|
HEMRES
RESO (1939
- 2003)

Mamoste Hemres Reso li mêjuyê 11/2 sala
1939'ê li gundê Saqo'yê li qeza Kolikê ku
li nav herêma bajarê Semsûrê (Adiyaman)
ye, hatiye dunyayê. Dibistana destpêkî û
navînî li Kolikê xwendiye. Kolêja Amerîkî
li bajarê Cesaria'yê (Kayseri) biriye serî. Di
navbera salên 1957-1960'î de li Stanbolê xwandina
xwe ya lîse'yê kiriye. Di salên 1961-1963'yî
de jî, li Enqerê xwendina zankoyî (unîversîte)
ya ''Ankara Hukuk Fakultesi'' biriye serî.
Di sala 1963'yî de hatiye Swîssre'yê û
pasê ji wir jî derbasê Almanya'yê bûye.
Di navbera sala 1967-1975'ê de jî li zankoya Berlîn'ê
xwandina aboriyê (ekonomi) kiriye.
Piraniya jiyan û têkoþîna watedar a rewþenbîr
û siyasetmedarê kurd mamoste Hemreþ Reþo,
ji bo vejandin, pêþvexistin û parastina ziman
û çanda kurdî bûye.
Hemreþ Reþo van salên xwe yên li dîasporayê
ku tam 40 sal dike, bi tevayî di riya pêþvexistin
û parastina çand û zimanê kurdî de
buhurandiye. Ji me re sê govarên kurdî yên
di dîroka çand û zimanê me de, her yek
bi serê xwe sê dîmen û bihnên geþ
û xweþ in, pêþkêþ kiriye; KURDISTAN
(multi-lingual kurd/îng/ereb), HÊVIYA WELÊT û
ÇIYA.
Doz û têkoþîna Hemreþ Reþo'yî,
xebata wî ya di warê çand û zimanî
de, di dîroka xebata li derveyî welêt, gavên
pir ber bi pêþ de ne û di dîroka ziman û
çanda kurdî de wê her dem xwedî ciyek herî
diyar be.
Hemreþ Reþo di roja 27/12.2003'yî de li bajarê
Disburg'ê li Almanya'yê koçê dawiyê
kiribû. Hemreþ Reþo gava ji dunyayê bar
kir, serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Bakur bû.
|