jî nikare sed ji sedê wê rewsê ragihîne- ne ku pê nedizane yan ji dest nahêt lê ji ber ku ew jî yek ji “tabûyên” Kurdan e - berhema wî xwe bi wêrekî têkele gellek pirsên xwe bi Kurdên li deve ve peywendîgir dikin dike. Li gor min di bîst û heyst salên li derve de Ferda bi sorbeya “têkosîna siyasî,” qaqilên saristaniya swêdî û xeyalên hêviya vegera li welatê demên zarokiyê û destpêka ciwaniyê jiyaye. Va jî ne çîroka Ferda’yekî lê ya bi hezaran Ferda’yên li derve ye. Erê, ew jî wek gellek bakuriyên salên 80yan behsa xwendina pirtûkên Marks, Tolstoy,… dike; erê ew ji Swêdê çûye gera li hinek welatan û erê ji dest wî hatiye memikên zeriyan ramûse lê gelo li dû 28 salên li derve û vegera li welêt çi di tûrê wî de heye? Heye ku trajêdiya herî mezin jî ev be: (Wekî em dû re pê dihesin) Ew li welêt têdigihê ku dê nikaribe kesekî û tistekî biguhere. Ya rast kes, bûyer û realîteya rewsê dest pê dikin wî bdin guherandin.

Ferda çîroka serpêhatiyên xwe ji kurê xwe Cengo re dibêje û bêguman bi sêweyeke rasterast yan ne rasterast sîretan lê dike lê van “sîretên” wî ji lawekî ku nuha çê-çê bi kurdî nedizane, li derve ji day bûye û li welatekî wek Swêdê perwerde bûye re gelo çiqa di cîh de bin? Guman tê de niye ku mentalîteya bav û kur ê ne heman mentalîte bin çimkî kurekî li Swêdê ji day bûbe, çiqa bavekî ji welatekî din bi sêweyeke atifî jê bipê jî, dê nikaribe wek wî biponije çimkî mirov berhema civata xwe û sert û mercên dema jiyana xwe ye. Li derve ne civata wî kurî heman civata dema zarokî û ciwaniya bavê ye, ne jî sert û mercên ew di nav de heman sert û merc in. Lê divêt bihêt ragîhandin ku Ferda’yê Cewerî bi rê ve hatiye guhertin û nema mirovekî rêhisk e, ne jî li dij guhertinê ye. Ew ji gellek aliyan ve kesekî asofireh e û di mala xwe de “lîberal” e, li bervaciya besekî ne biçûk ji kesên ji paserehên 3yemcîhanî.

Di besê 2yem de ji nameya Ferda ya 1em ve em dizanin ku vegera li welêt, ew xewna ku bi salan di nav dil û hisên wî de zindî mabû û ew pê difiriya, dê wî negihîne bexteweriyê. Di vî besê pirtûkê de Cewerî geh nameyeke ji Ferda, ku ji Ferîd (bêjer) re hatiye rêkirin, raber xwendevên dike, geh jî me bi rêya têbiniyên Ferîd li dema zarokî û ciwaniya Ferda vedigerîne. Bi vî awayî nivîskar pirekê di navbera rojên berê û yên îroj di jiyana bokeyê berhemê de diafirîne û her du qonaxan bi saya vê pirê, yan her du rêyên “paralêl,” ber bi hev dihîne. Di heman demê de Cewerî vê tektîkê ji bo raberkirina du wêneyên ji hev cuda bi kar dihîne, wêneya rewsa jiyana li vê herêma kurdî ber 30-40 salan û wêneya rewsa îroyîn. Lê çiqa wêne ji gellek aliyan ve ji hev cuda bin jî alîne wan yên hevbes hene. Di her du wêneyan de keleboxa ês û jana gelekî di nav dehlên zordariyê, xwexwarinê, nebûna qanûna durist û kêmbûna sert û mercên xwe bi mafê mirovîn ve girê didin vedigevizêye askere diyar e.

Li bervaciya wêneyên di serên nifsê 1em ji koçber û penaberan de dem bi derketina wan ji gund û bajarokên wan re ranaweste. Ferday’ê ku li dû 28 salan berê xwe da welêt bi hêviya ku li wir bexteweriya ku li Swêdê xwe jê vedisart bi dest xe nuha di nameyên xwe de gazincan ji gaznican dike, wekî:

“Ew sevbuhêrka me sevbuhêrka gazincan bû. Te digot qey wan ez mehkeme dikirim. Heke wan ez mehkeme bikirama û ji ber sûcê ku min li hemberî bi kêmanî hezar merivên xwe kirine, wê cezayê îdamê li min bihata birîn.

Jiyana Ferda, wek jiyana gellekan ji me, çirriyaye û ji ber ku jiyan çirriyaye em jî mirovên hatinî çirrandin in, nîvê me li welatê dema zarokiya me ye û nîvê din li welatê em nuha lê cîhawar, nîvê me li ser bav û diyên ku gorên wan li Kurdistanê ne digirî û nîvê din li ser zarokên me yên ji warê papîran dûr bûnî hevwelatiyên welatekî din. Gellek kesên di salên 60an, 70yan û 80yan de derketinî piraniya salên jiyana xwe ji welatê bav û dayan dûr derbas kirine lê canên wan, ruhên wan, li welatê jidaybûnê maye. Kêseya mezin ji bo hinekan ji wan ew e ku welatê can (ruh) lê mayî di serên wan de wekî welatê salên ciwaniya wan dixewine û mirovên ku wan ruhên xwe bi wan re hîstibûn yan nema zindî ne, yan nema li wir in, yan jî hatine guhertine. Ew bi xwe jî nema ew mirovên berê ne, ew di navbera dilsoziya bi demên par û sêweya jiyana li derve de li hev sas bûne. Wek Ferda di nameya xwe de diyar dike “Ew welatê ku bîst û heyst salan ji bo vegera lê ne seva min sev ne roja min roj bû, ji min re welatiyê nake, hemêza xwe ji min re venake û min nagihîne salên destpêkê.”

Cewerî bi xwe jana li ser gorên bav û day û bran hest kiriye, wekî gellekan ji me. Ew me hemiyan dibe ser gorên bav û dayên me yên hatinî jibîrkirin, me li ser wan goran dike zarokên asmenêzik û hêstiran ji çavan dibarîne. Lê ne hêstir me ji nû ve dikin zarok, ne bav û dayên me di dilên xwe de li ser goran zindî kirinî li me vedigerin, ne jî em êdî dikarin jiyana hatî çirrandin dîsa bikin yek jiyan.

Mirov dikare bi du sêweyan li Ferda’yê Cewerî seyr bike. Hinek ji me heye ku wî wek welatparêzekî ji bo gel û welatê xwe têkosiyaye, wek kesekî nerxbilindî ji welatê xwe hej kiriye, wek mirovekî dilnerm û çakmebest bibînin, mirovekî ku dikare derbarê wî de “aferîn jê re” bihête gotin. Lê hinekên din ji me heye ku wî wek kesekî di jiyana xwe de bi ser nekevtî bibînin, kesekî ku evîndariya ji bo welêt ji xwe re kiriye çeres bêyî ku di encama dawîn û pratîkê de destkevtiyeke ber bi çav bigihîne wî welatî. Ew her xwe wek kesekî ji bo xatirê welêt bûyî qurban, kesekî li “sirgûniyê” hest dike lê rastiya tevahî heye ku ne weha be, bi taybetî dema mirov atîfeyê û rastiya rewsê ji hev veqetîne. Heye ku va besa Ferda’yan wek kesên têk çûnî bibîne, yan wek jineke ku ne mêr wê dixwaze, ne jî mala bavê êdî li vegera wê meraq dike. Va nifsê Ferda’yan di rastiyê de ji aliyê hindirîn ve di nav dojehê de ye, çiqa ji derve ve sêweya jiyana wan bibiriqe jî.

Nivîskarê xwe di warê berpirsiyariya nistimanî de xwedan rol dizane dijwar dibîne ku pirsên xwe bi stemkariya dewletê û encamên pê ve girêdayî ve peywendîgir dikin ji naveroka berhemên xwe dûr bihêle. Cewerî teknîka ragîhandina çîrokên di nav çîrokê de bi kar dihîne û me dixe nav neheqiyên dewletê û lesgerên wê, lê her weha stema kurucuyan û neheqiya “gerîlan” raber dike. Hebûna Ferda li welêt dikare ta radeyekê serilêdana gellekan ji me be ku bi salan ji welêt dûr mane. Ew gotinên ku Ferda ji serokê “gerîlan” yê wê herêmê dibihîse ji bo guhên gellekan ji me ne biyanî ne. Hevalekî Ferda yê demên par nuha serdarekî Kurucuyan e û hevalekî din serdarê gerîlayên ARGK ye. Jiyana herduyan jî di rastiyê de jiyaneke trajîk e û bi encama rewsa li welêt ketiye nav agirî. Her du berê hevalên hev bûne lê nuha ji bo tolwergirtinê, ji bo ku heyfa malbatan hilînin dikarin xwînê ji giyanên hev yên zindî derînin û vexwin.


Ferda’yê ku 28 salên li derve bo xwe kirine mertalekî xweparastina ji hestê xwetawanbardîtineke vesartî nehatiye li welêt siyasetê bike, ne jî hatiye bibêje ka rêya kê rast û ya kê xar e. Ew hatiye li welêt “di teqawîtê de” vêsî bike, lê teqawîta ji çi karî û ji çi têkosîna avis? Hêviya ku ew bi encama vegera li welêt ji aliyê wûjdanî û sexsî ve xwe di nav aramî û bexteweriyê de hest bike roj bi roj diçilmise. Ne ku tenê welat ne heman welat e û kesên îroj ne heman kes in lê li welêt azadiya wî ya sexsî jî ne bi tevahî di dest wî de ye. Çiqa welat hatibe guhertin jî tistek nehatiye guhertin: Li bervaciya Swêd’a ku Ferda bi salan di nav pêlên “welatparêziyê” de lê avjinî kiriye li welêt qedera mirovî di dest yên din de ye. Nuha ew êdî di nameyeke xwe de askere dike ku “posmaniya vegerê bi min re çêbû …” Aramî û xwesjiyana ew li bendê bû li welêt niye çimkî “Ez niha zanim ku her çiqa nifsê niha ez ji bîr kiribim jî, haya serkêsên wan ji min heye. Ez a niha zanim ku ez ê nikaribim li vî welatî, belê, li welatê xwe jiyaneke aram bijîm…” lê Ji çakbextiya wî ji niskan ve stêrkeke nû di asîmanê jiyana wî de hiltê. Rasthatina li jinekê asîmanê hêviya ku dest pê kiribû têkeve nav tarîtiyê rohn dike.

Di vî besî de nivîskar “zilma lesgeran” car li dû carê bi rêya nameyên Ferda û têbiniyên Ferîd raber xwendevên dike lê tistekî nû hema-hema di raberkirina vê stemkariyê de nîne. Bi kêmasî yên ji nifsê min berê gellek çîrok û nimûneyên zordarî û stemkariya lesgeran xwendine, dîtine, bihîstine û roj li dû rojê ji wan haydar in. Cewerî dikaribû hinek ji van bûyerên ku xwe bi stemkariya lesgeran û pirsên xwe bi kuruciyan û gerîlan ve girê didin dramatîze bikirana lê weha diyar e ku ev ne amanca wî bûye. Wek nivîskarê berhemê bêguman ew di bijarina rê û sêweyên ragîhandina bûyeran de azad e û heye ku wî raberkirina van bûyeran wekî ku di jiyana rojane de diqewimin, bêyî xemilandin yan werimandina wan, raber bike. Lê wek me li jor diyar kir, metodê raberkirina nameyên Ferda, ku ji welêt dihêne (dawiya salên 90an?), carekê û raberkirina têbiniyên Ferîd, ku behsa salên par (60an û 70yan?) dikine, cara din teknîkeke serkevtî ye. Bi encamê demên par û dema nuha di jiyana Ferda de xwe li pês çavên xwendevên ber bi hev dihînin. Di têbiniyên Ferîd de em rastî destpêka PKK jî dihên bêyî ku rêxistin bihêt binavkirin. Di nameyên Ferda de, li milê din, em encama soresa PKK dibînin, dîsa bêyî ku rêxistin bihêt binavkirin. Dema Ferîd me derbarê besekî ji jiyana Ferda ya rojên par de agahdar dike ew me dibe nav civîneke ku êvarekê Ferda tê de besdar e. Di odeyê de komeke ji kesan li dor mêvanekî danistine ku bi tirkî dipeyivî û yên din jî lê guhdarî dikirin:

Digot ancax hêzeke ji dewletê xurttir, jê zalimtir derkeve ku milet bikaribe xwe pispêriyê. Loma divê em berî dewletê berê xwe bi pasverûyên welêt ve bikin, em axa û began ji navê rakin, welêt ji xayîn û hevalbendên dewletê pak bikin (…) Divê mirov pêsî berê xwe bi xwe ve bike, li hemberî nefsa xwe rabe, li dijî hewcedariyên xwe yên sexsî rabe, fêda xwe ya sexsî bi ser ya milet nexe. Divê em pêsî soresê li xwe bikin, li dijî pîsîtiyên xwe û çavbirçîtiyên xwe ser bikin,…

Di dema ku Ferîd me derbarê rojên par yên “devrimciyan” û yên destpêka PKK de agahdar dike de Ferda di nameyên xwe de askere dike, çiqa ne rasterast be jî, ku slogan û durism û naveroka pirtûkên wan xwendibûn stewr mane û soresa ji bo serxwebûnê dest pê kiribû beravêtiye. Ya rast rews ji berê xirabtir e û neyariya berê hebû îroj bi sêweyeke din berdewam e. Xelk hîn jî “di nav tirsê de dijî.” Carine va “gelê mezlûm” piçekî ber xwe dide û carine wisa dixewine ku gellek kes pistgiriya “gerîlan” dikin lê “Ez zanim gelek kes ji tirsan, gelek kes jî bi dû fêda xwe ketine (…) Zanibûn kêm e, xwendin hema bêje nîne, ya ku heye jî yekalî ye, tolerans sifir e, lê siyarbûneke xurt heye. Ez nikarim wan biguherim… Erê hin kes mîna ku li min guhdarî dikin carina dibêjin, erê, rast e, … lê dibêjin ew tistên ku tu dibêjî li vir derbs nabin.

Ber bi dawiya besê 2yem mirov êdî bi xwe jî dibe du besan. Aliyek weha bawer e ku Ferda dê nikaribe li vir dirêj bike, dê vegere Swêdê, û aliyek dibêje ku na ew venagere. Lê gelo çi dê bihê serê wî? Wa ye ew roj bi roj, bixwze-nexwaze, dikeve nav agirê li aliyekî û leheya li aliyê din. Jina ku Ferda lê rast dihêt findekê di nav sevresiya jiyana wî de vêdixe lê jiyana wê jî, wek em pê dihesin, yeke trajîk e. Ma çiyê vî welatî û kîyê vî xakî ne di nav trajêdiyê de be?

Hema bi kurtî çend peyv li ser zimanê berhemê: Cewerî zimanekî hêsan û zelal bi kar haniye. Ji ber ku besekî mezin ji romanê ji axaftina rasterast û nivîsa nameyan pêk dihêt zimanê tê de ne zimanê berhemeke wêjeyîye kûr e. Çend peyvên erebî ku pêdivî bi wan niye û mirov dikaribû berdêlên wan di kurdî de bibîne hatine bikarhanîn (Nimûne: ezimandin li sûna vexwandin; diawiqînin li sûna eware dikin, dereng dihêlin; suret li sûna bezabûn; rê isgal dikirin li sûna rê berbend dikirin, rê digirtin…). Lê Kurdên bakur, bi taybetî yên ji deverên doraliyên Mêrdîn û Nisêbînê, carine peyvine erebî di axaftin û nivîsandinê de bi kar dihînin bi texmîna ku ew peyvên kurdî ne, wekî ku Kurdên binxetê hinek peyvên tirkî bi kar dihînin bi texmîna ku kurdî ne. Lê heye ku nivîskêr bi mebest van peyvên ji aliyê xelkê ve dihên bikarhanîn nivîsandibin. Mirov dikare derbarê têbiniyên xwe bi zimên ve girêdidin de kûr pê ve biçe lê neheqî dê li Cewerî bibe çimkî têbiniyên weha dikarin derbarê hemî nivîskarên vê demê de bihên nivîsandin û guman tê de niye ku nivîskarine din ê bikaribin ji aliyê xwe ve têbiniyên derbarê berhemên nivîskarê vê gotarê de jî binivîsînin. Sedem jî ew e ku ji bo standarbûna sed ji sedî ya kurmancî hîn piçek dem pêwîst e û divêt mirov bi tolerans be.

Min bi meraq û heyecan va berhema Cewerî xwend, hem ji ber ku ew romana wî ya 1em bû û hem jî ji ber ku me her duyan berhemên xwe yên dawîn hema-hema di heman demê de bo çapkirinê amade kiribûn. Lê ya seyrtir ew bû ku me her duyan jî navê VEGER li berhemên xwe kiribûn. Li dû ku min berhema xwe ji Wesanxaneya AVESTA re sand bi çend hefteyan berpirsiyarê wesanxaneyê kek Abdullah Keskîn ji Stenbolê emailek rêkir û ez agahdar kirim ku romana Firat Cewerî jî ji bo çapkirinê gihîstiye, ku navê wê jî VEGER e, û yek ji me divêt navê berhema xwe biguhere. Di meha 6em ya îsal de kek Firat ji rindiya xwe ez bi emailekê agahdar kirim ku navê romana xwe guhertiye û kiriye PAYÎZA DERENG. Ji lewre dema kopiyeke berhemê ji wî gihîst min ez gellekî pê dilsad bûm û min ew bi meraqeke kûr xwend. Kek Firat karekî qenc kiriye û naveroka romana wî xwe têkele pirseke gellekî grîng dike, pirsa bi hezaran kesên ku di dema ciwaniya xwe de soresgêr bûn û bi encama stemkariya dewletê berên xwe dabûn Ewropayê. Va nifsê nuha porspî, yan bêpor, bûyî hîn jî bi hesreta welêt dijî û hîn jî xwe li “biyanîstanê” hest dike. Ez bi xwe ne ji peyva “biyanîstan” hej dikim, ne jî di berhemên xwe de bi kar dihînim çimkî ez wê wek peyveke nementiqî dibînim lê ew tistekî din e. Gelo Ferda çima vegeriyaye? Gelo vegera wî rast ji bo welêt û xelkê wê, û ji bo Ferda bi xwe, bi sûd e? Gelo hêviyên wî bi cîh werin? Gelo mirov wî rast wek têkoserekî bihesibîne û navê wî têxe nav refên bilind? Yan gelo ew xeyalperest û xewnafirmendek e? Û: Gelo çi bi serê Ferda dihê, li welêt dimîne, vedigere Swêd, yan…? Ez ê bersîvên van pirsan nedim; hêvîdar im xwendevanê bi meraq pirtûkê bi dest xe û bi xwe li wan bigere.

Heye ku xwendevanek meraq bike û bipirse, Gelo naveroka berhema S. B. Soreklî VEGER jî xwe bi pirsa vegera Kurdên li derve ve eleqedar dike? Bersîv: Ligel ku di naveroka berhema Soreklî de pirsa xwe bi vegerê ve peywendîgir dike heye jî ew ne pirsa serek ya berhemê ye. PAYîZA DERENG û VEGER ji aliyê naverokê û serpêhatiyan ve ji hev dûr in. Abdulla Keskîn soz daye ku VEGER ê di bihara sala nû de ji aliyê Wesanxaneya AVESTA de li Stenbolê bihête wesandin. Hêvîdar im ew di nav 3-4 mehan de têkeve nav xwendevanên meraqê lê dikin. 

21/12/2005

 

 

 

 



Shahinê Sorekî li Mezrê li Kobanî, li Rojavayê Kurdistanê 1962

 

 

 

 


KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum