|
|
|
|
|
CANGÎR AXA
Xwendina destpêkê li gundê xwe û li Kakavazorê standiye. Sala 1941'ê wî li Têknîkoma Esmiyazînê, li ser navê Sota Rûstêvêl'ê bi dîploma sor kuta kiriye. Li navbera salên 1941-2004'ê, wek serkarê (rektor) dibistanê û mamosteyê ziman û wêje'yê (edebiyatê), li dibistanên gundên Avtûne'yê, Tilik, Heko, Zovûnî'yê û li Erîvan'ê xebitiye. Pistî hewkirina aspîrantûra Înstîtuya Pedagogiyê ya Erîvan'ê, ew bi biryara VAK'ê /Moskva/, navê Endamê (kandîdad) Zanista Mêjûyî distîne. Li navbera salên 1980-1988'ê, ew li Înstîtuya Erîvan'ê ya Polîtêknîkî'yê li ser navê Karl Marks wek rektor xebitiye. Ji bo xebata li ser pêdagogiyê, Tharê Emer bi dehan bêhtir medal û ordên pesinnameyê hatiye rewakirinê. Ji 20'î bêhtir xebatên wî yên kurdzaniyê ên zanistî, li govar û rojnameyan hatiye belavkirinê. Tharê Emer xudanê du pirtûkan e: Mala Îtbar û Ûsiv û Cewahîr. Du xebatên wî ji belavkirinê re amade ne. Li sala 2001'ê, bi biryara hevcivîna Sêwra Komîteya Netewî ya Êzdiyên Ermenistanê, ji bo 77-saliya wî û 57 saliya xebata wî ya li jêr navê mamosteyê mêjûyê Êzidiya, dane Tharê Emer. Pirtûka Tharê Emer ya sisya: Cangîr Axa, li ser mêjûyê berxwedana civata azadkariyê li dij dewleta tirkan e. Ev dewleta ku koka civateke am û tam hanîye. Ev berhema Tharê Emer, pêskêsek e ji paseroja me û ji bo rênîs û rehberê milletheziyê û hevfêmkirinê ye. Ev berhem bawermandî û hevgirêdana mala Hesen Axayê Temir û pismamtî û brayetiya tevî ermenan û Andranîk Pasa ye.
Navnîsana Pirtûknasandinê: Kurdish
Book Bank - SARA www.kurdishbookbank.org |