Serdar Rožan


Home  |  Destpźk  |  Ana Sayfa



Berhema nivîsevan Serdar Rosan Xencer, berhemek helbestî ye.

di seveke zîvîn de
li çiyayê pîrs
li quntarekî
xencerek dibiriqî
bêtirs
desteyê xencerê
neqisandî bi zêr
sewqa xew dida
jor û jêr
venistibû bazekî
xwe danibû ser zinarekî
çavên wî hûrbîn
mêze dikir kûrbîn
seveke hênik
dimilmilandin bayekî sivik
quntar asê
newal kûr
avahî dûr
pelên daran direqisîn
hûr bi hûr

 

 

SERDAR ROŽAN

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum