Hunermendê navdar Madhat Kakeî

 

Hevpeyvîn bi hunermend Madhat Kakeî re
"Huner humanîzm e, tê de xêr heye, xweşî heye"

- Madhat Kakeî kurdê Germiyan e. Li sala 1954ê li Kerkûk'ê ji diya xwe bûye. Li Bexdayê xwendina xwe ya li Zanistgehê, ya li ser Hunerên Ciwan biriye serî (1970-1976).

- Ji ber sûc û tawanên dagîrkeriya beesî, bêgav maye ku ji Kurdistanê dûr bikeve. Li destpêka salên 80yî hatiye li Swêdê bi cî bûye.

- Li nîvê salên 70yî, ta destpêka salên 80yî, dest bi xwendinek li ser Hunerên Ciwan a li Zanistgeha Madrîd'ê kiriye.

- Piştî vê xwendinê, heyameke dirêj û bi tundî (kesîfî) karê hunermendiya wênekêşiyê kiriye. Di vî warî de bi ser ketiye. Ji lew re, wî hunera xwe li nîvê dunyayê gerandiye û bi vî awayî pêşkêşî gelê cîhanê kiriye. Madhat Kakeî di warê hunera wênekêşiyê de bûye navekî navneteweyî.

- Madhat Kakeî tabloyên xwe li mişe paytextên mazin ên cîhanê raxistiye. Pêşangehên wî li Tokyo, Madrîd, Parîs, New York, Kopenhag û li Stockholm'ê li galeriyên bi nav û deng hatine raxistinê.

- Berhemên wî, li Stockholmê li du galeriyên pir bi nav û deng û xwedî prestîj, wek galeriya Aronovitj û Liljevalls, Moderna Museet, Kungliga Konstakademien 'ê hatine raxistinê.

- Madhat Kakeî nuha xwediyê 4 atêlyeyên li Tokyo, Parîs, Stockholm û li Silêmani'yê ne.

- Vê payizê (2005) jî ew ê li New York'ê pêşangehek amade bike.


- Sala 2006'ê jî, li Svenska Konstakademien pêşangeha teybetî ya Madhat Kakeî amade dibe.

- Rexnegîrên Hunerê, yên navdar, rexneyên ciwan li ser hunera Madhat Kakeî kirine. Çend ji van rexnegîran: Ichi Hariu (japon), Antonio Guijarro (spanî), Erik Steffensen (danmarkî), û yên herî dawî, ne kêmtir ji Olle Granath (serkarê Muzexaneya Hevdem / Moderna Muséet) û Mats B, yek ji rexnegîrên herî navdar ê swêdî ye.

- Ji bo agahdariyên bêhtir, fermo serdan li malpera vî hunermendê navneteweyî bikin:

www.madhatkakei.se

 

 

 

Madhat Kakei at Kurdish Book Bank

 

 

Mamoste Madhat huner çi ye bi bîr û baweriya te?

Jiyan çi ye? Huner pêwîstiyeke giyanî (rûhî) ye di jiyana civatê de, çawa ku civat, komelayetî pêwîstiyeke jiyanê be.. Her wek av û hewa, xwarin û vexwarin, paşê jî axiftin.. Bi kurtî huner parçeyeka jiyanê ye.

Li civata kevin, kaxez nîn bû, firçe nîn bû, kevir hebû. Civat û huner li nav hev jiyane. Dema mirov bi keviran ş êrek kuştine, nexşa vê bûyerê çêkirine. Ev azmûnek, pêzanîn û meşqeq (tecrubeyek) bûye ji mirovan re.

Huner humanîzm e, tê de xêr heye, xweşî heye. Huner şahî û marîfetekê fêr dike. Bo nimûnê, huner mirov fêrî perwerde û tahmekê (terbiye û lezzetekê) dike.

Heger gava mirov guh nede muzîkeke biyanî, ne wê muzîkê û ne jî guhdarkirina wê muzîkê çi car fêr nabe. Lê gava her çend ew muzîk biyanî be jî, gava te guh da û te hêdî hêdî guhê xwe fêrî guhdarkirina wê kir, hingê tu dikarî tahm û çêjekê jê werbigirî. Cazz, blues, salsa, sînfonî û hwd jî muzîk in bêguman. Gava, te ji ser sifreyê ji van teaman ji xwe re hilda, hingê muzîka kurdî di guhê te de şîrîntir têt, ji ber ku muzîka gelêrî xwerû, pêtî û orjînal e.

Pile û radeya hunerê ev çend kûr û bilind e.

 



Madhat Kakeî û Goran Candan

 


Huner çawa dikare bi serkeve?

Divêt ku hunermend xwedî agahdariya li ser mêjûyê hunerê be û bizanibe, ku ew (hunermend) li kijan serdemê dijî. Divêt ku hunermend ji serdema xwe agahdar be.

Heger em nimûneyekê bidin, hingê nimûneya tîr û kevanê di vê bareyê de nimûneyeke pir rind û ciwan e: Gava mirov tîrê xwe çend ji kevanê ber bi paş ve bikşîne, tîr ew çend bêhtir ber bi pêş ve hildibe, dihere.

Anku hunermend gerek e hem ji mêjû, hem ji serdema xwe û hem jî ji pêşerojê haydar be. Ev her sê sekûyên (platformên) bingehîn in di warê zanebûniya hunermendî de.


Huner bazinê zêr ê li destê hunermend e, yan jî belayeke reş ê li pêş hunermend ?

Pir dem û zeman, hunermend ji birçîbûnê mirine. Bûyera rewşa jiyaneke bi dilxweşî û dilşadiya hunermendî, girêdayî ye bi rewşa radeya (pileya) hişyarbûn û dilxweşiya civaka hunermendî. Bi kurtî ev girêdayê paşketî- yan pêşketîbûna civakê ye. Gava civat ji hunerê fêm neke, hingê hunermend brîndar e. Anku civat biryarê dide.

Paşê jî heger hunermend hunera xwe li hevberê nemafiyekê (neheqiyekê) bi kar bihêne, wê gavê jî hêrişên dijwar li ser hunermendî peyda dibin.


Li dûrî û li bêganeyî, pirsgirêkên li pêş hunermendî çi ne?

Ev girêdayê welat e. Gelek welat serbilind in ji bo huner û hunermendên xwe. Wê gavê huner û hunermend li wî welatî serbest û aza ye.

Heger na, wê gavê jî dijwar e bêguman. Divêt mirov ji sifrê (0) dest pê bike.

Gava tu têyî nav welatekî, divêt ku tu wek hunermendek ruhê wî welatî bimijî: huuuuuuffttt! Divêt ku wî welatî nas bikî. Ev jî dem digre.


Tetmînbûn (satisfaction) çawa û kengê çêdibe?

Bi riya du tiştan:

Yek: Li nik te ye. Heger tu tetmîn bibî..

Du: Heger xelk dilxweş û bextewer bibe bi hunera te, hingê hunermend dikare razî bibe.

1 Gulan 2005

Hevpeyvîn: Goran Candan

 

Madhat Kakeî li wêneya hunermendê navdar Vîncent Van Gogh temaşe dike..

 

 

 

 

Madhat Kakei at Kurdish Book Bank

 

 

 


MADHAT KAKEI - Newest

MADHAT KAKEI - Moderna muséet

MADHAT KAKEI -Svenska Konsakademien


The official Site of
MADHAT KAKEI

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum