Govara
AGAHÎ

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 



Hesen Hişyar SERDÎ

Piştî xebata malbata Bedirxaniyan û rawestandina herdû kovaran (Hawar-Ronahî) ne tenê li nav Kurdên Sûriyê belê li tevaya Kurdistanê bizava çapemeniya Kurdî dikete bêdengiyekê de.


Piştî şerê cîhanê yê diwemîn li Kurdistana başûr kovara Gelawêj –li hemberî rewşa şer û dijwariyên çap û belavkirinê- di derketina xwe de berdewam bû. Di wê demê de kovara (Dengê gîtî taze) û rojnameya (Jîn) ya heftane jî derket.


Li Bexdê, di 14ê tîrmeha sala 1958an de sazûmana Şahanî hilweşiya û dest bi jiyaneke nû bû. Rewşa tevgera çapemiya Kurdî geş bû. Di wê demê de li dora (268) pertûk hatin çapkirin û belavkirin.


Pencên tîrêja tevgara çapemeniya Kurdî bandora xwe li Kurdên Binxetê jî kir. Sawa tirsê hin bi hin rabû. Çend ronakbîrên Kurd li bajarê Helebê li mala Dr. Nûrî Dêrsimî civiyan û biryara avakirina komeleyekê dan. Navê komelê (komela zanistî û alîkariya Kurd) bû.
Damezrênerên komelê:


Dr. Nûrî Dêrsimî, Rewşen Bedirxan, Hesen Hişyar, Osman Efendî û Heyder Heyder.

Armanca komelê: pêşxistina ziman, tore û dîroka miletê Kurd bû. Mexabin pir dirêj nekir. Li dora du salan (1956-1958) tenê berdewam kir. Lê pir çalakiyên hêja kirin. Damezrênerê komelê Hesen Hişyar di destnivîsên xwe de dibêje:


-`Bi doza Kurd ve me (18) rûpel nivîsarek li Misrê bi destê Mihemed Hilmî beg da kongirisa (Bandok).


-Ji bona şoreşa (Ciwanrû yên Kurdên Îranê) me (protustokî) bi navê (Jenosît) bi zimanê (Erebî, Turkî, Farisî û Firansewî) dijî (şah) da belav kirin.


-Bi (Partiya Eyoka ên Qubrisî) re, me hevalbendî girêda, her buyerên wan me di rojnama xwe de didane belav kirin, ji ber ko ew jî dijî dewleta Turk û Ingilîz bûn. Çewa ko meseleyên Kurd jî li (Atîno) serekê diyaneta Islamî (Hafiz elîreşad) werdigerandin zimanê (Yûnanî) û di rojnameyên wan de didane belav kirin.


-Li (Beyrûtê) di rojnameyên Erebî de li ser Kurd û Kurdistanê di rojnameya (Wicdan- Huriyet) de didane belav kirin`.


Evê komelê gelek pertûk dane çap kirin û belav kirin. Ji wan pertûkan:

Diyar e, kar û çalakiyên vê komelê ji temenê wê pirtir bû. Bi temenekî kin, ko du salan bi tenê dirêj kir, xebatine berfireh ji gelê xwe re kir. Evê komelê -mîna komelên din- piştî damezirandina Partiya Demoqrat ya Kurdistanê- Sûriyê, ewê jî xwe hel kir.


Piştî ko Sûriyê ji bin sîdariya Ferensîzan reha bû. Dergehê hemû komele û civatên Kurdî hatin girtin. Ziman û weşanên Kurdî yasaq bûn. Rewşa Kurdan roj bi roj nexweş bû. Darê nijadperestiyê li ser serê wan dihat hejandin.


Di sala 1957an de Partiya Demoqrat ya Kurdistanê li Sûriyê hate damezirandin. Di civaka Kurdên binxetê de, damezrandina Partî gaveke hêja û pîroz bû. Lê mexabin di warê rewşenbîriyê de tu gavên berbiçav nehatin avêtin û bêdengiyek hebû û tu xebat di ber rewşenbîriya Kurdî de nehat kirin.
Di sala 1966an de kovara AGAHÎ bi destê ronakbîrê gewre Hesen Hişyar derket. Di rûpelê pêşîn de hatiye nivîsandin: (Kovarek(e) zanistî, toreyî, tarîxî û siyasî ye). Kovar, li parêzgeha Hisiça, bajarê Qamişlokê derdiket. Ji alî tîp û gewdê kovarê 20X40 s.m-ye. Rûpelên wê ji (15-33) rûpelan hevedûdan e. Ji ber rewşa ramyarî xwediyê kovarê kovara xwe li tilnivîsê dida û bi hejmareke hindik û bi awayekî veşartî belav dikir. Ne tenê barê xercî û belavkirina kovarê li ser milê xwediyê kovarê bû, belê nivîsandin û amadekirina wê jî jê dihat xwestin. Kovar di nîrek pir dijwar de derdiket. Lewre tu demek diyar ji derketina wê re nebû. Hejmarên vê kovarê gihane nozde hejmaran. Naveroka kovarê pirtir ramyarî û dîrokî bû. Xwediyê kovarê nerîn, dîtin û bîrûbaweriyên xwe di riya vê kovarê re dida belav kirin. Hin caran bûyerên Kurd û Kurdistanê belav dikir.


Di kovarê de du helbest û nameyek bi tenê ne yên xwediyê kovarê ne. Helbestek ya nemir Ehmedê Palo û ya din ya nemir Hemzayê Muksî ye. Name jî ya Prof- Qenatê Kurdo ye ya ko di sala 1956an de ji komela Zanistî û alîkariya Kurd re rêkiribû. Qenatê Kurdo di wê nameya xwe de dibêje: ( Gelî biran ji wê xebata we re sipas dikim, eger çiqasî dijwarî bikevin pêşiya we jî divê hûn zêdetir navê Kurd û Kurdistanê di roznaman, kovaran û her nivîsarên piçûk û mezin de bidin belav kirin. Em di esra bîstî de ne esra ronahî û atomî de ne. Îro miletên bêdeng zû asîmîlasyon dibin, heya zarok negiriyê dê bi wê dilovaniya xwe şîr nade wî an wê....).


Xwediyê kovarê daxwaz û sedemê derketina kovara xwe dide diyar kirin û dibêje:
(Daxwaz ji vê kovara veşartî û destnivîs: Herwekî ji zanan re qenc agahe ko li gor rîzan û heq nenasiya rojhelatê navîn dewletên Kurdistan vegirtî, xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî gunehkariyek ji kiryariya (muxederatan) gelek mezintir û dijwartir e...).( Nemaze kurdên Sûrî ji (1958)an de, di girifariyên dijwar de hatine girêdan... di her awayên teqalîdên xwe ên qewmî û civatî de pêçandî mane! Çewa ko her niştimanperwerên ji hev dûr nikarin bi serbestî û hêsanî bigîne hev û serpêhatiyên têde ji hev re bidin zanîn û li ser çare dîtinan heş û agahiyan bi hev biguhêrin..!). (Ji ber wan bûyerên zeman û mekan di armanca xebatê de ji bo agahdariya hin niştimanperwer li gor pêkanînê min xwe berpirsiyar dît. Da ko nûçe û bûyerên der û hundir ên ko doseya Kurdsitan, di xwe de digre ji wan re bişînim. Lewre rojên teng û tarî nêçîrê tarîxê ne).


Xwedî û berpirsiyarê kovarê li ser vê bingehê kovara xwe derdixist û raman û baweriyên xwe dida belav kirin. Bi giyanekî gewre û ramanekî bîrewer pêwîstiya yekîtiya tevgera Kurdî dide diyar kirin. Bi xurtî şerê perçebûn û jihevketina tevgera Kurdî dike, dibêje: (Çep û rast herdû milên laşekî ne, laş ko nebe kîjan milê çep û rast!!??).


Xwediyê kovarê mîna bijîşkekî pespor destê xwe datîne ser birîna nesaxiya tevgera Kurdî ya ko sedema ji hevketin û bindestiya gelê Kurd e, diyar dike û çare û derman jê dibîne. Ew çare û derman yekîtiya tevgera Kurdî ye.


Bi vê danasîna kurt, me rê û şop li ber lêkolînzan û nivîskarên bi rûmet vekir ko rojekê ji rojan bi firehî li ser vê kovarê rawestin û xwedî li nû çapkirina wê derkevin.

Jêder û çavkanî:
-Kovara AGAHÎ- Rûpel:2.Hejmar:3. Sal:1969.
-Kovara AGAHÎ- Rûpel:10.Hejmar:15. Sal:1980.
-Kovara AGAHÎ-Rûpel: 11.Hejmar:16 . sal:1981.


Dilawerê ZENGÎ
Hate weşandin: 14 Çiriya Yekem 2010

 


Foundation For Kurdish Library & Museum