ANDREAS ISRAIL XEMO - BAKURI

05.11.1928 02.11.2022

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

Andreas Îsraîl Xemo Bakurî
5’ê Çiriya duwem 1928 - 2’ê Çiriya duwem 2022


Salên dirêj bi karkirina di beþa Kurdî ya Radyoya Bexdayê de û bi komkirina arþîv, nivîsîn û nirxandinên xwe xizmeta muzîk û çanda kurdî kir.
Dê û bavê li gundê Satîbeg û Xarabreþk a bajarê Wanê a Bakurê Kurdistanê bûn, di destpêka sedsala 20’an de derbasî Baþûrê Kurdistanê bûne û li Koyê bi cîh bûne.


* Bakurî di sala 1935’an de diçe dibistanê û xwendina seretayî û navîn li bajarê Koyê temam dike.
Pola çarem û pêncem a amadeyî li Hewlêrê qedandiye.
* Di sala 1953’an de çûye Bexdayê û di beþa zimanê îngilîzî ya Koleja Bilind a Mamosteyan tê qebûlkirin.
* Di bihara sala 1952’an de diçe beþa Kurdî ya Radyoya Bexdayê û ji aliyê komîteya hunermendan, Elî Merdan, Refîq Çalak û Ehmed Xelîl ve tê pejirandin.
* Di heman salê de (1952) yekemîn strana xwe (Hey Malencêne) li stasyona kurdî a Bexdayê tomar kir.
* Di sala 1957’an de li Navenda Kurên Koyê wek mamosteyê zimanê îngilîzî dest bi karê mamostetyê dike.
* Yek ji damezrênerên Koma Muzîk a Bawacî a Koyê bûye.
* Di sala 1961’ê de tê bajarê Hewlêrê.
- Berhemên wî yên çapkirî:
- Merov çawa distirê - Wergera ji zimanê Inglîzî
- Stranbêjên Nemir - 3 cild - Behsa jiyan û serpêhatiya 47 hunermendên kurd ku bi tevahî 699 rûpelin.
- Çîroka çend stranên resen yên kurdî.
- Temenk ji stran, muzîk û xweþxaniyê ku serbihuriya jiyana wî ye.
- Koma Muzîka Bawacî a Koyê (1957 - 2008)
- Îzge (station), dîroka damezrandina radyoya erebî ya Bexdayê û para kurdî ( wergera beþek ji pirtûka Dr. Emîr Hesenpûr “Nationalism and language” û beþek ji arþîv û belavokên erebî û kurdî û bîranînên wî derbarê Dîroka Radyoya Bexdayê û Para Kurdî.
- Di sala 2010’ an de ji aliyê Navenda Hunerî ya Mamlê ve xelata Mamle wergirt.
- Yek ji damezrênerên Navenda Meqam a Hewlêrê.
Bakurî 2’ê Mijdara 2022’an de di 95 saliyê de koça dawî kir.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

by Rebwar K. Tahir

 

 

 

 

 

 

 

Fûad Ehmed di gel stranbêjê dengxwoþ Heyder Evdurrehman û hunermend Bakurî (Îsraîl Andreas Xemo)

 

Fûad Ehmed di gel hunermendan. Salên 1960. Ji destê rastê: Tahir Tewfîq, Fûad Ehmed, Îsa Berwarî, Bakurî, Ehmed El-Xelîl, Nivîsevan Tariq Brahîm Sherîf, Yas Xizir

 

 

 

 

 

 

 

Israel Andreas Xemo (Bakurî), Goran Candan, Maaf Barzani, Hewlêr 04-05-2011, Foto: A. Hawar

 

 

 

 

 

 

 

Îsrael Andreas Xemo (Bakurî) xwedî arþîveke dewlemend a qewanên kurdî ye, Foto: A. Hawar

 

 

 


KURDISH SINGERS

 

 

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum