ÇEND NIMÛNE JI HUNERÊN DESTÎ YA KURDÎ

 

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

   

 

 

 

 

 

 

 

A Kurdish boot dates back to the 19th century and was used by the Kurds of the Caucasus.
From the Russian Ethnographic Museum:

 

 

 

 

 

 

Hilberîna (produksiyon, întac) hunera destî, ku jê re bi înglîzî Hand Made dibêjin û li nik gel û milletên dinê xwedî nirxek pirr ê payebilind e,  lêbelê li welatê me,  hunera van berhema destî êdî rojên xwe yên dawiyê dijî. Ango mixabin ku beşek mazin a ji hilberîna hunera destî ya li Kurdistanê êdî li ber windabûnê ye.

Ji bo parastina berhemên hunerî yên mêjûyî, ji vê bi salek berê, Sazendeya (weqfa) Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî li Stockholmê hat damezirandin.

Rêvebirê Muzexaneyê Goran Candan, bi kopîkirina yek ji peykerên herî kevin ên cîhanê, ku li encama lêkolînên arkeolojîkî yên li Girê Navokê, li Ruhayê hatibû dîtin,  ji bo mijara parastina berhemên mêjûyî nimûneyek çalakiyê ya berbiçav nîşanî me dabû.

Nuha jî balkişandina li ser hilberînên hunerên destî, birêz Goran Candan bi mijarek nuh bi me re ye:

- Gelo divê em çi bikin da ku em xwedî li berhemên mêjûyî û hunera destî ya kurdan derkevin?

- Berî her tiştî divêt ku em kurd hişyar bin li ser mijara parastinê. Divêt em berhemên ku li Kurdistanê hene, li malên xwe biparêzin ta ku em wan bişînin li nav muzexaneyên Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê ji bo parastinê.

- Tu dibêjî ew ê li wir werin parastinê yan?

- Belê. Ew ê werin parastinê hem jî bi şêweyek herî baş. Ji ber ku desthilatdariya kurdan heye li wir, loma.

- Van berhemên hunera destî yên li Bakurê Kurdistanê, gelo ji ber çi sedemî winda dibin?

- Ji ber du sedeman: A: ji ber ku li welatê kurdan şerê taybet dihêt ajotin. B: Xwedî li wanberhemên mêjûyî nederketin. Ne desthilata kurdan û ne jî şêniyê herêmê xwedî li vê dezgeha mêjûyî derdikevin. Desthilata kurdan a navendî li Bakur nîn e. Desthilatên herêmî yên wek Şaredariyên kurdan jî bi gelşên dinê re xwe mijûl dikin. Li gor beyanatên hunermendên hunerên destî yên li Çarşiya Şewitî ya li Diyarbekrê, rexbeta xelkê, piranî ji bo firaq û alavên fabrîkî (sun’î) yên naylon û plastîkî heye. Kes êdî nirxê van firaq û alavan mixabin ku nizane. Heger çend salên dinê jî welê berdewam bike, hingê ev dezgeha hunerî ku ji bav û kalan derbasê zarokên malê dibe, ji binî na mîne!

Loma divêt em van firaq alavan û hemû firaq û alavên mêjûyî biparêzin. Ji van berhemên ku hûn li wêneyê dibînin, ji her yekî yek li nav navenda Sazendeya Pirtûkxane û Muzxaneya Kurdî li Stockholmê û li nav Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî li New York’ê dihêt parastinê. Van çend lib nusxeyên nimûne, birêz Goran Candan ji Amedê hanîn û li van ciyên navbirî dan bi parastin.

 



Wêne: Nimûneyên balkêş ji hunerên destî ya kurdî ji Diyarbekra Brîndar

 

 

 


KURDISH HAND MADE

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum