SERDAR ROŞAN
APO
Nivîskar, werger

Home †|††DestpÍk††|††Ana Sayfa

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Xencer

 

di şeveke zîvîn de
li çîyayê pîrs
li quntarekî
xencerek dibiriqî
bê tirs
desteyê xencerê
neqişandî bi zêr
şewqa xwe dida
jor û jêr
veniştibû bazekî
xwe danîbû ser zinarekî
çavên wî bi hûrbîn
mêze dikir bi kûrbîn
şeveke hênik
dimilmiland bayekî sivik
quntar asê
newal kûr
avahî dûr
pelên daran direqisîn
hûr bi hûr

ev çîya
newal
gelî
zinar
şikeft
dar û ber
teyr û tilûr
hemî dirinde
û
firinde
tevde şahidê me ne loo

nizanim
cara çendan e
nizanim
dihatin
ji warên beyar
ji erdên bê dar
ji çolên xedar
çavsor û har
dihatin

li pêş wan cehşên zeman
efserên emperyal
kulîyên çolan
ber bi çîyan
dihatin

şev bû
şeveke ducanî
li quntar
ji zikê zinaran
dipijiqî aveke qerisî ji kanî
av û ax bi hev re dixijxijî
li ber zayînê bû dola vajî

dihatin bi harî
neyarên xencera barî
dibiriqî xencerek
ji rengê zer
şewqa xwe dida der
dar dibûn xencer
zinar dibûn xencer
kevir dibûn xencer
ava gelî dibû xencer
çîya dibû xencer
dola vajî seranser
dibû xencer

efserê emperyal
tevî kulîyên decal
bi şûrên xwe yên sar
êrîş kirin
wekî her car
lê belê
li ber xenceran
ji hev ketin mîna pincar
ji taqet ketin
bi carekê
man bê mecal

II

hewayeke sar
tevizîbûn di kunên xwe de mar
dadiketin kulîyên berfê
lê dida dilê min bi kefteleftê
ez dilgirtîyê vê axê me
digot cotkarê xoşnav
digel rezvanê bênav
tu vê bizane loo
di çîya de veşartî ye dilê min
çîya germ dibe bi hilma min
û li babagurgur
ji hemla erdê beyar
dipijiqe xwîna min

çar alî dîwar
çar alî zincîrên dijwar
ez
û xencera xwe
em mabûn li çîya
bê dost û yar
li ber ronîya birûskan
dibiriqî şînekî sar
ya li destê min
ne pênûs bû
hey hawar
xetên polayî
di zikê zinaran de
gul vedidan bi hêjayî
tu zanibe berxê min
weha dihat nivisîn dîroka min.

III

”jîyan bi şeref jiyîn e”
ev bû xîtaba min
ev bû cewhera dilê min
ev bû qedera min
ev bû kitêba muqedes
felsefeya mirovên bêkes

min serî netewand
min di hembêza xwe de
xencera xwe heband
ez bûm xencer
xencer bû alayeke rencber
min bi lorîna mêrxasan
ji pêsîra dêya xwe şîr mijand
min derd û kulê xwe
di dilê xwe de keland
di rojên şahîyê de
min berê xencera xwe da asîman
di rojên giran de
min da pêş selefên siwaran
ji çîya daketim wek bazan
ji gelîyan em bihurîn
wek bahozeke zozan

IV

min berê xwe da rojhilat
li wir berz dibû roja welat
di gel qazî
me bi hev re kir gazî
gazîya desthilat
lê wek ku tu dizanî
ji bo çerx negerîyan
em mecbûr vegerîyan

li nehlûs
li hember me generalek
dixwest me hemîyan têxe çalek
lo generalo
şahidê me ye çerxa felek
têr nakin
têr nakin
pirpirên ser milên te gelek

paşê li bêdav
li çîyayê sipîrêz
û derbend
li haregî bûm mêvan
min bêhna xwe
li ûsîro da
li gundê gozareş
dendikên gozan fermî
keçeke çavreş

li makû
dijmin cardin xwe ceriband
çardehê hezîranê
sala çil û heftan
bihurîm ji aras
mîna xencer tîş bike zebeş
wisa xetên dijmin hatin şikandin
dîwar û zincîrên çar alî hatin
dirizandin û qerifandin
tevî pêncsed mêrxasên gelî û çîyan
bihurîn ji çemê arasê bi serbilindî
em wek bazên caran

wekî din tarîx e xorto
divê tu zanibî
piştî salên pir dijwar
vegerîyam li welat yekcar

V

zavîte
çiyayê hindirîn û zozik
lê ez li çîyayê pîrs şikestim
agirê dojeh dipijiqî li mîlan
buhîr nîne ji bo qefleyên talan

metînan
metînan
çîyayê metînan
li vir li me çêbû şerekî pir giran
min li ber xwe da bi mêranî
lê piştî çil û pênc rojan
ez şikestim bêeman
eman
eman
çênabe bikeve çîyayê metînan
çarsed xencerên mêrxas
sond xwarin bi tifaq
da bigirin metînan ji lawên eflaq
di şeveke reştarî de
êrîş birin ser dijmin
bi merşa ey raqîb
dijmin girtin bin taqîb
xencerek bi navê siwar û xoşnav
bang dikir bi sê dengan bi nav
digo de lêxin bavê mino hûn ê lêxin
hûn ê dagirkeran li erdê xin

ji çîya dihat xumîn û gumîn
birûskan lê dida bi şîrqîn
wê şevê dijmin ez nasîm
ji hev ketin tevde bêmerasîm

roj berz bû bi sibê re
çîyayê metînan
dibiriqî wek xencerekê pê re
dilê min li dida bi kelecan
metînan bûbû xencereke canecan
seranser bi şahî dibiriqî wek mircan

payîz 2005

Serdar Roşan

Ji kitêba Xencer, Doz Yayinlari, Îstenbol.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 



Li ber keleha kevnare ya Diyarbekrê

 

 

 

di şeveke zîvîn de 
li çiyayê Pîrs 
li quntarekî 
xencerek dibiriqî 
bêtirs 
desteyê xencerê 
neqisandî bi zêr 
sewqa xew dida 
jor û jêr 
venistibû bazekî 
xwe danibû ser zinarekî 
çavên wî hûrbîn 
mêze dikir kûrbîn 
seveke hênik 
dimilmilandin bayekî sivik 
quntar asê 
newal kûr 
avahî dûr 
pelên daran direqisîn 
hûr bi hûr

 

 

 


Ehmedê Xanî gunehkar e!

- Ji tecrûbeyên tarîxî:

Serdar Roşan

Şarezayê siyasetgeriyê Makyavelî ji bo yekitiya siyasî ya Îtalyayê li kurmîrekî digeriya (prens), xebata siyasî ya Cesare Borgia, di destpêka salên 1500î de, di vê çarçoveyê de mulaheze dikir. Xanî jî weke Makyavelî li prensekî kurd ku karibe yekitiya siyasî ji bo kurdan pêk bîne fikirên xwe pêşkêş kir… Garîbaldî ji bo yekitiya siyasî ya Îtalyayê bû prensê pêdivî. Bîsmarck rola prensê alman pêk anî. Şêx Ubeydulahê Nehrî xwest bibe prensê kurdan lê bi ser neket. Mistefa Barzanî heta dereceyekê ev yekitiya hewce pêk anî belam rewşa navneteweyî ne bi wî re bû.

Mutefekirê îtalî Gramsî, behsa îdeolojiyên tarîxî dike ku ji bo dezgehine mueyen zerûrî ne. Balê dikişîne ser rola civaka sivîl bi hemî pêkhatên wê û civaka sivîl ji bo pêşketin û gulvedana civakê û herwisa pêşketina civakê û saxlemiya wê hewce, heta dereceyekê zerûrî dibîne.

Heke em rasterast berê xwe bidin rewşa miletê kurd û li gorî vê rewşê li îdeolojiya zerûrî bigerin, bêşik em dê pêrgî nasyonalîzmê bên. Ji ber ku hew ev îdeolojî bersîva prosesa pêdivî û tarîxî ya miletbûn û dewletbûna kurdan dide. Eger em bi têgehên Gramsî bêjin, kurd dikarin bi saya vê îdeolojiyê pêgeha hewce amade bikin da ku li wir bibin xwedî şiûrê, organize bibin, têbikoşin, weke miletên hevdem di qada siyasî û tarîxî de hebûna xwe misoger bikin, bibin gerînendeyê qedera xwe ya siyasî.

Tarîxa fikira nasyonalîzma kurdî:

Ji hêla fikir û hestên neteweyî de çand û fikira kurdewariyê xwedî tarîxeke dirêj e. Mirov kare bi hêsayî vegere dema Xanî û vê prosesê ji wir dest pê bike. Ji çend aliyan ve divê em berê xwe bidin fikirên Xanî yên siyasî û li xebata wî ya piralî hûr bibin ku bi giştî dê wêneyeke rengîn yeke neteweperweriya kurdî nîşanî me bide. Xisûsiyetên neteweperweriyê yên ji bo xeteke neteweyî hemî li ba mutefekirê me hene. Aya çi ne ev xisûsiyet?

Rewşenbîrî:

Xanî mirovekî rewşenbîr e, rewşenbîrî wê zanîna hewce û perspektîfê dinimîne ku rewşenbîrek, an rewşenbîr bêî ku mercên civakî û iktîsadî, bi gotineke din bingeheke pêdivî yeke kemilî mewcûd be, ew bi fikirên xwe lê digerin û bi fikirên xwe ji guherînan re dibin pêşeng. Xebat, fikir û pêşnîhada Xanî ya siyasî her ev e.

Sebebê nivisîna berhemê: Ji xwe di berhema xwe ya navdar de vê yekê eşkere dinivîse û dide zanîn, berhem jê re behane ye, armanc diyarkirina fikirên xwe ye. Gava dibêje Mem û Zînê bikim bahane, her meqset ev e.

Ji hêla hestan de:

Li ba Xanî hestên etnîkî zelal û xirt in. Ev hest bi perspektîfeke tarîxî û civakî hatine danîn û di gelek bendan de Xanî pesnê mêrxasî û têkoşîna mirovên civaka xwe dide. Ji xwe hest weke madeyeke destlênedayî ne, divê li ser hestan xebat bête kirin da ji bo armancên siyasî bibin hêz. Xanî di vî warî de qet kimasî nahêle.

Ji hêla şiûra mefhûma welat de:

Xanî ji cografyaya Kurdistanê haydar e û ne dûr e ku Şerefnameya Bedlîsî li ber destê wî bûye. Di bendên Mem û Zîna xwe de cografyaya Kurdistanê weke ji ereb ta bi gurcan bi nav dike û cardin behsa cografyaya welêt û êrîşên rom û eceman dike.

Ji hêla şiûra etnîkî de:

Li ba Xanî meseleya etnîsîteyê pir zelal û eşkere ye. Di bendên Mem û Zînê de çendîn caran di gelek bendan de navê grûbên etnîkî yên weke, tacîk, tirk, ereb, gurc, rom, derbas dibe. Şiûra em û ew bi şêweyeke diyar zelal e.

Ji hêla şiûra ziman de:

Xanî li berhema xwe Mem û Zînê de, bi awayekî pir vekirî behsa rewşa zimanê kurdî dike, wî dide ber zimanên din û ji bo geşbîn û rewaca zimanê kurdî dixebite. Ji bilî berhemên wî yên li ber dest yên weke Mem û Zîn û Eqîda Îmanê, ji bo zarokên kurdan yên li medreseyan ferhengokekê dinivîse ku bi navê Nûbihar tê nasîn. Li wir bi awayekî edebî kurdî û erebî dide ber hev.

Kesên ku li ser fikir û tevgera siyasî ya nasyonalîzmê sekinîne û lê hûr bûne ji hêla ziman de vê yekê nîşan dikin: Ji bo mirov fikireke neteweperwerî bide aqilê xwe hewce ye ku qutsîyeta zimanê pîroz bêtesîr bimîne. Ev nuxteya muhîm di berhemên Xanî de eşkere ye, ji lewre ew bi zimanê miletê xwe dinivîse. Herçiqas berî Xanî jî kesên weke Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Elî Herîrî berhemên xwe bi kurdî nivisîbin jî, Xanî sebebê nivisîna bi kurdî di Mem û Zînê de dide zanîn.

Ji hêla şiûra fikira neteweyî de:

Xanî li gorî dema xwe û ramanên wê demê, ji hêla fikira netewe û dewleteke welê de gelekî bi pêş dema xwe ye. Bi wêrekî û eşkere li ba Xanî doza dewletbûnê, dewleteke kurdî heye.

Ji hêla şiûra siyasî de:

Xanî doz û daxwaza dewleteke kurdî dike, ji bo pêkanîna statuyeke welê rê nîşan dide.

Ji hêla civakî, çandî û ruhî de cazîbeya fikira neteweperweriyê ji bilî pêdiwîtiya tarîxî bi mefûma hevwelatiyê qedereke hevbeş pêk tîne ku bi wasiteya pêkvejiyana civakî ya li ser erdekî mueyen, di qada siyasî de tê pêş. Ziman û şîfreyên çandî yên li ziman wê rahetiyê dide mirovan ku xwesteka pêkve jiyanê li ba wan xurt bibe, bêguman dezgehên milî di ser hemiyan re dewleteke milî wê fikir û şiûra hevwelatî û pêkvejiyanê bêwestan li civaka xwe jîndar dihêlin.

 

Bingehên van fikirên Xanî yên madî û civakî çi ne?

Bêguman rewşa siyasî, aborî, civakî û çandî ji bo fikir û lêfikirîna mijaran dibin sebebên muhîm. Lê mirov nikare û nabe ku mirov di lêhûrbûna meseleyên siyasî û civakî de teoriyan weke qalib bi kar bîne û heke rewş ne li gorî teoriyê be wê red bike. Hin kes ji ber nebûna pêwendiyên sermayedariyê di wê demê de, dibêjin Xanî ne nasyonalîst e û fikirên wê teqabulê nasyonalîzmê nakin. Hin kes jî ji bo fikirên Xanî îlem li pêwendiyên wisa digerin û dibêjin belê sermayedari û pêwendiyên aborî yên bi vî rengî li Kurdistanê hebûn.

Bi ya min herdu alî ji di vê mijarê de xelet in. Di wê demê de kapîtalîzm li Kurdistanê ne di asteke welê de ye ku mirov wê weke bingehên fikirên Xanî bide nasîn. Ji hêla din kesên din jî xelet in ku dibêjin Xanî bi fikirên xwe ne nasyonalîst e.

Carekê divê em vê nuxteyê diyar bikin ku nasyonalîzm ji destpêkê de weke fikireke mukemel û îdeolojiyeke kamil diyar nebûye, ev îdeolojî jî weke hemî îdeolojiyên din bi tecrûbe û ceribandinan kemiliye. Lê herçawa be jî hin nuxteyên asasî hene ku ruknên vê îdeolojiyê pêk tînin. Çi ne ev rukin? Heke mirov wan weke mefûma, ziman, welat û qedereke hevbeş dest nîçan bike dê ne xelet be. Helbet ev mefûm bi gerînendeya siyasî re xwe di forma dewleteke milî de nîşan didin. Mesele dimîne ka ev têgeh û daxwaza siyasî, ya doza dewleteke welê li ba Xanî heye an na. Weke li jor jî li dû hev yek bi yek me ev nuxte nîşan dan, ev têgeh hemî li cem Xanî hene.

Hin nuxteyên balkêş yên din:

Ji aliyê edebî û hestên çandî û yên etnîkî de dîwana Melayê Cizîrî, edebiyata berî Xanî jê re bêguman bûne alîkar û Xanî ji wan kelk wergirtiye.

Di mefûma welat û cografyaya Kurdistanê de divê ji me re şik tune be ku Xanî ji berhema Şerefxan haydar e û ne dûr e ku li ber destê wî hebûye. Ji bilî van herdû jêderên muhîm, weke mutefekîrekî jîr bêşik Xanî bi awayekî hûrgulî li pirsgirêk û rewşa kurd û Kurdistanê fikiriye ew bi demdirêjî daye aqilê xwe û di analîz û senteza xwe de têgehên pêdivî, hemî li derbirîna fikira wî ya li Mem û Zînê eşkere ne.

Ev dimîne ka mirov di analîzên xwe yên civakî de serî li çi dide?

Xanî mirovekî mutefekîr e. Ji hêla felsefî xasima tesewifê de têrzan û şaraza ye. Ji minaqeşeyên tesewufî haydar e, bi xwe jî mutesawif e.

Xanî ji bilî meseleya tesewifê di fikirên xwe yên din de, yên der heqê ziman, welat, etmîsîte, hestên etnîkî, rewşa civaka kurd û meseleyên siyasî de,  bi temamî dunyewî ye, madî û civakî difikire û ramanên xwe dinivîse, pêşkêşî civaka kurd dike.

Ji bo famkirin û îzahkirina fikirên Xanî me hewce  bi metodeke xerbî, yeke feylesofî heye ku ew jî metoda feylesofê almanî, Hegel e. Gelek kesan ev metod ji bo analîzên civakî û siyasî bi kar anîne. Ji Marx bigire heta nivîskara kitêba Cinsiyeta Din, Simone de Beauvoir, ev metod bi kar anîne. Çi ye xisûsiyeta vê metodê?

Belê. Bi berhevdana mefhûman, tiştan, meseleyan, analîzkirina pirsên civakî ye. Li tiştekî hûrbûn e, piştre ji derve lê temaşekirin e, berhevdana wan e, piştre sentez û encam.

Bêguman Ehmedê Xanî bi xwe jî ev metod bi kar anîye. Ji ber ku di berhemên wî de bikaranîna vê metodê pir eşkere xuya dibe. Çi ne ev berhevdan û netîceyên wan?

Çend nimûne:

- Li rewşa zimanê kurdî hûr dibe, wî bi metaforan îzah dike. Di berhevdana zimanan de dibîne ku kes qîmetê nade zimanê kurdî, di meydana qîmetdayîna zimanan de bihayê zimanê kurdî kêm e, erebî û farisî di rewacê de ne...  şaîr û mutefekîrî kurd weke hate gotin gelek metaforan ji bo şerha têgehan bi kar tîne, ji bo ziman jî serî li tiştên sembolîk dide, zimanê kurdî dişibîne paxirê, digel vê jî, ji bo geşî û qîmetstendina zimanê kurdî dixebite, bi xebata xwe xurtbûna hewce ya ziman nîşan dide.

- Rewşa civakî û siyasî ya kurdan dide ber etnîsîteyên din, muqayese dike. Netîce rewşeke şerpeze û belengaz dixuye. Welatê kurdan bûye pêgeha şerkarên xerîb, şerkarên, tirk, tacik, ereb û eceman. Di encamê de fikira wî ew e ku divê kurd di bin sîwanekê de bibin yek, zirhêzekî pêk bînin da ku bi xwe li welatê xwe bibin serwer. Di dema xwe de bi metaforeke weke ”padîşah” xanî vê îzah dike. Mebest ji padîşah wehdeta hêz û taqeta siyasî û eskerî ya kurd e.

- Ji hêla tesewufê de jî, Xanî her eynî metodê bi kar tîne, evîna Mem û Zînê bi ya Tacdîn û Stî re muqayese dike. Jiyana li vê dunyayê bi ya piştî mirinê re dide ber hev.

- Xanî cardin têgehên weke qencî û xirabiyê di berhema xwe de di şexsên karekterên xwe bi berhevdanî bi me dide zanîn...

Gotineke fîlozofê alman Marks ya navdar heye: Heta niha feylesofan hew dunya ravekirin ya muhîm guhertina wê ye. Di vê nuxteyê de mutefekirê kurd Xanî jî di eynî fikirê de ye. Qîma xwe bi ravekirina dunyayê nayîne, qîma xwe bi ravekirina rewşa civaka kurdî ya siyasî û civakî nayîne, daxwaza guherînê dike, bang li dînamîkên siyasî dike ku di wan de hêz û taqetê dibîne. Bi pêşengiya mîrekî rizgariya miletê kurd diyar dike.

Nasyonalîzm

Fikir ji bo pevkelîna civak û endamên wê dibin xerceke civakî, rola hevgirtinê dibînin. Li gorî dem, çand, alavên teknîkî û siyaseta heyî, fikir sîstematize dibin, li hember hev pevdiçin, tesîrê li hev dikin, carinan bi hev ve dikelin, carinan ji hev dixun, dibin hoyê têkçûna hev jî. Di tarîxa jiyana mirov û civakan de, di tarîxa gerînendeya siyaset û birêvebirêyê de ev xisûsiyeta îdeolojiyan her hebûye û heye. Îdeolojî ji me re behsa prosesên civakî yên cewaz dikin. Fikir û şiûra malbat, eşîret, netewe, sinifên civakî çend nimûneyên vê yekê ne.

Di warê cûreyên îdeolojiyan de civak xwedî dewlemendiyeke xurt in. Bi dehan îdeolojiyên civakî, çandî, felsefî, siyasî hene. Heke em berê xwe bi kurtî bidin mijara vê nivîsê nasyonalîzm: Bi hêsayî mirov kare bibêje û destnîşan bike ku di van sêsed-çarsed salên dawiyê de, îdeolojiya herî bi tesîr, liberxwedar û xurt ev îdeoloji ye. Îro li dunyayê nexşeya siyasî li gorî vê îdeolojiyê hatiye danîn û formata siyasî her cardin li ser bingehê vê îdeolojiyê ye.

Nuxteyeke din ev e ku divê mirov îdeolojiyan weke tiştine neguhêrbar nebîne. Îdeolojî ji weke hemî tiştên din li gorî dem, civak, çand û pêwendiyên siyasî û aborî têne guhertin, tesîr li wan dibe. Carinan li gorî ruhê demê dibin fikirên tarîxî yên pêdivî. Nasyonalîzm yek ji wan îdeolojiyên pêdivî ye ku di prosesa guherînên civakî, çandî, aborî, siyasî û yên tarîxî de weke fenomeneke zerûrî hatiye û dertê pêş.

Bêguman prosesa neteweperwerî ya siyasî li hemî deran bi eynî awayî pêk nehatiye. Ji ber sebebên siyasî, çandî, îktîsadî û civakî yên ji hev guhertî, rê û metodên bikarhatî ji hev cuda ne. Weke nimûne: Piştî ku li welatên Amerîkayê (Amerikaya Bakûr û ya Latînî) prosesa tevgera siyasî ya nasyonalîst bi serfirazî qediya, li Ewropayê vê prosesê dest pê kir. Li Amerîkayê kêmzêde di heyamê 50î salî de (1776-1826) hemî kolonî ji zincîrên xwe rizgar bûn û weke dewletên serbixwe hatin nasîn. Li Ewropayê êdî ji bo armanceke dest nîşan kirî avakirina dewletên nasyonal, siyaset dihate kirin. Şertên iktîsadî û civakî yên ku hêdî hêdî ji mêjve dikemilî û wexteke dirêj jê re diviya, bi modelên dewletên nasyonal yên avabûyî re, sîyaseta civakên cuda, rengê pêleke neteweperwer wergirt û li seranserê Ewropayê tesîr li hemî civak, grûp û sefên heyî kir.

Herçiqas destpêk û geşbûna tevgera siyasî ya neteweperwerî li Kurdistanê ne mijara vê nivîsarê be jî, li gorî wesîqeyên li ber dest û kesên li ser mijarê nivisîne, fikira millî ya Kurdistanî li ba Şêx Ubeydulahê Nehrî diyar e. Armanca Şêx dewleta kurdî ye û ji bo vê armancê jî mirov kare bêje ku di tarîxa siyasî ya Kurdistanê de cara pêşî organîzasyoneke kurdî ava dike ku bi navê Yekîtiya Kurdî tê nasîn. Wê ne xelet be eger mirov Yekîtiya Kurdî weke partiya herî kevin ya kurd bihesibîne.

Ji alîyekî din de divê xalek bê zelal kirin: Herçî li ba me kurdan e, der heqê vê îdeolojiyê, ango nasyonalîzmê de tevlîhevî û xeletiyeke berbiçav xuya dibe ku ronakbîrên kurdan jî her vê xeletiyê dubare dikin. Nasyonalîzm ne fikireke sinifî ye, bi gotineke din. ne îdeolojiya bûrjûvazî ye. Bêguman gava sinifa bûrjûvazî ber bi hukumraniyê dimeşiya û hukum xist destê xwe, nasyonalîzm bû parçeyek hukumraniya îdeolojîk ya bûrjûvaziyê. Lê em ji bîr nekin ku li gelek welatan nasyonalîzm bû parçeyek ji îdeolojiya hukumranên sosyalîst jî. Ji xwe xisûsiyeta vê îdeolojiyê ev e, ango destdar e ku bi îdeolojiyên hukumran re li hev bike. Xwedî pêgeh û bergeheke fireh e, xîtabê civatekê dike û wê bi milet nav dike, hemî sinif, ref û grûbên guhertî û cuda yên civakê hildigire nav xwe, hevwelatiyê diyar dike, huqûqa hevwelatiyê pêşkêş dike û li hember huqûqê hemî hevwelatiyan wekhev dibîne.

Şîfreyên neteweperweriyê hemî etnîsîteyê îşaret dikin, heke ev etnîsîte nekemilîbe, xwedî çand, tarîx û ruheke xurt nebe, ji bo afirandina wê xebateke fikirî weke zerûret dertê pêş.

Hin ronakbîrên kurd dixwazin, ya rastî gotina welatperwer (welathezî) di şûna peyiva neteweperwer de bi kar tînin. Welatperwerî ne îdeolojî ye, hîs e, lê belê neteweperwerî îdeolojî ye û ji hêla siyasî ve armanceke siyasî ya dezgehî dest nîşan dike, loma ne dirist e ku mirov van herdu peyivan weke hevmahne bi kar bîne.

 

Mirov di medyayê de dibîne, dibihîze û dixwîne, gelek kurd yên ronakbîr, siyasetmedar û xwende, gava ji wan tê pirsîn ka gelo ew neteweperwer in an na? Piraniya wan di bersîva xwe de  gotina ”na” bi kar tînin. Bi ya wan neteweperwerî û fikira wan an jî siyaseta wan li hev nake. Lê heke mirov bi eynî naverekê pirseke din ji wan bike, dê bersîva wan ne ”na” be. Gelo ew doza miletekî nakin, gelo ew doza dewleteke kurdî nakin, gelo ew federalî an jî serxwebûnê weke çareseriya doza miletê kurd nabînin? Bawer dikim gelek ji wan dê bêjin ”belê”.

Nexwe li vir şaşiyek heye. Bêî ku peyiva neteweperweriyê bi kar bînin an jî qebûl bikin, dozeke milî diparêzin û armancên sereke yên neteweperweriyê qebûl dikin. Loma her kurdê ku doza miletê kurd weke dozeke milî bibîne û ji bo hukimraniya miletê navgotî bixebite, ew kurd ji xwe re çi bêje jî ferq nake, ew neteweperwer e.

Neteweperwerî cihê civak, ferd û miletan li hember hev nîşan dike, awayê hukumraniya milî nîşan dide, belam nabêje ka birêvebir û hukumranên li hundir welat kî ne. Yên li ser hukum te divê sosyalîst, muhafezekar, lîberal an xwedî îdeolojiyeke din bin, xisûsiyeta milî ya dewletê naguhere. We nimûne divên: Vîetnam, Norweç, Îzlanda, Almanya, DYA, Fransa, Kuba, Turkîye, Bûlgarîstan...

Weke me li jor jî da zanîn îdeolojî ji mirovên aktîv yên civakê re dibin alîkar û didin zanîn ka mirov dixwaze li dunya û civakeke çawa bijî. Îdeolojî xwedî roleke weke xerc in, civak û ferdan bi hev ve dikelînin, dikemilînin, wan tînin ba hev, dibin aktorên avakirina dezgehên civakî û siyasî.

Ehmedê Xanî bi fikirên xwe her vî tiştî dike. Û gunehkariya wî ev e ku wî berî ewrûpiyan zengilê neteweperweriyê li welatê xwe lê da.

Serdar Roşan   03.05.2016
srosan21@gmail.com

_______________________________________________

 


Sosyalîstên kurdan û neteweperwerî...

Serdar Roşan

Xuyaye dê hîn gelek ev meseleya nasyonalîzmê bête minaqeşe kirin. Gotina neteweperwer di şûna nasyonalîzmê de bi kar tînim. Neteweperweriya serdest û bindest têgeheke ne di cîh de ye. Divê mirov bi giştî têgeha neteweperweriyê minaqeşe bike, fam bike, lê hûr bibe. Aya neteweperwerî çi ye? Bi kurtî serweriya civak û miletekî li ser welatê wî ye. Neteweperwerî îdeolojî ye, lê ne îdeolojîyeke sinifî ye. Bi armanc, naverok û tarîxa xwe hemî civakê, hemî sinifên wî hildigire nav xwe. Ji lewre pirî caran hemî sinif dikarin wê ji bo armanca xwe bi kar bînin, ango neteweperwerî dibe hevkarê serweran, bi siyaseta wan re li hev dike, ev ji bo siyaseta kurdan jî, tirkan jî, alman û rûsan jî welê ye.

Nîjadperestî, dagirkerî, şovenîzm, emperyalîzm, kolonyalîzm têgeh in û pirî caran siyaseta kes, partî û dewletên bi van karan ve mijûl dibin, wê siyasetê diyar dikin. Mirov nikare van têgehan di şûna neteweperweriyê de bi kar bîne an jî wan tevî neteweperweriyê bike. Îlem mirov hewce bibîne bi îdeolojîyeke din re bide ber hev, neteweperwerî herî zêde dişibe îdeolojiya dîn. Ji ber ku ev herdu îdeolojî, îdeolojîyên berfireh in, berê wan li bergeheke fireh yeke civakî ye, xîtabê sinifan nakin, xîtabê milet û civakan dikin.

Ronakbîrên kurdan van têgehan tevlî hev dikin, xasima kesên ku ji baskê çep tên, mirov gelek caran pêrgî gotinên weha tê ku dibêjin em ne neteweperwer in. Baş e, hûn ne neteweperwer in, hûn çima doza dewleteke milî dikin, çima doza welat, ziman û tiştên welê dikin? Ji ber ku neteweperwerî ji xwe ev e, ango doza dewleteke milî ye, doza welatekî azad e. An doza van tiştan nekin, an jî şermoke şermoke li çavên tirkan nenêrin û nebêjin em ne neteweperwer in...

Kurdên ku kemalîzmê diparêzin, qet nebe ew bi awayekî dirist dibêjin "em ne neteweperwer in, em doza dewleteke kurdî nakin." Durûtî ne hewce ye, her kurdê ku doza dewleteke kurdî bike, doza welatekî kurdî bike, ew kurd neteweperwer e.

Lê mixabin ji ber kompleksa nizanim çi, ronakbîr û siyasetmedarên kurdan li hember pirs û minaqeşeyên bi rojname û ronakbîrên tirkan re, xwe di ser hev de digivêşin û dibêjin em ne neteweperwer in. Hûn çima ne neteweperwer in? Derdê we çi ye ronakbîrên kurdan? Ma ronakbîr û siyasetmedarên tirkan yên ne neteweperwer hene? Ma gelo yek tenê tirkê ronakbîr heye ku li dijî hebûna dewleta tirkan be?

"Fedî kirin xusleteke şoreşger e", ev gotina Marx e, lê xuyaye ronakbîrên kurdan yên çep êdî fedî jî nakin, li hember tirkan, ronakbîrên wan dibin pepûk! Dilê mirov li hev dikeve!

 

 

_______________________________________________

 

 

Nasyonalîzm, Selahedînê Eyûbî û exlaqê sîyasî

Serdar Roşan

 

Kurdan nasyonalîzm kişif nekir. Kişifkar û bicîhkerên nasyonalîzmê, îdeolog û sîyasetmedarên civat û dewletên xerbê ne. Bi gotineke din Ewropî û Amerîkî ne. Piştî şerê amerekîyan yê li dijî îngîlîzan û avabûna dewletên Amerîkî (1776), nasyonalîzmê bi rêya zordestî, li Fransayê bi şoreşa Jakobenan xwe da der û ji bo hemî civat û xelkên din bû nimûneya bidestxistina serwerî; û îdolojîya nasyonalîzmê li seranserê dunyayê li her derê bû wek oleke nuh ya civat û miletan.

Civatan hevûdu kopye û dubare kirin; erê qaşo li dijî hev bûn lê di asasê xwe de tev dişibîyan hev. Ferqa wan ev bû ku heryekî ji wan xwe dida pêş û ji bo serwerîya ax û dewlemendîyê, şûr li dest, geh bi rêya perwerdeyê geh bi rêya darê zorê, geh bi rêya propagandayên nedîtî yên mejîşûştin û xirabkirina exlaqê, li dijî hev sînor bezandin, bi sedhezaran insan di çeper û cepheyên eskerî de kuştin û dan kuştin.

Heke mirov li misebibê van bûyeran bigere, bêguman divê mirov berê xwe bide jêder û serkanîyê ku ev jî ew civat û dewletên xerbî ne. Ji bilî şerên li dijî hev yên li ser axa Ewropayê û kolonîzekirina welatên Afrîka, Amerîkaya Latînî û Asyayê, misebibên şerên cîhanê yên yekê û diduyan jî her ew civat û dewlet bûn.

Bavê fikira nîjadperestî û şovenîzmê her ew in. Ramanên nîjada safî û bi qudret li ba wan zîl dan. Mirov kare vê lîsteya qirêj dirêj bike, belam ne hewce ye.

Lê tarîx û exlaq ne tenê ev bûn an jî ev in…

Bi sedsalan berî niha gava ji bo hikumranîya Qudsê, li herêma me ordî dihatin hember hev, şerekî bêdawî diqewimî û hemî hikumdaran dixwest alaya xwe li Qudsê biçikînin û ji bo xwe û civata xwe serfirazîyeke abadîn bi dest bixin, hingê lawekî kurd î bi navê Selahedîn bi bawerî û exlaqekî pak û zelal, î mirovperwer, alaya xwe li Qudsê çikand û bi carekê de çarçoveya exlaqê sîyasî guhert; mirovperwerîya xwe, bi kiryar û nefspiçûkîya xwe nîşanî hemî dunyayê û civatan da û di asîmanê raman û exlaqê însanîyetê de wek stêrkeke geş biriqî û her dibiriqe.

Berî Selahedîn, çi xaçperestan çi jî mîrên misilmanan li hemberî hev qet eman nedidan hev û hev dikuştin. Lê Selahedînê lawê kurd, bi mirovperwerî û exlaqê xwe yê pak û dadwer, daneket rêza wan mîr û hikumdaran. Ji kîjan ol, mezheb û nîjadê dibe bila bibe, li hember hemîyan bi dadwerî û mirovperwerî pêwendî danîn û dan û stendin kirin. Digel ku ordîya xaçperestan têkbir û Qudus zemt kir jî, derîyê Qudsê ji bo hemî ol û mezheban vekir. Çu carî xwe di çarçoveya fikirên teng de zindan nekir. Bû sultan û împaratorîya Eyûbîyan ava kir jî, lê her wek berê nefspiçûk û dadwer ma. Wek ku dixwest, welê jidil û sade jîya. Tê gotin ku gava wefat kir di xezîneya dewleta wî de çi bêje qet tiştekî tune bû.

Erê rast e ku hinge têgehên demokrasî, mafê mirovan û tiştên welê, wek ku em îro li ser diaxifin û di jîyanê de dibînin, ev fenomen tune bûn, lê çarçoveya sîyaset û birêvebirîya Selahedînê Eyûbî her di vê qalibê de bûye. Dûrî gemarîyê, dûrî nîjadperestîyê, dûrî zordestî û durûtîyê bûye û welê di nav rûpelên tarîxê de hatîye danîn û nivisîn.

Di ser wefata Selahedînî kurd re, nêzî nehsed salan bihurî, lê hîn nuh ewropî, an jî modernîstên sîyaset û fikirbazîyê behsa exlaqê sîyasî dikin. Behsa xirabîya îdeolojîyên xerbê dikin, behsa wekhevîya civat û olan dikin.

Bila bikin, baş e, bi direngî be jî di hizira wan de vejîna ramanên welê tiştekî qenc e.

Belê, kurdan nasyonalîzm kişif nekir, xelkên din kurd mecbûrî vê yekê kirin an jî hîştin. Digel vê jî, nevîyên Selahedîn dan ser rêya wî û gava li ser axa xwe, li welatê xwe, li quncikekî hikumranî bi dest xistin û bûn dewlet, pişta xwe nedan felsefe û exlaqê Selahedîn. Berevajî careke din nîşanî temamî dunyayê dan ku ew nevîyên kî ne. Li Kurdistana Başûr mafê hemî ol, mezheb, civat û kêmneteweyan bêdidulî û virde û wêde, qebûl kirin û di jîyana rojane de pêk anîn. Ev realîteyeke pêkhatî û ceribandî ye.

Çawa ku nehsed sal berê lawê kurd Selahedînê Eyûbî, rêya pêkvejîyan û mirovayetîyê nîşa hemî dunyayê da û li herêma me aşîtî û wekhevî pêkanî, niha jî kurdên li ser rêya Selahedîn her wê rêbazîyê dubare dikin û dixwazin temamê herêma me, bibe warê dewra Selahedîn. Hemî ol, mezheb, civat û milet li rex hev pêkve, di nav aşîtî de bijîn û çu kes ji mafên xwe yên rewa û xurustî bêpar nemîne. Felsefe û sîyaseta Selahedîn ya li ser asasê exlaqekî pak danayî, îro jî dikare ji bo çareserîya pirsgirêkên temamê herêmê bibe rêveker.

Kurdan nasyonalîzm kişif nekir, kurd dixwazin li ser axa bav û kalên xwe xwedî dest hilat bin. Nevîyên Selahedîn careke din bi kiryarên xwe ji hemî civat û miletên din re dibêjin, belê, em nevîyên wî mirovê mirovperwer in û em her li ser rêya wî ne; lê we bi tecrûbe û kiryarên xwe, herêm sincirandîye, we xezeba dojehê anîye rûyê erdê… Li herêma me ji ber cudatîya milet, ol û mezheban hev dikujin…

Îdeolog û rewşenbîrên durû û bêexlaq wek berê her karê xwe dikin. Hin ji wan gava rêya wan bi Diyarbekirê dikeve an jî behsa pirsgirêka kurd dikin, tavilê ji kurdan re dibêjin: “Têkbirina mîsakî-î milî qet xeyal jî nekin.” Hin jî, “behsa ziman, çand û tiştên welê bikin, lê behsa milet û dewletbûnê nekin û ji bîr bikin.” Yên welê dibêjin qaşo “demokrat” û “sosyalîst”in…

Bi rêyeke din ji bo pêşî li dewletbûna kurdan bigirin, behsa mafên takekesî dikin, dezgehên milî ji bo xwe rewa û zerûrî, lê ji bo kurdan ne hewce û xirab dibînin. Ev qasî durû û bêexlaq in!

Lê ev sed sal e miletê ku divîya biba û divê bibe dewlet û serwerîya xwe bi dest bixe, di rewşa nuh ya cîhanê û ya herêma me de, bêdudilî divê zincîrên koletî û bindestîyê biqetîne, ruknên banê xwe dayne û ji bo zarokên xwe yên li ber dîwaran stargehekê, malekê ava bike. Bi gotineke divê kurd li welatê xwe serwer bin û azad bijîn. Li herêma me ji bilî kurdan dewleta hemî miletan heye. Gelo sebeb çî ye? Çima ronakbîrên kurdan vê pirsê ji xwe nakin? Hêlên pirsgirêkê yên felsefî û exlaqî nînin?

Bi avabûna Kurdistanê re dê derîyê aramî û wekhevîya miletên herêmê vebe, dê li gorî realîteya civakî ya miletên navçeyê, mêzîneke sîyasî li herêmê çêbibe.

Yên nasyonalîzm kişif kirin û civat û xelk bera hev dan û bi milyonan insan dan kuştin, bêî ku remz, sînor û serwerîya civatên xwe minaqeşe bikin û wan hemî tiştan biêxin muzeyên tarîxê, berê xwe didin kurdan û dibêjin behsa nasyonalîzm, dewletbûn û hikumranîyê nekin!

Begino, hûn çi sekinîne, madem nasyonalîzm û dewletbûn xirab e, tavilê hemî ordî, dezgeh û dewletên xwe yên nasyonal hilweşînin. Hingê em ê ji we bawer bikin û qet behsa hikumranî û dewletbûna kurdan nekin!

Begino, karê we ji ya kurdan hêsantir e. Hûn xwedî tecrûbe ne. Alayên xwe ji ser banên hikumranîya xwe rakin! Hûn jî wek kurdan bê dewlet û bê dezgeh bimînin, wê demê em ê bibin wek hev û em ê qet behsa dewlet û miletbûnê nekin!

Heke hûn van tiştan nekin, hûn bêedeb û bêexlaq in!

De ka ez we bibînim ronakbîr û îdeologên durû!

srosan21@gmail.com

 

_______________________________________________

Ehmedê Xanî û Hegel

Serdar Roşan

 

Li gorî Hegel tarîx li ser asasê têkoşîna ji bo nasînê hatiye danîn an jî pêk hatiye. Di gava pêşîn de ji bo berdewamiya jiyanê û hewcedariyên xurustî, weke heywanan wan (mirov) jî pêwistî bi tiştine hene ku ev xwarin, vexwarin û berê her tiştî parêzeriya canê wan e. Lê di nuxteyeke bingehîn de ji heywanan vediqetin ku ev jî daxwaz û xebata wan ya ji bo nasîna ji alî mirovên din e. Qîma xwe hew bi xurek û parêzeriya canê xwe nayînin. Ango dixwazin bên nasîn. Weke mirov an jî mirovine rihber bêne nasîn, berî her tiştî wek mexlûqekî xwedî nirx, hêja, bêne nasîn, ji bo wan qedir û qîmetek hebe. Ji bo vê yekê jiyana xwe diêxin talûkeyê û ji bo prestîjê têdikoşin. Hew mirov dikarin û xwediyê wê qabiliyetî ne ku jiyana xwe ji bo tiştên abstrakt, ji bo prensîbine biêxin talûkeyê û ji bo tiştekî welê têbikoşin.

Ev fikir û felsefeya meseleya têkoşîna ji bo nasînê helbet bi Hegel dest pê nekiriye. Cara ewil Platon li ser sekiniye. Ew dibêje ruh ji sê qisiman pêk tê: daxwaz, cehd û qismê hiş, bi gotineke din thymos an jî hêza ruhî. Mirov dikare gelek tevgerên mirovan bi rê û hevbendiya herdu qisimên pêşîn çêl bike. Daxwaz rê dide ku mirov tiştên derveyî xwe bibîne, dunyaya derveyî xwe binase, li derûdora xwe binere, li civakê hûr bibe. Herçî hiş e, ew rê nîşa dide ka dê mirov wan tiştên li derve ne, bi çi awayî bi dest biêxe. Gava mirov hizir dikin ku xwedî nirxekê ne lê belê hinên din miameleyeke xirab bi wan re dikin, hingê hêrs dibin. Û dema hîsa xwedî nirxbûn û hêjabûnê najîn hingê şerm dikin; lê wexta difikirin ku miameleyeke hêja, yeke bi qedir bi wan re dibe, wê çaxê pê serbilind dibin. Li gorî Hegel têkoşîna ji bo nasînê û hîsên ku bi vê yekê re dertên, hêrs, şerm û serbilindî çerxa tarîxê digerînin.

Li ser rêya daxwaza têkoşîna nasîna ji alî kesên din, şerekî man û nemanê diêxe pêş mirov an jî mirovan. Yên ji mirinê natirsin û stû danaynin bi ser dikevin yên mayî ji bo nemirin koletiyê qebûl dikin. Hin mirov dibin xwedî prestîj û daxwaza wan ya nasîna ji alî kesên din dihête pejirandin lê hemî kes vê yekê napejirînin, vê carê di navbera wan de şerê prestîj û hêjabûnê derdikeve. Şer û nakokiyên li nav civakê, bêtir weke desthilata xanedanan û şerê wan, bi vî awayî rengekî tarîxî werdigire û ev keftûlefta mirovan heta damezrandina dewletên neteweyî, ango bi şoreşa frensî û ya berê wê li Amerîkayê didome, piştre êdî ev mesele dikeve qalibekî din. Bi ya Hegel bi şoreşa frensî re pêwendiyên mirovê xwedî prestîj û yê kole hatiye guhertin, kole ji koletiyê rizgar bûye, pêwendiyên efendi û kole bi xêr û saya huqûqeke nu û qanûnan ji bingehê ve şikil guhertine. Û di asteke din de êdî pêwendiyên dewletê yên bi hevwelatiyan re jî li ser asasê qanûnê ne û herwisa pêwendiyên hevwelatiyan bi hev re jî bi vî awayî ne. Ango nasîn ji alî herdu aliyan ve pêk hatiye.

Pêwendi û huqûqa dewlet û miletên heyî jî peyderpey rengê xwe diguhere û hevnasîn û wekheviya wan dihête rojeva sîyasî. Bi maf û azadiya hevwelatiyên dewletekê li ser asasê hevnasîn û qebûlkirina mafên hev, dibe hevnasîn û qebûlkirina dewletên cuda. Bi gotineke din nasîna ku takekesan ji bo wê şer dikir û bi şoreşa frensî û ya berê wê ya amerîkî re, ew nasîn weke mafên hevwelatiyan hat pejirandin, vêca ji bo miletên cuda di pêwendiyên navdewletî de bû bingeh. Nasîna miletên cuda jî bi vî rengî pêk hat û statuyeke huqûqî ya navdewletî wergirt.

Bêşik bergehê felsefeya Hegel gelek fireh e, li vir min hew bi kurtî behsa wan fikirên wî kir ku der heqê tarîx û têkoşîna mirov de ne. Di vê nuxteyê de hevbeşiya Hegel û Ehmedê Xanî heye ku em ê li ser bisekinin.

Ehmedê Xanî ji mêj ve him li nav civaka kurdî him jî kesên ku li ser civaka kurdî nivisîne, fikirîne, bi awayekî berfireh tê nasîn û li ser berhemên wî gelek tişt hatine nivisîn û gotin. Balkêşiya li ser berhemên vî edîb û mutefekîrê kurd bêguman digel berhem û qabiliyeta wî ya edebî û berî her tiştî ji ber fikirên wî yên pêşwext in. Ji vê pêşwextiyê mebesta me çi ye, em ê li ser vê yekê rawestin û hewl bidin ku di hin waran de fikirên wî, bi fikirên feylesofên xerbî re muqayese bikin û xasima li ser hin fikir û têgehên ku Hegel di ravekirina felsefa xwe de bi kar tine, li ser wan bisekinin. Wan têgeh û fikiran bidin ber têgeh û fikirên Xanî û herwisa di kîjan nuxteyan de ew ji hev vediqetin an jî dibin temamkarê hev, em ê li ser wê yekê bihizirin.

Pêwendiyên mirovan yên bi desthilatdaran û yên bi hev re rewşa wan ya civakî diyar dikin, mirov bi van pêwendiyan re hestên hêrsbûnê, şermezarî û serbilindî dijîn; miameleya digel wan ji van her sê halan yekî bi wan dide jiyîn.

Eger em qîma xwe hew bi van hers sê halan bi tenê jî bînin, em ê di nav rêzên berhema Xanî, Mem û Zînê, de pêrgî vê yekê bên.

Di berhema Xanî de ji bilî vê meseleyê bêşik gelek fikirên cuda hene. Ji fikirên felsefî bigire heta bi erdnîgarî, astronomî, etnografî û neteweperwerî gelek fikir û babet hene. Ev zanîn û pircûreyiya fikirên wî nîşana wê yekê ye ku Xanî di nav civaka kurd de geriyaye, wî agahdarî û hay ji edebiyat û tarîxa kurdan heye, civak û çanda kurdî baş dinase, şarezayê munaqeşeyên felsefî ye, şarezayê mutefekîrên tesawifê û xeta wan e. Herçî edebiyata kurdî ya berê wî ye, ew di berhema xwe de ji xwe behsa wan nivîskaran dike. Ji hêla tarîxî de agahdariyên li ber destê wî û zanîna wî diyar dikin ku di vê babetê de jî serwext e. Ji bo mirov karibe xwedî bergeheke welê fireh be, bêşik jê re perwerde û lêfikirîneke kûr divê û em vê yekê di berhema Xanî de bi hêsayî dibînin. Digel fikirên wî yên derbarê tesawufê de gava behsa pirsgirêka kurd, zimanê kurdî, bi giştî rewşa civaka kurd û bidestxistina hukumraniyê dike, hingê weke mirovekî ronakbîr û sîyasetmedar fikirên xwe pêşkêş dike, bi analîzên xwe yên siyasî ji tesawufê bi dûr dikeve. Ji lewre di nav rûpelên Mem û Zînê de em hew pêrgî mutefekîrekî nayên ku fikira xwe der heqê babetekê de dinivîse. Berevajî em pêrgî mutefekîrekî tên ku di derbarê gelek meseleyan de wî fikir hene û wan fikirên xwe bi sewiyeyeke edebî, yeke berz pêşkêş dike.

Mesele dimîne ka mirov van fikirên Xanî li ser kîjan bingehê û çawa ravedike. Aya çi dibû an jî dibûn sebeb ku Xanî di gelek meseleyan de, xasima meseleyên sîyasî, fikira xwe bêje? Bi kêmasî du fikir hene: Li gorî fikirekê, guherînên îktîsadî, ango têkiliyên îktîsadî yên li dema Xanî yên li Kurdistanê fikirine welê li ba Xanî divejand. Li gorî vê lênerînê rewşa aborî ji vê re asas e. Bi gotineke din mirov û fikirên wan encamên têkiliyên aborî ne; ev fikir mirovan û fikirên wan li gorî pêwendiyên ekonomiyê îzah dike.

Fikira duyem bêtir li ser têgehên abstrakt û hestên mirovan disekine û ji ber mantiq û hişê mirovan û lêgerîna wan ya ji bo azadiyê, têkoşîna ji bo nasîn û şikestina nîrê serdestî û wekheviyê îşaret dike. Ev fikir giraniyê dide ser fikir, zanîn, şiûr û hiş.

Herdu fikir jî teqabulê hin rastiyan dikin û hin pêwendiyên civakî diyar dikin, bi saya van fikiran mirov kare îzaheke mantiqî bike. Lê gava bi giştî mirov berê xwe bide rûdanên tarîxî û çerxa gera civakan, hingê mirov dibîne ku îktîsad bi tena serê xwe nikare tevger, helwest û xusûsiyetên mirovan îzah bike. Herwisa ruhîyet, hest û têgehên abstrakt parçeyek ji jiyana mirovan in û mirov di temamê tarîxa insaniyetê de bi van tiştan ve mijûl bûne û dibin.

Heke aborî û mercên aborî têra îzaha mirovan bikira, hingê diviya mirovên ku rewşa wan ya aborî baş e û jiyaneke baş dijîn, dê qet guh nedana meseleyên siyasî, meseleyên weke azadî û wekheviyê. Lê em ji tarîxa têkoşîn û keftelefta mirovan ya ji bo tiştên abstrakt dizanin ku mirovan qîma xwe bi jiyaneke baş neanîne, timî di nav hewildanê de bûne ku xwe azad hîs bikin, ango ji alî mirovên din de jî qîmeteke wan ya insanî bête nasîn û qebûlkirin.

Di vê nuxteyê de Ehmedê Xanî berî feylesofê almanî Hegel di Mem û Zîna xwe de fikirine balkêş pêşkêşî me dike û weke mirovekî mutefekîr wan fikirên xwe bi me dide zanîn. Xanî him ji bo ferdên civakê him jî bi giştî ji bo civaka kurdî fikirên radîkal pêşkêş dike û dixwaze ew li nav civakê belav bibin, ew fikir bêne munaqeşe kirin, encamek jê bête wergirtin.

Daxwaza Xanî ya ji bo hevgirtin û yekitiya kurdan, daxwaza Xanî ya ji bo zimanê kurdî û xebata wî, tev fikir û hestên welê ne ku teqabulê halekî ruhî, halê nasînê dikin. Ew fikir û felsefeya ku Hegel gera çerxa tarîxê bi wê îzah dike, ew fikir di nav pelên berhema Xanî de her hene û bi awayekî edebî û pir eşkere hatine nivisîn.

Xanî li ser rewşa civaka kurdî ji gelek aliyan ve disekine, rewşa civakî, rewşa siyasî, rewşa hukumdarî, rewşa edebî ya zimanê kurdî radiweste, kurdan û miletên din bi hev re muqayese dike, di hin halan de şermezar e, hêrs dibe û bi zanîn, hêz û taqeta qelem û fikira xwe, bi nivisîna berhema xwe, dixwaze rewşa şermezariyê biguhere û di şûna wê de rewşeke serbilind, yeke bi xîret bixuluqîne.

Ev fikir û cehda Xanî bêguman wê xwestek û helwesta nasînê îşaret dike, yanî Xanî dixwaze payeyek, statuyek ji bo kurdan çêbibe, ev paye û statu di paye û statuya civakên din de be, ji hêla çand û ziman de ev statu di statuya zimanên din de be, kurd û çanda wan bibin xwedî rûmetek, ji statuya bindestî, koletî, şermezarî rizgar bibin, ji alî derûdor ve, ji alî miletên din ve bêne nasîn.

Di van xalan de weke me li jor behsa nasîn û fikirên Hegel û gera çerxa tarîxê kir, Xanî û Hegel digihîjin encameke mişterek. Hegel û Xanî herdu jî têgehên abstrakt bi kar tînin da ku tarîx û pêwendiyên mirovan îzah bikin. Peyvên weke, şermezarî, hêrs, serbilindî, xîret, heysiyet, mantiq û gelekên din, tev bi hev re dibin çêlkerên fikira wan, ji bo tevgerên siyasî û hewildanên hukumraniyê dibin ronîkiroxên tarîxa insaniyetê.

Daxwazên mirov dibin sebebê muqayesekirina tiştan an jî ferd û civakan, piştî berhevdana van, vêca insan bi wesiteya hiş li rêyine çareseriyê digere da ku wan daxwazên xwe bi cîh bîne, wan tiştan bi dest biêxe.

Wexta Xanî behsa tifaqa kurdan, tifaqa mîrekên wan û yekîtiyeke siyasî dike, her ev rê ye ku ew serî lê dide. Di Mem û Zîna xwe de, behsa perîşanî û jihevketina kurdan û serdestiya rom û eceman dike, piştre ji bo ji vê rewşa xirab ya bindest rizgar bibin, li gorî dema xwe rêyine herî maqûl û mantiqî pêşniyar dike da ku kurd ji wê şermezariyê bifilitin. Herwisa ew ji bo analîza civakê metodên diyalektîk bi kar tîne, civakê bi qelsî û xurtiyên wê ve bi nêrîneke tarîxî li ber çavan datîne, sentezekê pêk tîne, pirsgirêkê dest nîşan dike, piştre ji bo pêkanîna tifaq û hêzeke xurt rê nîşa dide, da ku vejîneke ruhî û madî di nav civakê de zîl bide, civak, milet, rabe ser pêyên xwe, ji bo azadî û rizgariyê bixebite.

Xanî gava di berhema xwe ya navbirî de fikira xwe bi şêweyeke edebî pêşkêş dike, gelek meteforan bi kar tîne, dunyayê dişibîne bûkekê. Dunya û bûk çi ne? Mirov dikare wê dunya û bûka ku Xanî behs dike him weke welat, him jî xweşiyên jiyanê û di ser hemiyan re weke azadiyê fam bike. Lê ya herî muhîm azadî ye, azadbûyîna mirov e. Kesên dixwazin bûkê bi dest biêxin, azad bin, divê jiyana xwe biêxin nav talûkeyê, bi ”şûrê erûs” dakevin meydana têkoşînê û daxwaza xwe ya bidestxistina bûkê diyar bikin. Mebest ji şûrê erûs têkoşîn e, hemî cûreyên têkoşînê ne. Lê şûrê erûs (rût) bi tena serê xwe têr nake, hiş divê, rêberiya hiş divê. Di vê nuxteyê de ronakbîrê kurd Ehmedê Xanî sed sal berî Hegel, li ser nasîn, azadî û têkoşîna mirov an jî cîvakê disekine, fikir û rêya çareseriyê pêşniyaz dike. Xanî vê yekê bi zimanekî edebî, bi nivisîna Mem û Zînê, lê Hegel bi awayekî berfireh li ser bingehê felsefeya xwe dike. Mirov, azadî û têkoşîna mirovan ya ji bo azadiyê hevpariya fikira wan e.

Xanî eynî metodê her ji bo zimanê kurdî jî bi kar tîne, wî bi zimanên din re muqayese dike, li rewşa kurdî û zimanên din temaşe dike û digihîje wê netîceyê ku divê statuyeke berz yeke hevdem ji bo zimanê kurdî jî bête pêş da ku kurd pê serbilind bin. Di vê nuxteyê de jî em dibînin ku Xanî û Hegel hevparê felsefeyekê ne. Peyvên abstrakt ji bo rewşa civakê bi kar tînin, rewşa madî û ruhî ji hev vediqetînin, wan didin ber hev, ji der ve li halê insanan, li berhemên wan yên çandî dinerin, piştre ji bo azadî û rizgarkirina insanan û berhemên wan yên çandî helwesta xwe diyar dikin, fikirên xwe pêşkêş dikin.

Xanî bi fikirên xwe ronakbîrekî pêş wexta xwe ye, di dema wî de weke em dizanin, xan û xanedanan împaratorî ava dikirin û ji bo sînorên împaratoriya xwe fireh bikin timî di nav hewildanan de bûn. Fikirên weke hevwelatîya li ser bingehê wekhevî, pêwendiyên hevwelatiyan û yên dewletê bi wan re, ne fikirên weke dema me bûn. Bi peyveke din huqûqa ku bi şoreşa amerîkî û ya frensî re ket rojevê û bi cîh bû, ew hizir hîn li dema Xanî xuya nabe. Ji xwe Hegel bi xwe jî piştî şoreşa frensî û wekheviya ferdan ya di pêwendiyên bi hev re û ya bi dewletê re, gihîşt wê encamê û ev guherîn û tenzîma nuh weke gaveke unîversal bi nav kir.

Bêguman çarçoveya fikirên Xanî pir fireh e, gelek kes li ser vê yekê sekinîne, bi awayekî berfireh li ser berhema Xanî, Mem û Zînê, nivisîne û ji gelek aliyan de ew analîz kirine. Nûredîn Zaza, M.E.Bozarslan û Îzedîn Resûl ji wan çend nivîskaran in. Digel vê jî berhema Xanî her muhtacê lêhûrbûnê ye. Ji bo çand, ziman û edebiyata kurdî, meseyên siyasî û fikirên tesawif û felsefî derya ye.

Hin kesên ku li ser fikirên Xanî yên derbarê neteweperweriyê de rawestiyane, dane zanîn ku ev fikirên Xanî di hin waran de teqabulê fikirên modern dikin ku hingê tu bingeheke aborî û civakî ji bo fikirên weha tune bûn. Xwediyê vê fikira hanê bêtir ew kesên ku fikirên marksîzmê diparêzin û guherînên civakî bi ekonomî û têkiliyên aborî îzah dikin. Piştî ku hîn kapîtalîzm li Kurdistanê tune bû, çîna bûrjûvazî bi fikirên xwe, bi daxwazên xwe derneketibû qada siyasetê, aya çi dibû sebeb ku Xanî van fikirên xwe pêşniyazê civaka kurd bike? Îzedîn Mistefa Resûl di kitêba xwe ya li ser berhema Xanî li derûdora vê fikirê digere û dixwaze bêje ku kapîtalîzm û burjûvazî li Kurdistanê hebûn, lê ev teqabulê realîteya civakî û aborî ya Kurdistana wê demê nake. Wê gavê mîr û begên kurdan hakimê sîyasî yên li hundir in, belam ew bi xwe di nav hukumraniya dewleta Osmaniyan de cîh digirin û bi ser wan de ne. Lê heke em bi têgehên felsefî yên ku Hegel bi kar tîne li meseleyê hûr bibin hingê em dikarin îzaheke maqûl ji fikirên Xanî re bibînin.

Eger em bîstekê ji wê demê bi dûrkevin û berê xwe bidin guherînên roja me jî, em ê ji bo îzaha gelek meseleyan mecbûrî van têgehên abstrakt bimînin. Heke hêrs, şermezarî û serbilindî ji nav xisûsiyetên insanî em derxin hingê, statuya insanan dê dakeve dereceyeke din ku teqabulê pêwistiyên xurustî, weke nan, av û parêzeriya can dimîne. Lê em baş dizanin ku insan ne tenê ev e, insan ji vê zêdetir û berê hertiştî xwedî hiş e, bi têgehên abtrakt tevdigere û bi wasiteya wan xwe, derûdora xwe dinase, kare wan bi hev re muqayese bike, tiştine ji bo xwe bixwaze, wan bike armanc, ji bo wan têbikoşe da ku statuyek ji bo xwe bi dest biêxe ku ev statu di hemî waran de, di sewiya statuyên mirovên din, civakên din, neteweyên din de be.

Em wê helwesta şermezariyê li ba ronakbîrên kurd yên piştî dema Xanî jî dibînin. Ronakbîrê kurd C.Bedirxan jî ji ber rewşa zimanê kurdî û helwesta ronakbîrên esil kurd şermezar e, erê hoyê şermezarî ew bi xwe nîne, lê ji ber helwest û guhnedana xwendeyên kurd ya ji bo kurdî, rexneyeke dijwar li wan digire, dibêje ”eyb e, şerm e, an ji xwe re nebêjin ronakbîrên kurd an jî zimanê kurdî hîn bibin.” Wê ruhiyeta insanî, xasima ruhîyeta azadîxwaz û lêfikirox, ku em li ba mirovên mutefekîr dibînin, li ba ronakbîrê navbirî jî her heye. Helwesta Bedirxan ji bo ziman welê eşkere be jî, bêguman bi ziman ve ne sînorkirî ye, ji bo meseleyên sîyasî jî her wisa ye.

Welatê civakekê, miletekî kare û tê dagirkirin û zimanê wan jî li wan tê qedexe kirin, digel vê rewşê jî mirov, niştecîh, karin jiyana xwe bidomînin, lê ev rewşeke xirab e, ji bo milet û ferdên civakekê şermezarî ye, li ba kesên xwedî heysîyet dibe sebebê hêrsê, ew mirov têdikoşin da ku ji vê rewşê rizgar bibin û ew jî wek hemî milet û ferdên din azad û serbilind bin.

Hestên hêrsbûn û şermê dibin sebeb ku mirov bifikirin, bizanin, rewşa xwe muqayese bikin û bi saya hiş li rêyine bigerin da ku ji vê şermê rizgar bibin, azad bijîn û weke herkesî serbilind bin. Ev hest dibin destpêka lêgerînê, mirov pê dikeve nav hewildanên çareseriyê, li alîgir û tifaqan digere, li çareyên mantiqî digere, civakê, ferdên wê analîz dike da ku di paye û sewiya civak û miletên din de encameke hevdem bi dest biêxîne.

Mirov ji ber qabiliyet û hişê xwe, ji ber têgehên weke heysiyet, şeref, wekhevî û di ser hemiyan re azadiyê, rewşa xwe ya madî û mahnewî, çandî û siyasî, aborî û edebî, werhasil ji hemî aliyan de, bi kes û civakên din re daye û dide ber hev, li rewşa xwe hûr dibe û timî di nav hewildanê de ye, têdikoşe da ku wê nasîna hevdem ji bo xwe, ji bo civaka xwe bi dest biêxe, weke hemî kes û civakan serbilind bijî.

We divê li xebat û têkoşîna karmend û karkeran ya ji bo jiyaneke baş, we divê li têkoşîna miletan ya ji bo bidetxistina desthilat, serxwebûn û azadiyê binerin, xebat her ji bo nasîn û bi wê ve azadî ye, ji rewşeke xirab û şermezar bi dûr ketine, statuyeke hevdem e.

Du peya, ji du welat û civakên ji hev dûr û cuda ku ji hêla fikirê de digijîn hev, ango Xanî û Hegel, her eynî tiştî îşaret dikin: Têkoşîna mirov ya ji bo azadiyê.

Hegel li tarîxê, keftûlefta mirov piralî hûr dibe, felsefeyekê datîne û Xanî di Mem û Zîna xwe de, ji gelek aliyan de li rewşa civaka kurd dinere, lê hûr dibe, encamê lêhûrbûnê sentez e, fikirine nuh e; û ew hestên em behsa wan dikin, li ba wî çêdibin, bi zanîna xwe ya fireh, bi qabilîyet û hişê xwe, ji bo bidestxistina statuyeke hevdem, bi fikirên xwe yên pêşwext rê nîşanî miletê xwe dide.

Di ser berhema Xanî re sêsed sal bihurîn. Miletê kurd bi lawên xwe yên têkoşer, ev dused sal e ku ji bo rizgariya welatê xwe ji bo azadiya miletê xwe kar dike, dixebite. Eger heta niha kurd bi ser neketibin, sebebê asasî ne ji ber ku nexebitîne, bîleqis li gorî taqet, zanîn û şertên xwe timî di nav hewildanê de bûne, lê mixabin heta niha konjuktura siyaseta dunyayê dest nedaye ku mîna miletên din azad û rizgar bibin, bibin serwerê mala xwe, welatê xwe.

Fikir û daxwaza Xanî û Hegel di peyveke pêşiyên kurdan de pir baş diyar dibe.

Pêşiyên kurdan bi kurtî weha gotine: Jiyan bi şeref jiyîn e.
Têkoşîna milet, civak û mirovan ya ji bo azadî, wekhevî û jiyaneke bi şeref, jiyaneke serbilind, di hemî pêwendiyên insanî de her berdewam e, loma mirov bi rahetî kare bêje ku Xanî û Hegel bi fikirên xwe her zindî ne.

 

29-05-2013

srosan21@gmail.com

 

 

 


XENCER

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum