ROÞAN LEZGÎN

Gotin Diçe, Nivîs Dimîne
/ Roþan Lezgîn,
Weþanxaneya Pêrî,
Ebat: 21x13,5, 264 rûpel,
Kaxez: Enzo, Berg kuþe
ISBN: 978-975-9010-82-9
Gotin Diçe Nivîs Dimîne, navê kitêba Roþan Lezgînî ye ku ji alîyê Weþanxaneya Pêrî ve li meha çirîya pêþîn ya sala 2009, li Stenbolê çap bûye.
Wêneyê berga kitêbê ji alîyê resamê kurd yê navdar Serhad Bapîrî ve çêbûye. Kitêb bi gotineka roþinbîrê hêja Îsmaîl Beþîkçî ya navdar dest pêdike: “Bi zimanê neteweya serdest rizgarî nabe.”
Kitêb, bi giþtî ji gotarên ku Roþan Lezgînî ji adara sala 1997an vir de bi kurdîya kurmancî nivîsîne û hevpeyvînên ku bi wî re çêbûne, ku li rojname, kovar û malperên cihê bi cihê yên înternetî weþîyane, pêk tê. Bêyî vana, di beþa destpêkê de bi sernavê “Dergeh” û “Berî Nivîsînê” du nivîs hene. Ji vana, di nivîsa dirêj a bi sernavê “Berî Nivîsînê” de nivîskar hinek dîmenên balkêþ ji jîyana xwe ya taybet a berîya nivîskarîyê pêþkêþ dike. Herwisa, di nav kitêbê de nivîsek bi sernavê “Kedî Bûyîn” jî cara pêþî di vê kitêbê de tê weþandin.
Rast e ku gotin diçe nivîs dimîne. Lê nivîsên ku vir de-wê de li gelek rojname, kovar û malperên înterbetî weþîyabin jî, winda dibin diçin. Wekî Weþanxaneya Pêrî em bi berhevkirin û bi awayekî komkirî di kitêbekê de weþandina nivîs, gotar û hevpeyvînên nivîskarî gelek kêfxweþ in. Bila kitêb li jîyana edebî û ramyarî ya kurdî pîroz be!

Foundation For A Kurdish Library & Museum