Li ser chend herifandinên nijadperestan ên ku li ser berhemên Xweshikê Demê (Bedîuzzeman) Seîdê Kurdî (1878 Nurs - 1960 Ruha) hatine kirinê:

 

 

Gelo amanca Xweshikê Demê Kurdistan bû?

Berhemên olmijarî yên bi navê Rîsale-î Nûr (Nameyên Rohniyê) ên gorbuhusht Xweshikê Demê Seîdê Kurdî, ku li roja li holê ne, ne yên bêdestkarî bûne. Nijadperestên ku ev berhem ji nû ve li chapê dane, peyvên Kurd û Kurdistanê ji nav Nameyên Rohniyê derxistine. Her weha ew berhema ku ji hêla Xweshikê Demê Seîdê Kurdî bi navê Münazarat (Nîgarine), ku li jêr navê "Kürdistan Rechetesi" (Nivishtên Kurdistanê) hatibû nivîsîn, li ser destkarî û gorankarî hatine kirinê. Ew berhema bi navê Asar-î Bediye (Berhemên Ciwan), ku bi navek din jî jê re Îchtîmaîye Recheteleri dihat gotin, hîch li chapê ne hatiye xistin û gava beshine ji vê berhemê hatine weshandinê jî, hatine guhertin û herifandinê.

Yek ji wan kesên grîng ên berpirsiyar, ku mukur li ser vê rastiyê hat, xwedî û berpirsiyarê weshanên bi navê Rîsale-î Nûr û rojnameya bi navê Yeni Asya'yê; Mehmet Kutlular bi xwe ye. Kutlular diyar kir, ku yek ji shagirdên Xweshikê Demê Seîdê Kurdî yê bi navê Zübeyir, peyvên Kurd û Kurdistanê ji tevaya berhemên Rîsale-î Nûr'an derxistiye. Mirov dikare vê beyanê ji hevpeyvîna bi navê "Agabeylerin dilinde" ya ku li rojnameya "Vakit"ê ji hêla Hasan Balta ve hat weshandin, bixwîne.

Li ser mijara guherandin û herifandina li ser berhemên Nameyên Ronahiyê, em bala xwe bidin nameya warisek Xweshikê Demê Seîdê Kurdî yê bi navê Mustafa Acet'î: "Her chend weshanxaneya bi navê Sözler, ku li bin baskê weqfa Hîzmet'ê bû û li jêr serpereshtiya warisê Hostayê me kek Abdullah'î bû, bi gelek hincet û etrîqayan ji wî hat standin. Pashê ev avahî dan bin destê brayê me yê Mustafa Sungur'î. Hingê perdeyek ket navbera me û van berheman. Pir dolab li ser wan geriyan. Pashê ew wewshanên Pîroz ên Zelal ên Ronahiyê (Müberra Nuru), ji nav destê warisan derdikeve û tevî hebûn û dewlemendiya mulkî, tevî fîlman, klîsheyan û pirtûkan tev di nav destê komelgeyek ramyarî dihêne hishtinê. Weshanên Envar jî, bêyî daxwaziyekê bike, bi nameya brayê me yê Hüsnü û yekê bi navê Badilli, ku di lîsteya wesiyetê te navê wî nîn bû, pêshniyara damezirandina vê weshandinê dihët kirin. Pishtî demekê Weshanên Enwar bi ser ne ketin." û didomîne. (Chavkanî: Nurculugun Tarihcesi, Tenvir Nesriyat).

Wek mirov ji nameya Mustafa Acet'î têdigihîje, li weshanên Sözler û Envar'ê gelek lîstik hatine kirinê. Kesên ne shareza dest li berhemên Rîsale-î Nûr dane û ew guhertine. Li nav weshanên Yeni Asya'yê jî ev kar ji hêla Mehmet Kutlular û Zübeyir G. ve hatiye kirinê û berhemên Xweshikê Demê, ji reseniya xwe hatine derxistinê. Ne tenê peyva Kurd, her wisan ji nav berhema bi navê Îsharet-ul Îça'z jî, mijara Münafiklar, ji berhema bi navê Mektûbat jî beshê bi navê Vehabiler, ji Shualar jî beshek ji hedîsên derbareyê Deccal'î hatine jê derxistinê. Li nav berhemën Xweshikê Demê tenê beshên ku ji mêsh û chîchekan behs dikin, hatiye hishtinê.

(...) Ji wan kesên ku ni karin peyvikên Kurd û Kurdistanê hezm bikin, ez ji wan vê pirsê dipirsim: Ma gelo ev ne bêbextî ye li hevberî Xweshikê Demê? Gava Xweshikê demê li ser qewmê Kurd dibêje; “Ebnâ-î Cinsime burada birkaç söz söylemezsem, bence bahs nâtamam kalir”, anku heger ez li vir li ser zarokên cinsê xwe chend peyv ne bêjim, ev babet netemam dimîne, gelo ji vir derxistina peyva Kurd ne hovîtî ye?

Ma gelo Üstad li nameya (rîsaleya) 29'ê de, di beshê "Esile Sitte" de, tû li ruyê wan kesên ku kurdiyê qedexe kirine na ke? Ji bo ku hûn bash jë têbigihên, ez ji vê nameyê guhestin dikim, hem jî ji weshanên Yeni Asya'yê:

Ji bo xweparastina ji bêzî (nefret) û nemafiyên li rojên pêshî, ev nivîsa hanê hatiye nivîsîn. Anku, gav hat gotin "Tûh li ser ruyên wan mirovên bêxiyret ên ji wê serdemê!" hingê ji bo tûk li ser chavê me ne keve yan jî ji bo ew tûk were pakkirinê ev nivîs hatiye nivîsîn. Û ev nivîs ew arzûhal e, ku di vê serdemê de, ji sed hezar hêlan ve, ji bo lêxistina li serê wan medeniyetperestên bêmîm ên ku dibêjine "Bijî dojeh" hatiye nivîsîn. Bersiva Xweshikê Demê li ser pirsa "Chima xwedîtî bi bi Tirkî na kî?" dibêje: "Chawa hûn vê pêshniyarê dibêjine min? Li ser kîjan qanûnî? Heger mirov neteweya (milliyeta) wan kurdên ku bi milyonan dihêne jimartin, heger mirov wan kurdên ku bi hezaran salan vir de ye bi zimanê xwe dipeyivin, heger wan kurdên ku welatiyê rastîn yên tirkan bûne û hogirê tirkan ên sheran bûne, zimanê wan ji holê rake û bi wan bide jibîrkirin, pashê jî pêshniyara we ya ji wan kesên wek me yên ji xelkê biyanî dihên jimartin, dibe shêweyek hovane. Yan jî ev bi tenê kêfî ye. Li pey kêfa kesan na yêt chûyin û em li pey kêfa kesan na chin." Anku ji wan kesên ku kurdî na pejirînin û zimanê kurdî ji holë dirakin, ji wan re dibêje: "Tûh li ser ruyên wan mirovên bêxiyret ên ji wê serdemê!" Hingê ji bo tûk li ser chavê me ne keve yan jî ji bo ew tûk were pakkirinê ev hatiye nivîsîn. Li ber vê ez dibêjim ku bersiva Xweshikê Demê wêr her heman bersiv bûya ji bo wan ên ku peyvên Kurd û Kurdistan ji berheman rakirine.

Li ser gelsha 'seyyîdîtiyê" ev welê bû, ku pirs ne pirsa seyidbûn yan nebûna Xweshikê Demê bû. Gelsha bingehîn kurdbûna Xweshikê Demê bû. Bi gotinek din wan digot, hema bila ne kurd be, chi dibe bila bibe.. Lê kirine ne kirin, ni karibûn Xwesikê Demê bikin tirk.

De ka em hinek bala xwe bidin fishteqiyên hostayên mazin ên Nûrcîyan ên wek Necmettin Shahîner û ustadê wî Cemal Kutay. De ka fehkin û bixwînin, bê ka Cemal Kutay chi shekiran dishkîne: "Saîd-î Nûrsî yek ji zarokên wê malbatê ye, ku gava artêshên Cengîz Xan ji Anatolyayê derbas dibin û li wir datînin. Ji ber ku peyva Mîrza li nik tirkan dihêt wateya beg, axa." (Chavkanî: Nürculugun tarihçesi r29 Tenvir Nesriyat). Cemal Kutay dîsan berdewam dike: "Saîd-î Nûrsî kurdek safî ye, anku turkmanê rohelatî ye." û bi vî rengî jahriya xwe diverêshe. (Chavkanî: Her heman berhem r29).Yên ku Nameyên Ronahiyê xwandibin û bi nasnameya Xweshikë Demê ve xwe mijûl dikin, bila herin li ser garana dewêr xwe bigevizînin. Di Nameyên Ronahiyê de, Seîdê Kurdî ji Cengiz re dibêje, ku ew yek ji her sê deccalên mazin ên serdemê ye. Gelo chawa ew nûjenkarê serdemê chawa dikare bibe neviyê Deccal'î? Em hinek peyvên Ustadê xwe yên li ser wan ên ku li avzêlka xwezayê de mane hinek biguherînin û bibêjin: Hey hûn ew serxwoshên ehmeq ku ji ehmeq-ul humaqa ketine! Em dibêjine we, serê xwe ji kûrahiya avzêlka nijadperestiyê rake. Her chend ku Ustad li sedan cîyên li nav Nameyên Ronahiyê gotiye jî; "Ez ezbeniyek bedewî yê kurd im.", "Em kurd ku dikarin werin xapandinê, lê em kesî na xapînin." û dîsan hûn vê mijarë dipeyivin, bersiv ev e: bêdeng li ciyë xwe rûnin, em dibêjin.

Em vê mijarê li ser ew yek ji Nûrciyên bi nav û deng ê bi navê Fethullah (Gülen) Xoce'yî berdewam bikin. (...) Fethullah Xoce ji Erzerom'ê ye û xoceyek tûrancî ye. Fethulla Xoce bash pê dizane, ku Xweshikê Demê kurd, yan ereb e, yan jî seyyid e yan na. Wî bi xwe li ser vê babetê lê kolaye, lê gava Seîd-ê Nûrsî li jiyanê bûye, Fethulleh Xoce ne chûye serdana Xweshikê Demê. Gava ji Fethullah Gulen'î pirsîne, ku chima gava Seîd-ê Nûrsî li jiyanê bûye, ew ne chûye serdana wî, Gulen gotiye: "Her kesê ji Erzeromê gava ji diya xwe dibe, hinek neteweperest e û hinek jî tûranîst. Gava ez mirovê vê hizrê bûm û Xweshikê Demê jî, ne mirovê Anatolyayê bû, (anku ne tirk bû-kurd bû) loma min ji xwe re got na û ez ne chûm serdana wî." (Chavkanî.Yeni Yüzyil kitapligi Nurculuk seri 9).

Li gor Fethullah Gülen Saîd-ê Nûrsî kurdek e. Anku kurdbûna ustad, xwesha wî ne chûye. Anku chima mirovek wisan mazin ji kurdan derdikeve lë ne ji tirkan. Gelo ew Seîd-ê Nursî, ku ji bo gelshên her serdemê pêshniyarên chareserkirinê diyar kiriye, nasnameya xwe veshart? Na xêr. Ew mirovê ku li dij wan zalim û zordarën herî xedar pishtgiriya rastiyê kiriye, nasnameya xwe ji kesî na veshêre. Heger ew seyyid be, nasnamê diveshêre, na xêr.

De em werin ser bersiva Xweshikê Demê: Em beshek ji parastina li dadgehên Denîzlî'yê biguhezin: "Di navbera me de bi tenê bratiyek heye. Ji bo parastina vê pîsheyê (meslegê), min chi car ne kiriye bîra xwe ku ez bi vî awayê nechê, seyyidtiyê bi xwe ve kim. Ez ne seyyid im. Ji xwe Mehdî jî gerek ji Al-î beyt-î Nebevî'yê (ji mala peyamberan) be." (Chavkanî. Risale-î Nûr Mudafalar r144. Tenvir Nesriyat). Li ser gelsha seyyidiyê Ustad bi xwe dawî bi guftûgoyê dihêne. Dibêje ku ez ne seyyid im. Ma gelo chi peyvên dinê gerek e, ku were gotinê? Ma gelo bi ya we Ustad hîna jî derewan dike, yan jî tishtek diveshêre? Ma chima tishtek veshêre? Ma qey kurdbûn sûc û eybek xirab e?

Em werin ser gelsha Kurdistanê. Ew kesên ku dibêjin amanca Xwesikê Demê ne Kurdistan e, min pirsek heye: "Gelo amanca Xweshikê Demê komarek tirk a laîk û kemalîst bû? Gava mirov peyva kurdistanê bi lêvke, qey mirov ola xwe betal dike, yan jî ev peyv li dij îslamê ye û di wateya kufrê de ye? Gava yek bibêje, ku ez kurd im, ha ev kêrîkar (bölücü) e, kurdperest (kürtchü) e, lê gava yekê din dibêje ez tirk im, ev na keve nav carchiva kêrîkariyê (bölücülük)? Mirov vê tê na gihê.

Dîsan em ji zimanê Xweshikê Demê bersivê bigrin: "amanca min a herî mazin, Yekîtiya Îslamê (Îttîhad-î Îslam) û avabûna Xwendegeha Zanayan (Medressetuz-Zehra) ye." Ustad li vir amanca xwe haniye ser zimên. Em li vir dikarin li ser Medressetuz-Zehra bi rûpelan dirêj bahs vekin, ta ku em dikarin pirtûkek jî li ser vë babetë binivisînin. Wek hishê Xweshikê Demê, doza wî jî mazin bû. Wî dixwast ku ev doza wî here serî û ev proje jî li dar keve. Lë belê dirêjahiya temenê xwe ji bo vê yekê hewl da. Ji hêla Sultan Evdilhemîd'ê Îstîbdadchî ve wek dîn hat avêtin nav tîmarxanê, lë dîsan ji doza xwe ne vegeriya. Vê armanca xwe wek wesiyet ji shagirdên Ronahiyê (Nur talebeleri) re hisht. Ustad got li hevberî derketina pêlên neteweperest ên li Anatolyayê û li hevber bi yekcarî ji holêrakirina zimanê kurdî rawestin.

Xweshikê demê dixwaze ku di vê Xwendegehê de zimanê erebî Divêtî (Ferz), tirkî Gerek (Lazim) û kurdî jî Serbest (Caîz) be. Li dij qedexeyan parastina zimanê kurdî, ji bo ew kurdên ku bi tirkî ni zanin ji perwerdeyê bêpar ne mînin, perwerdeya wan e. Amanc rizgariya kurdan e. Ev projeyek ji bo perwerdeya zimanê zikmakî ye li hevberî wan xwedîhizrên qedexekar. Ustad li wê demê na bêje bila zimanê fermî kurdî be. Ji bo ku ew dizane avahiyên dewletî destûrê na din, loma dibêje bila kurdî jî hebe.Gava Xweshikê Demê dibêje "ez erebî dixwînim, bi kurdî dihizirim û bi tirkî dipeyivim" hingê ew van her sê zimanan li nik xwe komë ser hev dike û bi vê projeya xwe van nijadan li bin baniya îslamê dixwaze bike yek. Ustad dibêje; Recheteya resheparcheyek cîhanî ya mazin, lê bextresh (Asya), dewletek bi nav û deng lê bê talîh (Osmanli) û qewmek hêja, lë bê xwedî (Kurd), îslam e.

 

Em werin ser gelsha Xweshikê Demê ya bi Kurdistanê ve

Ustad endamê Kürt Tealî Cemîyetî ye û amanca vê komeleyê jî Kurdistan e.

Li vir mijarek heye, ku na yêt têgehîshtin, ew jî ev e, ku daxwaza Seîd-ê Nûrsî ya ji Kurdistanê, bila ne yêt têgehîshtin wek gihashtina amanca rûxandin û kêrîkirina Komara Tirkiyê û li serê avakirina Kurdistanê. Ew dewleta ku amanca Ustad e, bi vî rengî ye: Cografyayek îslamî ku Tirkiye jî di navê de ye. Anku ne jihev veqetîn yan jî ji hev perchebûn, bervaciyê vê, ew dixwaze ku tirkan, kurdan û ereban di bin baniyek de bike yek her heman wek DYA, komara yekgirtî ya îslamî.

Bêyî ku ez pirsê bêhtir dirêj bikim, ez ê guhestinek ji pirtûka Vural Savas'î bikim. Ji bo chi Vural Savas û ne Nameyên Ronahiyê? Wek min di destpêka nivîsa xwe de jî diyar kiriye, Nameyên Ronahiyê hatine xirabkirinê, loma. Divê êdî hûn ji xwe re bihizirin, ku heger wan kesên ku peyvên Kurd û Kurdistanê ji Nameyên Ronahiyê derxistine, heger di Nameyên Ronahiyê de projeyeka Xweshikê Demê hebûya, gelo ew ë hishtibana ku bahsa vê proje xwe bigehîne ta roja me? Ji pirtûka Vural Savas'î diguhezim: "Saîd-ê Nursî zaniyarekî jîr ê ji mêjûya Kurd û Îslamê ye. (..) Gava Seîd-ê Kurdî ji zindanê derdikeve, ji Stanbolê dihere. Bi keshtiyê ji ser Tiflîsê xwe digehîne bajarê Kurdistanê Xoyê. Ji wir xwe digehîne nav êl û begên kurdî yên li dorhêla Wan û Bidlîsê. Li van deran ji bo riya rizgariya Kurdistanê li ser zaniyarî, plan û projeyan digere. Gava li Tiflîsê ye, derdikeve ser girekî. Gava di nav bîr û hizrên Kurdistana Serbest û Cîhana Yekgirtî ya Îslamî dihere û tê, di navbera Ustad û yekî de ev guftûgo derbas dibe: -Tu ji ku derê yî? -Ez ji Bidlêsê me. -Tu li vir chi dikî? Ez hewlê didim, ji bo ku plana Kurdistana Serbixwe û Cîhana Îslamê chê bikim. - Bash e, lê ev der ne Bidlî e, Tiflîs e. -Tiflîs brayê Bidlîsê ye. Ev plan û projeya li serê min, wê misoger rojek pêk were. Bi avabûna Kurdistanek li nav dilê cîhana îslamê de, cîhana îslamë wê li dora vë navendê bigere û were hev ta ku dewletek federatîf a mazin a îslamë ava bibe.

Belê, ew plana ku Seîd-ê Kurdî ji vê bi nêzîkî sed sal berê hiziriye, va ye î roj pêk dihê. Bi rastî jî ew amanca ku di serê Seîd-ê Kurdî de hebûye, amanca cîhana îslamê, va ye bingeha wê bi Kurdistanek Yekgirtî û Serbest hatiye lêkirin û têkoshîna ji bo vê amancê bi serfirazî ber bi pêsh ve dihere. Bi zanetiya sedsala dilxweshiyê (asr-î seadet), ku gelê Kurd xwe pê ve girê daye, hatiye ser ew giyana shoreshgeriya ku li hevberê zordariyê derdikeve, xwe guhestiye coka rasteqîn a îslamiyetê.

Ew banga Seîd-ê Kurdî yê: Ey asûriyan, ciyaniyan, kurdino hûn ew leshkerên leheng ên pesîdar ên serdema cîhangîriyê! Ev pênc sed sal in, ku hûn dirazên. Bes e êdî shiyar bin. Sibe ye.Ev bang bersiva xwe ji hêla xelkê kurd ve dibîne. Wek Ustad vedibêje, gelê kurd êdî ji xewa nezaniyê dirabe. Me bawerî heye, ku ew giyanê pak ê zaniyarê kurd ê hêja Seîd-ê Kurdî wek giyanê pak ê cangoriyên (shehîdên) Kurdistanê li pêshberî vê rewshê dilshad û memnûn in.

Saîd-ê Kurdî: "ez bizrê Kurdistanek serbest dichinim...." (Chavkanî ji pirtûka Vural SAVAS Militaris demokrasi). Ev besh li Nameyên Ronahiyê li shûna "beshë Kurdistanê" wek "medresenin planini yapiyorum" hatiye guhertin. Anku ez plana medresê dadihênim. Ez ji wan brayên xwe yên ku berhemên Ustad'î dixwînin vê pêshniyarê dikim: chawa Ustad wan wek tirk dizane û dipejirîne, bila ew jî Ustad bi nasnameya Ustad'î bipejirînin. Em li vir dev ji pirsa Kurd - tirk bikshînin. Divê ev tisht ji shagirdên Ronahiyê (Nur talebeleri) re tishtên hêsan bin. Heger em rastiyan veshërin yan chavên xwe li ber bigrin jî, wê dîsan rastî wek ro derkeve meydanê.

Her ku chawa chîroka herifandina Nameyên Ronahiyê derket meydanê, heger hin rastiyên din ên veshartî jî hebin, ew jî wê derkevin ber ronahiyê. Ew ên ku li ber rastiyan chavên xwe digre, bi tenê sheva resh dihêne ber chavê xwe. Ew hevalên ku vë nivîsa min xwandin û ji min daxwaziya agahdariyên berfireh bikin, bbila vê pirtûkê bi dest bixin: “Nurculugun Tarihçesi Tenvir Yayinlari” Heger yên ku li ser vê babetê bixwazin bi min re guftûgo bikin, ez amadeyê vê me jî. Emanetê Xwedê bin.

 

 

Omer Polat (ji Agiriyê) 15.03.2006
Werger: Bavê Barzan

 

***

Bediüzzamanin amaci Kürdistan miydi?

 

Omerpolat04@msn.com

Neden kaynaklar farkli ona bakacagiz. Sebebi Risale-i Nurlarin Bediüzzamanin yazdigi veya yazdirdigi gibi günümüze kadar ulasmamasidir. Birçok tahribatin yapilmasidir. Risale Nurlarda Kürt ve Kürdistan kelimelerinin çikarilmasi ve Bediüzzaman´in Kürdistan’in reçetesi olarak adlandirdigi Münazarat eserin´in degistirilmesidir. Asar-î Bediyenin baska bir ismiyle Içtimai Reçetelerin hiç yayinlanmamasi, yayinlanan kisimlarindan bazilari tarafindan tahribatlar yapilmasidir. Bunun en önemli itirafçilarindan Risale-i Nur'un nesriyatini yapan Yeni Asya Gazetesinin sahibi Mehmet Kutlular'dir. Kutlular, Bediüzzamanin talebelerinden Zübeyir adindaki sahsin Risale-i Nurlardaki Kürt ve Kürdistan kelimelerini kaldirdigini açikladi. Vakit Gazetesi Hasan Baltanin yapmisoldugu “Agabeylerin dilinde” adli röportajda. Mehmet Kutlular'in beyanini okuyabilirsiniz.

Risalelerin degistirildigine dair ikinci olarakta Üstadin varislerinden Mustafa Acet'in mektubunu bakalim. ”Hizmet vakfi adi altinda kurulan Sözler yayinevi üstadimizin varislerinden Abdullah agabeyin düzeninde oldugu halde çesitli entirikalar üzerine alinmis Mustafa sungur kardesimize verilmistir. O da bir perde olmus yine dolaplar dönmüs o kudsi Müberra Nur'un nesriyati varislerin tasarrufundan çikmis mal varligi ile beraber terk edilerek yüzde yüz filimleri ve kliseleri kitaplar siyasi bir gazete cemaatinin eline geçmesine seyirci kalinmistir. Envar nesriyat ise hiçbir istisare lüzum görülmeden yanliz Hüsnü kardesimizin bir mektubu ile vasiyet listesinde olmayan Badilli kardese bu nesriyat kurulmasi tesvik olunmustur. Aradan bir müddet geçti envar Muvaffak olamadi”. ve devam ediyor (kyk. Nurculugun tarihçesi tenvir nesriyat)

Mustafa Acet'in mektubundan da anlasildigi gibi Sözler ve Envar nesriyatlarda birçok entrikalar olmus oyunlar olmustur ehil olmayan kisilerce devam edilmis ve nurlar degistirilmistir. Yeni Asya yayinlari ise Mehmet Kutlular ve Zübeyir G. Tarafinda degistirilerek Bediüzzamanin eserlerinin orjinalligini yetirmistir. Sadece Kürt kelimesi degil ayi zamanda Isaretul Içaz eserinden Munafiklar bahsi, Mektubat adli eserden Vehabiler kismi Sualardan Deccalle ilgili hadiserin bir kismi çikarilmis. Bediüzzamin eserleri sadece sineklerden ve çiçeklerden bahseden kisimlari birakilmistir.

Kürt ve Kürdistan kelimelerine merakli degiliz Kürt oldugumuz içinde övünmüyoruz Bediüzzamanin Kürt olmasi da bizim için o kadar önemli degil ama Kürt ve Kürdistan kelimelerini hazmedemeyenlere sunu soruyorum? Acaba Kürt ve Kürdistan kelimelerini çikarmak Bediüzzamana bir ihanet degil mi? Bediüzzamanin “Ebnâ-i Cinsime burada birkaç söz söylemezsem, bence bahs nâtamam kalir”.dedigi ebani cinsim dedigi Kürt kavmine, Kürt kelimelerini çikarmak bir vahset degil mi.

Üstad 29. Mektupta “Esile Sitte” kisminda Kürtçeyi kaldiranlarin yüzüne tükürmüyor mü, iyi anlayasiniz diye Mektubattan alinti yapiyorum hem de Yeni Asya yayinlarinda: Istikbalde gelecek nefret ve tahkirden sakinmak için, su mahrem zeyil yazilmistir. Yani, "Tuh o asrin gayretsiz adamlarina!" denildigi zaman yüzümüze tükürükleri gelmemek için veyahut silmek için yazilmistir… …Ve bu asirda, yüz bin cihette "Yasasin Cehennem" dedirten mim'siz medeniyetperestlerin baslarina vurulmak için yazilmis bir arzuhaldir. "Neden Türkçe kamet etmiyorsun?" sorusana Bediüzzamanin cevabi. "Nasil bana teklif ediyorsunuz? Hangi kanunla? "Eger milyonlarla efradi bulunan ve binler seneden beri milliyetini ve lisanini unutmayan ve Türklerin hakikî bir vatandasi ve eskiden beri cihad arkadasi olan Kürtlerin milliyetini kaldirip onlarin dilini onlara unutturduktan sonra, belki, bizim gibi ayri unsurdan sayilanlara teklifiniz, bir nevi usul-ü vahsiyâne olur. Yoksa sirf keyfîdir. Eshâsin keyfine tebaiyet edilmez ve etmeyiz!" Kürtçeyi kabul etmeyen Kürtçe dilini kaldiranlara yani “Tuh o asrin gayretsiz adamlarina! denildigi zaman yüzümüze tükürükleri gelmemek için veyahut silmek için yazilmistir” Karsiliginda Kürt ve Kürdistan kelimelerini kaldiranlara Bediüzzamanin cevabi bence ayni olurdu.

Bediüzzamanin seyyidlik meselesine gelince aslinda mesele Said Nursi'nin Seyyid olma meselesi degil esas konu Üstadin Kürt olmasiydi yani Kürt olmasinda ne olursa olsundu. Nursi'yi önce Türk yapmaya çalistilar ama yapamadilar

Nurcularin büyük ustalarindan Necmettin Sahiner Ve onun Üstadi Cemal Kutay'in safsatalarina bakalim. Bakin okuyun Cemal Kutay ne diyor Diyorki: “Said Nusi Cengizin ordulari Anadolu’dan geçerken dönüslerinde ugradiklari ve konakladiklarinda, Cengizin torunlarindan bir ailenin çocugudur. Çünkü Mirza, Türklerde bey, aga anlamina geliyor” (kyk. Nürculugun tarihçesi sf.29 tenvir nesriyat) Cemal Kutay yine devam ediyor Said Nursi Su katilmamis salt bir Kürt’tür yani dogulu Türkmen’dir diyerek zehirini kusuyor.(Kyk Ayni eser sf 29) Risalei Nuru okuyupta Bediüzzmanin kimligi ile ugrasanlara yaziklar olsun. Hâlbuki Üstad Saidi Kürdi Cengiz’i asrin üç büyük deccallarindan biri olarak anlatiyor. Bir asrin Müceddidi nasil bir asrin Deccalinin torunu olabilir. Üstad tabiat batakliginda olanlara söyledigi sözü biraz degistirelim ve Ey ahmak-ul humakadan tahammuk etmis sarhos ahmak! Basini milliyetçilik batakligindan çikar diyelim. Risalelerin yüzlerce yerinde “Ben ki aciz bedevi bir Kürdüm.” “Biz ki Kürdüz aldaniriz fakat aldatmayiz.” Dedigi halde bu konuyu konusanlara Cevabul ahmak-ul sukut diyelim.

Bu konuya ünlü Nurcularda Fetullah Hoca'yla devam edelim Fetullah Hoca yaptigi hizmetleri ile alkislanacak bir kisi bence, Allah içinse Allah razi olsun. Fetullah Hoca Erzurumlu Turanci bir hocadir. Fetullah Hoca Bediüzzamanin Kürt`mü, Arap`mi veya Seyyid`mi iyi bilir. Kendisi arastirmis ve Nursi'yi hayattayken ziyaret etmemistir. Gülen’e neden Said Nursiyi hayattayken ziyaret etmedin sorusuna Gglenin cevabi: “Her Erzurumlu dogustan milliyetçi ve biraz Turancidir. Ben bu düsüncenin insaniyken Bediüzzamanin Anadolu’dan çikmamasi ( Türk olmamasi-Kürt olmasini) kendimce bir mesele yaptim görüsmedim.” (Kaynak.Yeni Yüzyil kitapligi Nurculuk seri 9 )

Fetullah Gülen'e göre Said Nursi Bir Kürttür. Yani ustadin Kürt olmasi zoruna gitmistir. Neden böye bir deha Kürtlerden çikar neden Türk degildir. Her konuya çözüm getiren asrin üstadi Said Nursi kendi kimligini gizledi mi acaba? Hayir. En zalim cebbarlar karsi hakki savunan bir adam kimligini saklar mi yok. Seyyid olsa bunu saklar mi hayir.

Gelelim Nursinin cevabina. Denizli mudafasindan bir kismini aktaralim: Mabeynimizde yalniz bir kardeslik var. Ben kendimi, onlarin nazarinda bu meslegi muhafaza etmek için, hiçbir vakit böyle hodfurusane benlikler ve enaniyetler hayalime gelmedi ve gelmiyor. Ben seyyid degilim. Mehdi ise Al-i beyti Nebeviden olacak. (Kaynak. Risale-i Nur Mudafalar sayfa 144. Tenvir nesriyat.) Seyyitlik meselesine son noktayi Üstad koydu. Ben seyyid degilim diyor baska söylenecek söz varmi. Üstad hasa yalan mi söylüyor yâda gizliyor mu? Neden gizlesin Kürt olmak yüz kizartici bir suç mu?

Gelelim Kürdistan meselesine. Bediüzzamanin amaci Kürdistan degil diyenlere bir sorum olacak. Bediüzzamanin amaci acaba “Laik Kemalist bir Türk” cumhuriyyetmiydi.? Kürdistan demek o kelimeyi kullanmak sanki dinden çikmaktir veya gayri Islami, küfürmüs gibi lanse ediliyor. Ben Kürdüm dedin mi ha bölücülük yapti, Kürtçüdür neden Ben Türküm bölücülük olmuyor ama ben Kürdüm dedin mi bölücü oluyorsun halen anlamis degilim.

Yine Bediüzzamanin dilinden cevap verelim. Bediüzzaman : “Benim en büyük idealim Ittihadi Islam ve medressetuz-zehranin olusmasidir ”. Üstad burada kendi amacini dile getirmistir. Biz burada medresetuz-zehrayi sayfalarca anlatabiliriz hatta bunu için bir kitap bile yazilabilir. Nursinin dehasi gibi davasi da büyüktü davanin gerçeklesebilmesi için bu projenin hayata geçmesi gerekiyordu. Ama hayati boyunca ugrasti bunun için Istibdatçi Abdülhamit tarafindan Timarhaneye deli diye atildi yine davasindan vazgeçmedi. Bunu vasiyet olarak Nur talebelerine birakti. Anadolu’da milliyetçi akimlarinin ortaya çikmasi ve Kürtçe dilinin tamamen ortadan kaldirilmasina karsi durulmasini belirtti.

Bediüzzaman Bu okulda Arapçanin farz, Türkçenin lazim, Kürtçenin ise Caiz olmasini ister. Yasaklara karsi Kürçeyi korumak. Türkçe bilmeyen Kürtlerin Egitimden yoksun birakilmamasi için Kürtlerin egitimidir. Amaç Kürtlerin kurtulusudur. Yasakçi zihniyete karsi Kürlerin anadilde egitimlerini öngören bir projedir. Üstad o dönemde resmi dil Kürtçe olsun demiyor en azindan Kürçenin serbest olmasini talepediyor. Resmi dilin Kürtçe olmasini talep etse resmi makamlarca izin verilmeyecegini bildigi için en azindan Kürtçe olsun. Isteginde bulunuyor. Bediüzzaman ben Arapça okur Kürtçe düsünür Türkçe konusurum diyerek bu unsurlari kendinde topladigi gibi bu projeyle bu irklari Islam catisi altinda birlestirmeyi hedeflemistir. “Azametli bahsiz bir kitanin (Asya) , Sanli Talihsiz bir devletin (Osmanli) Degerli sahipsiz bir Kavmin (Kürt) reçetesi ittibai Islamdir demistir.

Bediüzzamanin Kürdistan meselesine gelince:

Üstad Kürt Teali Cemiyeti'nin üyesidir bu cemiyetin âmâcida Kürdistan’dir. Burada anlasilmayan bir konu var Nursinin Kürdistan’i istemesi sanki Türkiye Cumhuriyetini yikmak bölmek yerine yeni bir Kürdistan kurmak olarak anlasilmasin. Üstadin Hayalindeki devlet su sekildedir. Türkiyenin´de dahil oldugu bir Islam cografyasidir yani bölünme parçalanma degil bilakis Türk, Kürt ve Araplarin bir çati altinda toplanmasi ayni ABD gibi birlesik Islam cumhuriyetidir.

Sözü fazla uzatmadan Vural Savas'in kitabindan bir alinti yapacam. Neden Vural Savas'ta Risale-i Nur degil, makalemin basinda da belirtim ki Risale-i Nurlarin tahrif edildigidir. Risale-i Nurlardaki Kürt ve Kürdistan kelimelerini çikaranlar acaba Bediüzzmannin bir Kürdistan Projesi olsa, bugüne kadar bu projeyi günümüze getirirler miydi artik onu size havale ediyorum. Vural Savas´in kitabindan: Said-i Nursi, Kürt ve Islam tarihinde yetisen dahi bir ulemadir (...) Said-i Kürdi zindandan çiktiktan sonra Istanbul'u terk eder. Vapurla Tiflis üzerinden Kürdistan'in Xuy kentine geçer. Van ve Bitlis Kürt beylik ve asiretlerine ulasir. Buralarda Kürdistan'in kurtulusu için ilim, irfan, plan ve proje yollari arar. Tiflis'teyken bir tepenin basina çikar. Kafasindaki özgür Kürdistan ve Birlesik Islam Âlemi projesini tasarlarken birisi ile Said-i Kürdi arasinda su konusma geçer: -Nerelisin? - Bitlisliyim. -Ne yapiyorsunburada? - Ben müstakbel Kürdistan'in ve Islam âleminin plan ve projesini çiziyorum. - Burasi Tiflis'tir, Bitlis degil. - Tiflis, Bitlis'in kardesidir. Benim kafamdaki plan ve proje, bu planim er geç gerçeklesecek. Islam âleminin kalbinde müstakil bir Kürdistan'in kurulmasi ile Islam alemi o merkez etrafinda dönerek bir araya gelecek ve büyük federatif Islam devleti kurulacaktir.

Evet, Said-i Kürdi'nin yaklasik bir asir önce tasarladigi bu degerli plan ve hayati isler bugün gerçeklesiyor. Gerçekten Said-i Kürdi'nin hayali, gayesi olan, Islam âleminin kalbini teskil eden, birlesik ve özgür bir Kürdistan temeli atilmaya baslamis ve bu gayeye yönelik özgürlük mücadelesi basari ile ilerliyor. Kürt halkinin samimiyetle bagli bulundugu Asri Saadetin anlayisiyla devrimci ve zulme karsi direnisçi ruhu ile Islamiyet’in hakiki mecrasina dönüstürülmüs bulunuyor...

Said-i Kürdi'nin: Ey Asuriler ve Ciyaniler, Cihangirlik zamaninda Pesidar kahraman askerler olan Kürtler, besyüz senedir yattiniz, yeter artik uyaniniz, sabahtir seklindeki çagrisi bugün Kürt halki tarafindan yerine getiriliyor. Ve onun tabiriyle, Kürt halki artik gafletten uyaniyor. Saniriz ki büyük Kürt alimi Said-i Kürdi'nin aziz ruhu tüm Kürdistan sehitlerinin aziz ruhlari gibi durum karsisinda mesrur ve memnun olmaktadir.

Said-i Kürdi, 'özgür bir Kürdistan tohumunu ekiyorum…. ( Kaynak Vural SAVAS Militaris demokrasi kitabindan.) Bu kisim risalelerde Kürdistan kismi yerine Medresemin planini yapiyorum olarak degistirilmistir. Said Nursinin eserlerini okuyan kardeslerimden tavsiyem Ustad onlari nasil Türk olarak kabul etmisse onlarda ustadi Kendi kimligi ile kabul etsinler Kürt- Türk kavramlarini birakalim bunlar Nur talebeleri için basit olmali gerçekleri saklasak ta gözlerimizi kapatsak ta bir gün ortaya çikar.

Risalei Nurlarin nasil tahrif edildigi ortaya çiktiysa gizlenen baska gerçekler varsa onlarda günyüzüne çikacak hakikatlere karsi gözünü kapatan yalniz kendisine gece yapar. Bu makalemi okuyup ta genis bilgi isteyen arkadaslar bir kitap tasfiye ediyorum “Nurculugun Tarihçesi Tenvir Yayinlari” bu kunuda tartismak isteyenler varsada hazirim. Allah emanet olun.“]]

Ömer POLAT 15.03.2006

(Ji Nasname'yê hatiye wergirtin)