Cemal Nebez

‘Kurd Dîrok û Kultura Wan’
Lêkolînên bi kurdî zêde dibin.

Weþanên Avesta bi mebesta ku kultur û zimanê kurdî ji sînor û çarçoveya folklor û edebiyatê derkeve, kurdî bibe zimanê jiyana modern, wergera lêkolînan ji zimanê orijînal bo kurdî didomîne. Piþtî ‘Þerefname’, ‘Dîroka Kurd û Kurdistanê’, ’40 Sal Xebat di Riya Azadiyê de’, ‘Kurd û Kurdistan’, ‘Êzdiyatî’ û hin kitêbên bîranînan, vê carê jî di seriyala ‘Kurdolojî’ de kitêba alimê nasraw ê Baþûrê Kurdistanê Jemal Nebez a li ser dîrok, kultur û zimanê kurdî, bi navê ‘Kurd Dîrok û Kultura Wan’ derket. Kitêb ji aliyê Ergîn Opengîn ve ji ingilîzî bo kurdî hatiye wergerandin.
H.Mohemed Elî, serokê Civata Kurd li Berlînê, di pêþgotina kitêbê de wiha dibêje:
‘Jemal Nebez di vê kitêbê de li ser gelek mijar û babetên cihê disekine, bo nimûne, dîrok û mîtolojiya kurdan a kevin a berî xirîstiyaniyê, bilindî û kûratiya kulturî ya kurdan li jêr sî û sîbera gelek êrîþên xelkên biyanî li seranserê Kurdistanê, cihêrengiya dînên li Kurdistanê, ligel bal û girîngiyeke taybet li ser sînkretîzmê, wekî taybetmendiya herî beloq a kultura kurdan a dînî; û nasandina sînkretîzmê, wekî fênomeneke bi tewawî cuda ji dînên têkel.
‘Nebez analîzeke hurd û deqîq a etîmolojîk û etnografîk a gelek þahidên dîroka kurdan pêþkêþ dike: ‘Peyv, têrm, tiþte û her çi zuhûr û xuyabûna jiyana civakî ya berê’, ku bi sedsalan e wekî ‘ne-kurdî’ hatine dêran ji aliyê wan kesan ve ku Kurdistan dagîr kirine, û bi bêfikirî wesa hatine qebûlkirin ji aliyê kurdên ku þik nedibirinê û rexne lê nedigirtin.
‘Ev yek aþkera dike ku Dr. Nebez ne dîroknasekî asayî û jirêzê ye, berevajî, wî bi xwe dîrok çêkiriye lew yekî wesa ye ku rexneya kulturî û prensîbên sosyal û felsefîk digihîne hev û þêwe dide wan. ‘
Cemal Nebez Kî Ye

Di 1933an de li Silêmaniyê hatiye dinyayê. Ligel dewamkirina xwendingehên dewletî li Iraqê, wî derfet hebû li ser huqûq, felsefe û teolojiya îslamê jî bixebite li ber destên bavê xwe û alimên din ên welêt. Nebez fizîk û matematîk û pedagojî li Fakulteya Rahênana Mamosteyan a Zanîngeha Bexdayê. Materyalên fêrkariyê bi zimanê kurdî durist kirin. Ji 1955an heta 1961an, mamosteyê lîseyê yê dersên matematîk û fizîkê bû. Di salên ku li Kerkûkê mamostetî kirî de, bingehê yekem kitêbên fizîk û matematîkê bi zimanê kurdî danî. Di 1956an de wî elfabeyeke stensil a li ser cebîrê durist kir û di 1960an de pê çêbû yekem kitêba fizîkê bi kurdî biweþîne bi sernavê; ‘Destpêk bo Mekanîk û Taybetiyên Maddeyê’, ku tê de ferhengokeke dewlemend a têrman hebû li ser fizîk û matematîkê. Di 1956an de çû Sûriye û Lubnanê ku li wê gelek rewþenbîr û nivîskarên kurd nas kirin. Wan behsa avakirina ‘Akademiya Zimanê Kurdî’ û pêwîstiya bikaranîna elfabeyeke latînî ya yekgirtî bo zimanê kurdî dikirin. Di hengava wê kurte gera xwe ya li Þamê de wî namilkeyek bi erebî nivîsand li ser ‘Tevgera Azadiya Kurdistanê û Amacên Wê’ ku wî îthafî Nasirê serokcumhurê Misrê yê berê û pêþengê ereb ê nasyonalîst kir. Bi zimanên kurdî û erebî li ser mijarên cihêreng ên fîlolojîk, kulturî û siyasî gelek nivîsiye.
Jemal Nebez yekemîn kurd e ku hem rejîma totalîter a Rûsyaya Sovyetê û satelaytên wê yên li rojhilatê Ewrûpayê û hem jî bi giþtî marksîzm û komûnîzm bi awayekî eþkerayî rexne kirine û bi zanistî analîz kirine. Dr. Nebez gelek mijar li zanîngehên cihê yên Rojhilat û Ewrûpayê xwendine, wekî fizîk, matematîk, felsefe û pedagojî li Zanîngeha Bexdayê 1950-55; erebî, ilmê îslamê, îranolojî, pedagojî li Zanîngeha Munich û Würzburgê 1963-66; îranolojî, ilmê îslamê û pedagojiya berawurdî li Zanîngeha Hamburgê 1967-70; zanistên siyasî, rojnamegerî û huqûq li Zanîngeha Azad a Berlinê 1970-79.
Di 1965an de dema xwendekar bû li Munichê, ligel hevalên xwe yên partîzan Brûsk Îbrahîm û Letîf Elî, Yekîtiya Neteweyî ya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê ava kir. Di 1985an de wî û penaberên din ên ji Kurdistanê, akademîsyen, zanyar, rewþenbîr û hunermendan Akademiya Zanist û Huner a Kurd li Stockholmê ava kirin. Nebez wekî wergêrekî profesyonel jî xebitiye li dadgehên Almanyayê û noteran, bi zimanên erebî, farisî, kurdî û almanî. Hêj dema li welêt bû hindek berhemên edebî ji Shakespeare û Gogol wergerandin bo kurdî. Profesorê rojhilatnas ê fransî Thomas Bois ew wekî ‘wergêrê bêqusûr’ helsengand.
Di salên 1970î û serê salên 1980î de Jemal li wan karan bûye: 1971-72 dersdar, Free University of Berlin, Enstîtuya Fîlolojiya Îranî; 1972-76 berpirsê zanistî di warê Rojhilatnasiyê de li Deutsche Forschungsgemeinschaft (Saziya Lêkolînê ya Alman); 1978-82 profesorê alîkar, Îrana îslamî, farisî û zimanên din ên Îranî, Free Universtiy of Berlin; û 1978-83 sehkerê wergêr û mutercimên zimanê farisî li Berlinê û sehkerê wergêr û mutercimên zimanê kurdî li Munichê (Wezareta Perwerde, Zanist û Kulturê ya Bavaraianê).
Jemal Nebez endamê Deutsche Morgenlandische Gesellscaft (Civata Oryantal a Alman), Deutsche Vereinigung für Politische Wissenschaft (Komela Alman a Zanistên Siyasî), Akademiya Zanist û Huner a Kurd li Stockholmê, Deutsche Gesellschaft für Sprachwissenschaft (Civata Zimannasiyê ya Almanyayê), Societas Îranologica of Europe, û Nichtraucherbund Berlinê ye (Yekîtiya Cigarenekêþan).
Kurd (Dîrok û Kultura Wan)
Jemal Nebez
Wergera ji ingilîzî: Ergîn Opengîn
ISBN: 9789944382342
19.5x13, 96 rûpel