Qedrî Can

 

Dêrika Çayê Mazî

Dêrika Çayê Mazî
Welatê bav û kal e
Lê sed hawar û gazî
Jê dûr ketim çand sal e

Ez li wê hatim dinê
Wê dergûshê, hejandim
Heywax hey mala minê
Dijminan, jê revandim

Perçake ji buhishtê
Pirseka Zêrîn welat
Î roj dest na gehishtê
Ax û keser ji dil hat

Bax û baxçe bê hejmar
Cî bi cî mêrg û zevî
Li her derê, avên sar
Ji kaniya tê dizî

Kulêbe bûye xopan
Dengê berê jê na yê
Temashagaha xortan
Ji min jî sêwî mayê

Ji çîçekê rengereng
Sermesht newala Govî
Çima î roj na kî deng
Mîna tebayê kovî

Xwezî vê carê jî min
Serê Xabê bidîta
Bila ruhistîn canê min
Hingê ji xwe r'bimêta

Dilê min jê têr ne bû
Ax! ew Asraka Berxêr
Gelo ew roj heye ko
Dîsa bibînim bi xêr

Guher hêsa ne dibû
Ji keçên hustû-b'morî
Çavê min li wê vebû
Dilê min jê ra gorî

Mancêl û Kanî-Hinar
Gorînê bîrê min in
Î roj bibe pirsiyar
Cuwahê derdê min in

Reha-Resh û lata-sor
Yek sorgul e yek e mor
Bîhn dikim ez dor bi dor
Têr na bim hetanî gor

Du textê Qîzê-Qirêl
Hemberî hev dinêrin
Li ser wan xwesh qelîsêl
Gurçik û dil çêdibin

Xwedê kerem bikira
Bibama teyrekî baz
Li wan cîh li wan dera
Bigerim perwaz, perwaz

Dêrika Çayê Mazî
Welatê bav û kalan
Dîtina te dixwazî
Newzad* Ji te ra heyran

Qedrî Can

 

 

(Newzad = Qedrî Can)

 

 


Serê Xabê li Dêrika Chiyayê Mazî