Rezoyê
Ose
Dîk-Dîko |
Libhinarê |
Sengê û Pengê |
Bavê Hepûn |
Finda Semal |
Kurtenasnameya Rezo
Navê wî Ebdulrezaqê Eliyê Îsayê Osê ye . Roja 10.10.1950 li gundê Deksûrî /Cizîrê -parêzgeha Hisiça,herêma Qamislo / hatiye jiyanê. Xwendina xwe ya seretayî, li gundê Tenûrî / gundê sînordasê Deksûrî / kuta kiriye. Ya navendî û lîse jî li bajarê Qamislo bi dest xistine. Bi navên: Aro; Rezo; Stêr; Azad; Pirs; Ebdulrezaq Osê û Rezoyê Osê di gelek kovar û rojnaman de nivîsiye / wilo jî di malperan de /, ji wan: Stêr; Armanc; Dugir; Pirs; Metîn; Dengê Azadî; Zanîn.
Ji havîna sala 1970 de dest bi nivîsandinê kiriye . Gelek
gotar û lêkolîn belav kirine . Wilo jî ,helbest / kevesop
û nûjen / nivîsiye,sano di kovaran de belav kirine,folklor
daye hev û belav kiriye,kurteçîrok nivîsîne,çîrokên
zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navê Dîk-Dîko
; Libhinarê ;Bavê Hepûn;Sengê û Pengê ;
Finda Semal çap kirine /Wî bi Kurdî nivîsîne
û Dr.M.Nejarî guhertine zimanê Erebî û bi hev
re di bin navê danehev û pêskêskirina herdu navan
hatine çapkirin/.Bi kurtî:
1. 1972 - 1974 Endamê komîta berpirsiyariya kovara "Soresgêr",
ko li bajarê Berlîna Rojava derdiçû, maye.
2.Di van salan de jî bûye endamê komîta çapderîn,ko
sê pirtûk li Berlîna Rojava çap kirin / Dîwana
S. Hêzanî, bi Kurdî. Helperkên Kurdî, yên
folklorî, bi zimanê Elemanî. Miletek berxwedanê di ber
hebûna xwe de dike , bi zimanê Elemanî /.
3. 1977 kursê fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê
Mosko, ji grûpek xortên Kurd / yên zanîngehê /
re vekiriye.
4. 1977 Bûye endamê komcivîna damezrandina "Hevbenda
Kawa bo wêjeya Kurdî" / dameznerên vê hevbendê
: Bavê Nazê ; Dr.M.E.Najarî ; Dr.S.Mulla û Rezo bûn
/ ko li Mosko pêk hat. Vê hevbendê gelek pirtûk / bi
zimanê Erebî ,çi wergerandin,çi jî afirandin/
dane wesandin.
5. 1978 – 1980 Bûye endamê " komîta amadekar "
bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanênKurd
li Ewropa, ko di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de
kar dikir.
6. 1980 – 1981 Berpirsiyariya belavoka " Ronakbîr ", li
Sûriya, kiriye.
7. 1982 – 1984 Bi Bilûrvan re serkêsiya fêrbûna "Kursên zimanê Kurdî" li binekova Cizîrê kiriye.
8. 1983 – 1993 Berpirsiyariya kovara "Stêr",bi Bilûrvan
re / weku damezrêner / , pasê bi Dilovan û hin rewsenbîrên
din re kiriye.
9. 1993 - … Endamê komîta berpirsiyar e di kovara "Pirs"
de.
10. 2002 - … Endam û yek ji damezrênerên " Komîta
xelata Cegerxwîn" e.
11. 2003 - … Bûye endamê komîta sêwirdarên
kovara "Pêl" ko li Elmaniya der tê.Vê salê
jî bûye endamê "PENa" Kurd.
12. 2003 – Vexwendî çalakiyên sedsalaliya Cegerxwîn,
li Amedê û Izmîrê,bûye.Li wir " Xwendinek
di berhemên Cegerxwîn de" pêskês kiriye.
13. 2004 – Endam û çalakdarê komcivîna duwemîn
ya "rojên wêjeyê li Amedê" bûye û
besdarî kiriye.
14. 2005 – Endamê konferansa PENa Kurd û PENa Tirk bû,ko
di bin çavdêriya PENa Navnetewî û UNESCO de li Amedê
pêk hat.
15. 2005 – Vexwendiyê festîvala rewsenbîrî ya
yekemîn li Duhokê bû , da lîkolînekê li
ser " hevoksaziya Kurdî " . pêskês bike . Lê
ji ber sedemên rewsa navwelatî / di navbera Sûriya û
Îraqê de/ nikarîbû amade bibe,tenha lêkolîna
xwe rê kir.
16. 2006 – Endam û çalakdarê festîvala rewsenbîrî
ya duhemîn li Duhokê bû.
17.2008 – Endam û çalakdarê festîvala Cegerxwîn
li Hewlêrê bû.
18.2008 – wergêrê xelata yekemîn ya fablê li Wanê
bû.
* * *
Nav û Naveroka Pirtûkan
Di destpêka miha êlûna sala 2005 an de, pênc pirtûkên çîrokên zarokan,li Sûriyê,bi rêdaneke fermî / çapkirin û belavkirin / di bin sernavê " Çîrokên Kurdî gelêrî yên zarokan " bi zimanê Kurdî û Erebî,hatine çapkirin.
1. Dîk-Dîko
/ çapa didiwa / çar çîrokan himbêz dike / Çapa
yekê sala 1991/:
a. Rovî – beranê kovî .
b. Kerê pistkurmî .
c. Kêça kezîkur .
d. Dîk-Dîko .
2. Libhinarê
/ çapa didiwa / çar çîrokan himbêz dike/Çapa
yekê sala 1991/:
a. Destbiratiya Rovî û Melê .
b. Libhinarê .
c. Gurê tirsonek .
d. Pîrê û Rovî .
3.Bavê Hepûn
/ Çapa yekê / :
a. Bavê Hepûn .
b. Hirçê û Mihemedoko .
c. Kero hevsarzero .
d. Kêza Kêzxatûn .
4. Sengê
û Pengê /Çapa yekê / :
a. Sengê û Pengê .
b. Gurê har .
c. Keçên Pîrê .
d. Beq û Tûpisk .
5. Finda Semal
/ Çapa yekê / :
a. Finda Semal .
b. Gavan û Gur .
c. Mih û Gur .
d. Fatika Gavan .
Ev çîrokên zarokan yên gelêrî danehev û wergerandin im.Li ser qapê hundir jî, ev informasiyon hatine nivîsîn :
Qap û wêne
: Hunermend endizyar , Necah Osman .
Deqên Kurdî : A.Ossi / Rezo / .
Deqên Erebî : M. Najarî .
Lêvegera deqên Erebî : Sêx Tawfîq El-Huseynî
.
" Dar All-Hassad
"
Sam , Sûrîya 2005
Hêjayî gotinê ye,ko rêdana çapê ,bo pirtûkên
1;2 û 3 sala 1991 hatibû wergirtin, lê bo hin sedeman , di
dema xwe de,nehatin çapkirin,da nû îsal roniyê bibînin.Bo
vê yekê hin cudahî di navbera deqên Erebî / wergerandina
sala 1991 ê / û yên Kurdî / sererastkirin , pistî
bidestxistiona hin formên nû ji çîrokan / de têne
pelandin.