Entellektuelê Kurd & Şoreşger
HESEN HIŞYAR SERDÎ

Katibê Şêx Seîd Efendî

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

Hesen Hişyar Serdî (1907-1985)

“Millet im, rabe binêre îro çaxê xweserî‬
‪Kes ji te pê ve nemaye dîl û jar û bêserî ‬
Ma ne şerm e em tenê mane di bin destê neyar?
Ta bi kengî wer bimînin; ew şivan û em kerî!"‬

   

Govara AGAHÎ

   



Hesen Hişyar SERDÎ

 

   

 

 

 

 

 

TÊBÎNIYEK DERBAREYÊ GUNDÊ SERDÊ:
- Gundê Serdê li Licê ye û bi pîvazê xwe yê spî û şîrîn navdar e. Heger ava ku pê şitlên pîvaza tê avdan sar be, pîvaz jî şêrîn dibin. Ji ber ku ava gundê Serdê pir sar e loma jê re dibêjin Serd û loma pîvazên spî yên gundê Serdê jî wisa pir şîrîn in.

 

 

 

 

Piştî xebata malbata Bedirxaniyan û rawestandina herdû kovaran (Hawar-Ronahî) ne tenê li nav Kurdên Sûriyê belê li tevaya Kurdistanê bizava çapemeniya Kurdî dikete bêdengiyekê de.


Piştî şerê cîhanê yê diwemîn li Kurdistana başûr kovara Gelawêj –li hemberî rewşa şer û dijwariyên çap û belavkirinê- di derketina xwe de berdewam bû. Di wê demê de kovara (Dengê gîtî taze) û rojnameya (Jîn) ya heftane jî derket.


Li Bexdê, di 14ê tîrmeha sala 1958an de sazûmana Şahanî hilweşiya û dest bi jiyaneke nû bû. Rewşa tevgera çapemiya Kurdî geş bû. Di wê demê de li dora (268) pertûk hatin çapkirin û belavkirin.


Pencên tîrêja tevgara çapemeniya Kurdî bandora xwe li Kurdên Binxetê jî kir. Sawa tirsê hin bi hin rabû. Çend ronakbîrên Kurd li bajarê Helebê li mala Dr. Nûrî Dêrsimî civiyan û biryara avakirina komeleyekê dan. Navê komelê (komela zanistî û alîkariya Kurd) bû.
Damezrênerên komelê:


Dr. Nûrî Dêrsimî, Rewşen Bedirxan, Hesen Hişyar, Osman Efendî û Heyder Heyder.

Armanca komelê: pêşxistina ziman, tore û dîroka miletê Kurd bû. Mexabin pir dirêj nekir. Li dora du salan (1956-1958) tenê berdewam kir. Lê pir çalakiyên hêja kirin. Damezrênerê komelê Hesen Hişyar di destnivîsên xwe de dibêje:


-`Bi doza Kurd ve me (18) rûpel nivîsarek li Misrê bi destê Mihemed Hilmî beg da kongirisa (Bandok).


-Ji bona şoreşa (Ciwanrû yên Kurdên Îranê) me (protustokî) bi navê (Jenosît) bi zimanê (Erebî, Turkî, Farisî û Firansewî) dijî (şah) da belav kirin.


-Bi (Partiya Eyoka ên Qubrisî) re, me hevalbendî girêda, her buyerên wan me di rojnama xwe de didane belav kirin, ji ber ko ew jî dijî dewleta Turk û Ingilîz bûn. Çewa ko meseleyên Kurd jî li (Atîno) serekê diyaneta Islamî (Hafiz elîreşad) werdigerandin zimanê (Yûnanî) û di rojnameyên wan de didane belav kirin.


-Li (Beyrûtê) di rojnameyên Erebî de li ser Kurd û Kurdistanê di rojnameya (Wicdan- Huriyet) de didane belav kirin`.


Evê komelê gelek pertûk dane çap kirin û belav kirin. Ji wan pertûkan:

Diyar e, kar û çalakiyên vê komelê ji temenê wê pirtir bû. Bi temenekî kin, ko du salan bi tenê dirêj kir, xebatine berfireh ji gelê xwe re kir. Evê komelê -mîna komelên din- piştî damezirandina Partiya Demoqrat ya Kurdistanê- Sûriyê, ewê jî xwe hel kir.


Piştî ko Sûriyê ji bin sîdariya Ferensîzan reha bû. Dergehê hemû komele û civatên Kurdî hatin girtin. Ziman û weşanên Kurdî yasaq bûn. Rewşa Kurdan roj bi roj nexweş bû. Darê nijadperestiyê li ser serê wan dihat hejandin.


Di sala 1957an de Partiya Demoqrat ya Kurdistanê li Sûriyê hate damezirandin. Di civaka Kurdên binxetê de, damezrandina Partî gaveke hêja û pîroz bû. Lê mexabin di warê rewşenbîriyê de tu gavên berbiçav nehatin avêtin û bêdengiyek hebû û tu xebat di ber rewşenbîriya Kurdî de nehat kirin.
Di sala 1966an de kovara AGAHÎ bi destê ronakbîrê gewre Hesen Hişyar derket. Di rûpelê pêşîn de hatiye nivîsandin: (Kovarek(e) zanistî, toreyî, tarîxî û siyasî ye). Kovar, li parêzgeha Hisiça, bajarê Qamişlokê derdiket. Ji alî tîp û gewdê kovarê 20X40 s.m-ye. Rûpelên wê ji (15-33) rûpelan hevedûdan e. Ji ber rewşa ramyarî xwediyê kovarê kovara xwe li tilnivîsê dida û bi hejmareke hindik û bi awayekî veşartî belav dikir. Ne tenê barê xercî û belavkirina kovarê li ser milê xwediyê kovarê bû, belê nivîsandin û amadekirina wê jî jê dihat xwestin. Kovar di nîrek pir dijwar de derdiket. Lewre tu demek diyar ji derketina wê re nebû. Hejmarên vê kovarê gihane nozde hejmaran. Naveroka kovarê pirtir ramyarî û dîrokî bû. Xwediyê kovarê nerîn, dîtin û bîrûbaweriyên xwe di riya vê kovarê re dida belav kirin. Hin caran bûyerên Kurd û Kurdistanê belav dikir.


Di kovarê de du helbest û nameyek bi tenê ne yên xwediyê kovarê ne. Helbestek ya nemir Ehmedê Palo û ya din ya nemir Hemzayê Muksî ye. Name jî ya Prof- Qenatê Kurdo ye ya ko di sala 1956an de ji komela Zanistî û alîkariya Kurd re rêkiribû. Qenatê Kurdo di wê nameya xwe de dibêje: ( Gelî biran ji wê xebata we re sipas dikim, eger çiqasî dijwarî bikevin pêşiya we jî divê hûn zêdetir navê Kurd û Kurdistanê di roznaman, kovaran û her nivîsarên piçûk û mezin de bidin belav kirin. Em di esra bîstî de ne esra ronahî û atomî de ne. Îro miletên bêdeng zû asîmîlasyon dibin, heya zarok negiriyê dê bi wê dilovaniya xwe şîr nade wî an wê....).


Xwediyê kovarê daxwaz û sedemê derketina kovara xwe dide diyar kirin û dibêje:
(Daxwaz ji vê kovara veşartî û destnivîs: Herwekî ji zanan re qenc agahe ko li gor rîzan û heq nenasiya rojhelatê navîn dewletên Kurdistan vegirtî, xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî gunehkariyek ji kiryariya (muxederatan) gelek mezintir û dijwartir e...).( Nemaze kurdên Sûrî ji (1958)an de, di girifariyên dijwar de hatine girêdan... di her awayên teqalîdên xwe ên qewmî û civatî de pêçandî mane! Çewa ko her niştimanperwerên ji hev dûr nikarin bi serbestî û hêsanî bigîne hev û serpêhatiyên têde ji hev re bidin zanîn û li ser çare dîtinan heş û agahiyan bi hev biguhêrin..!). (Ji ber wan bûyerên zeman û mekan di armanca xebatê de ji bo agahdariya hin niştimanperwer li gor pêkanînê min xwe berpirsiyar dît. Da ko nûçe û bûyerên der û hundir ên ko doseya Kurdsitan, di xwe de digre ji wan re bişînim. Lewre rojên teng û tarî nêçîrê tarîxê ne).


Xwedî û berpirsiyarê kovarê li ser vê bingehê kovara xwe derdixist û raman û baweriyên xwe dida belav kirin. Bi giyanekî gewre û ramanekî bîrewer pêwîstiya yekîtiya tevgera Kurdî dide diyar kirin. Bi xurtî şerê perçebûn û jihevketina tevgera Kurdî dike, dibêje: (Çep û rast herdû milên laşekî ne, laş ko nebe kîjan milê çep û rast!!??).


Xwediyê kovarê mîna bijîşkekî pespor destê xwe datîne ser birîna nesaxiya tevgera Kurdî ya ko sedema ji hevketin û bindestiya gelê Kurd e, diyar dike û çare û derman jê dibîne. Ew çare û derman yekîtiya tevgera Kurdî ye.


Bi vê danasîna kurt, me rê û şop li ber lêkolînzan û nivîskarên bi rûmet vekir ko rojekê ji rojan bi firehî li ser vê kovarê rawestin û xwedî li nû çapkirina wê derkevin.

Jêder û çavkanî:
-Kovara AGAHÎ- Rûpel:2.Hejmar:3. Sal:1969.
-Kovara AGAHÎ- Rûpel:10.Hejmar:15. Sal:1980.
-Kovara AGAHÎ-Rûpel: 11.Hejmar:16 . sal:1981.



Dilawerê ZENGÎ
Hate weşandin: 14 Çiriya Yekem 2010

 

 

 

_____________________________________

 

 

HEVPEYVÎN bi NİVÎSKAR û HELBESTVANÊ NAVDAR Dilawerê ZENGÎ re

Wek tê zanîn Dilawerê Zengî bi salane ku di warê Wêje ya Kurdî de ji me ra xizmeteke payedar dimeşîne. Her wiha kedkar û Nivîskarekî Malpera me ye jî. Zengî heya roja îroyîn bi Helbest, Gotar û Lêkolînên xwe di gelek Kovar, Rojname û Malperan de kedeke giranbiha daye. Ew bi gelek Rêberên kurdan re jî geriyaye. Her wiha karê Rojnamegeriyê jî kirî ye. Her çiqas Zengî, derfet nedîtibe Zanîngeh û Zankoyê bixwîne, wî jî wek min xwe di Dibistana Jiyan û Vejînê de perwerde kiriye. Lewre ji gelek Rewşenbîran jî sûdê wergirtiye. Ji ber vê yekê ez dikarim pir bi hêsanî bêjim ku rêzdar Zengî ji pirraniya kurdan ra mînakek bêhempa ye. Bi taybetî di warê Helbestvaniyê de Stêrkekî giranbiha û Rewşenbîrek pir hêja ye. Helbestvanek pispor û şareza ye. Sipas ji Xwedê re ku wî ji dayîk û bavê welatparêz daye. Lewra ez wek Nivîskar, Dengbêj û Helbestvanekî kurd dikarim pir bihêsanî bêjim ku Zengî emrê xwe daye vê xizmeta giranbiha. Bila Xwedê Teala saeta sax û emrê dirêj bide Destbirakê min ê qedirşînas û serbilind. Zengî di dilê min de hêjaye wek heyva li ser gund. Ronî dike tariyê, ew mîna çira û find. Bêguman Dilawer bi fikr û ramana xwe ya Ronakbîrî, riya gel dike ronahî. Lewma ez dibêm, bila her bijî vê Fikr û Ramana Kurd û Kurdewarî. Ka werin em bi hevra guh bidin şîreta Dilawerê ZENGÎ:

Kurdewarî. Ka werin em bi hevra guh bidin şîreta Dilawerê ZENGÎ:

BİLBİL
Min silava Mîr hil da
Li Mûşî bêhna gul da
Silav li civaka MîrHezkirina di dil da Silava min li Bilbil
Bi bêhna reyhan û gul
Bilbilê Welatê min
Te pêtek berdaye dil

Pirsiyar:  Keko Tu li kîjan bajarî û di kîjan salê de dehatiye dinyayê?

Bersiv: Ez, li parêzgeha Hisiça bajarê Amûdê, di sala 1961î de hatime dinê.P:  Keko Navê bav û dayîka we çiye, hûn ji kîjan Eşîrê ne, her wiha hûn ji kîjan herêma welat mişextî Binxetê bûne, tu dikarî ji me ra bi berfirehî behsa Malbata xwe ya Welatparêz bikî?B: Belê. Navê bavên min, Îsmaîlê Muhemedê ‘Emê ye, navê diya min Ferîde keça Elî yê Heskê yê Xanîsorî ye. Em bixwe, ji xelkê Kurdistana Bakur in, ji qeza Şêrwanê, welayeta Sêrtê, gundê Qewmik, û ji eşîra Dumiliya ne. Li herêma me, Eşîra Dumiliya gelek bavikin: „Ji wan; Mala Miqdad, mala Haco, mala Cindo, mala Mîro, mala Zengî, mala Nebo, mala Muhemedê Fetah, mala Çilqeda, mala Diho û hwd. Bapîrê me yê pêşî Miqdadê Haco ye, li gundê Soyê dima, û bapîrê min Muhemedê Emê jî li gundê Qewmik dima. Gundê Qewmik, Sirsê û Zeviya Sor yên Zenga ne.  Em bixwe dumillî ji mala Zengî ne. Di dema şerê Dewleta Osmanî û Qeyser de, û ji ber sedemên ramyarî yên wê demê, bapîrê min (Mihemedê ‘Emê) bi tevî malbata xwe ji gundê  xwe derdikevin. Bi rê de, çemê Mezin tê pêşiya kerwan. Kerwan li çem dide, dapîra min Xedîce xanim xwenga Miqdadê Bapîr bû, di ava çemê mezin Dîcle de diçe û têde difetise. Û li gundekî ji gundên Wêranşehrê bapîrê min Mihemedê ‘Emê pir dirêj emir nake ew jî dimire. Lawên wî (Bavê min Îsma’îlê Mihemedê ‘Emê -neh salî- û birayê xwe yê biçûk ‘Emê -heft salî) „Mişextî Binxetê” dibin, û li bajarê Amûdê bi cî û war dibin.P: Ezbenî te kîjan Dibistanan xwendiye?B: Min, Xwendina xwe ya destpêkê û ya navîn li bajarê Amûdê xwend. Lê, mixabin ji ber rewşa xizanî û feqîrtiyê min xwendina xwe ya bilind kuta nekir. Min xwe ji xwendina pertûkan û çûn û hatina linik mirovên rewşenbîr, siyasetmedar û zanayên Kurd û civatên wan bêpar nekir.P: Çi mînakek baş. Keko Xwedê emrê dirêj, saeta sax bide cenabê te, tu niha çend saliye, tu kengê Zewicî, Xwedê ji te ra bihele, çend zarokên te hene?B: Spas ji te re. Ez niha derbasî sala pêncî û yekê bûme. Di sala 1985an de min jin anîye. Sê lawê min hene, bi navê; Royar (1985), Rodî (1986) û Ronî (1990), û qîzek min a bi navê Rewan jî (1995) heye. Ez lawê sêyemîn bûm ji bavê xwe. Birayê min Ferhan yê mezin bû, Muhemed yê navîn bû û ez yê biçûk bûm. Birayekî min î din jî hebû, ew di Şewata Sînema Amûdê de şewitî û mir. Wek nas e ko Sînema Amûdê di sala 13.11.1960î de hatiye şewtandin. Li dora 300 zaroyên Kurd tê de şewitîn. Diya min „Ferîde Elî” li dora deh (10) zarokên Kurd ji nav wî agirê Sînema Amûdê xelas kiribû. Lewra, jê re dibêjin: „Diya Şehîdan”.  Maşelah Çi navekî xweş, Xwedê hemûyan Efû bike. Birastî şewata Sînema Amûdê dilsotînereke mezina pir xemgîn e.P: Mamoste Dilawerê ZENGî, kengê dest bi Nivîsandina Helbeta Kurdî kir? Gelo tê bîra te Helbesta ku te berê ewil nivîsand? Ew Helbest kîjan e gelo?B: Di sala 1977an de, min  dest bi nivîsandina helbestanê kir. Ez li ber destê: „Dayîkeka Welatparêz û Bavekî miletperwer mezin bûm”. Evê diyê (Ferîde Elî) akameke (bandûreke) pir mezin li jiyana min ya nivîskarî û ramyarî kiriye. Gelek cefakêşî û dijwarî ji bo min, di vê riyê de jî kişandiye. Bandora Şêxê welatparêz û miletperwer (Şêx Sedredînê Bavê Kal-dostê bavê min bû) pir li min hebû, û li ber destê wî pirtir fêrî nivîsandin û xwendina Kurdî bûme, û bi alîkariya wî min helbestvanê gewre Cegerxwînê nemir û Seydayê Tîrêj jî nas kir. Helbesta pêşî ko min nivîsand bi navê „Ey Felek” bû. Ta bi vê rojê jî min nedaye belav kirin. Sedemê ne belavkirina wê helbestê jî ev bû; Ez di rewşeke pir dijwar û xizan re derbas dibûm. Min bi çavekî pir tarî li dinyayê dimeyzand. Lewra min navê helbesta xwe kiribû Ey Felek. Birastî felek li serê min digeriya û ez xortekî şazdeh (16) salî bûm. Barê xizanî û dijwariya gerînoka demê ne hêsan bû. Mala felekê ne ava be. 

Pirsiyar: Te heya niha çend Pirtûkên xwe Çapkirine. Tu dikarî navê wan Pirtûkên xwe ji me ra destnîşan bike. Her wiha hinek jî behsa Rewşenbîriya xwe bike?B: Min heya niha pir Gotar, Lêkolîn û Helbest di kovar, rojname û malperên „Kurdî û Erebî” de daye belav kirin. Ji bilî nivîsandin, lêkolîn û helbestan, min karê rojnamevaniyê jî kiriye. Min di gelek kovar û rojnameyên Kurdî û Erebî de nivîsandiye, ji wan: (Gelawêj-Sûriye), (Gurzek gul-Sûriye), (Pirs-Sûriye), (el-Hîwar-Sûriye), (Newroz-Sûriye), (Hêvî- Parîs), (Kurmancî- Parîs) (Armanc- Siwêd), (Medya Guneş- Stenbol), (Xebat- Erbîl), (Metîn-Dihok), (Birayetî- Dihok), (el-Itîhad-Silêmanî), (Mîdya- Erbîl), (Gulan- Erbîl) û (Serxwebûn- Erbîl) (Rojda-Libnan) (Jîn-Sûriya) (Zevî-Sûriya) û hwd. Ez di hin redaksiyonên kovar û rojnameyên Kurdî de kar dikim. Di tevahiya malperên Kurdî de berhemên min têne belav kirin. Û malperek min jî heye. Min gelek dîwanên helbestvanên Kurdan yên navdar ji tîpên Erebî wergerandiye Latînî û pêşgotin ji wan re nivîsiye, ji wan: (Seydayê Tîrêj: dîwanên wî: Xelat, Zozan û Cûdî. Û pertûka wî; Serpêhatiya Kurdan û Mewlûda Kurdî), (Seydayê Bêbuhar: dîwana wî: Zindan)… Min piştgiriya Rewşen Bedirxan di wergerandin, amadekirin û   weşandina çend pertûkên wê, û yên malbata wê de kiriye. Mîna pertûka: (Bîranînên Salih Bedirxan, Name bo Mustefa Kemal paşa, Mîr Bedirxan û Bîranînên jinekê û hwd). Li dora (250) pertûkên kurdî yên nivîskaran li ser tore, çande, dîrok, û folklorê Kurdî li Sûriyê min daye weşandin. Pertûkên min yên çapkirî di nav wergerandin, amadekirin û afirandinê de, li dor bist û heft  (27)  Pertûkan min çapkirine. Hin ji wan jî ev in:

★ Dîwana (Pêdarî) helbest 1985. -Gramêra Ziman -Celadet Bedirxan û Rojê Lîsko-wergerandin 1990. (Bi alîkariya hin mamosteyan). -Ji mesela Kurdistanê- Celadet Bedirxan. Wergerandin 1990. -Dîwana helbestvan Ebdirehmanê Mizûrî (Ji evîna çirayên kevin) wergerandina tîpan 1991. -Dîwana helbestvan Ebdirehmanê Mizûrî (Li xelkî tehlê li min şirînê)- wergerandina tîpan 1991. -Mîr Bedirxan: Lutfî, wergerandina: E. S. Goranî. Amadekirin û lêveger: Rewşen Bedirxan û Dilawerê ZENGÎ -Şerefnameya Menzûm-Cegerxwîn- ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî, û lêveger, ravekirin û serastkirin 1997. -Bîranînên Celadet Bedirxan -komkirin û wergerandin bo zimanê Kurdî. -Ez û Agir- Dîwana helbestvan Hizrevan-wergerandina tîpan 1998. -Stran, Berf û Baran -helbestvan Mûeyid Teyib wergerandina tîpan. -Bedirxanî di Cezîra Botan de-Malmîsanij-wergerandin: Gulbuhar Bedirxan û Dilawerê ZENGÎ 1998. –Qeble Bizûx ElQemer -çîrok- wergerandina Tewfîq El-Huseynî ji zimanê kurdî bo zimanê Erebî. Nivîsandina Dilawerê Zengî- Ji weşanên Mîdiya-Erbîl 2001. -Qedrî Can, Helbest, Gotar, Çîrok û wergerandin.- amadekirin û berhevkirin. Bi zimanê (Erebî). Çapxana Aras, Hewlêr 2001. -Bîranînên Osman Sebrî- bi zimanê Erebî 2001. Beyrût, Libnan. Çapxana Emîral. -Bîranînên Osman Sebrî- bi zimanê Kurdî 2005 Beyrût, Libnan. Çapxana Emîral. -Şerrên Sasûnê -Osman Sebrî- komkirin û amadekirin. Bi zimanê Kurdî 2005. Beyrût, Libnan. Çapxana Emîral. -Dîroka kelepora mîrnişîniya Botan. –Mele Xelefê Bafî. -Veguhestina tîpan. Bi zimanê Kurdî 2005. Beyrût, Libnan. Çapxana Emîral. -Qedrî Can, Helbest, Gotar, Çîrok û wergerandin.- amadekirin û berhevkirin. Bi zimanê (Kurdî). Çapxana komal, Stenbol 2004. /Mixabin çapkirineke pir lawaz e. -Qedrî Can, Helbest, Gotar, Çîrok û wergerandin. – Amadekirin û berhevkirin. Bi zimanê (Kurdî). Çapxana Emîral, Beyrût, Libnan 2005. -Şerrên Sasûnê -Osman Sebrî-Komkirin û amadekirin. Bi zimanê Kurdî 2005. Stenbol, weşanxaneya Pêrî, 2005.-Wesenon Lilişq -Dîwanek ji Helbestan- wegerandina: Şêx Tewfîqê Huseynî ye bo zimanê Erebî. Weşandina Dar Kîwan e –Şam 2005. -Mewlûda Pêxember –Tîrêj- veguhestina tîpan û pêşkêşkirina: Dilawerê  Zengî. Beyrût-Libnan. Çapxana Emîral 2006. -Serpêhatiyên Kurdan -Tîrêj- veguhestina tîpan û pêşkêşkirina: Dilawerê Zengî. Beyrût- Libnan. Çapxana Emîral 2009.  -Muxtaran (Lîqaat we Hîwarat), Dilawerê Zengî, Perçê 1+2, Beyrût, Libnan. Çapxana Emîral 2009 -Etyaf El-Madî, Dilawerê Zengî. Beyrût-Libnan. Çapxana Emîral 2009. -Bînahî- (Gotar û Lêkolîn, Helbest û Hevpiyivîn), Dilawerê Zengî, Beyrût – Libnan. Çapxaneya Emîral 2010.  -Bîranînên Celadet Bedir-Xan. Komkirin û veguhestin: Dilawerê Zengî. Bi du zimanan: Kurdî û Erebî. Çapxana: Emîral. Beyrût, Libnan. Çapa: duyemîn. 2010”. Lê hîna Çend Pertûkên neçapkirî jî mane. P: Maşelah. Te heya niha çend carî Xelat wergitine û tu ji aliyê kîjan Saziyan ve liyaqî van Xelatan hatî dîtin?

Bersiv: Ez du caran hatime xelat kirin. Cara pêşîn di sala 1999an de, û cara dawîn jî di sala 2011an de bû. Herdu car jî ji aliyê rojnameya Medya ya partiya /YNDK/, ko li Kurdistana başûr li Hewlêrê tê weşandin.P: Te kîjan Helbestvanên Me yên Navdar nazkir û dît?B: Min gelek helbestvanên kurd yê navdar naskir û têkiliyên min bi wan re hebûn, û heye. Ji wan: „Mamosteyê min û ronakbîrê gewre, mamoste Osman Sebrî, Seydayê Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Mele Nûriyê Hesarî, Mele Ehmedê Palo, Seydayê Keleş, Hesen Hişyar Serdî, helbestvan Yûsifê Berazî (Bêbuhar), helbestvan Ehmedê Şêx Salih, Helbestvan Mumemed Elî Heso û Umerê Elê û hwd”. Li başûr jî ez gelek helbestvanan nas dikim û min ew dîtine. Ji wan: „Ebdulrehmanê Muzûrî, Şêrgo Bêkes, Mihsin Qoçanî, Necîb Balayî, Ferîd Zamdar, û hwd”. Bi rastî têkiliyên min bi pireya helbestvanên kurd li her çar perçe yên Kurdistanê re hene, lê mixabin di vê lez û bezê de navê tevan nayê bîra min, bibûrînin.

Pirs: Tu herî pir kîjan Helbestvanên Kurd rind diecibîne?Zengî: Dara evîna tevan şîn e. Bi hezar berê rengereng xemilandî ne. Lê, heger berê darê tehl nebî şêrînî û sipehîbûnê jî nadin. Şîrîniya gulê bi dîtin û şîravê xweş e. Lê ya xweştir ew e, ko bilbilekî şeyda helbestvan bi deh hawan bixwîne û pesnê xeml û xêza gulê bide. Heger tu axaftineke bê sûd e, lavijeke bê awaz, sazike bê dûzan bî, tu carî tuyê nikaribî dilê gulê bidestxwekî; gulê dilkoçer e. Ango yê ko helbestekê xweş bide min, ezê wî bipejirînim”. 

Mûşî:

Yê ku nizanibe Qedrê Gulê wele ew xayîn e
Li Kurdistan her roj matem, şîn û ayîn e
Belê te xweş gotî bi vê kelama şêrîn
Erê bira ez çi bikim, felek bi me ra xayîn e
Gula me maye bitenê di nava pencê neyara
Bi bombeyên Napalmê lêdixin wan zalim û xwînxwara
Gur û keftar û roviyan dor pêçane li Gulê
Dinya bi mera xayîn e, nayê hewar ji dost û yara!
Her bijî bersiva te pir xweş bû bi zarê Helbestvan
Lê li ber newa Bilûra Serhedê dema lêdixin Şivan
Dilê min peritî Dilawer li vî welatê xerîb

      Lê bi îzna Xwedê emê Welat Rizgarkin ji destê hovanP: Tu zêde di bin bandora kîjan Helbestvanî de maye. Her wiha tu kîjan Helbestvanî ji xwe ra mamoste dibîne?B: Ez di bin baskê seydayê xwe Tîrêj de fêrî hûnandina helbestê bûme. Tîrêj jî, di bin baskê helbesta Cegerxwîn de berz û mezin bûye. Em tev, di derya Cezîrî û Xanî de hevotî melevaniyê bûne, hînî perwaze û firê bûne. Vêca, her yek li gorî siwariya xwe. Li gorî xurtî û hunera xwe, di meydana helbesta Kurdî de siwar e.  P: Heya niha çend Helbestvanên Kurd Helbest diyarî te kirine?B: Helbestvanên ko helbestên xwe diyarî min kirine ev in: Seydayê Tîrêj, Ehmedê Şêx Salih, Yûsifê Berazî (Bêbuhar), Ebdurehîmê Mûşî û Ehmed Mustefa ye. Lê, gelek ronakbîr û rewşenbîrên Kurd bi nivîskî hestên xwe di nivîs û xebata min de diyar kirine, ji wan: „Profesor Cemal Nebez, Profesor Merûf Xeznedar, Xefûr Mexmûrî, Dr. Cewad Mele, Rewşen Bedixan, Mele Nûrîyê Hesarî, Şêx Tewfîqê Huseynî, Dr. Ehmed Mehmûd Xelîl, Îzedîn Elî Mele, Sînim Bedirxan, Ebdulreqîb Yûsifê Zivingî, Mehmed Uzun, Nezîr Cezmatî û hwd”. P: Tu Siyaseta Partî û Saziyên me kurdan çawa dinirxîne. Dema ku tu bi çavên Rewşenbîrî lê mêzebike, gelo tu çi kêmasiyan di siyaseta kurdan de dibîne? B: Piştî şerê cîhanê yê yekemîn Kurdan dest bi avakirina civat, komele û rêxistinên rewşenbîrî, civakî û siyasî kirin. Ev dezgeh, civat û rêxisitanan roleke pir mezin di geşkirina hestê neteweyî û hişyarkirina gelê Kurd de lîstin. Lê, li gorî mercên îroyîn rewşa rêxistin û tevgerên me Kurdan çi ye û çi dikin?!.

      Berî her tiştî partî çine û ji bo çi têne avakirin?! Partî bixwe wesîle ye, ne akam e. Ji komek merovên bîrbir û zana di hizr û bîr û baweriyên xwe de mîna hev diramin, li hev dicivin, û tozik û rêbazan ji kar û barê xwe re datînin, û ji bo pêkanîna armancên gelê xwe dixebitin. Armanca dawî û pêşî ji hebûna partî û rêxistinan, di civaka Kurdî de, ji bo pêkanîna mafê miletê Kurd e. Ji bo kurdayetiyê ye. Çi di warê siyasî û çi di warê rewşenbîriyê debe. „Mixabin, rewşa tevgera Kurdî dûrî van erk û stûbara ye”. Ez nabêjim hemû partî û ne ez şerê hebûna wan dikim, lê belê pireya van partiyan, reng e, mercê çêbûna xwe winda kirine. Bê nakokî û dijayetî nikarin bijîn. Perwerdekirina endamên xwe jî li ser van sincan xwedî dikin; yê ne hevalê min be dijminê min e. Rewşa tevgera me gihaye wê rewşê ku hejmara partiyên me ji hejmara tiliyên herdu destan pirtir in. Lê, hejmara Siyasetmedarên me ji hejmara partiyên me bi gelekî kêmtir in. Partîzanên me bûne dahol û zirne ji wan kesên ko ji bo şexsê xwe dixebitin. Ew kes miriyê şexsê xwe ne. Ne ku miriyên Kurdayetî û azadiyê ne. Em herêmî diramin û berjewendiyên xwe diparêzin.

      Partî bixwe wesîleke ji bo tu pê bigihê akama xwe, mîna ko tu li kerê siwar bibî û bi vê wesîlê bighê cihekî. Lê heger ew ker li te siwar be, û ji dêvla wî  tu bizirî û tîzka bidî…., Mixabin eva malwêranî bixwe ye. Ji ber rewşa ko em tê de, em Kurd ne hejmarekin di lîska siyaseta herêmî de. Mixabin rejîmên serdest bi me dilîzin, û em bûne goga ber şega wan. P: Ji bo Azadiya Welat çi banga we li Siyasetmedar û Gelê kurd heye. Her wiha ji bo Yekîtiya Gelê Kurd hûn dixwazin ji gelê me ra çi bibêjin?B: Li gorî rewşa guhertinên cîhan û herêmê, diyar e, derfet û dem dema dest bi guhertina sînorên  herêmê hatiye. Bêdiro! Hêdî hêdî ew siyaset diyar dibe. Miletên herêmê jî serî li hember rêjîmên sitemkar û zordar radikin û wan hildiweşînin. Ev dem dema azadî û serbestiya gelan e. Divê û giring e, em Kurd wek netewe biramin, û dest bi tevger û xebata xwe bikin. „Maf û daxwazên xwe wek netewe bixwazin”. Em, ne Tirk, Ereb û Faris in. Ji bo em vê derfetê ji dest xwe bernedin, divê em yek bin. Li her perçeyekî ji perçên Kurdistanê yekîtiya xwe ava bikin, û piştgiriya perçê dî bin. „Em ne destik û dûvik bin ji dijminê xwe re”. Em hevûdu tune nekin, û ji bo berjewendiya xwe  destê xwe dirêjî mala hevûdu nekin, û ked û xebata hev talan nekin. Riya rizgarkirina Amedê di ser laşê kurdên binxetê re derbas nabe!!!. „Tu carî dijmin nabin dost”. Ji bo pirsa kurdî dijminên me tev yekin. Ji bo kurdan alozî û berberîtiya xwe jibîr dikin. Daxwaza tevan tenê Kurd negihên armanca xwe, Kurd nebin xwedî dewlet. Li dîroka xwe vegerin û bixwînin, kê xinizî bi mafê miletê Kurd re kiriye?!. Kê welatê me Kurdistan dagîr kiriye?!. „Di roja îro de, û ji her rojê pirtir zanebûn û kurdayetî ji siyasetvan û rêberên me tê xwestin”. Çareser kirina pirsa Kurdî bi yekbûn û yekîtiyê ye.  Ma hûn guhê xwe ji gemara salan paqij nakin û dengê zengilê hişyarî û banga azadî û yekîtiyê, ya bavê neteweya Kurd Ehmedê Xanî guhdarî nakin û nabihîzin?!.

Pirsiyar: Ezbenî Tu Pêşeroja me Kurdan çawa dibîne? Ango çi talûkeyên mezin li pêşiya me kurda hene?B: Wek min got, ev dem dema pirsa Kurdî ye. Demeke pir nazik e. Berjewendiya dinyayê bi Kurdan ve çêbûye. Baweriya min ew e ko nîrê demê û berjewendiya dewletên mezin, di dinyayê de, wê Kurdistanê çêbikin. Lê, tirsa mezin ew e ko bi destê Kurdan ew Kurdistan hilweşe. Derfet û nîrê demê xweş hatiye. Eger ev dem derbas bibe û em sûde û qezencê jê wernegirin, di baweriya min de çû pêncî salên dî. Dijwar e dem û rewşên weha di demên nêz de bi dest me ve bên. Lê, ez dipirsim: „Em Kurd dikarin sûde ji vê nîrê werbigrin?!. Em dikarin nakokî, dûvetî û peyetiya xwe jibîr bikin, û bi rastî û duristî Kurd bin, û ji bo Kurd û Kurdistanê bixebitin?!. P: Mixabin her ku diçe li Sûriyê zilma zaliman li ser miletê mezlûm dijwartir dibe. Lê li gel vê zilmê jî êdî em rind dibînin ku tu şansê Rejîma Sûrîyê nîne ku êdî li ser Text bimîne. Gelo Kurdên me yên herêma rojava wê bikaribin ji bo Azadiya Rojavayê Kurdistan Azadiya xwe bidest bixînin?B: Ez jî xwediyê wê baweriyê me ko tu rê li pêşiya rejîma setemkar û xwînmij nemaye. „Ev rejîm zû, dereng wê bingor bibe”. Ev dem dema azadî û serbestiyê ye, ne dema kuştin, talan û hovîtiyê ye. Mixabin, tevgera Kurdî li rojavayê Kurdistanê jî ne yek in. Heta niho tu projeyên zelal ji bo pêşerojê nîne. Lê, baweriya min bi xortên ciwan yên xwediyê van çalakiyên hêja ko dirabin pir heye. Ez bawerim di bin bandora wan de wê hin kar û xebatên hêja bên kirin. Di demek nêz de Encûmena Niştimanî Kurdî li dar xistin. Li dora yazdeh (11) pertî û çend tevgerên xortên ciwan tê de kom bûn. Hîn çend pertî û çend tevgerên xortan li dervî vî encûmenî mane. Lê, rewşa tevgera Kurdî roj bi roj baştir dibe. Ez bawerim, ji hêlekê, tevan giringî û pêwîstiya yekîtiya tevgerê nas kirine, ji hêlekê din ve, tundî û dijwariya rejîmê, setemkarî û hovîtiya wê, roj bi roj, hêdî hêdî Kurdan digihîne hev. Ez, ji kurdan re dibêjim, ew dema berê, dema sitem û bindestîyê êdî nema. Bê guman, Rojên bên rojên serbestî û azadiya gelê Kurd e. Rojên çareseriya pirsa gelê Kurd e.P: Ezbenî dibe ku hinek pirsên ku min nepirsî bin, tu bixwaze bîne ziman mabin. Tu dixwazî di dawiyê de ji me ra çi bibêjî?

Bersiv: Ez pir spasiya we dikim, û pîroziya xebata we ya hêja dikim. Malpera we: „serhed.org” pir dewlemend e, cihê pesn û şanaziyê ye. Birastî, malpera we gencîneyeke pir bi nirx û buha ye. Ez bawerim ew jî ji ber parastin û xwedîkirina kes, endam û rêveberên wê ye. „Mirovên qenc, karên qenc dikin”. Mala we sed carî ava be û her pêşketinê ji we re dixwazim. Tu her hebî Keko, mala te jî ava be. Ji bo ku te dema xwe ya giranbiha ji me ra veqetand û vê Hevpeyvîna payedar bi me re çêkir, ez gelek spasiya Destbirakê xwe yê Navdar dikim, Xwedê Teala emrê dirêj û saeta sax bide cenabê te, tu her serfiraz û serkeftî be înşelah. Her wiha vê Nirxandina te ya erênî ji bo min xelat û serbilindiya herî mezin e, wê min bixîret û bihêztir bike û di warê pêşketina Rewşenbîrî de jî riya min ronî bike. Mamoste bi îzna Xwedê û piştgirî û du’ayê Rewşenbîrên wek cenabê te înşelah emê bikaribin di pêşerojê de vê Malpera: „Wêje, Çand û Hunera Kurdî di warê Neteweyî de bikin Dibistana Vejînê û Azadiya Zimanê Kurmancî”.

Şam, 05.01.2012

 

Ebdurehîmê Mûşî
dengbej@hotmail.de 


HEVPEYVÎN, MALPERA: http://www.serhed.org – Ebdurehîmê Mûşî

 

 

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum