|
Rewsenbîr û siyasetmedare kurd
Hemres Reso (1939 - 2003)
Mamoste Hemres Reso li mêjuyê 11/2 sala 1939'ê li gundê Saqo'yê li qeza Kolikê ku li nav herêma bajarê Semsûrê (Adiyaman) ye, hatiye dunyayê. Dibistana destpêkî û navînî li Kolikê xwendiye. Kolêja Amerîkî li bajarê Cesaria'yê (Kayseri) biriye serî. Di navbera salên 1957-1960'î de li Stanbolê xwandina xwe ya lîse'yê kiriye. Di salên 1961-1963'yî de jî, li Enqerê xwendina zankoyî (unîversîte) ya ''Ankara Hukuk Fakultesi'' biriye serî. Di sala 1963'yî de hatiye Swîssre'yê û pasê ji wir jî derbasê Almanya'yê bûye. Di navbera sala 1967-1975'ê de jî li zankoya Berlîn'ê xwandina aboriyê (ekonomi) kiriye. Piraniya jiyan û têkoþîna watedar a rewþenbîr û siyasetmedarê kurd mamoste Hemreþ Reþo, ji bo vejandin, pêþvexistin û parastina ziman û çanda kurdî bûye. Hemreþ Reþo van salên xwe yên li dîasporayê ku tam 40 sal dike, bi tevayî di riya pêþvexistin û parastina çand û zimanê kurdî de buhurandiye. Ji me re sê govarên kurdî yên di dîroka çand û zimanê me de, her yek bi serê xwe sê dîmen û bihnên geþ û xweþ in, pêþkêþ kiriye; KURDISTAN (multi-lingual kurd/îng/ereb), HÊVIYA WELÊT û ÇIYA. Doz û têkoþîna Hemreþ Reþo'yî, xebata wî ya di warê çand û zimanî de, di dîroka xebata li derveyî welêt, gavên pir ber bi pêþ de ne û di dîroka ziman û çanda kurdî de wê her dem xwedî ciyek herî diyar be. Hemreþ Reþo di roja 27/12.2003'yî de li bajarê Disburg'ê li Almanya'yê koçê dawiyê kiribû. Hemreþ Reþo gava ji dunyayê bar kir, serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Bakur bû.
|
||
PÊSMERGE
Birayên
min, dil û kezebên Kurdistan Ev
e çi ye rast û çep? Em tev kurd in
Hemres
Reso
|
||