ZORO METÎNÎ

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 



Zoro Metînî Kîye?

Di sala 1949an de li Amûda reşka çavê Kurdistanê hatîye dinyayê. Zoro Metînî, di sala 1969ê li zanîngeha hunerî “The Center Of Fine Arts”, li Beyrûdê, li cem H Hamwî dest bi xwendina xwe kir. Ji wir dîploma xwe a wênevan û peykersazî girt. Pişt re wek mamosteyê hunerê kar kir. Di sala 1973an de di rojnameya ciwanan “Weekend” de wek serkarê hunerî kar kir. Û bû endamê “Tevgera hunermendên Rojhilatê” û di sala 1974an de bû yek ji serkêşa vê tevgerê. Di sala 1974an de wek grafîker li ba ajansa rêklama “Woldtrade” kar kir. Ji sala 1976an de li bajarê Berlîn/Almanya kar dike û dijî. Zoro Metînî, endamê Nîgerkêşan û Hunermenda ye. Hêjayî gotinê ye ku Zoro Metînî ji sala 1985, heta 1987an wek yek ji serkêşên vê karbendê li Steglitz hatibû hilbijartin.


1- Metînî, wek mamoste li dibistana Volkshochschule ya nîgerkêşî û peykersazî, li Steglitz, ji bo hevalkarê Prof Waldemar Grzimek, Prof Erich Fritz Reuter, Henry Moore di warê peykersazî de kar kir

2- Metînî, her wiha ji bo hevalkarê Dr Stefen Rehm, Bernd Huppauf di warê hunerê de, ji Hans-Jurgen Kiebach xelata Oskar stand. Bi Hemreş Reşo re di warê wênekêşanokê de xebitî

3- Metînî, pergala pirtûka Nemir Cegerxwîn -Kîme Ez- çapa yekemîn û çend pirtûkên nemir Dr Nûredîn Zaza li saz xistîye.

4- Metînî, di karê grâfîk- huner û peykersazîyê de li salonên Almanya, London, Paris, Malmö, Berlin, Munchen, Helmstedt, Rotenburg, Beirut, Zurich, Lausanne pêşangehên xwe li dar xistîye

 


KURDISH PAINTERS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum