KARLEN AAN

1929 - 2012

Home |Destpk|Ana Sayfa

 

 

 

 

Nivîskar û zaniyarê kurd yê navdar Karlenê Çaçanî

Roja 9ê nîsanê sala 2012an zanîyar û nivîskarê kurd y navdar, doktorê dîrokzanîyê, serokê be kurdzanîyê y înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanê y zanîstîyê: Karlênê Çaçanî di 83 salîya temenê xwe de li Rewan çû li ser dilovanîya xwe.

Karlênê Çaçanî 25ê kanûnê sala 1929an li gundê Cercerîsê li Pa Qefqaz ê ji dîya xwe bûye. Navê gûndê wan nuha Dêrik e. Ew gûndekî kurdên êzîdî ye li navçeya Elegezê ye.

Karlên hema di biûktîyê da terbiyet-torên kurdî li ber destê pîrika xwe Meyrê û kalikê xwe Çaçan distîne, yên ku baş haj nimûnên zargotina (folklora) gelêrî, erf-edet û rabûn-rûniştina civaka gelrî hebûn. Ew bi rûhê walatparêzîyê neviyê xwe perwerde dikin û nasîya wî di gel cewiharên zargotina kurda didin. Li ser perwerde merîfeta Karlên ya efrandarîyê wusa jî bavê wî Aramê Çaçan bandûra xwe dihêle, ku di dema xwe de gelek nimûnên zargotinê tomar kiriye û wek pirtûk çap kiriye.

Karlênê Çaçanî sala 1948an dibistana gundê Elegezê ya navîn kuta dike û hema wê salê jî di înstîtûta Rewanê ya dersdaramadekirinê de, li fakûltêta dirokê tê qebûlkirinê.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Karlen aan, by Rebwar K. Tahir

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Karlenê Çaçanî 1929 - 2012

 

 

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum